HEVRÎSKAN -2-
HEVRÎSKAN -2-
Dema weşanê: Befranbar 17, 2023, 11:22 Dîtin: 45

Cenga Pêşîn a Cîhanê berdewam bûye. Kuştin û brîndarkirina bi sedhezearan merivî berdewam bûye. Ji ber ku bawerîya wan  a dînî cuda bûye jîyan li Tûreşkîyan jî haram bûye. Gelek krîvên wan bi carê bûne mêrkuj û bi canê wan ketine. Her kesî li ser navê çûyîna beheştê dest bi kuştina her kesî kirîye. Dewletên fillan û dewletên misilmanan ji dêvla rê li ber qirkirina van merivên bê guneh bigirin, ji bo rojekê pêş da qirra hev bînin ew li hev sor kirine. Şênîyên Tûreşkan ne fille ne jî misilman bûne. Di nav dêr û mizgeftê da mane. Ên ji mizgeftan derketine gotine: “Kuştina Tûreşkîyan xêr e. Kî Tûreşkîyekî bikuje ewê bê pirs û bersîv here beheştê.” Ên ji dêran derketine gotine: “Kî misilmanekî bikuje bê pirs û bersîv diçe beheştê.” Ehlê dêrê jî ehlê mizgeftê jî bi awayekî eşkera xwe kirine şûna xwedê û fermanên kuştinê dane. Dest bi qirrkirinê kirine. Dîn û mezheb jî li warê vî milletê xwedêjêstandî bûne sebeba girtina can û malê şênîyên gund û bajaran.

 

Çend sal derbas bûne. Ceng qedîyaye. Pûk bi dawî bûye. Ba û bablîsok sekinîne. Rûbar, çem, ça û newalên şêlî zelal bûne. ‘Awrên reş li asîmana nemane. Roj derketîye. Krîvên ji bawerên dînên vî welatî bi pîjkirina filan dewlet û bêvan dewletên fille û misilmanan malik li hev şewitandine kêm be jî rastî dîtine. Ji hindik gotin û kirinên kargerên dewletan, û mezinên xwe ên serkundir têgihîştine ku bi girtina can û malê hevûdin, bê neçarî, feqîrtî, birçîtî, tazîtî û her awayê sosretî, rezîltî û bêrûmetîyê tiştek para wan neketîye. Her çar krîv jî li ber dîwarên xwe li ser qûna xwe rûniştine. Rastî dîtine, lê jê tênegihîştine. Pê nekirine. Rastî li cem wan her dem gîyayê hawşê bûye. Tal jî gotine. Tal û tirş û tûj bûye. Ji bo perîşantir bibin li pey qûna derewên şîrîn çûne. Nizanibûne jar bi pirranî bi hingiv ra tê xwarin.

 

Di enjama Cenga mezin da zengînên dewletên fêsad zêdetir zengîn bûne. Ji wan û zarûzêçên wan tilîya yekî jî xwîn nebûye. Dûv cengê ra li malên xwe rûniştine, bi her çar krîvên kêmaqil ên li ser xwastina wan hev û din qir kirine yarîyên xwe kirine. Têra xwe pê kenîyane. Ji wan hindikan gotinên xwe ên di vî warî da texsîr nekirine. Ji mezinên wan dewletan yekî di xweşbêjekê da piştî vexwarina şerawê ev gotin kirine: “Di serê wan da bi qasî serê derzîyê jî mêjî hebûya, ewê bi gotina me nekirana, mîna ker û kûçikan bi canê hev neketana! Lê her kes zane ji bo me suwaran ker û kûçik jî lazim in. Em karê xwe bi wan dikin. Ji me ra merivên mîna van sivik lazim in. Ya na, Xwedê neke em’ê li kê suwar bibin. Suwar nikanin li suwaran suwar bin. Suwar li keran suwar dibin. Bi kûçikan jî xwe ji hev diparêzin. Suwar bê ker û kûçik nabin. Ker û kûçikên me ên rastîn her dem, li her derê merivên xwedî serok û rêberokên serkundir û sivik in. Xwedê serek û rêberên zîrek û gran nede wan. Ya na em’ê ji birçîna bimirin. Em ên xwarinê ne, ne ên kirinê…” Bê serok û rêberokan, merivên ev gotin bihîstine, hemî li xwe mikur hatine, gotine “Halal be jê ra, mêrik rast gotîye, qet tiştek veneşartîye.” 

 

Krîvên misilman cara pêşîn wan deman gotine “Fille çûn, xêr û bêra van deran nema. Îzidî ji me bûn, lê me tiştê neanî serê wan nehişt. Xelkûalem bi dîna xwe şîyar bûne, em pê dîn bûne û bi canê hev ketine.”  Hovîtîyên reş û spî ên krîvên misilman pê ra rû bi rû mane, ne hûn bipirsin ne jî ez bibêjim. A ku piştî xelaûcelayê dewletên misilman anîne serê krîvên misilman gawiran jî nanîye serê wan. Bi qasî pênc sal berî çaryeka pêşîn a sedsala bîstan biqede hatta dawîya nîvê pêşînê sedsala bîstan mîna gurên har bikevin nav kerîyê berxan bi tifang û xençer û kêr û singûyan ketine nav wan bi deh hezaran kuştine, bi sed hezaran brîndar kirine. Zikên daîkan qelişandine, pitên wan ên hîna nehatine dinê bi singûyan ji zikên wan derxistine, havêtine ber ningan. Bi serê mirîyan bi gogê lîstine. Ji bo berrikên tifangên wan kêm nebin bi dar û keviran serên zarr, jin, mêr, dapîr û bapîrên wan perçiqandine. Mîna kerîyên pez kirine şikeftan, paşê dermanên jarî avêtine ser, û derên şikeftan li ser beton kirine. Bi rojan avên rûbaran bi xwîna merivên kuştî sor herrikîne. Dest avêtine namûsa wan. Nîhane jin û keçên wan. Dotên wan ên piçûk birine ji xwe ra kirine destirma, tiştên nemayî anîne serê wan. Li vî welatî bi hevûdin ra bi zimanê xwe dengkirina wan jî lê haram kirine. Ên bi vê zilmê ra rû bi rû mana çendikûçend caran ji Xwedê mirina xwe xwastine. Lê mirin bûye zêrrê zer û bi dest neketîye.