DIZEKÊ MALA XWEDÊ
DIZEKÊ MALA XWEDÊ
Dema weşanê: Adar 5, 2019, 11:08 Dîtin: 1230

 

Welatîyên min ên bi rêz û bê rêz, buha û belaş, bikêr û bêkêr, qenc û xerab, rind û nerind, çê û neçê, tirkên xas û sexte, dê kurd û bav kurdên bi xwe tirk,

Min xweş guhdarî bikin. Ev çend sal in her kes qala bandên deng û videoyên me dikin. Ez’ê îro ji we ra rastîyê bêjim. Rastî çiqas rast e, wê tenê Xwedê zane. Ya jî ez zanim. Çimkî sermaya min dîn e. Ez kesekî bazirgan im. Dîn difroşim. Pê dollar û euroyan dikirim. Zêr û zîv didim ser hev. Bi kevirên hêja gencîna xwe mezin dikim. Dibêjin alimekî gotîye ewên sermaya wan dîn be, bazirganîya dîn bikin, merivên bê dîn in, ji dîn derketine, çimkî tiştê tu bifroşî êdî ne ê te ye. Guh medinê. Kesên wisa bi xwendina kitêban aqil avêtine. Pirranîya wan tî û, birçî mirine. Ji temenê xwe tiştek fam nekirine.

Hûn tenê bi a min bikin, ne bi a kesên din. Heta bi a Xwedê û Pêximber jî mekin. Hema şaş têmegên, gava hûn bi a min dikin, ji xwe hûn bi a Xwedê û Pêximber dikin. Hûn hîna nizanin ê ku ez anîme ser we kî ye? Ê ez anîme ser we Xwedê ye. Di bin Xwedê ra çi heye? Dewlet. Li ser dewletê kî heye? Ez. Kî me ez? Mezinê Mala Teyo dibêjin. Nuka hûn nizanin Pêximber jî kî ye. Ew jî alîkarê min e. Gotinek kurmancan heye, dibêjin bi kurt û kurmancî.  Erê, bi kurt û kurmancî Xwedê û Pêximber bi min ra ne. Her du jî alîkarên min in. Ne tenê Xwedê û Pêximber, Şeytan jî bi min ra ye. Tiştên ku nuka ez’ê ji we ra bêjim ji rastîyê rasttir in. Ez bi ser we ra me. Hûn di bin min ra ne. Bi gotinek din, karê we bi Xwedê ketîye. We xwar? De herin. Herin, lê rîya xwe şaş mekin. Ez ku da bixwazin, wê da herin. Ji bîr mekin, hûn kerî, ez şivan im. Hûn Şîrîn, ez Ferhad im. Çîyan qul dikim û têm.

Qeydên deng û videoyan montage in, doublage in, photomontage in. Bi Qurana min xwendî, yek jî rast nine. Qurana min xwendî û Qûrana hûn dixwînin ne yek in. Xwedê yek e. Dînê me yek e. Mezhebê me yek e. Ala me yek e. Welatê me yek e. Srûda me yek e. Miletê me yek e. Zimanê me yek e. Qedera me yek e. Bavê me yek e. Dayîka me yek e. Lê Qurana me ne yek e. Qurana min xwendî bê guman bi ser Qurana we ra ye. Bergê wê, kaxizên wê, partên wê, ayatên wê, bêhna wê, rengê wê, her tiştê wê bi ser a we ra ye. Şaş mebin, bi ayatên Qurana xwe li min bêbextîyan mekin. Ez dibêjim ew deng û video ne rast in. Rind bala xwe bidin gotinên min. Nabêjim derew in. Çi dibe, çi nabe? Dibe ku îro, dibe ku sibe, dibe ku ji sibe jî nêzîktir hinek rabin min bixapînin. Dibe ku ji sibe jî nêzîktir. Ez ji vê gotina Mehmed Akîfê Arnawût pir hez dikim. Xwedê rehma xwe lê ke. Erê, erê, dibe ku ji sibe jî nêzîktir ez rastîyek din bibînim. Xwedê gotîye rast bêje. Ne gotîye gotina xwe ya duh mîna tûtîyan dubare û nizanim çend bare bike. Gava ez dibêm bare gotina pare tê bîra min. Hûn zanin piranîya kurdên Quzê Iraqê –kurdên me dibêjin Gunê Kurdistanê- ji pere ra dibêjin pare. Em jî dibêjin para. Ez ji hemî navên pere û pol hez dikim. Parsek dibêjin pol. Ev navê pere jî kê ji kê dizîye nizanim. Lê eyan beyan xwîyaye malê dizîyê ye. Ev awayê dizîyê ne karê min e. Neçar ninim zanibim kê ji kê dizîye. Ev karê etymologan e. Kitêba min a pîroz Vajnama Pere û Polên Cîhanê ye. Hûn dibînin navê Qurana min jî ji a we cihê ye. Tê da 6500 navên perên zimanên zindî û 7000 jî navên perên zimanên mirî hene. Dema ez lê dinêrim bîna min fere dibe.

Çima ji we ra derewan bikim. Ez her dem xwe diguherînim. Çi gotîye Siloyê Şivan? Duh duh e, îro îro ye canim. Rast gotîye. Duh duh e, îro îro ye. Bi rêz Rêber çi gotîye? Ê ku xwe neguhere, diguherînin. Eferim jê ra. Wî jî xweş gotîye. Camêr xwedî tecrûbe ye. Nuka hûn têgîştin ez çima ewqas ji bûqelemûn hez dikim. Rastî xweş e. Duh nabe îro, îro jî nabe duh. Çima gotina duh carek din bêjim. Ma ez tûtî me. Heşa. Ez eşrefê mexlûqat im. Mexlûqat çi ye, yaw? Ez ez im. Hûn hûn in. Ez ji Xwedê ditirsim ya jî natirsim. Bitirsim, çima ditirsim? Netirsim, çima natirsim? Ji we ra çi? Pirsên wisa mepirsin. Bi stûyê we neketîye.

Her tiştî mereq mekin. Tiştekî jî mereq mekin. Mekevin gumanan. Çavên xwe bermedin tûmanan. Xwedê zane, ez ji gumanbaran jî tûmanbaran jî heznakim. Ji tûmanga jî hez nakim. Bîza min ji wan tê. Ev tûmanbar û tûmanga ji ku derketin îcarê? Ax zimanê min ê şaîrane ax. Tu çi gotinên sosret bi min didî gotin? Şaîrî karekî zor e. Ne huner e, ne kar e. Li nav her duyan maremar û barebar e.

Bawerîya we bi min hebe, ev deng û video tenê karê xêrnexwazan in. Karê masson û sionistan in. Karê yamyaman in. Karên Mala Reşo, Mala Xocê Yankoyê Fille, Mala Pûrto û Mala Çirtovirto ne. Dixwazin bi aramîya me bilîzin. Yaxme ye? Hîna nizanin Mala Teyo êdî Mala Xwedê ye. Ew’ê hîn bibin. Ê ku çav berde pere û polên me bê guman Xwedê bela xwe didê. Xwedê bela xwe nedê, em bela Xwedê didinê. Kî ne em? Em Mala Teyo ne. Hûn ji Xwedê netirsin jî ji me bitirsin. Çimkî Xwedê li qûlên xwe dibuhure, lê em li kesî nabuhurin.

Li Mala Rêber mêze kin. Jê ders bigirin. Bi tizbîya nod û neh libî, rojê heft caran nebêjin em ji kurdan ra dewletê naxwazin, em biserêxwebûnê naxwazin, biserêxwebûna kurdan di pişta Dêwê Hef Serî da xencerek jehrîn e, em heft dewletên şîrîn ên Rojhilata Navîn, Enedol û Qefqasan bi xoybûnxwazên kurdan nadin parçekirin, dilê wan rehet nabe. Dibêjin, biserêxwebûna kurdan di dilê hemî dewletên cîhanê da kula reş e. Ji serek û serdarên heft continentên cîhanê dixwazin şîyar bin, li hev rûnin, bi hev ra cîhanê ji vê belê biparêzin. Helbet ji Filîstînîyan ra dewleta biserêxwe dixwazin. Dibêjin dema dewletên milî tenê ji bo kurdan derbas bûye, ne ji bo miletên din. Rebenan dikin ku dîn bibin û bi çolan kevin. Kî van gotinan bi camêr û canikên Mala Rêber dide gotin? Ez, ez, ez! Berî min, Mala Kemo jî çendik û çend caran ev gotin pê dane gotin, Xwedê zane. Piştî Xwedê jî Kulek zane. Bê wî tirekî kesekî din ê ji tirsa biserêxwebûna kurdan her şev binê xwe şil bike ta nuka nehatîye dîtin û ne jî hatîye bihîstin. Lê bi derketina min a ser text ra serek û fermandarên Mala Rêber bûne tûtî, her roj û her şev van gotinan dubare dikin. Ne tenê li Tirkîyayê jî, li çar alîyên dinyayê qîre qîre wan e; dibêjin, em ji kurdan ra biserêxwebûnê naxwazin. Serê salê, binê salê, Xwedê sebrê bide şênîyên vê Malê. Rêber û hevalên xwe gelek malî bi van gotinan tetirxanî kirine. Lê Xwedê gotî rast bêje, gelek ketine serê min. Eferim ji wan û Rêberê wan ra! Gava tirkek ji Rêberê wan ra bêje Sayın (Bi rêz) ji kêfana dikin ku bifirin. Ji ber vê yekê ez jî salê carê jê ra dibêjim Sayın Rêber. Bira ji xwe ra hinkî şa bin. Dexşîya xwe pê bînin. Xocê min ê rehmetî digot, ew jî zarên me ne. Xwîyaye zarên damarîyê ne.  Xwîna wan tal e.

Welatîyên min ên sosret, mêze kin Xocê Yankoyê Fille li me nifiran dike. Ez ji nifirên wî natirsim. Zanim ewê Xwedê bela xwe bidê. Ma meriv ji Xwedê ra nifiran dike? Bibuhurin, min xwe şaş kir, ma meriv ji merivekî dîndarê mîna min ra nifiran dike. Na. Hezar carî na. Heyfa mêran! Demeke dirêj ez jî pê xapîyabûm. Min jê ra xweş dikir. Wî jî destê xwe bi ser serê min ra dibir û danî. Destên wî çiqas nerm û xweş bûn? Agir bikeve mala Reşo û fêsad û xêrnexwazên kafir û minafiqên vî alî zeryan û wî alî oqyanûsan. Şeytanî kirin. Fêsadî kirin. Xeybet kirin. Em berdan canê hev. Dîsa jî diviyabû ji Xwedê xwe ra nifir nekira.

Hûn’ê nuka dîsa bipirsin, bêjin di bandan da çi heye? Tew, tew tew! Ma çi tune? Mesela, doxînsistî heye. Mebûsekî Mala Kemo doxînsistî kirîye. Bazdaye ser qûnreşek qermiçî. Xwedê zane van gotinan jî Şeytan bi min dide gotin. Pê bawer mebin. Min got û negot. Her dem ne ji Xemşê, yekcaran ji rewşê jî fam bikin, ez benî. Hûn ker ninin! Ma ev mebûsê me ê hêja çima here bazde ser wê qûnreşa qermiçîya xelkê? Ma rîya xwe şaş kirîye? Hem rîya xwe şaş bike jî ew’ê di kuçe û kolanek din ra here. Çi karê wî li hoda wê qermiçîyê heye. Jê ra lazim jî nine. Jina wî heye. Xwedê zane çendik û çend yarên wî yên ciwan hene. Çi karê wî li wê malê heye? Hem jî derpê ji xwe avêtî. Bi rastî, çi karê wî li wê malê hebû? Xwedê meriv ji dahîbêteran bistrîne. Ev gişk fen û fûtên Mala Reşo û Mala Xocê Yankoyê Fille ne. Bi rastî wê demê Cemaeta Xizmetê, Fethullah Gulen Xoce Efendî…, mitefîka me a strategic USA -bi zimanê me ê şîrîn ABD, şaş mexwînin ne ABC ye, ABD- êêê, Ergenekon, wesayeta leşkeran, îrtîca, hîcab… Himm… Xoce? Efendî? Bira qe, ev gişk karên wî Xocê Yankoyê Fille ne…

Ax ax, min çawa zûtir tê dernexist? Ez her cara diçûm Americayê, berî herim Mala Reşo, pê ra xweşbêjek politic bikim, min diçû destê Fethullah Gulen Xoce Efendî radimûsa. Min çend caran got, bira ev zilm biqede, bira Xoce Efendî vegere memleketê xwe. Bêhna destê wî çi xweş bû. We ev gotin nebihîstin. Min jî negotin. Xoce Efendî mir. Mir. We bihîst? Êdî FETO heye. Min jê ra got, xenîmî we bûyo, ma we çi xwast û me neda? Bi rastî jî nankorî kirin. Hûn zanin mana FETO çi ye? Organisationa Terrorista Fethullah Gulen Xoce Efendî. Bibuhurin. Xoce Efendî tune. Çimkî ew êdî di çavê min da ne xoce ye, ne jî efendî ye. Ewên çav berdin dollar û euroyên kefenê me feqîrên xwedê terrorist in. Ew’ê bibîne ez çer bela xwe didimê. Hinekî bidin ber hev û serhev. Paşê gotina xwe bêjin. Paşê binivîsin. Na, na, qed medin ber hev û ser hev. Hûn dê her tiştî berbad bikin. Bi gotinên min bikin, besî we ye.

Erê, min di bandan da çi dîtîye? Ma min çi nedîtîye? Doxînsistên Benda Gurên Boz rakiribûn dabûn pey şox û şengên ûris. Kî bazdida ser kê, ne dîyar bû. Ma ew’ê ji ku zanibûna nataşayên ûris gişk bi carê bûne sîxurên Dewleta Parallel, bi video camera Xocê Yankoyê fille filmên xwe û wan dikşînin. Ew’ê ji ku zanibûna dixwazin navê benda wan bikin Benda Nationalistên Doxînsist. De ka bêjin çi karê wan mebûsên me ên delalî ên benda nîjadperestên evîndarên Asya Navîn li cem qûndên ûris heye? Dilê wan heta îro hîna jî li çîyayên Tengrî ji bo Tûrana pîroz lê dide. Di xewnên şevan da jî bê dêlgura Asena zindîyeke din nabînin. Ez zanim hûn’ê nuka bêjin ew bazdidin ser Asenayê ya Asena hilkişîyaye ser wan? Herin ji wan bipirsin heyran. Ma ez şoşmanê mebûsên Benda Nationalistên Doxînsist im? Ez ji ku zanim? Hem çi ferq dike? Dawîya dawîn eynî tişt dibe. Pirsên wisa tewşo mewşo ji min mekin. Erê, camêran têra xwe faş in. Ma her kesê faş mejbûr e şaş be? Na. Dixwazin wan faşên delalî li ber dilê we bikin tirekên belalî. Dek û dolabên President Barack Reşo û Xocê Yankoyê fille li ber çavan in. Bira navê Barack bi we zêde xerîb neyê. Yanko bi gotina “mubarek” lîstîye, bûye Barack. Hûn dek û dolabên wan dibînin, ne? Carekê ji xwe bipirsin. Paşê gotina xwe bêjin. Na, na, tiştekî  ji xwe mepirsin. Hûn dê gû têxin her tiştî.

We got di bandan da çi hebû? Bisekinin. Ez’ê ji we ra bêjim. Bi rastî tiştekî nû tune bû. Xwastina dubarekirina coup d’Etat destpêka sedsala bîst û yekê hebû. Bi gotinek din, xwastin û kirinên ber bi  derbeyek leşkerî hebûn. Ji xwe em miletekî leşker in. Her tirkek bi leşkerî ji dayîka xwe dibe. Ên ku dawî li Roma Rojava û Roma Rojhilat anîne kî ne? Bapîrên me ne. Em leşker nehatana dinyayê, me kanibû ev bikira? Na. Bi awayekî periodic di çend salan da carê rûdanên wisa rûdidin. Bi gotin, kirin û belgên hatine bidestxistin, gelek fermandar û leşkerên arteşa me ya qehreman bûne derbekar. Min ev negotin, we jî nebihîstin. Kesên van gotinan derdixin minafiq in. Sîxur in. Kafir in. Gawir in. Ew general, fermandar, leşker û serbazên şêrîn û pilingîn ên artêşa me ya ocaxê pêximberan çima rabin bi van dekûdolabên tewş ra bin, ne? Ez jî mîna we dibêjim. Ev gişk fitne û botanên gawiran in. Heta nuka arteşa me, ronîya çavê me, qed derbe kirîye? Na. Hezar carî na. Cara hezar û yekî mepirsin. Heta wî hezar carî qed mepirsin. Rastî derew e, derew rastî ye.

Coup d’Etat rastîyek tarîxa me a nêzîk û dûr e. Hûn’ê bêjin ev mesele çi ye? Ma çi nine? Ez carek din dibêjim, ev ne tenê compassek li dijî artêşa milî ye. Ev êrîşeke xwînî a li ser vîna milî ye. Meriv hinkî difikire. Hinkî dihênije. Diponije. Dide ber hev û ser hev. Na, na, hûn vana yekê jî mekin.  Hûn dê rabin bêjin heke wisa bû, çima te dest û ningên wan qehremanên me bend kirin û avêtin bendîxanan. Hûn’ê bêjin, te çima digot ewê dozgerek rabe malikê li derbekaran bişewitîne. Şeytîn ew bi min dane gotin, û dane kirin. Sûcê min çi ye? Ji xwe min ew negotine, we jî nebihîstine. Hem min gotibe çi dibe? Duh duh e, îro îro ye canim. Ên neguherin, diguherînin. Ez nuka çi dibêjim, hûn wê bikin. Mekevin pê gotinên min ên duh, pêr û pêrar. Tenê tiştek naguhere, ew jî guherîn bi xwe ye. Binêrin Karl Marx jî dibêje biguherin. Mehênijin, meponijin, meramin, mefikirin, ji we ra çêtir e. Biguherin. Bira gotinên we ên duh û îro hev û din negirin. Wer biguherin, bira bûkalemûn ji dexesîyan ji xwe herin, û ji daran da bikevin. Guherîn li we tê. Hûn li min tên.

Hûn hîna dibêjin, di bandan da çi hebû? Ji we pirsîn, ji min bersîv. Vê carê rûdanên xweş hebûn. Bi rastî gotin û kirinên pir û pir xweş hebûn. Sîxurî hebû. Kuştin hebû. Xwîna sor û kêma zer hebû. Em dikin nakin jê têr nabin. Xwezika we jî zanibûya çiqas xweş e. Dibêjin Omerkoyê me ê Sêwasî ji Bizotnewa Sîxurîya Milî ye. Çi bûye yanê? Ev qehremanê delalîyê bizotnewa sîxurîya me bi mêrxasî çûye li Parisê karê xwe kirîye, ya nekirîye? Kirîye. Temam, amatorî kirîye. Divîyabu nehata girtin, lê hatîye girtin. Hezar heyf û mixabin, wan policên fillên fransizan bîn lê çikandine. Destên wî grêdane. Ningên wî grê dane. Berê wî dane Bendîxana Parisê. Gotine yallah tirko! Merivên me ên ji Mala Rêber jî nehiştine heval û hogirên wan ên Parisê ji policên fransizan ra rastîyê bêjin. Helal be jêra. Merivên miletperwer wisa ne. Me di çel salî da çel hezar meriv jê kuştin, bi deh hezaran xistin zîndanan. Me îşkencên nehatine dîtin û ne jî hatine bihîstin pê kirin. Me tiştên wisa anîne serê wan, ne tên nivîsandin û ne jî tên gotin. Ciwanmêr û ciwanikan dîsa jî bi her awayî berjewendîyên dewleta me û miletê me diparêzin. Li welatên bi hezaran kilometroyan dûr jî bi zimanê me bi hev ra qise dikin, li chanalên televisionên me mêze dikin. Rojname û kitêbên me dixwînin. Li ser media social jî bi zimanê me ê şîrîn qebe qeba wan e.

Hinek merivên bê yom ên Xwedê bela xwe bidê rabûne banda Omerko dane fêsadên Youtube û nizanim çi quzilqurtê? Çima wê documentê derdixin û dibêjin, binêrin Omerkoyê sîxur çûye Sakîna kurdan kuştîye? Çima? Temam, me’ê Sakîna bikuşta. Ew di lista me a reş da bû. Lê navên wan her duyên din di lista me da tune bûn. Hûn bawer nakin werin lê mêze bikin. Hûn merivên xwende ne. Kê ji wan ra got bi Sakina hem kurd, hem alevî, hem communist û hem jî Dêrsimî ra herin wê derê? Çi gotine, yek caran ter û hişk tev hev dişewitin. Ev xêrnexwaz bi wan band û perên kaxizî dixwazin rê li ber min, serekê sîxurên me û Rêber bigirin. Hûn zanin Sakîna kî ye? Bi salan di Hepsa Dîyarbekrê da maye. Bînbaşîyê me ê bi nav û deng jî pê nikanibûye. Kirîye, nekirîye li xwe mikur nehatîye. Li hevalên xwe bêbextî nekirîye. Her kes guherîye, ya jî hatî guherandin. Tenê wê û çend kesên din dev ji princip û armancên xwe ên di rîya biserêxwebûnê da bernedane. Di ser da gotîye lihevrûniştina Stockholmê a bi sîxurên dewletê ra  xapandina miletê kurd e. A ku di nav bizotnewa terrora parvekar da bi awayekî eşkera li ber Rêber bê hurmetî kirî û jê ra gotî bêterbîyetîyê meke jî dîsa ew e. Kuştin heq kiribû. Me jî kuşt. Ma ji vê xweştir û rasttir çi heye?

Nuka çavê xwe zîq bikin, guhên xwe bel bikin û gotinên min guhdarî bikin. Mebêjin di bandan da çi heye? Di bandan da quzilqurt heye. Dizî heye. Dizekî heye. Gendelî heye. Veşartina çend sed million dollar û çend deh million euro perê kefenê me belengazên Xwedê heye. Ma ewê di bandan da çi hebe? Bi ser min da mekin pitepit. Ez dibihîsim hinekên we naxwazin em kefenekî xweş jî li xwe bikin. Kefen heye, kefen heye. Ma em’ê mîna zilût û qûnbilûtan kefênên ji melkanê spî li xwe kin? Ma em jî mîna we roja qîyametê şilf û rût bimînin. Hûn zanin sosretîyek wisa li me nayê. Hem canê me bi qîmet e. Hedê kê ye me têxin nav melkanê spî, û pembo di kuna me xin? Hedê xwe zanibin!

Em mîna we zêr û dollar û euroyan naxin balgîvan û venaşêrin. Çimkî balgîvên me tune ne. Zêde drêj nekim, hûn merivên baqil in. Hûn ji serekwezîr, wezîr û karger û kardarên welatê xwe ra bi hurmet in. Di serî da Xocê Yankoyê Fille, President Reşo, Mala Kemo û çend kesên xwenezan ên dane pey qûna wan dibêjin ez heta gewrîyê ketime nav gendelîyê. Dibêjin min dizî kirîye. Dibêjin, min ji lawê xwe ra gotîye, wan peran bibe veşêre. Dibêjin heval û hogirên min qutîyên solan tije dollar û euro kirine. Bi vê jî çavên wan têr nebûne, kulînên malên xwe tije zêr kirine. Lê, çi bikirana? Ewqas dollar, euro û zêrên zer bavêtana sergo? Ne heyf e? Xenîmî we be. We têr xwarîye? Hûn ji Xwedê natirsin? Hûn ji Pêximber şerm nakin? Ma heqê kefenên me biserêxwebûna kurdan e, em rabin bavêjin sergo? Ma wisa dibe? Çi tê ber devê we hûn dibêjin. Mêze kin, Xwedê vê ji we ra nehêle. Ew’ê di dev û pozê we ra bîne. Hûn’ê per û perîşan bin. Hinekî ji halê me feqîrên Xwedê têbigên. Na, na, temegên çêtir e. Hûn dê her tiştî helûheram bikin. Ez çi bêjim wê bikin. Ji bo we a qenc ev e.

Dengê we xweş tê min. Hûn hîna dibêjin di Bandên deng û videoyan çi heye? Ev çi band in bavo, carê ketine devê we û jê dernakevin? Di bandan da gû heye. We fam kir? Panê we ket serê we? Mêze kin, we ezê mîna melaîketan jî hêrs kirim. Ji we ra çi, di bandan da çi heye? Dua bikin ku ez merivekî dilovan im. Gunê min bi we tê. Em bi hev ra derketin ser van rîyan. Em bi hev ra şil bûn bi tavên baranan. Her tişt we tîne bîra min. Ev şiîra min a dawîn e. Min ji we ra nivîsîye. Bê min kî kane şiîrek ewqas xweş binivîse û bixwîne? Ez vegerim bersîva pirsa we. Xêrnexwazên Mala Kemo, Mala Rêber, Mala Reşo bi pîjkirina Mala Xocê Yankoyê Fille dibêjin misilmanên xasên Hîzbullaha me a şîrîn  bi têlan meriv xeniqandine. Bi vê jî nasekinin, bizmar di serê wan da kutane. Bi mehan meriv di bin erdê da hiştine. Ne tenê merivên ji Mala Rêber kuştine. Kê gotî sîya we xwar e, di par ra berdane sêrî, û çûne.

Di salên nodî da Wezîrê Karên Hundirîn Ismet Sezgin jî di nav da gelek mezinên dewleta me campên wan ên kuştinê zîyaret kirine. Siloyê Şivan ew bi navê sazîyek parastinê gel bi nav kirine. Bi gotina wî gel ji parvekaran parastine. Di wan salan da gelek dîndar jî kuştine. Mele Îzzedînê Med Zehrayê û hevalên wî jî wan kuştin. Dewleta me ev xêrnexwazên dîndar bi navê kardarên kurdan bi nav kirin. Mele Îzzedîn digot dewleta tirk dewleta îslamê nine. Digot li kurdan zilmê dike? Digot, bi şerîeta îslamê, mezinahîya ereb ji faris, mezinahîya faris ji ereb tune, mezinahî di bawerîyê da ye, mezinahîya tirkan ji kurdan û mezinahîya kurdan ji tirkan tune. Çima tirk xwe bi ser kurdan ra digirin? Çima heqên wan ên culturî û milî nadinê? Hûn zanin di rîya kê da bû, ne? Di rîya Saîdê Kurdî da bû. Her çiqas yek caran digot Saîdê Nûrsî jî, ev binavkirin qed ne bi dilê wî bû. Li mala xwe û li cem heval û hogirên xwe tim digot Saîdê Kurdî. Ma me’ê merivekî wisa nekuşta, çi bikira? Bibuhurin, min dîsa xwe şaş kir, ma ewê Leşkerên Xwedê ev parvekarê dîndar nekuştana çi bikirana? Hûn zanin ev ne gotinên min in. Şeytan bi min dide gotin. Pê bawer mebin.

Hela hûn li îftire, derew û botanên xêrnexwazan binêrin. Ez nizanim vana mêjîyê keran xwarîye çi ye? Ev misilmanên xas ên bi gotina xwe leşkerîya Xwedê dikin, çima rabin van kirinên pîs ên mirdarane bikin? Ev meriv rojê pênc wext nimêja xwe dikin. Salê mehekê rojîya xwe digirin. Ewqas ji xwedê ra ne. Zekata xwe didin. Qurana xwe dixwînin. Çima van karên pîs bikin, ne? Hûn çima carê jî wan guhdarî nakin? Leşkerên Xwedê guhdarî kin. Li kirinên wan mêze kin. Gotinên wan bixwînin. Binêrin ka ew çi dibêjin? Ew jî mîna min û gelek merivên hêja û qedirbilindên din ên xwedî bandên deng û videoyan dibêjin montage e, dibêjin doublage e. Bê guman rast dibêjin.  Hûn ji leşkerên Xwedê bawer dikin ya ji van CDyên gawiran? Binêrin di navê wan da jî xêr tune. CD çi ye? Vana gişk dekûdolabên gawiran in. Ji bo me berdin hev li hev anîne. Min ewqas jê ra gotibû berî police b’avêjê ser malên we, document û CD û nizanim çi quzilqurtên bibin bela serê we bişewitînin, bişkînin. Hat û destê we neçûyê bi yekî li nav dar û berê derdora Stenbolê veşêrin. Paşê bikin qurbana qirşûnekê. Di tîtika enîyê da lêxin. Min ev çend gotinên dawîn negotin, we jî nebihîstin. Li min bêbextîyan mekin. Mebêjin tu pêşîyê dibêjî, paşê înkar dikî. Haşa, ez merivekî ji Xwedê ra me. Fenûfût, dekûdolab li cem min tune ne. Ya jî hene. Tune ne, lê hene. Hene, lê tune ne.

Wekî din çi dibêjin? Dibejin, di Meclîsê da doxînsist hene. Yaw ji we ra çi? Kanê we digot em democrat in? We digot em destê xwe naxin bin doxîna xelkê. Doxînsistên Meclîsê, bibuhurin min xwe şaş kir, mebûsên birêz ên Meclîsa me dibêjin, montage e. Dibêjin doublage e. Dibêjin fitne û fêsadî ye. Dibêjin, welleh, bîlleh, tilleh çavên me li kuna Natashan neketîye. Xwîyaye ew dilberên ûris ji ber bayê xewan çûne ketine nav nivînên wan, dilê xwe lê rehet kirine û vegerîyane hotelên xwe. Şansê wan hebûye ku rastî policên me ên bayê xewê nehatine. Hinek xêrnexwaz dibêjin wan mebûsan pere dane comissarên bayê xewê. Ez jî yekcaran jê dikevin gumanê, lê ji gumanan hez nakim. Zanim ew camêrên hêja karên wisa nakin. Ma hûn ji wan mebûsên vî miletî bi dengên xwe ên pîroz şandine Meclîsê bawer dikin ya ji Youtube, Facebook, Twitter, telephon û nizanim çi quzilqurtên gawiran çê kirine, pê Mala Reşo û Mala Xocê Yankoyê Fille ji serê me ra kirine bela? Hem dema bazdane ser hev hûn li wir bûn? Heke hûn li wir bin, çima hûn li wir bûn? We derpê ji xwe avêtîye bavo! Ma hûn nobedarên mar û kunmarên xelkê ne? Ez jî nizanim min nuka çi got. Alo Fatih, bi criptophonê ji min ra têl bike. Ev mar û kunmar çi ne, ji min ra bêje. Serekwezîrê min ew Xocê Yankoyê Fille dîsa me guhdarî neke? Dibêjin bîna tir û fisên me jî hema digên Pensylvaniaê. Dibêjin cripto mripto bûne fis, nikanin rê lê bigirin. Temam, min fam kir. Zêde dirêj meke. Min çi digot? De herin li ser qûna xwe rûnin. Carek din ez van gotinên tewş ji we nebihîsim. Na, na, li ser qûna xwe rûmenin. Hûn dema rehet dibin şeytanî û fêsadî tên bîra we. Ji serê sibê heta hêvarê bi zikekî têr, zikekî birçî bixebitin. Hûn têr nexwin! Aqil neyê serê we! We bi van çîrok û çîrvanokan ez tetirxanî kirim. Xwedê jî we tetirxanî bike.

Çi dibêjin, çi nabêjin? Ma ev jî pirs e. Temenê meriv jî têr nake bersîvê bide pirsek ewqas sosret. Dua bikin ez ji we têdigêm, hûn dixwazin çi bêjin. Dema me li ser xwastina Mala Reşo bi harîkarîya Mala Xoce Efendî dest bi operationa Ergenekonê kir û pê Mala Kemo talan kir, me fermandarên wan yek bi yek girtin û avêtin hepsan, Kulek jî rabû çiqas videoyên Rêber di destan da hebûn yek bi yek li ser tevna şeytanî û fêsadîya vê malmîrata internetê weşandin. Bînek gran a tirr û fisên genî ji ser wê malmîrata internetê li alema kurdan belav bû. Çima dema Mala Kemo serdestîya Tirkîyayê dikir, ew bandên fêsadîyê nediweşandin. Bi rastî çima? Çimkî wê demê Rêber di destê wan da bû. Heval û hogirê wan bû. Ji xwe ê ku ew fêsadî bi video camerayê qeyd kiribûn jî fermandarekî wan bû. Wî ew band gişk dabûn Kulek. Rêber di wan bandan da çi dibêje? Ma çi nabêje? Roja dewleta me ew ji warê gergedanan li teyarê kirî û anîye memleketê wî yê şîrîn û teamê me yê qehreman jê ra gotî “Rêbero, tu bi xêr hatî memleketê xwe!” wî jî sozek daye dewleta xwe, û ji wê rojê vir da hîna jî camêr li ser soza xwe ye. Ji dil û can berdestîya dewleta xwe dike. Ji vê xweştir çi heye. Çav bi serê we ve tune ne? Hûn nabînin? Hinek fêsadên qewmê cinnan dibêjin ji berê da wer bûye, lê me nehiştîye eşkera bibe. Guh medinê, ji xwe meriv bûna navê wan nedibû qewmê cinnan. Hûn ji min bawer nakin, herin kitêba Mesûdîyê qewmê necîb bixwînin. 

Di bandan da çi heye. Gotin û kirinên pir xweş hene. Rêber bi awayekî eşkera dibêje, ew êdî xizmetkar û leşkerê bê pileyê dewletê ye. Ez ji merivên wisa hez dikim. Leşkerên bê pile. Bi rastî jî xweş dibêje. Dibêje, Mala Keko û Mala Mamo li pey biserêxwebûnê ne. Pêşîyê bangî kemalistan dike. Dibêje, şîyar bin, karê xwe bikin. Rê li ber biserêxwebûna kurdan bigirin. Biserêxwebûna kurdan ji tofana Nûh jî xerabtir e. Kurd bibin miletekî bi serê xwe ewê qîyamet rabe. Ewê Hecûc û Mecûc derkevin. Ez ketime bextê we rê lê bigirin. Mehêlin. Heta partya me hebe, em bi Benda Mala Keko wê dewletê nadin avakirin. Bi serekeşîran bawer mebin. Rastîyê bibînin. Camêr rast dibêje. Mêze kin, avakarên Mala Reşo li Erbîlê dest bi avakirina Consolosxana xwe a mezintirîn a li Cîhanê kirine. Rêber dibêje, autonomy, federation ya jî biserêxwebûna kurdan tenê dibe sebeba qirbûna kurdan. Bi vê gotina xwe tirsan di xoybûnxwazên parvekarên kurdan difirîne. Çavê wî bixwim. Bi sed salan e em jî eynî tiştî dibêjin.

Rêber bi rastî jî mîna navê xwe rêber e. Rê dide ber me. Dibêje, werin em bi hev ra herin Erbîlê bigirin. Li wê derê çekdarên Tirkman hene, guerillayên me jî hene. Bala xwe bidinê, nabêje Hewlêr, dibêje Erbîl. Nabêje pêşmerge, dibêje guerilla. Ji xwe bi qasî deh sal berê ji Kulek ra jî gotibû eşqa kurdayetîyê bi min ra tune. Bi rastî jî pê ra tune. Dibêje gava em Erbîlê ji dest wan parvekarên Quzê Iraqê bigirin ewê Mala Keko û Mala Mamo ji neçarî mîna kûçikan werin ber derê we. Helal be jê ra. Wekî din çi dibêje? Dibêje bingeh miletê tirk e. Miletê tirk rîçik û qurmê darê ye, kurd gulîyekî mezinê vê darê ne. Ev jî rast e. Dibêje, di miletperwerîya tirkan da ez ne kêmî we me. Komela ez pêşîyê bûme endam Ulku Ocaklari ye. Ez jî ji ciwanîya xwe vir da ji vê sazîya me a rêgezperest hez dikim. Dibêje û dibêje. Tiştên xweş dibêje. Dilê meriv xweş dike. Çavê min e. Heta demekê ewqas xweşa wî tê, dike ku ji xwe biçe. Devê xwe vedike, û çavên xwe digire. Dibêje, ez ji Leylayê dixwazim bira dev ji Mehdî berde, û vegere cem Mecnûn. Mehdî merivekî tarî ye. Ya na ez’ê êdî pê ra deng nekim. Mecnûn kî ye? Nizanim. Mehdî jî heye, lê tune. Ewê kînga were jî ne belî ye. Rêber dibêje, hevalî û hogirîya CIA a americanan dike. Xwîyaye Mehdî hatîye, lê haya min jê tune.

Ez naxwazim her tiştê Rêber gotî ji we ra bêjim. Dibe ku rojekê ji me ra jî lazim bin. Destberedayîtî rast nine. Çawa Kulek ewqas di boxça xwe da veşartin û roja ket tengasîyê gişk bi carê dawşandin ser tevna fêsadîyê, dibe ku rojekê hinek ji mala me jî neçar bimînin eynî mîna wî bikin. Dinya ye. Çi dibe, çi nabe? Lazim e meriv bi tirarek be. Dema Omerê me çû Sakîna wan kuşt, ji bo bizotnewa sîxurîya me zirarê nebîne Rêberê me yê hêja çi got? Tê bîra we? Nayê bîra we, ne? Helbet nayê bîra we. Dibêjin heşê masîyan tune. Hûn bi qurbana masîyan bûno! Heşê wan ji ê we pirtir e. Pêşîyê ji peyrewên xwe ra got vê meselê mezin mekin. Paşê got, Lobbya Sionistan, Lobbya Ermenîyan û Lobbya Lazan ev kar kirîye. Rebenên lazan şaş û mat man. Ji nedî ve dîtin ku xwedî Lobby ne. Hem jî Lobbya wan bi a Ermenî û Sionistan ra çûye xoybûnxwazek kurdan kuştîye. Rêber ewqas ji me hez dike, ji bo ji me ra xweş bike pir caran gotinên wisa tewşo mewşo jî dibêje. Ma hûn hîna ji vî Rêberê ezîzê ber dilê min çi dixwazin? Xwedê gotî rast bêje, Rêber merivekî dilşewatê miletê xwe ye.

Kurdên xoybûnxwaz û parvekar ji Rêberê me yê hêja ra tiştê negotine, nehiştine. Gotine sîxur e. Gotine xayîn e. Ne binê doxînê hiştine, ne serê doxînê. Ma çi negotine? Heta rûdanên li harema wî jî yek bi yek gotine û nivîsîne. Lazim e meriv baqil be, her rastî li her derê, li cem her kesî nayê gotin. Rêber vê rind zane. Rêberê me ê hêja û hemî peyrewên xwe bi hev ra, bi dengekî çi dibêjin? Bi rastî çi dibêjin, gelo? Dibêjin, montage e. Dibêjin, doublage e. Ma hûn ji Rêber çêtir zanin? Bi qasî porê serê we kitêbên wî hene. Videoyên wî bi nav û deng in. Gotinên wî bi nav û deng in. Têra xwe sirûştî ye. Ji roja vegerîyaye memleketê xwe bi vir da carekê jî li ber dewleta xwe bêhurmetî nekirîye. Her dem xwe ji dewleta xwe a şîrîn ra kirîye erd. Ma êdî çi bike? Ker mebin, bi gotina Rêber bikin. Pêşîyê bi gotina min bikin, paşê bi gotina wî bikin. Camêr heyran û parêzkarê hêjahîyên milet û dewleta xwe ye. Aşiqê tirkî û tirkîyayîtîyê ye. Mîna we mikurvala nine. Xwarzekî bi hêjayê xalanên xwe ye. Xwedê kirî apanên wî ne ji qewmê me ne. Bi sebrek Eyyûbî û hostetîyek nehatî dîtin gorna cultur û ziman û hêjahîyên wan ên din ên milî dikole.

Em bêjin, ji van xwedîyên bandên deng û videoyan yek derewan dike, du derewan dike, sê derewan dike, çar derewan dike. Ma van malmîratana gişk derewan dikin? Tenê hûn bi qûna xwe a bi gû rast dibêjin, ne? Tew, tew, tew! Mala minê. Bi deh mîlyonan meriv li pey min in. Ji sedî pêncehê Tirkîyayê ez li malê zor disekinînin, zor. Ez bêjim, de! Ew’ê tirê li we biqetînin. Bi mîlyonan meriv jî li pê Rêber in. Ew li pê kê ye? Li pê min. Hûn ne ji min têdigên, ne ji Rayber. Gelo Rêber bû ya Rayber bû. Ev Rayber ji ku derket, yaw? Serê min tevlihev bû. Mêjîyê min bû çelqemast. Gelo Rêberê Gelê Kurd û Rayber ji sergoyê tarîxê ne, ya ji gencîna tarîxê? Bê guman ji gencîna tarîxa me tirkan û ji sergoyê tarîxa parvekarên xoybûnxwazên kurdan in. Van camêran xwe ne ji sergo ne jî gencînê hiştine. Xwezîya min bi dilê wan… Çer yanê? Hema wer. Bi xoybûnxwazên wan nehletillah in, bi me û xwenezanên wan jî rehmetillah in. Ew qas. Bi rastî merivên bi ser xwe ra û di bin me ra ne. Ez we jî, xwe jî zêde nebetilînim. Ev tevlihevî gişk ji navên Rêber û Rayber derketin. Bi min wer tê ku Rêber nevîyê Rayber e. Lê dibe ku wer nebe jî. Ez ji jokerê xwe bipirsim. Alo Fatih, ev Rayber kî ye? Çi alaqa wî bi Rêberê me heye, ya jî tune ye, ji min ra bêje. Di television û rojnamê da behs meke. Yek caran navên wisa sosret tên bîra min. Nizanim bi kîjan zimanî ne jî. Ev jî bi wî zimanê nayê zanîn in, çi ne? Tu nizanibî, bipirse, û ji min ra bêje. Selamun aleykum.

Yekcaran dilê min reş dibe. Nizanim çi bikim. Dibêjim êdî rabia jî nikane min xelas bike. Emine jî ji vê gotina rabia qed hez nake. Jê bîz dike. Min çend caran jê ra got, ev gotin di zimanê Qurana pîroz da tê mana çar. Dîsa jî her cara ez dibêjim rabia vediciniqe. Dike qîje wîj. Dibêje Rabia kî ye? Mala wê li ku ye? Qîza kê ye? Tu çima pê ra digerî? Qaşo ereb e, bi qurbana ereban be. Kur ji dayîkê xerabtir e. Tiştek nakeve serî. Ez nizanim çi bikim. Hîna duh jî pirsî, got, baba, Rabia ev cîrana me a mala wê li kolana jorî mala me nine? Xwîyaye dîsa dayîkê pîj kirîye, gotîye ji bavê xwe mala wê hîn bibe, ez’ê herim ranên wê ji hev biqetînim. Ew qaltaxa ji serê me ra bûye bela. Bavê te Rabia dibêje û tiştekî din nabêje. Ez êdî naxwazim pê ra herim meetingan jî, malmîrato carekê jî nabêje Emine, her roja xwedê Rabia û Rabia. Nizanim wê qaltaxê çi pê daye xwarin û vexwarin? Jê ra nivişt çêkirîye, çi ye? Devê wî grê daye, serê wî grê daye. Heşê wî grê daye. Navrana wî grê daye. Her derê wî grê daye. Bendek kirîye stû û li pê xwe digerîne. Êdî di xew da jî dibêje Rabia. Ez nizanim çi xwelîyê li serê xwe kim? Ez çiqas jê dipirsim dibêje çar e. Xwîyaye yek jî nine, çar in. Navê her çaran jî Rabia lê kirîye. Waweylê! Eyba reş, fedîya gran. Dîsa çi pipita te ye. Ez çi dibêjin, tu çi fam dikî? Rabia navê meydanekê ye. Hejmara çar e. Te got çi? Min her çar li meydankê dîtine? Ev ji ku derket îcarê? Tu van gişkan ji wan zencîrefîlmên bê terbîye hîn bûyî. Ez’ê sibe ji RTUK ra bêjim bira wan gişkan ji weşanê rakin. Ew jî feqîran ji bo qedexe bikin hewqas li wan film û websiteên erotic û pornographic dinihêrin qurufîne, heta dibêjin gelekên wan ji mêrtî û jintîyê jî ketine. Bi emrê min ew dê gişkan bi carê ji weşanê bavêjin. Ez ketime bextê te filmên min ji weşanê rameke, tu û her çar Rabiayên xwe li hev pîroz bin. Hûn dibînin çi dibêje ne? Ji bo fam neke çi ji destan tê texsîr nake.

Baş e ku bi ser min ra Xwedê heye. Rêberîya min dike. Pêximber alîkarîya min dike. Di bin min ra jî hûn hene. Rêber heye. Şênîyên Mala Rêber hene. Binêre min dîsa got “Rêber”. Berî ku Fatih ji min ra têl bike, ez’ê bi ûsila xwe ji vê meselê ra çarekê bibînim. Dema ez diçûm mektebê, xwendedanê min ê mathematickê em hînî algebrayê kiribûn. X, Y, Z tim li pêş çavên me li ser text dinivîsîn, lê digot wenda ne. Çavan didît, lê mêjî cihê wan û hêjahîya wan nizanibû. Her sê li pêş çavên me, li ser textê reş dinivîsîn, paşê digot X û Y û Z bibînin. Heta me her sê didîtin canê me derdiket. Ez’ê bi hesabê algebrayê ji vê meselê ra çarekê bibînim. Rayber X, Rêber Y û Ez jî Z bim, Rayber Rêber be, Rêber kî ye? Rêber Rayber be Rayber kî ye? Bersîv rehet e. Rêber X, Rayber Y û Ez Z. Gişk li ser hev ya jî li ser hev û bin hev, li bin hev û ser hev, li pişt hev û ber hev, bi hev ra dikin X, Y, Z. Rêber ji Rayber be, Y li pê X tê. Z bi alîkarîya X di şîvê da Y dixwe. Encam Rayber û Rêber ji bo berdewamîya serdestîya miletê me lazim in. Ewqas. Baş e ku ew xwendedanê rûtirşê mathematickê li vira nine. Ew’ê dîsa hêrs bibûya, bigota ez’ê rabim bi X û Y û Z a te da birîm. Her cara ku min diçû li ser textê reş bersîva pirsekî dinivîsî ji hêrsan dikir ku dîn bibe. Ez ji berê da ji pirsên wisa hez nakim. Mêjîyê meriv çelq dikin. Baş e ku hat bîra min. Pirsên wisa di îmtihanan da ji zaran dipirsin. Ez’ê sibe bêjim bira pirsên algebrayê ji kitêbên pirsan derxin, û pirsên mentiqê ji bidin ser. Heta bira mentiqê jî rakin. Gelo ez bêjim îmtîhanan rakin çêtir nabe? Mesele ji binî  da hel dibe. Mesela wan rojan min çend heb ji bin da rakirin. A baş ew e ez ewqas serê xwe bi van tiştên fanî ra neêşînim çêtir e.

Mesela bandan çi ye? Kî dixwaze bi van çi bike? Bersîv hêsan e. Ev gişk panên Dewleta Parallel û Mala Xocê Yanokoyê Fille, Mala Reşo û Mala Kemo ne. Ax Fethullah Xoce Efendî ax! Ez çer bûm xax! Kesî ji min ra negot wax! Dîsa dilê min tenik bû. Mîna peşkên barana payîzê hêsir ji çavên min tên xwarê. Xoce Efendî jî pir xweş digirî. Ax feleka xayîn ax! Me’ê ev roj jî bidîtana? Ev fen û fût in. Pîjkirinên dewletên imperialist in. Dihat bîra kê ez’ê rojekê ji America û Europayê ra bêjim imperialist.

Bandên deng û video gişk pîjkirinên FETO ne. Dixwazin gendelîyên xwe bixin stûyên min feqîr û belengazê Xwedê. Ji xwe ew dengê min nine. Ew videoyên min ninin. Çûne li çar alîyên dinyayê gerîyane, cêwîyê min dîtine. Bi technologya hemdem deng dayêne. Ev dengê nuka tê we jî dengê min nine. Ev merivê nuka hûn dibînin jî ez ninim. Heta ez bi xwe jî ez ninim. Xwezika min zanibûya ez kî me. Xwîyaye meriv hinek tiştan nizanibe çêtir e. Erê, ev ji serî heta dawî gişk montage in. Doublage in. Photomontage in. Bagage in. Garage in. Ev bagage û garage ji ku derketin, heyran? Ma ez neçar im hemî gotinên bi suffixa -age diqedin li pey hev rêz bikim. Ez rebenekî Xwedê me.

Me Mala Teyo kefenê xwe li xwe kirîye. Em ji kuştin û mirinê natirsin. Ez malên xwedî bandên deng, CD û videoyên kuştin, nîhan, lixwemikurhatin, û gendelîyan pîroz dikim. Carê lê binêrin, bi awayekî şaîrane bi kafîye bersîvê didin botanên Mala Reşo û Xocê Yankoyê fille. Govendek bê serî û bê dawî digerînin. Gişk bi hev ra distrên: Montage e, montage e wey lê lê. / Doublage e, doublage e wey lo lo. / Hay lê gulê, hay lê gulê. / Yen yena ha, yena ha / Son sona ha, sona ha. Kî di serpêşîyê da ye? Bê guman ez, serekê bê mirin, Teyo Reis.

Welatîyên min ên bin ban û ser banan, guh medin van dek û dolaban. Guh medin van montage û doublage û photomontagean. Hûn merivên zîrek in. Hûn dîndar in. Hûn merivên ji Xwedê ra ne. Buhuşt tevî heftê horî û kezîzerên xwe li benda we ye. Çemên şerawê li benda we ne. Hûn şoreşger in. Hûn welatparêz in. Hûn socialist in. Hûn communist in. Çiqas tiştên rind hebin hûn ew in. Hûn rûmeta merivahîyê ne. Hûn ronîya çavên min in. Hûn hûn in. Lê ez? Erê, ez kî me? Hat bîra min. Ez montage im. Ez doublage im. Ez photomontage im. Ez feqîr im. Ez xerîb im. Ez guneh im. Alî min bikin, bira perê kefenê me feqîrên Xwedê negirin. Em şerm dikim şilf û rût derkevin Dîwana Bilind. Ê we her tiştê we heye, ê me rebenên xwedê tenê perê kefenê me heye. Çav bermedin wî jî. Kî çav berdê ewê çavên wan birijin.

Heke hûn bandan guhdarî kin, hûn li wan videoan binêrin, ez dê çavên we derxim. Ez dê guhên we jêkim. Hûn zanin welatê me di karên wisa da bi nav û deng e. Hitlerko, Stalînko, Lenînko, Kemalko, Xumeynîko, Seddamko, Omerkoyê Sûdanî, Pûrtokê ûris û ji sedî nod û nehên serekên dictator, terminator, û cihadistên politica dunyayê gişk bi min ra ne. Bela xwe di min û mala min medin. Ya na ez’ê bela xwe di we bidim, êdî kes nikane we ji nav lepên min derxe. Hûn’ê çem û çem herin. Ez’ê bê pirs û bersîv we bê kar û bê mal bêlim. Ez’ê nanê we jî bigrim. Hûn’ê ji birçîna gewer bibin herin. Min mekin rihîstanê xwe. Gunê we bi min nayê, bira bi we bê. Hûn qîza çardeh salî, ez Xalê Cemîlê heftê salî me. Mekin! We gune ye. Paşê stranan mavên ser min. Xalê Cemîl, Xalê Cemîl wez gune me / Xalê Cemîl emrê te heftê ye / Ez çarde me / Xalê Cemîl, Xalê Cemîl. Lê ewê êdî bi kêr neyê. Ji stranên xwe dersekê derxin. Na, na ders mers megirin. Bêlin bira Xalê Cemîl karê xwe bike. Hûn jî gazinên xwe…

Medin pey Gandhi'ê qirût û Mandela'ê reşik. Ne ew heftê û heft bavên wan jî ji mezelên xwe rabin nikanin we ji xezeba min xelas kin. Heke hûn guh bidin wan, hûn’ê bibin peyrewên wî Xocê Yankoyê Fille jî. Xwedê neke, hûn’ê bibin terroristên Dewleta Parallel. Hûn’ê bibin hemkarên imperialistan. Hûn’ê bibin heval û hogirên terrora parvekar. Hûn’ê ji dîn û îmanê derkevin. Hûn’ê bibin xaîn. Hûn’ê bibin nationalistên kevnikî. Hûn’ê bibin tirşikçî. Hûn’ê bibin neyarên merivahîyê. Baqil bin, min li xwe meynin xezebê. Bi Xwedê û Pêximber, ez’ê bînê li we biçikînim. Ji xwe kesên berdestîya min û mala min nekin gişk terrorist in, anarchist in. Xwedê jî nas nakin. Nuka hûn’ê bêjin tu çiqas nas dikî? Mebêjin! Çimkî di kitêba min pîroz da ne Xwedê, ne Pêximber, ne Şeytan, ne jî fêrişteh hene. Min ji we ra gotibû tê da ji deh hezarî pirtir navên pere hene. Ez nikanim bersîvê bidim pirsên wisa alaqa wan bi min ra tune. Xwe jî min jî melewitînin. Êdî bes e! Êdî bes e? Ev slogana terroristan ji ku hat bîra min? Ya basta! Xwîyaye ez hiş bim çêtir e. Dîsa di devê min da gotinên xerîb xwe li hev diqelibînin. Şeytan jî ji qal û belayê bi vir da dibêje, sekin tune, bi rîya xwe da here. Ev gotin ji min dizîye. Çimkî cara pêşîn min ev gotîye. Ez hîna jî dibêjim. Ez’ê glî bikim. Çend hezar dollarkên xwe jê bigirim, qîyamet ranabe. Min malik li Kemalê qirût şewitand. Min ewqas pere jê birîye, di demek nêzîk da ewê perê şorbê jî pê ra nemîne. Ew jî mîna gelek merivên Mala Kemo zaf bê ar e. Bi zimanê xwe nikane. Dadgehên min, dadger û dozgerên min bol bol pere jê digirin û didin min.

Wan rojan yekî ji min pirsî, got tu ji kîjan rengî pir hez dikî. Min hema bersîv dayê. Helbet ji rengê kesk hez dikim. Çimkî dollar kesk in. Ji rengê zer hez dikim. Çimkî zêr zer in. Ez ji we ra rastîyê bêjim. Lê bira di nav me da bimîne. Ez ji rengên hemî awayên pere û kevir û metalên bi qîmet hez dikim. Ma meriv çawa kane jê hez neke? Ji dûr ve jî mîna stêrkên li ezmanan dibiriqin. Dibêjin kûvîyên Australiayê gotine dema avên oqyanûs û zeryan bê masî man, dar û ber bê dar man ewê xwedîyên pere û pol têbigên ku tiştên di destê wan da bi kêrî gûyekî jî nayên. Ez serê xwe bi gotinên bi mane ra naêşînim. Dema derim locandê jî dibêjim ka bê mane ji min ra tirşikekê bîne. Meriv bi mane çawa tirşikê tîne, wê jî nizanim. Li cem me bûye edet, em berî her xwastinê dibêjin bê mane. Wan rojan Wezîrê Edaletê jî bi tesîra min ji Edaletê ra gotî, jinik ka bê mane carê bide. Ji ber ku navê jina wî Edalet e, min ew kir Wezîrê Edaletê. Jina wî jî gotî here bira dayîka te bê mane bide te. Rewşa edaletê li welatê me eynî wisa ye. Xwîyaye ev gotina bê mane jî bi qasî a bi mane li serê me bûye bela. Ez yek caran dibêjim ez gotina mane heram bikim, bira êdî kesek pê qise neke. Yekcaran dibêjim vajnaman jî heram bikim. Gelek gotinên bê terbîye tê da ne. Îcarê ewê çawa helal bin? Vê pirsê ji min mekin. Herin ji miftî bipirsin. Herin ji qadî bipirsin. Ji mele bipirsin. Ji şêx bipirsin. Karê min tune ez bi merivên tewşên mîna we ra zemanê xwe ê hêja derbas bikim? Min got selamun eleykum Bilo. Tu li malê yî? Xwenga te hat malê? Em dest bi karê xwe bikin. Wan peran zû ji malê derxe, bibe veşêre… Mala FETO, Mala Reşo û Mala Kemo bêhna dollar û euroyên me girtine. Hinek kesên ji Mala Rêber jî alî wan dikin. Zêde dirêj meke, mala Reşo bi rîya sîxurên FETO me guhdarî dike. An jî FETO bi alîkarîya sixurên Mala Reşo me guhdarî dike. Dawîya dawîn eynî gû ye. Min ji te ra got drêj meke! Tiştê min got bike û hew. De hadê selamun eleykum. Eleykum selam.

We ez naskirim, ne? Ez demekê melê Stenbolê bûm. Wan deman min xwast ez navê xwe bikim Îmamê Ummetê. Mixabin Xumeynîkê Parsekan berî min ew nav girtibû. Nuka jî ez serekwezîrê we me. Bibuhurin paşayê dawîn ê Osmanî me. Dîsa bubuhurin xelîfê pîrozê ummetê me. Carek din efû bikin, rastî hat bîra min, ez serekê dewleta we me. Ez’ê bibim serek. Hûn’ê bibînin. Actually I am the President of the United Islamic States (Bi rastî ez serekê Yekitîya Dewletên Îslamî me.) Alo Fatih, kuro ez bi kîjan zimanî dipeyivim? Tê bîra te wî quzxwarê îtalyan, navê wî Sergio Berloscuni bû çi bû, yarîyên xwe bi min kiribûn, gotibû, serekwezîrê we bê tirkî bi zimanekî din nizane. Ferqa wî ev e. Bi min kenîya bû. Bi min! Min di kunê nîhao, waye ji quzxwarîyê ceza dayêne. Sinik dane dest, kuçe û kolanên Romê pak dike. Baş e ku mala min li wan deran nine. Kî çi zane ewê ji gendelî û mirdarî û gelek rûdanên din ên pîs û genî cezakî çiqas gran bidana min. Hey gidî dinya! Ez te guhdarî dikim Fatih. Serekê min ê hêja û payebilind zimanê tu nizanibî hîna ji alîyê Xwedê ve nehatîye dayîn. Silvio wer gotîye, gûyê te xwarîye. Di zanîna zimanan da Hezretî Silêman li ber te nikane devê xwe veke. Tu bi her zimanî û her tiştî zanî. Fatih, bi Xwedê, bê te êdî kes ji min fam nake. Madem ez her zimanî zanim, çima bê te kes ji min fam nake? Bersîva pirsê mede. Başe ku tu heyî. One minutes, Fatih… Dibêjin, Reşo li ser têlê ye. Îcar ew çoyê baseballê çi ye li ber masa wî? Xwîyaye dixawze tirsan di min bifirîne. Min di te firando Reşo. Ma qey ez vê ji te ra dêlim. Çend sal şûn da tu’ê biqewitî ji wê derê herî, lê ez li vir im. Heta ku bimrim li vir im. Kesê min ji ser text daxîne hîna nehatîye dinyayê, û ew’ê neyê jî. Li vir im.

Ax ax, ev merivên bi serê xwe jî nebûna… Merivên bi serê xwe. Merivên bê xwedî. Merivên terrorist. Merivên Xwedê nas nakin. Merivên Xwedê bela xwe bidê. Merivên rastgo. Merivên bi serekê pîrozê diwarojê bawer nabin, rabûne bi qûna xwe a bi gû ji min ra dibêjin dizek, genî, gendel, sofîk, mirdar, mêrkuj, xwînî, cîhadist û nizanim çi. De were dîn mebe! Ez di vê hilbijartinê da jî bi ser bikevim, ez zanim ez dê çi bînim serê wan. Ew hîna min nas nakin, nizanin bi rastî ez kî me. Min wê salê sîh û çar gundî û gelek qantirên Robozikîyan bi qehramanan dabûn kuştin. Min li çend şar û şaroşkan di meetingên wan da bombe dabûn teqandin. Bûbûm rihîstanê wan. Lazim be, ez’ê vê carê jî bi Mala Rêber ra malên wan wêran bikim. Ez’ê agir berdim şar û şaroşkên wan. Ez’ê gelek taxên wan bi erdê ra yek bikim. Lazim be ez’ê bibim hevalê Pûrtoyê ûris jî. Te got çi, Fatih? Serekê min, navê wî Pûtîn e, ne Pûrto ye. Ha Pûrtîn ha Pûrto çi ferq dike? Tu’ê bibînî ez’ê çi bînim serê van kafir û minafiqên çav berdane perê kefenê me rebenên Xwedê. Ez’ê bi camionan çek û teqemenîyan bidim mucahîdên Dewleta Îslamê. Ez’ê warê parvekaran di bin ningên mucahîdan da binalînim. Ez’ê bi tirba Silêman Şah, bi rihê Eşmê wan bibim çeşmê û tî vegerînim malê. Ew’ê qenc û xweş bibînin ez kî me. Ez Dizekê Mala Xwedê me, ne melayê ser mîmberê…

Ev ironia rojên 01, 02 mard 2019an da li ser malpera Ria Taza hatîye weşandin.