HEVRÎSKAN -1-
HEVRÎSKAN -1-
Dema weşanê: Befranbar 9, 2023, 9:52 Dîtin: 60

Deşta Kejan gundekî li paş Çîyayê Hevrîskan bûye. Xwedî zevîyên mezintirîn ên welêt bûye. Heft sed û heftê û heft malên gund hebûne. Çar hezar û çar sed û çel û çar şênîyên wî hebûne. Mîna her derê li Deşta Kejan jî rind û nerind, nekes û comerd, çê û neçê, rastgo û derewkar, zane û nezan, bi rûmet û bê rûmet, zîrek û serkundir, jîr û xêv, xweş û nexweş, zengîn û feqîr, ên dikin û ên dixwin têra xwe hebûne. Wekî her derê cîhanê ên kirine tenê zanibûne bikin, ên dixwin jî tenê zanibûne bixwin. Ne ên kirinê rojekê têr xwarine û bextîyar bûne, ne jî ên xwarinê rojekê birçî mane û xwe ji şadî û bextîyarîyan bê par hiştine. Hatta roja ne ji ên kirinê tiştekî kirinê maye ne jî ji ên xwarinê tiştekî xwarinê maye dem û dewran bi wî awayî berdewam bûye. Çend şênîyên Deşta Kejan xwedîyên bax û baxçe û zevîyên çandinîyên bûne, pirranîya wan cotkar, karkir, şivan, gavan, xulam û destirmayên wan çend kesan bûne.   

 

Hevrîskan xwe ji bilindahîyên çîyê berdane nav gund.  Li dora hawşên malan û li ser sînorên zevîyên wan di şûna perçînên sincîn da darên hevrîskan hebûne. Bi gundîyan hevrîsk darek pîroz bûye. Bi gotina wan Xwedê ew qas ji hevrîskan haz kirîye, nehiştîye sarûserma çelê zivistanê jî kanibe perrên wan biweşîne û  mîna darên din bi mehan şilfûrût bihêle. Hûn’ê bibêjin çima navê wî gundî Deşta Kejan lê kirine? Çima jê ra negotine Hevrîskan? A rastî zemanê berê navê wî gundî Hevrîskan bûye. Dibêjin Çîyayê Hevrîskan jî navê xwe ji wî gundî girtîye. Ji ber ku merivên li gund hemî kej bûne gundîyên derdorê her dem jê ra Deşta Kejan gotine. Di nav demê da hêdî hêdî Hevrîskan guherrîye, bûye Deşta Kejan.

 

Deşta Kejan bi hezar salan bi genim, ceh, nîsk, kizin, nok, rez û baxçên xwe ên meywe bi nav û deng bûye. Di axa wî da zerzewat, meywe û çandinîyên din ên avî û bejî ên hêşîn nebûne û ji ên derên din xwedî berekî zêdetir nebûne gundîyên wan deran ne dîtine û ne jî bihîstine. Hezar hayf û mixabin roj hatîye gotina “Daîka meriv her dem lawikan nayne!” li Deşta Kejan jî rast gerîyaye. Sal bi sal berf û baran kêm bûye. Wê salê ne berf ne jî baran barîyaye. Gundî bi hasreta çend perpûlên berfê û çend peşkên baranê mane. Qet tiştek nebarîyaye. Belê, barîyaye, lê a ku barîyaye ne berf ne jî baran bûye. Zîpik barîyaye. Xilorîng barîyaye. Germa barîyaye. Xezeba Xwedê barîyaye. Carê dema bihîv ketine kulîlkan, çend caran jî dema darên din ên meye kulîlk vekirine, mêw nû hêşîn bûne zîpik barîyaye. Xilorîng barîyaye. Gundî gişk şaş û mat mane, meriv digote qey çelê zivistanê bûye û bi şev û rojan berf barîyaye, her der spî kirîye. Lê ne ji werzan zivistan bûye û ne jî a ku barîyaye berf bûye. Wê xilorînga habên wê bi qasî gûzan girs bûne pişta şênîyên Deşta Kejan şikandîye.  Li Deşta Kejan jî êdî debara şênîyan zor bûye. Rojên xweş mîna ‘awrên ber bayê kur derbas bûne çûne. Rojên teng gihîştine ber hêşîgê. Rûdanên divîya rûnedana rû dane. Li jêr xezeba serok û rêberokên serkundirên dewletan bi navê Cenga Pêşîn a Cîhanê dest bi girtina canên merivan kirîye, ji jor da jî xezeba Xwedê barîyaye.