Makale

LI SER KURDÎ (1991-2014)

Raif Yaman 1,746 Okunma

LI SER KURDÎ (1991-2014)

 

 

KURDIYA BILIND

 

 

Me bi salan xwast em zimanê xwe bi alfabeyek fonetîk binivîsin. Îro êdi em têdigihên ev ne mumkûn e û ne jî rast e. Ji ber ku di zimanê me da mîna gelek zimanên xwedî dîrokek dûr û dirêj gelek deng di nav demê da li hinek deveran weki xwe mane, li hinek deveran guherîne, li hinek deveran ji bilêvkirinê ketine, li hinek deveran çend formên heman peyvê hebûna xwe diparêzin. Bi heman awayî nivîsandina peyvên weha, bi gotinek din bi nivîsandinek wekî a Turkan ne mumkûn e. Em mejbur in vê rastiya xwe bibînin. Zêdebûna peyvên Kurdî yên hemdeng (homophone) bê guman ji vê rastiyê ne. Zimanê nivîsandinê dirûvê peyvan diparêze û bi vê parastinê rê li ber tevliheviyê digire. Dema em di nivîsandinê da dirûvên peyvan ên berê, ango dirûvên bingehîn bi kar bînin ew dê zimanê me yê hempar, Kurdiya bilind, di nav axifgerên hemî zaravên me da zûtir bi cih bibe. Di pêkanîn û standardkirina peyvên Kurdiya bilind da, bi qasî hemî zarav û devokên zimanê me, divê em ji Farisiya kevn, Pehlewî, Avestî û Sanskrît jî sûde werbigirin. Sebeba di zimanên wek Îngilîzî, Frenkî, Farisî, Almanî û gelekên din da xwendin û nivîsandin ne wekî hev e ji vê rastiyê tê.

 

 

 

Hinek rewşenbîr û zimanzanên di nivîsandina Kurdî da alfaba me ya bi tîpên Erebî bi kar tînin dema dibêjin Kurdên Bakur bi alfaba Turkî dinivîsin mafdar in. Celadet Bedirxan di çêkirina alfaba xwe ya bi tîpên latînî da bi giranî di bin tesîra alfaba Turkî û Frenkî da maye. Heta derecekê di bin tesîra Grekî û Rûskî da jî maye. Ev alfaba dişibe boxçeyek çel pîneyî ji roja destpêkê heya îro ji ber kêmbûn û kêrnehatina xwe ji gengeşî û guftûgoyan xelas nebûye. Ji guftûgoyên di kovara Hawarê da hatine weşandin em têdigihên ku Celadet Bedirxan guh nedaye hevalên xwe jî, çi bi dilê wî xweş hatiye ew kiriye. Dîsa ji nivîsên heman kovarê tê têgihîştin, dilê wî bi xwe jî li alfaba wî rûneniştiye ku di bin nivîsên Frenkî ên kovarê da navê xwe bi sîstema nivîsandina Frenkî wekî Djeladet Bedirkhan nivîsandiye.

 

 

 

Celadet Bedirxan li Germenîstanê di beşê hûkûkê da xwendiye. Dibe ku parêzerekî hêja be. Di nivîskarî, helbestvanî û karê weşanên periyodîk da bi ser ketiye. Welatparêz û rewşenbîrekî hêja ye. Lê ne zimanzan (linguist) e. Meriv bi xwendina çend pertûkên li ser warekî derî perwerdehiya xwe ya akademîk kane bibe xwedî zanînekê û wê zanîna xwe jî bi kesên derdora xwe û gel ra par ve bike, lê meriv nikane bibe pisporê wî warî. Ji bo pisporiyê perwerdehiya akademîk a fermî an jî a ji dil nebe nabe. Wekî her warî di vî warî da jî hinek kesên îstîsna derketine û xwe bi xwe gîhandine rada pisporiyê. Mixabin meriv nikane Celadet Bedirxan di nav van kesên îstîsnayî da jî bi cih bike. Heke em Kurd bi rastî dixwazin bibin xwedî sîstemekî nivîsandina hempar, berê her tiştî divê em xwe ji vê xeletiya dîrokî ya Celadet Bedirxan rizgar bikin. Lê divê em rind zanibin nexweşiyek bi nexweşiyek din jî xweş nabe. Ji bo xweşiya nexweşê me, ango zimanê me yê şîrîn, ji xeynî riya zanînê riyek din tune ye.

 

 

 

Gelemşa Kurdan a herî mezin ew e ku merivên têkiliya wan bi zimanzanî û fîlologiyê ra tune ye tim dixwazin rê li ber metodên zanînê bigirin. Dema meriv li guftûgoyên beşdarên konferans, sempozyum, panel û civînên li ser Kurdî dinihêre pir caran meriv şaş û mat dimîne. Li deverek din a dunyayê di vê sedsalê da ne mumkûn e meriv kanibe merivên warên wan ên pisporiyê ewqas ji hev û din dûr li ser mijarên lînguîstîk bigihîne hev û wan bi hev ra têxe nav guftûgoyên “zanistî”. Ne tenê di vê sedsalê da, di sedsala 20an da jî ne mumkûn bû. Ji van civînên ji aliyê beşdarên xwe ve ewqas rengîn ji aliyê zanînê ve tenê encamên xemgîn derketine. Bi gotina kurt kêr nehatine. Çend kes ne tê da, ji xeynî zimanzan û fîlologan ên dest neavêtine vî karî nemane. Peywîst e rojekê pêş da ev desttêwerdan bi dawî bibe. Li gor pîvanên dunya zanînê kî di kîjan warî da pispor be, li ser çi perwerdehiya akademîk girtibe û jê rind têgihîştibe divê di wî warî da xwe zêdetir pêş da bibe û riya zanînê ji gelê xwe ra vebike. Gelek zanîn hene. Her xwendeyê Kurd ne mejbûr e bibe zimanzan. Peywist e em jî êdî li gor pivanên zanîna gerdûnî tevbigerin û her merivê du peyv bi Kurdî nivîsîbe be bi navê zimanzan bi nav nekin. Di rastiyê da ev ji bo van merivan jî dibe barekî giran, û nikanin ji bin rabin.

 

 

 

Zaravên (dialects) zimanekî bi qasî ji bo wî zimanî kanin bibin zengînî, heke rind jê sûd neyê girtin û di bin banê zimanê bilind da negihên hev kanin bibin feqîrî, tevlihevî û xeterî jî. Wekî tê zanîn di civînên welatên Turkofon da zimanê hempar (Lingua Franca) Rûskî ye. Gelo ev zaravên Turkî çiqas zengînî ne û çiqas feqîrî ne? Kurdên bi zaravên cihê dipeyivin dema di civînekê da tên bal hev an bi Turkî, an bi Farisî an bi Erebî an jî bi ser van gişkan ra bi Îngilîzî dipeyivin. Gelo ev rastiya ne xweş zengînî ye an feqîrî ye? Ji hev û din tênegihîştina merivên bi zaravên cihê dipeyivin kemînek mezin a li ser riya netewebûnê ye. Divê rojekê pêş da zimanzanên me ji hemî zaravên me, Kurdiya bilind pêk bînin.

 


Heke em bixwazin ji zaravekî an jî ji devokekî (accent) zimanê netewî pêk bînin em dê zirara herî mezin bidin zimanê xwe û netewa xwe, em dê bi deh hezaran peyvên Kurdî wenda bikin. Ev polîtîka diyalektîst kane gelê me yê bi zaravayên cihê dipeyive berbide hev, heta kane li ser bingeha polîtîka zimên hestên wan ên netewî zaîf bike. Heke em ji hemî zaravên xwe Kurdiya bilind pêk bînin, em dê hemî zarav û devokan bi riya zimanzaniya sedsala bîst û yekî bigihînin hev û bêyî ku peyvek wenda bibe em dê kanibin zengîniya ji zarav û devokan tê bê kêmasî biparêzin. Li gel Kurdiya bilind ew dê hemî zarav kanibin bi serbestî hebûna xwe dewam bikin. Divê em bi xeşîmî û nezaniyên xwe ava çem, rûbar, newal û cuhokan di çemek an jî newalekê da nexeniqînin; peywist e em ava van hemiyan bêyî ku dilopek jî jê kêm bibe bigihînin deryayê û jê sûdê werbigirin. Ji bo gihîştina van armancên girîng divê akademiya zimanê Kurdî rojekê pêş da were avakirin, dest bi kar û barên xwe bike, da ku di vî warî da xewna netewî ya Kurdan rast bigerîne.

 

12 Gulan 2011, www.netkurd.com

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

BAKURÎ Û KURDÎ

 


Li kîjan welatî, di nav kîjan netewê da hatiye dîtin, meriv nivîsandina zimanê xwe li gor xwastina dilê partiyên rêzanî ji hev û din cihê bike? Dema li ser çareseriya gelşên rêzimanî, rênûsî, alfabeyî jî tê axaftin, ji zanyar an jî merivên têgihîştî ên vî warî zêdetir merivên ji dûr û nêzîk ve têkiliya wan bi vî karî ra tune ye li hev dicivin. Heke yekî ji vî warî têdigihê an jî di vî warî da xwe gîhandî hebe, ew jî li ber lingan diçe. Her yek gotina partiya xwe dibêje û bi vî awayî civîn hemî bê encam bi dawî dibin.

Yorum