WARÊ MAYÎNAN
WARÊ MAYÎNAN
Dema weşanê: Adar 4, 2019, 8:21 Dîtin: 856

Em li welatekî li ser sînoran dijîn. Ev sînor ne coxrafî ne, ne tarîxî ne, ne milî ne, ne dînî ne, ne exlaqî ne. Şerma reş, fedîya gran, sosretîya bê dawî ne. Em li welatê xwe, li mala xwe, ji ber nezanî û şaşîyên bav û bapîran neçarî berdestîya vîyan û wîyan bûne, wate em bûne bindestên desthilatên gel û miletên cîran.

Di dema Key Ajî Dehak da heşê me çûye, carek din venegerîyaye. Xwastibe vegere jî nikanibûye. Çi kirîye bi ser neketîye. Li ser sînorên derewîn, li ber avên kanîyên koyî, li ser çîyayên berfîn, li berwarên kaş û kûşan pê lê mayînê kirîye. Carna mirîye, carna bi birîndarî hêsîr ketîye. Di lêdanên dijwar da ji xwe çûye. Di nava mirin û jîyanê da maye. Ne mirî ye, ne zindî ye. Ew jî êdî nizane çi ye. Dibêjin li xwe mikur hatîye. Çem û çem çûye.

Li çar çîyayên Aryayê şerê pêşmerge berdewam e. Rîyek din nehiştine. Hebe jî me nizanibûye. Mîna piranîya gelên dinyayê me nedaye pê Gandhi. Meşa di wê rê da bi me zor hatîye. Me çeka xwe girtîye, berê xwe daye bilindahîyên çîyayên medan.

Tenê li lûtkên çîyayên me pêşmerge û bager bi hev ra dijîn. Tenê li van çîyan berfa sor barîyaye. Xwîna pêşmerge û berfa sipî di bin roja zêrîn da di nav mêrg û dar û berê hêşîn ra xwe berdidin ser deşta Aryayê û lê dibin deng û rengê jîyanê. Hezar mixabin heta îro kirine nekirine nikanibûne zevîyên ketine destên Dêwê Heftserî li xwedîyên wan ên aryan vegerînin.

Rîya serbestîyê di zevîyên mayînê ra, di warê kuştinê û zîndanên lêdanê ra derbas dibe. Li dorê du çem diherikin. Li destê çepê çemê xwînê, li ser destê rastê çemê hêsran. Ji xuşexuş û guşeguşê zêdetir bi nalenal diherikin. Li koyên Aryayê deng vedidin. Tenê li bakurê dilê xwe em bi deh caran di vê rê ra çûne û vegerîyane. Ne em gihîştine cihê em derinê, ne her du çemên me gihîştine zeryan. Piranîya pêşmergên gel û gerdûnê bi ser ketine, ên me têk çûne. Me tim agir berdaye patofê. Ew jî zû gur bûye û zû vemirîye.

Mayîn herî zêde di bin ningên me da diteqin. Herî zêde ji me can digirin. Pir caran ji neyaran jî zalimtir in. Li vî welatê dil bi çar têlên bi strî parçe bûye brîn têra xwe kûr in. Mayîn jî bûne xwê û xwe berdane navê. Bûne kêr û gihîştine hestî. De were debarê bike. Li ku derê çawa derdikevin pêşîya meriv kes nizane. Yekcaran li serê çîyayekî bilind, yekcaran li dora kanîyek jê ava jîyanê diherike, yekcaran li ser şivîlekê rê li meriv digirin. Yekcaran dikujin. Yekcaran nîvmirî dêlin, ji kuştinê jî bêter dikin.

Di nav gorîyên mayînan da xwedîyên wan kêm bin jî hevalên xwedîyên wan ne hindik in. Ji roja tên çandin heta heftê û pênc salî di kemînê da dimînin. Yarên wan gorîyên wan in. Di bin ningan da dijîn. Xwekuj in. Mêrkuj in. Xwînmij in. Tund û tûj in. Diltenikî lê nebûye mêvan jî. Yam yam in. Mêvanên xwe dixwin.

Li van deran malên kesekî wan pêlê mayînan nekiribe û nemiribe ya jî brîndar nebûbe hema hema tune. Ên li dûrî sînoran û dûrî vî welatê Xwedê jê stendî dijîn nikanin ji vê êşê têbigên. Ji wan hinek gunehên xwe bi me tînin, hinek jî me bi xayînîyê tewanbar dikin. Dibêjin, ma çi karê wan heye li derên mayînkirî. Kes nabêje çi karê mayînan li wan deran heye. Ev pirs li hesabê wan nayê. Ji dilê wan nayê. Li mêjîyên wan ên xwînî nayê. Hinek rastî hene heya meriv nejî nikane jê têbigê.

Jîyana merivên li her derê welatê xwe mejbûr mane li ser mayînan bijîn zor e. Xewn û xewrojkên me bi têlên bi strî ve dimînin. Xwîn dibin. Diherikin bin tûmên kembearn. Bi rîçikên wan ra diwanzdeh metro xwe berdide bin erdê. Kember û kelem mîna kurdan bi rik in, ne bi şewitînê, ne bi serjêkirinê dev ji warê xwe bernadin. Lê mayîn? Ne hûn bipirsin, ne ez bêjim. Li van deran mayîn û qeder bûne krîvên hev. Krîv jî gotin e, bûne destebra. Bi hev ra li me didin.

Kesên li zevîyên xwe genimê sor diçînin, tên li malmîratên me mayînên hesinî diçînin. Ti dibêjî qey karekî wan ê din nemaye. Li welatê me karê herî zêde wan zengîn dike kuştin û lêdan e. Me kînga çûye li welatê wan axa wan mayîn kirîye? Me kînga çûye merivên wan dane ber çoyan, gû pê daye xwarin? Me ji mirîşkek wan ra jî kiş kiş negotîye. Wan tim xwastîye em berdestên bê zar û bê ziman bin. Me jî xwastîye em mîna merivên bi rûmet serbest bijîn. Vê xwastinê serê me kirîye belayê. Ne em kanin dev ji a xwe berdin, ne jî ew.

Heftê û heft sal berê rojekê hinek bîyanî hatine welatê me. Wê rojê ji her salê zêdetir xwelîya sor li serê me bûye. Wê rojê bi me gurz bi gurz têlên bi strî dane kişandin. Girêkûrik li têlan xistine. Carek din venebûne. Kesî maneyek nedaye vê yekê. Paşê çend kozik çê kirine, leşker dane ber. Ne ên li vî alî, ne ên li wî alî ji vê rûdana nehletillahan têgihîştine. Wê rojê peyvên serxet û binxet ketine zimanê me. Wê rojê gotinên vî alî têlan û wî alî têlan hatine gotin.

Hêvarê xwedîyê malek Nisêbînê a di nav Dêra Mor Yaqub û Camîya Zeynel Abîdîn da rûdine xwastîye here şevbuhêrka brayê xweyê li taxek Qamişloyê.  Leşkeran sekinandine. Rê nedayêne. Şûnda vegerandine. Gotine “yasaktir”.

Roja din gundîyên xwastine derbasî  wî alî rîya trainê bibin, herin Amûdê danûstandina xwe bikin û vegerin gundên xwe jî ji alî leşkeran ve hatine sekinandin. Pirsîne, çima gotine? Bersîva hemî leşkeran tenê ji peyvekê pêk hatîye “yasaktir” ango qedexe ye.

Di rojekê da bav li wî alî maye, dayîk li vî alî, xweng li wî alî maye, bra li vî alî, ap li wî alî maye, brazî li vî alî. Ên hatine vî alî nikanibûne herin wî alî, ên çûne wî alî nikanibûne vegerin vî alî. Me peyvên wî alî û vî alî bi hev guherandine û carek din xwendine, lê me dîtîye ku mane naguhere. Wan rojan gotinên vî alî û wî alî ketine zimanê me, carek din jê derneketine.

Rojek berî têl werin kişandin Nisêbînîyan ji Qamişloyê, Amûdîyan ji gundekî Girê Sor qîz xwastine, hinek çûne şîranîyê, hinek hatine bûkê bibin. Dîlan û xwazgînî jî li ber têlan asê mane. Bûk li alîyekî mane, zava li alîyekî. Berbûk li her du alîyan perîşan bûne. Bi rojan û heftan wê rewşê dewam kirîye. Paşê avê di kêvir da deriza xwe dîtîye. Ên jor xwe berdane jêr, ên jêr hilkişîyane jor. Carna pere dane leşker, pê rê kirîne. Carna canê xwe kirine serada qurşûnên leşkerên ji dayîkên di xewnên şevan da jî ev der nedîtine û ne jî bihîstine. Li ser zevîyên xwe can dane. Li cîyên hatine kuştin, bê şûştin û bê kefen veşartine. Bi deh salan kesî newêrabûye li mirîyên xwe jî xwedî derkeve.

Ji wê roja bêyom şûnda navê me bi qaçaxçîtîyê derketîye. Wê demê li Nisêbînê Sûka Qaçaxçîyan hatîye avakirin. Me kirîye nekirîye dilê me li passport û visayên wan nekelîyaye. Yekcaran me li xwe dananîye em bi destûr ji zevîyek xwe derbasî a din bin. Pir caran jî ji neçarî û feqîrîyê me xwe li têlan qelibandîye. Çavan qûçên sînor nedîtine. Guhan fîrika leşkeran nebihîstine. Pîyan cîyê mayînê nizanibûne. Ev jî bûne sebeba kuştina me.

Evînên firarî herî pir li vî welatî tên dîtin. Herî zêde li vî welatî qîz tên revandin. Li ser vî erdî heval û stranên bi zimanekî qedexekirî li ser yaran tên gotin. Tenê li vî warî bûk û zavên serxetî xewnên binxetî, ên binxetî xewnên serxetî dibînin. Yek caran bi mrazê xwe şa dibin, yek caran bi axînek ji dil bi hêsrên çavan destegulan datînin ber têlên ser sînor û vedigerin malên xwe. Tenê li vî warî eşq û êşa zirav rêheval in.

Em çaya qaçax vedixwin, titûna qaçax dikişînin. Zarên me bi pêlîstokên qaçax dilîzin. Em leşkerên qaçax in. Li vî welatî ne tenê stran û klam, ne tenê xweşbêjî û dengbêjî, her tişt qaçax e. Jîyan qaçax e. Mirin qaçax e.

Piranîya me bi navekî din be jî hîna xewnên ji buhuşta Aryan dibînin. Gotinên ma nanê me vêxwê bû, bi rojê sond xwarin, av li êgir nekirin, bi çavekî ne baş li parsekan nihêrîn, dema roj li ava be ji xew şîyarkirina zaran, roja çarşembê rast nedîtina karên bingehîn ên demên berê gişk ji wan rojan mane. Bi gotinek din bawerîya me jî qaçax e. Piranîya stranên me di wê xewnê da tên nivîstin û lihevanîn. Dibêjin çel stranên bilbil hebûne, her çel jî li ser gulê bûne. Li vê derê xewn û xewrojk jî firarî ne. Qaçax in.

Li vî welatî qanûnên milî û beynelmîlel di bin ningan da tên perçiqandin. Kêrî gûyekî nayên. Hene, lê tunene. Li vê derê bi hezaran sal in serî bi pîvazekê ye. Mirin rehet e, lê jîyan zor e. Gotina “kurdên baş kurdên mirî ne” bûye pîvana hemwelatîbûnê. Topa leşkeran li dotek me a piçûk dikeve. Dayîka wê bi pêşa xwe parçên cesedê wê dide hev. Topa Xwedê li ronakbîrên welêt dikeve. Bi bêdengîya xwe dibin şirîkên kuştinê. Social democrat di bin simêlan ra dikenin. Çi bûye yanê top li dotek kurdan ketîye. Gelo ew dota wan bûya ewê kanibûna bêdeng bimînin? Li doza Munever Karabulut a wan binêrin, hûn dê rastîyê bibînin. Dîndarên ji bo zarên Filîstînîyan hêsran dibarînin qêrîna Ceylana kurdan nabihîsin. Ew jî di bin simêlan ra dikenin. Dozger zahmet nake here cîyê rûdanê. Qanûn li vê derê derbas nabin. Li welatê xelkê dad qîz e, kes nikane pê bilîze. Li vê derê ew jî avis kirine.

Sala berfa sor barîyaye li vê derê êşa zirav barîyaye. Famîla jê kesek ya jî çend kes pê neketibin nemaye. Sala xela û celayê dest dane belayê em ketine tayê. Tunebûn û neçarîyê daye qirikê. Wê demê me gotîye ha li navê ha li bejnê. Paşê ne nav maye û ne jî bejn. Her tişt çem û çem çûye. Serbestî bi avê da çûye. Carek din venegerîyaye. Rîya xwe nedîtîye. Bi qasî pênceh sal berê leşkeran dev ji karê xwe berdane panzdeh-bîst salan mayîn çandine axa me. A hatîye kirin ne hatîye dîtin û ne jî hatîye bihîstin. Zevîyên ji Adem bi vir da jê ra zevîyên buhuştê hatî gotin bi carê bûne zevîyên dojexê. Lê mirin hêşîn bûye. Jîyan zer bûye. Gîyayê xirab zû gihîştîye. Deh hezar salî me ev zevî cot kirine. Me can daye wan. Lê îro her tişt berxûnî bûye.

Mayînên dawîn di bin ningên hêvîyan da diteqînin. Meriv dema çavê xwe, guhê xwe, dilê xwe û mêjîyê xwe rind veke wan hêvîyên mayînzede dibîne. Ew jî eynî mîna xwedîyên xwe bi dest û ningên prosthes di nav me da digerin. Li bajarên dûrî me, li avahîyên dilkevirî hinek xêrnexwaz roj û şev li ser çêkirina mayînên nû dixebitin. Her serê sibê bi navê kuştina hêvîyan sond dixwin. Herî zêde jî li ser teqemenîyên hêvîkuj dixebitin.

Merivên li ser xet û binxetan dijîn, payîzan xwe berdidin deştan, buharan hildikişên zozanan. Guh nadin teqînên mayînan. Zanin gran bûye buhayê rîyan. Derdora avên çem û newalan, kanîyên li zozanan, şivîlên li berwarê kaş û çîyan bûne gornên zaran. Gişk jî bê kefen hatine veşartin. Kefen ji bejnên wan ra mezin hatine. Bi lîstik û pêlîstokên xwe, bi xewn û xewrojkên xwe, bi temenê xwe ê pê şa nebûne berê xwe dane bin axa sar. Buharan li ser her mezelekî newrozek spî, bûkikek sor û binefşek narîn bi hev ra hêşîn dibin. Ew jî berî bikevin kewna xwe perên xwe diweşînin û mîna ku xeyîdî bin bêyî ji kesî xatir bixwazin ji ber çavan wenda dibin.

Qeda li dinyayê bikeve. Agir bi mala felekê bikeve. Em û Hûtê Heft Serî anîne ber hev. Bi me peşk daye avêtin. A wan li xweşîyê, a me li nexweşîyê xistîye. Me çiqas gotî netê, wan gotîye tê. Dengê stranên me li nav hev dikevin. Em stranên ji Qamişlokê guhdarî dikin, ew ên ji Nisêbînê. Reyîna segên me li nav hev dikeve. Xorosên me deng li hev dikin. Em bi dengê dîkên wan, ew bi dengê xorosên me şîyar dibin.

Pêşîyê melayê camîyek Qamişloyê bang dide, paşê banga Melê camîya Zeynel Abîdîn tê bihîstin. Berê jî her du alî bi hev ra bi dengê zengilê Deira Mor Yaqûb ji xewê şîyar bûne. Rojên yekşemîyan bi hev ra çûne dêrê. Ji bo xweşî û rindîyê bangî Xwedê kirine. Ji bo tarî ronahî bibe çira vêxistine, find vêxistine.

Berî dengê zengilê ji dêra Mor Yaqûb bilind bibe ev der ateşgaha mazdeistan bûye. Bi hezaran salî tê da agirê pîroz, lawê Ahûra Mazda, rivîn bi rivîn bilindî ezmanan bûye. Tarîya Ehrîman çîr û çevalî kirîye. Wî jî nikanibûye xwe li ber dek û dolabên xêrnexwazan bigire. Agir bi agirîya xwe têk çûye. Zarathustra li Tûranê hatîye kuştin. Ahura Mazda li baskê xwe siwar bûye, firîyaye welatên dûr. Bûye firar. Careke din deng jê derneketîye.

Bîst sal berê, li van deran ji dêvla berf û baranê ve agir barîyaye. Di cejnek muhammedîyan da tirk û ereban nehiştine Qamişlokî û Nisêbînî cejna hev û din pîroz bikin. Kalekî Qamişloyî ê kefyana wî li sêrî, bi ser şalê botîyan ra pişta çîyayîyan girêdayî,  ji wî alî têlê gopalê xwe bilind kirî û heta jê hatî qîrîyaye: “Hindik ma lawo, hindik ma!” Dengê wî li Bagokê olan daye. Dotmama wî a Nisêbînî li ber têlê kelegirî bûye. Nizanibûye çi bêje. Li ser kevirekî rûniştîye. Ji dilê wê du dilop hêsir herikîne çavan û hêdîka xwe berdane jêr. Yek li vî alî têlê ketîye, yek li wî alî.

Li ser sînor tûmekî kemberê heye, nîvê wî li wî alî têlê nîvê wî li vî alî têlê ye. Di dema ciwanîya xwe da pismam û dotmamê tim li wê derê hev û din dîtine. Bê guman bi qaçaxî. Cara pêşîn li wê derê pismam kulilkek kemberê jê kirî daye dotmamê. Heta wê şeva pismam pêlê mayînê kirî û êdî nema kanibûye xwe bigihîne ber têlê. Strana Lo lo Pismamo cara pêşîn li wê derê ji alîyê dotmamê ve hatîye gotin. Her roja eydîyê dotmam çûye li wê derê rûniştîye, kulîlkek kemberê jê kirîye û dirêjî wî alî têlê kirîye. Hîna jî yek rojan mîna here ser zîyaretekê bi destê nevîyê xwe digire û dere wê derê. Ji xeynî wî tûmê kemberê kes pê nizane.

Rojekê rîya we bi Nisêbînê bikeve, ji kembera ser sînorê derewîn bipirsin, ew’ê bi berê kulîlkên xwe ên şîrîn wan her du dergistîyên bi mirazê xwe şa nebûne rayî we bidin. Hûn dê bapîrê li wî alî têlan gopalê xwe bilind kirî û bi dengekî bilin dibêje “hindik ma lawo hindik ma!” û dapîra li vî alî têlan hîna jî li bendê hêsran dibarîne bi çavên serê xwe bibînin. Hûn dê bi guhên xwe dengê dilê wan bibihîsin. Hûn dê hêvî û êşên wan ên nivîskar nikanin binivîsin, nîgarkêş nikanin bi nîgarên xwe bînin zimên li wê derê bibînin. Her du jî hîna li cîyê xwe ê berê ne. Ne ji Nisêbînîyan, ji tûmê kemberê bipirsin. Ew’ê ji we ra her tiştî yek bi yek bêje.

Mayîn û têlên bi strî roj bi roj dirizên, zengarî dibin û ber bi mirinê ve diçin, lê ew roj bi roj ciwantir dibin. Ew du aşiqên firarî ne. Ne cî, ne dem, ne têl, ne mayîn, ne jî leşker kanin rê li ber xwastina dilê wan bigirin. Ew du dergistîyên qaçax in. Zû dereng ew’ê bigihên hev û din. Bê guman ew’ê hem li vî alî wî tûmê kemberê hem jî li wî alî  wî tûmî têra xwe bi hev şa bibin, û ew’ê careke din ne ellatê ereban ne jî tengrîyê tirkan kanibe destên wan ji hev bike. Ewê ne têl bimîne, ne jî vî alî û wî alî wê. Ewê gotinên binxet û serxet li sergoyê tarîxa kurdan birizin û herin, carek din venegerin. Bê guman ewê warê mayînan biguhere, bibe warê eşqê, warê şabûna bi jîyanê…

15.09.2009, Nisêbîn               

Ev hîkaye di 2.10.2009 da li ser malpera www.netkurd.com hatîye weşandin.