DERDÊ XAPÎN Û XWEXAPANDINÊ
Dema parsek derketine ser textê medan, navê Medan guherandine, kirine Parsan. Hegmetana (Ecbatana) talan kirine, wêran kirine. Sera Keyatîyê şewitandine, û gotine, me keyê çavsor ji ser têxt anî xwarê. Pirranîya medan pê xapîyane, gotine: “Parsan di rastîya xwe da Medan e, tenê li ser textê wê parsekek rûniştîye.” Parsekan jî ji wan ra gotine, her çiqas zimanê dewletê êdî parskî be jî Parsan mîna Medan hem dewleta parsekan, hem jî a medan e. Hûn jî dibînin şahê Parsan pisê dota keyê Medan e, nevîyê wî ye. Dînê me yek e, rêgeza me yek e. Berê em hemî med bûn, nuka em hemî parsek in. Piranîya medan bi van gotinan xapîyane. Ev di tarîxa kurdan da xapîna bi neyarên xwe û xwexapandina pêşîn bûye.
Di roja rojîn da medên ku bi dek û dolabên parsekan nexapîyane jê pirsîne, gotine: em duh med bûn, çima îro bûne parsek? Parsekan ev pirsa wan bê bersîv nehiştine, jê ra gotine: berê hûn goşt bûn em neynûk, êdî hûn neynûk in em goşt. Paşê yek bi yek serê wan jê kirine û ji xwedîyan ra gotine, her neynûk heta di taxa goşt ra be dikane bijî. Dema dirêj bibe serî tê jêkirin. Cara pêşîn wê demê xelkê serê kurdan jêkirîye. Cara pêşîn wê demê xelkê dest avêtîye rûmeta wan. Cara pêşîn wê demê çîroka goşt û neynûkê di bîra kurdan da bi cih bûye.
Sal buhurîne, gelek çîrokên bê yom dest pê kirine: çîrokên “me dot û pisên xwe li hev mar kirine”, “em merîyên hev in”, “em mîna goşt û neynûkê ne”, “em ji hev nabin” û gelekên din wan deman dest pê kirine. Çîrokên di wan deman da ji dapîr û bapîran ra bi zebanê parsî kon (zimanê fariskîya kevn) hatine gotin îro bi heft zimanên cihê ji pisên pisan ra tên gotin. Xwastine nevîçirkên kurdan jî bi heman çîrokan bikevin xewê ta ku di xew da xwebûna xwe ji bîra bikin. Kurdên nexwastine bi van çîrokên jehrî bikevin xewa mirinê di nav xwîna sor da gevizandine. Tenê rîya dîyarê gazê (mezelan) şanî wan dane. Navê rîya berxwedanê jî rîya bi xof, rîya mirinê lê kirine. Hemî merivên bi rûmet her dem rind zanibûne ku rîya berxwedanê rîya serbestî, xoybûn û jîyana bi rûmet e. Medên bi rûmet ji parsekan ra gotine: hûn wer dibêjin, de werin em navê welatê xwe dîsa bikin Medan, ya jî bikin Arian, navê warê me yê resentirîn, û em zimanê xwe yê hempar jî dîsa bikin medkî ya jî arîkî. Divêt meriv heqê wan nexwe, parsekan hêç carekê jî ne dilên medên bi rûmet ne jî dilên nevîyên wan şikandine. Tenê stûyên wan şikandine.
Dem buhurîye. Piranîya medan ji Hegmetanayê bar kirine. Ew warê buhuştî tenê hiştine. Bê xwedî hiştine. Çûne li bajarên din li xoybûna xwe ya wenda gerîyane. Tewş negotine, rih dibe buhost lê dijmin nabe dost. Parsekan dest avêtine Hegmetanayê, şarê xewn û xewrojkên medan wêran kirine. Tiştek lê nehiştine. Dawîya dawîn nav jî guhertine, kirine Hemedan. De were xwe mekuje. Hegmetana ji bo kurdan çîroka şûjinê ye. Kurdan Hegmetana ji bîr nekirana, ew di sênîya zêrîn da nespartana parsekan, ew dê îro li Mehabad, Amida, Hewlêr, Qamişlî, Laçîn û Elegezê li xoybûna xwe ya li Hegmetanayê jidestçûyî negerîyana. Ewê bi heft alfaban heman peyvên zimanê xwe li hev negerandana û di nav heft welat û heft zimanên bêgane da weha belengaz û bê çare nemana.
Dem buhurîye, ne xwexapandina medan ne jî dek û dolabên parsekan bi dawî hatine. Talan û wêrankirinên hemî hêjahîyên hebûna medan dest pê kirîye. Bê sekin berdewam bûye. Parsekên ku nanê wan bê xwê ye bi ser ketine. Medên nanê bê xwe xwarine di tade û çavsorîya li ser gelê xwe da deh pîn li parsekan xistine. Ne xapîna bi parsekan ne jî xwexapandina medan rê li ber talana li Medan girtîye. Di serî da Herodotosê grekan, gunehê gawiran bi medan hatîye. Ne tenê Herodotos, gelekên din jî di îtîhasnamên xwe da mirdarî, û talanên parsekan anîne zimên. Dibe ku gotina mezinên kurdan “gunehê gawiran bi me dihat” ji wan rojan mabe. Mîna gotina “nanê bê xwe xwarîye” a li ser medên rûreşên hemkar û sîxurên parsekan. Cara pêşîn bi vî awayî kurd bi nexweşîya xwexapandinê ketine. Cara pêşîn bi vî awayî hebûna kurdan rastî êrîşek ewqas giran hatîye.
Parsekan pêlî serê kurdan kirine, ji nêzîkî çemê Îndûs heta Makedonyayê, ji wê derê heta bi Afrîkayê Xşasîya (Şahtîya Axamenîşan) xwe ava kirine. Dest û lingên leşkerên medan zencîr kirine. Tiştên nemaye anîne sêrî. Tê gotin ku fermandarê serekeyê arteşa Medan, xayînê namdar Harpagos, poşman bûye, lê poşmanîya dawîn bi kêr nehatîye. Gotina dawîn a keyê wî yê çavsor, Key Astîyages, heta ku mirîye ji bîrê neçûye. Parsekan çavsorîya xwe ya li leşkerên medan li ser Begeston nexş kirine. Cara pêşîn wê demê kurd bûne leşkerê xelkê. Cara pêşîn wê demê kûçikên kurdan li ber derê xelkê hewtîyane xwedîyên xwe.
Medo, cuwanmerdê bi nav û deng ê medan, xwastîye ji vê sosretîyê ra bibêje na, vê eyba reş û fedîya giran bi dawî bîne. Mixabin berî parsekan sîxurên wan ên med ketine pêşîyê û rê lê girtine. Nanê bê xwê xwarine. Cara pêşîn bi vî awayî kurd ji xelkê ra bûne merd, û ji xwe ra bûne derd. Cara pêşîn kerên kurdan ketine bin barên xelkê. Heşê kurdan çûye, û carek din venegerîyaye. Hindik dibêjin wenda bûye. Hindik dibêjin bûye hêsîrê parsekan, li zindana Evînê di bin lêdanên dijwar da ye. Hindik dibêjin mirîye. Bi vî awayî grêya li bendê xapîn û xwexapandinê ketî bûye grêkûrik. Bi hezaran sal in kes nikane vebike…
Piştî demekê warê kurdan di nav parsekan û roman da parve bûye. Bîzansê, bi navê xwe yê din Roma Rojhilat, navê warê kurdan Corduene lê kirîye. Êdî kurd bûne leşkerên du welatan. Wan deman ne Baba Serhengê Dewdanî, ne Ehmedê Xanî, ne Hacî Qadirê Koyî, ne Celadet Ali Bedirxan ne jî Cegerxwîn hebûye daku bibêjin li ser sînoran kurd bûne armanca tîrên xedarên parsekan û roman. Ên gotine nenisvîsîne. Ên nivîsîne nikanibûne xêzên qelemên xwe biparêzin. Ên li parastina wan xebitîne jî bi ser neketine. Çimkî bê dewlet bûne. Bê xwedî bûne. Arteşa wan tune bûye. Merivên nikanibûne rûmeta xwe biparêzin, ewê çawa bikanibûna nivîsa xwe biparêzin? Cara pêşîn segên kurdan li ber derên du cîranên ji hev cihê hewtîyane. Li ser xwastina axayên xwe ên parsek û efendîyên xwe ên romî kişî xwe û xwedîyên xwe bûne.
Kurdên bê rûmet her tiştê ji bo parsekan gotine ji bo romîyan jî dubare kirine. Gotine, herçiqas em ne mesîhî bin jî Rom warê me hemîyan e. Binihêrin em dibin leşker. Kes ji me ra tiştekî nabêje. Em dev ji zerdeştîyê berdidin, dibin mesîhî. Kes ji me ra tiştekî nabêje. Em jî mîna romîyan hellenkî hîn dibin. Kes ji me ra tiştekî nabêje. Xwexapandina kurdan bi vî awayî berdewam bûye. Romîyan jî gotinên parsekan ji wan ra dubare kirine. Di vî warî da ji parsekan hêç kêm nemane. Kurd pê xapîyane. Xwe têra xwe xapandine, lê vê xapîn û xwexapandinê jî rê li ber çavsorîya Romê negirtîye. Gotinên “Bextê Romê tune”, “Rom xayîn e, bextê wê nîne”, “Roma reş, dizê keleş” û gelekên din ji wan deman yadîgar mane.
Bi derketina dînê îslamê ra ereb hatine. Kurd jî parsek jî bi sed salan ketine bindestên ereban. Parsek piştî du sed salî hatine ser heşê xwe û dewleta xwe ava kirine. Kurd îcarê bi dînê xwe yê nû dêhn bûne. Der û cîranên wan bi rîya dîn bûne meriv, lê ew pê dêhn bûne. Bi sedsalan bi zimanê erebkî nivîsîne. Hîna jî gelek kal û pîrên kurdên gundî dema li ser perrekî çend herfên erebkî bibînin, wî ji erdê digirin, radimûsin û datînin ser kevirekî. Kurd piştî bûne misilman ji zimanê xwe û hebûna xwe pirtir dûr ketine. Bi hatina ereban ra sê grê li ser hev li bendê xapîn û xwexapandinê ketine. Parsek û rom û ereban bi sed salan bêhn li kurdan çikandine. Her sê bi hev ra lê suwar bûne. Heta neketine qirika hev yek jî ji ser piştê daneketîye.
Roj buhurîne. Hefte buhurîne. Meh buhurîne. Sal buhurîne. Sedsal buhurîne. Ji çîya û deştên Asya Navîn tirk hatine. Bi hespên xwe yên beza, bi şûrên xwe yên tûj, bi dêlegurên xwe yên didan mûc, bi mertalên xwe yên giran, bi çavên xwe yên mîna maran bûne mêvanên kurdan. Jê ra gotine em misilman hûn misilman çi digere li van deran van kafirên romîyan? Kurdan gotine, bi xwedê hûn rast dibêjin, de hadê em herinê, em wan jî bikin misilman. Bi navê biratîya îslamê heta dawîyê derê xwe, dilê xwe ji tirkan ra vekirine. Bi vê jî nesekinîne, bûne leşkerê wan û bi hev ra êrîşî Romê kirine. Piştî ku tirk bi ser ketine, îcarê wan şûna Romê girtine. Cihê kurdan jê ra venekirine jî wan bi şûrê xwe vekirine. Tiştek jê ra nehiştine. Çavsorîya wan daye ser a Romê. Ji ber vê yekê ji wan ra jî Romî gotine. Mirdarî, tade û zilma wan li navê wan ê rastîn dananîne. Bêbextîya “Romê” her û her berdewam bûye. Bi vî awayî grêya çaran li bendê xapîn û xwexapandinê ketîye. Tirkan jî dilê xwe li kurdan rehet kirine. Paşê di sala 1632an da li Qesrê Şîrîn tirk û parsekan bi hev ra şêranîya parçekirina warê kurdan xwarine. Kurd hîna jî li serhedan armancên tîrên xedar in. Ehmedê xanî ew gilî kirine. Lê kurdan guh nedayêne. Rastî bûye gîyayê hewşê, xwexapandin şekirê Şamê…
Demeke dûr û dirêj navê xapîn û xwexapandinê misilmantî bûye. Îslam tê mana spartinê. Ji bilî kurdan gelekî din demeke ewqas dirêj li ser navê îslamê xwe nesipartîye serdestên bêgane. Ereb bi dînê îslamê bûne hukumdarên Asya, Afrîka, heta Endulus a Ewrûpan. Parsekan bi navê mezhebê şîîtîyê îslam ji xwe ra kirine çekek û pê karê şahtîya xwe kirine. Tirkan bi navê îslamê ji nîvê Afrîkayê heta bi nîvê Ewrûpan kirine bindestên xwe û pê bi sedsalan karê padîşahtîya xwe kirine. Tenê kurd bi dînê xwe dêhn bûne û bêyî ku berjewendîyên xwe yên hebûnî û kulturî biramin li ser navê dîn berdestîya vîyan û wîyan kirine. Di nav kurdan da bi qasî berê nebe jî xwexapandina li ser navê dîn hîna jî berdewam e.
Ramana sosyalistîyê jî di nav kurdan da bûye awayekê herî bingehîn ê xapîna bi xelkê û xwexwapapdinê. Li ser navê înternasyonalîstîya sosyalîzmê nêzîkî sedsalî kurd hatine xapandin. Sosyalîstên kurdan bûne peyrewên serokên partîyên bi çîrokên sosret miletê xwe dixapînin. Kurdên bûne pêlîstok û hemkarên bîyanîyan hem xwe hem jî miletê kurd dixapînin. Demokrasî û demokratî jî bi armanca xapîn û xwexapandinê li ser kar in. Di van salên dawîn da sosretîyên li ser navê sosyalîstî û demokrasîyê lixwemikurhatîyên kurdan bi serê miletê xwe da tînin li devereke din a dinyayê ne hatine dîtin ne jî hatine bihîstin. Afirandina têgehên sosret ên rêzanîyê bûye karekî pisporîya xwexapandinê.
Bi sedan caran mirdarên dagîrkaran zar û zêçên kurdan şerjêkirine. Serên mêrên wan jêkirine. Pêlî serê pakrewanên wan ên azadîxwaz kirine. Guhên wan jê kirine. Jin û dotên wan ji xwe ra birine. Dest avêtêne. Destdirêjî lê kirine. Çarşefên reş lê kirine. Destên wan bi hev ve zencîr kirirne. Birine li bazaran firotine hev û din. Birine firotine kerxanên dewletên misilman. Mirdarî, qirkirin, bêrûmetî û lêdanên nehatine dîtin û nehatine bihîstin anîne serê wan. Tînin serê wan. Heke bi vî awayî here ew dê hîna pir caran van bînin serê wan. Ji alîyekî ve jî mîna henekên xwe bi meriv bikin, dibêjin; “kurd bi namûs in”. Miletê bê dewlet û bê arteş çawa dikane bi namûs be. Ger dewleta kurdan hebûya, arteşa wê li ser sînoran bûya, zana û zanyarên wê li mekteb û zankoyan li ser kar bûna, zanîna hemdem ji xwe ra bikirana rêber, dada Noşîrvan li her dera di bin ala rengîn da serdest bûya ew dê kê biwêribûya van sosretîyên hanê bihîne serê wan?
Dijminên kurdan, ji hezaran salan berê heta îro dema dijminatîya xwe kirine, ne li bawerîyên wan ên dînî, ne li zar û zimanê wan, ne jî li partîyên wan ên rêzanî pirsîne. Kurdbûna wan ji bo her awayê dijminatîyê têr kirîye. Ji bo wan kurdên qenc, her dem kurdên nanê bê xwê xwarine, kurdên berdest bûne. Ji bo wan, xoybûnxwazên kurdan ên herî baş her dem li her derê xoybûnxwazên mirî bûne. Hemî awayên qirkirin, bê rûmetî, zilm, zordarî û çavsorîyên hatine serê kurdan û hîna jî tên sêrî ne ji ber bawerîyên wan ên dînî, ne ji ber ramanên wan ên rêzanî, ne ji ber partîyên wan ên xwedî ramanên cihê, ne jî ji ber zarên zimanê wan in. Tenê ji ber bêdewletî û bêarteşîya wan in. Wate ji ber bêxwedîtîya wan in. Ew jî ji encama xapîna bi dagîrkarên warê xwe û xapandina xwe bi xwe pê ve ne tiştekî din e. Mixabin xapîna bi dagîrkarên welatê xwe û xwexapandin hîna jî bi gelek awayî berdewam e. Heta ev her du sosretî yên bi navên xapîn û xwexapandinê bi dawî nebin, kurd xwe negihînin asta miletên bi rûmet, ew dê nikanibin rûyê xweşîyê bibînin. 05.09.2014, Nisêbîn