Makale

SERKUNDIRNAME

Raif Yaman 1,372 Okunma

SERKUNDIRNAME

Serkundirino,

Qîmetê medin zindîtî û zindîyan. Bibin dijminên zindîtîyê, yarên mirdarîyê. Zindîyan bikujin. Mirîyan pîroz bikin. Bibin bengîyên çavên mirîyan. Bira cîhan we bi mirîperwerîyê nas bike, ne zindîperwerîyê. Goristanên bi nav û deng ava bikin. Buhuşt û Dojexê bikin benîştê qanikan û ji devê xwe dermexin. Gund û bajaran tev şênîyên wan wêran bikin. Daristanan tevî hêlîn û lanên di nav da, tevî qulên her awayên şênîyên wan bişewitînin. Li her derê pesnên axîretê bidin. Ji cîhanê ra xeberan bidin. Mirdarî li we tê.

Mebin meriv. Mebin milet. Mebin dadwer. Mebin dîndarên rîya heq. Guh medin heram û helal. Kelheram bin. Parîyek nanê helal mexwin, bi zar û zêçên xwe jî medin xwarin. Heramîyê bikin. Heram bigerin. Heram bijîn. Heram bimirin. Heramî li we tê. Mebin bêdînên rîya rast. Mebêjin va şaş e, va rast e. Mebêjin va bikêr e, va bêkêr e. Ji rîya şaş dermekevin. Bi navê xwe şaş, bi paşnavê xwe bêkêr bin.

Tim ji dawîyê ber bi sêrî herin. Ji serî ber bi dawîyê merin. Rast merin. Paşberkî herin. Her kes kane pêşberkî here. Ya jî ji nîvî ber bi dawîyê herin. Navberkî herin. Berwarkî herin. Gavên xwe rast mavêjin. Xwaro maro herin. Heta bi ningan merin. Xwe xîj bikin. Ê xelk û alemê sor û zer be, bira ê we tim ji dinê der be.

Xweş mebin. Tim nexweş bin. Hûn nexweş nebin jî, xwe li nexweşîyê daynin. Bibin nexweşên nexweşîyê. Dilxirab bin. Dilê xwe xirab bikin. Dilê xwe bi xwe bişewitînin. Kê rewşa we pirsî, hema dest bi girî bikin. Xema kesî nebe jî, hûn dîsa lê bixebitin dilê wan bi xwe bidin şewitandin. Ji rastîyan dûr, jîyanek derew bijîn.

Zar û zêçên xwe li cem heval û hogirên wan pîs bikin. Pê ra pevbiçinin. Tazîran bidinê. Wer bikin ku bira heft qat bikevin bin erdê. Bi vî awayî hûn kanin çêtir dilê wan bişkînin. Hûn rindtir zanin serê şikîyayî xweş dibe, lê dilê şikîyayî mîna şûşa şikestî ye, birîna lê bi derizkî be jî heta mirinê xweş nabe.

Zarên we bira ji we bitirsin, lê bira qed ji we hez nekin. Tim awiran bidinê. Carekê be jî bi rûyekî xweş lê menihêrin. Bi zar û zimanekî xweş pê ra deng mekin. Dema hûn lê dinihêrin bira tim mizûrê we tirş be. Hûn jê hez bikin jî di dilê xwe da jê hez bikin. Medin xwîyakirin.

Ji xelkê ra yar, ji xwe ra mar bin. Xwe şaş mekin, mebin marên bê jar. Ji koremaran jî wêdatir bin. Didanên xwe ên tûj di dil û mêjîyên hev da têkin xwar û ji dil û can jara xwe valayî nav tamarên hev bikin. Bira didanekî we ji bo herikandina jarê tim qul be. Ewqas hev û din bêşînin, ewqas ningên hev bişemitînin, ewqas rê li ber hev bigirin, ewqas dinya fereh li hev û din teng bikin bira Şeytan jî ji dexesîyan here xwe di zinaran werke.. Bi kurt û kurmancî, her dem, li her derê xwînîyên hev bin. Qîyamet jî rabe dev ji berdestîya xwedîyên xwe ên dagîrkar bermedin. Ji xwe a li we tê jî, a ji we tê jî ev e.

Çiqas kirin û gotinên bêkêr hebin bi dilekî xweş bikin û bêjin. Xwe ji yekê jî mehêlin. Gilîyê hev û din bikin. Hev û din li ber derên dadgehên bê dad rezîl û ruswa bikin. Gazindan ji hev û din bikin. Her dem gazinok bin. Derî û dîwarên hev û din guhdarî bikin. Şeytanîya heval û hogirên xwe bikin. Qeybeta hev bikin. Her kesî berdin hev.

Çavnebar bin. Pexîr bin. Di çavnebarî û  pexîrîyê da tim kesên sereke bin. Zikreş bin. Bedbîn bin. Ji hev û din biteqin. Gumanbar bin. Rûyê xweşî û aramîyê mebînin. Rezîl û ruswa bin. Komela Çavnebar û Pexîr û Zikreşên Cîhanê hûn ava bikin. Serekîya wê medin kesî. Ne tenê serekîya wê dergevanîya wê jî medin kesên din. Bi vê kirina xwe mîna ku we cîhan afirandibe pozê xwe bilind bikin. Mîna kerên pişkulên xwe bîn dikin û pozê xwe bilind dikin. Bi pozbilindî li merivan binêrin. Bêjin cara pêşîn me Komela Çavnebar û Pexîr û Zikreşên Cîhanê ava kirîye. Ji serî ya ji dawî ferq nake, di van karan da her dem kesên pêşîn bin.

Bi famîla xwe, bi hêla xwe, bi gelê xwe, bi miletê xwe yarîyên xwe bikin. Henekên xwe pê bikin. Gotinên we ên di derbarê we bi xwe da bira ji pînên keran jî xerabtir bin.  Lê ji bo xwedîyên xwe ên çavsor û dagîrkar ker û kûçik bin. Barên wan bikşînin. Li ber derên wan bireyên hev û din. Pesnên wan bidin. Pesnên axên xwe ên bûne berdestên dagîrkarên çavsor bidin. Bi navê şêxên xwe ên derewkar sond bixwin. Mala şêx bi ser mala Xwedê ra bigirin. Pesnên hemî xwedîyên xwe ên gendel, dizek, mirdar û zengîn bidin. Hûn bi xwe her dem zilûtên qûnbilût bin. Zarên xwe bi navê kole bi nav bikin, da ku xwedîyên we ji we ra bêjin eferim.

Êrişkar bin. Êrişî xoybûnxwazên xwe bikin. Agir berdin avahîyên wan. Gefan lê bixwin. Bavêjin ser malên wan. Têxin zîndanan. Têra xwe lê bixin. Bê ûjdan bin. Gotinên dêwê heftserî li zîndanên xwe binivîsin. Bêjin, li vê derê Xwedê tine, pêximber çûye tatîlê. Wer bikin ku gelê we xwezîya xwe bi dad û kargerîya dagîrkaran bîne, dilê wî ji we biqele.

Tama nanê bindestî û berdestîyê ji bîr mekin. Nankor mebin. Spasdarên serdest û dagîrkarên warê xwe bin. Rojê pênc caran jê ra dua bikin. Ew nebûna, we’ê çi xwelî li serê xwe bikira! Bêjin, bindestîya Dêwê Heft Serî bextîyarî ye. Xweşî ye.

Êrişî xwe bikin. Êrişî hêjayîyên xwe ên milî, culturî û hebûnî bikin. Êrişî serekê miletê xwe bikin. Êrişî pêşmergên xwe ên xoybûnxwaz bikin. Êrişî hemî awayên ramanên biserêxwebûnê bikin. Êrişkarên qenc bin. Êrişî Qesra Qenco bikin. Qenco bikujin. Dest daynin ser qesrê. Lê reqîyê vexwin. Bi gotinek din şîrê şêr bixwin. Şîrê kerê bixwin.

Hîç tiştek ji we neyê, bi navê biserêxwebûn û xoybûnê bilîzin. Mesela ji biserêxwebûnê ra “serxwebûn” bêjin. Ji biserêxwe ra “serbixwe” bêjin. Heta ji we bê “serêxwebixwe” bêjin, wisa çêtir li şexsîyet û zimanê we yê sosret tê. Ji bîr mekin ji mezinê xwe ra jî eynî mîna nuka bêjin serok. Ji xwe giregirên we her dem piçûktirînên li ber mirêkên dêwan in. Hezar hebên wan bi nînoga serekekî nakin. Gotina serok bê kêmasî lê tê. Bi nezanîbe jî we navekî hêja li wan kirîye.

Ramana dewleta biserêxwe bavêjin sergoyên colonialistan. Bêjin, biserêxwebûn tal û tirş û tûj e. Ne tê xwarin, ne tê vexwarin. Bêjin, komarên democratic ên li Rojhilata Navîn, Enedol û Qefqasan şekirên Şamê ne. Şam, ne tenê bi şekirê xwe, bi kerê xwe jî bi nav û deng e. Xwe ji tama ên pêşîn û mêjîyê ên dawîn bê par mehêlin.

Rojekê colonialistên we ji neçarî ji bo demeke nedîyar buhostek axa welêt bispêrin we, pêşîyê ala miletê xwe lê qedexe bikin, paçikekê rengînê dimîne ala Etiopiayê bilind bikin. Her roja Xwedê bi navê internationalityê ji hêjayîyên miletê xwe ra xeberan bidin. Gotinên tewşo mewşo bêjin. Mesela bêsînorîyê biparêzin. Bêjin li cîhanê cara pêşîn me ji bo miletê xwe warekî bê sînor dîyar kirîye. Paşê herin li ser wan sînorên bi gotina we tine ne bi berikên çekdarên Dêwê Heft Serî can bidin. Li wan deran pêlê maînan bikin. Komela Kulekên Welatê Bê Sînor ava bikin.

Li ser rindî û xweşîya bi hezaran salan berê kitêban binivîsin. Ghezelan bixwînin. Çiqas duayên nayên qebûlkirin hebin jê ra amîn bêjin. Ya jî amen bêjin. Ji gotinên xweş û kirinên tewş tirşikekê çê bikin û heta hûn pê biteqin bixwin. Bêjin cara pêşîn me ev tirşik çêkirîye. Tirşika gotinên xweş û kirinên tewş noşî canî we be.

Bi zimanên êdî gundek jî li warê we jê tênagihê binivîsin. Navê parkek nav bajarê xwe bi heft zimanan binivîsin. Hinek ji we bipirsin, jê ra çîroka pirzimanîyê bêjin. Lê bi zimanê xwe nizanibin. Bi zimanên Dêwê Heft Serî pir xweş û nazik bipeyivin. Sosretîyan ji xwe ra bikin principên jîyanê.

Li meetingên xwe ên li welêt û li derveyî welêt rê medinê kes bi ala miletê we bikeve nav refên we. Di newrozan da jî mehêlin welatîyên we bi wê alê beşdarî pîrozbahîyên we bin. Dema hûn nikanibin tiştekî bikin, pê ra bixeyîdin. Tazîran bidinê. Bira gotinên we mîna pînên keran li dilên wan bikevin. Ji bîr mekin, ew dijminên we ên rastîn in. Lê mebuhurin ha! Gunehê xwe pê meynin. Ji xwe razî bin. Ji a xwe damekevin. Heqê serkundirîya xwe bidin. Bira dinya alem zanibe hûn kî ne.

Imperialist û sionist ketine nav we. Dixwazin we û dagirkarên we ên delalîyên malê berdin hev. Dixwazin hûn ji Dêwê Heft Serî ra bêjin colonialist. Dixwazin bi destê we wî dêwê delalî helak bikin. Dixwazin destên we ji hev bikin. Dixwazin hûn bibin miletekî xwedî dewlet. Heta dixwazin hûn bibin miletekî bi rûmet. Helbet ji bo berjewendîyên xwe van jar û zuqûman li ser we ferz dikin. Çimkî li Asyayê pêwîstîya wan bi hevalên strategic ên nû heye. Ev ne xwastinek demkî ye. Dibe ku bi hezaran salan hûn êdî nikanibin rûyê berdestî û bindestîyê bibînin. Haya we ji we hebe. Şîyar bin. Bi dengekî bilind jê ra bêjin, naaaaa!

Imperialist û sionist bi qedera we dilîzin. Qebûl mekin. Bêjin, em nikanin ji hev bin. Bêjin, em û serdestên xwe, wate yarên dayîkên xwe mîna neynûk û goşt in. Şerm mekin, rast bêjin. Bêjin, ew goşt in, û em neynûk in. Bêjin, me bi sedsalan, heta bi hezar salan xwe li hev qelibandîye. Wate me qîz danin hev. Em bûk û zavayên hev in. Heke hinek xêrnexwaz rabin bêjin gelek bûk û zavayên we ji miletên din jî hene, hûn çima bi wan ra li eynî dewletê najîn? Bersîvê medinê. Silavê jî medinê. Xwîyaye wan rîya xwe şaş kirine. Haya wan ji felsefa serokê we ê bê ta tune. Dibe ku feqîran nizanibin bi zimanên Dêwê Heft Serî bixwînin. Kesî jê ra ew ramanên ji kitêbên pîroz tercûme jî nekiribe. Bîna xwe teng mekin. Ma merivên bi zimanên Dêwê Heft Serî nizanibin jî meriv in? Dibe ku kêmaqil bin, ya jî korfam bin. Pê yarîyên xwe bikin. Pê henekên xwe bikin. Pê qerfên xwe bikin.

Rastîyên xwe ji imperialist û sionistan ra eşkera bêjin. Bira xwezîya xwe daqurtînin. Bira careke din têbigên ku li ber derê şaş in. Ji hêşîgê biqewitînin. Heqê kesî tine dawîyê li berdestî û bindestîya we bîne. Heqê wan tine we ji vê nameta Xwedê bê par bêlin.

Hûn sêwîyên ometê ne. Mafê kesî tine sêwîtîya we bi dawî bîne. We ji vê nametê bê par bêle. Sêwî sêwî gotîye. Ma tiştekî wer dibe? Ev xwe çi dihesibînin? Yaxme e? Dixwazin we jî mîna xwe bê xwedî bêlin. Gefan lê bixwin. Pêwîst be, bi colonialistên xwe ra bibin yek. Êrişî ser xoybûnxwaz û berxwedarên xwe bikin. Êrişî hevalên wan bikin. Bira alem zanibe hûn çiqas destirmayên hêja û mukurvala ne. Bira bizanibin, hûn çiqas berdestên yarên dayîkên xwe û dostikên bavên xwe ne. Bira bizanibin hûn çiqas dijminên dayîk û bavên xwe ne. Bira bizanibin hûn çiqas teres û bêrûmetên nav malê ne. Bapîr û dapîrên we ên berxwedar û xoybûnxwaz merivên mîna we bi navê kurmên darê bi nav kirine. Bi rastî jî ev gotin pir xweş rastîya we tîne zimên.

Yorum