Kovara Rewşen di 1ê Reşemeha 1992an da dest bi weşanê kiriye. Kovarek mehane ya kulturî û hunerî ye. Zimanê kovarê Kurdî û Turkî ye. Xwediyê kovarê yê pêşîn İbrahim Gürbüz û berpirsiyara karê nivîsan Edibe Şahin e. Edresa kovara Rewşen Tarlabaşı Caddesi No: 128 e. Ji 1992an heta 1996an 22 hejmarên kovarê weşiyane. Di Rêbendana 1996an da weşana wê bi dawî bûye. Jiyana Rewşen û Rewşenname dîsa di bin banê NÇM da wekî berdewamiya Rewşenê hatine weşandin.
Kovar ji aliyê Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) ve hatiye weşandin. NÇM di sala 1991ê da bi destê komek rewşenbîrên Kurd, Musa Anter, İbrahim Gürbüz, İsmail Beşikçi, Fevzi Bilge, Cemil Özen, Cabbar Gezici, İhsan Dörtkardeş, Filiz Uğuz, Edibe Şahin ve hatiye avakirin. Serokê wê yê pêşîn İbrahim Gürbüz e. Kar û xebatên NÇM yên li ser jiyandin û pêşvebirina kultura Kurdan berdewam in.
Armancên NÇM û weşandina kovara Rewşen di nivîsa destpêkê ya bi navê Çima Rewşen da bi awayekî berbiçav bi xwendevanan dane zanîn:
“Xwendevanên Hêja,
Îro netewa me him di dema dîroka xwe ya dijwartirîn û him jî di dema xwe ya bextewartirîn de dijî. Pêvajoyek dijwar e, lewre hêzên mêtingehkar bi çekên xwe yên hov li dijî gelê mey ê ku ji mafstendina xwe ya netewî û demokratîkî dixebitin radiwestin. Pêvajoyek bextewartirîn e, lewre ji sed hezar salan vir ve netewa me çara pêşîn e ku mîna kulmekê hatiye ba hev. Hewçe nake ku em vê yekê bi cûreyekî wêjeyî bidin têgihandin. Gava gelê me di mîhrîcana (merasîm) law û keçên xwe yên şehîd de govendê digirin ji xwe vê yekê pir xweş nîşanî me dikin. Ev qonaxa bilindtirîna çanda Kurdî ye.
Çanda me Kurdan, bi rastî jî çanda berxwedaniyê ye. Ji serê dîrokê heyanî niha li hember kesên biyan yên talankar û hov têkoşîna xwe ya hebûnê û mafdar daye. Bi rewşa xwe ya îroyîn çanda me dikare ji hemû gelên dunyayê re bibe mînak û bi pêşveçûna xwe dikare demxa xwe li çanda hemdem bixe. Hê jî çanda me ber bi kemilandinê ve rê dikudîne. Îro hemî dilên gelên bindest û merivên bêçare yên ku tên pelixandin, li welatê me lê lê dixin. Dinya li me dinihêne û dipê.
Kovara me Rewşen di demeke weha de derdikeve. Armanca me ya yekemîn ev e ku em di wateya gelemperî de bibin neynika (eynika) çanda Kurdî. Ev peywir ne tenê ya Rewşenê ye, ya hemû rewşenbîr û welatparêzên Kurdistanê ye. Rewşen li ser daxwazên netewa Kurd ên ku bilind dibin, derdikeve. Ji ber vê yekê malê gelê Kurd e. Li pêşberî netewa xwe berpirsiyar e. Di riya ku diçe serfiraziyê de piştvana gelê xwe ye.
Em girîngiya herî mezintirîn didin zimanê Kurdî. Dibe ku di hejmarên me yên pêşîn de nivîsarên me bi Tirkî hebin. Lê em hinekî neçar in. Di nava demê de wê kovara we bi tenê bi zimanê Kurdî bê weşandin. Divê were zanîn ku zimanekî me yê dewlemend û bingehîn heye. Ya din jî bi têkoşîna rizgariya netewî re wê zimanê me jî rengekî navnetewî bistîne, ku ji nuha ve dest bi vê dest pê kirye. Ji niha ve peyvên me yên weke “serhildan”, “berxwedan”, “serxwebûn” û “pêşmerge” derbasî lîteratûra navnetewî biye. Ji vê rewşê divê meriv gelek tiştan hîn bike.
Kovara me platforma gotubêj û gengeşiyan (minaqeşayê) e. Em bawer ir ku di vî de ew ê pir bi libat be. Lê belê gotûbêj wê bi gotinan neyê kirin. Ewê bi berheman were kirin. Di zimanê Kurdî de gelek cihêtiyên girîng ên rastnivîsê hene. Divê ev cihêtî di demek kin de ji holê bêne rakairin û di ziman de yekîtiya netewî bê pêkanîn. Hewce ye ku di qadên navnetewî de jî em zimanê xwe bi şêweyekî ku bi netewa me û têkoşîna wî ya rizgarî bikeve, bînin holê û zimanê xwe bigihînin merheleyeke baştir.
Di vê babetê de azîna zanistî (metoda zanyarî) ew ê spartek û rênîşana me be. Di vê hejmara kovara me ya yekemîn de wê hinek kêmasiyên me derkevin, çi ji hêla rêzenivîs û çi ji hêla rêzimanî (gramatîkî) ve be. Ev yek jî ji gotûbêjê re vekirî ye. Ji bo ku em bigihêjin yekîtiyê divê ramanên cûrbecûr bêne ba hev û li hev kevin.
Em dixwazin eniyek zanist-çand û hunerê çêbikin. Netewa me ji aliyê çandî ve jî di bin zor, zehmetî û sitemê de ye. Her weha çanda me jî hatiye dagîrkirin.
“Îro çekên dijminan ên zanîn û hunerê, bêwekatî, belavî, xerakirinî (dejenere) û rizandin in. Ji bo ku li hember wan têkoşîn bê kirin divêtî bi yekîtiya rêxistina welatparêz û rewşenbîran heye. Neyarên zanînê bi rêxistin û organîzekirî ne. Zanîn jî hewceyê rêxistinê ye. Dijminên hunerê jî rêxistinkirî ne. Wê gavê divê huner jî xwe rêxistin bike. Divê ku çekên me jî li hember bêwekatiyê, xwerûtî û ronakî, li hember belaviyan yekîtî, li hember xerakirinan bi her cûreyî şoreşgerîtî, li hember rizandinê jî ciwanî û zindîtî be.
Pir tişt li ser ronabîr û rewşenbîrên Kurdan hatine gotin. Êdî ew bi xerabî an qencî xwe dinasin.
Îro peywira rewşenbîrên Kurd pir giran e, lê bi qasî vê giraniyê jî xwedî xawen û rûmet e. Rewşenbîr li pêşberî gelê xwe berpirsiyar e. Îro gelek Kurd li pêşberî qirkirinan e. Lê dîsa jî dê û bav, zarok û ciwan ji bo ku xwe bigihînin azadiyê sîngên ji gulan re vegirtine û bi ser gulleyên dijminan de dimeşin. Divê rewşenbîrên Kurd van tiştan bînin ber çavên xwe û bi hêza xwe bi xwe van astengan ji holê rakin. Rewşenbîr divê bi taybetî jî dagerînên dîrokî û civakî yên van bîst salên dawiyê, bide ronîkirin, li ser wan lêgerîn û lêkolînan bike û binivîsîne û ji wan dersan derxe. Divê li ser dîroka me ya dûr lêgerînan bike, li ser pêşerojê bixebite.
Zanîn îro hin bêhtir ji bo me Kurdan pêwîst e.
Huner û zanîn, ger bi rastî dixwazin bibin huner û zanîn divê ji xwe re deverek azad biafrînin. Divê qedexeya li ser huner û zanînê ji holê bê rakirin. Ew kesên ku ji bo dijwariyan ji rêya xwe averêyî dibin nikarin bibin hunermend an jî zanyar.
Îro tu civak mîna civaka Kurd ku ji lêkolîn û lêgerînan re kêrhatiye, amede ye tune ye. Welatparêz û ronakbîr divê vê yekê baş bidine nirxandin (hêjandin). Bê rawestan divê ku dest bi xebatên rêzkarî, lêgerînî bikin û hilberînin.
Ew ê di Rewşenê de cîh bê dayin ji zanîn, huner, çand û her xebatan ji çi curehî dibe bila bibe.
Em gazî li her welatparêz û ronakbîrên Kurd dikin û dibêjin li dorlêla Rewşenê bicivin.
Em nivîsa bi helbesta helbestvanê mezin Mayakovskî yê ku beşdarî şoreşa cotmehê bûbû diqedînin:
Bimeşin
Bla dem li pey we biteqe mîna mayînek!
Tiştê ku emê ji paşerojê re bihêlin tenê bakirina gîzvanoka porê me, yê li paş e…!
Sernivîsariya Rewşenê[1]
Di kovara Rewşen da nivîsên ramyarî, dîrokî, edebî, hunerî, kulturî, zimanzanî, goranî, nêrîtî, folklorî hatine weşandin. Di 22 hejmarên kovarê da bi dehan berhemên folklorîk û çend lêkolînên li ser folklorê weşiyane. Li gor hejmaran, berhemên folklorîk ên di Rewşenê da hatine weşandin ev in:
Nivîsên Foklorîk ên di Kovara Rewşen da Hatine Weşandin
Hejmar 1 (Sibat 1992)<
Şîrove