Makale

PÎVAZ

Raif Yaman 1,160 Okunma

PÎVAZ

Di jîyana hemî merivan da pîvaz xwedî hêjayîyek bê hempa ye. Li ser dîtina wê, kifş kirina wê, ji alê Xwedê ve dayîna wê, xweşbûn û nexweşbûna wê, tûjbûn û şîrînbûna wê gelek gotin hene. Ên ku pê henekên xwe dikin jî hene, ên ku xweşbûna wê nakin mijara guftûgoyê jî hene. Bi bawerîya aşpêjan xwarinxana bê pîvaz xanîyê wêran e. Ji rojhilat heta rojava va rastîyek e. Hela medenîyetek heye ku tê da pîvaz û jîyan xwedî eynî manê ne. Ji merivên vê medenîyetê ra pîvazxwar jî tê gotin. Tê bawer kirin ku, gelên dil dane pîvazê ji malbata pîvazê ne. Tûjbûna wan, rengên wan, pejna wan, tama wan, bîna wan çiqas ji hev dûr be jî di rastîyê da ewqas nêzîkî hev in.

Hemî bawerîyên famîla pîvazê û kitêbên wan ên pîroz li ser dayîk û bavê pîvazxwaran xwedî eynî fikrî ne. Di ti yekê da, meriv rastî dubendîyek bi qasî serê derzîyê jî nayê. Dînzanên vê medenîyetê didin xwîyakirin ku, sêv ti carî qedexe nebûye. Meywa ku ji alî Xwedê ve hatîye qedexe kirin pîvaz e. Pîvaza buhuştê xwedî tamek hingivîn bûye. Dara pîvazê her dem hemî kulîlkên pîvazî bi hev ra vekirine. Her kulîkek xwedî reng û bînek bê hempa bûye. Di ser da her yek xwedî awazekî musical bûne. Şeytan jî, ne ji ber tiştekî din, ji ber ku bi çilekbûna xwe nikanibûye, û her gava di ber dara pîvazê ra derbasbûye av bi devê wî ketîye, dawîya dawîn bi nefsa xwe nikanibûye û pîvazek bi gulî ve gez kirîye. Piştî vê rûdana ne xweş ji fêrişteyîyê hatîye avêtin. Dû wê rojê ra ew û Xwedê ketine qirika hev. Bûne neyar. Li gor gotina Şeytên tama vê meywê ewqas xweş bûye ku Xwedê nexwastîye kesekî din xwe nêzîk bikê.

Navê Ademê rastîn Ardem bûye. Tê gotin ku ji axê çêbûye. Lê ji kîjan axê? Bê guman, ji av û axa pîvazê çêbûye. Ax bi xwe jî, ji pîvazê çêbûye. Ma roj ne pîvaza zevîyek ezmanan e? Çi heyf, îro hinek merivên xwe zanyar dihesêbin jî naxwazin vê rastîyê bibînin. Her çiqas bêjin di zanînê da berjewendî nînin jî divê meriv guh nedê. Eger wisa bûya ew'ê kesî bi rastîya pîvazê jî nelîsta.

Navê Hewayê jî berê Hewar bûye. Hinek dibêjin ku Hewa ji parxanek Adem çêbûye. Va gotina ji binî da derew e. Ji ber ku wê demê parxanên wî tunne bûn. Tiştê ku îro jê ra parxan tê gotin jî ji warxanên pîvazê pê ve ne tiştekî din bûne. Lê mixabîn Şeytanê pîvazullat nav guhertîye kirîye parxan.

Dema Şeytan ji nav fêriştan hatîye qewitandin, ew jî hêrs bûye, sond xwarîye li dijî xwastinên Xwedê çi ji destê wî bê texsîr neke. Xwedê jî gotîye tu ji bavê xwe ve bê minet î, ewên bi gotine te bikin rûyê xweşîyê nabînin, ez’ê mala wan bişewitînim. Ji wê rojê bi vir da ne Şeytên dev dev ji sonda xwe berdaye, ne jî Xwedê li kesên pê xapîyayê hatîye rehmê.  Ji wê rojê şûn da fêriştekî jî pê ra deng nekirîye. Hevalên wî ên duh, dema çavên wan pê ketî rîyên xwe guherandine. Bîna wî teng bûye. Hûn rastîyê bipirsin, piranîya fêriştan ji dexesîyan nexwastine wî bibînin. Ji zîlikên pîvazan bigire ta nêrî û lalegul û porên pîvazan yek jî nedaye wan. Bîna pîvazê ew del û dîn kirine. Newêrabûne di nêzîkê ra jî derbas bin. Tenê bîna wê kanibû heşê wan ji sêrî bibira. Ditirsîyan. Neheq jî nebûn.

Ava kanîya pîvazan li buhuştê bi nav û deng bû. Dibêjin ava Zemzemê tama xwe ji ava vê kanîyê girtîye. Hinek jî dibêjin ji ava şîrê pîvazê ye. Hetanî wê rojê bê Şeytên kesî venexwaribû. Rojekê dema Şeytên devê xwe kir kanîyê û vexwar, keçek delal a di xewna xwe da jî nedîtibû, di avê da xwîyabû. Navê wê nizanibû. Ne xem bû. Ava xwe têr vexwar, rabû ji darpîvaza ser kanîyê laleyek sor û pîvazek çinî, pêşîyê lalegul da destê wê şox û şenga Gulistanê, paşê jî pîvaz daye. Rindîya lalegulê aqil ji sêrî bir. Bi tama pîvazê serxoş bû. Her çi xerabîyê rûdabe piştî wê kêlîyê rûdaye.

Demên berî Ardem û Hewarê dengê li ser Lalegulê li ser zindîyekî din tine bûye. Ewqas xweş bûye. Dengê vê kulîlka pîvazîn ewqas xweş bûye, ewqas xweş bûye, evîndarên buhuştî bi navê wê sond xwarine. Ji ber ku ji famîla pîvazê bûye ti yekî newêrabûye xwe nêzîk bikê. Piştî wê rûdana nexweş, hezar heyf û mixabin ew jî bi lalbûnê hatîye ceza kirin. Ji wê rojê şûnda navê wê bûye Lale. Dema keça xama têgihîşt ku divîya bû ew kulîlk negirta û ew meywe nexwara pir dereng mabû. Dike qêrîn û hewar. Ewqas bi şewat dike hewar ku agirê sor bi dilê meriv dixe. Wan deman li Gulistanê tenê ciwanek hebû. Dema ev qêrîn bihîst dilê wî pê şewitî. Pilotîyên êgir jê bilind bûn. Ji ber vê yekê navê wî bû Ardem, navê keçika delal jî Hewar ma. Ji bo ku agirê dilê Ardem vemirîne Hewarê pîvazek dayê. Ji bo ku dilê wî bikevê jî lalegul dayê. Şeytên karê xwe ê pêşîn bi dile xwe biribû serî.

Ardem û Hewar her du jî ji Gulistanê hatin qewitandin. Hew nihêrîn şilf û rût mane. Ji hev û din şerm kirin. Bazdan perê darhêjîrê dan ber xwe. Her yekî bi perekî darhêjîrê navranên xwe nixumandin. Şîrê hêjîrê ê ta wê rojê bi şîrîntîya xwe bi nav û deng bû cezakî gran xwar. Ji şîrbûnê ket û bû şîrik. Şîrikê hêjîrê herikî ser canê wan. Cara pêşîn canê wan xurîya. Cara pêşîn şîrikê hêjîrê bû agir û bi canê meriv ket. Mîna ku moz pê bigirin, her yek bi derkê da revîyan. Hev û din wenda kirin. Meriv bi vî awayî nexweşî nas kir. Dibêjin heke şûna perê darhêjîrê bi pûşên pîvazê ew derên xwe binixumandana, ewê nexweşîya xurê derneketa. Bi bawerîya pîvazxwaran, di vir da jî tilîya Şeytanê Pîvazullat hebûye.  Ji ber vê sebebê dara hêjîrê di hin çandan da xwedî maneyek ne xweş e. Dibêjin cihê dara hêjîrê lê were danîn ocaxê meriv kor dibe. Warê wan ê nû dinya bû. Dinya derewîn, dinya fanî. Ji wê rojê şûn da lalegul bû nîşana evînên helbestî. Evînên îstîsnayî. Evînên efsûnî. Li gor pîvazxwaran Laleş jî, navê xwe ji vê Lala pîroz digire. Li dinya derewîn, gul bû nîşana eşqên derewîn. Eşqên piştî marê diqedin û mîna gulan dipelimin, hişk dibin û derin.

Dara pîvazê hat ceza kirin. Ji darbûnê ket. Şîrînîya xwe wenda kir. Parçe parçe bû. Bi navê famîla pîvazê, famîleyek nû derket. Pîvaza şîrîntirîn jî bû xwedî tûjîyekê. Ji reng û bîna xwe gelek tişt wenda kir. Gelek. Bîneke ne xweş pê ket. Ji dermanbûna xwe a ji bo gelek nexweşîya tiştek wenda nekir. Dibêjin ev bîna wê a nexweş û dermanbûna wê jî cezayek e ji bo famîla Ardem û Hewarê. Bixwî poşman, nexwî poşman. Li ber derî bûye şoşman…

Li dinyayê sê kes hebûn. Ardem, Hewar û Şeytan. Di navên wan da guherînek pêk hat. Her du R ji telafûzê ketin. Tê bawerkirin ku guherîna pêşîn a phonologic û phonemic ev bûye. Li gor zimanzanên dîndar ev guherîn ji alê Felekê ve hatîye pêkanîn. Lê, Saussure û Chomsky di vî warî da wisa nafikirin. Kêfa wan e. Bi vî awayî Ardem bû Adem û Hewar jî bû Hewa. Her duyan cara pêşîn Felek nas kirin. Li ser vê guherîna navan berî ku hev û din nas bikin, ji hev xeyîdîn. Ji Felekê ra Feleka xayîn gotin. Piştî demek dirêj hatîye têgihîştin ku Felekê nexwastîye pîvazên dinyayê bi wan ra par bike. Ji ber vê yekê bi navên wan lîstîye. Sebeb çi dibe bira be, ev bedbînî bi dilê Şeytên bû.

Zanayên pîvazxwar di hemî civînên xwe da li ser rastîya avabûna dinyayê disekinin. Li gor nezerîya wan roj pîvaza herî mezin a gerdûnê ye. Hûn li kîjan gazî bigerin tê da tê dîtin. Car caran teqînên mezin tê da çê dibin. Di encama van teqînan yekê da dinya çê bûye. Parxanên dinyayê jî mîna ên pîvazê ne. Di nava wan da zar heye ya tine ye, hêj baş nayê zanîn. Bi gotina zanayên namdar ev ewqas girîng jî nine. Dema ku meriv li durûvê dinyayê dinihêre dibîne ku ew jî eynî wek ê pîvazê ye. Çawa ku meriv dema pûşê pîvazê ji ser dike û di xwaze hûr bike hêsir dikevin çavan, zarok dema dinyayê dibînin dest bi girî dikin. Bi qasî tê xwîyakirin tûjîya wan jî li hev çûye. Li gor hinek zanayên pîvazxwar teqîna çîyan û herikîna êgir ji şewitîna porên pîvazên bin erdê tê. Ji ber vê yekê berî ku çîya êgir verişin bîna pîvazan her derê digire. Helm bilind dibe. Merivên merezî ên ji bîna pîvazan eciz zekemî dibin. Ji bo ku zekemî nebin ji wan ra ji ava pîvazan derzîyek hatîye çêkirin.

Pêximberê pîvazxwaran rojekê diçe avdana zevîya pîvazan. Ji nedîtî ve dengên bilbil û şalûlan li nav hev dikevin. Ji ezmanê sayî baran dibare. Xurmîn bi xuşîna avê dikeve. Qîrçînî bi bêsîyên kortan dikeve. Bilbilê ku heta wê rojê li ser pîvazê xwendî rê şaş dike, diçe li ser gulê datîne. Ji ava pîvazan toz û dûman radibe. Dibe talaza cinan. Dibe bablîsok. Dibe bager. Tiştên ku bûyîna wan ne mimkûn e, fena tavên baranê didin pê hev. Ba bi xwe ra kitêba pîroz tîne, dide destê pêximberê pîvazxwaran. Bîna pîvazan ji rûperan tê. Rûperên kitêbê ji pîvazên spî, nivîs ji pîvazên hêşîn, sernivîs ji pîvazên sor, berg û nîşanên wê ji pîvazên zer in. Rûperên wê bi kulîlkên pîvazî ên cûr bi cûr hatine xemilandin. Di nav van kulîlkên delal da, ên herî balkêş bê guman lale û şilêr in.

Pêximber li avê dinihêre. Tê da dibîne pîvazek zêrîn a ji nav pîvazên sipî tîrêjên xwe avêtine ser pîvazên hêşîn û sor. Li ezmanan dinihêre, heman rengan bi heman durûvî dibîne. Li çîyê dinihêre, dibîne ku rozerînekê ji ser berfa spî tîrêjên xwe berdane ser berbanga sor û hêşînahîya darûber. Ji wê rojê şûn da ala pîvazxwaran durûvê xwe ê dawîn digire. Ev ala bi navê Ala Pîvazan bi nav û deng e. Di dilê hemî pîvazxwarî da xwedî cîyekî qedirbilind e. Hezar heyf û mixabin hinek partyên pîvazxwaran vê rastîyê nabînin. Ev partyên hanê, paçik û qursikên xwe ên rêxistinî bi navê ala warê Pîvazan didin destê alîgirên xwe. Li gor hin gotinan rayedarên payebilindên van derdoran ji famîla pîvazê xeyîdîne. Bi gotinek din ji xwe xeyîdîne. Ji merivbûna xwe xeyîdîne. Bi armanca tolhildanê dest avêtine kirinên wisa tiro vîzo. Demekê şûnda tevî paçik û qursikên xwe çem û çem çûne.

Bi gotinekê, di demên pir kevn da merivekî bi xiraran pîvazên malbatek feqîr dizîne. Xwedê cezakî mezin dayêye. Ew ji rojê avêtîye şevê. Tiştê ku em jê ra hîv ya jî heyv dibêjin, ji vî Pîvazdizî pê ve ne kesekî din e. Stêrkên bi şev derdikevin jî pîvazên dizîyê ne. Di nav demê da pîvazxwaran navê pîvazdiz guhertine kirine Kadiz. Lê gel û gerdûn zane ku navê wî Pîvazdiz e. Dîsa li gor efsanê xirarek du xirarên wî qul bûne. Pîvazên jê ketine di bin ningên garana dewêr da perçiqîne. Di çavên pîvazxwaran da mîna kayê xwîya bûne. Ji ber vê yekê gelekên wan bawerîya xwe pê anîne ku ew ne Pîvazdiz e, lê Kadiz e. Ji ber ku ramana dizîya pîvazan ji cotkarê çikos derketî, her şev ew jî li ezmana li derdora pîvazên dizîyê xwîyadibe. Piştî ku hinekan Pîvazdiz û pîvazek ya jî çend heb ji xwe ra kirine al, navê wî û pîvazên wî jî guherandine, kirine hîv û stêrk. Navên wan ên berê û rastî bi qanûnê qedexe kirine. Zana û mamostên universitên wan li ser vê derewa mezin gelek kitêb nivîsandine. Lê, çi kirine ji bîn û xweşikîya famîla pîvazê nefilitîne.

Bi hezaran salî berê hûtekî heft serî li zevîya pîvazan peyda bûye. Her serîyekî rojê heftê ton pîvaz daqurtandine. Wekî ev ne bes be, li ser pîyên wî jî di dilqê maran da du hejdîya peyda bûne. Van hejdîyan jî her yekî di rojê da çel ton pîvaz xwarine. Li dinyayê xela pîvazan derketîye. Ji heft serê hûte heft serî her yekî di mehê da sî gurz kulîlkên pîvazî dane evîndarên xwe. Li ser vê yekê pîvazxwaran serî hildane û hûtê heftserî kuştine. Bûne xwedî desthilat. Navê wê rojê, Roza Pîvaza Hêşîn lê kirine. Lê ji ber kêmbûna pîvazan hêza wan têr nekirîye ku ji çelekî zêdetir xwe û cîranên xwe bi rê ve bibin, fen û fûtên neyêr ji holê rakin. Baş tê zanîn ku xayînê dîrokî tenê ji bo navê keyê cîran rabûye serê keyê xwe daye jêkirin. Heta di gotinek xwe da vê yekê pir eşkera dibêje: “Ma min’ê çawa nedaya pê Sîrûs? Ne tenê ji devê wî, ji navê wî jî bîna sîran dihat!” Taca keyê xwe daye xatirê bîna sîran. Ji bo çend kîlo pîvaz, azadîya xwe firotine û dawî li serdestîya xwe anîne. Carek din jî nehatine ser heşê xwe. Ji wê rojê şûn da di şûna ava gûşîyên pîvazan da, dew vexwarine û razane.

Dema Hîndîyan di ava Ganj da, Qiptîyan di ava Nîl da xwe ji gunehên xwe pak dikirin, pîvazxwar ji ava Ferat û Tîgra dernediketin. Dibêjin wê demê navê Tîgra rasterast Sîrav bûye, navê Ferêt jî Pîyazav bûye. Navên hemî rûbar û newalên diherikin van çeman ji famîla pîvazê bûne. Ava Sîrim ji van yek e. Ew jî paşê bi guherînek phonologic bûye Sîrwan. Dema dinyayê hîna nû xirîstîyanî nas dikir, Îsa û şagirtên xwe rastîya dînê xwe danîn zimên, dixwastin peyrewên xwe zêde bikin.  Pîvazxwaran şertek danîn ber wan. Ger şertê wan bihata pejirandin ew’ê hemî bi carê bibûna xrîstîyan. Xwastina wan ji alî mamoste, xwendekar û peyrewên wî ve rast nehatîye dîtin. Bi rastî xwastina wan ewqas mezin nebû. Dixwastin waftîz bi ava pîvazan bibe, di baxçê her dêrekê da ji bo çandinîya pîvazan cîyekî avî bê dayîn û durûvê zengilê dêrê jî mîna pîvazê be. Dixwastin berî çûyîna dêrê xwarina serîyek pîvaz mejbûrî be. Tiştekî din nexwastine. Hêj nehatîye zanîn ji ber çi van xwastinên pîvazxwaran şûnda hatine vegerandin. Ji serdestan xwastinên bi vî rengî ên pîvazxwaran îro jî rastîyek malwêran e.

Yorum