SERKUNDIRNAME
Serkundirino,
Qîmetê medin zindîtî û zindîyan. Bibin dijminên zindîtîyê, yarên mirdarîyê. Zindîyan bikujin. Mirîyan pîroz bikin. Bibin bengîyên çavên mirîyan. Bira cîhan we bi mirîperwerîyê nas bike, ne zindîperwerîyê. Goristanên bi nav û deng ava bikin. Buhuşt û Dojexê bikin benîştê qanikan û ji devê xwe dermexin. Gund û bajaran tev şênîyên wan wêran bikin. Daristanan tevî hêlîn û lanên di nav da, tevî qulên her awayên şênîyên wan bişewitînin. Li her derê pesnên axîretê bidin. Ji cîhanê ra xeberan bidin. Mirdarî li we tê.
Mebin meriv. Mebin milet. Mebin dadwer. Mebin dîndarên rîya heq. Guh medin heram û helal. Kelheram bin. Parîyek nanê helal mexwin, bi zar û zêçên xwe jî medin xwarin. Heramîyê bikin. Heram bigerin. Heram bijîn. Heram bimirin. Heramî li we tê. Mebin bêdînên rîya rast. Mebêjin va şaş e, va rast e. Mebêjin va bikêr e, va bêkêr e. Ji rîya şaş dermekevin. Bi navê xwe şaş, bi paşnavê xwe bêkêr bin.
Tim ji dawîyê ber bi sêrî herin. Ji serî ber bi dawîyê merin. Rast merin. Paşberkî herin. Her kes kane pêşberkî here. Ya jî ji nîvî ber bi dawîyê herin. Navberkî herin. Berwarkî herin. Gavên xwe rast mavêjin. Xwaro maro herin. Heta bi ningan merin. Xwe xîj bikin. Ê xelk û alemê sor û zer be, bira ê we tim ji dinê der be.
Xweş mebin. Tim nexweş bin. Hûn nexweş nebin jî, xwe li nexweşîyê daynin. Bibin nexweşên nexweşîyê. Dilxirab bin. Dilê xwe xirab bikin. Dilê xwe bi xwe bişewitînin. Kê rewşa we pirsî, hema dest bi girî bikin. Xema kesî nebe jî, hûn dîsa lê bixebitin dilê wan bi xwe bidin şewitandin. Ji rastîyan dûr, jîyanek derew bijîn.
Zar û zêçên xwe li cem heval û hogirên wan pîs bikin. Pê ra pevbiçinin. Tazîran bidinê. Wer bikin ku bira heft qat bikevin bin erdê. Bi vî awayî hûn kanin çêtir dilê wan bişkînin. Hûn rindtir zanin serê şikîyayî xweş dibe, lê dilê şikîyayî mîna şûşa şikestî ye, birîna lê bi derizkî be jî heta mirinê xweş nabe.
Zarên we bira ji we bitirsin, lê bira qed ji we hez nekin. Tim awiran bidinê. Carekê be jî bi rûyekî xweş lê menihêrin. Bi zar û zimanekî xweş pê ra deng mekin. Dema hûn lê dinihêrin bira tim mizûrê we tirş be. Hûn jê hez bikin jî di dilê xwe da jê hez bikin. Medin xwîyakirin.
Ji xelkê ra yar, ji xwe ra mar bin. Xwe şaş mekin, mebin marên bê jar. Ji koremaran jî wêdatir bin. Didanên xwe ên tûj di dil û mêjîyên hev da têkin xwar û ji dil û can jara xwe valayî nav tamarên hev bikin. Bira didanekî we ji bo herikandina jarê tim qul be. Ewqas hev û din bêşînin, ewqas ningên hev bişemitînin, ewqas rê li ber hev bigirin, ewqas dinya fereh li hev û din teng bikin bira Şeytan jî ji dexesîyan here xwe di zinaran werke.. Bi kurt û kurmancî, her dem, li her derê xwînîyên hev bin. Qîyamet jî rabe dev ji berdestîya xwedîyên xwe ên dagîrkar bermedin. Ji xwe a li we tê jî, a ji we tê jî ev e.
Çiqas kirin û gotinên bêkêr hebin bi dilekî xweş bikin û bêjin. Xwe ji yekê jî mehêlin. Gilîyê hev û din bikin. Hev û din li ber derên dadgehên bê dad rezîl û ruswa bikin. Gazindan ji hev û din bikin. Her dem gazinok bin. Derî û dîwarên hev û din guhdarî bikin. Şeytanîya heval û hogirên xwe bikin. Qeybeta hev bikin. Her kesî berdin hev.
Çavnebar bin. Pexîr bin. Di çavnebarî û pexîrîyê da tim kesên sereke bin. Zikreş bin. Bedbîn bin. Ji hev û din biteqin. Gumanbar bin. Rûyê xweşî û aramîyê mebînin. Rezîl û ruswa bin. Komela Çavnebar û Pexîr û Zikreşên Cîhanê hûn ava bikin. Serekîya wê medin kesî. Ne tenê serekîya wê dergevanîya wê jî medin kesên din. Bi vê kirina xwe mîna ku we cîhan afirandibe pozê xwe bilind bikin. Mîna kerên pişkulên xwe bîn dikin û pozê xwe bilind dikin. Bi pozbilindî li merivan binêrin. Bêjin cara pêşîn me Komela Çavnebar û Pexîr û Zikreşên Cîhanê ava kirîye. Ji serî ya ji dawî ferq nake, di van karan da her dem kesên pêşîn bin.
Bi famîla xwe, bi hêla xwe, bi gelê xwe, bi miletê xwe yarîyên xwe bikin. Henekên xwe pê bikin. Gotinên we ên di derbarê we bi xwe da bira ji pînên keran jî xerabtir bin. Lê ji bo xwedîyên xwe ên çavsor û dagîrkar ker û kûçik bin. Barên wan bikşînin. Li ber derên wan bireyên hev û din. Pesnên wan bidin. Pesnên axên xwe ên bûne berdestên dagîrkarên çavsor bidin. Bi navê şêxên xwe ên derewkar sond bixwin. Mala şêx bi ser mala Xwedê ra bigirin. Pesnên hemî xwedîyên xwe ên gendel, dizek, mirdar û zengîn bidin. Hûn bi xwe her dem zilûtên qûnbilût bin. Zarên xwe bi navê kole bi nav bikin, da ku xwedîyên we ji we ra bêjin eferim.
Êrişkar bin. Êrişî xoybûnxwazên xwe bikin. Agir berdin avahîyên wan. Gefan lê bixwin. Bavêjin ser malên wan. Têxin zîndanan. Têra xwe lê bixin. Bê ûjdan bin. Gotinên dêwê heftserî li zîndanên xwe binivîsin. Bêjin, li vê derê Xwedê tine, pêximber çûye tatîlê. Wer bikin ku gelê we xwezîya xwe bi dad û kargerîya dagîrkaran bîne, dilê wî ji we biqele.
Tama nanê bindestî û berdestîyê ji bîr mekin. Nankor mebin. Spasdarên serdest û dagîrkarên warê xwe bin. Rojê pênc caran jê ra dua bikin. Ew nebûna, we’ê çi xwelî li serê xwe bikira! Bêjin, bindestîya Dêwê Heft Serî bextîyarî ye. Xweşî ye.
Êrişî xwe bikin. Êrişî hêjayîyên xwe ên milî, culturî û hebûnî bikin. Êrişî serekê miletê xwe bikin. Êrişî pêşmergên xwe ên xoybûnxwaz bikin. Êrişî hemî awayên ramanên biserêxwebûnê bikin. Êrişkarên qenc bin. Êrişî Qesra Qenco bikin. Qenco bikujin. Dest daynin ser qesrê. Lê reqîyê vexwin. Bi gotinek din şîrê şêr bixwin. Şîrê kerê bixwin.
Hîç tiştek ji we neyê, bi navê biserêxwebûn û xoybûnê bilîzin. Mesela ji biserêxwebûnê ra “serxwebûn” bêjin. Ji biserêxwe ra “serbixwe” bêjin. Heta ji we bê “serêxwebixwe” bêjin, wisa çêtir li şexsîyet û zimanê we yê sosret tê. Ji bîr mekin ji mezinê xwe ra jî eynî mîna nuka bêjin serok. Ji xwe giregirên we her dem piçûktirînên li ber mirêkên dêwan in. Hezar hebên wan bi nînoga serekekî nakin. Gotina serok bê kêmasî lê tê. Bi nezanîbe jî we navekî hêja li wan kirîye.
Ramana dewleta biserêxwe bavêjin sergoyên colonialistan. Bêjin, biserêxwebûn tal û tirş û tûj e. Ne tê xwarin, ne tê vexwarin. Bêjin, komarên democratic ên li Rojhilata Navîn, Enedol û Qefqasan şekirên Şamê ne. Şam, ne tenê bi şekirê xwe, bi kerê xwe jî bi nav û deng e. Xwe ji tama ên pêşîn û mêjîyê ên dawîn bê par mehêlin.
Rojekê colonialistên we ji neçarî ji bo demeke nedîyar buhostek axa welêt bispêrin we, pêşîyê ala miletê xwe lê qedexe bikin, paçikekê rengînê dimîne ala Etiopiayê bilind bikin. Her roja Xwedê bi navê internationalityê ji hêjayîyên miletê xwe ra xeberan bidin. Gotinên tewşo mewşo bêjin. Mesela bêsînorîyê biparêzin. Bêjin li cîhanê cara pêşîn me ji bo miletê xwe warekî bê sînor dîyar kirîye. Paşê herin li ser wan sînorên bi gotina we tine ne bi berikên çekdarên Dêwê Heft Serî can bidin. Li wan deran pêlê maînan bikin. Komela Kulekên Welatê Bê Sînor ava bikin.
Li ser rindî û xweşîya bi hezaran salan berê kitêban binivîsin. Ghezelan bixwînin. Çiqas duayên nayên qebûlkirin hebin jê ra amîn bêjin. Ya jî amen bêjin. Ji gotinên xweş û kirinên tewş tirşikekê çê bikin û heta hûn pê biteqin bixwin. Bêjin cara pêşîn me ev tirşik çêkirîye. Tirşika gotinên xweş û kirinên tewş noşî canî we be.
Bi zimanên êdî gundek jî li warê we jê tênagihê binivîsin. Navê parkek nav bajarê xwe bi heft zimanan binivîsin. Hinek ji we bipirsin, jê ra çîroka pirzimanîyê bêjin. Lê bi zimanê xwe nizanibin. Bi zimanên Dêwê Heft Serî pir xweş û nazik bipeyivin. Sosretîyan ji xwe ra bikin principên jîyanê.
Li meetingên xwe ên li welêt û li derveyî welêt rê medinê kes bi ala miletê we bikeve nav refên we. Di newrozan da jî mehêlin welatîyên we bi wê alê beşdarî pîrozbahîyên we bin. Dema hûn nikanibin tiştekî bikin, pê ra bixeyîdin. Tazîran bidinê. Bira gotinên we mîna pînên keran li dilên wan bikevin. Ji bîr mekin, ew dijminên we ên rastîn in. Lê mebuhurin ha! Gunehê xwe pê meynin. Ji xwe razî bin. Ji a xwe damekevin. Heqê serkundirîya xwe bidin. Bira dinya alem zanibe hûn kî ne.
Imperialist û sionist ketine nav we. Dixwazin we û dagirkarên we ên delalîyên malê berdin hev. Dixwazin hûn ji Dêwê Heft Serî ra bêjin colonialist. Dixwazin bi destê we wî dêwê delalî helak bikin. Dixwazin destên we ji hev bikin. Dixwazin hûn bibin miletekî xwedî dewlet. Heta dixwazin hûn bibin miletekî bi rûmet. Helbet ji bo berjewendîyên xwe van jar û zuqûman li ser we ferz dikin. Çimkî li Asyayê pêwîstîya wan bi hevalên strategic ên nû heye. Ev ne xwastinek demkî ye. Dibe ku bi hezaran salan hûn êdî nikanibin rûyê berdestî û bindestîyê bibînin. Haya we ji we hebe. Şîyar bin. Bi dengekî bilind jê ra bêjin, naaaaa!
Imperialist û sionist bi qedera we dilîzin. Qebûl mekin. Bêjin, em nikanin ji hev bin. Bêjin, em û serdestên xwe, wate yarên dayîkên xwe mîna neynûk û goşt in. Şerm mekin, rast bêjin. Bêjin, ew goşt in, û em neynûk in. Bêjin, me bi sedsalan, heta bi hezar salan xwe li hev qelibandîye. Wate me qîz danin hev. Em bûk û zavayên hev in. Heke hinek xêrnexwaz rabin bêjin gelek bûk û zavayên we ji miletên din jî hene, hûn çima bi wan ra li eynî dewletê najîn? Bersîvê medinê. Silavê jî medinê. Xwîyaye wan rîya xwe şaş kirine. Haya wan ji felsefa serokê we ê bê ta tune. Dibe ku feqîran nizanibin bi zimanên Dêwê Heft Serî bixwînin. Kesî jê ra ew ramanên ji kitêbên pîroz tercûme jî nekiribe. Bîna xwe teng mekin. Ma merivên bi zimanên Dêwê Heft Serî nizanibin jî meriv in? Dibe ku kêmaqil bin, ya jî korfam bin. Pê yarîyên xwe bikin. Pê henekên xwe bikin. Pê qerfên xwe bikin.
Rastîyên xwe ji imperialist û sionistan ra eşkera bêjin. Bira xwezîya xwe daqurtînin. Bira careke din têbigên ku li ber derê şaş in. Ji hêşîgê biqewitînin. Heqê kesî tine dawîyê li berdestî û bindestîya we bîne. Heqê wan tine we ji vê nameta Xwedê bê par bêlin.
Hûn sêwîyên ometê ne. Mafê kesî tine sêwîtîya we bi dawî bîne. We ji vê nametê bê par bêle. Sêwî sêwî gotîye. Ma tiştekî wer dibe? Ev xwe çi dihesibînin? Yaxme e? Dixwazin we jî mîna xwe bê xwedî bêlin. Gefan lê bixwin. Pêwîst be, bi colonialistên xwe ra bibin yek. Êrişî ser xoybûnxwaz û berxwedarên xwe bikin. Êrişî hevalên wan bikin. Bira alem zanibe hûn çiqas destirmayên hêja û mukurvala ne. Bira bizanibin, hûn çiqas berdestên yarên dayîkên xwe û dostikên bavên xwe ne. Bira bizanibin hûn çiqas dijminên dayîk û bavên xwe ne. Bira bizanibin hûn çiqas teres û bêrûmetên nav malê ne. Bapîr û dapîrên we ên berxwedar û xoybûnxwaz merivên mîna we bi navê kurmên darê bi nav kirine. Bi rastî jî ev gotin pir xweş rastîya we tîne zimên.
Serdestên we bi we çi dikin bira bikin, çi tînin serê we bira bînin. Bîna xwe teng mekin. Bi zik xwe ra megirin. Jê dilgran mebin. Nîgeran mebin. Xwe eciz mekin. Dilên xwe meşkînin. Bi dilekî xweş bêjin her tiştê bindest mulkê serdest e. Şerîeta we wisa dibêje. Kitêba we a pîroz wisa dibêje. Pêximberê we wisa dibêje. Serokê we wisa dibêjte. Bê guman rast dibêjin. Mezinên we tewş negotine tilîya şerîet jêbike xwîn nabe. Di serkundirîyê da kes bi ser we ra kes tune. Bi van gotinên tewş xwe bixapînin.
Bêjin, li jor Xwedê, li jêr dewlet heye. Hema mesela dewletê zelal bikin; bêjin, dema em dibêjin dewlet em qala dewleta Dêwê Heft Serî dikin. Çi dibe çi nabe? Xwedê we jê biparêze, dibe ku hinek rabin ji vê gotina we şaş têbigên. Bêjin, ên dewleta Dêwê Heft Serî nas nekin, Xwedê xwe jî nasnakin. Ji bîr mekin, hûn berdest, ew serdest in. Hûn, merivên bin wan in, ew merivên ser we ne. Xwedê hûn ji bo destirmatîyê wan anîne dinê, ne ji bo desthilatîyê. Bin bin gotîye, ser ser gotîye. Lazim e her kes cîyê xwe rind zanibe, ne?
Gilî û gazindan ji xwedîyên xwe ên colonialist mekin. Di şîn û şîvanên wan da jî mehêlin ew bigrîn. Di şûna wan da hûn li xwe bixin. Hûn porê xwe birûçikînin. Hûn bikin qêrîn û hewar. Hûn hêsran bibarînin. Xwe per û perîşan bikin. Mehêlin bira hêsir ji çavên wan ên delal neyên xwarê. Li cîyê ku bindest hebe grîyê serdest guneh e. Heram e.
Gran mebin. Granî bi we nakeve. Xwe nêzîk jî mekinê. Heta ji we tê sivik bin. Qeşmerên qeşmeran bin. Qeşmerî pir li we tê. Mîna koçekan li dora xwedîyên xwe ên doxînsist herin û werin. Berdin ser xwe. Dilên wan xweş bikin. Jê ra meymûnîyan bikin. Qeşmerîyan bikin. Wan bikenînin. A ku li we tê ev e. Bêlin bira xwezanên we têra xwe gran bin. Bira bi qasî zinarên Çîyayê Begestûn gran bibin, û ji cîyên xwe neleqin. Ji xwe ji wan ji we ra xêrek nahêt. Xweşî û rindî nahêt. Tenê serê we dixin belan. Doza xoybûn û biserêxwebûn û nizanim êdî çi quzilqurtî dikin. Hela lê binêrin. Bêjin ev gotin bi serê we ketîye. Jê ra bêjin, xoybûn û biserêxwebûn qenc bûna, ewê bapîr û dapîrên me em jê bê par nehiştana. Eynî wer bêjin. Feqîran bi xoybûn û biserxwebûna li bin ala rengîn serê xwe xwarine. Jê ra bêjin ma meriv bi tiştên wisa nedîyar serê xwe dixwe, meriv bi nan û penîr û pîvazên hêşîn û kundirên çêrmûgê serê xwe dixwe. Kundirên spî jî dibin. Bêjin bira nav kundir be, çi dibe bra bibe…
Ji mafî biryarî çarenûsî gelan (self-determination) ra bi hurmet bin. Ji hemî miletên dinyayê ra vî mafî bixwazin. Hûn partysanên socialisma gerdûnî ne. Nebe nebe hûn ji bo miletê xwe tiştekî wisa bixwazin. Van tiştên çirto virto li xwe dameynin. Biserêxwebûna kurdan çi e îcar? Ev karên kevneperestan in. Hûn internationalist, marxist, leninist, stalinist, maoist, kemalist û nizanim êdî çi quzilqurtist in. Wate hûn merivên mezin in. Gelekî mezin. Hûn ji kerên Şamê jî mezintir in.
Hûn parêzkar, mêrxas, cengawer û mucahîdên ometa Muhammed in. Heke ji we nebûya nuka dînê îslamê di çi rewşê da bû, Xwedê zane. Merivên bêyî ku berjewendîyên qewmê xwe biramin, berdestîya vî dînî kirine, ew li çar alîyên cîhanê bi can û xwîna xwe dane qebûlkirin bê guman hûn in. Xelk û alem bi vî dînî bûn xwedî dewlet, bûn xwedî al, li gelek warên cîhanê serdestî kirin, hîna jî dikin. Tenê hûn bi vî dînî dîn bûn. We aqil ji serê xwe avêt. Hûn di vî warî da jî bê guman merivên pêşîn in.
Hûn merivên bi nav û deng in. Hûn merivên medenî ne. Kurd çi ne? Ewên bi hezar salan ji we ra gotine kurd neheqî li we kirine. We tafilê ev şaşîya tarîxî dîtîye û rast kirîye. We di şevekê da xwe ji kurdbûnê şûştîye û pak kirîye; we xwe bi navê miletê xwe ê rastîn bi nav kirîye. Ji vê xweştir çi heye? Hinek dibêjin we navê dînê xwe li miletê xwe kirîye. Guh medinê ew nezan in. Gundî mindî ne. Şivan û gavan in. Ew çi fam dikin ji milet û dîn û têgihên felsefî. Bê we kê kanibû ji miletê kurd miletê êzidî peyda bike. Bê we kê kanibû bi gotin û grammaira kurmancî zimanê êzidkî çêke? Quretî heqê we ye. Hûn çiqas xwe qure bikin kêm e. Hûn di vî warî da jî merivên pêşîn in. Helal be ji we ra!
Hûn dibêjin serokê me camêrekî wisa e ku di zanîna socialism û communismê da Karl Marx û Lenîn nikanin li ber devê xwe vekin. Êdî socialistên dinyayê kitêbên wî dixwînin, dixwazin bi felsefa wî mala imperialistan bişewitînin û dinyayek communal, socialist, feminist, democratic, ecologic a bi jintîya bê mêr û mêrtîya bê jin ava bikin. Hûn dibêjin ew di xrîstîyanîyê da mîna Paulos e, di îslamê da mîna Elîyê zavê Muhammed e. Bi hinekên we ew pêximberekî nû ye. Bi hinekên we Mehdî ye. Tew hinekên we dibêjin gihîştîye derenca Ellah û Tengrî û ji wan jî buhurîye. Dibe. Ew jî eynî wisa dibêje. Bê guman rast dibêje. Ma serok derewan dike? Haşa! Summe haşa! Helbet hûn dê axa ber mala wî bixwin û bêjin teberik e. Bêjin derman e. Di nimêja xwe da jî di şûna ayatên kitêba pîroz da gotinên wî bêjin. Di şûna lawijên dînî da stranên li ser wî bêjin. Di şûna mewlûda pêximber da mewlûda wî bidin. Hûn murîdên qenc in.
Dibêjin sebeba mirina doxînsistê bi nav û deng Don Juan jî delalî û qeşengîya serokê we bûye. Di xewna xwe da dîtîye ku ne tenê qîzên xama jinên bi mêr jî dane pê, ji bonê mêrên xwe berdane. Don Juan piştî ew xewn dîtîye carek din êdî nehatîye ser heşê xwe. Ketîye nav nivînan. Bi wî derdî mirîye, çûye. Serokê we çiqas tiştên sosret bêje hûn ewqas pir jê hez bikin, û gotinên wî bipesinînin. Hûn ji kê tênegihên ji dil û can bidin pê. Qenc e ku hûn jê tênagihên. Ya na hûn dê ji rewşa xwe a îro bê par bimana.
Miletbûn ji her miletî ra mafekî suruştî ye. Mîna şîrê dayîkê lê helal e. Tenê ji miletê we ra hul û heram e. Çimkî ji bo we dema miletbûnê jî, dema avakirina dewleta milî jî derbas bûye. Dewleta milî a dadwer ji her miletî ra felat be jî ji we ra bobelat e. Rûdanek wisa bê yom kane bibe sebeba qirbûna we jî. Serokê we wisa dibêje. Bê guman rast dibêje. Tiştekî zane ku dibêje. Ma serok ji ber xwe davêje? Haşa. Carek din tiştekî wisa di serê xwe ra jî derbas mekin.Ya na hûn dê bibin gunehkar.
Hûn ji kesên lixwemukurhatî hez nakin. Bi bawerîya we lixwemukurhatî ji heftê û heft nifşên xwe ve xayîn in. Serokê we ne tê da. Xwedê gotîye rast bêje dema serokê we li xwe mukur hat we bi qasî sê rojan gotinên tewşo mewşo gotin. We got “heta hêsîrê dijmin be, em dê gotinên wî guhdarî nekin. Bi me çi rast be em dê wê bikin”. Xwezanên we ji dilxweşîyê, Dêwê Heft Serî ji dilgranîyê şaş û mat man. Şukur ji Xwedê ra hûn zû hatin ser heşê xwe, û we dev ji wê helwesta zîrekane berda, û hûn ketin rîya xwe a berê. Ji wê rojê bi vir da hûn dibêjin serokê me çi bêje em’ê bikin, çimkî ew vîna me ye. Eferim ji we ra, we şaşîya xwe rast kir. A ku li we dihat jî ev bû. Bê guman meriv bê vîn nikane bijî. We got, bê serok jîyan nabe. We got em warekî bê serokê xwe naxwazin. Hûn carek din têgihîştin serok ji bo we ne tenê vîn e, jîyan e, hebûn e, her tişt e. Hûn têgihîştin ku serok dema li xwe mukur were jî dîsa serok e, jê tiştek kêm nabe. Bi we serokê we ne tenê agirê dilê qîzên xama û jinan e, ew mêrê mêran e jî. Bi rastî jî mêrê mêran e. Gelek lixwemukurhatî bi berikên ji tifangên we can danin. Helbet ev sûcê we nine. Ew jî serok bûna we’ê qedr û qîmeta wan jî bizanibûya…
Ismail Beşikçi ji bo ji we têbigê bi dehan salên xweş ên temenê xwe di zîndanan da buhurand. Ji xwe gotina wî li cem we pere nake. Çimkî ew zanyar e. Bi serokê we, ferqa wî û Zîya Gokalp tune. Beşikçi bersîva pêwîst daye serokê we, lê hûn bersîva wî mexwînin. Çi dibêje, bira bêje. We gef jî lê xwar. Bi kêrî çi hat? Bi zorê nabe. Natirse. A qenc, bi ber bayê wî mekevin. Kitêb û gotarên wî mexwînin û medin xwendin. Hela lê binêrin, dibêje kesê di zîndanê da be, kesê hêsîr be lazim e dev ji serekîyê berde. Dibêje serekîya di rewşek wisa da ethic nine, exlaqî nine. Lê kane bibe serekê remzî. Ma tiştekî wisa dibe? Ev meriv xwe çi dihesibîne? Wekî bûye bela serê dewleta xwe têr nake, vê carê jî bûye bela serê we. Guh medinê. Ji xwe aqilê wî hebûya ewê serê xwe bi azadî û biserêxwebûna we ra gêj nekira. Ewê mîna gelek zanyarên welatê xwe dilê dewleta xwe xweş bikira, û jîyanek xweş û aram a bi dilê xwe bijîya. Ji we ra xwastina jîyanek merivane bi stûyê wî ketîye? Ji gotinên wî nîgeran mebin. Ji xwe ew qala serek dike, lê ê we serok e. Dixwaze serokê we bike serek. Metirsin, nikane. Ev yek ji qeweta wî der e. Ew’ê jî zû dereng têbigê serok nabe serek. Çawa ku qîvarên jarî bi kelandin, braştin, sorkirin û avêtina ser êgir nabin qîvarên bê jar, serok jî nabin serek. Hinek qanûnên suruştê bi destê merivan naguherin.
Mebin gunehkar. Bira heft dewlet parçe nebin; hûn heft parçe bimînin, çêtir e. Bi passport û visa herin li şeş parçên warê xwe bigerin û paşê vegerin. Kê rê li we girtîye? Li nav sînorên heft dewletên milî, bê dewlet û bê sînor bijîn.
Parêzkarîya Dêwê Heft Serî karê we ye. Hûn ji berê da leşkerên hêja ne. Hûn ji berê da berdestên hêja ne. Xêncî xwe ji her qewmî ra leşkerî û destirmatîyê bikin. Xwedê gotîye rast bêje, ev kar ji her kesî pirtir li we tê.
Serokê xwe guhdarî bikin, binêrin çi dibêje: “Dewletek kurdan a federal ya jî bi serê xwe di pişta alema ereban da da xençerek jarîn e. Îsraîla dudîyan e. Îsraîla mezin e. Xwastina avakirina dewletek milî a bi serê xwe karê nationalistên kevneperest û serekên eşîrên berjewendîperestên hemkarên imperialist û sionistan e...” Vana gotinên serokê we ne. Ji gotinên wî dermekevin. Bê guman rast dibêje. Ma serok gotinên şaş dibêje! Nabêje. Qedrê wî bizanibin. Xwedê rêberekî wisa nade her gelî, lê daye we. Rabin û rûbinin jê ra spas bikin.
Qewmê benî Îsraîl bi hezaran salî xwedî jîyanek berdestane û bindestane a pir xweş bû. Kesî jê ra tiştek nedigot. Kêf kêfa wan bû. Li Spanyayê li keştîyan siwar dibûn dihatin li welatê Osmanîyan ji xwe ra digerîyan. Her dem, li her derê geşt û guzarî parçeyekî jîyana wan bû. Li Almanyayê, li Austuriayê ji xwe ra karxanên sabûnê vekiribûn. Karê wan halê wan pir xweş bû. Sabûna Auschwitzê hîna jî bi nav û deng e. Ne tenê karxanên sabûna Auschwitzê, zanîn, felsefe û bazirganî jî di destê wan da bû. Gotina cihû bi gotinên rûmet, şeref, keramet û namûs ra dihat heman manê. Çi kirin? Rabûn dev ji wê jîyana xwe a xweş a buhuştî berdan. Doza dewletê kirin. Doza ax û alê kirin. Doza zimên kirin. Doza hebûna milî û cultura cihûtîyê kirin. Piştî hezaran salî rabûn li ser parçeyekî axa weadkirî dîsa dewlet ava kirin. Ji wê rojê bi vir da rûyê xweşîyê nedîtine.
Hûn bi çavên serê xwe dibînin ku qewmê benî îsraîl ji birçîna dimire. Xwe davêjin bextê miletên misilman û xrîstîyan û budhist. Xwe davêjin bextê atheist û munafiq û pûtperestan. Gunehê gawuran pê tê. Dilê kafiran pê dişewite. Dewleta sionist ewqas lê zilm kirîye êdî ne ji mirin û kuştina li ser sînoran, ne ji xeniqîna li nav ava rûbar û zeryan ditirsin. Tevî zar û zêçan di serma çelê zivistanê da, li nav pêlên zerya Ege can didin. Ref bi ref dibin xwarina masîyan. Zîndanên Îsraîlê bi rojnamevan, rêzan, dîndar, ateist û nivîskarên xwedî bîr û bawerîyên cîyê dagirtî ne. Bi aqil bin. Mîna qewmê benî îsraîl bi destê xwe mala xwe meşewitînin. Xwe rezîl û ruswa mekin. Ji heval û hogirên xwe ra bêjin bira ew jî bi aqil bin, bira xwe bi van hovîyên dewletek biserêxwe a mustaqbel ra rû bi rû nehêlin.
De ka bêjin, çîyê we kêm e. Destekî we di nav rûn da, ê din di nav hingiv da ye. Nankor mebin. Ka çîyê we ji hemwelatîyên din kêm e. Rabin û rûbinin ji rêzan û kargerên dewletên Dêwê Hef Serî ra dua bikin. Berdestî ji we ra şeref e. Ev ne kêmasîyek e. Dayîna Xwedê ye. Xwedayê mezin hûn destirma anînin dinê. Ji bo vê nametê ji Xwedê ra şukur bikin.
Nimêja xwe bikin. Rojîya xwe bigirin. Qurana xwe bixwînin. Ji ometa Muhammed ra dua bikin. Herin hecê. bi çavên serê xwe bibînin, qewmê necîb Mekka Mukerem û Medîna Munewwer çawa bi hotelên touristic ên heft stêrkî xemilandine. Meriv qêmîş nabe lê binêre…
Li ser canalên televisionên xwe ên derewkar ji xwe ra xeberan bidin. Dê û jina hev bidin ser hev. Çi were ber devê we bêjin. Qed meponijin. Meramin, Mefikirin. Me hênijin. Duşunmîş mebin. Hemî pîvanên meriv pê dibin meriv bavêjin sergo. Çi dibe bira bibe, medin ber hev û ser hev. Serê xwe bi van tiştên fanî ra meyêşînin. Şerm mekin. Derpê ji xwe bavêjin. A qenc derpê li xwe mekin. Hûn dê çi bikin ji derpê. Başwela bigerin.
Henekên xwe bi ramyarên xwe bikin. Qerfên xwe bi zanayên xwe bikin. Yarîyên xwe bi zanyarên xwe bikin. Bi çavên dijminane li wan binêrin. Awurên tûj bidinê. Gotinên wan guhdarî mekin. Medin pê kesên xweşîya we dixwazin. Medin pê kesên dilê wan bi we dişewite. Bidin pê kesên bi qûna we dikenin. Bidin pê kesên bi we dilîzin. Kî bixwaze hebûna we a milî bi dawî bîne, kî pêlî hêjayîyên we ên hebûnî bike, kî bixwaze we ji miletên cîran ra bike destirma, ew serokê we ye. Bidin pê. Baldar bin! Ewê li bin ala rengîn biserêxwebûn û serbestîya we dixwaze, can û malê we ji dijmin diparêze jî serekê we ye. Xwe nêzîk jî mekinê. Çimkî serek ji sereke ye, serokîyê nake. Bi kurt û kurmancî bi kêrî we nahêt. Çimkî bi rûmet e. Dijminê Dêwê Heft Serî ye. Xeternak e. Xwe û Dêwê xwe ê delalî jê biparêzin. Mehêlin bi gotin û kirinên merivane mêjîyê we jarî bike.
Bidin pê gurgînên bilûrvan. Mîna kerîyê mêşînan bilûrê guhdarî bikin. Xwîyaye ne hûn ji dengê bilûra şivanên gurgîn têr dibin, ne jî gur ji goştê we têr dibin. Xwe şaş mekin. Medin pê merivên rast. Kî bixwaze we bike rîya rast bi gotinên mîna pînên keran bersîvê bidinê. Heke dilê we rehet nebe herin li cem hêzên çekdarên xwedîyên xwe wan gilî bikin. Çi xerabî ji destê we bê texsîr mekin.
Yekitîya milî di serê xwe ra jî derbas mekin. Li we nahêt. Tiştekî çê bûya ewê bapîr û dapîrên we pêk banîyana. Ewê bi hezaran salan bindestî û berdestî nekirana. Ma hûn ji bapîr û dapîrên xwe çêtir zanin? Na. Ji rêça wan dermekevin. Şaş mebin. Heke hûn bixwazin bi serê xwe bibin, ewê çor bikeve we. Hûn dê qir bin. Serokê we wisa dibêje.
Vîna xwe bispêrin serokê xwe. Vîna azad ne li gorî we ye. Ji bo we tenê kane bibe bela serî. Serê xwe bi gotinên wisa neberbiçav ra meyêşînin. Xwe nêzîk jî mekinê. Bi gotina serokê xwe bikin. Bi gotina şêxê xwe bikin. Bi gotina begê xwe bikin. Ew her tiştî zanin.
Mala xwe a hilweşîyayî çêmekin. Bi kevirên dîwarên xwe hewşa Dêwê Heft Serî çêkin. Herin toza xanîyên wî bigirin. Bi kêrî xwe, mala xwe, famîla xwe, gelê xwe û miletê xwe meyên, bi kêrî kê tên, bên, kêfa we ye.
Gava hûn bêjin warê kurdan, hûn dibin kevneperest. Hûn dibin dijminên merivahîyê. Vê yekê mekin. Mebin tetikên imperialism û sionismê. Rojekê hûn ji dil û can bibin leşkerên imperialistan jî, tenê leşkerîya wan bikin, ji bo miletê xwe qencîyekê mekin. Metirsin hûn dê nebin neyarên bratîya gelan.
Şûrê dînê xwe bigirin, pê serên xweng û brayên xwe jê bikin. Mebin dîndar. Her dem bibin dînperestên hov. Bi dînperestan ra dayîk û qîz û jinên xwe li bazarên şar û şaroşkên Rojhilata Navîn bifiroşin. Berxwedarên xoybûna miletê xwe serjêkin. Şerjêkin. Dilê hevalên xwe ên hov û har xweş bikin. Ji xweşîyê avê ji her derê wan bînin. Bibin xwînîyên xwedî şûr û mertal. Mîna hûn berx û karan serjê dikin, merivan serjê bikin. Miletê xwe bi kafirbûnê sûcdar bikin, û cezayê mirinê bidinê.
Mîna tûtîyan kêlîyê carê dubare bikin, bêjin em dewleta miletê xwe naxwazin. Bêjin em rê nadinê miletê me xewna xoybûnê jî bibîne. Bêjin heta partya me û serokê me hebe em bi serekê miletê xwe dewleta biserêxwe nadin avakirin. Bi ber xwe mekevin. Şerm mekin…
Ji şaşîyên xwe dersan megirin. Paş stûyê xwe bixurînin. Bêjin, em kurmanc in, û tasek dewê sar bi ser da vexwin. Dew vexwin û rakevin. Şîyarî bi kêrî we nayê. Gotina “kurmanc têr e, xew jê ra xêr e” bi tizbîya nod û neh libî her roj heft caran dubare bikin.
Bixwin. Vexwin. Bixebitin. Bizên. Nexweş bikevin. Xweş bin. Rabin. Rûbinin. Bi hev şa bin. Rakevin. Di xewnên şevên dirêj ên çelê zivistanê da jî tenê û tenê bindestî û berdestîyê bibînin. Bê wade bên dinyayê, bê wade jê herin.
Mexwînin. Serê xwe meşuxulînin. Zanîn çawa di kitêban da disekine di sêrî da nasekine. Ji heval û hogirên xwe ra bêjin, bira ew jî nexwînin. Hêjayîya her derê bedena xwe bizanibin. Tenê guh medin mêjîyê xwe, bes e. Ramîn çi ye? Ponijîn û hênijîn çi ye? Fikir çi ye? Xêr ji van nayê. Serkundirî bextîyarî ye. Ne bi çavên serê xwe, ne jî bi mêjîyê xwe, tenê bi mar û kunmarên nav şeqên xwe li dinyayê binêrin.
Xelk û alem bi dînê xwe dibin meriv, Hûn bi dînê xwe dîn bin. Bêjin ên ku cara pêşîn bi dînê xwe dîn bûne em in. Paşê, dema hûn ketin tengasîyê sûc bikin ser dîn û mezhebên xwe. Bêjin heke ji vî dînî û ji van mezheban nebûya em nediketin vê rewşê. Berî dînê xwe ê îro hûn di çi rewşê da bûn, meynin bîra xwe. Serê xwe bi hînbûnê ra meyêşînin. Hînbûn ji bo we jar û ziqûm e. Mexwin!
Bi demên buhurî bîna xwe teng mekin. Duh ji we ra lazim nine. Hûn tenê îro bijîn. Heta mejîn, yaşamîş bin. Çimkî wan demên berê jî hûn dîsa ev qumaş bûn. We parsekên xwe bi destên xwe anîn ser textê xwe. Wan deman jî eynî mîna îro hûn ji xelkê ra erd, ji xwe ra derd bûn.
We ji berê da tim xwastîye hûn di hemî gotin û kirinên paşîn da bibin kesên pêşîn. Ji xwe di rêza van kirin û gotinên bêkêr da bê we kes tune. Di pêkanîna hemî karên bêkêr da hûn her dem bikêr bûne. Bibuhurin, hûn ên pêşîn bûne. Hîna jî di bêkêrtîyan da kes bi ser we ra tune. Heta hûn bi vî hawî bin, hûn’ê ti carî ne kesekî li pê xwe ne jî kesekî li pêşîya xwe bibînin. Hûn dê tim ên pêşîn bin. Ewê kes nikanibe di sosretîyê da li ber we devê xwe jî veke.
Mîna heyranên teamên footbolê peyrewîya partyên xwe bikin. Partyên we karnamên xwe biguherînin, xwe fesih bikin, dawîyê li principên xwe bînin, rastîyên xwe ên bikêr bavêjin sergo jî, hûn dev jê bermedin. Xwe bixapînin. Bêjin henekan dikin. Bêjin wisa dibêjin, lê bi rastî neguherînin. Bêjin ev dek û dolab ji bo xapandina dijmin in. Bê rastîyan bi her tiştî bawer bin.
Hûn rêber, sîyasetmadar, serok û fermandarên xwe û ên dijminên xwe di ser hev da jî bibînin, bi çavên xwe bawer mebin. Çavên we kanin rastîyê ji we veşêrin. We dît ku hûn bi çavên xwe nikanin, heta ji we tê biqîrin, bêjin doublage e! Bêjin derew e. Bêjin sergirêdan e. Bêjin devgirêdan e. Paçikekî kesk û sor û zer li devê xwe, guhê xwe, çavên xwe rind bişidînin. Mebînin. Guhdarî mekin. Sosretîyên we bi çavên serê xwe dîtine jî mebêjin. Bêlin bira berdewam bin. Bi qedera xwe razî bin.
Rastîyên bi kêrî we bên her dem ji xwe veşêrin. Bikin qulên heft dîwaran. Wer veşêrin ku hûn bi xwe jî careke din nikanibin bibînin. Tewş negotine, çirayê bi koran çi bike? Aqilê bi dînan çi bike? Rastîyê bi serkundiran çi bike? Zanînê bi xwenezanan çi bike? Barê xwe gran mekin. Xwe gran mekin. Serkundirî sivikî ye. Sivik bin.
Navê zimanê maderî biguherînin, bikin zimanê zikmakî. Berî ku hinek ji we bipirsin, hûn jê ra bêjin ma nexweşîya zikmakî dibe, zimanê zikmakî çima nebe? Hûn rast dibêjin; ji xwe zimanê maderî daye ser hemî nexweşîyên zikmakî. Zimanê maderî bûye bela serê we. Ma çi ferqa wî ji nexweşîyên zikmakî heye? Ne? Eynî wisa bêjin.
Navê zar û zimanê xwe biguherînin. Mesela ji kirmancî ra bêjin dimilî, zazakî, hewramî, goranî, dêrsimkî, so bê, .... Ji kurmancî ra bêjin êzidkî, behdînî, soranî, şêxbizinî, here were, … Her du zarên sereke ên zimanê xwe kirdî û kurdî bi navên xwe ên din kirmancî û kurmancî bi navên qebîle, eşîr, famîle, herêm, bajar û gundên xwe bi nav bikin. Bi ewqas zêde navî bi nav bikin ku bira serê we jî serê miletê we jî gêj bibe. Ji xwe nexweşîyên zikmakî jî bi navên xwe û jan û êşên xwe ancax ewqas kanin nexweşan gêj bikin.
Li malên xwe jî bi zar û zêçên xwe ra bi zar û zimanê xwe ê maderî mepeyivin. Bi zimanên din bipeyivin. Bi zimanê xwe mexwînin, menivîsin, mestrên. Stranan guhdarî mekin. Bêjin kurdî têrî babetên ilmî, hunerî, culturî û politic nake. Bêjin, zimanên Dêwê Heft Serî zimanên medenîyetê ne. Bêjin farisî zimanê edebîyatê ye, erebî zimanê dîn û zanînê ye, tirkî zimanê hunerê ye, rûskî zimanê communismê ye, ermenkî zimanekî qedîm e, azerkî û gurckî zimanên dewletê ne, lê kurdî kîrê Şeytên e.
Kî pirtir pêlê serê we bikin, bi zimanên wan temenê xwe bibuhurînin. Pesnên hunermendên wan bidin. Dengbêjên miletê xwe ji nav xwe biqewitînin. Ev jî dilê we rehet neke, herin concertên wan lê bixin, jê ra xeberan bidin, gefan lê bixwin. Ji peyrewên xwe ra jî bêjin bira wan guhdarî nekin. Wan bi sîxurîyê sûcdar bikin. Gotina “beko navê xwe li hevalê xwe ko” ji xwe ra bikin bazin, xirxal, xizme, çavînok, nivişt û bi derên xwe ê munasîb ve bikin. Ber xwe mekevin. Ev awayê jîyana we ye. Ji kê ra çi?
Pîsîyên xwe, bêkêrîyên xwe gişkan bi carê bikin stûyên bikêrên xwe. Bikin stûyê serekê xwe ê xoybûnxwaz. Bêjin wan kirine, me nekirine. Dema lazim be, çiqas bikêrtî, hêjayî û kirinên xwezanên we hebin, bi carê li gişkan xwedî derkevin. Mesela xoybûnxwazên we derekê ji destê dijmin bigirin, bêjin me girtîye. Ma bi derewan kî mirîye? Hinek rabin ji we bipirsin, bêjin heta nuka we çima ew der ji destê dijmin nedigirtin? Wan bi xayînî û sîxurîya Dêwê Heft Serî tewanbar bikin.
Çavê gelê xwe bi gotinên xweş û tewş grê bidin. Ev jî nebe, gefan lê bixwin. Bitirsînin. Ji bo xatirê ayînda dewletên Dêwê Heft Serî lazim be, wan bikujin. Li ku dera cîhanê dibin bira bin lê mebuhurin. Bi sîxurekî dewleta xwe wan bikin qurbana qurşûnekê. Paşê şehîd îlan bikin. Herin şîna wan. Li çogên xwe bixin. Porê xwe birûçikînin. Çi were ber devê we bêjin. Bêjin, destê lobbya cihû, rûm û lazan di vê kuştinê da heye. Gotinên wisa dûrî aqilan bêjin. Bi serok û kargerên xwe sond bixwin, bêjin, destê bizotnewa îstîxbarata Hûtê Heft Serî tê da tune. Dema hûn êdî nikanibin rastîyê veşêrin jî, li Dêwê Heft Serî mêzekin, ew hovîyên xwe bike stûyê kê hûn jî bikin stûyê wan. Bi nêçîrvanîya xwe bidin xwîyakirin ka hûn kanin ji neyarên xwe ra çiqas tajîtîyek ji dil û can bikin. Bê guman ew’ê ji we ra bêjin eferim!
Ji kurdên xwedî dîn û mezheb û terîqetên cîyê hez mekin. Pê ra hevalîyê jî mekin. Jê ra gotinek xweş mebêjin. Pê yarîyên xwe bikin. Pê henekên xwe bikin. Pê qerfên xwe bikin. Wan bibehecînin. Bîna wan teng bikin. Nanê wan mexwin. Vexwarinên wan vemexwin. Mastê wan mekirin. Bêjin, heram e. Dema lazim be bikevin navê. Wan pîj bikin. Li hev sor bikin. Bikin agir û pizot. Bixapînin û berdin canê hev û din. Ji bo hûn bêtir bikevin çavê Dêwê Hef Serî yek caran jî fermana wan rakin. Qira wan bînin. Xwe bikin dewsa Xwedê. Bêjin qetla van helal e, qetla van sinet e, qetla van ferz e. Di xwenezanîyê da sînoran nas mekin.
Qîmetê medin erdên xwe. Xelk erdên xwe dike dar, dike bîstan, dike genim, ceh, nîsk, garis û gelek tiştên bi kêr. Li rast û kaş û kûşên xwe, li zozan û çîyayên xwe toximên jîyanê diçînin. Ji we ra çi? Hûn mayînan biçînin. Her derê warê xwe bikin mayîn. Paşê herin bi dilxweşî pêlê bikin. Ning û pîyan li zevîyên mayînan bêlin. Heke dilê we bi vê jî xweş nebe, canê xwe jî bidin ser. Kulekîyê pîroz bikin. Mirinê pîroz bikin. Ji zindîtî û xweşîyê ra xeberên pîs bidin. Çi were ber devê we bêjin. Mekevin gumanan. Xeman mexwin. Kî’ê ji we hesab bipirse? Sût û tolên hov û har li pişta we ne. Heft kurên pîrê, ango Dêwê Heft Serî li pişta we ye.
Malên xwe wêran bikin. Malwêranîyê ji xwe ra bikin rê, û jê dermekevin. Malên xwe bişewitînin. Agir berdinê. Heke yek ji we bipirse, bêje çima? Bêjin em zarên agir in. Wer bikin bira agir ji agirbûna xwe şerm bike. Bira kurê Ahûra Mazda xwe bikuje. Bira roj û hîv ji ber kirinên we xwe li pişt ewrên reş veşêrin. Bira stêrên ezmanan ji çirûsîna xwe şerm bikin. Herin di nav şênîyên gund û şarên xwe da xwe biteqînin. Kevir li ser kevir mehêlin. Bi sed hezaran welatîyên xwe neçarî revê bikin. Cangorîyên miletê xwe ref bi ref bavêjin devên Dêwê Heft Serî.
Li pêş çavên karger û çekdarên Dêwê Heft Serî ji gûyê spîkirî bomban çêkin û li ber derên welatîyên xwe bikin bin erdê. Qet mekevin gumanê. Mebêjin ev karger û çekdarên Dêwê Heft Serî çima çavên xwe ji van xendeq û çeperên me ra digirin? Gunehên wan megirin. Van pirsan jî ji xwe mepirsin. Çimkî zanîn bi pirs û gumanan dest pê dike. Herin dîwarên malên xwe qul bikin. Derîyên şênîyan bajêr ji ber bikin. Mehêlin gelê we can û malê xwe ji zilma we û Dêwê we a delalî ê heft serî biparêze. Bi tifangên xwe gefan lê bixwin. Tirsan tê bifirînin.
Di medya xwe a derewkar da, li ser cangorîyên xwe ên we bi çekdarên Dêwê Heft Serî dane kuştin çîrok û çîrvanokan binivîsin û bixwînin. Hêsrên gumgumokên rûbaran ji çavên xwe bibarînin. Piştî gelek taxên bajarên we bi erdê ra yek bûn, bêjin ji bo parastina can û malê şênîyan em ji bajêr vedikişin. Bi sedan cangorîyên xwe bispêrin çekdarên dewletê. Di canalên televisionên xwe da bêjin, em bi ser ketin. Ev jî nebe, serekê xoybûnxwazên miletê xwe sûcdar bikin. Sond bixwin, bêjin haya me jê tune. Bi murîdên xwe ên tûtî gotinên xwe bidin dubarebikin. Ningê we jî bi ber hev bikeve, xoybûnxwazên miletê xwe ruswa bikin. Dêwê Heft Serî jî şîyar bikin, bira hay ji xwe hebe.
Peyva democratic ji devê xwe dermexin. Democratyê pûç bikin. Democratan bixesînin. Yanê hemî têgihên xweş ên encyclopedic ji manên wan ên rastîn bişon. Kirasên sosretîyên xwe lê bikin. Çiqas gotinên bê mane hebin, li pê hev rêz bikin. Bi gotinên kewş û tewş mêjîyê xwe bitevizînin. Hûn’ê çi bikin ji mêjî.
Bibin mar û tûmpişk. Bi hev vedin. Jara xwe berdin tamarên hev. Hev û din tetirxanî bikin. Lê ji Dêwê Heft Serî ra bibin mêşîn û berx, bibin xezal û karxezal. Wî bi şîr û goştê xwe xwedî bikin. Bibin ker û hesp, li pişta xwe siwar bikin. Barên wî bikşînin.
Li ber Dêwê Heft Serî bibin çel serî. Bira ji her serîyekî we dengek derkeve. Her dem, li her derê, ji bo dijminîya can û malê miletê xwe bibin yek. Ev awayê yekitîyê li we tê. Cara pêşîn we ew peyda kirîye. Lê xwedî derkevin.
Ji hêjayîyên miletê xwe hez mekin. Tamê jê megirin. Bêjin, gîyayê hewşê tal e. Li alîyê din, ji her tiştê neyarên xwe hez bikin. Di xizmetkarîya cîranên xwe da bê kêmasî bin. Di berdestîya xwe da bê sînor bin. Ji xwe ra hovên hartirîn, ji dijminên hebûna xwe ra mazûbanên hêjatirîn bin.
Bibin internationalist. Bibin ometparêz. Bibin communist. Şaş bin. Faş bin. Mat bin. Bibin faşên dewletên miletên cîran. Bibin miletperestên vîyan û wîyan. Heta bibin rêgezperestên wan. Bi teresîyê pesnên xwe bidin. Çi dixwazin, bibin. Xwe nizanibin bes e. Çimkî xwezanî serê xwenezanîyê dixwe. Haya we jê hebe. Serê xwe mexwin.
Bi her kesî ra li hev bên. Bi merivên we di xwnên şevan da jî nedîtine xwe şîrîn bikin. Jê ra peyam û namên aşitîyê bişînin. Ne tenê gulîyên zeytûnan, baxçên zeytûnan ji bin da rakin, li camionan bar bikin, bi refên kevokên spî bi her alîyê cîhanê da bişînin. Ji her kesî û her tiştî ra xweş bikin. Tenê dilê xwe reş bikin. Bi xwe ra li hev meyên.
Bi xwe ra bi şer û ceng bin. Bi xençer û tifang bin. Bi şûr û mertal bin. Şûrên xwe li zikên hev xin. Xençerên xwe ên jarîn di pişta hev da bikin xwar. Li xwe mebuhurin. Hev û din biqelînin. Qelîya xwe bi pirinca Qerejdaxê û rûnê koçeran ra bidin ber cîranên xwe ên delalî. Her tiştê xwe bidinê. Dawîyê li hebûna xwe bînin. Tenê bi vî awayî hûn kanin xwe ji xwe pak bikin.
Her dem serxoş bin. Bêlin bira serê we mîna virvironekê bigere. Meyên ser heşê xwe. Bêlin bira tim heşê we here. Bikevin pêşîyê. Rê lê bigirin. Mehêlin careke din vegere. Ta nuka çiqas çêyî hatine serê we gişk ji mêjîyê we hatine serê we. Heşê xwe meynin serê xwe, tînin ku derê xwe bînin. A çê, bêlin bira heşê we jî here. Li pê nifiran bikin. Bêjin çûyîna te hebe, vegera te tine be! Pêwîstîya we bi heş û mêjî tune.
Ji bîr mekin: xwe ji hebûn û rûdanên bi rûmet dûr bigirin. Ew bela serê we ne. Çawa cin xwe ji hesin diparêzin, hûn jî xwe ji çêyî, qencî, rindî, zanîn û rûmetê biparêzin. Ev hêmanên wisa gişk tewşo mewşo ne, xwaro maro ne. Tevşo jî nikane rast bike.
Karê xwe mekin. Mebin xwedîyê karê xwe. Pezê xwe kûr bikin. Kerîyên xwe bajon ber derên qesabên Dêwê Heft Serî. Ji heywanan hez mekin. Mebêjin kedî ye kûvî ye. Qira wan bînin.
Zevîyên xwe beyar bêlin. Rezên xwe kûr bikin. Baxçên xwe bişewitînin. Darên xwe pût bikin. Heta ji bin da bikin. Rîçikên wan derxin. Her dem bi çavê êzingan li darên xwe binêrin. Bi xizagan bikevin navê. Zivistanan di soban da, di argûnan da bişewitînin û bişewitînin. Heta qûna we xwî bide sobe û argûnan sar mekin. Na, na vê mekin. Wan li camionan bar bikin ji efendîyên xwe ên welatên dûr ra bişînin. Zivistanê germ li we nayê, ji sermana biqefilin. Li ser televisionên xwe li argûnên efendîyên xwe binêrin û pê dilê xwe xweş bikin. Berî ku hûn bicemidin û herin li dojexê bişewitin pesnên xweşîya jîna wan bidin.
Warê xwe ji warbûnê derxin. Li pê xwe bê gornên xwe û axeke mirî tiştekî mehêlin. Bi rûyê dinya derewîn da û bi xwe da birîn û herin.
Herin li zevîyên welatên dûr li baxçên xelkê xerîb ne bi nîv heqî, bi çarîkekê, heta bi nanoziko bixebitin. Jêhatî bin. Derman di ning û destê xwe da mehêlin. Xwe jê ra bikin ker, bira têra xwe li we siwar bin. Her awayê sosretîyê bînin serê xwe. Keda xwe bi herzanî jê ra pêşkeş bikin. Xwe jî bidin ser.
Herin li bajarên dûr, ji xelkê xerîb ra koşk û serayên bi nav û deng çêkin. Di coyên avdasxanên wan da bixebitin. Ji xwe ra holikan jî pir bibînin. Ji xelkê ra serşoyên şîr amade bikin. Bi malîyên xwe ava gerekî bidin vexwarin. Bêjin em kurmanc in, û bi ser da dewekî sar vexwin. Heta dew jî vemexwin. Şûjîya dêw vexwin. Çêtir e.
Li kuçan bimînin. Li ber dîwaran can bidin. Gotin hat ser gotinê, bêjin, ma em ên koşk û sera ne? Xwe kêm bikin. Xwe pîs bikin. Xwe heft qat têxin bin erdê. Pîsî li we tê.
Bi hêjayîyên xwe yarîyên xwe bikin. Li ber ên xelkê devê xwe xwar bikin. Hingivê xwe genî bikin. Ne bixwin, ne jî bidin hevalan. Genî bikin bavêjin newalan. Dilê xwe bibijînin qaxên xelkê. Xwarinên xweş mexwin. Bidin mêvanan. Bira xelk pesnê mazûbanîya we bide.
Feqîrî, zelûlî, rezîlî û bêrûmetîyê pîroz bikin. Bêjin, meriv li vê dinyayê çiqas bikişîne ji bo wê dinyayê ewqas xêr e. Bîna we pir teng bibe, ji felekê ra xeberan bidin. Felek jî mîna we bê kes û kûs e. Hûn kanin her xeberî jê ra bidin. Zik xwe ra nagire. Dibe ku ew jî ji we be. Ya na ewê navê wê nebûya feleka xaîn, û ewê serkundirên mîna we jî nikanibûna jê ra xeber bidana…
Dema yek ji we zengîn bibe, ya jî hinekî bextîyar bibe, ji çavnebarî û hesûdîyê har û dîn bin. Xwezîya xwe daqurtînin. Xweşîya hev û din mexwazin. Bê aqil bin. Ji zîrekên xwe hez mekin. Hezkirin çi ye? Jê biteqin. Ew dijminên we ên rastîn in. Ningên wan bişemitînin. Wan di zinaran werkin. Dixwazî ji we be, dixwazî ji derî we be, kî xweşîya we bixwaze pêli sêrî bikin. Ji kesên din ra mehêlin. Ji xwe ra gurên har bin, kana nexweşîyên bê derman bin.
Dijminên can û malê we di serî da, ji her kesî ra tiştên xweş bixwazin. Dijminîya dijminên xwe mekin. Herin xwe bispêrinê. Li ser theory û practica xwespartinê û ji gelê xwe veşartina rastîyan xwe qenc bigihînin. Ji serdestên xwe ra navnîşana xweşîyan bin, baxçevanên gulistanên ber derîyan bin. Ne tenê li karxanên wan, li kerxanên wan jî bixebitin. Texsîr mekin. Gotin hat ser gotinê, bêjin her tiştê bindest mulkê xwedîyê xwe ye. Kitêba we wisa dibêje.
Bibin leşker, wezîr, fermandar û serfermandarên arteşên Dêwê Heft Serî. Ger dijminên we rojekê bi zanetî ya bi nezanî bi zimanê xwe ji we ra bêjin “Birêz filankes ya jî bêvan kes” wan bilindî ezmana bikin. Ji dil û can pesnên wan bidin. Lê nebe nebe yekî ji we behsa şaşîyek we bike, tafilê berdin sêrî. Li tîtika enîyê bixin. Çawa yekî ji we rabe ji we ra bêje sîya we xwar e. Ma sosretîyek wisa tê qebûlkirin? Na, nayê qebûlkirin. Hûn jî qebûl mekin. Bêjin her kes kane bibe meriv, lê her kes nikane bibe serkundir.
Dema hinek welatê we bigirin, di serî da zimanê we ê maderî, hemî hêjayîyên we ên milî qedexe bikin, wan bidin ser serê xwe. Jê ra bêjin em gelên bra ne. Bêjin bi sînorê we û ala we ra derdekî me tune. Bêjin em parêzkarên sînorên we ne. Bêjin em leşkerên we ên bê pile ne. Bêjin hûn fermandar, em fermanber in. Bêjin em berdestên we ne, yanê em xizmetkarên we ne. Vê pê bidin têgîştin. Ne tenê dilên wan, her derên wan xweş bikin.
Bêjin çîya li ser çîyan e, kurd û ereb bra ne. Bêjin ji parsekan ra democraty, ji kurdan ra xudmuxtarîyet. Bi leşkerên dijminên xwe xîjî ser hev bikin. Di meetingên partya xwe da alên Dêwê Heft Serî li ciwanên xwe bikin. Heft nîgarên heft serên wî bidin destan. Bêjin heke hûn biserêxwebûnê bixwazin em’ê Silêmanîyê ji warê kurdan biqetînin ha! Bêjin heke warê me bibe warekî biserêxwe em’ê li Bexdadê li cem Dêwê Heft Serî bimînin. Li dijî biserêxwebûna miletê xwe herin war bi war bigerin. Bikin qêrîn û hewar, bêjin em biserêxwebûnê naxwazin!
Kî şarên we ji we bigrin, kî zar û zêçên we bikujin, kî bazde ser qîz û jinên we herin xwe bavêjin hemêza wan. Jê ra şiîran bixwînin. Ji şarê Baba Gurgur ta bi Şengalê di du rojan da ji sedî şêşt û çarê axa warê xwe bispêrin dijminên xwe. Enfalê jî ji bîr bikin. We mêjîyê kerê xwarîye. Li warê xelkê berf û baran dibare. Ji we ra çi? Bira li ê we her dem teresî bibare.
Xwezanek ya jî nîvxwezanek bi şaşî ala rengîn bigire û were bikeve nav şahîyek we bîna xwe teng bikin. Herin wê alê jê bigirin, bidin bin ningên xwe. Bêjin çi karê vê ala Quzê Iraqê li çalakîya me heye? Mebêjin Başûrê Kurdistanê, bêjin Quzê Iraqê. Ev jî dilê we rehet neke, bêjin Gunê Kurdistanê. Vê carê al ji kurdan kêm bû, bêjin. Tîq tîq pê bikenin.
Hûn mêrên mêran in. Ne mêrên jinan, ne mêrên qîzan, mêrên mêran! Ev gotinek we ye. Ev gotin jî gelekî li we tê. Îcar mêrê mêran. Ji a xwe damekevin. Mêrên mêran bin! Jinên jinan bin! Qewmê Lût bi tenê mehêlin. Ê xelk û alemê sor û zer e. Ê we bira her dem ji dinê der be.
Aşitî mebêjin. Bêjin bariş. Bêjin sûlh. Bêjin mîr. Heta bêjin quzê kerê. Mebêjin aşitî. Mebêjin lihevhatin. Mebêjin pîkerdiş. Bi van gotinên kurdî hûn bê prestige dibin. Hûn merivên xwedî carisma ne. Gotinên kurdî li we nayên. Kurdî çi ye îcarê. Zimanê gundîyan e. Heta bi hinekên we ziman jî nine, tevlihevîyek e. Xwe jê biparêzin.
Hinek kes rabin pîsîya we, bêrûmetîya we mîna şîrpekê li nav çavên we bixin jî hûn bi ber bayê wan mekevin. Bêjin, hûn derewan dikin. Ev jî nebe, bêjin montage e, bêjin doublage e. Bêjin fitne ye. Her çiqas piranîya we nizanibin montage û doublage çi ne jî, di rewşên wisa da mîna tûtîyan dubare bikin. Çêtir e. Hinek rabin bi vê nezanîya we yarîyên xwe bikin, bi pozbilindî jê ra bêjin ma tûtî zanin çi dibêjin, ha? Hema ê me jî wisa ye…
Nebe nebe qîzek we û kurekî we bi destê hev bigirin! Dilê wan bikeve hev. Heta bi vê jî nesekinin rabin bi hev ra bigerin. Bi hev şa bin. Bêjin, haho namûs çû! Lê bixin, bikujin. Gunehkar in. Bêjin şeref. Bêjin şerîet. Bêjin dîn. Bêjin de bike bigerîne, serê modelîyê bigerîne li gundê serkundiran li bin dara bîyê qapaxa serê wî hilîne. Namûsa xwe pak bikin. Wê hêvarê li zincîrefilmekî bi zimanek ji zimanên Dêwê Heft Serî binêrin. Bi bihevşabûna kesên di film da dilê xwe xweş bikin. Ji hev bipirsin ka filankeso û bêvankesê xwe li hev qelibandine, ya na? Tîq tîq bikenin.
Herin li camîyê nimêja înîyê bikin. Behsa jîyana pêximberan bikin. Behsa dîn bikin. Behsa dewra seadetê bikin. Ayatên pîroz guhdarî bikin. Ji hev ra gotinên pêximberan bêjin. Ji mele xutbê guhdarî bikin. Wazan guhdarî bikin. Dua bikin. Ji Xwedê tiştên dilê xwe bixwazin. Piştî camîyê, berê xwe bidin kerxanê. Têra xwe bazdin ser qîz û jinên hev. Paşê herin çend kesan ji hev bikujin. Çiqas kirin û gotinên dînê we gotî mekin hebin gişkan bikin. Yekî ji we pirsî, bêjin, elhemdûlîllah em misilman in. Bêjin, spas ji Xwedê ra. Heke hûn ne misilman bin, hûn êzidî, xrîstîyan, cihû ya jî atheist bin dîsa çiqas gotin û kirinên dînê we exlaq û ethic dibêje mekin hebin bi dilekî xweş gişkan yek bi yek bikin. Xwe ji yekê je bê par mehêlin. Paşê bi dînê xwe ya jî bi atheistîya xwe pesnên xwe bidin. Ji kê ra çi? Dîn dînê we ye, bawerî bawerîya we ye, jîyan jîyana we ye.
Cîranên we ên rûreş û rîdirêj qîz û jinên we li bazaran bifiroşin, bîna xwe teng mekin. Bi awayekî berbiçava wan ruswa jî mekin. Heke hûn bi dilê xwe nikanibin, li ser media social wan şermezar bikin. Ji bo wan qîz û jinên xwe çend hozanan binivîsin. Romanan binivîsin. Çend civînan li dar bixin. Paşê hêdî hêdî lê bibuhurin. Bêjin, em dijminîya cîranên xwe nakin. Bi vê jî mesekinin herin bi navê mezhebeke din a dînê îslamê bibin leşkerên heman dijminên xwe. Bira ew jî dilê xwe li we rehet bikin. Bira ew jî we bikujin, malên we bişewitînin. Bi dilekî xweş warê xwe, rûmeta xwe, namûsa xwe bispêrinê.
Dema leşkerekî îsraîlî li filîstînîyekî bixîne dinyayê bînin sêra xwe. Li şar û şaroşkên xwe “sionistan” protesto bikin. Erd û ezman bihejînin. Da ku dinya alem zanibe hûn çiqas bi dînê xwe ra rast in, hûn çiqas internationalistên hêja ne. Dibe ku filîstînîyên dema qirkirina Enfalê li zîndanên Iraqê bi xwîna qîzanîya qîzên we li dîwarên zîndanan bi erebî “Bijî Filîstîn” nivîsîne jî ji we ra bêjin eferim. Heta dibe ku çekdarên El Qaîde û Dewleta Îslamê jî ji we ra bêjin eferim. Ji bo eferimek wan sosretîyên hûn nikanibin bikin tune ne.
Heke hûn neçar bimînin û bibin fermandar û çekdarên miletê xwe, hema minetên xwe lê bikin. Hetanî ku bêjin bes! Bi serê wan da bikin gotegot. Wan gêj bikin. Dema dijmin bi ser we da hat, berî hûn milet ji qada şer dûr bikin, can û malê wî biparêzin, çekên xwe bigirin û birevin. Heta çekên xwe jî ji dijmin ra bêlin. Bira bi çekên we di kuna we nin. Şerm mekin.
Çend şarên warê we bi xêra berjewendîyên dewletên wî alî zerya û oqyanûsan bikevin destê we hema bangî arteşên qirkarên xwe bikin, bi gotinek din bangî çekdarên Dêwê Heft serî bikin, bikevin pêşîyê û pê xîjî hev bikin. Bi vî awayî hev û din ji şarên xwe biqewitînin. Dilê Dêwê Heft Serî xweş bikin. Bira nîgeran nebe.
Berî çekdarên Dêwê Heft Serî êrişî warê we bikin bi nepenî bi fermandarên wan ra li ser dijminîya berxwedar û xoybûnxwazên xwe li hev bikin. Dema şer dest pê kir, fermana xwespartinê bidin çekdarên xwe. Tevî çekên xwe ên gran û sivik derbasî alîyê dijmin bin. Bi her awayî alîkarîyê bidinê da ku bi hêsanî kanibin dilê xwe li we rehet bikin. Bêlin çi dixwazin bira bikin. Di canalên televisionên xwe ên derewkar û televisionên miletên din da bê şerm û fedî bêjin me peymanek bi rûmet bi Dêwê Hef Serî ra mor kirîye. Belga îxaneta xwe bilind bikin, hejmara beşdarên civîna îxanetê dîyar bikin. Xoybûnxwaz û berxwedarên miletê xwe sûcdar bikin. Paşê? Paşê li ser hovîyên dijmin hozanan binivîsin. Stranan bêjin. Filman çêkin. Romanan binivîsin. Çi dikin bikin, dev ji xayînî û teresîya xwe bermedin. Çimkî ew hêjayîyek we ye. Ji bav û bapîran ji we ra yadîgar maye.
Dema Dêwê Heft Serî bi dek û dolabên dijminane, bi alîkarîya bi zanetî ya jî bi nezanîya çekdarên we bi xwe malên we wêran kirin, şewitandin, dan ber topan, tafilê li şarên xwe ên din kirîya xanîyên xwe du ya jî sê qat zêde bikin. Çimkî hûn welatparêzên hêja ne. Hûn şoreşger in. Hûn dîndar in. Hûn mêr in. Hûn camêr in. Bêlin bira feqîr û zilûtên we li bin konên naylonî li bin pênceh derece germa havînê, di seqema çelê zivistanê da bi şoreşgerî bijîn. Hûn kirê zêde nekin, buhayê her tiştî bilind nekin, ew’ê ewqas malbatên we çawa kanibin jîyanek şoreşgerî bijîn, xwe hînî zor û dijwarîyên jîyanê bikin, ne?
Dema hûn di nav du serîyên Dêwê Heft Serî da asê man, qenc bala xwe bidinê, kîjan hovtir be, kîjan bêtir kanibe warê we talan bike, kîjan ji alîyê leşkerî û sîyasî ve xurttir be, bê guman bi wî serî warê xwe bidin dagîrkirin, pê demografya warê xwe bidin guhertin. Heke hûn xwe bidin hêla alîyê din dibe ku xoybûnxwazên we piştî demekê zora wî bibin, dibe ku nikanibe zirara bi dilê we bide miletê we. Her dem, li her derê warê xwe, bi navê parastinê bibin sebeba êrişên hovtirînên li ser can û malê miletê xwe.
Li cem dîndarên xwe bêjin Xwedê tune. Kêmasî û şaşîyên pêximberan bînin zimên. Bêjin ew tenê pêşeng û rêberên gelên xwe bûne, lê mîna me meriv bûne. Hûn dîndar nebin jî li bal atheistên xwe bibin dîndarên hov û tiştekî ji wan ra mehêlin. Xweşbêjên xwe bi şer biqedînin. Dema hûn ji hev biqetin we hîna qot li hev sor nekiribe, bi dilgranî û nîgeranî ji hev biqetin. Ji hev bixeyîdin. Bi salan silava Xwedê jî medin hev. Ji eslê xwe dûr mekevin. Gotineke we a xweş heye, hûn dibêjin “em kurmanc in!” Ev gotin tam li we tê. Tenê hûn kanin gotinek ewqas bi mane bêjin, û pê serkundirîya xwe nîşan bidin.
Zarên xwe meşînin dersên kurdî û kirdî. Li dijî dersên bi zimanê xwe çi ji we bê texsîr mekin. Dema hinek bêjin bi kurdî ders nayên dayîn, zimanekî bêkêr e, wê gavê qûna xwe bilind bikin û li erdê bixin. Dîsa jî zarên xwe meşînin dersên kurdî û kirdî. Binivîsin, bêjin, ewên ku zarên xwe li dibistanan bişînin dersên kurdî xayîn in. Navên aryan li zarên xwe bikin, navên bi kurdî li zarên xwe bikin, lê pê ra bi kurdî mepeyivin. Ev şertekî grîngê serkundirîyê ye. Bi serkundirîya xwe ra rast bin.
Bêjin em amade ne berdestîya dewleta xwe bikin. Li Meclîsê pesnên sîxurên Dêwê Heft Serî bidin. Ji wan ra ghezelan binivîsin. Hûn ketin tengasîyê, bêjin dîya min ji we ye, ez jî ji we me. Hûn bibin mebûs, bêjin, jina min ji we ye, ez jî ji we me. Bêjin mêrê min ji we ye. Di îfada xwe da bêjin miletên Dêwê Heft Serî rîçika darê yê, qurmê darê ye, kurd gulîyê darê ne. Heta gulîyên hişk in. Ev jî dilê we rehet neke, bêjin kurmê darê ne, gûyê darê ne. Birîna wan hem sunet e, hem ferz e. Serê xwe xwar bikin. Devê xwe xwar bikin. Heta ji destê we bê xwe pîs bikin. Bindestî pîsî ye. Pîsî li we tê. Heqê wê bidinê.
Hevalekî we ji we biqete, tafilê temenê wî bikin tarîxa îxanetê. Bi vê jî mesekinin. Bêjin, ew û famîla xwe bi heftê û heft bav û bapîrên xwe, dayîk û dapîrên xwe ve xayîn bûne. Xayînî, şoreşgerî, dîndarî, kafirî, sîxurîyê ji xwe ra bikin nan û pîvaz û dew. Bixwin. Vexwin. Dilê we ji kê ra bixwaze bidinê. Xwe jî bidin ser.
Qîmetê medin pîvanên zanînê, pîvanên exlaqî, ethic û hêmanên din ên meriv pê dibin meriv. Kî derin Mêrsinê bira herin. We cehenema serê wan kirîye. Hûn tim herin Hêrsînê. Hêrs xweş e. Hêrsîn xweş e. Bi hev ra hêrs bin. Tazîran bidin hev. Bi hev ra deng mekin. Bi hev ra bizirin. Bireyên hev. Bigixin hev. Hev û din bidin ber pînan. Li ku derê canê we bixwaze bidin lotikan. Xwe bigevizînin. Bihîrin. Xwe ji hemî awayên kirin û gotinên merivane biparêzin. Wekî din çi dikin bikin. Li we tê.
Canê we li ku bixwaze bazdin ser hev. Paşê bêjin li filan derê cara pêşîn em bazdane ser hev. Kitêba vê binivîsin. Bikin film. Bikin party. Li ser stranan bêjin. Bira alem zanibe hûn kî ne.
Di şahîyên xwe da stranên şînê bistirên. Di şînên xwe da simsimkî bilîzin. Li her derê qala kêmasî û xerabîyên xwe bikin. Di parastina mafên cînsîyetên cîyê da jî mîna merivên xwezan û normal mebin. Her dem marginal bin. Mesela di hemî meeting û conferencên xwe da homosexualityê pîroz bikin, heterosexualityê heft qat têxin bin erdê. Ala qûnek û kîrek û quzekan bidin destê daîk û dapîrên xwe ên di xewnên şevan da jî ew nedîtine. Paşê bêjin, cara pêşîn me ala LGBT bi daîk û dapîr û bapîrên xwe bilindî ezmana kirîye.
Dijminên xwe ji xwe ra bikin hemserok û rêber, pê tazîran bidin serekê miletê xwe. Derewan bikin. Derewkar bin. Gendelîyê bikin. Genî bin. Teresîyê bikin. Teres bin. Ji bo dilê yaran reş, dilê neyaran xweş bibe çi ji destê we bê texsîr mekin.
Li media, huner û edebîyata we berdide canê hev û din ji dil û can xwedî derkevin. Ji bo hûn rojekê bi pêş da qira xwe bînin çiqas şaşî û faşî hene gişkan bikin tac û bidin serê xwe. Media xwezanên xwe a weşanek milî dike, rastîyan tîne zimên, bi karê xwe ê rast û serketî hêjayî pesinandinê ye, bi sîxurîya vîyan û wîyan, bi xayînîyê sûcdar bikin. Êrişî ser rojnamevan û studioyên wê bikin. Heke ev ji destê we nayên, dema çavên we pê ket paşê xwe bidinê. Heta hema ji wê derê biqewitînin. Xebatkarên xwe ên ber dêrî teme bikin bira nehêlin hindir. Çi karê wan heye li civînên we?
Merivîya biserêxwe, serbest, bi rûmet, bi exlaq û ethic ji we ra ji mirinê jî wêdatir e. Dijminê we ê rastîn e. Xwe jê biparêzin. Hûn numûnên dawîn ên serkundirî û xwenezanîyê ne. Baldar bin. Şîyar bin. Çav hene. Berdestî, bindestî û serkundirîya xwe jê biparêzin. Çavînî mebin. Çavînokek şîn bi kuna xwe ve bikin…
22.11.2017, Nisêbîn
Partek vê ironiayê 25.11.2017 da li ser malpera http://www.nusaybinim.com hatîye weşandin. Paşê hemî nivîs ji 10.07.2018 ta 21.08.2018 li ser malpera http://krd.riataza.com bi zencîrenivîskî hatîye weşandin.