HEFT
HEFT
Dema weşanê: Adar 4, 2019, 8:12 Dîtin: 1057

Rojek ji rojên xweştirînên buharê bû. Dengê bilbil û bayê kur bînên xweş ên kulîlkên buharê dabûn ber xwe, gir bi gir, çîya bi çîya digerandin. Stranên evîndarî ên şivanan, dengên lawirên kûvî ên li ser zinar û tatan, çîviçîva çîvikên li ezmana, guregura bayê kur, mehemeha berxikan û bêdengîya gelîyên kûr û kaşên bilind bi xulexula ava belekîyên berfê ra can didan deşt û zozanên qedexekirî. Stêrka sor a di dilê roja zêrîn da, fîstanekî berbangî li xwe kiribû. Kemberek kesk a daristanî li nava xwe a zirav pêçandibû. Bi ser çîyayên kurd ra bê binxet û serxet diçirûsî.

Bîna newrozan gran dihat. Bîna wan çikîya bû. Ava belekîyên berfê şêlî diherikî. Di rojek sayî da şêlîbûna avê elametek xêrê nebû. Deng, reng û pejnên dûrî buharê bi darê zorê li bayê başûr siwar bûbûn li warê botî û behdînîyan digerîyan.

Di van rojên dawîn da baş dihat xwîyakirin ku dengê qebeqeba kewên heram zêdetir bûbû. Li hember êrişên qewmê nikulsor bi tirarek bûn. Dilekî ji soringa azadîyê, heşekî ji axa şîyarîyê, du guhên li benda dengê hevalîyê, mêjîyekî ji xwelîya argûnê zerdeştîyê çekên wan ên grantirîn bûn.

Heft şivan di vê roja xweş a buharê da bi serma zivistanê dicemidîn. Di talda zinarên gelîkî kûr da, ji blûrên şivanî stranên dildarîyê derdixistin û didan ber bayê kur. Li ezmanê çîksayî, ji ber şîrqînîya ewrên pûk û xezebê notayên awazên kurdî yek bi yek diketin bîrek bêbinî. Ji çavên guhdarên bê zar û bê ziman xemgînîyek dibarîya. Segên wan mîna merivên li ber dardakirinê bê çare dikûzîyan. Berê her heft şivanî jî ti maneyek nedan nihêrînên xemgîn ên guhdarên xwe. Pişt ra blûrên xwe kirin berîya kulavên xwe û rabûn bi dileki bi guman li dora xwe nihêrîn.  Na, gur nexwîya bûn. Ramanên di derbarê gurên tûranî da di serê wan da derbas bûn. Xofek ket hindirê wan. Ricifîn. Pêşîyê maneyek nedan vê ricifînê. Sala pêrar jî, wisa bûbû. Wê demê di nêzîka wan ra gurên du ning derbas bûbûn. Gurên tûranî...

Duh bi şev di yanzdehê nîvê şevê da siwarên sor li wan bûbûn mêvan. Piştî vexwarina çayên qaçax, bi hev ra gelek peyivîbûn. Titûna Mûşê gerdena zer a keça axê danî bîra şivanan. Bi gotina wan, cêwrên Asena har bi girêz û didanên xwîn jê diçilkê, bi alîkarîya koremar û dûmpişkên ji cisnê kurmên darê xwe berdane deşt û gelîyên başûr. Bi a wan, divîyabû pêşmerge ti carî paşmergeyî qebûl nekira. Koma siwarên sor xwe di newalekê da berdan jêr û li nav dar û ber ji ber çavan wenda bûn.

Heke talûke mezin bûya ew’ê xwe bisipartana tîrêjên stêrka sor. Li ser vê jî gelekî bi hev ra şêwirîbûn. Her heft jî xwedî zar û zêç bûn. Malên wan bi kulavên wan ên şivanîyê germ dibûn. Bi dengê blûra wan têr dibûn. Dema biçûna şer ew’ê kê ew xwedî bikirana? Hezar pirs û bersîv di serê wan da li bin guhên hev diketin.

Roj bilind bûbû. Tava rojê û bayê hûnik ê buharê bi hev ra li çîyayên medan digerîyan. Dengên di nav vîzînîya bê da hêdî hêdî dihatin têgihîştin. Ev deng û xwedîyên vî dengî bi çavên serên xwe jî dîtibûn. Çend hevalên wan di girêza van zindîyên pîs da xeniqîbûn? Hejmara wan ti kesi nizanibû.

Ewrên barana xezebê her ku diçûn nêziktir dibûn. Belekîyên berfê di bin potînên reş da carek din dinalîyan. Mirina bi çekên alman û bi destên tûranî nêzîktirî heftan dibû. Artêşa mirdaran bi hemî rengên guernicayî ên ji firça Picasso, bi jara Francomisto dest bi êrişê kiribûn. Ew merivê hêj duh hêvarê van heft şivanan bi nanê xwe zikê wî têr kiribûn nuka bûbû agirekî sor û bi canê wan ketibû. Hêj çend saet berê ji bo şitlên azadîyê, bi navê rojê sond xwaribû. Ewê Heftan ji ku bizanibûna agirê patofê jî nine xwelîya wî bi ber didanên bayê kur bikeve.

Dinya ye, ji hinekan ra buhuşt, ji hinekan ra dojex e. Xudayê mezin jî di kitêba xwe da wisa nivîsî ye. Lê di van salên dawîn da êdî bawerîya şivanan bi gotinên wî jî nemabû. Nêçîrvanê Berazan bi peyvên ji zimanê rojê di rîya tarîyê da ji koremarên çolê û gurên har ra dixebitî. Li nav dar û berên buhuştê bûbû ava bivirê ji pola. Şivanan êdî baş fam kiribûn ku ew’ê jî bi tîrêjên sor herin warê pakrewanan. Jîyan pir caran di çûyînên bê hatin da bû li vî welatî.

Roja sor li warê xwe sip û sar bûbû. Te digot qey ta girtîye. Dilerizî. Vedilîst. Ji kerban digirîya. Mîna peşken barana nîsanê hêsir ji çavên wê dihatin xwarê. Bi tîrêjên xemgîn nama gazindên xwe ji Ahûra Mazda ra dinivîsî. Xwedê zane ev cara çendan bû hêsirên rojê ji ewrên neçar tav bi tav dihatin xwarê. Hêlînên keskesoran wê şeva reş û tarî bi agirê birûskan dişewitîn. Ji xewa xwe a şîrîn vediciniqîn. Dipekîyan. Holî ser xwe dibûn. Ji heft rengan heft axîn bilind dibûn. Berê xwe dabûn guhên Xwedê şev û rojan. Lê, li vê dinya pîs û genîyan xema kê bû xemên rojê.

Qêrîn û nalînên heftan erd û ezman dihejandin. Hinek xwînîyan bi singûyên xwe pî, ning, guh, dev û bîvilên şivanan jê dikirin. Hinekan guhên jêkirî ber hev dikirin. Ev guh li ber rojê hişk dikirin, di zerfekê da ji famîlên xwe ra dişandin. Piranîya merivên wan bi lehengîya kurên xwe pesnên xwe didan. Tarîyê bi keviran serê tîrêjên ronahîyê di perçiqand. Di destan da serên jêkirî bi camerayên xwe photoyên hev dikişandin û tûyî nav çavên merivahîyê dikirin bi serkeftinek şevreşî. Hinekan dinîhan mirîyan. Hinekan didanên xwe ên kevirî di serên şivanên mirî da kiribûn xwarê. Di nav çend deqan de mêjîyê wan derxistibûn. Navê kod ê yekî "Kürdistan Celladı" bû. Li ser deftera xwe a bîranînê ev nav nivîsîbû. Di van sê çar meyên dawîn da, zewqa wî a herî mezin vexwarina xwînê bûye. Hinekan pilingên tituna xwe di bedena şivanan da vemirandibûn. Ji van dudîyan bi partanên xwe ên li ser serîyên perçiqandî nîgarên lehengîya xwe kişandibûn û ji famîlên xwe ra şandibûn. Hevalekî wan jî, goştê şivanekî nîvşewitî dixwar.

Qêrînên şivanên bi dengên "Ayy daayêêêêê! Aaaaxxx!" û ên ku bi herfan nayên nivîsandin, bi firçê nayên nîgarkirin, reng û xetên ressaman nikanin bînin zimên, cameraman nikanin bikişînin, dilê bayê kur disotin. Qêrînên ku tenê merivê derdixînin zanin çiqas bi êş in... Dîsa jî her heftan ji devekî, "Hûn kanin me bikujin, lê ti carî nikanin me bikirin" gotibûn û tifî rûyê lixwemikurhatî kiribûn.

Heftekî şûnda, ji kerîyê mirdaran tenê yêk mabû. Her çiqas alîkarî ji lanên gurên har xwastibû jî kes nehatibû hewarê. Gurên duning jî mîna ên çarning ji êgir ditirsîyan, hela ji agirê şevê hindirê wan diqetîya. Nedixwastin xwe lê bikin xwedî. Birîna wî zaf gran bû. Rîya xwe wenda kiribû. Piştî çend saetan miribû. Cîyê lê hatibû birîndarkirin bi qasî panzdeh deqan dûrî lanê bû. Perên deftera wî bi xwîna şivanan sor bûbûn. Bi dilopên şikevtê şil bûbûn. Rûperê dawîn jî bi xwîna xwe sor kiribû. Di vî rûperî da, ev cumle hebûn: "Heta heft roj berê jî, ez meriv bûm. Ez jî mîna we bi merivî hatim dinya derewîn. Di mekteban da bi girêza kûçikên har mêjîyê min şûstin. Nuka li vê derê ez wekî zindîyekî genî, ji vê dinyayê bar dikim. Ên ku ez kirime vî halî nayên hewara min, li min xwedî dernak...." Perên şil ên defterê li ber bayê çîyayên aryan geh bi vî alî da geh bi wî alî da diqelibîn.

Ji wê rojê bi vir da heft stêrk dinalin di blûrên şivanan da. Heft gul dipelimin li gulistanê. Heft keskesor dixeniqin di ewrên barana payîzê da. Dêdara med heft kulîlkan vedike li stêrkek dûr. Heft dergûş tên dinê di bin kulavên şivanî da. Gelawêj heft kulîlkên çîyayî, heft sorgulên berbangî dide destên roja aryan.

 

Ev nivîs sala 1996an di heftenama Azadîya Welat da hatîye weşandin.