Keyê medan mêjîyê xwe bi xewnek şevan netevizanda, guh nedaya gotinên tewşên çend xwenezanên qaşo xewnzan, tenê ji ber ku nevîyê wî nekuştîye serê lawê serleşkerê xwe nedaya jêkirin, serleşkerê wî jî bi hêrsa xwe bikanibûya arteşa medan nesparta Kuroşê persan, pîsitîya xaîntîyê li xwe dananîya; hindik karger û frarên arteşa parthan li warê xwe û qewmê xwe xaîntî nekirana; pêşengên cardouchan tenê ji ber sebebên bawerîya bi heman dînî hevaltîya persan nekirana; duwanzdeh hukumatên kurdan mîna qewmên din ên dema xwe hêjahîya zar û zimanê xwe bizanibûna; Selahaddînê Eyyûbî systema kargertîya dewleta xwe hewqas bi granî li ser dîn dananîya, bi qasî hemdemên xwe hêjahîya zimanê famîla xwe, zimanê hêla xwe û cultura qewmê xwe jî bizanibûya; mîrên kurdan bi dekûdolabên şahên persan û fenûfûtên sultan û padîşahên turkan nexapîyana, dujminatîya hevûdin nekirana; li ser navê alevîtî, sunnîtî û êzidîtîyê bi hev neketana; di nîvê dawînê sedsala bîstan da bi leşkerên dewletên cîran hêrîşî hevûdin nekirana; dev ji xoybûna warê xwe bernedana; di vê çaryeka pêşîna sedsala bîst û yekî da bi revîna ji çeperên xwe rê li ber qirbûna miletê xwe venekirana, li miletê xwe û warê xwe xaîntî nekirana, ji Kerkûkê ta Şengalê di nav çend roj û şevan da ji sedî şêst û çarê axa parçeyekî warê xwe nespartana Heşdî Şeibî a pasdarên Îranê û arteşa Iraqê, li Başûrê Rojavayê warê xwe ji xelk û aleme ra yar ji xwe bi xwe ra neyar nebûna, di serî da ala rengîn dijminatîya remzên miletê xwe nekirana; erê, pêşeng, rêber, serek, serkirde, karger û fermandarên vî miletî evana nekirana gelo ewê dîsa jî îro ev milet di vê rewşa manûnemanê da bûya? Dizanim hûn dê bibêjin tiştê çû mede dû. Ser seran û ser çavan. Bira ew kesên qaşo pêşengên milet in ji van rûdanan ders bigirin, careke din dubare nekin, em dê jî van ji kitêbên tarîxê ra bihêlin, pê tifî nav çavên wan nekin. Dema dubarekarên van rûdanên qirrkar tunebin meriv bixwaze jî nikane bi hebûn û dubarebûnên wan ên demên buhurî tifî nav çavên kesî bike. Ji dil û can dixwazim ku ev gotin di vî warî da êdî gotina dawîn be, carek din dubare nebe...
Xwenezantî û xaîntîya pêşengan du dakên jehrîn ên di pişta milet da
Raif Yaman 2,679 Xwendin
Gotarên têkildar
DIZEKÊ MALA XWEDÊ
Raif Yaman
Welatîyên min ên bi rêz û bê rêz, buha û belaş, bikêr û bêkêr, qenc û xerab, rind û nerind, çê û neçê, tirkên xas û sexte, dê kurd û bav k...
SERKUNDIRNAME
Raif Yaman
Serkundirino, Qîmetê medin zindîtî û zindîyan. Bibin dijminên zindîtîyê, yarên mirdarîyê. Zindîyan bikujin. Mirîyan pîroz bikin. Bibin bengî...
XWENEZAN
Raif Yaman
Gelî xwenezanên aryan, du hezar û pênc sed û şêst û şeş sal in we daye pê parsekên xwe. Nêzîkî hezar û çar sed sal in we daye pê ereban. Neh...
SEREK Û SEROK
Raif Yaman
Serek, zindîtî, merivî, nationality, bawerîyên dînî û bêdînî diparêzin û lê xwedî derdikevin. Serekên miletên bindest rind zanin ku miletên...
Şîrove