Kovara Rojî Kurd sed sal berê, di Gulana 1913an da li Stenbolê dest bi weşanê kirîye. Rojî Kurd weşana Hêvî Kurd Talebe Cemîyeti (Komela Xwendekarên Kurd Hêvî) ye. Zimanê kovarê turkî û kurdî ye. Di salekê da 4 hejmarên wê weşîyane. Di 1914an da bi derketina Cenga Yekem a Dunyayê ra Cemîyeta Hêvî belav bûye û dawî li weşana Rojî Kurd hatîye.[1] Weşanger, karger, karker, nivîskar û helbestvanên vê kovarê ji bo bikanibin bibin dengê miletê xwe çi destan hatîye kirine. Piranîya nivîs û helbestên Rojî Kurd li ser pêşketin û perwerdehîya milî ne. Meriv di vê kovarê da ji her alîyî ve bandora modernityê dibîne. Bîr û bawerîyên nivîskarên Rojî Kurd, hestên milî ên helbestvanên wê, tercûmanên wê, berhevkarên wê ên çîrokên gelêrî, sociologên wê hêjayî lêkolînên ilmî ne.
Nivîskarên Rojî Kurd ên ku xwastine di nav sînorên împaratorîya Osmanî da, bi nasnama îslamî û osmanîtîyê kurd jî bibin xwedî mafên xwe ên milî, bi awayekî eşkera ramanên xwe anîne zimên. Rewşenbîrên mîna Dr Abdullah Cevdet, Babanzade Îsmaîl Hakki û Lutfî Fîkrî yekitîya dewleta Osmanî parastine. Seîd Verroj di pêşgotina Rojî Kurd a herfguhezî, tercûmekirî û ji nû ve çapkirî da va rastîya anîye zimên: “Di nav rûpelên kovarê de hinek gotinên kurdewarî hebin jî, di fahm û feraseta kovar û nivîskarên wê de Îslamîyetî û Osmanîparêzî mefhûmên destnîşankar in.”[2] Dema meriv bala xwe dide naveroka nivîs û helbestên nivîskar û helbestvanan, bi taybetî jî helbestên ji Ehmedê Xanî û Hecî Qadirê Koyî hatine girtin û di nav nivîsan da hatine weşandin, tê dîtin ku nivîskar û helbestvanên alîgirên kurdayetî û welatekî biserêxwe jî hebûne. Bulgarîstanli Dogan, Xelîl Xeyalî (Modanî X., M.X) M. Bedirxan, û Xezal di vê koma dawîn da cih digirin. Van kesan wek ên koma pêşîn xwastina dilê xwe rasterast neanîne zimên an jî nikanibûne bînin zimên. Ji alîyê van kesan ve pirtir bikaranîna navên mustear an jî mexlesan manîdar e.
Welatparêzîya Rojî Kurd ji bergên wê dest pê dike. Li ser bergê hejmara pêşîn mîgarekî mezin ê Selaheddînî Eyûbî, li ser bergê hejmara duyemîn nîgarekî mezin ê Şah Abdulkerîm Xan Zend heye. Li gor Dr Marûf Xeznedar neqil dike, kurdologê bi nav û deng Mînorskî di derbarê Rojî Kurd da gotîye: “Le duwayî da komeleyek le kurdekan, le qutabî û rojnamenûsan le salî 1913 da, komeley “Hêvîya Kurd” damezirand, we dest be belawkirdinewey govarekî manganey be nawî Roj Kurd / Rojî Kurd kird, em govare rêrewêkî neteweyî ronî girtibûwe, le ser laperey bergekanî em govare wêney gewrey pîyawanî kurdî wek Selaheddînî Eyûbî û Kerîm Xanî Zend belaw dekirdewe. Her em govarek bûwe elîfbêyek tazey bo zimanî kurdî dana, paşan nawî govar bûwe be govarî “Hetawî Kurd” le salî 1914 da.”[3]
Kovara Rojî Kurd di her warê pêşketina jîyana civakîya kurdan da xwedî rolek berbiçav e. Di nav rûpelên Rojî Kurd da perwerdehî cihekî grîng digire. Piranîya nivîskaran li ser perwerdehîya bi kurdî ramanên xwe anîne zimên. Nihêrîn û ramanên rewşenbîrên kurdên sed sal berê û îro hema hema qed ne guherîne. Ji vê yekê tê têgihîştin ku heta ji problemên çandî û milî ra çare neyê dîtin, sed sal jî derbas bibe xwastin naguherin. Ne armancên miletê bindest ne jî astengên miletê serdest guherîne. Sed sal berê û sed sal şûnda her du alî jî bi heman peyv û hevokan li ber xwe didin.
Sed sal berê jî rewşenbîrên turkan bi xweşbînî li weşangerîya bi kurdî nenihêrîne, dema çavên wan bi çend cumlên kurdî ketî hema di cî da heval û hogirên xwe ên kurd bi parvekarîyê tewanbar kirine. Ji vê rastîyê meriv têdigihê ku wan deman jî rewşenbîrên serdestan parastin û pêşvebirina zimanê kurdî ji bo diwaroja welatê xwe mîna gefekê helsegandine. Rewşenbîrên kurdan ên wekî Dr Abdullah Cevdet ji vê nihêrînê pir xemgîn bûne, agir bi dilê wan ketîye. Ne xemgînîya wan, ne jî agirê dilê wan bi qasî serê derzîyê jî nikanibûye rastîyên tal şîrîn bigerînin. Nivîsa Dr Abdullah Cevdet a bi navê Ittîhad Yolu (Rîya Yekitîyê) numûneyek hêja a vê rastîyê ye. Abdullah Cevdet, helwesta hogirekî xwe ê dema çavê wî bi nivîsek kurdî a Rojî Kurd ketî bêhna xwe teng kirîye wusa anîye zimên: “Dostê min ê birêz û xoşewîst ê nivîsa kovara Rojî Kurd li ser masa min dît bi carê: “Ev kovar çi ye” got? … Hevalê min kovar vekir, dema çavê wî bi nivîsekê ket: “Madem bi turkî nine, mademkî bi kurdî ye “ev tê wê manê ku rojnama parvekarîyê ye” got û Rojî Kurd danî ser masa min. Ev rûdanek e, bi bawerîya min hêjayî nirxandin û baldarîyê ye. Ev awayê helsegandinê pir banal û bi giştî ye. Ji ber vê pir xemgîn im. Ji ber ku vê felsefa sexte rewşenbîr jî kirine nav lepên xwe, agir bi dilê min dikeve... Ez ne bi nam û sifetê turk, kurd, bi sifetê “hemwelatîyekî azadê” Turkîyayê dibêjim. Çara herî baş a yekitîyê individualism e… Min wê demê gotibû yekitîya pêkhatinan ji yekitîya berjewendîyan pêk tê. Min bi vê gotinê, li împaratorîya Turkîyayê yekitî çawa dikane pêk bê, anî zimên… Swîsre ji bîst û du kantonan pêk hatîye. Her kanton ji alî mulkî û kargerî ve bi temamî biserêxwe ye… Bê guman ewê kargerên me di têgihîştina vê da dereng nemînin; ku sedsala me sedsala miletan e. Hêza hukumat û dewletên herî radical û xwedî qeyd û bend jî têr nekirîye rê li ber vê cereyanê bigirin û ewê têr neke… Dilê min tije hêvî ye, ên bê hêvî ne bira werin cem min…”[4]
Hêvî xwarin û vexwarina neçaran e. Heta hebûn berdewam be ew jî berdewam e. Kurdên bi hezaran salan di bin destê pers û romîyan da her dem rastî bêbextîyan hatine, hîç demekê nikanibûne xwe ji dek û dolabên wan rizgar bikin, hêvîya xwe jî wenda bikirana ew dê çawa hebûna xwe biparastana? Divêt neyê jibîkirin ku hêvîyên bê pîvan, hêvîyên ji rastîyên milî û beynelmîlel dûr, bi gotina kurt hêvîyên di derenca xewn û xewrojkan da ji xwexapandinên hebûna milî dixin rîya çûn û nehatê pê ve ne tiştekî din in. Ji nivîskarên Rojî Kurd ên herî zêde osmanîparêzî û îslam derxistine pêş, li dijî ramana kurdayetîyek derî dewleta Osmanî xwedî helwestek berbiçav in yek jî bê guman Lutfî Fîkrî ê Dêrsimî ye.
Lutfî Fîkrî di nivîsa xwe a bi navê Kurd Millîyeti (Miletê Kurd) da behsa hişyarbûna miletê kurd kirîye. Nivîskar, sala berî vê nivîsê binivîse li gundekî eşîra Milî ê li Ruhayê bûye mêvan. Lutfî Fîkrî bi nihêrînek rexnegîrî û tewanbarane çavsorîya Îbrahîm Paşayê Milî anîye zimên. Lê qed behsa tade, dijwarî û zilma karmendên Osmanîyan nakirîye. Hemkarîya wan û Îbrahîm Paşayê Milî neanîye zimên. Nivîskar li mala mazûbanê xwe kitêbek bi kurdî dîtîye. Bi çavên serê xwe dîtîye, tenê ji ber ku bi kurdî ye mazûbanên wî û gundî bi çavê kîtabek pîroz li vê kitêbê dinihêrin û diparêzin. Nivîskar gelekî di bin tesîra vê rûdanê da maye.
Di nav pêkhatinên împaratorîya Osmanî da miletên xrîstîyan li gor ên misilman ji alîyê bîr û bawerîya milî ve bi hêztir bûne û di encama vê da mafên xwe ên milî zûtir bi dest xistine; zûtir jîyana xwe a li gor pêdivî û berjewendîyên xwe ên milî bi dewleta Osmanî dane qebûlkirin. Miletên misilman jî berî kurdan hişyar bûne û bi dewletê mafên xwe ên milî dane qebûlkirin. Lutfî Fîkrî ev rastî wusa anîye zimên: “Kurd di hişyarbûna milî da ên herî dawîn in. ereb û arnawût berî wan hişyar bûne û bi dewletê nasnama xwe a milî dane qebûlkirin. Heke miletê kurd bixwaze ji dewleta Osmanî cihê bibe bi tu awayî nikane payîdar bibe. Bi qasî mîsqalî zerre jî ji aramî û xweşîyê dûr bikeve mitleq ew dê ji holê rabibe.”[5] Lutfî Fikrî ji alîyekî ve pendan li kurdan dike, ji alîyê din ve tirsê tê difirîne da ku bi tu awayî ramana rizgarîya milî di serê xwe ra jî derbas nekin. Nivîskar bi şertê ku kurd ne ji bo bibin miletekî biserêxwe, ji bo pêdivîyên xwe ên milî di nav dewleta Osmanî da bijîn hişyarîya milî a kurdan “bi hurmet silav dike”.
Ji bo kesayetîya milî bigihê asta pêwîst, milet bi xwe bawer bibe, pêwistîya merivan bi hînbûna tarîxa xwe heye. Pêwîstîya merivan bi naskirina kesayetîyên xwe ên tarîxî heye. Ji bo miletê kurd ji serek û fermandarên xwe ên di tarîxa milî û beynelmiîlel da bi nav û deng in haydar bibe jîyana Selaheddînî Eyûbî[6] û jîyana Huseyîn Paşayê Bedirxanî[7] bi zencîrenivîsî ji alî redactiona kovarê ve hatîye weşandin. Gelek nivîskarên Rojî Kurd jî bi heman armancê helbestvan, zanyar, tarîxzan û mîrên kurdan di nivîsên xwe da dane nasandin.
Kêmbûna berhemên li ser tarîxa kurdan bala nivîskarên Rojî Kurd kişandîye. Dr. Abdullah Cevdet di nivîsa xwe a bi navê Bir Hitab (Bangek) da grîngîya miletbûnê û di vê processê da kêmasîya tunebûna tarîxek têkûz bi van hevokan anîye zimên: “Bîr ji bo kesan çi be, tarîx jî ji bo miletan ew e. Jîyana merivan û hetta jîyana heywanan jî ji berdewamîya zindîtîya bîra meriv pêk tê û dewam dike… Miletê ku xwedî tarîxek hêja û bêkêmasî nebe, ew milet mîna ku hîç nejîyabe tê helsegandin… Tarîxa kurdan heye? Miletek bi “Şerefnamekê ” nikane rûmeta xwe an jî rûmeta tarîxê biparêze… Miletê xwedî tarîxa buhurî û tarîxa ayînde nebe nikane li xwe xwedî derbikeve. Milet û kesên nikanibin li xwe xwedî derbikevin dibin bindestên xelkê.”
Yorum