DEKÛDOLABYN MEMÊ ALAN Ê ROMÎ Û HEMKARÊN WÎ ÊN LI TAXA MÎRAN
DEKÛDOLABYN MEMÊ ALAN Ê ROMÎ Û HEMKARÊN WÎ ÊN LI TAXA MÎRAN
Dema weşanê: Rêbendan 28, 2022, 3:56 Dîtin: 1748

Destana Memê Alan li gelek deverên warê kurdan di nav gel da tê zanîn. Çiqas rind tê zanîn tiştekî din e. Çiqas jê baş hatiye têgihîştin bi rastî bi guman e. Ji nîvê dawîn ê sedsala 19an bi vir da kêm be jî meriv rastî karên akademîk ên li ser vê destanê tên. Ji van karên akademîk ên têra xwe berfereh yek jî bê guman ji alî Roger Lescot ve hatîye kirin[1]. Şiîra metnê esasî yê varîyanta destana Memê Alan a ji vê lêkolînê ra bûye babet ji alîyê dengbêj Mîşo[2] ve hatiye nivîstin, Celadet Alî Bedirxan ew daye Roger Lescot yê ku cara pêşîn sala 1942an li Beyrûtê ev berhevok bi kîtabkî weşandîye[3]. Ji pêşgotina kîtaba wî rind tê têgihîştin ku Roger Lescot tenê bi metnê ji Mîşo hatîye girtin qîma xwe nehanîye, bi hawayekî berfereh li ser gelek varîyantên din ên hatine nivîsten jî xebitîye. Di vê destanê da rastîyek tahl a berbiçahv heye. Bi derewên şîrîn veşartina vê rastîya tahl, bi gotinek din xwexapandin û xapandina miletê xwe ya bi çîrok û çîrvanokek eşqê rûdanek berbiçahv e. Rastîya tahl a di destana Memê Alan da mîna jahra di nav hingiv da ye. Ev dekûdolaba Romê ya ji bo dawîhanîna Mîrektîya Cizîra Botan, mîrektîya dawîn a kurdan, di nav çîrokek eşqê da bi zanetî hatîye veşartin.

Dema meriv bi hawayekî berfireh bala xwe dide rûdanên di destana Memê Alan da meriv rastî sosretiya ji îxaneta merivên ji mala Mîrê Cizîra Botan tê. Di destanê da bêrûmetî û îxanet li ser navê mêvanperwertî û eşqek çîrokî hatiye veşartin. Gelê Cizîrê yê welatparêz û bi rûmet bi zanetî bi navê diz, keleş û ebeboz hatine piçûkxistin. Xayîntîya pismamên Mîr Ezîn yên eşqîya, qatil û mêrkuj bi zanetî hatîye veşartin. Memê Alan mîna pirranîya karger û rayedarên dewleta xwe, dewleta Roma Reş, ji jor da li gelê Cizîrê dinihêre. Wan piçûk dibîne. Hemî Cizîrîyên xwastine ew lê bibe mêvan bi sifetên bodelatî, dêhnitî û kêmaqiltîyê bi nav kirine. Meriv ji bersîvên wan jî têdigihê ku zengîn ninin, lê têra xwe bi rûmet û jîr in. Gotina şênîyekî Cizîrî ya ku tê da dibêje “Di roya teng da namûs bi der tê ji feqîran pirtirî began û aẍane.” bi rastî gelekî manedar e. Mem û va Cizîrîyê bi sifetê “êsîr” jê hatîye qalkirin ji hev ra van gotinan dibêjin:

Memî got: “Bira, bila dilê te nemîne, ev bajarê we bajarê bodelan e,

Merî ko hate derekê, elbet heye qonaẍa ko lê bibe mêvane.’

Gava ev êsîr dît ko Mem qet nabihise û peya nabe bi şorane.”

Got: “Bira, madam tu peya nabî li malê feqîr û xizanane,

Digerî li malê mezin û qonaẍ û gedûkane,

Di roya teng da namûs bi der tê ji feqîran pirtirî began û aẍane,

Eger cihê min î fireh tune be jî, qene ez dikarim nîşanî te bidim pir cihane.”  (rp. 94-96)

Memî got: “Biran, ez dikim şorekê bikim, bila tiştek nere dilê we giştikane,

Mîna ye ko va bajarê we, bajarê kêmaqil û dînan e,

Ma merî ko dare derekê, yanê adeta xelkê we ko rastî kê hat, here mala wane?” (rp. 116)

Her sê Celaliyên bi navên Hesen, Çeko û Qeretacîn ên pismamên Mîr Ezîn û qaşo harîkarên wî nin, lê bi hawayekî berbiçahv ji wî pirtir berdestên Romê û xulamên Memê Alanê Mixribî nin.

Dengbêj ji bo Memê Alan mîna kurdekî dilsoz nîşan bide çi ji destê wî hatiye kiriye. Dema meriv destanê dixwîne rind têdigihê ku alaqa Mem bi kurdîtîyê ra tune ye. Dîya wî Qureyşî ye, bavê wî Mixrîbîyekî aslê wî ne dîyar e, navê wî Memê Alan e. Alan qewmekî qedîm e. Îro eşîrek kurdan a bi navê Alan heye. Eşîra Alan li welatê Serhedê dijî, lê Memê Alan li Bajarê Mixribê, bi navê xwe yê rastîn li bajarê Stenbolê ji dayîk bûye. Bi kurt û kurmancî kesekî bi aslê xwe têra xwe tevlihev e. Roger Lescot di pêşgotina kîtaba xwe ya bûye mijara vê lêkolînê da li cihekî dibêje aslê Memê Alan ne dîyar e, li cîhekî din jî dema gotina Alan a Memê Alan û qewmê Alan dide ber hev dibêje Memê Alan kurd nine. (rp. VI) Di destanê da eşkera tê dîtin Memê Alan ji bo karê dewleta wî dayêye pêk bîne hatîye Cizîrê. Ji bo bigihê meqseda xwe jî Zînê bi kar tîne. Her çi qas mîna gayê li pey manga bi ga li pey Zînê xwîya bibe jî, di rastîya xwe da ji bo wî Zîn mane ye, bûndina walîtîya Cizîra Botan şahane ye. Bi rastî heker çawa di destanê tê gotin ew qas dilê wî di Zînê da hebûya ew dê li Kanîya Qestelê ew li hespê xwe yê bi navê Bozê Rewan suwar bikira û bibira bajarê Mixribê. Lê tenê pê dilîze, û paşê bi Çeko û Qere Tacîn ra vedigere mala wan ji bo karê xwe yê aslî pêk bîne. (rp. 234-236) Ji bo vê yekê jî serî li her dekûdolabî dide.

Beko û qîza xwe bi gelê Cizîrê yê welatparêz ra ji bo rûmeta Mîrê Cizîra Botan biparêzin, ji bo berjewendîyên Mîrektîyê biparêzin, ji bo milletê kurd ji neyarên wî biparêzin û nehêlin Memê Alanê Mixribî yê ji alî dewleta Romê ve ji bo bi fenûfûtan bibe walîyê Cizîrê bi ser bikeve çi ji destan tê dikin.

Dengbêjê bûye dildarekî Romê van merivan bi navê şeytan, diz, ebeboz, keleş û gotinên din ên nerind bi nav dike. Dengbêjê cara pêşîn ev destana eşqa derewîn a Memê Alan ê Mixribî û Zîna Zêdan a Cizîrî, bi gotina rast dekûdolaba Romê bi strankî gotîye bê guman zanibûye çi dibêje. Lê dengbêjên li pey dubare û nizanim çend bare kirine mîna gelek merivên bi nihêtek pak pesnê vê destanê dane meriv nikane bibêje ji vê rastîya tahl haydar bûne. Dema Saddam qirrkar (genocide maker) sed û heyştê û pênc hezar kurd qirr kiribûn, û hîna xwîna wan sar nebûbû min bi guhê xwe ji dengbêjekî dengqirêj ji Radyoya Baxdayê strana “Saddam bavê şêran” guhdarî kiribû. Dengbêjên bi vî awayî her dem li her dewletê henin û bê guman dengên xwedîyên xwe nin. Di tarîxa kurdan da gelek kesên bi helwest û manên stranên strînin qenc dane zanîn ku ew ji dengbêjan zêdetir dengqirêj û dujminên qewmê xwe ninb. Ev dengqirêj berê hebûne, îro henin û wer xwîyaye ewê sibe jî hebin.   

Bi awayekî berbiçahv ji destanê tê têgihîştin ku Memê Alan ne kurd e, Romî ye. Sebeba ku ew qas zêde jê ra “Memê Alan padîşahê kurdan e” hatîye gotin ji bo veşartina romîtîya wî û karê wî yê berbad ê ji bonê şandinê Cizîrê pê ve tiştekî din nin e. Li ser gustîra wî bi hawayekî çîrok û çîrvanokî hebûna nivîsa “Memê Alan Padîşahê Kurdan” jî dîsa derewek ji bo veşartina rastîya nasnama wî ye. Di destpêkê da, bi gotinek din berî were wezîfedarkirin haya Mem ne ji Cizîra Botan ne jî mîrektîya wê heye. Şeva bi hawayekî çîrokî Zîna Zêdan di hoda xwe ya raketinê da nas dike nezantîya xwe ya di derbarê Cizîrê da wusa dihîne zimên:

Bajarê ko tu dibêjî, Bajarê Cizîra Botan e.

Min di emrê xwe da ne ew dîye bi çavane,

Ne jî bihîstiye bi guhane. (rp. 32)  

 Memê Alan di derbarê Cizîra Botan da qet tiştekî nizane, lawê xaltîya wî û destebrayê wî Beglî yê qaşo serdarê 1500 xortên kurdan e jî rîya Cizîra Botan nizane:

Gote wan: “Hon çi rûniştine li van deran e?

Mala me şewitî, hêviya me ne ma li erdane.

Nizam ko çi li Memî qewimiye, bûye mîna bodelane.

Dixwaze berê xwe bide bajarê Cizîra Botane.

Kesî me ev rê ne diye bi çavane,

Ne jî bihîstiye bi guhane.

Mem dike bi vê rê da here, bê haya we giştikane.

Çûyîn bi dev gengaz e, lê veger ne bi destê meriyan e.” (rp:54)

Bavê Memê Alan jî nezantîya xwe ya di derbarê rîya Cizîra Botan da wusa anîye zimên:

“Bavê kal nihêrî ko ji derdê Memî ra nikare bibîne tu çarane.

Got: “Belkî em bikari bin jê ra peyda bikin rêber û delîlane.”

Emir da xulaman, got: “Bang kin delalane,

Bila bigerin li nav bajarê Miẍribiyane,

Ko kî bizani be riya Cizîra Botane,

Ezê çavên wî têr kim ji zêran e.” (rp. 56, 58)

Li cihekî behsa tiştekî zêde bê kirin tê wê manê ku li wê derê kêmasî an jî tunebûna wî tiştî li ser merivên li wir dijîn xwedî tesîrek giran e. Her çiqas dengbêj paşê ya dilê xwê pê bide gotin jî, Carîya Zîna Zêdan a bi navê Rihan di destpêka axaftina xwe ya bi xulamekî mala Hesen, Çeko û Qeretacîn, her sê birayên eşqîya û qatîl, ra derewbûna padîşahtîya Memê Alan bi van gotinan tîne zimên:

Cariyê got: “Wey ko di mala bavê te keve arê Xwedê, bi heft ciyane!

Meri evqas dike vir û derewane!

Te di kû ra anî vir padîşahê Kurdane,

Navê wî lê kir Memê Alane?

Va tiştê ko tu dibê, me ne bihîstiye bi guhane.

Ma ko padîşah werin, wê li mala Mîr Ezîn bibin mêvane.

Çi îşê wan heye li mala eşqiyane?

Çima li min dikî derewane? ( rp:130)

Dema padîşahê welatekî diçe cihekî li mala mezinê wê derê dibe mêvan, ne li mala hinekên din. Ûsila dunyayê bi vî hawayî ye. Ji îsrara Mem a çûyîna mala van her sê eşqîyan meriv tê derdixe ku eleqa wî bi padîşahtî û siltantîyê ra jî tune, tenê wezîfedarekî ji malek nêzdîkî padîşahtîya Romê ye, û ne ji bo eşqa Zînê ji bo bibe walîyê Cizîrê bi destê dewletê hatîye şandin.

Kurdan ji dema medan bi vir da ji kesên li ser textê xwe ra key gotine. Navên Key Dîyako, Key Qûbad, Key Xusrew û yên din vê rastiyê tînin zimên. Sebeba di şûna peyva muxtar a ji erebî ketîye kurdî da li nav gel hîna jî hebûna peyva keya ji wan deman maye. Persan ji mezinên xwe ra şah gotine. Ji bo xwe ji persan mezintir bidin xwiyakirin Romîyan jî  ji yên ser textê xwe ra padîşah (bavê şah) gotine. Di destanê da “Memê Alan padîşahê kurdan e” tê gotin. Ji rastîyên nasnama romîtîya Memê Alan nîşan didin yek jî, bê guman ev gotina padîşah e.

Bajarê Mixribê yê çîrokî di rastîya xwe da Stenbol e. Hema hema hemî sifetên di destanê da pê qala vî bajarî hatîye kirin bi hawayekî eşkera Stenbolê tînin zimên. Dema Memê Alan ji Zîna Zêdan ra qala bajarê Mixribê dike rasterast Stenbolê dide nasîn:

Qey koranî bi çavê te de hatiye. Tu serê xwe derxe, ji xwe re binêre li behra û dengizane,

Binêre li orînê qeptana û li tikîna gemîyane.

Ji min re dibêjin Çeleng Memê Alane,

Xwerziyê Şêxê Qureyşiyane,

Braziyê Emer begî û Elmas Begî, siltanê Kurdan e.

Vira bajarê Miẍribiyan e,

Bajarê Miẍribê bajarekî ezîm î mezin û pir î grane e.

Li ser heft çiyan e,

Li ser sê sid û şêst û şeş qapiyan e.

Her qapîkê li ser sê sid û şêst û şeş walîlixan e,

Her mihelekê li ser sê sid şêst û şeş camiyan e.

Her camîkê, sê minarê zirav tê de ne, tu dibêjî qeytan e.

Li serê minara dibe pirinê mûmiyan û meşelane.

Wexta dinya dibe berê sibehê, mele banî dikevin serê minarane,

Dibe şiqînê wane,

Dengê wan mîna ye dengê şalûlan û bilbilane. ( rp. 32)

Her kes dizane ku Stenbol li ser 7 girî ava bûye. Hunermendên muzîka turkan jî di stranên xwe da qala van 7 giran kirine. Zülfü Livaneli di strana xwe ya bi navê “Karlı Kayın Ormanı” da bi turkî dibêje: “Yedi tepeli şehrimde bıraktım gonca gülümü”. Kurdîya wê wusa ye: Min gula xwe ya bûkik li şarê xwe yê li ser heft girî hiştîye. Ji gotinên Memê Alan pê vî bajarî dide nasandin meriv bi hêsanî têdigihê ev şar paytextê dewletek mezin a musulman e. Stenbolê li rojavayê warê kurdan e. Ji ber vê yêkê bi navê bajarê Mixribê hatîye binavkirin. Mixrib gotinek erebî ye, bi kurdî tê mana rojava. Piştî Stenbol ji destê Roma Rojhilat derketî gelek camî lê hatine çêkirin. Bi camî, minare û melên xwe bi nav û deng e. Piştî serdestîya Roma Rojhilat jî zulma li ser kurdan neguherîye. Ji ber vê sebebê kurdan zalimên rojavawî her dem bi navê Romî û  dewleta wan jî bi navê Rom û Roma Reş bi nav kirine.

Di destanê da tê gotin ku rîya Cizîrê rîya 6 mehan e, lê ev rê bi beza hespê efsanewî, kurrîyê deryayê Bozê Rewan rîya 15 roj û 15 şevan e. (rp. 70) Îro rîya papûrê ya Cizîr û Stenbolê 1607 kîlometro ye. Hespek dikane di saetekê 48 km here. Heker merivek di vê rîya papûrê ra bi hespê ji Cizîrê here Stenbolê û rojê 6 saet jî bêhna xwe vede  rê nêzdîkê 45 rojan digire. Suwarên hespan her dem di rîyên nêzîktir ra diçin. Xwîyaye ji bo pesnê Bozê Rewan bide dengbêj rîya nêzdîkî mehekê 15 roj û panzdeh şev nîşan daye. Dûrbûna Cizîr û bajarê Mixribê jî dûrbûna Stenbolê ya ji Cizîrê nîşan dide. Ji ber ku karvanên bazirganan hêdî diçin, dibe ku gotina rîya 6 mehan jî ji dema rêwîtiya wan hatibe girtin. Wer xwîyaye ji bo ferqa beza Bozê Rewan û hespên din nîşan bide ev dem bi zanetî zêde hatîye nîşandayîn.

Kesê di destanê da bi navê Xocê Xidir (Xizir) û Kalo hatîye binavkirin bibe nebe zanekî dewleta Romê ye. Ji kargertîya Mîrektîya Cizîra Botan xweş haydar e. Dema pendan li Mem dike, zanetîya Beko jî tîne zimên û jê dixwaze xwe ji wî û qîza wî biparêze. Ev Xocê Xizir ê Romî rind dizane ku Beko ji bo Mîrektîya Cizîrê û rûmeta Mîr biparêze çi ji destan were texsîr nake. Di karê xwe yê wezîrtîya Mîr da rojekê jî şaşitî nekirîye. Pendên Xocê Xizir yên li Memê Alan bi kurtî ev in:

Kalo got: “Memo, kurê min, tu diçî Cizîrê ji bona Zîna Zêdane,

Di nava we de heye eşqeke dilane.

Min divê li te bikim çend şîretane.”

Memî got: “Bibê, li ser serê min û her du çavane.”

Kalo got: “Gava darî ber şetê Cizîra Botane,

Şet î pehn û mezin e, li ser nînin kelek û darê gemiyane,

Ji alî din radibe dûmane,

Kelîşo daniye qîza Bekoyê Şeytane,

Dixwaze ko te bixapîne bi navê Zîna Zêdane,

Lê tu bawer meke; ew qîza Beko Awan e.

Bavê wê zaniye ko tuê herî bajarê Cizîrê, bi kitêba remlane.

Qîza xwe şande pêş te, dike te biqelibîne li gola xwiniyane.

Bibe sebeba serê te û Bozê Rewane.” ( rp. 70)

Dema Memê Alan digihê Cizîrê qîza Beko jê ra rewşa Zîna Zêdan yek bi yek bê kêmasî dibêje. Qîza Beko ji Memê Alan ra  Zîna Zêdan bi van gotinan dide nasîn:

“Niha, ya ko tu ji bo wê darî, Zin e:

 Dotmama Hesen, destgirti û qelendayiya Çeko, ezîza Qeretacîn e.

Xwedê zane, Çeko van rojan dike bizewice, Zînê bi der xîne.

Mîr Şem û Mîr Sêvdîn di rîya wê da sekinîne.

Xeber dane Hesen ko em giştîk pismamên hev in, û ne biyanî ne.

Te Sitîya çavbelek bir, Zîn jî ya me ye; yê ko qala Zînê bike, bila xwe ji bo mirinê hazir ke, bişidîne ( rp. 84)

Hesen ji bo birayê wî Çeko bi Zînê ra bizewice gefan li pismamên xwe yên bi navê Mîr Şem û Mîr Sêvdîn dixwe.

Hesen got: “Ev sê sal in me nehişt malê karwan û ticarane,

Me gişkê civand, kire zikê Zînê û Mîr Ezîn, mîrê Botane.

Gava em dikin berin, hon niha hatine, bûne pismamê qîzane,

Tu dizanî, ez î dîn û girgîn im.

Ezê şûrê nêriz ji kalên bikişînim.

Min digot: “Ezê Zînê piştî çend rojan bi der xînim.

Madam ko hat bi vê yekê sekinî, helalê Xwedê li min heram be, ko ezê niha, ro li taştiyan, ji mal bi der nexînim.

Ezê hinga zora we binim.” ( rp. 84-86)

Lê eynî Hesen ji bo Memê Alan dergistîya qelendayîya brayê wî ji xwe ra bi jintî bibe bajarê Mixribê çi ji destan tê texsîr nake. Ji bo xwe li ber çavên padîşahê Romê şîrîn bike her hawayê bêrûmetîyê li xwe datîne.

Di mêvanperweriya kurdan da edetek ew qas sosret a meriv pê jina xwe, dergistiya xwe ya jî kesa di rîya wê da sekinîbe pêşkêşî mêvanan bike tune. Ev yek bêrûmetiyek giran e. Hesen û Çeko rasterast bêrûmetî û bênamûstîyek nehatî dîtin û ne jî hatî bihîstin li xwe danîne. Her çi qas birayê piçûk Qeretacîn di sonda xwe da dibêje “eger ne bi ser jin û dergistiyê we be, …” rastîya namûsbûna jin û dergistîyan a di nav kurdan da tîne zimên jî di kirinên xwe yên piştî sondê da nîşan dide ku ev helwesta wî jî tenê bi gotinê ye.  Sondên her sê bira wus nin:

Hesen car din vegerî, got: “Şolê mêran ji bo sondê yê sisiyan e.

Bi vî şûrî û bi vê himêliyê be ko li ser bajarê Cizîrê giyane,

Şorê min wê biqede, û yek nabe didiyane,

Niha ko li ser mala min bi xwe be, û ko dilketiya wî Sitiya jina min be, ko diya zarokan e,

Heya niha, helala min bû û ji îro bi şûn da, ji min ra weke xwîşkan e.

Hon her du bira rûniştine, şehde bin, min bi kêfa dilê xwe da Mîrê Miẍribiyane.”

Vê car, dob hate Çeko, rabû ser lingane,

Got: “Bi vî şûrî, bi vê himêliyê, ji hêla min va jî, hatina vî lawikî eger li ser çar koşeyê bajêr be jî, qediyane.

Na ko li ser malê me be, û nefsê me, her sê birane,

Eger hati be ji bo Zînê, qalandayiya min ya sê salane,

Xwediya biskê birewa û qeterên guliyane,

Heya niha, xwestika min bû, û ji niha bi şûn da, xweyînga min e ji dê û bavane.

Va gotina min, bi şehdeyê we he du birane.

Min jî hiba kir û da Mîrê Miẍribiyane.”

Hate dora Qeretacîn, biçûkê birane,

Got: “Bi vî şûrî, bi vê himêliyê, eger ne bi ser jin û destgirtîyê we be, yê mayî bispêre min ko, çi be, li ser serê min, bi şehdiyê we her du birane.” ( rp. 164-166)

Hesen sonda xwe ya bêrûmetîyê bê kêmasî pêk tîne, raste rast ji jina xwe Stîyê dixwaze kincên xwe yên xweştirîn li xwe bike û here bikeve nav koma qîzan, heker dilê Mem tê da be ew dê wê bi dilxweşî bide wî. Hesen ji jina xwe ra van gotinan dibêje:

Hesen hate cem Sitiyê, got: “Tu çiqas lihevhatî, çeleng û şêrîn î!

Çiqas cilên te hene, gişka li xwe ki, xwe bixemilîni;

Tu herî xwe li cem xweyinga xwe gihînî.

Min ji mêvanê xwe ra kir qerareke mêrane.

Ew hatiye mala me ji bo kuleke dilane,

Me tu cara mêvanê xwe bi rê ne kirine, îlam ko îş î bi dilê wan e.

Tu jî here têkeve nav koma qîzane,

Eger meraqa dilê wî li ser te be, ji îro bi şûn da, li te nanihêrim bi çavê jinane.

Êdî, tû ji min ra dibî mîna xweyîngane. (rp. 170)

Zîna Zêdan edetên kurdan ên di derbarê namûsê da rind dizane. Dema li ber pencerê sekinîye, li Memê Alan nihêrîye û paşê dîtîye ko Çeko, dergistîyê wê yê sê salan, li pişt wî ye, van gotinan dibêje:

Her du destên xwe dane ber devûrûyê xwe, got: “Mala min şewitî, ez bûme sebeba pir tiştane!

Di rû vê yekê da, wê birije xwîna mêrane.

Eve desgirtiyê min ê sê salane

Her tişt bi çavê xwe dît, ne hewceyî gotin û şahidan e.

Çeko ne ew mêr e ko di xwe da derbas bike kêmî û bênamûsiyane.

Hîn iro stêrka min rijiya li ezmanane.

Ez bûme sebebê serê Memî û wê di dilê min da bimîne hesreta girane. (rp. 176)

Lê Zînê nizane ko dergistîyê wê û her du brayên xwe berdest û sîxurên dewleta Romê nin. Merivên ketibin vê rê bi hêsanî dikanin jin û dergistîyên xwe jî bidin kesên ji bonê dixebitin.

Di mesela bêrûmetîyê da rewşa Mîr Şem û Mîr Sêvdîn jî ne cûda ye. Her çi hîkmet e ew Mîr Şem û Mîr Sêvdînê di xebera xwe ya ji pismamê xwe yê Hesen ra şandine bi hawayekî berbiçav anîne zimên ku heker dev ji Zînê bernedin, bi gotinek din ji wan ra nehêlin divêt xwe ji mirinê ra hazir bikin, lê dema Memê Alan li pêş çavên wan bi Zînê ra digere, kirinên wan ên sosret li nav bajarê Cizîrê deng vedidin ji wan qet dengekî nerazîtîyê dernakeve.

Tenê tiştek dikane li paytextê Mîrektîya Cizîra Botan van pismaman gişkan di bêrûmetîyê bigihîne hev, ew jî bê guman xizmetkarîya wan a ji bo Romê ye. Çimkî tiştê ku seg ji bo xwedîyê xwe neke tune. Merivên segitî qebûl kiribin ji bo bi hestîyê xwedî diavêje ber bikojin ji her tiştî ra amade nin. Wekî di vê destanê da eşkera xwîya dibe, dergistî û jinên wan jî tê da hemî hêjahîyên wan ên maddî û manewî ji wan bêhtir ên xwedîyên wan in. Xwedîyên wan destê xwe li çi daynin bi dilekî xweş didinê.     

 Li ser Kanîya Qestelê her çi qas Memê Alan dibêje ku ew ne tirk û tacîk e, ew kurdekî canpola yê serhişk e jî li alîyê din nikane derewkarîya xwe ya di derbarê kirrîna Kanîya Qestelê vebişêre. Hesen, Çeko û Qeretacîn ji bo bi kêrî dekûdolaba Romê ya bi hemkartîya wan a li dijî Mîrektîya Cizîrê berdewam e bi hawayekî serketî bi dawî bibe, û Memê Alan û dotmama wan dilê wan çer dixwaze wer bi hev şa bibin, tapîya Kanîya Qestelê bê pere dane Memê Alan. Her sê bran ji Mem pere nexwastine û wî jî ji bo kirrîna Kanîya Qestelê quruşek jî nedaye wan. (rp. 204). Lê Mem di derbarê kirrîna Kanîya Qestelê da têra xwe ji Zînê û qîzên axa û begên kurdan ra derewan dike. Dibêje wî bi perekî zêde Kanîya Qestelê kirrîye:

Memî got: “Zînê tu min nas nakî! Ez Mem im, wergî dîn im.

Mîna teyrekî serdestan î çeng bi  şerab î ẍebẍeb zêr û per zêrîn im!

Ez ne tirk û ne tacik im, ez kurd canpola î serhişk î dilbirîn im!

Ez ne hatim ser Kaniya Qestelê nav koma keçikan, xelkê bi xwe bikenînim.

Hewqasa pere didim, milkiya Kaniya Qestelê ji her sê bira distînim,

Ev bune sê roj dixebitim tapiyan bi hikmê peran bi der xînim.

A tapî vaye, min kirine berîka xwe û têda digerînim.

Ez hatime ko her çar terefê Kaniya Qestelê tevî milkê wê bibînim.

Bi qanûna bajarê Cizîra Botan, hon ciqas qîzik tê da ne, madam hon bê izna min hatine nav vî milkî, ez dikim cezakî mezin ji we hemiyan bistînim.”

Paşê, Memî berê xwe bada ser koma qîzên Cizeriyane,

Got: “Keçino, metirsin, ez li we kesî naxwazim tu cezane.

Gava civatek bi aẍayê xwe ra dare bajaran û rûdine li qehwane,

Vexwarina qehwê li civatê, û pere dayîn para aẍayê wan e.” (rp. 226) 

Mebest ew e ku Memê Alan li şarê Cizîrê, li paytextê mîrektîyek kurdan, bigihê meqseda xwe ya ji bonê ji Bajarê Mixribê hatîye. Ji bo Mem bi ser bikeve lazim e Cizîrî werin xapandin, di derbarê nasnama wî da derewên binî mîna ku rastî bin li hev werin anîn. Dîsa jî dengbêjê ev destan gotîye kirîye nekirîye nikanibûye hemî rastîyan vebişêre, çi qas çîrok û çîrvanoka eşqa derewîn û dekûdolaba rastîn a Memê Alan û Zîna Zêdan dirêj kirîye bi nezanitî be jî li xwe mikur hatîye û pûçê xwe daye der.

Hesen ji bo Memê Alan ji Cizîrîyên bi rûmet biparêze Çeko û Qeretacîn li pey wî dişîne Kanîya Qestelê. Brayê mezin Hesen ji bo mêrê kurd pirtir bê rûmet û bê namûs bide nîşandayîn bi zanetî Çeko bi Qeretacîn ra dişîne, bi xwe pê ra  naçe. Qenc dizane ku Memê Alan û dotmama wan Zîna Zêdan li ser kanîya Qestelê wê gavê çi dikin. Hesen dema van brayên xwe bişîne ser Kanîya Qestelê bê şerm van gotinên jêrîn ên sosret dibêje:

Heqê kesî tune ko bike şorane,

Zîn dûşka min, qalandayiya Çeko û dotmama me her sê biran e.

Ji Memî ra jî bêjin: “Hesen ji te ra dişîne pir silavane,

Ko dilê xwe heye nesekine li isûl û adetên dinê, wek padîşane,

Hema bila bi milê Zînê bigire û bavêje terkiya Bozê Rewane.

Werine qonaẍa me, êvarê emê bidin birîn nikaha we her diyane.

Na ko dixwaze îş bimeşînî li ser adetane,

Zînê berde, û bi me ra vegere malane,

Najo sê rojan, emê bikin daweta we her diyane.” (rp: 232)

Hesen rind dizane ku şênîyên Cizîrê mîna wî, brayên wî û pismamên wî ne hemkar û berdestên Romê nin da ku bikanibin bênamûstîyê li xwe daynin. Di rê da Çeko û Qeretacîn vê rastîya berbiçav dibînin:

Çeko û Qeretacîn berê xwe dane riya Kaniya Qestelê, ava Gulane.

Nihêrîn ko ji bajêr bi der dikeve koma ebebozane.

Giştikan berê xwe dane ava Gulane,

Destên xwe dane ser qevdên şûrane.

Çeko fehm kir ko vana darine ji bo kuştina Memî li ser gazîya qîzane.

Ban kir bi ser wan da dengekî didiyane,

Got: “Law, gelî dizan û ebebozan! Ma çi îşê we heye li van derane?

Ma bi stiyê we ketiye parastina namûsa me mîrekane?

Ma qey bi me nabe, ko hon xwe didine şûna mêr û egîtane?

Law ew qîza apê min e û qalandayiya min a sê salan e.

Yê din jî mêvanê me, Padişahê Kurdan e.

Hon bi çi dilî darine ji bo kuştina wane?

Qey ku we ji bîr kiriye tirsa me Celaliyane?

Hon nizanin ko serêşa Memî bi mirina we hemî diz û ebebozan e?

Eger kî ji we tilîya xwe dirêjî Memî ke, ezê jêkim her du destane.” (rp. 232-234)

Li ser vê gotina Çeko şênîyên ku çûnin namûsa Mîr ji yekî Romî biparêzin bi çavên serê xwe dibînin, bi guhên xwe dibihîsin ku Çeko, dergistîyê Zînê, bi dilekî xweş namûsa xwe pêşkêşî Memê Alan kiriye, ew jî ji wê derê vedigerrin malên xwe.

Hesen, Qeretacîn û Çeko, her sê brayên ji bo Romîyekî bi navê Memê Alan bînin ser textê Mîr Ezîn dekûdolaban digerînin, û di vê bêrûmetiya xwe da ew qas pêş da diçin ku Çeko li ser Kaniya Qestelê dema Mem di ser dergistiya xwe da dibîne jî deng nake. Dema Çeko û Qeretacîn digihên ser Kanîya Qestelê her du bi çavên serê xwe dibînin ku Memê Alan û Zîna Zêdan bi hev şa dibin:

Çeko û Qeretacîn hatine ser Kaniya Qestelê, ava Gulane.

Nihêrîn ko Memî Zîn daye bin çengane,

Mîna teyrê ko seyda xwe digire û dide nava pencane,

Hêdî hêdî dide ber nikul û dimkane.

Wî jî Zîn daye kêleka xwe û rûniştîye li ser nihêlane.

Rihet rihet pê ra dikiye şorane,

Tew xebera wî tune ji êrîşê dizan û ebebozane.

Tu dibê qey rûniştiye di qesra xwe da, li Bajarê Miẍribiyane.

Tirs û kuşima wî tune ji kesane.

Çeko û Qeretacîn hatin nizîkî wane,

Qe ne bihîstin çeqareqa lingê hespane,

Serên xwe dane ber hev, û bi ser hev da dikine naz û henekane.

Çeko ban kir, got: “Mêvano, dilê min î liyan e,

Tu hinekî dereng mayî li van derane,

Hesen got: “Mem hîn î ẍerîb e, belkî eciz bibe ji bîntengiyane.

Herine cem wî, ji aliyê min va jê ra bibin gelek silavane.

Dibêje: “Eger naxwaze qanûn û adetane,

Bila Zînê bigire, bavêje terkîya Bozê Rewane,

Bigire, bîne qonaẍê me, ezê îşev bibirim mehr û nikahê wane.”

Na, ko dixwaze ez wî bizewicînim li ser isûl û adetê padişane,

Bila Zînê berde, vegere, were malane,

Bi îzna xwedê, ez nahêlim sê rojane,

Eger me nika bû Mîr Ezîn razî bikin bi malê dinê û perane,

Emê hinga dest bavêjin qevdê şûrane,

Dîsa ezê wê dawetê bikim, û ji kula dilê mêvanê xwe ra bibînim çare û dermane.” (rp 234-236)

 Hesen li pey hev numûnên bêrûmetîya xwe bi hawayekî berbiçav dide xwîyakirin. Rojekê jî ji bo bênamûstîya Mem a li mala Mîr di hoda Zînê da vebişêre, radibe agir berdide mala xwe, di ser da jî lawê xwe yê piçûk ê bi navê Celal dihavêje nav êgir. Dema dinihêre ku ev dekûdolabên wî û brayên wî nikanin vîna Mîr a bi harîkarîya wezîrê wî yê zîrek Beko bişkînin li ser bênamûstîya xwe û brayên xwe li xwe mikur tê. Bê guman nabêje Romê Memê Alan ji bo bibe walîyê Cizîrê ji bajarê Mixribê şandîye û ew jî karê xwe yê segitîya Romê ji dil û can pêk tînin. Mesela eşqa Mem û Zînê derdixin pêş ku di rastîya xwe da tenê mane ye. Hesen wusa bi ber Mîr Ezîn digere.

Hesen revî, hate cem wan her siyane.

Got: “Mîro, ez ketime bextê te û Xudane,

Ji bo dilê te nemîne, min mala xwe şewitand bi arê darane.

Min kurê xwe avête nav, ko delal bû li  ber çavên dê û bavane.

Dîsa me lê nedît çare û dermane.

Dawî, tu li namûsa me ketî şik û şivikiyane.

Madam ko işê gihêştî be van derane,

Emê ji te ra ya rast bêjin, rastî hatiye li cem Xudane.

Evê mêvanê min, Mîrê Miẍribiyane,

Zîn li welatê xwe dîtiye di xewneke şevane,

Dilê wî ketiye Zînê, destgirtîya Çeko, dotmama her sê birane.

Em di heqê xwe buhirîne, ji bona mêvanê xwe Memê Alane.

Êdî wekî din dimîne li piyê Mîrê bajarê Cizîra Botane.” (rp. 302)

Hesen dema Memê Alan bi mîr dide nasîn bi zanetî wê gotina derewîn a “Padîşahê kurdan e” nabêje, dibêje “Mîrê Miẍribiyane”. Çimkî dema bibêje Padîşahê kurdan e, ewê li ser fenûfûtên xwe yên ji bo dawîanîna li Mîrektîya Cizîrê li xwe mikur hatibe, ewê Mîr Ezîn ji hemkarîya xwe û brayên xwe û dekûdolaba Romîyan haydar bike. Ev yek jî bê guman dikane bibe sebeba kuştina wî û her du brayên wî.

  Stîya xwenga Mîr Ezîn jî mîna mêrê xwe Hesen û tîyên xwe Çeko û Qeretacîn û pismamên wan ên din ketîye nav xizmetkarên Romê û daye ser rîya îxanetê. Di vê rê da ew qas ji xwe çûye ku ji bo dawîyê li Mîrektîya Cizîran Botan bihînin û Memê Alan bikin walîyê Cizîrê bê şerm dikane vê gotinê bike:

Stîyê got: “Hesen, mala me şewitî! Ketiye tengiyê Memê Alane.

Hatiye vir, xeber ne daye me, hema çûye mala Mîr, hêla jinane.

Niha Mîr Ezîn hat tevî Bekoyê Şeytane,

Ew jî bi ser da çûn, Memî Zîn veşartiye di bin dawê kurkane.

Îro canê mêvanê we ketiya ber lingan û tehlûkane.

Yan lazim e hon qebûl nekin mêvanê ûdane,

Yan jî xwe bidine ber barê wan, mîna mêrane.

Mêvanê me îro ketiye gola xwînê, hele binhêrin tuê kari bî wî ji hev bi der xî mîna mêrane.

Li hêlekê, mêvanê te ketiye tengiyeke girane,

Li hêla din, xweyinga min maye di bin kurk û hewrane.

Eger jê ra çareyek nayê dîtin, rezîliya mezin e, bi eban e.

Zû here, eger bi kuştina birayê min be jî, Zînê xelas ke ji vê arî û rezîliya hane.” (rp. 292-294)

Beko wezîrê hêja yê Mîr Ezîn e. Ew û qîza xwe lê dixebitin ku rê nedin dewleta Romê felaketa anîye serê gelek mîrektîyên kurdan bihîne serê Mîrektîya Cizîrê jî, wê derê jî bike wîlayetekî dewleta xwe û bi destê walîyê xwe yê tayînkirî îdare bike. Karê Beko ew e ku  Mîr ji sîxur, xayîn û hemkarên Romê biparêze, wî ji van rastîyan  haydar bike. Haya Beko ji dekûdolabên pismamên mîr heye, zane ku ew di rastîya xwe da peyayên Romê nin û dixwazin bi markirina Zînê ya li Memê Alan xwastina dilê padîşahê Romê pêk bînin, dawîyê li mîrektîya Cizîrê bihînin û Mem bikin walîyê Cizîrê. Piştî destdirêjîya Memê Alan û sivikatîya Zîna Zêdan a li ser Kanîya Qestelê wezîrê zîrek û jêhatî Beko qerar dide ku êdî dem hatîye ew Mîr ji vê rewşa berbad û têra xwe bi tehlûke hişyar bike:

Bekoyê Şeytan çû cem Mîr Ezîn, digot: “Mîro, dilê min liyan e!

Xwe biparêze li pismamê xwe, Hesen, Çeko û Qeretacîn, her sê birane.

Li serê te digerînine şor û tevdîrane.

Tu hildayî ser darê û di bin te da dikin bibirin guliyane.

Mêrine dilxwar û zikreş in. Beqalekî welatan hatiye, li mala wan bûye mêvane,

Jê ra dibêjin Memê Alan, Padişahê Kurdane.

Dibêne, yani kurê Mîrê Miẍribiyane.

Dikin te ji mîritî bi der xin, wî li şûna bikin mîr û hakimê bajarê Cizîra Botane.

Ji mala we ra, ji bo rastiyê, min sond xwariye bi bav û kalane.

Gava min bihîst ev yeka hane,

Ez beziyam û hatime cem te û dibême ka te çi emr e û çi ferman e?” (rp. 246-248)

 Qîza Beko ji bavê xwe yê têra xwe jîr û zane hîn bûye ku Memê Alan yekî Romî ye. Di destanê da tê gotin ku qaşo dema qîza Beko “çelengtî” û “delatîya” Mem dibîne karê bavê wê ji bo bêtesîrkirina Mem dayêye ji bîr dike, dilê wê dikevê, bi şertê wê jî li gel Zînê ji xwe ra bi jintî bibe bajarê Mixribê ji wî dixwaze ku xwe ji bavê wê biparêze. Piştî ku Mem dihavêjin Zîndanê bi hawayekî berbiçav tê dîtin ev tenê îftireyek e di derbarê Qîza Beko da. Dema bi rastî dilê wê ketibûya Mem, ne mumkûn bû ew bi henara bi jehr a bi destê xwe amade kirî bibira bidaya Zînê û bi destê wê bidaya kuştin:

Dema rojên Memî di zîndanê da bûne sisiyane,

Qîza Beko hinarek peyda kir û bi serê şûjinê qul kir; di şûnê ra berda nav aẍuya marên Kaşane,

Di wê gavê da, hinar peyda nabin di nav Bajarê Cizîra Botane,

Hinar kire paşila xwe, hate cem Zînê ji bona teseliyane

            Qîza Beko hinekî sekinî, pistî van gotinane,

            Paşê got: “Xatûn, me bihîstîye, Mem, Padîşahê Kurdane,

            Di vî emrê xwe da neketîye tengîyane,

            Canê wî nazik e, mîna perê gulane.

            Di nava van sê rojan da, gelikî nexweş bûye ji qehrane.”

            Di paşila xwe da hinar bi der xist, û got: “Min jê ra anî va hediya hane.”

           

            Zînê got: “Memo, serê min bi qurbano, ev ci bela bû, ji me ra hat,

            Roj şewqê we dide dinyaê, li me her diyan tenha hilnehat

            Qet meraqê mexwe, gava ko xeber bigihê Celaliyan, tu bizane ro ji serê me jî helat.

            Ha ji te ra vê hinarê bigire, bixwe heta ji te ra çêkim xwarineke gran dû qat.”

           

            Memî got: “Zînê, êdî nema ez li vê dinê dikişînim mineta tu kesane,

Ne jî dixwazim vegera celaliyane

Ko ji bona min bikujin mêrane.

 Ez dixwazim bimirim, bigihême axa gorane.

            Ji bona min va hinara xweş derman e”

           

            Memî destê xwe rakir, bire ber devê xwe, hewên hinarê derbaskirin ji nava lêvan û diranane.

            Çavên xwe girtin, bi carê daxwarin; aẍû gihêşt zik û roviyane,

            Çav xirab bûn, çû bû rehmetane. (rp. 330-346)

            Di warê bêrûmetî û hemkarîya Romê da bi qasî serê derzîyê jî ferqa Mîr Şem ji pismamê wî Çeko tune ye. Çawa Çeko her awayê bêrûmetîyê li ser xwastina kekê xwe yê Hesen qebûl kirîye, û bi hawayekî eşkera dergistîya xwe ya qelendayîya sê salan daye Memê Alan, pismamê wî yê bi navê Mîr Şem ku ew jî dildarekî dinê Zînê bûye li ser vê bêrûmetîyê qet deng ji xwe dernexistîye. Ew Mîr Şem ê bi brayê xwe Mîr Sêvdîn ra ji bo Zîn nebe jina pismamê wî Çeko gefa kuştinê li her sê pismamên xwe xwarîye bê şerm ji bo yarê Zînê yê Mixribî hêsran dibarîne. Mîr Şem bêrûmetî û hevaltîya xwe ya bi dewleta Romê ra piştî mirina Memê Alan bi hawayekî berbiçav dide xwîyakirin:

Mîr Şem gotê: “Dotmam, serê min bi qurban e!

Heçiya Mîr Ezîn kirî ji bo mêvanê we Memê Alane,

Hîn me ne diye û ne jî bihîstiye ji devê tu kesane.

Xwedê xirab ke mala Mîr Ezîn ko ji xwe ra kiriye wezir Bekoyê Şeytane!

Hesen dît ko hat Mîr Şem, siwar bûye li Bozê Rewane,

Reng lê qulibtiye mîna rengê kuştiyane.

Hesen got: “Va çi ecêba giran e?”

Nihêrî ko Mîr Şem digiriye, û bi destekî desmal daye ber çavane,

Bi destê din, di bêrîka xwe da kaẍeza Sitiyê bi der xist, da dest wane.

Gava Hesen kaẍez vekir, gûçê şewitî dît, hêstir bariyan ji çavane. (rp. 350-352)

Piştî mirina Memê Alan Hesen û her du brayên xwe dixwazin xîjî ser Birca Belek bikin. Lê dema dinihêrin ku lehengên Cizîrî li ber bircê mîna kelehekê sekinîne ji tirsana newêrin xwe nêzîk jî bikinê. Çimkî dizanin ewê çi bi serê wan da were. Ji newêrektî û tirsa xwe vebişêrin, ji bo hêza parastina ji lehengên Cizîrî ya li Birca Belek  ji nedîtî ve werin çend gotinên Zînê derdixin pêş û qaşo bi gotinên wê her sê brayên xayîn dev ji xîjkirina ser Birca Belek berdanin.

Di destanê da bêçaretiya Mîr Ezîn, xwefiroşî, xaîntî û dekûdolabên hemî pismamên wî li ber çavan in. Ev rastîya jîyana serdestên wê demê jî baş tîne zimên. Ji dewleta pêşîn a kurdan ta serhildanên wan ên sedsala bîstan û çaryeka pêşîn a sesala bîst û yekê key, mîr, şeyx, axa, seyîd, pêşewa, serekên eşîran, serekên partîyan û mezinên din ên kurdan ên bi merivên bê rûmet ra bûnin heval, bi wan ra rûniştinin û rabûnin piştî demekê bi xencerên destên wan di pişta xwe da ya can dane, ya brîndar bûnin, ya ketinin destê dujmin, ya jî zaf ji qewetê ketinin. Rewşa Mîr Ezîn jî wusa ye. Hevaltîya wî ya bi pismamên wî yên bê rûmet ra dibe sebeb ku ew jî rojekê bibe yekî wekî wan, û bêrûmetîyê li xwe dayne.

Dema Mîr Ezîn têdigihê ku ewê leşkerekî giran ji paytextê Romê were û heyfa Memê Alan jê bigire ew jî bi çîrok û çîrvanokek li ser mezelê Memê Alan û Zîna Zêdan qerar dide ku mîna pismamên xwe yên bê rûmet xwe bispêre leşkerên dewleta Romê, û bi vê kirina xwe dev ji rûmeta xwe, rûmeta Mîrektîya Cizîrê û rûmeta miletê xwe berbide. Her çi qas Mem li ser fermana wî hatibe kuştin jî, ji bo canê xwe yê pîs ji şûrên Romîyan biparêze, sûc dixe stûyê wezîrê xwe yê zîrek Bekoyê Awan. Bi vî hawayî xeleka dawîn a pismamên rûmeta merivtîyê bê par mane temam dibe. Mîr Ezîn bi van gotinên jêrîn dikeve nav koma pismamên xwe yên berdestên Romê:

Di cî da Mîr Ezîn, ji îşê ko bi Memî kirî, bû poşmane,

Vegerî mal, delal hemî berdan nav Cizîra Botane,

Got: “Va îşê Memî min ne dikir, ez xapandim Bekoyê Awane.

Yê ko Beko bikuje, ezê çavên wî têr bikim ji zêr û perane.” (rp. 360)

Baxçevanê ku Beko dikuje jî xwefiroşekî pênc quruşan e. Kesên mîna vî baxçevanî ji bo çend quruş pere amade nin her xerabîyê bikin. Di rastîyê da ferqa van û pismamên xayînên li serê Mîrektîya Cizîrê bûnin bela tune. Ka em binihêrin vî xwefiroşî çima Beko kuştîye:

Rojekê yekî baxçevan baxçe av didane,

Nihêrî ko li bin darekê raketiye sebê Memî û Zînê, Bekoyê Awane,

Baxçevan got: “Ma ne Mîr bi der xisti bû  di heqê wî da fermane,

Ko kî wî bikuje, wê çavê wî têr bike ji zêr û perane?”

Micirfa xwe girt, çû yek dawişande serê Bekoyê Awane;

Serê Beko qelişî, xwîn pê da rêz bû, û rabû revî berê xwe da malane.

Baxçevan da pê, heya gihan tirbane,

Beko derbas bû di nav tirba Zînê û Memê Alane,

Çilkek ji xwîna Beko dilopiya, kete navbera tirba her diyane,

Dibên ji wê çilka xwînê stririyekî mezin hişîn bû, ji hev kirin destê wane.

Çawa li dinê nehişt bigihêne hev, di tirbê da jî, wan ji hev veqetane.

Baxçevan ghêşte Bekoyê Şeytane,

Serê wî da ber devê micirfane,

Li wir kuşt, cendekê wî bir, avête newalane.

Hate cem Mîr Ezîn, gotê: “Mîro li ser fermana te min kuşt Bekoyê Şeytane.”

Mîr Ezîn ban kire xulam û wekîlane.

Got: “Law, wî berin, qasî ko dixwaze, bidinê zêr û perane.”

Di destanê da tê gotin ku Beko bi alîkariya kîtaba Remlan hîn bûye ku ewê Memê Alan were Cizîrê. Ev yek zanetî, zanyarî û zîrektiya Beko tîne zimên. Em li vê derê têdigihên ku Beko merivekî xwenda û şêwirmendekî hêja yê Mîr Ezîn bûye. Ji aliyekî ve lê dixebite textê Mîr Ezîn biparêze û wî ji sîxuran haydar bike, ji alê din ve bi awayekî ne raste rast be jî lê dixebite wî ji pismamên wî û xwengên wî yên dixwazin dekûdolaban li serê wî bigerînin jî biparêze. Rê û rêbazên aqilane dane ber Mîr.

Beko ne pexîrekî li dijî bi mirazê xwe şabûna dildaran e. Tenê li dijî têkiliya wezîfedarekî Romê û xwenga Mîr Ezîn a bûye pêlîstoka wî karê xwe dike. Xêrnexwaziyek wî ya di derbarê Mîr Ezîn û pismamên wî da jî tune ye. Di destanê da em rastî dijayetiyek wî ya li hember zewaca Hesen û Sitiyê, heka Zînê, nayên. Ji xeynî helwesta wî ya rast a li dijî Memê Alan meriv rastî şeytanî an jî neheqiyek wî ya di derbarê merivên din da nayê. Beko dema dimire bi hawayekî remzî be jî dibe striyek di çavê Roma reş û hemkarên wê da. Li dunya din jî dest ji pêsîra sîxurên Romê û hemkarên wan bernade. 

Hesen û her du birayên xwe, Çeko  û Qeretacîn, piştî mirina Memê Alan li hev rûdinin û ji bo xwedîyên Memê Alan ji mirina wî haydar bikin şûrê wî û hespê wî bispêrinê bi pismamê xwe Mîr Şem xeberê dişînim bajarê Mixribê, peytaxtê Romê. Hesen û pismamên xwe yên xizmetkarîya Romîyan dikin ne li bendê ne ku Rom bi leşkerekî giran were Cizîrê serûbinî bike. Hesen dema Mîr Şem dişîne bajarê Mixribê van gotinan dibêje:

Piştî mirina Beko Hesen gazî kir her du birane,

Got: “Mem bû mêvanê me û di pêşa me da hate kuştin, em ji derdê wî ra ne bûn dermane,

Werin, em siwarekî bişînin bajarê Miẍribiyan, cem kalê bavane,

Qene, wê bigê destê wan şûr û cilên Memî, tevî Bozê Rewane.” (rp. 362)

 Mîr Şem li Bozê Rewan suwar dibe, dihere xebera mirina Memê Alan digihîne famîla wî û rayedarên dewleta Romê. Ji bajarê Mixribê dide pêşiya artêşa Roma Reş a di bin fermana Beglî da. Beglî û leşkerên di bin fermandarîya wî da ji ber ku segitîya wan kirine Hesen, Çeko, Qeretacîn, Mîr Şem, û pismamê wan Mîr Ezîn ê berî ku arteşta Romê bigihê Cizîrê ji tirsonektîya xwe dev ji mîritîyê berdaye û ketîya nav koma pismamên xwe yên xayîn nade kuştin. Dengbêjê destanê her çiqas vê rûdana qirrkar a Romîyan a li ser şênîyên bê guneh ên şarê Cizîra Botan mîna ku heyfgirtinek mafdar be bi dilekî xweş tîne zimên jî, dîsa li cihekî li xwe mikurt tê û vê qetlîamê bi gotina “Sê roj û sê şevan di nav bajarê Cizîrê da bû axir dewrane.” tîne zimên:

Piştî sê rojan şîn sar bû, Beglî emir da xortên Kurdane,

Anîn di nêva bajêr da ar dadane,

Li kêleka bajêr singê çadiran kutane,

Herçî destê wî digire şûr û sîlehane,

Ne man, gişkî hatine cem Beglî, gotin: “Bêjê te çi emr e, çi fermane?”

Hema Beglî berê wan dide çadirane,

Roja sisiyan, Beglî emir da, singê cadirina hilkêşane,

Topê hawan bar kirin li ser pişta bargîran, tevî sendûqê cebelxanane.

Mîr Şem li Bozê Rewan siwar bû, û bû rêber, kete pêşiya wane,

Heya hatin, gihêştin welatê Botane,

Mîr Şem raberî wan dikir, digot: “Ha binihêrin tirba memî û Zînê wê han e.”

Xelkê Cizîrê dihate diyarê leşkerê Beglî, dikin sêr û temeşane.

Beglî emir da, got: “Li dora bajêr belav bin, û qenc bikolin çeperane.

Emê heyfa Memî bistînin ji van bêbext û telaqreşane.”

Li pêş vê yekê pişta xelkê Cizîrê qurifî ji tirsane,

Di wî deravî da, Hesen, Çeko û Qeretacîn hatine nav Miẍribiyane,

Nihêrîn ko xortekî sivik di nav da ye, tev da î mîna Memê Alan e.

Pirsîn ko va kurê xaltîka Memî ye, xwarziyê Emer begî, Şêxê Qureyşîyanee,

Hatine cem, hev nas kirin, her sê biran yek bi yek xwe tê wer dane,

Digotin: “Li te teye bîna Memê Alane[4].”

Tu nema, Mîr Ezîn jî hate nav çadirê leşkerê Miẍribiyane,

Beglî bi der kete pêşiyê, anî çadirane,

Emir da eskerên xwe, got: “Herin, bi ẍar kin qesr û qonaẍane.”

Sê roj û sê şevan di nav bajarê Cizîrê da bû axir dewrane.

Ko kî di ber diketin dikuştin, di ber heyfa Memê alan, Padişahê Kurdane.

Van her sê rojan, Mîr Ezîn, Mîr Şem tevî her sê Celaliyane,

Di çadiran da li cem Beglî girtî mane.

Roja sisiyan, di nav Bajarê Cizîrê da xaniyê bilind qet ne mane.

Giştik bi erdê ra dûz bûn bi destê xortên Kurdane.

Beglî emir da leşkerane,

Tev da bi der ketin ji bajarê Cizîra Botane

Hinga, Beglî da îzna mîr Ezîn, Mîr Şem û her sê Celaliyane.

Bajarê xan û xerabe teslîmê wan kir, hate ser tirba Memê Alane,

Got: “Memo, bila di dilê te va eyan be, min heyfa te hilanî ji bêbextane.”

Hinga, bi xwe siwar bû li Bozê Rewane,

Leşkerê wî çadir bar kirin, meşiyane,

Berê xwe dane welatê Miẍribiyane. (rp. 364-368)

Wekî tê zanîn, her dema ku Romîyekî payebilind li deverek welatê kurdan hatîye kuştin dewleta Romê bi leşkerekî giran avêtîye ser wê derê û qirrkirin jî tê da her awayê wahşetê pêk anîye. Leşkerên di bin fermandariya destebirakê Memê Alan ê bi navê Beglî da jî heman wahşetê tînin serê Cizîrîyan. Navê Beglî nasnama wî û dewleta wî diyar dike.

Mîr Ezîn ji dêvla gelê xwe ji zilma Romê biparêze diçe xwe dispêre leşkerên neyarê xwe. Ji bajêr tenê malbata Mîr Ezîn û pismamên wî yên xayîn ji mirinê xelas dibin. Mîr Ezîn ji bo bikanibe canê xwe û mala xwe ji Romîyan rizgar bike, kirasê bêrûmetiyê li xwe kiriye û bê şerm li qirkirina gelê Cizîrê nihêriye. Qesra wî jî di nav da bajar li pêş çavên wî hatîye wêrankirin.

Mixabin kurdan di tarîxa xwe da, bi giranî hevaltîya neyarên milletê xwe kirine. Hindik dengbêj û stranbêjan bi zanetî pesnên dujminên miletê xwe û segên wan ên li warê xwe danin. Bêheşî û kêmaqiliya xwe di hunera xwe da jî gelekî baş anîne zimên. Sebeba îro hîna li ser xayînekî wekî Yezdan Şêr stranan dibêjin û wî pîroz dikin jî ji heman sosretîyê ye. Ên zehmet kiribin çend rûper tarîx xwendibin dizanin ku Yezdan Şêr bi alîkariya Romiyan êrîşî Birca Belek kiriye û bûye sebeba dawîhanîna Mîrekîya Botan. Mîr Ezîn jî di nav da pismamên bê rûmet ên di destana Memê Alan da û Harpagos ê Medyayî, Yezdan Şêr ê fermandarê Mîrektîya Cizîra Botan û gelekên din ên di rîya van da di rastîya xwe da heman kesên li derên cihê û di demên cihê da bi navên cihê mala gel şewitandine. Helbet ferqek wan jî heye; hêlek bi gewherê xwe ji rêxa sergoyê çîrok û çîrvanokan e, û hêla din jî bi gewherê xwe ji rêxa sergoyê tarîxa reş û tarî ye…

Derkenar: Di vê nivîsê da varîyanta Destana Memê Alan a ji alî Roger Lescot ve hatîye berhevkirin esas hatîye girtin. Hemî numûne ji vê kîtabê hatinin dayîn. Şaşitîyên îmla metnê orjînal bi zanetî nehatine rastkirin wekî xwe hatine nivîstin. Kesên bixwazin dikanin PDF a vê kîtabê ji kîtabxana dîjîtal a Institut Kurde de Paris (Enstîtuya Kurdî ya Parîsê) ji linka https://bnk.institutkurde.org/images/pdf/UQNEAG5YLD.pdf  dabixîne ser computerê xwe û ji serî ta dawî bixwînin.

Nisêbîn, 10.01.2022



[1] Li pêşgotina kitaba Roger Lescot, rp. I-XXV binihêrin

[2] Mîşo dengbêjekî ji je eşîra Berazîyan e,  li bajarê Meqtelê yê Sûrîyayê jîyaye.

[3] Roger Lescot, Textes Kurdes, Deuxième Partie, Mamé Alan, Institut Français de Damas, Collection de Textes Orientaux, Tome 1, 1942, Beyrouth

[4] Segên surûştî ji bo xwedîyên wan pê şa bibin, diherin xwe tê werdidin. Alîyekî din ê xurt ê segan jî ew e ku rind bêhnê digirin. Hesen, Çeko û Qeretacîn eynî mîna segan diherin xwe di Beglî werdidin, û jê bêhna Memê Alan digirin. Segên surûştî bêhna du merivan li nav hev naxin, lê wer xwîyaye segên li ser du ningan digerin bêhna hemî xwedîyên wekî hev digirin, naxwazin bêhnên wan jî ji hev cihê bibinin. Ji bo wan xwedî xwedî ye, ha Memê Alan ha Beglî.