LI SER HERMENEUTÎKÊ
NAVEROK
KURTE………………………………………………………………………………..2
PÊŞGOTIN..…………………………………………………………………………..3
PART I
DÎROKA HERMENEUTÎKÊ
Hermeneutîk çi ye?..................................................................................................5
Hermeneutîka antîk a grekan…………………………………………………………...6
Hermeneutîka dînî ya serdema patrîstîk………………………………………………..7
Hermeneutîka serdema reforman………………………………………………………9
Hermeneutîka serdema vejînê………………………………………………………...10
PART II
FÎLOZOFÊN HERMENEUTÎKA FELSEFÎ
Friedrich Sleiermacher………………………………………………………………..11
Wîlhelm Dilthey………………………………………………………………………12
Martin Heidegger……………………………………………………………………..13
Hans Georg Gadamer…………………………………………………………………13
Karl Otto Apel………………………………………………………………………...14
Paul Ricoeur…………………………………………………………………………..15
ENCAM………………………………………………………………………………16
BÎBLIYOGRAFYA…………………………………………………………………..18
KURTE
Hermeneutîk hunera têgihîştina zanînên têgihîştinî ye. Li Grekîstana antîk bi awayekî mîtologî û fîlologî dest pê kiriye. Du awayên wê yên bingehîn hene. Hermeneutîka alegorîk û hermeneutîka gramatîk. Ev her du metodên hermeneutîkê di serdema antîk a grekan da û piştî serdema patrîstîk heta îro berdewam in. Di serdema patrîstîk da ji bo şîrovekirina Kitêba Pîroz tenê awayê alegorîk hatiye bikaranîn. Hermeneutîk wekî navgînek teknîkî di tefsîra Qurana Pîroz da hatiye bikaranîn. Cara pêşîn Martin Luther pîvanên hermeneutîkê danîne. Scheiermacher kêmasîyên Luther temam kirine. Di serdema vejînê da hermeneutîka dadî û fîlologî li hermeneutîka dînî zêde bûne. Dilthey hermeneutîk wekî bingeha têgihîştina zanînên têgihîştinî bi nav kiriye, û bi vî awayî warê wê firehtir kiriye. Dilthey, Gadamer û Ricoeur fîlozofên herî girîng ên hermeneutîka felsefî ne.
Peyvên kilît: hermeneutîk, mîtologî, alegorî, gramatîk, têgihîştin, şîrove, tefsîr, dînzanî, dad, fîlologî, felsefe
PÊŞGOTIN
Di beşê pêşîn ê vê nivîsê de em dê hermeneutîkê bi mana wê ya ferhengî û felsefî ya dema antîk a grekan bidin naskirin. Bersivên pirsên hermeneutîk çi ye, çara pêşîn li ku hatiye bikaranîn, ji aliyê etîmologî ve ji ku tê, di vî beşî da ne.
Di parta pêşîn da em dê derketina hermeneutîkê, di mîtologî, edebiyat û felsefa grekan da girîngiya wê helbisengînin. Ramanên Aristoteles û Platon ên di derbarê hermeneutîkê da li vir cih digirin. Fîlozofên vê demê hem şîrova alegorîk û hem jî şîrova gramatîk bi kar anîne.
Hermeneutîka dînzanî (theology) ya serdema navîn jî di parta pêşîn da ye. Ji vê serdemê ra serdema patrîstîk jî tê gotin. Ramanên dînzanên (theologs) bi navê Augustinus, Origenes û J. Cassinus ên di derbarê tefsîra Kitêba Pîroz (Tewrat û Încîl) da di vî beşî da tên zimên. Di hermeneutîka serdema patrîstîk da şîrovekirina alegorîk serdest e.
Beşekî din ê vê partê li ser hermeneutîka serdema reforman e. Cara pêşîn di vê serdemê da Martin Luther lê xebitiye hermeneutîkek bi pergal pêk bîne. Di vê serdemê da hermeneutîka protestan derketiye û pê ra hermeneutîka Luther bûye xwedî pergalekê. Martin Luther li hember dêra katolîk serî hildaye û li dijî doktrîna wê dêra protestan ava kiriye. Hermeneutîka Luther ne alegorîk e, gramatîk e. Ramanên Luther, Melanchton û Flascius ên li ser şîrovekirina Kitêba Pîroz di çarçova heman hermeneutîkê da ne.
Hermeneutîka dadî û fîlologî ya dema vejînê (renaissance) di vê partê da cih digire. Di vê serdemê da hermeneutîk êdî ne tenê ji bo têgihîştina tekstên pîroz hatiye bikaranîn. Bi vegera berhemên serdema antîk a grekan û Romayê hermeneutîka dadî û edebî jî li ya dînî zêde bûne.
Di parta dudiyan da em hermeneutîka felsefî û fîlozofên bingehîn ên hermeneutîkê dibînin. Di vî beşî da em fîlozofên hermeneutîka felsefî nas dikin. Van fîlozofan di derbarê hermeneutîkê da çi gotine, bi kurtî di vî beşî da cih digirin. Friedrich Schleiermacher bi alîkariya hermeneutîka dînzanî, fîlologî û dadî hîmên hermeneutîka giştî daniye û jê ra bûye pêşeng.
Wilhelm Dilthey di pêşdabirina felsefa hermeneutîk da xwedî ristek girîng e. Cara pêşîn wî têgehên jîn û têgihîştinê bi navê taybetiyek bingehîna zanînên têgihîştinî û zanînên civakî (social) aniye zimên. Li gor wî hermeneutîk bingeha hemî zanînên têgihîştinî ye.
Heidegger li bersiva pirsa “mana hebûnê çi ye?” geriyaye. Bi bersiva vê pirsê ra ramana Dilthey radîkal kiriye. Bi vê nihêrînê şîrova ontologiya hermeneutîkê peyda kiriye. Fîlozofên piştî wî ji vî awayê şîrovê sûd wergirtine û sînorên hermeneutîkê firehtir kirine.
Hans Georg Gadamer dirûvê hermeneutîka îroyîn dayêye. Analîza hebûnê ya Heidegger li ser ramanên Gadamer ên di derbarê hermeneutîka felsefî da bandorek berbiçav kirine.
Şîrove