SEREK Û SEROK
SEREK Û SEROK
Dema weşanê: Adar 4, 2019, 8:25 Dîtin: 916

Serek, zindîtî, merivî, nationality, bawerîyên dînî û bêdînî diparêzin û lê xwedî derdikevin. Serekên miletên bindest rind zanin ku miletên bi serê xwe nebin, nikanin li van hêjayîyên sereke ên merivahîyê xwedî derkevin. Serok, xudbîn, çavsor, newêrek, sivik û derewkar in. Serokên miletên bindest dema dikevin destên dijminên xwe, kanin xwe û peyrewên xwe bispêrin wan, û kanin bi dil û can ji colonialistan ra berdestîyê bikin.

Medya bi peyvên çêkirî ên bê mane, bê gîyan, bi tercûma herfî bi herf a ji zimanên dereke, bi bernamên kesên nikanin bi kurdî biramin, di weşanên xwe ên sosret da serekên kurdan bi navê serok bi nav dike. Bê guman va yeka neheqîyeke mezin e li kurdên bi rûmet û serekên wan ên hêja. Ne tenê medya partyên bi pesindarî, dijûnkarî û dijminîya xoybûna miletê xwe bi xwe da rîye, medya milî jî, bi xwendin, nivîsîn û tercûmên di bernamên xwe da di rewşeke sosret da ye. Va rewşa medya bindestan  hêjayî lêkolînên zanyarî ye.

Serek ji sereke ye. Sereke tê mana bingehîn û girîng, di îngilîzî da tê mana mainly. Serek di zanînên politica (political sciences) hemdem da tê mana headman û president a îngilîzî Serek merivên xwedî vîna azad in; bi serê xwe, serbest, wêrek, bi rûmet, bi qîret û serketî ne. Serek, pêşeng û karger in. Ji berê da ji kesên pêşengîya hêlekê dikin ra serekê hêlê, serekê eşîrê, serekeşîr tê gotin.

Serek merivên sereke ne. Ne palûke ne. Zîrek in. Gotin û kirinên wan bi pîvan in. Bi gotinên kurt, berbiçav û xwedî mane peyamên xwe didin raya milî û beynelmîlel. Mevlana Celaleddînê Rûmî dibêje: “heke hûn bixwazin meriv ji we têbigên, gotina xwe dirêj mekin, heke hûn nexwazin meriv ji we têbigên, ta bi derzîyê ve bikin.” Serek dixwazin meriv ji gotinên wan têbigên, ne ku bi gotinên wan gêj bin. Serek zanin ew’ê çi, çawa, çima, li ku, ji kê ra, kînga bêjin û bikin. Şek in. Jîr in. Lihevhatî ne. Xwedî bîr û bawerî ne. Bi xwe bawer in. Serdar in. Şidîyayî ne. Kîp in. Ne jihevdaketî ne. Rêzan in. Rêber in. Çêkir in.

Armanca sereke a serekên miletên bindest, li bin ala milî avakirina dewletek bi serê xwe û dadwer e. Hêza dinyayê hemî di destê wan da be li kesî çavsorîyê nakin, dewletên dinyayê gişk dijminîya wan bikin jî serê xwe natewînin, xwe naspêrinê. Berxwedar in. Di sereknaman da çavsorî, serî tewandin, xwespartin, xayînî, mirdarî û sifetên din ên bêkêr tune ne. Serbestî û jîyana bi serê xwe awayê jîyana serekan û heval û hogirên wan e. Ji bo xweşîya xwe û xweşîya miletê xwe dijîn û dimirin. Dilê wan bi xweşîya merivan xweş dibe, bi nexweşîyên wan dêşe.

Serek mîna avên rûbarên asê ne; ji avzêm û kanîyan der dibin, ber bi zeryan pêl bi pêl diherikin. Herikîna paşberkî, navberkî, berwarkî karê cuhok û geveran e, ne karê rûbaran e. Merivên li pê serekên xwe mîna kanî û avzêmên dûr û nêzîkî çavîyên rûbarên xwe ne; mîna rûbarok, çem û newalan ji çîya û kaşên bin berf û baranê xwe berdidin nav rûbarên xwe, û bi hev ra bi pêlên xurttir ber bi zeryan bi xuşexuş û xumexum bi ser hev da diqelibin û diherikin zerya û oqyanûsên xwe, bi gotinek xwe digînin jîyana bê dawî.

Di xebat û lebata serekan û merivên li pê wan da xweşî û aramîya jîyana bi serê xwe, serbestî û aryatî heye. Di kar û barê wan da bêmanetî tune. Her gotin û kirinek wan xwedî manekê ye. Ew mana tê û netê rind zanin. Ji tê ra netê, ji netê ra tê nabêjin.

Bê guman, serek û kesên li pê xwe jî fêrişteh ninin, bê kêmasî ninin; mîna hemî merivên din yek caran şaşîyan dikin, dikevin, û berdêla kirinên xwe ên şaş û nerast didin. Serek, li cîyê ku bikevin zanin rabin jî. Çi li ku wenda bikin, li wê derê lê digerin û heta nebînin jî dev jê bernadin. Rind zanin kesên nikanibin li şûjina xwe xwedî derkevin, ne kanin li genim û ardê xwe xwedî derkevin, ne jî kanin li kerê xwe xewedî derkevin.

Serek, bi pesindar û dijûnkaran ra nabin heval. Ne bi kesên li cem jê ra xweş dikin li dû dek û dolaban digerînin, bi kesên zîrek, dirist û rastgo ra dibin heval. Zanin ku hevalên meriv mirêka şexsîyeta meriv in. Qedr û qîmeta didin dijminên xwe ên merd û rastgo nadin merivên xwe ên namerd û derewkar. Zanin ku dijminên merd û rastgo ji hevalên derewkar, zexel û xapînok çêtir in. Bê bext ninin.

Serek xwedî exlaqekî bilind in. Ji dizdî, gendelî, mirdarî, genîtî û bêexlaqîyan ra çavên xwe nagirin. Kesên van sûcan bikin kî dibin bira bibin di heman şertan da bi heman awayî derdixînin ber dadgehan û ji bo cezayê heq kirine bigirin çi ji destên wan tê dikin. Ji bo kargerî, dadgerî, karkirî û parastin karên xwe bi pîvanên zanîna hemdem a warên xwe pêk bînin çi lazim be dikin.  Serek, ji bo hemî sazîyên desthilatî (gouvernemental) û sazîyên nedesthilatî  (NGO) bibin destirmayên berdewamîya xweşîya miletê xwe û merivahîya cîhanê ji dil û can karên xwe dikin. Xwedê, pêximber, fêriştehên her dînî, zanyarên dîndar û bê dîn yarên wan in. Mirdar, pesindar, zordar, sextekar, derewkar, dijûnkar, diz, teres û xwînmij neyarên wan in.

Serok tê mana serê piçûk, serê vala, serê bêkêr. Paşgira -ok di kurdî da suffixa rewşa kêmkirin, piçûkxistin, şîrînkirin û sivikîyê ye. Di zanîna linguistickê da ji vê rewşê ra diminutiv tê gotin. Zar û zarok, cuh û cuhok, rûbar û rûbarok, hêjîr û hêjîrok, mesele û meselok çend nimûnên vê rewşê ne. Meriv kane serokan bi navê zirserek û  serekên derewîn jî bi nav bike.

Serokên bindestan alîkar û berdevkên veşartîyên serdestan in. Helbet mîna tûtîyan gotinên wan peyv bi peyv dubare nakin. Gotinên colonialistan dixemilînin, ji bo merivên li pê xwe çêtir pê bixapînin çi lazim bibe wê dikin. Li dek û dolabên sedestên xwe fen û fûtên xwe jî zêde dikin. Dema dipeyivin ta bi derzîyê ve dikin. Ji bo peyama cejnekê bidin bi saetan dibêjin û dibêjin. Bi axaftinên dûr û dirêj ên xwedî gelek têgihên neberbiçav û gotinên xweş ên wekî democrati, jîyana communal, rîya dîn û dîndarîyê, heqên merivan, heqên jinan, parastina sirûştê mêjîyên peyrewên xwe ditevizînin. Di rastîya xwe da alaqa wan bi van têgih û gotinan ra tune.

Serok di nav heval û hogirên xwe da şaşî û kêmasîyên xwe naynin zimên, û rê nadin kesên din jî behsa kêmasîyên wan bikin. Lêbelê ew bi navê xwerexnekirinê bi her kesî ji xwe bi xwe ra gotinên pir gran didin nivîstin û gotin. Paşê wan gotinan ji xwe ra dikin çek û pê êrişî xwedîyên wan dikin. Bi vî awayî merivan bê şexsîyet û bê vîn dêlin. Êdî çi bixwazin kanin bi wan bidin kirin. Serokname, bi dek û dolab, serî tewandin, stûxwarî, xwespartin, fen û fût, zikreşî, çavnebarî, çavsorî, mirdarî û hemî awayên din ên gotin û kirinên bêkêr dagirtî ne.

Merivên danin pê serokan û ew kirine bela serê miletê xwe peyrew in. Peyrew di nav xwe da dibin du par: ên pêşîn di her şert û mercî da ji gotinên serokên xwe dernakevin, ên dawîn ji bo berjewendîyên xwe ji gotin û kirinên wan sûdê werdigirin. Peyrewên dawîn berjewendîperest in. Ev peyrew bi hebûna serokan û peyrewên pêşîn jîyanek demane a zengîn û xweş dijîn. Ev kes bi piranî pesindar, derewkar, şelaf û kurtêlxwar in.

Serek û serok bi şexsîyet û awayên jîyana xwe bi qasî erd û ezmanan ji hev û din dûr in. Ne serek kanin ewqas dabikevin jêr, ne serok kanin ewqas hilbikişin jor. Serok mîna serîyê genimê vala ne. Ez û ezîya wan, xudbînîya wan ji valabûna serê wan e. Mêjîyê wan heye, lê cilq bûye, bi kêr nayê. Ji dêvla bi serekên miletê xwe ra karên pêwîst bikin, dijminîya wan dikin. Ev kes her çiqas zarên eynî miletî bin jî, şexsîyeta wan bi qasî rojhilat û rojava ji hev û din dûr in. Roj li serekan nare ava, li serokan hilnayê. Milet bi dilekî pak dixwaze serek û serokên wî li bin ala rengîn li hev rûnin, bi hev ra, ji bo biserêxwebûn û azadîyê kar bikin. Mixabin bi deh millionan meriv dikin nakin nikanin têbigên ku rojhilat û rojava ewqas ji hev dûr in, bixwazin jî nikanin bigên hev.

19.10.2016, Nisêbîn

Ev nivîs ji 21.10.2016 ta 05.02.2017 bi zencîrenivîskî li ser malpera www.nusaybinim.com hatîye weşandin.