XWENEZAN
XWENEZAN
Dema weşanê: Adar 4, 2019, 8:27 Dîtin: 877

Gelî xwenezanên aryan, du hezar û pênc sed û şêst û şeş sal in we daye pê parsekên xwe. Nêzîkî hezar û çar sed sal in we daye pê ereban. Neh sed û çel û şeş sal in we daye pê tirkan. Sed sal in we daye pê ûris, ermenî, azerî û gurcan. Demek nehinek jî we dabûye pê asûrî, grek û roman. Bê gelê xwe hûn bûne leşker, karkir û destirmayên her kesî. Hûn bûne berdest û bindestên gelek gel û miletan. We xwenezanî ji xwe ra kirîye awayê jîyanê. Hûn bi vî awayî ketine rîya çûn û nehatê. Roj bi roj hûn pirtir nêzîkî çala gû dibin. Her kes kane bikeve wê çalê, lê kes nikane jê derkeve. Haya we ji we hebe!

Ji roja keyê we Ajî Dehak qîza xwe daye parsekekî bi vir da, Xwedê li we hatîye xezebê. Nevîyê wî Kuroşê Bozorg li mala bavê xwe ê parsek bi nanê bê xwê mezin bûye. Gotina “nanê bê xwê” gotinek ji rêzê nine. Mala meriv dişewitîne. Bi navê serbestîyê jî malwêranîyê tîne serê meriv. Ez dê bêjim hinekî bidin ber hev û ser hev, lê rind zanim tewş e. Çimkî aqil di serê we da nemaye.

Xwenezanî di dema keyê we Ajî dehak -Xwedê bela xwe daye navê wî- da hatîye li mala we pal daye, û carek din ranebûye. Ji we ra gotîye, ez dota Mazda me. Dema hûn têgihîştin çêlika Ehrîman e, ji xwîna key Xusrew û ji canê Dehak e, hûn gelekî dereng mane. Çimkî di vê demê da têra xwe toximê xwe berdaye nav tamarên mêjîyê we. Mêjîyê we tevizandîye. Hovî, faşî, mirdarî, nezanî û peyrewîya we ji vê ye.

Çavsorîya keyê we aqil di serê serleşkerê we ê xwenezan Harpagus da nehiştîye. Kirina dawîn a Ajî dehaq ew dîn kirîye. Ji ber ku Harpagus nevîyê wî Kuroşê bav parsek nekuştibûye, piştî şîvekê serê pisê wî ê jêkirî di meywedankê da daye ber. Serleşkerê we gava serê pisê xwe ê jêkirî dîtîye, her tiştê şîrîn li pêş çavan tal û tûj bûye. Rabûye taca keyê aryan, taca Ajî dehak bi destê xwe ji serê wî kirîye, daye serê nevîyê wî Kuroşê nanê bê xwê xwarî. Gotina we a “Ma nanê me bê xwê bû?” tar ji wan deman maye.

Dema we bi destê xwe xwelî li serê xwe kir, Kuroşê dê med û bav parsek anî ser textê aryan, tenê textê we neçû. Heşê we jî pê ra çû. Her du jî hîna venegerîyane. Paytextê aryan, Hemedan, bi zimanê we ê wê demê Hegmetana wêran bû. Li ser sera keyê we bûmê kûr hêlîn çêkir. Baxçên gulan şewitîn. Bilbil û şalûl ref bi ref ji wî paytextê xewn û xeyalan bi hewa ketin, çûn, û venegerîyan. Herodotosê grekan, Hegmetana şewitî di îtîhasnama xwe da nivîsîye, we, xwenezanên aryan, ji pis û dotên xwe ra çîroka “Xşasa (Achaemenid Empire) dîsa dewleta medan e, tenê parsekek li textê wê rûniştîye”, gotîye. Rast e, Xşasa bi temamî xşasîya parsekan nebû, lê keyatîya aryan jî nebû, mîna xşasê xwe nîvî parsek û nîvî med bû. Destpêka dawîya keyatîya aryan bû. Ji bo aryan roja li ava, ji bo parsekan dema rora bû.

Xwezanên we hîna jî li gelek şar û şaroşkên warê xwe li textê Hegmetanayê digerin. Ew jî dikin nakin, nikanin wî textî bibînin. Hîna rind nehatine ser heşê xwe. Ji ber gêjîyên berê, nayê bîra wan ku textê li Hegmetanayê we spartîye parsekan li şar û şaroşkên din nayê dîtin. Hûn jî wan rehet nahêlin. Hûn bi gotin û kirinên sosret li vira û wira mîna gayên ser bêderê li dora xwe digerin. Ji bo qed nebe gêjîya wan demeke din berdewam be, we ji nedîtî ve bi tenê nehêlin, nebin xwedîyên xwe û warê xwe, çi ji destê we tê, hûn texsîr nakin. Hûn jî ne hindik in. We bi mêjîyên peyrewên xwe da rîye. Feqîran bi mêjîyekî cilq ê bîn pê ketî dijîn û dimirin.

Çavê textê li Hegmetanayê roj bi roj li bin ningên parsekan dirizê li benda xwezanên we û kargerên rastînên aryan qetîya. Ne xema we ye. Serê piranîya we bi çîrokên bêdewletîyê, bi çîrvanokên neolitic, ecologic, amazon, democratic, û sexistên anarcofascist gêj bûye. Gelekên we jî dane pê qûna dewlet û bizotnewên hovên fundamentalist û conservative. Piranîya merivên we mana van gotinan jî nizanin, lê mîna ayatên kitêbek pîroz ezber kirine, dibêjin û dibêjin.

Her çiqas piştî îslamê, xwezanên we di bin hukmê ereban da diwanzdeh carî hûn kirin xwedî desthilatî jî, her dem textekî we kêm bû. Ti carî hûn tam nehatin ser heşê xwe. Ya jî heşê we nehat serê we. Bi serdestîya parsek û ereban ra we zimanê desthilatîya xwe jî guhertîye. We karê her diwanzdeh desthilatîyan jî bi erebî gerandîye, ne bi kurdî. Rast e wan deman ne tenê hûn, piranîya şênîyên cîhanê bi dînê xwe dîn bûbûn. Wan deman zimanê desthilatîya xrîstîyanên rojavayî jî latînî bû. Dawîya dawîn, hûn ên li ser kar xwîyabûn jî bi rastî ne hûnên xwezan bûn. Hûnên xwenezan bûn. Hûn hûnên xwezan bûna textê aryan di bin qûna parsekan da nedirizîya. Îro jî di nav partyên we da ev rewşa malwêran a xwenezanîyê berdewam e.

Rêzanên we bêyî ku şerm bikin peyamên xwe bi zimanê miletê serdest dinivîsin, dixwînin û dibêjin. We bi rê(ne)zanî û rê(ne)zanên xwe ên sosret gelek aryan bi xwe ra kirine rîya çûn û nehatê. Ew jî dengkirina bi zimanê serdestan marîfet zanin. Dayîk û bavên we ên bi zimanê serdestan jî nizanin zarên bi zimanê xwe, bi zimanê dapîr û bapîrên xwe nizanin digihînin. Piranîya we bi peyvên zimanên serdestan bi kurmancî û kirmancî dipeyivin. Gelek xwendeyên we jî bi peyvên kurmancî û kirmancî bi zimanên serdestan dipeyivin. Hûn ne bi kurdî, ne bi zimanê serdestan zanin, lê mîna avê bi sosretî qise dikin. Hûn sosret, zimanê we sosretî ye. Xwedê miradê we û zimanê we yê sosret bi hev şa neke.

Keyê weyê dawîn ji serleşkerê we ra çi gotibû? “Harpagus, Harpagus, derdê te ez bûm, te kanibû ez bikuştama, û li ser textê medan ti rûniştaya. Lê tu hatîyî nîvparsekekî tînî ser textê keyatîya warê xwe. Dibe ku ji ber vê xwenezanîya te Medya bi hezaran salî neyê ser heşê xwe!” Ev gotina Ajî dehaq bûye nehletek û bi hezaran salan e dest ji pêsîra nevîyên medan bernade.

We warê xwe, canê xwe, malê xwe, rûmeta xwe di sênîyên zêrîn û zîvîn da spartîye dijminên hebûna xwe. We bi destê xwe navê qirbûna xwe qeder danîye. Qeder bûye bela serê we. Ji roja hûn bûne berdestên parsekên xwe bi vir da, we rûyê xweşîyê nedîtîye. Ne tenê parsekên nav malê, ji rojhilat, ji rojava, ji bakur, ji başûr, ji bakurê rojhilat, ji başûrê rojhilat, ji başûrê rojava, ji heft alîyî da kî hatîye li dayîka we pirsîye. Kesî li bavê we nepirsîye. Li Athropatanayê mêrên we serjêkirin. Jinên we ji xwe ra birin. Ji xwînîyên tûranî û keç û jinên aryan miletekî bav tirk û dayîk aryan peyda kirin. Du hezar û pênc sed û şêst û şeş sal in hûn jîyanek bê rûmet dijîn. Ma ne bes e?

Xwenezanîyê mêjîyê we tevizandîye. Hûn di pişta miletê xwe da bûne xencerên jarînên destên teresan. Hûn bûne destên dijminên xwe ên di nav miletê xwe da. Hûn bi gotin û kirinên xwe bûne jara koremaran û ketine nav hingivê şanê. Ji rûyê we faşî, hovî, harî, teresî û korfamî dibare. We aqil avêtîye. Hûn bûne bela serê xwe û miletê xwe.

Hûn li ber derên xelkê, ji bo guherîna kargerîyên wan, ji bo xweşbûna jîyana wan, ji bo zengînbûna wan, ji bo mezinbûna dewletên wan, ji bo xweşîya wan êrişî hev û din dikin. Hûn di demên hilbijartin û rapirsînên Dêwê Heft Serî da mîna merivên Xwedê serî dayêye lê aqil nexistêye, radibin xîjî xwezanên miletê xwe dikin. Hûn ji bo dilê xelkê xweş bikin  roja aryan reş dikin. Hûn ji bo eferimekê ji xelkê bigirin dikevin qirika hev. Kî li hêjayîyên miletê we xwedî derkeve, kî li bin ala rengîn can û malê we biparêze, hûn bi canê wan dikevin.

We şerm ji bîra kirîye. Pozê we naşewite. We derpê ji xwe avêtîye. Ma ewqas korfamî, nezanî, serkundirî ne bes e? Hûn dê kînga têbigên rindên miletên serdest bi rindî, nerindên wan bi nerindî pêlê serê we dikin? Hûn bûne qeşmerên xelk û alemê. Ji bîr mekin, welatên miletên serdest zêr û zîv bin jî tenê rêxa sergo dibe para bindestên wan. Ne kêm, ne zêde.

Ewên we daye pê qûna wan, her roja Xwedê kirinên nehatine dîtin û nehatine bihîstin tînin serê we. Hûn hîna jî dibêjin, em û wan goşt û neynûk in, em nikanin ji hev bin. Êdî  têbigên ku hûn her dem neynûk bûne, ew goşt. Bê serî mayîna we ji ber vê ye.

Hûn dibêjin remza miletê me şêr e. Şêr bi tenê nêçîrê dikin, lê bi hev ra dixwin. Du şêr bi hev ra herin nêçîrê xîjî hev dikin, bi canê hev dikevin. Bê guman destvala vedigerin. Bizin û pezkûvî jî bi rik in. Qiloçên xwe di serê hev da dişkînin. Bi şîr û goştê xwe zikê meriv û gur û hirç û keftaran têr dikin. Ew jî kanin bibin remza we.

Mesele ne ji wêrekî û ne jî ji newêrekîyê ye. Ji şêr wêrektir, ji rovî newêrektir tune. Di şer da her dem şêr serketî ye, lê dema şer bi dawî dibe, alîyên di şer da li hev tên, ê dikene her dem rovî ye, ê ku serî di nav lepan da, stûxwar, kûr kûr diponije jî şêr e.

Li dadgehên piştî şer, bi dadger û dozgerên dijminan şikandina qeleman ne karê aqilan e. Li xwe vearqilin, ji xewa hezar salan şîyar bin. Ji bîr mekin, di şerê mêjî û didanên tûj da her dem mêjî bi ser dikeve. Bi gotinek din di şerê şûr û qelemê da her dem qelem bi ser dikeve. Lêbelê hûn tim qelema xwe bi xençera xwe a jarîn a di pişta xwe da didin şikandin. Hûn wê bi destê xwe hûr û ximûrî dikin. Çem û çem çûyîna we, ji merivîyê derketina we ji vê ye.

Ji bo miletên serdest hûn destirma ne. Leşker in. Paqijkarên avdasxanan û karkirên karên gran in. Li bal wan xwîn û canê we ji avê herzantir e. Li ber destan in. Hûn bi qûna xwe a bi gû dixwazin aqil bidin miletên serdest? Rind zanibin haja wan bi aqilê we tune. Haja serdestan bi aqilê bindestan tune. Heke hûn bixwazin ji qedr û qîmeta xwe a li bal serdestên xwe têbigên, li mebûsên xwe ên li meclîsên wan mêze bikin. Çend kes dibin bira bibin, pênc quruş qîmeta wan tune. Çimkî ew ji we ne, deng û rengê bindestîyê ne. Ne bi taxa serdestan ra ne. Democratên we li ber fascistên wan bejna xwe ditewînin. Giregirên we jî mîna we ne. Hene, lê tune ne. Zindî ne, lê mirî ne. Li bin heman banî, li ser heman kursîyan rûniştin û peyivîn rastîya xwenezanî û xwezanîyê naguherîne. Li ku, kînga bixwazin bi paş stûyê wan digirin, dibin davêjin zîndanan. Serdest çi bixwazin kanin bînin serê wan. Xema kesî nine.

Kînga hûn ji rastîyan rast têbigên, ji bo jîyanek bi serê xwe û dadwer li bin ala xwe a rengîn bi hev ra bibin yek, bi dil û can bibin leşkerên parastina can û malê hemî zindîyên li warê xwe, ne tenê wan ji êrişên dijminên der û hindir, heta ji wan bêtir ji dijminên xwe ên bi navên nezanî, mirdarî, gendelî û bêdadîyê biparêzin, wê demê hûn’ê bibin merivên xwezan û bi rûmet. Bizanibin dijminên li ber çavan, zarên nezanî, bêdadî û gendelîyên we ne.

Xwenezanî nexweşîyek gran e. Dermanê wê li dermanxanên xwenezanan peyda nabe. Hûn neçar in ji dermanxanên taxên xwezanan peyda bikin. Metirsin. Kes ji xwezanîyê namire. Dermankarên xwezanan ne xwînîyên we ne. Li warê xwezanan mirin jî parçekî jîyana bi rûmet e. Tarîya ji bo dîtina çirûsîna stêrkan û zanîna hêjayîya biriqîna rojê ye.

29.03.2017, Nisêbîn

Ev ironia ji 04.04.2017 ta 24.07.2017 li ser malpera www.nusaybinim.com bi zencîrenivîskî hatîye weşandin.