LI BIN EZMANEKÎ BÎYANÎ QÊRÎNEK AZADÎYÊ
Şevek ji şevên payîza dereng bû. Pelên zer ên daran vir da û wê da berba dibûn. Darên bi hatina buharê ra xwe xemilandibûn wekî merivekî hestî maye li ber bayê werza mirinê diricifîn. Darên şilf û rût bi gulîyên xwe ên bi çend pelên zer ên hişk li ber xwe didan. Payîzê bi qêrînek bê deng a ji perpûlên berfa sermawezê, hêdîka cîyê xwe dida zivistanê. Mirina sirûştî mîna marekî kor îcarê ne bi awakî xwezayî, lê bi awakî bê wade, bi awakî beravêtî bi ser ketibû.
Bayekî sar dihat. Ji mûyên serî heta hestîyan, meriv ji sermana diricifîn. Di vê seqema sar da bîna şewatê dihat. Li bin ezmanekî xerîb, li kêleka zeryake qirêjî perpûlên berfê bi xem dihatin xwarê. Dixwastin merivahîyê ji rûdanek nebixêr agahdar bikin. Lê tiştek ji dest nedihat. Bê zar û bê ziman bûn.
Çend roj berê kerîyê koremaran bi serekîya keftarekî boz û dêlegurek ji devê wê girêza harbûnê diherikî li hev civîyabûn. Rojekê şûnda dêlegura har li ser xwastina keftarê boz û koremarên wî ên ji devan xwîna merivan diherikî ferman dan. Ferman eşkera bû: "Dengê Azadîyê bişewitînin" digot. Nîvê şevê ji zû da derbas bûbû. Berfa spî hêdî, hêdî reş dibû. Çilkên baranê fena rişk û spîyan xwe berdidan nav xewnên merivan.
Hemî merivên zindî dinalîyan. Lê kesî hîna nizanibû ka ji bo çi dinale. Birûskan dixwastin bi şîrqînîya xwe merivan şîyar bikin. Lê şîrqînîya wan jî tewş bû. Her kes di xew da bû. Di xewa mirinê da... Tenê koremarên postê merivan li xwe kiribûn, payî bûn. Keftar û dêlegura har wê şevê raneketibûn. Li benda xebera serkeftina koremarên xwe bûn.
Koremaran nola kerîyekî li pê hev xwe berdan kêleka zerya qirêjî. Pêlên zeryayê bi hêrs li kendalên betonî dixistin. Stêrkên zeryayê li ser betona sar yek bi yek di devên koremaran da can didan. Ti yekê nikanibû xwe bigihîne Welatê Azad. Qîje qîja qulingan agir bi dilê zeryayê dixist. Lê vê jî rê li ber koremaran nedigirt. Koremaran hemî jara di devên xwe da valayî tamarên karkirên hêlîna azadîyê kirin û yek bi yek li dû hev vekişîyan qulên xwe.
Ji derketina rojê ra tenê çend saet mabûn. Jara koremaran bûbû agirekî reş. Bi hêlîna Welatê Azad ketibû. Hemî zindîyên di postên merivan da digerîyan, dest bi pîrozkirina şewitandina dengê merivahîyê kiribûn. Bîst brîndar û pakrewanek wekî sorgulên çîyayî tîrêjên ronahîyê didan tarîya rojê. Ji çîyayên Welatê Azad stêrkek sor di demek berbangê da tîrêjên xwe ên zêrîn ên rojîn bi zimanê darûberên çîyayî hêşîn hêşîn berdan ser warê jîyanê û ji kêleka Araratê pakrewan girt nav tîrêjên xwe. Her birîndarek bi sê plotîyên newrozî ramûsîn. Vê ramûsanê birîn xweş kirin. Pakrewan rîya wan ronahî kir.
Welatê Azad bi hemî xweşikahîya xwe dengê xwe bilindtir kir. Tenê zindîyên bê rûmet ên di dilqê merivan da digerîyan di pîrozkirina şahîya xwe da, wekî her carê di pîrozkirina xwe da xeniqîn. Careke din pîrozkirina wan veguherî xemgînîyek bê hempa. Berfa zivistanê bi perpûlên xwe ên kevokî xwe da ber bayê kur û bi gelê Welatê Azad ra ket govenda jîyanê. Wê rojê, li wê derê di nav berfa Agirî da sorgulek kurd berfînek azerî hemêz kir.
Welatê Azad, hewarek ji dilê kurd e. Rojnameyek bi zimanê tirkî, li bin ezmanekî bîyanî, li kêleka zeryake xemgîn diweşe. Nuka dîwarên wê ên şewitîne hêz didin xebatkaran. Li nêzîka quleke koremaran...
Berfanbar, 1995, Stenbol
Ev çîrok di Berfanbara 1995an da di heftenameya Welatê Me da bi navê min ê mustear Rojhat Azadî hatîye weşandin.