BAYÊ AZADÎYÊ
BAYÊ AZADÎYÊ
Dema weşanê: Adar 4, 2019, 8:03 Dîtin: 949

Baran dibarîya. Tav li pê tavê dihat. Nedihişt meriv çavên xwe veke. Xuşexuşa avên çem û newalan bû. Xurmexurma ewrên payîzê... Birûskan vedidan.  Ji çîyan guregura bayê kur dihat. Li hêlekê ronahîya stêrka biserêxwebûnê, li hêla din tarî û bindestîya hezar salan. Bi gotinek din, li hêlekê gurên har, li hêla din berxên jîr û zana cengeke dijwar dikirin. Xwîna cengawerên sor bi ava baranê ra diherikî newalan. Newal diherikîn rûbaran. Rûbar diherikîn çemê Dîcle.  Dîcle har û dîn dibû, pêl mîna ga bi ser hev da diqelibandin; hêz dida xwe ji bo kêlîyekê bi pêş da xwe bigihîne zerya serbestîyê. Yek caran dixwast bajarê Amîdê bide ber xwe, bi pêlên xwe ên xurt qilêra hezar salî bi carekê bişo û vî bajarê kevnar ji derd û kulan xelas bike.

Demekê şûn da baran sêkin bû. Hêzên tarîyê xwe şûn da kişandin. Saetek zêdetir bû roj çûbû ava. Stêrka sor derketibû. Hîv û stêrkên spî ên derewîn li paş dîwarên hesinî û betonkirî ji tirsana diricifîn. Tarî ketibû erdê. Li ezmana çend stêrk di nav ewrên baranê da diçurûsîn. Hîv nexwîyabû. Hêdî hêdî bêdengîyê dest bi karê xwe dikir. Erê, bêdengîya şevê dest pê kiribû. Xêncî dengê lawir û sewalên kûvî û xuşexuşa avê deng nemabûn. Ji çemê nav malan kurekura kurkurkan dihat. Her der xipûxalî bû. Hîna peşkên baranê dihatin xwarê. Bayê kurr perên zer ên daran dabûn ber xwe geh bi vî alî da geh bi wî alî da dibirin û dianîn. Xişînîya perên daran nalîna merivên li ber mirinê dianî bîra payîyan. Darên şilf û rût mayî, gişk di şînê da bûn. Hewa sar bû. Li der meriv dicemidîn. Li hundir diricifîn. Gundî ketibûn hindir xanîyên xwe. Gêle di qulikên xwe da, teyr û tû di hêlînên xwe da bûn. Hirç, rovî, xezal û pezkûvî di lan û şikeftên xwe da ketibûn xewek şîrîn. Ên payî jî hebûn. Ên xew neketibû çavan…

Kalo, li ber pencerê rûniştî, çavên wî li çîyayên jorîn, di nav  xem û xeyalan da xwe wenda kiribû. Li der gurregura bayê kurr, li hundir ji xeynî pixînîya zar û zêçên di xewa şîrîn da bûn, deng tune bû ya jî nedihat bihîstin. Bayê kurr dikir ku camên penceran bişikîne, û bikeve hindir. Kalo merivekî nod  salî bû. Dema li lihevxistinên hêzên dagirkaran û cengawerên azadîyê dinihêrî serîhildanên zemanên berê dihatin bîra wî. Ji serîhildana Şêx Saîd heta wê rojê yek bi yêk di ber çavên wî ra derbas dibûn. Birakî wî di serîhildana Şêx Saîd da li çîyayên Pîranê şehîd ketibû. Gorna wî li ser kaşê bilind ê ber malan, li tenişta zîyaretekê bû. Merivên diçûn ser zîyaretê, dû zîyaretê ra li ser gorna wî jî dua dikirin. Xêncî çend gundîyên wan û çend kalên gundên nêzîk kesî navê wî nizanibû. Gava qal dikirin, "gorna şehîd" digotin. Piranîya merivên jê ra dua dikirin nizanibûn di kîjan cengê da bi destê kîjan neyarî şehîd bûye. Tenê her kes bi pakrewantîya wî bawer bû. Hinekan digotin:"pakrewanê cenga pêximberan e", hinekan jî digotin: "leşkerê Rustemê Zal e". Çi bêjim, her kesî tiştek digot. Kalo, hîna li serê çîyê mêzedikir. Dilê wî şad, kêfa wî li cî bû. Xwîna brayê wî li erdê nemabû. Lê dîsa jî dixwast bi destê xwe heyfa brayê xwe bigirta. Xwastinek wî a din hebû; dixwast cejna biserêxwebûnê pîroz bike, û wê rojê li pê şehîdan, di nav egîtan da, bi mezin û piçûkên gelê xwe ra têra xwe bireqise.

Li asîmana ewrekî reş nemabû. Ne tenê ewrê reş, ewrên din jî nemabûn. Asîman çîk sayî bû. Wer xwîyabû dîsa bayê kurr bi ser ketibû. Bi gotinek din, xalo wek her demê dîsa karê xwe baş kiribû. Sê saet zêdetir bi ser hêvarê ra derbas bûbû. Zar û zêç dû xwarina şîvê ra raketibûn. Heta hêvarê li dû pez û dewêr bazdidan. Diwestîyan. Şîv dixwarin û xwe diavêtin nav cîyan. Heta hêvarê li ser kaş û kûşan, li pê pezê mîna gurê har çûyîn û hatin hêsan nine.

Xewa Kalo nedihat. Ji berîya şalê xwe kîsê titûna qaçax derxist û cixareke pêça. Destê xwe li cêwan gerand; tizbîya nod û neh libî, kêr, destmal û şeh jê derketin. Li dora xwe mêzekir. Na, ne xwîya bû. Hestê wî wenda bû. Rabû. Çû derê pacê vekir. Çend caran destê xwe lê pelikand. Na, li wir jî tine bû. Dawîya dawîn,  li ser argûnê heywanê dît. Mîna zarokekî gava lîlika xwe a wendayî dibîne kêfa wî hat. Dilê wî xweş bû. Çend caran vêxist û vêsand. Berê xwe da hodê. Bi xwe bi xwe “ez ewqas dibêjim hestê min li vira û wira nehêlin. Lê dîsa jî, min qiseke nekir serê vana” got, û li ser misenderê, li cîyê xwe ê ber pencerê rûnişt. Pişta xwe da balgîvê. Cixara xwe a pêçayî ji ser kîsê titûnê girt. Di nav her du lêvên xwe da bi cî kir û vêxist. Bîna benzînê heste û dûyê titûna Mûşê bi hev ra ketin pozê wî. Helmek du helm mîna dermanekî bê hempa jê kişand ser kezebê û dûyê wê di dev û bîvila xwe ra derxist. Çend caran kuxîya. Van rojana êdî tamek ji cixarê jî  nedigirt. Pirr dikuxîya. Piştî her cixarekî kuxînî pê diket.

Li der kûçik dihewtîyan. Pêşîyê got “tolên nav malan in.” Guh nedayê. Paşê bi baldarî guhdarî kir. Guhê xwe bel kir. Na, va ne dengê tolên nav malan bû. Va hewtehewta kûçikên merivan bû. Hîna cixara xwe bi nîvî nekiribû dengê lêxistina dêrî hat.  Ji awayê hatinê, Kalo ew nas kiribûn. Hêzên kedxwaran nebûn. Dema leşker, kontra û cerdevanên wan diavêtin ser gund, teperepa wan guh bi merivan ve nedihişt. Kalo bazda paş dêrî, lê hema derî venekir. Çi dibe, çi nabe? Bi dengekî nerm û zelal " hûn kî ne?" got. Dengê paş dêrî “em heval in” got. Derî heta dawîyê vekir. Yek jê lawê wî Serdar bû. Di nav hevalan da, jê ra Hogir digotin. Navê wî yê azadîyê Hogir bû. Hogir û Kawa bi kincên xwe ên ji xwînê sor bûyî li ber dêrî bûn. Her du heval paçî kirin, û li ser palasek mûyîn dan rûniştin. Du heval jî li paş dîza çilo rûniştibûn.

Dayîka Binefş bi dengê kuxika Kalo ji xewê hişyar bû. Mîna marîya du çêlikên xwe ên birîndar ên ji destê seydivanan filitîne bibîne, ew girtin bin pî û baskên xwe. Hêsrên çavên wê mîna peşkên barana buharê li pey hev li pê hev bi ser rûyên Hogir û Kawa da dihatin xwarê. Dû xweşbêjek dûr û dirêj ra, çend hêkên çêkirî, hinek qelî, sawar û sahanek gêrmîya ji ber şîvê mayî da ber hevalan. Hevalan zikên xwe têr kirin. Agahdarîyên ji Kalo ra anîbûn gişk bi carê jê ra gotin û xatir ji xwedîyê malê xwastin. Nîvê şevê bû. Hogir û Kawa hêdî hêdî ji malê dûr ketin. Mîna kevokên bi firra xwe di nav asîmanê şîn da wenda dibin, bi tarîya şevê di nav dar û berê hêşîn da wenda bûn. Nikanibûn zêde bisekinin. Li ser çîyayên bilin hêlînên refên azadîyê li benda wan bûn.

Daîka Binefş kiribû nekiribû nikanibû pê bide qebûlkirin ku kincên wan bişo. Gerîlla karên xwe bi welatparêzan nedidan kirin. Tim kincên xwe bi xwe dişûştin. Pirr caran li malên dibûn mêvan fera û folên xwe jî bi xwe dişûştin. Hemî welatparêzan bi vî xwîyê wan zanibûn.

Kalo li ber argûnê bi koza agirê çayê tîn dida dora xwe li tenişta hevala xwe rûniştî, jê ra digot: “Aaax… aaax… qeda li dinayêy keve. Rind derin. Nerind dewranê diajon. Tê bîra te ez carê bi Egît ra hêrs bûbûm. Zimanê min bihata girtin, min dilê wî neêşanda. Dema dest bi şûştina fera kir, heş ji serê min çû. Min xwe negirt. Min got, edetên bav û kalan medin bin lingan. Wî jî gotibû; “bindestî jî ji bav û kalan maye; em wê jî nedin bin lingan?” Dawîyê ez hêdî hêdî hînî şûştina fera bûm. Erê, Egît mafdar bû. Her tiştê ji bav û kalan da mane layîkî parastinê ninin. Ji van hinek kufikî ne; divê werin avêtin. Ji bela parastina dîtin, raman, gotin û kirinên bi kêrî tiştekî nayên em îro hîna bindest in. Ji bav û kalên me kirin û gotinên hêja jî ji me ra mane. Wekî Egît û hemî hevalan em’ê li pey wan herin.” Bi rastî van guherînên di salên dawîya temenê wî da li welêt xwîn didan zindîkirina jîyanê bi temamî heşê wî nedigirt.

Dayîka Binefş dihênijî. Heşê wê dixwast hema rakeve, ji xew ve here, heta berbanga serê sibê bi xwe nehese.  Lê dilê wê... Ew masîyê avek din bû.  Ava çem û newalan têra wî nedikir.  Stenbol, 1994

Ev hîkaya min paîza sala 1994an di hejmara 11an a kovara Nûdem da bi navê min ê mexles Rojhat Azadî hatîye weşandin.