DI RAMANA KURDAN DA MODERNITY
Raif YAMAN
Gulan, 2013
MÊRDÎN
NAVEROK
Pêşkêşî 3
Destpêk
Modernity çi ye? 4
Ji alîye tarîxî û mana xwe ve peyva “modernity” 5
Part – I
Modernitya anglo-americanan 7
Romana modernitya anglo-americanan 8
Hozana modernitya anglo-americanan 11
Part – II
Di ramana kurdan da modernity 14
Hêwra pêşengîyê: modernitya dînî û linguistic 14
Sê hêwr û sê kes 17
Hêwra pêşîn: dema Ehmedê Xanî 17
Hêwra duduyan: roja modernitya kurdan “Rojî Kurd” 20
Hêwra Sisîyan: “hawara” modernitya kurdan 23
Encam 29
Bibliographia 30
Pêşkêşî
Di destpêka vê nivîsê da nasandina modernityê heye. Modernity çi ye, çi nine? Mana peyva modernity çi ye, ji ku hatîye? Cara pêşîn kê ev peyv di mana xwe a îroyîn da bi kar anîye? Modernityê bi xwe ra çi anîye? Pêşengên modernityê kî ne? Modernity di kîjan warê jîyanê da xwedî bandor e? Bersivên van pirsan di parta destpêkê da ne.
Di vê nivîsê da em dê modernitya kurdan û a anglo-americanan bînin zimên. Di parta pêşîn da em dê modernitya anglo-americanan bi awayekî berfireh bînin zimên. Bi giranî modernityê çi li edebîyata anglo-americanan zêde kirîye? Di roman û hozanê da têkoşîna edebîyata modernity û realismê di vê partê da tê zimên. Em dê ji naverok û dirûvê hozanan heta bi awayê çîrokbêjîya romanên modernityê di vî beşî da bidin naskirin.
Di parta duduyan da em dê bala xwe bidin ser modernitya kurdan. Di vê partê da pêşîyê em dê tarîxa modernitya kurdan bînin zimên. Ev beş li ser hêwra modernitya dînî û linguistic (linguistics) a kurdên yarsan û kîtabên pîroz ên êzidîyan e. Paşê em dê li ser sê hêwrên bingehîn ên modernitya kurdan, dema Ehmedê Xanî, dema “Rojî Kurd” û dema kovara “Hawar”, bisekinin.
Di beşa dawîn da em dê bala xwe bidin ser hemparî û cihêtîyên modernitya kurdan. Dîsa di vî beşî da em dê bi awayekî kurt modernitya anglo-americanan û modernitya kurdan bidin ber hev, û balê bikşînin ser sebebên têkçûna modernitya kurdan.
DESPTPÊK
Modernity çi ye?
Modernity (modernity-modernité) têgehek edebî û hunerî ye. Di bîst salên pêşîn ên sedsala XXan da gihîştîye asta xwe a bilindtirîn. Bi qasî beynelmîlel e, xwedî alîyekî interdisciplinary e jî; ji edebîyatê (roman, hîkaye, hozan, theatre) heta hunerên dîtbarî, nîgar, peyker, bigirin heta bi mîmarî û musickê di warên ji hev cihê da bandora xwe nîşan daye. Meriv dikane wê wekî nûbûnek mezin bi nav bike. Vê nûbûnê bi azmûnên dirûvî awayekî nû ê ramanê li ser dijayetîya realisma sedsala XIXan bi xwe ra anîye. Modernity berhema dunyayek tevlihevîyên social, economic, sîyasî, felsefî û fenî ye. Cenga Pêşîn a Dunyayê di zêdekirina vê tevlihevîyê da xwedî bandorek grîng e. Edebîyata modernist edebîyatek tengavîyê (crisis) ye. Bi vê rewşa xwe zimanê raman û namandina (representation) rastîyê jî tengav kirîye.[1]
Her çiqas modernity têgehek beynelmîlel û interdisciplinary be jî bizavek yêkgirtû nine. Tersî wê modernity awa bi awa ye, heterogen e, ne homogen e. Di gelek warên edebî û hunerî ên wekî post-impressionism, cubism, dadaism, surrealism, futurism, vorticism, imagism û expressionismê da xwe daye xwîyakirin. Di berhema xwe a bi navê Modernism: An Anthology of Sources and Documents da nivîkar, Vassiliki Kolokotroni, Jane Goldman û Olga Taxidou dibêjin: “Modernism is not a movement. It is a term that masks conflict and upheaval and any number of contradictory positions.”[2] Di vê rewşê da meriv nikane behsa modernityekê bi tenê bike. Ji salên 1960an bi vir da critican bi piranî, behsa modernityan kirine. Gelek rexnegîr û nivîskarî canona tê da modernistên mîna James Joyce, Virginia Woolf, D.H. Lawrence, Ezra Pound û T.S Eliot hene di asteke bilind da helsegandine û her dem derxistine pêş.[3]
Comment