PÎVAZ
PÎVAZ
Dema weşanê: Adar 4, 2019, 8:13 Dîtin: 907

Di jîyana hemî merivan da pîvaz xwedî hêjayîyek bê hempa ye. Li ser dîtina wê, kifş kirina wê, ji alê Xwedê ve dayîna wê, xweşbûn û nexweşbûna wê, tûjbûn û şîrînbûna wê gelek gotin hene. Ên ku pê henekên xwe dikin jî hene, ên ku xweşbûna wê nakin mijara guftûgoyê jî hene. Bi bawerîya aşpêjan xwarinxana bê pîvaz xanîyê wêran e. Ji rojhilat heta rojava va rastîyek e. Hela medenîyetek heye ku tê da pîvaz û jîyan xwedî eynî manê ne. Ji merivên vê medenîyetê ra pîvazxwar jî tê gotin. Tê bawer kirin ku, gelên dil dane pîvazê ji malbata pîvazê ne. Tûjbûna wan, rengên wan, pejna wan, tama wan, bîna wan çiqas ji hev dûr be jî di rastîyê da ewqas nêzîkî hev in.

Hemî bawerîyên famîla pîvazê û kitêbên wan ên pîroz li ser dayîk û bavê pîvazxwaran xwedî eynî fikrî ne. Di ti yekê da, meriv rastî dubendîyek bi qasî serê derzîyê jî nayê. Dînzanên vê medenîyetê didin xwîyakirin ku, sêv ti carî qedexe nebûye. Meywa ku ji alî Xwedê ve hatîye qedexe kirin pîvaz e. Pîvaza buhuştê xwedî tamek hingivîn bûye. Dara pîvazê her dem hemî kulîlkên pîvazî bi hev ra vekirine. Her kulîkek xwedî reng û bînek bê hempa bûye. Di ser da her yek xwedî awazekî musical bûne. Şeytan jî, ne ji ber tiştekî din, ji ber ku bi çilekbûna xwe nikanibûye, û her gava di ber dara pîvazê ra derbasbûye av bi devê wî ketîye, dawîya dawîn bi nefsa xwe nikanibûye û pîvazek bi gulî ve gez kirîye. Piştî vê rûdana ne xweş ji fêrişteyîyê hatîye avêtin. Dû wê rojê ra ew û Xwedê ketine qirika hev. Bûne neyar. Li gor gotina Şeytên tama vê meywê ewqas xweş bûye ku Xwedê nexwastîye kesekî din xwe nêzîk bikê.

Navê Ademê rastîn Ardem bûye. Tê gotin ku ji axê çêbûye. Lê ji kîjan axê? Bê guman, ji av û axa pîvazê çêbûye. Ax bi xwe jî, ji pîvazê çêbûye. Ma roj ne pîvaza zevîyek ezmanan e? Çi heyf, îro hinek merivên xwe zanyar dihesêbin jî naxwazin vê rastîyê bibînin. Her çiqas bêjin di zanînê da berjewendî nînin jî divê meriv guh nedê. Eger wisa bûya ew'ê kesî bi rastîya pîvazê jî nelîsta.

Navê Hewayê jî berê Hewar bûye. Hinek dibêjin ku Hewa ji parxanek Adem çêbûye. Va gotina ji binî da derew e. Ji ber ku wê demê parxanên wî tunne bûn. Tiştê ku îro jê ra parxan tê gotin jî ji warxanên pîvazê pê ve ne tiştekî din bûne. Lê mixabîn Şeytanê pîvazullat nav guhertîye kirîye parxan.

Dema Şeytan ji nav fêriştan hatîye qewitandin, ew jî hêrs bûye, sond xwarîye li dijî xwastinên Xwedê çi ji destê wî bê texsîr neke. Xwedê jî gotîye tu ji bavê xwe ve bê minet î, ewên bi gotine te bikin rûyê xweşîyê nabînin, ez’ê mala wan bişewitînim. Ji wê rojê bi vir da ne Şeytên dev dev ji sonda xwe berdaye, ne jî Xwedê li kesên pê xapîyayê hatîye rehmê.  Ji wê rojê şûn da fêriştekî jî pê ra deng nekirîye. Hevalên wî ên duh, dema çavên wan pê ketî rîyên xwe guherandine. Bîna wî teng bûye. Hûn rastîyê bipirsin, piranîya fêriştan ji dexesîyan nexwastine wî bibînin. Ji zîlikên pîvazan bigire ta nêrî û lalegul û porên pîvazan yek jî nedaye wan. Bîna pîvazê ew del û dîn kirine. Newêrabûne di nêzîkê ra jî derbas bin. Tenê bîna wê kanibû heşê wan ji sêrî bibira. Ditirsîyan. Neheq jî nebûn.

Ava kanîya pîvazan li buhuştê bi nav û deng bû. Dibêjin ava Zemzemê tama xwe ji ava vê kanîyê girtîye. Hinek jî dibêjin ji ava şîrê pîvazê ye. Hetanî wê rojê bê Şeytên kesî venexwaribû. Rojekê dema Şeytên devê xwe kir kanîyê û vexwar, keçek delal a di xewna xwe da jî nedîtibû, di avê da xwîyabû. Navê wê nizanibû. Ne xem bû. Ava xwe têr vexwar, rabû ji darpîvaza ser kanîyê laleyek sor û pîvazek çinî, pêşîyê lalegul da destê wê şox û şenga Gulistanê, paşê jî pîvaz daye. Rindîya lalegulê aqil ji sêrî bir. Bi tama pîvazê serxoş bû. Her çi xerabîyê rûdabe piştî wê kêlîyê rûdaye.

Demên berî Ardem û Hewarê dengê li ser Lalegulê li ser zindîyekî din tine bûye. Ewqas xweş bûye. Dengê vê kulîlka pîvazîn ewqas xweş bûye, ewqas xweş bûye, evîndarên buhuştî bi navê wê sond xwarine. Ji ber ku ji famîla pîvazê bûye ti yekî newêrabûye xwe nêzîk bikê. Piştî wê rûdana nexweş, hezar heyf û mixabin ew jî bi lalbûnê hatîye ceza kirin. Ji wê rojê şûnda navê wê bûye Lale. Dema keça xama têgihîşt ku divîya bû ew kulîlk negirta û ew meywe nexwara pir dereng mabû. Dike qêrîn û hewar. Ewqas bi şewat dike hewar ku agirê sor bi dilê meriv dixe. Wan deman li Gulistanê tenê ciwanek hebû. Dema ev qêrîn bihîst dilê wî pê şewitî. Pilotîyên êgir jê bilind bûn. Ji ber vê yekê navê wî bû Ardem, navê keçika delal jî Hewar ma. Ji bo ku agirê dilê Ardem vemirîne Hewarê pîvazek dayê. Ji bo ku dilê wî bikevê jî lalegul dayê. Şeytên karê xwe ê pêşîn bi dile xwe biribû serî.

Ardem û Hewar her du jî ji Gulistanê hatin qewitandin. Hew nihêrîn şilf û rût mane. Ji hev û din şerm kirin. Bazdan perê darhêjîrê dan ber xwe. Her yekî bi perekî darhêjîrê navranên xwe nixumandin. Şîrê hêjîrê ê ta wê rojê bi şîrîntîya xwe bi nav û deng bû cezakî gran xwar. Ji şîrbûnê ket û bû şîrik. Şîrikê hêjîrê herikî ser canê wan. Cara pêşîn canê wan xurîya. Cara pêşîn şîrikê hêjîrê bû agir û bi canê meriv ket. Mîna ku moz pê bigirin, her yek bi derkê da revîyan. Hev û din wenda kirin. Meriv bi vî awayî nexweşî nas kir. Dibêjin heke şûna perê darhêjîrê bi pûşên pîvazê ew derên xwe binixumandana, ewê nexweşîya xurê derneketa. Bi bawerîya pîvazxwaran, di vir da jî tilîya Şeytanê Pîvazullat hebûye.  Ji ber vê sebebê dara hêjîrê di hin çandan da xwedî maneyek ne xweş e. Dibêjin cihê dara hêjîrê lê were danîn ocaxê meriv kor dibe. Warê wan ê nû dinya bû. Dinya derewîn, dinya fanî. Ji wê rojê şûn da lalegul bû nîşana evînên helbestî. Evînên îstîsnayî. Evînên efsûnî. Li gor pîvazxwaran Laleş jî, navê xwe ji vê Lala pîroz digire. Li dinya derewîn, gul bû nîşana eşqên derewîn. Eşqên piştî marê diqedin û mîna gulan dipelimin, hişk dibin û derin.

Dara pîvazê hat ceza kirin. Ji darbûnê ket. Şîrînîya xwe wenda kir. Parçe parçe bû. Bi navê famîla pîvazê, famîleyek nû derket. Pîvaza şîrîntirîn jî bû xwedî tûjîyekê. Ji reng û bîna xwe gelek tişt wenda kir. Gelek. Bîneke ne xweş pê ket. Ji dermanbûna xwe a ji bo gelek nexweşîya tiştek wenda nekir. Dibêjin ev bîna wê a nexweş û dermanbûna wê jî cezayek e ji bo famîla Ardem û Hewarê. Bixwî poşman, nexwî poşman. Li ber derî bûye şoşman…

Li dinyayê sê kes hebûn. Ardem, Hewar û Şeytan. Di navên wan da guherînek pêk hat. Her du R ji telafûzê ketin. Tê bawerkirin ku guherîna pêşîn a phonologic û phonemic ev bûye. Li gor zimanzanên dîndar ev guherîn ji alê Felekê ve hatîye pêkanîn. Lê, Saussure û Chomsky di vî warî da wisa nafikirin. Kêfa wan e. Bi vî awayî Ardem bû Adem û Hewar jî bû Hewa. Her duyan cara pêşîn Felek nas kirin. Li ser vê guherîna navan berî ku hev û din nas bikin, ji hev xeyîdîn. Ji Felekê ra Feleka xayîn gotin. Piştî demek dirêj hatîye têgihîştin ku Felekê nexwastîye pîvazên dinyayê bi wan ra par bike. Ji ber vê yekê bi navên wan lîstîye. Sebeb çi dibe bira be, ev bedbînî bi dilê Şeytên bû.

Zanayên pîvazxwar di hemî civînên xwe da li ser rastîya avabûna dinyayê disekinin. Li gor nezerîya wan roj pîvaza herî mezin a gerdûnê ye. Hûn li kîjan gazî bigerin tê da tê dîtin. Car caran teqînên mezin tê da çê dibin. Di encama van teqînan yekê da dinya çê bûye. Parxanên dinyayê jî mîna ên pîvazê ne. Di nava wan da zar heye ya tine ye, hêj baş nayê zanîn. Bi gotina zanayên namdar ev ewqas girîng jî nine. Dema ku meriv li durûvê dinyayê dinihêre dibîne ku ew jî eynî wek ê pîvazê ye. Çawa ku meriv dema pûşê pîvazê ji ser dike û di xwaze hûr bike hêsir dikevin çavan, zarok dema dinyayê dibînin dest bi girî dikin. Bi qasî tê xwîyakirin tûjîya wan jî li hev çûye. Li gor hinek zanayên pîvazxwar teqîna çîyan û herikîna êgir ji şewitîna porên pîvazên bin erdê tê. Ji ber vê yekê berî ku çîya êgir verişin bîna pîvazan her derê digire. Helm bilind dibe. Merivên merezî ên ji bîna pîvazan eciz zekemî dibin. Ji bo ku zekemî nebin ji wan ra ji ava pîvazan derzîyek hatîye çêkirin.

Pêximberê pîvazxwaran rojekê diçe avdana zevîya pîvazan. Ji nedîtî ve dengên bilbil û şalûlan li nav hev dikevin. Ji ezmanê sayî baran dibare. Xurmîn bi xuşîna avê dikeve. Qîrçînî bi bêsîyên kortan dikeve. Bilbilê ku heta wê rojê li ser pîvazê xwendî rê şaş dike, diçe li ser gulê datîne. Ji ava pîvazan toz û dûman radibe. Dibe talaza cinan. Dibe bablîsok. Dibe bager. Tiştên ku bûyîna wan ne mimkûn e, fena tavên baranê didin pê hev. Ba bi xwe ra kitêba pîroz tîne, dide destê pêximberê pîvazxwaran. Bîna pîvazan ji rûperan tê. Rûperên kitêbê ji pîvazên spî, nivîs ji pîvazên hêşîn, sernivîs ji pîvazên sor, berg û nîşanên wê ji pîvazên zer in. Rûperên wê bi kulîlkên pîvazî ên cûr bi cûr hatine xemilandin. Di nav van kulîlkên delal da, ên herî balkêş bê guman lale û şilêr in.

Pêximber li avê dinihêre. Tê da dibîne pîvazek zêrîn a ji nav pîvazên sipî tîrêjên xwe avêtine ser pîvazên hêşîn û sor. Li ezmanan dinihêre, heman rengan bi heman durûvî dibîne. Li çîyê dinihêre, dibîne ku rozerînekê ji ser berfa spî tîrêjên xwe berdane ser berbanga sor û hêşînahîya darûber. Ji wê rojê şûn da ala pîvazxwaran durûvê xwe ê dawîn digire. Ev ala bi navê Ala Pîvazan bi nav û deng e. Di dilê hemî pîvazxwarî da xwedî cîyekî qedirbilind e. Hezar heyf û mixabin hinek partyên pîvazxwaran vê rastîyê nabînin. Ev partyên hanê, paçik û qursikên xwe ên rêxistinî bi navê ala warê Pîvazan didin destê alîgirên xwe. Li gor hin gotinan rayedarên payebilindên van derdoran ji famîla pîvazê xeyîdîne. Bi gotinek din ji xwe xeyîdîne. Ji merivbûna xwe xeyîdîne. Bi armanca tolhildanê dest avêtine kirinên wisa tiro vîzo. Demekê şûnda tevî paçik û qursikên xwe çem û çem çûne.

Bi gotinekê, di demên pir kevn da merivekî bi xiraran pîvazên malbatek feqîr dizîne. Xwedê cezakî mezin dayêye. Ew ji rojê avêtîye şevê. Tiştê ku em jê ra hîv ya jî heyv dibêjin, ji vî Pîvazdizî pê ve ne kesekî din e. Stêrkên bi şev derdikevin jî pîvazên dizîyê ne. Di nav demê da pîvazxwaran navê pîvazdiz guhertine kirine Kadiz. Lê gel û gerdûn zane ku navê wî Pîvazdiz e. Dîsa li gor efsanê xirarek du xirarên wî qul bûne. Pîvazên jê ketine di bin ningên garana dewêr da perçiqîne. Di çavên pîvazxwaran da mîna kayê xwîya bûne. Ji ber vê yekê gelekên wan bawerîya xwe pê anîne ku ew ne Pîvazdiz e, lê Kadiz e. Ji ber ku ramana dizîya pîvazan ji cotkarê çikos derketî, her şev ew jî li ezmana li derdora pîvazên dizîyê xwîyadibe. Piştî ku hinekan Pîvazdiz û pîvazek ya jî çend heb ji xwe ra kirine al, navê wî û pîvazên wî jî guherandine, kirine hîv û stêrk. Navên wan ên berê û rastî bi qanûnê qedexe kirine. Zana û mamostên universitên wan li ser vê derewa mezin gelek kitêb nivîsandine. Lê, çi kirine ji bîn û xweşikîya famîla pîvazê nefilitîne.

Bi hezaran salî berê hûtekî heft serî li zevîya pîvazan peyda bûye. Her serîyekî rojê heftê ton pîvaz daqurtandine. Wekî ev ne bes be, li ser pîyên wî jî di dilqê maran da du hejdîya peyda bûne. Van hejdîyan jî her yekî di rojê da çel ton pîvaz xwarine. Li dinyayê xela pîvazan derketîye. Ji heft serê hûte heft serî her yekî di mehê da sî gurz kulîlkên pîvazî dane evîndarên xwe. Li ser vê yekê pîvazxwaran serî hildane û hûtê heftserî kuştine. Bûne xwedî desthilat. Navê wê rojê, Roza Pîvaza Hêşîn lê kirine. Lê ji ber kêmbûna pîvazan hêza wan têr nekirîye ku ji çelekî zêdetir xwe û cîranên xwe bi rê ve bibin, fen û fûtên neyêr ji holê rakin. Baş tê zanîn ku xayînê dîrokî tenê ji bo navê keyê cîran rabûye serê keyê xwe daye jêkirin. Heta di gotinek xwe da vê yekê pir eşkera dibêje: “Ma min’ê çawa nedaya pê Sîrûs? Ne tenê ji devê wî, ji navê wî jî bîna sîran dihat!” Taca keyê xwe daye xatirê bîna sîran. Ji bo çend kîlo pîvaz, azadîya xwe firotine û dawî li serdestîya xwe anîne. Carek din jî nehatine ser heşê xwe. Ji wê rojê şûn da di şûna ava gûşîyên pîvazan da, dew vexwarine û razane.

Dema Hîndîyan di ava Ganj da, Qiptîyan di ava Nîl da xwe ji gunehên xwe pak dikirin, pîvazxwar ji ava Ferat û Tîgra dernediketin. Dibêjin wê demê navê Tîgra rasterast Sîrav bûye, navê Ferêt jî Pîyazav bûye. Navên hemî rûbar û newalên diherikin van çeman ji famîla pîvazê bûne. Ava Sîrim ji van yek e. Ew jî paşê bi guherînek phonologic bûye Sîrwan. Dema dinyayê hîna nû xirîstîyanî nas dikir, Îsa û şagirtên xwe rastîya dînê xwe danîn zimên, dixwastin peyrewên xwe zêde bikin.  Pîvazxwaran şertek danîn ber wan. Ger şertê wan bihata pejirandin ew’ê hemî bi carê bibûna xrîstîyan. Xwastina wan ji alî mamoste, xwendekar û peyrewên wî ve rast nehatîye dîtin. Bi rastî xwastina wan ewqas mezin nebû. Dixwastin waftîz bi ava pîvazan bibe, di baxçê her dêrekê da ji bo çandinîya pîvazan cîyekî avî bê dayîn û durûvê zengilê dêrê jî mîna pîvazê be. Dixwastin berî çûyîna dêrê xwarina serîyek pîvaz mejbûrî be. Tiştekî din nexwastine. Hêj nehatîye zanîn ji ber çi van xwastinên pîvazxwaran şûnda hatine vegerandin. Ji serdestan xwastinên bi vî rengî ên pîvazxwaran îro jî rastîyek malwêran e.

Pîvazxwaran ji gelek alîyî ve dane pê qûna cîranên xwe. Ji hêla ramyarî, culturî, dînî û merivahîyê da xwe bi carê spartinin xwekujîyê. Ne zanin çi dixwazin, ne jî zanin çi naxwazin. Xwe berxûnî berdane avê, nizanin av wan bi ku da dibe. Cîranên wan merivbûna wan jî qebûl nakin. Ji van cîranên wan ên beraz û berêz tenê Qûnreş bîn Mecîd el Tîkrîtî di nav çardeh salî da sed û heyştê û heft hezar pîvazxwar kuştine. Ên din jî ji wî kêm nemanin. Pîvazxwar bi destên cîranên xwe ên xoşewîst mîna ku pênc dan xwarin û vexwarinên bi dile xwe bixwin û vexwin, bi dilxweşîyek nehatî dîtin û nehatî bihîstin bi pênc ziman û nîvî ji heft alî da çar demsal, diwanzdeh meh, pênceh û du hefte, sê sed û şêst û pênc roj, şeş saet bê sekin, bê bînvedan bi alîkarîya desthilatên cîhanê qir dibin. Dîsa jî ev zindîyên hov li bal pîvazxwaran xwedî qedir û qîmetek mezin in. Pîvazxwar li heft alîyê zevîya pîvazan evînek yekalî dijîn. Yekalî dimeşin. Yekalî diramin. Radibin navên zarên xwe Qûnreşê lê dikin. Tu dibêjî qey xela navan rabûye. Xwedê aqilekî bide dê û bavên wan. Heke li cem wî jî aqil mabe. Tê gotin ku dema Xwedê aqil belav dikir, ev gelê balkêş li ser pûşê pîvazan bi hev ketîye. Ji ber vê yekê ji êqil para xwe negirtîye. Navê wan bi bêaqilîyê derketîye.

Di vê payîza jîyanê da hêjayîya pîvazê bi qasî berê nizanibin jî va nayê wê manê ku bi temamî ji bîr kirine. Pîvazê ne wekî zerzewatekî, lê wekî heywanekî kûvî dibînin. Pîvazxwar fena li deverek derî dinyayê bijîn dilivin. Dîsa jî meriv nikane bêje xwe bi temamî wenda kirine. Mînaka nêrîyê pîvazê vê rastîyê tîne zimên. Hîna jî serê sibê û hêvarê serê xwe li ber pîvaza ezmanî ditewînin. Bi avê êgir natefînin. Di quncekî dilê wan da rastîya ji medenîyeta pîvazxwaran û germtîya agirê sor hîna zindî ye.

Hemî pîvazxwar bê guman bi bijîşkîya famîla pîvazê bawer in. Li gor gotinek wan pîvaz bi tena serê xwe dermanê çel û çar nexweşîyan e. Gîyayên din ên ji vê famîlê her çiqas dermanê ewqas nexweşîyî nebin jî, kêm jî ninin. Di bijîşkîya edetî da sîr dermanekî hêjayê din e. Çel nexweşîyî xweş dike. Sîr û sîrim bi hev ra dermanê heftê û heft nexweşîyan in. Dermanxanên welatê pîvazxwaran bi dermanên famîla pîvazê dagirtî ne. Pûşê pîvazê, nêrîyê pîvazê, zîlika pîvazê, pîvaza hêşîn, pîvaza hişk, pîvaza xaşandî, pîvaza kelandî, ava pîvazê, pîvaza kewandî, pîvaza şor, pîvaza şîrîn, pîvaza tûj, pîvaza zer, pîvaza spî, pîvaza bin êgir çend dermanên bi nav û deng in. Heke em navên dermanên pîvazîn gişkan binivîsin û bidin nasandin divê em karekî encyclopedic bikin. Him ev karê dermanzanan e.

Van salên dawîn gelek pîvazên bêgane ên nayên xwarin jî ketin malên pîvazxwaran. Li gor evîndaran kulîlkên herî xweşik kulîlkên van pîvazan in. Televisiona Pîvazan (TVP) li ser vê dîtina gran bernameke xisûsî weşand. Di vê bernamê da pisporê bi nav û deng Sîrûsê Nêrî da dîyarkirin ku di demek nêzîk da ewê dinya dev ji gul û kulîlkan berde. Ji ber ku ne bînên wan bîn in, ne jî durûvên wan layîqî aşiqan in. Hemî gulfiroş dê gul û kulîlkên ji famîla pîvazê bifiroşin.

Di heman rojan da, Televisiona Girê Sîran (TGS), û Televisiona Sîrimê jî (TVS) li ser mijarê du bernamên zindî weşandin. Pispora Instituta Pîvazê birêz Tûjîya Pîvazî û serekê Universita Pîyazşar birêz Laloyê Sîravî beşdar bûn. Her du pisporan jî dan dîyar kirin ku cara pêşîn partya wan va rastîya anîye zimên. Serek û rayedarên bilind ên sê partyan bi têlê beşdarî bernaman bûn. Birêz Tûjîya Pîvazî got ku "Her du televisionên din û rayedarên partyên beşdarî bernamên wan bûne xayînîyê dikin. Tenê TGS rastîyan dibêje û tenê ew dengê pîvazxwaran e."

Beşdarên bernamên TVP û TVS jî hema hema bi heman cumlan peyivîn. Di hersê televisionan da ramana hempar ew bû ku ti kes li ser rastîya pîvazê û jîyana social a pîvazxwaran bi qasî serekê partya wan şareza nine. Du meh şûnda di TV Kexse da bernama TVPyê ji nû ve hat weşandin. Vê televisionê du rojan bi şev û roj li ser hev stran, kilam û lawijên li ser bedewîya zevîya pîvazan weşandin. Li gor gotina temaşevanekî di rojê da heft caran surûda Girê Sîran hatîye weşandin. Pîvazxwarê ku ji vê sirûdê hez neke, tê bawer kirin şîrheram e, wate di şûna şîrê pîvazê da şîrê kerê xwarîye.

Xwarin û vexwarinên pîvazxwaran di xwarinxana dinyayê da zêde neyên naskirin jî, li warê xwe bi nav û deng in. Bi gotina xwarinzanekî li Universita Pîyazşar, eger dinya hîna ji xwarinên xweş ên pîvazê bê hay dijî, sebeba vê di nav pîvazxwaran da tunnebûna rexnekirin û xwerexnekirinê ye. Bi gotina partîzanekî pîvazxwar jî ew’ê di demek nêzîk da serekê partya wî pîvazê bike xwarina bingehîna merivahîyê. Ma kî bi derewan mirîye? Ev jî gotinek pîrên pîvazxwaran e. Rast e kes bi derewan nemirîye, lê kes pê nebûye meriv jî.

Dîndarekî pîvazxwaran jî gotîye, weba, werem, penceşêr, aids, tofana Nûh, El Nino, erdhêj û gelek xezebên din ên tên serê merivahîyê ji ber bîr û bawerîyên fanî ne.

Pîvazxwar ji hev û din hez nakin. Va nayê wê manê ku li hev neçûne. Di her danî da xwarina pîvazê edetek wan a muşterek e. Xwarina ku li ber, ya jî tê da tiştekî ji famîla pîvazê tunne be, nola nanê bê xwê ye. Nayê xwarin. Hêkepîvaz, selata pîvazan, sawara pîvazan, ava pîvazan, nan û pîvaz, pîvazên sûravkê, pîvazên çêkirî, pîvazên sorkirî, pîvazên hûrkirî, pîvazên xaşandî, pîvazên bin êgir, pîyaz, pîvazên braştî, penîrê bi sîrim, şorba pîvazan, pîvazên perçiqandî, pîvazên hêşîn, pîvazên teze, pîvazêh hişk, porên pîvazan, nêrîyên pîvazan, boqên pîvazan, sîrmast, sîrdew, şerawa girê sîran, kutilkên pîvazan, avsîrk navên çend xwarin û vexwarinên welatê pîvazan in.

Ciwanmêrên bîna sîr û pîvazan jê neyê bê bermalî dimînin. Kes keçên xwe nadinê. Zengînî û feqîrîya merivên pîvazxwar ji zevîyên pîvaz, sîr, lale û şilêran dîyar dibe. Ên ku ji famîla pîvazê hez nekin nexweş dihesibînin û jê ra şorba pîvazan çê dikin.

Bi bawerîya wan Adem jî berî her tiştî şorba pîvazan xwarîye. Li ber şorbê sê serî pîvazên tûj bi kulmekê perçiqandine, têra xwe xwarîye û berê xwe daye şikefta Hewayê. Hewayê dema çavên wî ên bi hêsir dîtine, gotîye qey ji ber eşqa wê ketî wê rewşa belengaz û tafilê dilê wê ketêye. Bi gotinek din a pîvazxwaran jî çawa tê gotin Habil û Kabil jî ne li ser xwenga xwe, lê li ser zevîya pîvazan bi hev nekirine û dawşandine hev. Wate merivahî cara pêşîn li ser zevîyên pîvazan rastî xwînî û kuştî hatîye. Strana “Bira tirba min bikolin li bin dara gûzê” di rastîya xwe da “Bira tirba min bikolin li Girê Sîran” e. Ev strana qedîm jî ji wan demên berê maye. Tê bawer kirin ku ev strana Habil strana kevntirîn a dinyayê ye. Lê mixabîn Kabilê zikreş destûr nedaye ku dayîk û bavê wî vê xwastinê bi cî bînin. Li ser bihîstina vê rastîyê serekekî partyek pîvaxwaran da dîyar kirin ku partya wan li dijî Kabil bizotnewa Habil e. Serekê wê partya pîvazxwaran ji gotinên wisa pir hez dike.

Îro her kes zane agir çawa hatîye dîtin. Dibêjin birûskê li derekê daye, agir pê ketîye. Bi vî awayî meriv agir dîtîye. Lê nabêjin birûskê li ku derê xistîye. Ev li hesabê wan nayê. Di demên pir kevn da rojekê birûskê li zevîya pîvazan xistîye. Hemî pûşê pîvazan şewîtîye. Nîvê pîvazan bûne rijik, nîvî jî bûne pîvazên bin êgir Tam di vê demê da çemekî xwê herikîye zevîya pîvazan. Hîna jî kes nizane ewqas xwê ji ku da hatîye. Meriv dema kevirên çaqmaqan li hev dixe jê çirûskên êgir derdikevin. Nuka hûn têgihîştin pîvazên spî ên piştî wê tofanê hişk bûne, bi ku da çûne. Helbet bûne kevir. Bala xwa bidinê kevirên pê heste vêdikevin jî hemî ji rengê pîvazê ne. Ew jî bê guman ji pîvazên sor ên bûne kevir çêbûne. Ava pîvazan herikîye hemî çemên dinyayê. Gaza vê famîla pîroz xwe berdaye binê erdê jî. Piştî wê rojê tama pîvazê xweştir bûye. Ji ber vê yekê dema pîvazxwar dizewicin pîvazekê bi ser darê bi ala sor da diçikînin. Ev jî tê vê manê ku pîvaz bi ser her tiştî ra ye. Nîşana eşq, bengîtî û evîndarîyê ye. Ji xwe dinya jî ji pîvaza gerdûnî pê ve ne tiştekî din e.

Pîvazxwar henna xwe ji pûşên sor ên pîvazê çê dikin. Bi ava pîvazan hevîr dikin. Di xwazgînîyên xwe da tas bi tas xoşava pîvazê vedixwin. Dema bûkê tînin zava derdikeve ser xênî çend pîvazan diteqîne û pişt ra kexsên pîvazan bi ser serê bûkê da vala dike. Berî bikevin paşila hev her yek sê serî pîvazên tûj, dixwin. Bi dermanzanekî, pîvaz ji her derdî ra derman e.

Hatîye îspat kirin ku di demên pir kevn da çînîyan tenê pîvaz xwarine; di encama vê da hejmara wan ewqas zêde bûye komînîst Mao Tsetung neçar maye ajotina pîvazê qedexe bike û di zevîyên wê da gîhandina pirincê bi qanûna esasî mejbûrî bike. Li gor belgên narkotîkên berpirsîyarîya ewlekarîya Pêkînê, tenê li vî bajarî îsal çel ton pîvazên hişk û ên hêşîn hatine girtin û di derbarê heft mîlyon merivî da doza qaçaxçîtîya pîvazan hatîye vekirin. Çînîyên li derveyî welêt dijîn ev kirina communistan ruswa kirin û xwastin ku çandin û xwarina pîvazê êdî serbest be, ev zulma mezin bi dawî be. Daxwîyanî tîne bîra merivahîya democrat ku mafê gîhandin û xwarina pîvazê mafê bingehîn ê raman û azadîyê ye jî. Pîvaz bê democraty dibe, lê democraty bê pîvaz nabe. Gelek komên ramyarîyên pîvazxwaran gotin ew’ê heta dawîyê piştgirîya çînîyên pîvazperwar bikin.

Kardarekî pîvazxwar dîyar kir ku di demek nêzîk da ew'ê famîla pîvazan di warê bîna xweş da jî cîyê xwe ê bi rûmet bigire. Heman kardarî got ew di şûna ava lîmonê da, piştî kurkirina rîyê xwe tim ava pîvazê di rîyê xwe dide. Baş tê zanîn ku piranîya pîvazxwaran bi hezaran salî ye piştî kurkirina rîyê xwe, pîvaz ya jî sîrê di rûyê xwe didin. Komela xelata pîvaza zêrîn da dîyar kirin ew’ê piştgirîya bîna pîvazê bikin. Wer xwîyaye ew'ê endusrîya bîna pîvazan ji xwedîyê xwe ra zengînîyek mezin bîne. Bi gotina pîvazxwaran, li cîyê pîvaz tine be xêr û bereket tune.

Gelê ku her dem li pîvazê xwedî derketî û rastîya wê a li Gulistanê ji bîr nekirî jti carî sitar nebûye. Ji fêriştê wan ra Şeytan hatî gotin. Bi agirperestîyê hatine tewanbarkirin. Bi bindestîyek hezaran salî hatine cezakirin. Li dinya derewîn, ji xeynî êşên ji çavsorîya cîranên xwe rojek xweş nedîtine. Ti carî bi mirazê xwe şa nebûne. Xwedî mirazekî mirî ne. Tam û bîna pîvazê hinek be jî vê rastîya wan a tal pê dide ji bîr kirin. Tasek dew, serîyek pîvaz û nanek kanin wan rojê bîst û çar saetan di gerdûna xewn û xewrojkan da bidin jîyîn. Tê gotin, piştî guherandina dînê xwe ê national dev ji vexwarina şerawê berdane, di şûna wê da dest bi vexwarina dew kirine. Lê ji edebîyata wan a classic a dema dînê nû jî her tim bîna şerawê tê. Saqîyên di destan da pîyalên şerawê, li bin guhên hev dikevin. Kulîlkên dîwanên wan xemilandine her tim lale ne. Xamên wan her dem li her derê nêrîyên pîvazan bûne. Ji ber vê yekê ne bîna pîvazan û ne jî rengê şerawa sor ji rûperên dîwanên wan kêm bûye.

15.04.2002, Stenbol

Ev ironia di hejmara 5an a kovara Gulistan da, di Pûşpera 2002an da hatîye weşandin.