PHONEMÊN KURDÎ ÊN KURDOLOG Û GERRKARÊN ROJAVAYÎ (1787-1887)
PHONEMÊN KURDÎ ÊN KURDOLOG Û GERRKARÊN ROJAVAYÎ (1787-1887)
Dema weşanê: Pûşper 5, 2019, 2:34 Dîtin: 686

PÊŞGOTIN

Kurdologia rojavayî (europan û american) sala 1787an bi weşîna Grammatica e Vocabolario della Lingua Kurda (Grammatica û vajnama zimanê kurdan) a Maurizio Garzoni, li Romê dest pê kirîye. Kurdolog kesên bi pîvanên ilmî ên dema xwe, li ser ziman, edebîyat, cultur, folklor, tarîx, dîn, musica, geographia, politica û warên din ên zanînên social, li ser kurdan û warê wan xebitîne û xwedî berhem in. Ji van kesan hindik orientalist in, hindik missionarên dînê xirîstîyanîyê ne, hindik zanyar in, wate ne orientalist ne jî missionar in. Hindik linguist û philologên ziman û edebîyatên welatên xwe ya jî welatên lê ne. Hindikên van sîyasetmedar, diplomat ya jî fermandarên leşkerî ne. Alîyê wan ê hempar ev e: ev meriv hemî rojavayî ne û bi pîvanên philologia dema xwe di warê kurdologiaê da xwedî berhem in.

Di warê nivîsandina phonemên kurdî da, kurdologên rojavayî di nav xwe da dibin du par:

Yek: kurdologên bi temamî ya jî bi granî li ser etymologia peyvên kurdî xebitîne. Van kurdologan peyvên kurdologên berî xwe bêyî ku li ser nivîsîna wan guherîneke phonemic pêk bînin girtine berhemên xwe û li ser wan karên xwe ên etymologic kirine. Meriv dikane gotara Emil Rödiger (1801-1874) û August Friedrich Pott (1802-1887) a bi navê Kurdische Studien. I. Algemeine Ansicht der Kurdischen Sprache, Statistik und Litterature. II. Lautlehre û  berhemên Ferdinand Justi (1837-1907), Über die Kurdische Spiranten, Les noms d’animaux en kurde û Kurdische Grammatik  di çarçova xebatên etymologiaê da helbisengîne. Çimkî van kesan di berhemên xwe ên li ser kurdî da bi granî bala xwe dane ser etymologia kurdî[1]. Ji ber ku di nivîsandina kurdî da guherînek phonemic pêk nehanîne, me berhemên etymologên sedsala pêşîna kurdologiaê di çarçova vê xebatê da helnesegandin.

Du: kurdologên li ser grammatica, lexicographia, edebîyat, folklor û musica kurdan xebitîne, di berhemên xwe da cih dane metnên bi zimanê kurdî û li gor pîvanên linguistica û philologia dema xwe ji bo bi hemî dengên serekeyên kurdî, heta bi rengên van dengan jî binivîsin ji kurdî ra elîfbên xwedî phonemên pêwîst amade kirine, û bi van phoneman xwastine metnên kurdî ên bi ebceda kurdî ya jî bi ebceda farisîya bi herfên ereban hatine nivîsîn jî ji nivîsa wan a eslî çêtir bi phonologia kurdî ji nû ve binivîsin. Sedsala pêşîna kurdologiaê, ji 1787an heta 1887an, yanzdeh philologên europan û americanên sereke ên bala xwe dane ser phonologia kurdî ev in:  Maurizio Garzoni, Peter Simon Pallas, Giuseppe Campanile, Ilya Nikolaevich Berezin, Peter Lerch, Aleksander Borejko Chodzko, Alexandre Auguste Jaba, Samuel A. Rhea, Albert Houtum-Schindler, Eugen Prym, Albert Socin.

Gerrkaran jî di gerrnamên xwe da cih dane vajname û metnek ya jî çend metnên kurdî. Bi granî ev metnên gerrkaran hozan ya jî stranên ji folklora kurdan in. Di warê nivîsandina bi zimanê kurdî da ferqa kurdolog û gerrkaran ev e: kurdologan her dem xwastine bi kurdî rasttir binivîsin, gelek dengên kurdî di nivîs û transcriptionên xwe da nîşan bidin û ji bo bigihên vê armanca xwe jî tenê bi phonemên nêzdîkî hev û eynîyên zimanê xwe ê maderî û kurdî qîma xwe nehanîne, bi qasî têgihîştina xwe a ji dengên kurdî phonemên nû peyda kirine, heta yekcaran bi phonemên kurdî jî qîma xwe nehanîne, xwastine hemî dengên kurdî di nivîsandinê da nîşan bidin. Piranîya gerrkaran bi phonemên zimanê xwe ê maderî peyv, phras, nav û têgihên din ên kurdî nivîsîne. Ji gerrkarên wê demê Claudius James Rich, Austen Henry Layard û Moritz Wagner ji bo nivîsên xwe ên bi kurdî çend phoneme li phonemên zimanê xwe ê maderî zêde kirine.

Gerrkarên rojavayîyên li ser kurdan û warê wan nivîsîne di hawayê nivîsandina kurdî da di nav xwe da dibin du par:

Yek: gerrkarên ku bê navên geographic, navên kesan û çend navên hebûnên din di gerrnamên xwe da cih nedane peyvên zimanê kurdî. Di gerrnamên van da meriv rastî vajname ya jî metnekî kurdî nayê. Ji ber vê yekê berhemên van kesan di warê phonologia kurdî da, di çarçova vê xebatê da xwedî hêjahîya li ser lêgerînê û lêkolînê ninin.

Du: Gerrkarên rojavayîyên ji 1787an heta 1887an di gerrnamên xwe da behsa folklor, dîn, tarîx, ziman û warê kurdan kirine. Gerrnamên van xwedî vajnamên bi kurdî û zimanên wan ên maderî, xwedî vajnamên polyglot ya jî phras û metnên bi kurdî ne. Ji van hindikan berhemek folklorica kurdan ji nav gel danehev. Ev berhem bi kurdî nivîsîne û tercûmeyî zimanê xwe kirine. Di çarçova vê xebatê da phonemên wan ên pê bi kurdî nivîsîne hatine helsegandin. Alîyê hemparê van gerrkaran ew e ku bi temamî ya jî bi granî peyv, phras û metnên bi kurdî ên di kitêb û gotarên xwe da bi phonemên zimanên xwe ên maderî nivîsîne.  Gerrkarên serekeyên sedsala pêşîna kurdologiaê ev in: Johann Anton Güldenstädt, Julius Heinrich Klaproth, Claudius James Rich, Karl Heinrich Emil Ludwig Koch, Austin Henry Layard, Moritz Wagner.

 

Raif Yaman

Mêrdîn 2016

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

XULASE

 

Di vê xebatê da em phonemên kurdî ên kurdologên europan û american ên sedsala pêşîn a kurdologiaê (ji 1787an heta 1887an) Maurizio Garzoni, Peter Simon Pallas, Giuseppe Campanile, Ilya Nikolaevich Berezin, Peter Lerch, Aleksander Borejko Chodzko, Alexandre Auguste Jaba, Samuel A. Rhea, Albert Houtum-Schindler, Eugen Prym, Albert Socin dibînin.  Ji bo peyv û cumlên kurdî ên di kitêb û gotarên xwe da rast binivîsin elîfba roman û cyrillic li kurdî hanîne. Hindikên van bi herfên roman li ser bingeha ebceda farisî nivîsîne. Hindikên van herfên roman ên xwedî hêjahîya phonetic a herfên ebceda kurdî bijartine. Paşê em gerrkarên europan û american ên heman sedsalê û di derbarê nivîsandina bi phonemên xwe ên kurdî da ferqa wan a ji philologan dibînin: wan bi pirranî bi phonemên zimanên xwe ên maderî bi kurdî nivîsîne; pirr kêmên wan ji bo nivîsandina kurdî phoneme peyda kirine. Gerrkarên sereke ên vê sedsalê ên ku di gerrnamên xwe da bi kurdî jî nivîsîne ev in: Johann Anton Güldenstädt, Julius Heinrich Klaproth, Claudius James Rich,  Karl Heinrich Emil Ludwig Koch, Austin Henry Layard û Moritz Wagner. Di encamê da em analisên berfireh ên di derbarê phonemên kurdî ên van philolog û gerrkarên jorîn da dikin.

Peyvên Kilît:

Kurdî, Kurdolog, Gerrkar, Elîfbe, Phoneme, Consonant, Vocal

 

 

 

ABSTRACT

 

In this study you will find the main European and American philologists who had written in Kurdish language and its dialects using a lot of different letters of Roman, Cyrillic and linguistic alphabets in the first century of kurdology, from 1787 to 1887. These philologists were Maurizio Garzoni, Peter Simon Pallas, Giuseppe Campanile, Ilya Nikolaevich Berezin, Peter Lerch, Aleksander Borejko Chodzko, Alexandre Auguste Jaba, Samuel A. Rhea, Albert Houtum-Schindler, Eugen Prym, Albert Socin. They had created several special phonemes to write Kurdish voices. They had adapted Roman alphabet, Cyrillic alphabet and linguistic alphabet (standard phonetic alphabet) to write Kurdish words and sentences in their books or articles. Some of them had used an alphabet of transcription based on Perso-Arabic abjad. Some of them had preferred an alphabet of transcription based on Kurdo-Arabic abjad.  Then we study the European and American travellers of the same century, from 1787 to 1887, and their main difference from European and American philologists about writing Kurdish phonemes: they had usually written their Kurdish words or sentences using their mother tongues’ phonemes; they had rarely created some phonemes to write in Kurdish. These travellers were Johann Anton Güldenstädt, Julius Heinrich Klaproth, Claudius James Rich,  Karl Heinrich Emil Ludwig Koch, Austin Henry Layard and Moritz Wagner. In conclusion  we make detailed analyses about the mentioned philologists and travellers’ Kurdish phonemes.   

Key words

Kurdish, Kurdologist, Traveller, Alphabet, Phoneme, Consonant, Vowel

 

 

 

FÊHRÊST

Rûper

PÊŞGOTIN..........................................................................................................................

XULASE.............................................................................................................................

ABSTRACT.........................................................................................................................

FÊHRÊST............................................................................................................................

LISTA TABLEAUYAN.....................................................................................................

LISTA PHONEMÊN KURDÎ............................................................................................

ABBREVIATION...............................................................................................................

DESTPÊK............................................................................................................................

PART YEK..........................................................................................................................

PHONEMÊN KURDOLOGAN.........................................................................................

1. PHONEMÊN KURDOLOGÊN EUROPAN Û AMERICAN..................................

1.1. PHONEMÊN KURDÎ ÊN MAURIZIO GARZONI..........................................

1.2. PHONEMÊN KURDÎ ÊN PETER SIMON PALLAS........................................

1.3. PHONEMÊN KURDÎ ÊN GIUSSEPPE CAMPANILE....................................

1.4. PHONEMÊN KURDÎ ÊN ILYA NIKOLAEVICH BEREZIN.........................

1.5. PHONEMÊN KURDÎ ÊN PETER LERCH........................................................

1.6. PHONEMÊN KURDÎ ÊN ALEXANDER BOREJKO CHODZKO.................

1.7. PHONEMÊN KURDÎ ÊN ALEXANDRE AUGUSTE JABA..........................

1.8. PHONEMÊN KURDÎ ÊN SAMUEL AUDLEY RHEA....................................

1.9. PHONEMÊN KURDÎ ÊN ALBERT HOUTUM-SCHINDLER........................

1.10. PHONEMÊN KURDÎ ÊN EUGEN PRYM Û ALBERT SOCIN....................

PART DU............................................................................................................................

PHONEMÊN GERRKARAN............................................................................................

2. PHONEMÊN GERRKARÊN EUROPAN Û AMERICAN.....................................

2.1. PHONEMÊN KURDÎ ÊN J. ANTON GULDENSTADT..................................

2.2. PHONEMÊN KURDÎ ÊN J. HEINRICH KLAPROTH.....................................

2.3. PHONEMÊN KURDÎ ÊN C. JAMES RICH......................................................

2.4. PHONEMÊN KURDÎ ÊN KARL KOCH...........................................................

2.5. PHONEMÊN KURDÎ ÊN A. HENRY LAYARD.............................................

2.6. PHONEMÊN KURDÎ ÊN MORITZ WAGNER................................................

ENCAM...................................................................................................

BIBLIOGRAPHIA...................................................................................

PEYWEST...............................................................................................

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

LISTA TABLEAUYAN

 

Tableau 1 Bi Maurizio Garzoni Phonemên Kurdî................................................................

Tableau 2 Numûnên Phonemên bi Nîşana Consonantên Aspirat.........................................

Tableau 3 Numûnên Phonemên bi Nîşana Consonantên ne Aspirat....................................

Tableau 4 Peyvên bi Phonemên Şaş Hatine Nivîsandin.......................................................

Tableau 5 Peyvên Farisî û Kurdî ên di Dewsa Hev da Hatine Nivîsandin..........................

Tableau 6 Transliteration, Transcription û Tercûma Çend Peyvên Rûsî-Kurdî....................

Tableau 7 Bi Peter Simon Pallas Phonemên Kurdî..............................................................

Tableau 8 Bi Giusseppe Campanile Phonemên Kurdî..........................................................

Tableau 9 Bi Ilya Nikolaevich Berezin Phonemên Kurdî....................................................

Tableau 10 Bi Peter Lerch Phonemên Kurdî........................................................................

Tableau 11 Bi Alexander Chodzko Phonemên Kurdî..........................................................

Tableau 12 Bi Alexandre Jaba Phonemên Kurdî.................................................................

Tableau 13 Bi Samuel A. Rhea Phonemên Kurdî................................................................

Tableau 14 Bi Albert Houtum-Schindler Phonemên Kurdî.................................................

Tableau 15 Bi Eugen Prym û Albert Socin Phonemên Kurdî..............................................

Tableau 16 Numûnên Phonemên Johann Anton Güldenstädt.............................................

Tableau 17 Bi Almanî, Farisî, Kurdî, Kazaxî Çend Peyvên Güldenstädt............................

Tableau 18 Numûnên Peyvên Güldenstädt Rast Tercûmeyî Kurdî nekirine.......................

Tableau 19 Numûnên Phonemên Julius Heinrich Klaproth..................................................

Tableau 20 Numûnên Phonemên Claudius James Rich.......................................................

Tableau 21 Çend peyvên ji Vajnama Gerrnama Rich..........................................................

Tableau 22 Numûnên Phonemên Karl Heinrich Emil Ludwig Koch...................................

Tableau 23 Numûnên Phonemên Moritz Wagner................................................................

 

LISTA PHONEMÊN KURDÎ BI SYMBOLÊN ELÎFBA PHONETICA BEYNELMÎLEL

 

Vocal

Vocalên kurt      

/ɑ/ : mîna a a bang, bask, cam, dak dihê xwendin.

/ε/ : mîna e a deng, em, ev, ez dihê xwendin.

/i/ : mîna î a îsot, havîn, kûvî, nîsk dihê xwendin.

/o/ : mîna o a gog, kejo, pepo, şekrok dihê xwendin.

/u/: mîna û a mûmdank, parzûn, şêlû, rû dihê xwendin.

/ə/ : mîna i a dist, sisê, kin, rind dihê xwendin.

/e/ : mîna ê a êdî, êsta, êş, êzing

/ɵ/ : mîna u a du, gund, kund, tu dihê xwendin

/ʏ/ : li Hekarîyê di şûna dengê  /u/ da ev deng heye: mîna u a usine a fransizî û ü a über a almanî dihê xwendin.

Vocalên drêj

/ɑ:/ : mîna a a dar, havîn, mar, zanîn dihê xwendin.

/ε:/: mîna e a bend, dem, gel, zer dihê xwendin.

/i:/ : mîna î a bîr, dîn, şîr, tîn dihê xwehdin.

/o:/ : mîna o a bost, don, ko, sor dihê xwendin.

/u:/ : mîna û a bûn, dûr, kûr, nû dihê xwendin.

/ʏ:/ :mîna u a une a fransizî dihê xwendin, li Hekarîyê ev deng şûna dengê /u:/ digire.

 

Consonant

Labial

/b/ : mîna b a baz, bend, bîr, bûn dihê xwendin.

/m/ : mîna m a mar, meş, mî, morî dihê xwendin.

/p/  : mîna p a paş, pênc, ponijîn, pûng dihê xwendin.

/pʰ/ : mîna p a part, pencere, por, pûk dihê xwendin.

/w/ : mîna w a war, we, wê, wî dihê xwendin.

Labiodental

/f/ : mîna f a far, fetilîn, firotin, fîstan dihê xwendin.

/v/ : mîna v a vala, vekirin, vê, vira dihê xwendin.

Dental

/d/ : mîna d a dayîk, dew, dêw, didan dihê xwendin.

/dˤ/ : ev deng di kurdî da tune, di erebî da bi herfa ض  dihê nivîsandin.

/dʒ/ : mîna c a can, ceng, cot, cûtin dihê xwendin.

/ʒ/  : mîna j a jan, jenîn, jin, jor dihê xwendin

/l/  : mîna l a alî, kal, belek, xelek dihê xwendin

/ɭ/ : mîna l a law, lez, lîs, lor dihê xwendin.

/n/ : mîna n a na, ne, nêzdîk, nîsk dihê xwendin.

/ŋ/: mîna ng a deng, mang, reng, teng dihê xwendin.

/ɾ/  : mîna r a baran, derî, lor, sor dihê xwendin.

/r/  : mîna r a raman, rez, roj, rûn dihê xwendin.

/s/  : mîna s a sar, ser, sor, sûr dihê xwendin.

/θ/  : mîna s a hejmarên sê, sî dihê xwendin; di kirmanckîya dêrsimê da pir caran cihê dengê /ʃ/ digirie: mîna s a sekir, sivan, sima, ez sona dihê xwendin. 

/sˤ/ : ev deng di kurdî da tune, di erebî da bi herfa ص  dihê nivîsandin.

/ʃ/  : mîna ş a şal, şeh, şîr, şûştin dihê xwendin.

/t/  : mîna t a tarî, tenik, tîrêj, tûj dihê xwendin.

// : mîna t a tî, teşt, tore, tûm dihê xwendin.

/z/  : mîna z a zaza, zengîn, zêr, zîrek dihê xwendin. 

/ð/  : mîna z a zerdelî, zerîf, zirav, zîz dihê xwendin.

/zˤ/ : ev deng di kurdî da tune, di  erebî da bi herfa ظ dihê nivîsandin.

Guttural

/g/  : mîna g a gavan, gelî, gir, gog dihê xwendin.

/k/  : mîna k a kadîn, kelem, kon, kurt dihê xwendin.

/kʰ/ : mîna k a kanê, kes, kînga, kom dihê xwendin.

/q/  : mîna q a qantir, qelem, qunc, qût dihê xwendin.

/χ/  : mîna x a xanî, xet, xox, xunav dihê xwendin.

/ʍ/ : mîna xwe a xwarzê, xweş, xwê, xwî dihê xwendin.

/ʁ/ : mîna x a axa, mexel, tax, xar dihê xwendin.

Faucal

/h/ : mîna h a havîn, heval, hêk, huner dihê xwendin.

/ħ/ : mîna h a hecî, heram, helal, hût dihê xwendin.

/ʕ/: ev deng di kurdî da tune, di erebî da bi herfa ع dihê nivîsandin.

/ʔ/: mîna h a çehv, jehr, mehr, tehl dihê xwendin.

/ʡ/: mîna a a alem, e a erd, i a ilm, u a urîn dihê xwendin.

 

 

 

Palatal

/t͡ɕ/ : mîna ç a çav, çem, çinîn, çîya dihê xwendin.

/ts/ di kirmanckîya dêrsimê da mîna digrapha ts /tθ/ a tsiko, tsay dihê xwendin.

 /t͡ʃ/ : mîna ç a çar, çend, çortan, çûyîn dihê xwendin.

/j/   : mîna y a yanzdeh, yar, yek, yom dihê xwendin.

Nazal

/m/ : mîna m a gum, kom, rom, tûm dihê xwendin.

 /n/ : mîna n a baran, can, ken, didan dihê xwendin.

/ŋ/ : mîna ng a deng, kereng, ning, sîng dihê xwendin.

Diphtong

/ɑj/ : mîna ay û ah a axayo, dayê,  sayî, şahî, tayê, wayê dihê xwendin.  

/εj/ : mîna ey û eh bereyê, ewlehî, şehê por, keyê gund dihê xwendin.

 /ij/ : mîna îy a dîyar, jîyan, hatîye, rindîyê, sîyî dihê xwendin.

 /oj/ : mîna oy a goya, koyî, doyîn, toyê dihê xwendin

/uj/ : mîna ûy a dûyî, rûyê, mûyîn, tûyîn dihê xwendin.

/ʏj/ : mîna ûy  a dûyî, rûyê, tûyê, mûyîn, tûyîn a Hekarîyan dihê xwendin.

/ɑw/ : mîna aw û ah a axawo, dahol, mawo, sawûn, şawo dihê xwendin.

/εw/ : mîna ew a ew, kew, dew, newq, stewr dihê xwendin.

 /iw/ : mîna îw a dîw, gîw, kîwî, şîw, û dema li pey herfa î herfa û were mîna sî û yek dihê xwendin. 

/ow/ : mîna ow a gowar, kowan, show  dihê xwendin.

/ew/ : mîna êw a dêw, mêw, sêwî; dem ali pey herfa ê herfa û were mîna rê û rêwanî dihê xwendin.

/ʊw/: mîna uw û uh a çuwar, duwem, guhar, buha, suwar dihê xwendin.

 

 

ABBREVIATION

 

EPB                Elîfba Phonetica Beynelmilel

Bn.                  Binihêrin

Diph.               Diphtong

Dig.                 Digraph

Far.                 Farisî

Etc.                 Hindikên din ên mîna van

Ku.                  Kurdî

Lat.                 Latinî

No                   Numro

Rp.                  Rûper

Transcrip.        Transcription

Translit.           Transliteration

Trig.                Trigraph

 



[1]Ji bo zanîneke berfirehtir bn. E. Rödiger und A.F. Pott, “Kurdische Studien. I. Allgemeine Ansicht der kurdischen Sprache, Statistik und Litterature. II. Lautlehre”, Zeitschrift für die Kunde des Morgenlandes herausgegeben, Dritter Band, Göttingen 1840, pp. 1-25.   Ferdinand Justi, Über die Kurdische Spiranten, Marburg 1873;  Ferdinand Justi, “Les noms d’animaux en kurde”, Revue de linguistique et de philologie comparée, Tome: 11, Paris 1878, pp. 1-32; Ferdinand Justi, Kurdische Grammatik, St. Petersburg 1880.

DESTPÊK

 

Phoneme gotinek fransizî a linguisticayê ye. Ji dengên ku bi kêrî ji hev û din derxistina peyvan dihên ra phoneme dihê gotin. (Grevisse, 1993: 28) Bi gotinek din phoneme parçê herî piçûkê peyvê ê xwedî deng e. Phoneme herî kêm ji graphekê pêk dihê. Numûne, di peyva berf da çar phoneme hene: b e r f. Phonemên zimanên bi elîfbên phonetic dihên nivîsandin bi piranî her yek ji herfekê pêk dihên. Herf û phoneme her dem nahên eynî manê. Bi piranî hejmara phonemên zimanan ji herfên elîfbên wan gelektir in. Numûne, di zimanê kurdî da bi qasî 45 phoneme hene, lê di nivîsandinê da gelekên van nahên nîşandayîn. Ji ber ku di ferheng û vajnamên kurdî da xwendina peyvan tune, bi hawayekî ilmî ev phoneme nahên xwîyakirin. Bê guman di zimanê axaftinê da kurd bi van phoneman gişkan deng dikin. Di nivîsandinê da tunebûna van phoneman dibe sebeba zêdebûna peyvên homophone ên di rastîya xwe da ne homophone in, ne jî homograph in. Bi vê rewşa xwe di hindik phrasan da dikanin bibin sebebên tevlihevîya manên peyvan. Ji bo rê li ber gelemşên wusa bihê girtin di ferhengên gelek zimanî da xwendina peyvan bi nîşanên Elîfba phonetica beynelmilel dihên nîşandayîn. Dengên di zimanekî da xwedî hêjahîya phonemic dikanin di zimanên din da jî hebin, lê xwedî vê hêjahîyê nebin. Her phonema zimanekî dengekî wî zimanî ye, lê her dengê zimanekî phoneme nine. Phonemên zimanekî dikanin di zimanekî din da bi dengî jî tune bin. Numûne, phonema /œ/ a almanî wekî di peyva können da bi herfa ö dihê nivîsandin di kurdî da ne tenê phoneme, deng jî nine. Phonemek dikane ji du, sê, çar, heta pênc herfan jî pêk bihê. Ji phonemên ji du herfan pêk dihên ra digraph dihê gotin, wate xwedî du graphan e. Numûne, Maurizio Garzoni bi digrapha sc phonema /ʃ/ nivîsîye.  Alexandre Jaba bi trigrapha tch phonema /tʃ/ nivîsîye. E. Bérésine bi quatrigrapha tsch phonema  /tʃ/ nivîsîye. Herçiqas di van numûnên me da her graphek bi herfekê hatibe nivîsîn jî, ev nahê wê manê ku graph her dem ji herfan pêk dihên. Yekcaran graphên pê phonemên zimanekî dihên nivîsandin dikanin ji nîşanên din ên nivîsê jî pêk bihên. Numûne,  Albert Houtum-Schindler phonema /ʡ/ bi apostrophê nivîsîye.

 

 

 

KURDOLOGÊN LI SER PHONEMÊN KURDÎ XEBITÎNE

 Bi sed salan e kurdolog û gerrkarên europan û american bala xwe dane ser ziman, folklor û ebedîyata kurdî. Pir kêm linguistên kurdan di xebatên xwe ên li ser elîfbe û phonemên kurdî da ji xebatên van kurdolog û gerrkaran yekî ya jî dudîyan sûd wergirtine. Heta nuka di nav kurdên bakurî da kesî xebatek phonologica bi pîvanên linguisticayê li ser phonemên kurdî ên van kesan pêk nehanîye. Ev ji bo me kêmasîyek mezin bû. Me xwast em bi vê xebatê rîya nasandina phonemên kurdî ên kurdolog, linguist û gerrkarên europan û american vebikin. Ji bo em bikanibin bi berfirehî li ser vî karî bixebitin, me ev xebat bi sedsala pêşîn a kurdologiaê (1787-1887) bi sînor kir. Kurdolog û gerrkarên europan û american ên di vî sed salî da bala xwe dane ser ziman, edebîyat û folklora kurdan kî ne?  Karê wan ê eslî çi ye? Li kîjan bajarên Kurdistanê kar kirine ya jî gerîyane? Li ser kurdan çi nivîsîne? Berî ku em dest bi analys û hînbûna phonemên van bikin, me pêwîstî pê dît ku bi kurtî be jî em van 11 kurdolog û 6 gerrkaran bi berhemên wan ên li ser kurdan ji nêzdîk ve nas bikin:

                Maurizio Garzoni (1734-1804) keşîşekî missionarê terîqeta dominican e. Basile Nikitine di gotara xwe a bi navê “Où en est la Kurdologie?” da (Kurdologia di kîjan astê da ye) Maurizio Garzoni bi navê “bavê kurdologiaê” bi nav dike. (Nikitin, 1936) L. O. Fossum jî wî bi navê “pêşêngê karê grammatica kurdî” bi nav dike. (Fossum, 1919: 272). Kitêba wî a bi navê Grammatica e Vocabolario della Lingua Kurda (Grammatica û Vajnama[1] Zimanê Kurdan) sala 1787an li Romê hatîye weşandin di warê gramatica û kurdologia rojavayî da berhema pêşîn e. Garzoni di vê berhema xwe da bi berfirehî li ser grammatica kurdî nivîsîye. Wekî ji navê kitêbê jî dihê têgihîştin kitêb ji du partên sereke pêk dihê: grammatica û vajnama kurdî. Parta dawîn a kitêbê vajnama italianî-kurdî ye. Nivîskar nêzdîkî 4600 peyvên Italyanî û tercûma wan a kurdî di vê partê da nivîsîne. Heke meriv vajnama polyglot a Peter Simon Pallas û vajnama polyglot a di sayahatnama Anton Johann Güldenstädt da du berhemên di warê kurdologiaê da helnesengîne Grammatica e Vocabolario della Lingua Kurda a Maurizio Garzoni ne tenê berhema pêşîn, di heman demê da berhema yekaneya kurdologia rojavayîya sedsala 18an e.

Peter Simon Pallas (1741-1811) naturalist û kaşîfekî alman e. Mîna hemdemên xwe Buffon û Linné di warê zoologia û botanickê da bi nav û deng e. Gerên wî ên li ser axa bê serî û bê dawî a Imperatorîya Ûris jê ra asoyên nû ên ilmên din ên wekî palaeontologia, geologia, ethnographia û linguisticayê vekirine. Ji sala 1768an heta 1810an gerên wî ên ilmî berdewam bûne. Di vê demê da li ser hev bi qasî sed û heftê gotar nivîsîne. Ji van berhemên wî yek Vajnama Comparativa Zimanên Dunyayê (Vocabulaire compérative des langues du monde) ye. Di nav 200 zimanên Vajnama Pallas da kurdî di rêza 77an da ye. Peyvên vê vajnamê bi dialecta kurmancî ne. Cara pêşîn Pallas peyvên kurdî bi elîfba cyrillic nivîsîne. Ji gelek şaşitîyên nivîsandin û tercûmekirina peyvên kurdî em têdigihên ku Pallas jî mîna kurdologê berî xwe Maurizio Garzoni û gelekên din ên piştî xwe bi kurdî nizanibûye. Alîyekî hemparê gelek kurdologên europan ên sedsala 18an û 19an nezanîya wan a kurdî ye. Pirranîya kurdologên sedsala pêşîn a kurdologiaê ji bo zimanê kurdan û dialectên wî hîn bibin hewqas serê xwe pê ra neêşandine.

Giuseppe Campanile  (1762-1835) sala 1762an li gundê Sant Antimoyê nêzdîkî bajarê Napolîyê hatîye dinê. Dema bûye dîndarekî terîqeta dominican, sazîya Propaganda dêra catholic a roman sala 1802an ew bi missionarî şandîye Mûsilê. Keşîşekî terîqeta dominicana mezheba catholica dêra Romê ye. Di 1809an da bi navê Serapostolê (Apostolic Prefect) Mesopotamia û Kurdistanê hatîye binavkirin. Sala 1809an nasandinek nivîskî a li ser Kurdistanê daye General Gardan ê ku ji bo missionekê vegerîyaye Persiayê, û li ser kurdan malûmat dane consulê Fransê ê Bexdayê, Joseph Rousseau. Di vê demê da kitêba xwe a bi navê Storia della Regione del Kurdistan e delle Sette di Religione ivi Esistenti nivîsîye. Herçiqas navê kitêba wî tarîx be jî, ji tarîxê pirtir li ser nasandina geographia Kurdistanê a di berbanga sedsala 19an da, li ser jîyana dînî, aborî û social a kurdistanîyên wê demê nivîsîye. Campanile evîndarekî edebîyatê ye. Ev alîyê xwe di berhevkirin, tercûme û şîrovekirina hozanî a Strana Şîna Cuwana Kurd a dawîya kitêba xwe da daye xwîyakirin.

Ilya Nikolaevich Berezin (1818-1896) bi navê xwe ê wî bi xwe li ser kitêba xwe Recherches Sur les Dialectes Persans nivîsîye,  E. Berésine, mamostê zimanê turkî ê Universita Kazanê ye. Berezin bi xebatên xwe ên li ser philologia û dialectologia îranî, erebî, turkî û tarîxa moxolan dihê naskirin. Berezine[2] li ser van ziman û dialectên wan du kitêb nivîsîne: Recherches Sur les Dialectes Musulmans(1848), Recherches Sur les Dialectes Persans (1853). Recherches Sur les Dialectes Musulmans(1848) li ser dialectên zimanê turkî ye. Recherches Sur les Dialectes Persans (1853) li ser zimanên îranî û dialectên wan e. Nivîskar li ser du dialectên kurdî nivîsîye: “Dialecta kurdî a rojhilat” û “Dialecta kurdî a rojava”. Berezin gelek peyvên van dialectên kurdî dane ber peyvên farisî û erebî. (Berésine, 1853: 118-158)

Peter von Lerch (1827-1874), kurdolog, archaeolog û orientalistekî alman e. Peter Lerch pisporê zimanên rojhilatî ye. Li Imperatorîya Ûris di Academia Imperial a Zanînan da xebitîye. Bi xebatên xwe ên li ser kurdologiaê bi nav û deng e. Lerch sala 1857an tomê pêşîn ê kitêba xwe a bi navê Forschungen über die Kurden und die Iranischen Nordchaläer. Erste Abtheilung, sala 1858an tomê dawîn ê vê kitêba xwe li St. Petersburgê weşandîye. Kurdologê cara pêşîn bi pîvanên academic ên hemdem li ser du dialectên kurdî kirmancî (kirmanckî, kirdkî, dimilî, zazakî) û kurmancî xebitîye Peter Lerch e. Di vê berhema xwe da bi berfirehî li ser deng û phonemên van her du dialectên kurdî malûmatên ilmî dide. Taybetîyeke din a Peter Lerch jî ew e ku bi berhevkirinên xwe ên folkloric ên ji nav kurdên hêsîr ên li Roslowê qîma xwe nehanîye; hema hema li ser hemî berhemên kurdolog û sayahatnamên gerrkarên berî xwe ên li ser kurd û Kurdistanê karekî ilmî ê hêja pêk hanîye. Nivîskar di tomê dudîyan ê kitêba xwe da bi granî li ser berhemên kurdologan, sayahatnamên gerrkaran û documentên kurdî ên bi ebceda farisî û kurdî hatine nivîsandin bi berfirehî xebitîye, gelekên wan bi elîfba linguistica R. Lepsius a wî bi xwe li kurdî hanîye transcription kirine û tercûmeyî almanî kirine. (Lerch, 1858: 1-46) Heman kitêba xwe sala 1856an berî ku were weşandin tercûmeyî rûsî jî kirîye. Hindik metnên sereke ên hozanavanên farisî û tercûma wan a kurdî jî dîsa di tomê 2an ê kitêba xwe da bi cih kirine. Tercûma parçeyekî ji Gulistan a Sa’dîyê Şîrazî ji van yek e. Tercûma bi kurdî a vî metnî bi ebceda farisî ye. (Lerch, 1857: 98-103) Seyîdxan Kurij bi dialecta kirmancî li ser xebatên ilmî ên Peter Lerch bi navê Di Xebatên Peter J. A. Lerch de derheqê kurdolojî de gotareke ilmî a berfireh nivîsîye[3].

Alexander Borejko Chodzko (1804-1891), diplomat, hozanvan, folklorist, îranolog, turkolog û kurdologekî polonî ye. Ji 1824an heta 1830î li St. Petersburgê li Instituta Rojhilat li ser zimanên erebî, farisî û turkî perwerde bûye. Li Persia û Franceê tercûmanî, diplomatî û academicientî kirîye. Berhema wî a pêşîn a li ser tradition û edebîyata folkloric a Persiayê, Specimens of the Popular Poetry of Persia as Found in the Adventures and Improvisations of Kurroglu sala 1842an li Londonê hatîye weşandin. Chodzko gelek berhemên folkloric ên farisî, turkî û kurdî berhevkirine û tercûme kirine. Ji 1852an heta 1883an piranîya berhemên xwe ên li ser folklor û zimanên gelên Persiayê, û bîranînên xwe ên dema diplomatîya xwe a li Persia û Fransê di kovarên fransizî da weşandine. Alexander Chodzko Sala 1857an gotara xwe a bi navê Études philologique sur la langue kurde (Dialecte de Soléimanié) di hejmara Nîsan-Gulan a Journal Asiatique a bi zimanê fransizî da weşandîye. Chodzko di vê xebata xwe da li ser kurmancîya jêr xebitîye. Mixabin wî jî mîna gelek kurdologên dema xwe bi kurdî nizanibûye. Kurdîya di nivîsa wî da ji alîyê Ahmed Khanê Baban ve di ber çavan ra hatîye derbaskirin û şaşitîyên wî hatine rastkirin.

Alexandre Auguste Jaba (1803-1894) sala 1801ê li Kraslavê hatîye dunyayê. Ji 1824an  heta 1828an li Universita Vilenskîyê di beşa zimanên rojhilatî da xwendîye. Ji 1848an heta 1866an li Erzeromê consultîya Rûsyayê kirîye. Salên 1853-1856an çûye şerê Krîmê, paşê dîsa vegerîyaye Erzeromê. Li ser xwastina mudûrê Museuma Asiayê Borîs Andreyevîç Dorna dest bi hînbûna zimanê kurdî kirîye. Wê demê Mele Mehmûdê Bazîdî, Ehmed Xan û gelek zanayên kurdan nas kirine û pê ra bûye heval. Wî gelek sûd ji van zanayên kurdan girtîye. Jaba, Mele Mehmûdê Bazîdî bi navê mamostê xwe ê kurdî bi nav kirîye. Li gor ên din bi Bazîdî ra pirtir û xurttir li ser folklor û edebîyata kurdan xebitîye. Sala 1859an berhema xwe a ji folklora kurdan Ballade kurde berhev kirîye, ji kurdî tercûmeyî fransizî kirîye û di kovara Journal Asiatique da weşandîye. Sala 1860î kitêba xwe a bi navê Recueil de Notices et Récits Kourdes Servant à la Connaissance de la Langue, de la Littérature et des Tribus du Kourdistan li St. Petersburgê weşandîye. Ferhengeke destnivîsa Jaba a bi kurdî-fransizî û fransizî kurdî hîna nehatîye weşandin. Sala 1879an Jaba ferhengek kurdî-fransizî amade kirîye. Ev ferheng ji alîyê philolog, etymolog û kurdologê alman Ferdinand Justi ve bi hindik lêzêdekirin û jêderxistinan bi ebceda kurdî û transcriptiona wê a bi elîfba roman hatîye weşandin.

Samuel Audley Rhea (1827-1865) missionarekî protestan ê american e. Sala 1827an li Blountvillea Tennesseeyê hatîye dinê. Rhea sala 1851ê bi missionarî çûye li Geverê, li gundê Memikan di nav nestûrîyan da bi cih bûye. Li gor nivîskar hema hema nestûrîyan gişkan gelekî baş bi kurdî zanibûne. (Rhea, 1880) Rhea gelek baş kurdî hîn bûye û bi kurdên Geverî ra her dem bi kurdî peyivîye; bi vî hawayî Rhea ji kurdologên dema xwe û berî xwe çêtir ji kurdî û kurdan têgihîştîye. Rhea dibêje, min tu carî kurdî ji karê xwe ê dînî ra nekir hacet. Suryanîya modern, turkî a tatarî û farisî rind zanibûye. Heta Nîsana 1859an, heşt salî li wê derê maye. Ji ber ku nexweş ketîye vegerîyaye Americayê. Di 1860î da dîsa vegerîyaye warê nestûrîyan. Ji ber şert û mercan vê carê li Urumîyê bi cih bûye. Di cotmeha 1860î da çûye li Urmîyê bi cih bûye; û di 38 salîya xwe da, sala 1865an li wir mirîye[4]. Dihê bawerkirin ku berî Samuel A. Rhea bi temamî ji Geverê derbikeve, zivistana li çîyayê Seir ê li ser Urmîyê derbas kirîye va berhema xwe a bi navê Brief Grammar and Vocabulary of the Kurdish Language of the Hakari District nivîsîye. Nivîskar bi baldarî bi dialecta kurmancî a jor bi şêwa Hekarîyê nivîsîye. Ev berhema Rhea 15 sal piştî mirina wî ji alîyê hevalên wî ên dîndar ve di ber çavan ra hatîye derbaskirin, bêyî ku esasê wê biguherînin, tiştekî lê zêde bikin ya jî kêm bikin hindik guherîn di grammatica wê da kirine. Grammatica û vajnama Rhea bi duayek mesihîyan a bi navê Lord’s Prayer (Dua Xwedê) û meseleyek bi navê Parable of the Prodigal Son (Part) (Mesela lawê destberedayî (Part) bi dawî dibe.  (Rhea, 1880: 118-119, 155)

Albert Houtum-Shindler (1846-1896) orientalist û kurdologekî swîsrî ye. Li universîta Leipzigê muhendîstî xwendîye. Sala 1884an berhema xwe a philologic a di warê folklor, vajname, grammatica û etymologia dialectên kurdî da bi navê Beiträge zum kurdischen Wortschatze di kovara Zeitschrift der Deutschen Morgenländischen Gesellschaft da weşandîye. Parta vê gotarê a tê da etymologia peyvên kurdî heye ji alîyê Ferdinand Justi ve hatîye nivîsandin. Houtum-Schindler di vê xebata xwe a linguistîk da bi granî li ser zar û şêwezarên kurdî, goranî, mukrî û kurmancî xebitîye. Nivîskar di salên 1911an da gelek gotarên academic ji Encyclopaedia Britannica ra nivîsîne.

Eugen Prym (1843-1913) orientalist, professorê erebî, zimanên aramî û kurdologekî alman e. Eugen Prym û Albert Socin sala 1868an bi hev ra çûne 18 mehan li Rojhilat gerîyane. Armanca vê gera wan lêgerînên linguistic û dialectên modern  e. Li Şamê mesîhîyekî berhevkirinek mezin a ji edebîyata folkloric, hozan, çîrok û stranên bi aramîya nû û kurdî dane wan. Ev berhevkirin bûye bingeha du kitêbên wan ên her yek ji du toman pêk dihên. Berhemên muşterekên Eugen Prym û Albert Socin ev in:

1.      Eugen Prym, Albert Socin: Der neuaramäische Dialekte des Tûr Ȧbdín; 2 Bände, Vandenhoeck & Ruprecht, Göttingen, 1881.

2.      Eugen Prym, Albert Socin: Kurdische Sammlungen, Erzählungen und Lieder im den Dialekten des Tûr Ȧbdín und von Bohtan; 2 Bände, St. Petersburg, 1887–1890.

Der neuaramäische Dialekt des Tûr Ȧbdín li ser dialectên aramîya nû, bi gotinek din li ser dialectên suryanîyan e. A dudîyan berhevkirinek ji folklora kurdan e: Kurdische Sammlungen, Erzählungen und Lieder in den Dialekten des Tûr Ȧbdín und von Bohtan. Nivîskaran berhemên folklorickên kurdî ji alîyê ziman û şêwên herêmî ve analys kirine, bi tercûma wan a almanî ra weşandine. Li ser tomê 2an ê Kurdische Sammlungen, Erzählungen und Lieder in den Dialekten des Tûr Abdín und von Bohtan, Zweite Abteilbung a. Die Texte navê Eugen Prym tune. Em ji vê têdigihên ev tomê kitêbê ji alîyê Albert Socin ve hatîye amadekirin. (Socin, 1890)

GERRKARÊN LI SER PHONEMÊN KURDÎ XEBITÎNE

Ji 1787an heta 1887an 6 gerrkarên europan û american di sayahatnamên xwe da li gel zimanê xwe ê maderî a jî zimanê resmî ê welatê lê dijîn pir kêm be jî bi kurdî nivîsîne. Ji van hindikan di vajnamên sayahatnamên xwe da cih dane peyvên kurdî, hindikan bala xwe dane ser dialectên kurdî, hindikan bi tesîra folklora kurdan stranek ya jî hozanek kurdî guhdarî kirine, nivîsîne û tercûmeyî zimanê xwe kirine; bi vî hawayî xwastine xwendevanên xwe ne tenê ji geographia û hawayê jîyana kurdan, xwastine wan ji zimanê kurdî û dialectên wî jî haydar bikin. Me pêwîstî pê dît ku em van kesan jî ji nêzdîk ve nas bikin. Gerrkarên em behsa wan dikin ev in: Johann Anton Güldenstädt, Julius Heinrich Klaproth, Claudius James Rich, Karl Heinrich Emil Ludwig Koch, Austen Henry Layard û Moritz Wagner.

Johann Anton Güldenstädt (1745-1781) di salên 1770-1773an da li Imperatorîya Ûris derketîye gereke dûr û drêj; li herêma Astraxan a Ûkranyayê, li bakurê Kafkasan, li Ossetia, Çeçenîstan, Ingushetia û Gurcistanê gerîyaye. Piştî mirina Güldenstädt, Peter Simon Pallas sayahatnama wî a bi navê Reisen durch Russland und im Caucasischen di salên 1787 û 1791ê da bi du toman li St. Petersburgê weşandîye. Güldenstäd di parta vajnama vê sayahatnama xwe da 228 peyvên kurdî û manên wan ên bi almanî, farisî û kazaxî nivîsîne. (Güldenstädt, 1791: 545-552) Güldenstädt bi piranî bi phonemên almanî ev peyvên kurdî nivîsîne.

Julius Heinrich Klaproth (1783-1835) linguist, îtîhaskar, ethnograph, nivîskar, orientalist û kaşîfekî alman e. Di salên ciwantîya xwe da dêhna xwe daye ser zimanên asiatic, û di 1802an da li Weimarê kovara xwe a bi navê Asiatisches Magazin weşandîye. Academia Imperiala Zanînan a li St. Petersburgê ji bo keşfên ethnographic û  û linguistic ew şandîye Kafkasan. Klaproth çînî, mançûyî, moxolî, sanskrît, turkî, erebî, û zimanên kafkasî hîn bûye. Wî îspat kirîye ku uygûrî zimanekî turkî ye. Klaproth li ser zimanê efxanî jî xebitîye, û tê derxistîye ku bi farisî, kurdî û sanskrît ra têkilîya wî heye[5]. Li gor Peter Lerch radigihîne di kitêba wî a bi navê Kurdisches Wörterverzeichniss, mit dem Persischen und K.F. andern ver wandten Sprachen verglichen Fundgruben des Orients, Bd. IV da 280 peyvên kurdî hene. (Lerch, 1858: 21-22) Klaproth ev peyvên kurdî bi granî bi phonemên almanî nivîsîne.

Claudius James Rich (1787-1821) nûnerekî bazirganîya Brîtanyayê, gerrkar û zanayekî antiquiteyê (antiquarian scholar) ye. Rich, latinî, yûnanî, farisî, erebî, turkî, îbranî, kurdî û gelek zimanên din ên rojhilatî û dialectên wan hîn bûye. Piştî 1814an li ser zimanê suryanî, keldanî û kurdên êzidî xebitîye. Di 1810an da çûye gundên keldanîyan ên li başûrê Kurdistanê. Paşê çûye Bexdadê, Suleymanîyê, Sinê û rojavayê Nînovayê. Di 1820an da çûye Besra û Şîrazê, li wê derê bermayên Persepolîsê dîtine. Tomê pêşîn ê sayahatnama Rich, Narrative of a Residence in Koordistan and on the Site of Ancient Nineveh with Journal of a Voyage down to Tigris to Bagdad and an Account of a Visit to Shirauz and Persepolis, sala 1836an ji alîyê jinebîya wî ve li Londonê hatîye weşandin. Rich di dawîya vê berhema xwe da vajnameyek piçûk amade kirîye. Di vê vajnamê da peyvên çar dialectên kurdî dane ber hev, û ew tercûmeyî îngilîzî kirine. Ji hejmara peyvên di vajnamê da dihê têgihîştin ku zanîna wî a feylî ji ên din gelekî kêmtir bûye. Rich 5 phoneme li  phonemên zimanê xwe ê maderî, îngilîzî, zêde kirine û pê peyv û phrasên kurdî nivîsîne. (Rich, 1836: 394-398)

Karl Heinrich Emil Ludwig Koch[6] (1809-1879) botanistekî alman e. Bi keşfên xwe ên botanîk ên li Kafkasan û bakurê rojhilatê Turkîyayê bi nav û deng e. Ji xeynî botanickê di warên ethnologia, anthropologia, archeologia, cartographia, geologia, baxçevanî û guherbarîya genetic da xebitîye. Sala 1846an sayahatnama xwe a bi navê Wanderungen im Oriente wärend der Jahre 1843 und 1844 a ji du toman pêk dihê li Weimarê weşandîye. Nivîskar di vê berhema xwe da bi qasî 30 peyvên kurdî, ermenî û turkî nivîsîne. Koch bi granî bi phonemên almanî peyvên kurdî nivîsîne. (Lerch, 1858: 26)

Austen Henry Layard (1817-1894) gerrkar, arkeolog, îtîhaskarê hunerê, berhevkar, nivîskar, sîyasetmedar û diplomat e, bi kolanên xwe ên li çîyayê Nemrûd û şarê Nînowayê bi nav û deng e. Li Stenbol, Mûsil, Madrid, Venetia, Krim, Hîndîstan, Paris û gelek deverên din gerîyaye. Sala 1848an vegerîyaye Îngilistanê û kitêba xwe Nineve Handits Remains: with an Account of a Visit to the Assyrians, and the Yezidis, and an Inquiry into the Manners and Arts of the Ancient Assyrians (2 vols., 1848–1849) weşandîye. Gotara xwe a bi navê A Description of the Province of Khuzistan sala 1846an li Londonê di hejmara 8an a kovara The Journal of  the Royal Geographical Society of London da weşandîye. Di vê nivîsa xwe da çarînek ji hozanek bi dialecta kurdî a bextîyarî nivîsîye û tercûmeyî îngilîzî kirîye. Layard bi granî bi phonemên îngilîzî bi kurdî nivîsîye. Ji ber ku bi Italyanî û fransizî jî mîna zimanê xwe ê maderî rind zanibûye di nivîsandina kurdî da ji 5 vocalên bi accent ên van her du zimanan jî sûd wergirtîye. (Lerch, 1858: 27-28)

Moritz Wagner (1813-1887) kaşîf, berhevkar,  coxrafîzan (geographer) û îtîhaskarekî surûştîyê alman e. Di 1843an da bi nivîskarê ermenî Khachatur Abovian ra li Ermenîstanê li dora gola Sevanê gerîyaye. Wagner gelek kitêb li ser geographia bakurê Africayê, Rojhilata Navîn û America tropical nivîsîne. Moritz Wagner sala 1852an sayahatnama xwe a bi navê Reise nach Persien und dem Lande der Kurden li Leipzigê weşandîye. Wagner di vê berhema xwe da cih daye çarînek ji straneke kurdî û tercûma wê a bi zimanê almanî. (Lerch, 1858: 29) Wagner li gel phonemên zimanê xwe ê maderî, almanî, bi afirandina 6 phonemên din ev çarîna bi kurmancî nivîsîye.

 

 

 

 

 

METHOD

Me phonemên kurdolog û gerrkaran ji nivîsên wan ên kurdî ên di kitêb û gotarên wan da tesbît kirin. Ji bo ku xwendevan têbigihên kanê van philolog û gerrkarên wê demê çawa phonemên kurdî tesbît kirine, me di beşa Destpêk da ew dan nasandin.

Di parta pêşîn da, li bin sernivîsê, me kitêb û gotarên bûne mijara vê xebatê dan nasandin; çend rûper e, ji çend partan pêk dihê û ev partên kitêbê li ser çi ne. Kesên dixwazin li ser beşên cihê ên kurdologiaê bixebitin bi vî hawayî dikanin ji mijarên di berhemên van kurdolog û gerrkaran da hene haydar bibin û jê sûde werbigirin.

Bi analysa phoneman me xwast em şaşitîyên van kurdologan û sebebên şaşitîyên wan bînin zimên. Kîjan phonemên kurdî bi hawayekî bi pergal nehatine nivîsandin di bin sernavê Analysa Phoneman da cih digirin. Dîsa di bin vî sernavî da me bala xwe da elîfbên kurdologan. Van kesan di nivîsa xwe a kurdî da bi phonemên di elîfbên xwe da çiqas rast nivîsîne û çiqas şaş nivîsîne?    

Ji bo em bikanibin wekîhevî û cihêtîyên demkî û herêmkîyên phonemên kurdî ên ji 230 sal heta 130 sal berê têbigihên me ji her kurdologekî metnekî eslî bijart, ew metn bi  herfên elîfba kurdî a Celadet Alî Bedirxan ji nû ve nivîsîn û metnê eslî jî di beşa Peywest da bi cih kirin da ku xwendevan bikanibin wan bidin ber hev. Paşê me heman metn bi kurdîya îro nivîsîn da ku cûdahîyên phonemên kurdî ên kurdolog û gerrkarên wê demê û phonemên kurdî ên îro were dîtin û kesên bixwazin di vî warî da bixebitin jê sûde werbigirin.

  Ji bo ji hêjahîya phonetica phonemên kurdî ên kurdolog û gerrkaran qenc bihê têgihîştin, me bi tableauyan hêjahîya phonetica her phonemî bi nîşanek Elîfba Phonetica Beynelmilel nîşan da.

Di vê xebatê da me cih neda peyvên bê gîyanên ji alîyê kesên ew ji ber xwe avêtine û kesên bi wan dinivîsin ve bi navê peyvên “kurdîya academic” dihên binavkirin. Wate, me tenê bi kurdî nivîsî, ne bi “kurdîya akademîk”. Me xwast em carek din bidin xwîyakirin ku bi kurdîyek bê peyvên beravêtî nivîsên ilmî û academic xweştir dihên nivîsandin û meriv xweştir jê fam dike. 

Ji alîyê orthographiaê ve me di nivîsandinê da çend guherînên piçûk pêk anîn:

1.      Berî dengê /j/ nivîsandina degê /i/: Dengê /ə/ di kurdî da nahê ber dengê /j/. Ji ber vê yekê me dengê /i/ ê berî dengê /j/ bi herfa î nivîsî ne bi herfa i.

2.      Dengê /h/ ê li serê peyvê ê li hindik deran êdî nahê telafûzkirin, lê li hindik deran telafûza wî berdewam e. Nivîsandin û nexwendina vî dengî ji nenivîsandin û nexwendina wî çêtir e. Ji ber vê me ev deng nivîsî.

3.      Me praepositên di metnên edebîyata klasîk da, di metnên kurdî ên kurdolog û gerrkaran da, di metnên heta çaryeka pêşîn a sedsala bîstan da bi da û ra hatine nivîsandin wekî xwe bi da û ra nivîsîn, ne bi de û re.

4.      Me peyvên ilmî ên bi -log, -logia û -logic ên ji logos a yûnanî bi -log, -logia û -logic nivîsîn. Ev peyv bi kurdî mîna îngilîzî nayên xwendin, bi telafûza kurdên Komarên Sovieta Berê wekî log, logî, logîk tên xwendin. Bi orthographia kurdî herfa g her dem /g/ dihê xwendin, ne mîna fransizî li ber e, i, y dibe /ʒ/ ne jî mîna îngilîzî li ber van sê vocalan yek caran dibe /dʒ/.  

Me peyvên ilmî ên ji yûnanî, latinî, îngilîzî û fransizî hatine girtin suffixên wan ên xusûsî -a, -e, -en, -em, -ia, -ie, -io, - is, -os, -us, -um, -un ne tê da hemî bê guherîn nivîsîn. Bi vî hawayî peyvên kurdî ên ji zimanên rojavayî hema hema mîna nivîsîna xwe a zimanê original hatin nivîsnadin. Me di vî warî da ji dêvla orthographia turkî, bi granî orthographia latin a bê suffixên jorîn ên vî zimanî tercîh kir. Di vî warî da systema orthographica îngilîzîya americana ji bo peyvên fransizî û systema orthographica fransizîya ji bo peyvên îngilîzî bi me rast hat.

Me çend peyvên kurdî ji dêvla formên wan ên sivik bi formên wan ên gran nivîsîne. Guherînên phonologic ên zimanê axaftinê di nav demê da gelek peyvan bê şekl û bê şemal dihêlin. Di linguisticayê da ev rewş bi navê la loi du moindre effort (qanûna hêsan gotinê) dihê binavkirin. Zimanê formal bi parastina gelek dengên zimên rê li ber vê digire. Nebûna zimanê formal hejmara peyvên homograph zêde dike û ev yek jî bi xwe ra sergêjîyek di derbarê manên peyvan da peyda dike. Di vî warî da gelek karên orthographic ên lazim e rojekê bi pêş da bihên kirin hene. Em hêvî dikin ku ev hawayê nivîsînê bibe destpêka gavên muhîm ên ber bi zindîkirina kurdîya formal.

        

 

PART 1

PHONEMÊN KURDOLOGAN

 

1          PHONEMÊN KURDOLOGÊN EUROPAN Û AMERICAN

Ji sala 1787an ta 1887an yanzdeh kesên europan bi pîvanên philologia rojavayî li ser  kurdologiaê xebitîne. Ji van yanzdeh kesan Giusseppe Campanile ê ku kitêba xwe li ser tarîx, dîn û folklora kurdan nivîsîye ne tê da, ên din gişkan gelekî bala xwe dane ser nivîsandina zimanê kurdî û li gor têgihîştina xwe ji bo rasttir nivîsandina phonemên vî zimanî jê ra li çaran gerîyane. Ji ber ku Campanile di kitêba xwe da cih daye stranek kurdî a dema xwe me phonemên wî ên kurdî jî hêjahî helgsegandinê dîtin. Bi dora chronologic, kurdologên sedsala pêşîn a kurdologiaê ev in: Maurizio Garzoni, Peter Simon Pallas, Giusseppe Campanile, Ilya Nikolaevich Berezin, Peter Lerch, Alexander Borejko Chodzko, August Alexandre Jaba, Samuel Audley Rhea, Albert Houtum-Schindler, Eugen Prym û Albert Socin.

1.1       BI MAURIZIO GARZONI PHONEMÊN KURDÎ

Grammatica e Vocabolario della Lingua Kurda

Maurizio Garzoni sala 1762an çûye Mûsilê. Du sal şûnda li paytextê mîrektîya Behdînan li Amedîyê li bakurê rojhilatê Mûsilê bi cih bûye. Li wê derê ji bo kitêba xwe Grammatica e Vocabolario della Lingua Kurda (Grammatica û Vajnama Zimanê Kurdan) malzeme danehev. Maurizio Garzoni sala 1787an li Romê ev kitêba xwe weşandîye. Bi tarîxa li ser rûperê Decretum, kitêb di 27ê sermaweza 1786an da (Garzoni, 1787: 285) qedîyaye. Lê tarîxa weşandina wê 1787 e. Tarîxa kurdologiaê û nivîsîna kurdî a bi herfên roman bi vê berhema Maurizio Garzoni dest pê kiriye. 

Di Grammatica e Vocabolario della Lingua Kurda da du partên bingehin hene: Yek: Grammatica Kurda (Grammatica Kurdan). Du: Vocabolario Italiano, e Kurdo (Vajnama Italyanî û Kurdî). Parta Grammatica Kurdan bi 7 rûperên pêşgotinê ra ji 74 rûperî pêk dihê. Parta Vajnama Italyanî-Kurdî 214 rûper in. Li destpêka kitêbê 5 li dawîya kitêbê 5, li ser hev 10 rûperên vala hene. Tevî van rûperên vala kitêb li ser hev ji 298 rûperî pêk dihê.

Analysa Phoneman

Di rûperên 14 û 15ên kitêbê da 32 herfên ebceda farisî di bin navê Persicum (Farisî) û beramberên wan bi herfên roman di bin navê Latinum (Latinî) da hatine nîşandayîn. Di rastîya xwe da ji wan herfan gelek di elîfba zimanê latinî da tune ne. Ji ber ku herfên elîfba latinî di destpêkê da 21 in, paşê ji bo nivîsandina peyvên ji yûnanî ketine latinî herfên y û z lê hatine zêdekirin û bi vî hawayî hejmara herfan gihîştîye 23an. Maurizio Garzoni 9 herf li elîfba zimanê latinî zêde kirine. Di vê elîfbê da phonema /w/ a kurdî bi herfek bi serê xwe nehatîye nîşandayîn. (Garzoni, 1787: 14-16) Çimkî ev deng di ebceda farisî da tune ye. Faris bi و (waw) a erebî phonema /v/ dinivîsin û wê bi navê vav bi nav dikin. Ji vê elîfbê em têdigihên ku haya Garzoni ji ebceda kurdî  tune bûye.

Maurizio Garzoni di vajnama xwe da phonema /χw/ a peyva xwar bi digrapha ĸvĸvar” nivîsîye. Lê di nivîsandina peyvên din da em rastî vê digraphê nahên. Phonema /ʡ/ û phonema /χ/ her yek bi du herfan nivîsîne. Cihêtîya phonema /t’/ nîşan daye, lê kêm peyvên xwedî vê phonemê bi herfa nivîsîne. (Garzoni, 1787: 60, 65, 106) Piranîya peyvên xwedî vê phonemê û phonema /t/ mîna hev bi herfa T/t nivîsîne. Di peyvên b,la, k,nàrek, b,déi (Garzoni, 1787: 71) û etc. da bi virgulê phonema /ə/ nivîsîye. Maurizio Garzoni, bi hawayekî systematic nebe jî 39 phonemên kurdî di nivîsa xwe da nîşan dane. Bêpergalîya wî jî ew e ku heman phoneme di heman peyvan da bi heman herfan nenivîsîne, bi herfên nêzdîkî hev nivîsîne. Ev 39 phoneme her yek bi herfekê bi elîfbeyek phonetic nehatine nivîsandin. Carna bi herfekê 3 phoneme nivîsîne, carna jî bi çar herfan phonemek nivîsîye. Phonema /tʃ/, /dʒ/ û /ʃ/ di gelek peyvan da bi hawayê zimanê xwe ê maderi, bi hawayê italianî, nivîsîne. Di hindik peyvan da jî heman phoneme bi herfên xwe ên taybet ên ji bo kurdî amadekirî nivîsîne.

Garzoni di nivîsandina gelek peyvan da nikanibûye phonemên /χ/, /ʁ/, /q/, /ħ/  ji hev û din derbixîne. Phonema /ħ/ a serê peyvan şaş nivîsîye. Di nivîsandina hejmarên heft, heşt, heftê, heştê û hezar  da ev şaşitî bala meriv dikişine. Nivîskar ev hejmar wusa nivîsîne: Ahft, Ahst, Ahfté, Ahsté, ahzár (Garzoni, 1787: 17) Di hindik peyvan da jî phonema /χ/ û /ʁ/ bi herfa pê phonema /k’/ ya jî phonema /q/ ra li nav hev xistîye. Di gotina Az koláme tá[7] (Garzoni, 1787: 23) da phonema /χ/ bi phonema /k’/ nivîsîye. Phonema /h/ li serê peyvan nîşan nedaye. Di şûna Az hatum, Au hat da Az atum, Au at nivîsîye. (Garzoni, 1787: 38) Çend şaşitî ne tê da li dawîya hejmarên kurdî û gelek peyvên din phonema /h/ rast nivîsîye. (Garzoni, 1787: 17)

Garzoni phonema /k/ a nava peyvê û dawîya peyvê di gelek peyvan da bi herfa ĸ nişan daye. Di hindik peyvan da jî ev phoneme û phonema /k’/ li nav hev xistine; yek caran phonema /k’/ bi herfa phonema /k/, yek caran jî phonema /k/ bi herfa phonema /k’/ nivîsîye. Pir caran heman peyvên kurdî hem di heman rûperî da hem jî di rûperên cihê ên kitêba xwe da bi herfên ji hev cihê nivîsîne. Ji van peyvan yek peyva qodé (xudê) ye. Ev şaşitî di nivîsandina peyvên xwedî phonemên di italianî da tune ne, lê di kurdî hene pirtir xwe dide xwîyakirin. Di gelek peyvî da phonema /ʃ/ bi herfa phonema /s/ bi s nivîsîye. Giuseppe Campanile li ser vê şaşitîya Garzoni wusa nivîsîye: “em dibînin ku hema hema hemî Scin[8] bi Sinê nivîsîne. (Campanile, 1818: 117) Di kitêba Garzoni da gelek şaşitîyên grammatical jî bi hawayekî berbiçav xwîya dibin. Di parta grammatickê da li gor dem, kes û hawayê aktîf û pasîf verbên kurdî dane nasandin da jî zaf şaşitî kirine. Di syntax û hêmanên din ên grammatical da jî gelek xeletîyên wî bala meriv dikişînin. (Garzoni, 1787: 41-48)

 

 

Transcriptiona Metnê Eslî

AXAFTINE BEYN DU AẌA MUSULMAN[9]

Îsmaîl û Mustefa

Îsm.     Selam a’leîk

Must.   A’lêîk selam, û raḧmet Ellah

Îsm.     Sabaḧ’l Qer. Keîfa te çava.

Must.   Elḧemdellah (oppure)[10] Şukir Xudê) Kence, tu çava

Îsm.     Şukir Xudê.

Must.   Atina te Enşallah Qêîre.

Îsm.     Enşallah Qêîre. Iarî min ezîz. Ez atum nik te katir îek pişare; nîasum dilê te kence gel min; û pinavastum pêîdakim îek eks te amîntera.

Must.   Ser sere min. Bo Kelmeta te çu teksîr nakem.

Îsm.     Xudê t’avêz kit. Te ‘ecis neke, eger bu te bêjum çe ser min at.

Must.   Teklîf biele Kinarek, eu bêîn me betal.

Îsm.     Goh bidêî bu men. Bu te emmu eskera bêjum. Par Mîr mi vererkîrîe ser çahr gund katir draf bistînum. Min bavêrkirîe (1) ki kes eşîar nabit. Min stand ehzar qruş zêîde bu min; mirovik gund (nezanum kîîe) skayat da nik Mîr. Eu eḧzar eks min Kerbe (2) vekirîe, mi derekast, pasi ki talankirîe male min, û stand emmu pez û estir; nuk tu fikir bike çava ez şapirze, azkim ki tu nîşan dêî bu min, çe lazim çibikim.

Must.   Dil Xu Qereb neke (3). A’lac evî zeḧmet nîne. Eu reng çibke. Binêvîse îek mektûb bu malqoî (4), û gel mektûb virerbike du kîsa (5), û Krar bike, eger şugolête pêk înît seh kîse k’îdî; emme eu besse nîne, em lazim virerkeî îek dîarî bu Mîre eks reng evî, katir gel Mîr axevît, ki çu car bi dil evî nekit (6).

Ism.     Bu Mîr tiştikî tivêt?

Must.   Malûm. Ew kifse.

Ism.     Nizanum çe li dêm.

Must.   Malqoî bu te binivîsît, çe lazim.

Ism.     Kîva peidakim inde draf?

Must.   Tu Mirovî şatir nîne.  Tu çû car te nebîîst, çava çikîrîe mami te de selî bir eîke? Çibke sîbî evî. Tu deîn bistîne çent eucebît, û pasî Kengî cari kidî Mîr dil xu (7) çêkirîa gel te; û geiştîe mal; tu aîa gelek fellaḧ (8), raîa te, ki frengî bû; Ti eu eḧcet bugre, û wan bidey naf zencîr (eu erro erro  emmu Patşa Romi çikêt)  û bistîne eks wan zêîde çi t’eucibû. Er fellaḧ ki dibit frengî lazim esab kir duşman eks Musulman. Çe tivêt senaîtere?

Ism.     Eger bu te rast bejum; inde ez alozî bû (9) ser eu şugul, ki eks emmu min sbîr kirîe.

Must.   Qemme ehdî na ilgire. Çibke çe min got bu te, û keîfa xwe îne.

Ism.     Fikire te mi tenakîrîe; ez eks te biçûm kauvî rajî. Katira te.

Must.   Veqara te bi qeîr.

Ism.     Xudê şugulête daîmen rast înît. Ehzar salî bît. Xudê beehşt det bu te.

Nivîskar di bin vê axaftinê da ev phrasên kurdî nivîsîne, tercûmeyî italianî kirinê û ji bo xwendekar têbigihên malûmatên pêwîst bi berfirehî dane (Garzoni, 1787: 70-74):

Min bawerkirîa, ki kes eşîarnabit

Eks min kerba vekirîa

Dil xu Qerab neke.

Malqoî.

Du Kîsa.

Bi dil evî na kit.

Dil xu çêkirîa gel te.

Fallaḧ.

Allozî.

Bi Kurdîya Îro

AXAFTINA DI NAV DU AXAYÊN MUSULMAN DA

Îsmaîl û Mustefa

Î.         Selamun eleykum.

M.       Eleykum selam û rehmetullah.

Î.         Subeha te bi xêr. Kêfa te çawa ye?

M.       Şukur ji xwedê ra, qenc e. Tu çawa yî?

Î.         Şukur ji xwedê ra.

M.       Hatina te înşallah xêr e.

Î.         Înşallah xêr e. Dostê min ê ezîz, ez ji bo pirsekê hatim nik te. Zanim tu ji dil li gel min î; û ez nikanim yekî ji te amintir peyda bikim.

M.       Ser serê min. Ji bo xizmeta te tiştekî texsîr nakim.

Î.         Xwedê hefza te bike. Eger te eciz neke, çi hatîye serê min ji te ra bibêjim.

M.       Teklîfê li kinarekî bihêle, ew di nav me da betal e.

Î.         Guh bide min. Ji bo te ez hemû eşkera bibêjim. Par Mîr ez bi qatirekê bi rê kirime ser çar gundan, ji bo dirav bistînim. Min bawer kirîye kes hişyar nabe. Min ji bo xwe hezar quruş zêde standîye. Ji gund merivekî (nizanim kî ye) li nik mîr şikayeta min kirîye. Ew hezar li min hatîye kerbê. Paşê min tê derxist kê malê min talan kirîye, pez û hêstir standîye. Nuka tu fikir bike çawa ez şepirze bûme. Hez dikim, tu rîyekê nîşanî min bidî. Lazim e çi bikim?

M.       Dilê xwe xirab meke. Îlaca vê zehmet nine. Bi vî rengî bike: ji bo malxweyî mektûbekê binivîse li gel du kîsan bi rê bike û vî karî bike, eger şuxulê te pêk bîne sê kîsikên din... Hema ev bes nine. Lazim e em ji bo Mîr dîyarîyekê bi rê bikin. Bi vî rengî li gel mîr biaxive û jê ra bibêje ku tu çi car ji dil evê nakî.

Î.         Ji bo Mîr tiştek divêt.

M.       Malûm. Ev kifş e.

Î.         Nizanim çi bidimê.

M.       Malxweyi’ê ji bo te binivîse, çi lazim e.

Î.         Ez’ê li ku peyda bikim hinde diravî?

M.       Ti mirovê şatir nîn e. Te ti carî nebihîst mamê te du sal berî hay bike çawa kirîye? Sibe vê bike: çend hewce be, tu deyn bistîne, û paşê kengî careke din te dilê Mîr li gel xwe xweş kir; haya te jê hebe, gelek fellah, reîya ku bûn freng, tu wî hecetî biguhere û wan zencîr bike (ew hemû paşayên romî çi dikin), ji vîyan zêdetir hewceyîya te bi çi hebû? Lazim e her fellahê dibe freng dijmin bihesibînî, musulman. Çi divêt senayîtir e?

Î.         Eger ji bo te rast bibêjim, li ser vê şuxulê ez hinde alozî bûm ku eks hemû min sebir kirîye.

M.       Êdî xeman hilmegire. Min ji bo te çi got wê bike, û kêfa xwe bîne.

Î.         Min mitala fikrên te kirîye; ez qewî razî ji cem te diçim. Bi xatirê te.

M.       Oxira te a xêrê be.

Î.                     Xwedê şuxulê te daîma rast bike. Hezar salî bibînî. Xwedê buhuştê bike para te.

 

 

Tableau 1: Bi Maurizio Garzoni Phonemên Kurdî

No

Consonant

EPB[11]

No

Vocal

EPB

1

B

b

/b/

1

A

a

/ɑ/, /ɑ:/, /ε/

2

C

c

/tʃ/, /ʈ͡ʂ/

2

 

ā

/ʡ/, /ɑ:/

3

/dʒ/

3

 

à

/ɑ:/

4

D

d

/d/

4

 

á

/ɑ:/, /ε/

5

F

f

/f/, /v/

5

Ǣ

 

/ʡ/

6

G

g

/dʒ/

6

E

e

/e/, /ə/, /ε/

7

H

h

/h/

7

 

é

/ə:/

8

J

j

/j/

8

 

è

/ə/, /ε/

9

K

k

/k/, /k’/, /q/, /χ/

9

I

i

/i/, /ə/

10

K

ĸ

/k/, /k’/

10

O

o

/o/, /o:/, /ɵ/, /u/

11

/χ/, /q/

11

 

ó

/o:/

12

L

l

/l/, /ɭ/

12

U

u

/ɵ/, /u/, /o/

13

M

m

/m/

13

 

ú

/u/

14

N

n

/n/

14

 

,

/ə/

15

P

p

/p/, /p’/

No

Diphtong

EPB

16

Q

q

/χ/

1

ai

/ɑi/, /εi/, /ɑj/, /εj/

17

Q̣̈

q̣̈

/χ/

2

au, àu, aú

/εw/

18

R

r

/r/, /ɾ/

3

ei, éi,

/ei/, /εj/, /e/

19

S

s

/s/, /ʃ/

4

ia

/jɑ/, /ijɑ/

20

T

t

/t/, /t’/

5

iā

/iʡɑ/

21

/t’/

6

ie

/jε/

22

V

v

/v/, /u/, /ɵ/

7

ìe

/ijε/

23

 

/ks/

8

io

/ijo/

24

Z

z

/z/

9

oa

/uwɑ/

25

/ʒ/

10

oé

/oje/

No

Digraph

EPB

11

oi

/oi/, /oji/

1

 

/ʁ/

12

ua

/uwa/, /ʊɑ/, /ve/, /we/,

2

gh

/g/, /ʁ/

13

uā

/uʡɑ/

3

hh

/ħ/

14

uà

/wɑ/

4

sc

/ʃ/

15

ui

/ʊi/,

5

vv

/w/

16

ùi

/u:i/

6

zi

/ʒ/

17

uì

/ui:/

7

ue

/e/

 

8

ĸv

/χw/

 

Trigraph

EPB

1

hhk

/χ/

 

 

1.2       BI PETER SIMON PALLAS PHONEMÊN KURDÎ

Linguarum Totius Orbis Vocabularia Comparativa Augustissimaecura Collecta, Sectionis Prima, Linguas Europae et Asiae Complexae

                Peter Simon Pallas sala 1787an tomê pêşîn ê vajnama xwe a polyglot a bi navê Сравнительные словари всех языков и наречий, собранные десницею все высочайшей особы. Отделение первое, содержащее в себе европейские и азиатские языки Ч.1. (Vajnama Comparativa Hemî Zar û Zimanên  Destê Rastê ên Meriva Hêjatirîn Cara Pêşîn ji hev Derxistina Zimanên Europayê û Asyayê. Tom 1) li St. Petersburgê weşandîye. Pêşgotina vî tomî di 29ê Berfanbara 1786an da hatîye nivîsandin. Kitêb salekê şûnda, di 1787an da hatîye weşandin. Ev tom ji 425 rûperî pêk dihê. Çar rûperên dawîn vala ne.

P. S. Pallas tomê 2an ê heman berhema xwe li gel navê wê ê bi rûsî bi latinî jî  Linguarum Totius Orbis Vocabularia Comparativa Augustissimaecura Collecta, Sectionis Prima, Linguas Europae et Asiae Complexae bi nav kirîye, û sala 1789an li Petropolîyê weşandîye. Ev berg tevî 6 rûperên xwe ên vala ji 568 rûperî pêk dihê.

Tercûma latinîya peyvên rûsî ên di destpêka tomê 2an da ne tê da, peyvên zimanên di vê vajnama polyglot da gişk bi elîfba cyrillic hatine nivîsandin. Di nav 200 zimanên di vê vajnamê da zimanê kurdî di rêza 77an da ye.

Di tomê 2an da 143 peyvên rûsî, hejmarên rûsî û manên wan ên bi heman zimanên Europayê û Asyayê hene. Di parta dawîn a tomê 2an da ji hejmara 174an heta 185an hejmarên rûsî û manên wan ên bi zimanên Europa û Asyayê hene. Di vê partê da zimanê kurdî di rêza 83an da ye.

Analysa Phoneman

            Gelek peyvên di vajnamê da bi du hawayî, hindik bi sê hawayên xwe hatine nivîsandin. Li ser hev 276 peyvên rûsî bi kurdî hatine tercûmekirin.

Peter Simon Pallas consonantên aspirat û ne aspiratên di peyvên kurdî da bi hawayekî bi pergal rast nîşan nedane. Li dawîya her peyva bi consonantekê diqede nîşana consonantên ne aspirat Ь ya jî nîşana consonantên aspirat Ъ danîye.  Di tomê pêşîn da nîşana consonantên aspirat bi hawayê xwe ê girs nivîsîye. Peyvên ku bi nîşana consonantên ne aspirat daye bi hawayê xwe ê piçûk ь nivîsîye. Di tomê dawîn da ev her du symbol bi hawayên wan ên piçûk nivîsîne.

Di nav peyvên kurdî da çend îstîsna ne tê da piştî consonantan ev nîşanên aspiratî û ne aspiratîyê nîşan nedane. Peyva kurdî феръяадъ (feryad) ji van îstîsnan yek e. Consonanta r li vê derê bi nîşana Ъ hatîye nivîsandin. Heman peyv bi farisî ферьяадъ nivîsîye, konsonata r ne aspirat nîşan daye. Di nivîsandina 58 peyvên pêşîn ên tomê pêşîn da piştî consonantên kurdî meriv rastî symbola consonantên ne aspirat nahê. Di tomê 2an da jî çend îstîsna ne tê da di nivîsandina consonantên kurdî da nîşana consonantên aspirat nehatîye nivîsandin.

Tableau 2: Numûnên Phonemên bi Symbola Consonantên Aspirat 

No

Peyv

Transliteration

Transcription

Tom

Rûper

2

АсманЪ

Asman

Asman

1

5

3

БабЪ

Bab

Bab

1

8

8

ХушкЪ

Xuşk

Xuşk

1

24

12

ПисерЪ

Pîser

Piser

1

37

14

МуруфЪ

Muruf

Murof / Mirov

1

43

16

СерЪ

Ser

Ser

1

50

35

ДастЪ

Dest

Dest

1

109

129

ОчагЪ

Oçag

Ocax

2

129

217

ХубЪ

 

Xub

2

278

222

ХрабЪ

Xrab

Xirab

2

296

 

 

 

 

 

Tableau 3: Numûnên Phonemên bi Symbola Consonantên ne Aspirat

No

Peyv

Transliteration

Trancription

Tom

Rûper

61

Терть

Tert

Derd

1

191

63

Кïарь

Kiar

Kar

1

197

65

Сербдесть

Serbdest

Serbidest

1

203

72

Саарь

Kaar

Kar

1

226

74

Курьэ

Kure

Kûre

1

232

76

Манкь

Mank

Mang

1

238

82

Барень

Baren

Baran

1

257

85

Барфь

Barf

Berf

1

267

89

Супьа

Supa

Sube

1

280

91

Саль

Sal

Sal

1

286

97

Хаакь

Xaak

Xak

1

305

140

Енгурь

Engur

Engûr

2

29

145

Кырмь

Kirm

Kurm

2

46

180

Шерапь

Şerap

Şerab / Şeraw

2

154

182

Цокорь

Şokor

Şukur / Şikir

2

161

 

Peter Simon Pallas di nivîsandina gelek peyvên kurdî da herfên б û п, в û ф, д û т, с û з, ж û ш, дж û ч, к û г, и û ы bi şaşitî di şûna hev da nivîsîne, ya jî nikanibûye van dengan ji hev û din derbixîne.

 

 

 

 

Tableau 4: Peyvên bi Phonemên Şaş Hatine Nivîsandin

No

Peyv

Translit.

Transcrip.

Şaş

Rast

Tom

Rûper

4

Таике

Taîke

Daîkê

T

Д

1

11

12

БичукЪ

Bîçûk

Biçûk

и

ы

1

37

20

Чаф

Çaf

Çav

ф

в

1

62

30

ОсманЪ

Osman

Azman

c

з

1

94

32

КерденЪ

Kerden

Gerden

К

Г

1

100

33

МилЪ

Mîl

Mil

и

ы

1

103

36

Тилли

Tîllî

Tilî

и

ы

1

112

38

СикЪ

Sîk

Zik

Зы

1

118

46

ТилЪ

Tîl

Dil

Ти

Ды

1

143

55

БанкЪ

Bank

Bang

к

г

1

171

66

Сулмь

Sulm

Zulm

C

З

1

206

68

Сенде

Sende

Zende

C

З

1

213

70

Кïань

Kîan

Gîyan

К

Г

1

219

75

РушЪ

Ruş

Roj

уш

1

235

89

Супьа

Supa

Suba

п

б

1

280

98

Афь

Af

Av

ф

в

1

308

142

Чàу

Çeu

Ce

Ч

Дж

2

36

145

Кырмь

Kirm

Kurm

ы

у

2

46

147

Чанварь

Çanvar

Cenawer

Ч

дж

2

52

172

ОчагЪ

Oçag

Oca

ч

дж

2

129

 

P.S Pallas pir caran nikanibûye peyvên farisî û kurdî ji hev derbixîne. Ji ber vê yekê jî gelek peyvên farisî di şûna ên kurdî da, gelek peyvên kurdî jî di şûna ên farisî da nivîsîne.

Tableau 5: Peyvên Farisî û Kurdî ên di Dewsa Hev da Hatine Nivîsandin

No

Farisî

Translit.

Kurdî

Translit.

Transcrip.

Tom

Rûper

11

Джован

Covan

ТухтерЪ[12]

Tuxter

Dot

1

34

12

ПсерЪ

Pser

ПисерЪ

Pîser

Pis

1

37

15

КесанЪ

Kesan

Калкага

Kalkaga

Xelqeha

1

47

19

Наибини

Naîbînî

Набини[13]

Nabînî

Nabînî

1

59

21

Абру

Abrû

Абру

Abrû

Ebrû, Brû

1

66

30

ЗубанЪ

Zuban

СебанЪ

Seban

Zeban

1

94

32

КарданЪ

Kardan

КерденЪ

Kerden

Gerden

1

100

43

ГошmЪ

Goşt

Гухшm

Gûşt

Goşt

1

134

46

ДилЪ

Dîl

ТилЪ

Tîl

Dil

1

143

55

БангЪ

Bang

БанкЪ

Bank

Bang

1

171

61

Дардь

Dard

Терть

Tert

Derd

1

191

96

Замань

Zaman

Семань

Seman

Zeman

1

302

142

Джяу

Cyau

Чàу

Çau

Ce

2

36

147

Джанварь

Canvar

Чанварь

Çanvar

Cenawer

2

52

 

            Pallas gelek caran di şûna peyvên kurdî da peyvên farisî nivîsîne. Di peyva 230î da di şûna Бунь (bûn) a kurdî da  Будень (bûden) a farisî; di peyva 232an da di şûna Ракетынь (raketin) a kurdî da Хуфтень (xuften) a farisî, di peyva 234an da di şûna Дости (dostî) a kurdî da Тосташтен (tostaşten) a farisî û gelek peyvên din ên wusa di vajnamê da hene. Çend peyvên îstîsna ne tê da di şûna digrapha ы da herfa и hatîye nivîsandin.

Tableau 6: Transliteration, Transcription û Tercûma Çend Peyvên Rûsî-Kurdî

No

Pусский Rûskîy

курдский Kurdskîy

Translit.

Transcrip.

Tercûme[14]

1

 

 

Xudî, Kula (1)

Xudê, Xuda

xudê, xuda

2

 

 

Vauta (2), Asman

Asman

asman

3

 

 

Bab

Bab

bab

4

 

 

Taîke, De

Daîkê, Dê

daîk, dê

5

 

 

Kuramen (3)

Kurê min

kur, pis

6

 

 

Keçamen (4)

Keça min

keç, qîz, dot

7

 

 

Bra, burîder

Bra, Brader

bra, brader

8

 

 

Xor (5), Xuşk

Xuşk

xuşk

9

 

 

Jînamîn (6)

Jina min

mêr

10

 

 

Meremen, Senne (7)

Mêrê min

jin

11

 

 

Tuxşer (8)

 

cuwan

12

 

 

Bîçûk (9), Pîser (9)

Biçûk, Piser

pis

13

 

 

kurru

Kuru

zarr

14

 

 

Muruf, Adem

Murûf, Adem

mirov

15

 

 

Alem, Kalkaga, Kalkîça

Alem, Geleke, Gelekcan

gel

16

 

 

Zer (10), Ser

Ser

ser

17

 

 

Rux

18

 

 

Kepu, Kapu

Kepû, Kapû

kepo, Poz

19

 

Nabînî (11)

Nabînî

firnik

20

 

 

Çaf, Çua

Çav

çav

21

 

 

Abru

Ebrû

brû

 

(1)   Xwîyaye ev şaşitîyek nivîsê ye. Di şûna herfa д da herfa л hatîye nivîsandin. Peter Lerch jî gotîye ev tenê şaşitîyek nivîsê ye. (Lerch,  1858: rp. 17)

(2)   Di ferhengên kurdî ên li Turkîyayê hatine weşandin da ev peyv tune.

(3)   Pallas, peyva rûsî a di mana kur, law ya jî pis da bi phrasa kuramen tercûmeyî kurdî kirîye. Kur peyveke maskûlîn e, ne femînîn e. Divîya bû kuremen ya jî kure men binivîsîya. Dibe ku ev şaşitîyek nivîsê be.

(4)   Peyva di rûsî da dihê mana dot, keç ya jî qîz bi phrasa  keçamen tercûmeyî kurdî kirîye.

(5)   Nivîskar peyva di rûsî da dihê mana xuşk bi du peyvan tercûmeyî kurdî kirîye. Ji van peyva xor a di ferhengên kurdî ên li Turkîyayê hatine weşandin da vê manê nade.

(6)   Peyva di rûsî da dihê mana mêr (di mana mêrê jinekê da) bi hawayê jînamen wate jina min  hatîye tecûmekirin. Ev peyv bi hawayê jenamen bihata nivîsandin ewê pirtir nêzdîkî mana xwe bûya. Çimkî jîn û jin du peyvên bi manên xwe bi temamî ji hev cihê ne. Peyva bi rûsî dihê mana mêr bi hawayê meremen bihata tercûmekirin dîsa ewê jê bihata têgihîştin. Xwîyaye di vê peyvê da nivîskar rêza peyvan li nav hev xistîye.

(7)   Nivîskar peyva di rûsî da dihê mana jin bi phrasa meremen û peyva senne wate mêrê min tercûmeyî kurdî kirîye. Peyva zenne a farisî senne hatîye nivîsandin. Ev peyv di farisî da dihê mana jin a kurdî. Xwîya ye ku nivîskar di tercûma kurdî da tenê mana vê peyvê û a berî wê li nav hev nexistine, peyv jî tevlihev kirine.

(8)   Bi peyva tuxşer mana dîva rûsî hatîye dayîn. Nivîskar heman têgeh bi peyvên тохшеръ, джоанъ (toxşer, coan) tercûmeyî farisî kirîye. Di kurdî da peyva cuwan vê manê dide.

(9)   Peyva rûsî a di kurdî da dihê mana law û kur bi şaşitî bi peyvên biçûk û piser hatîye tercûmekirin.

(10)           Nivîskar peyva di rûsî da dihê mana ser bi peyvên zer û ser tercûmeyî kurdî kirine. Dibe ku bi şaşitî zer nivîsîbe.

(11)           Peyva di rûsî da dihê mana firnikên poz bi gotina nabînî bi hawayekî şaş tercûmeyî kurdî kirîye.

 

 

 

 

Tableau 7:  Bi Peter Simon Pallas Phonemên Kurdî

No

Consonant

EPB

No

Vocal

EPB

1

Б

б

/b/

1

А

а

/ɑ/, /ʡ/, /ε/

2

В

в

/v/, /w/

2

 

á

/ɑ:/

3

Г

г

/g/, /ʁ/

3

Е

е

/ε/

4

Д

д

/d/

4

 

é

/i/

5

Ж

ж

/ʒ/

5

И

и

/i/

6

З

з

/z/

6

 

 

/i:/

7

Й

й

/j/

7

 

ï

/i/

8

К

к

/k/, /q/, /g/, /χ/

8

О

о

/o/

9

 

 

/l/, /ɭ/

9

 

ó

/o:/

10

М

м

/m/

10

У

у

/u/, /ɵ/

11

H

н

/n/

11

 

 

/u:/

12

П

п

/p/, /b/

12

Ы

ы

/ə/

13

Р

р

/r/, /ɾ/

13

Э

э

/ε/

14

С

с

/s/

 

Diphtong

 

15

Т

 

/t/, /t’/

1

Ю

ю

/ju/

16

Ф

ф

/f/, /v/

2

 

 

/ʏ/

17

Х

х

/χ/, /h/

3

 

 

/ʊh/

18

Ч

ч

/ʈ͡ʂ/  /tʃ/, /dʒ/

4

Я

я

/ja/

19

Ш

ш

/ʃ/

No

Digraph

 

20

Щ

щ

/ʃ/

1

 

дж

/dʒ/

21

Ц

ц

/ʃ/

2

 

 

/ɭ/

22

 

 

/h/, /ħ/

3

 

вв

/w/

23

Ъ

ъ

Symbola cons. hişk

4

 

гЪ

/ʁ/

24

Ь

ь

Symbola cons.nerm

5

 

аа

/ɑ:/

                 

 

 

 

 

1.3        BI GIUSSEPPE CAMPANILE PHONEMÊN KURDÎ

Storia della Regione del Kurdistan e delle Sette di Religione ivi Esistenti

Giuseppe Campanile sala 1818an kitêba xwe, Storia della Regione del Kurdistan e delle Sette di Religione ivi Esistenti (Tarîxa herêma Kurdistanê û mezhebên dînî ên lê hene) li Italiayê li bajarê Napoliyê weşandîye. Pêşgotin 20 rûper, nivîsa eslî 213 rûper, fêhrêst 3 rûper, nîgar 4 rûper, 3 rûperên vala ên di nav nîgaran da û çar rûperên vala ên dawîn; kitêb li ser hev 247 rûper e. Storia della Regione del Kurdistan e delle Sette di Religione ivi Esistenti ji neh partan pêk dihê:  

1.      Nasandina Kurdistanê, rewş, bilindahî, hukumat

2.      Mîrekîyên Kurdistanê û warên wan

3.      Ramanên kurdan ên li ser dînê wan

4.      Şênîyên Kurdistanê

5.      Kurdên koçer

6.      Kurdên xrîstîyan

7.      Turkên koçer

8.      Terîqetên din ên rojhilatî

9.      Grîngîya leşkerî, sîyasî û bazirganîya Kurdistanê

Li dawîya parta 9an di rûperên 212 û 213an da bi navê Canzoncina Kurda (Strana kurdan) stranek kurdî a Mir Agarì amade kirî bi tercûme û şîrova wê a italianîya Campanile cih digire.

Nivîskar li ser elîfba kurdîya wê demê jî wusa nivîsîye: “Rojekê mîrê Akarê, Musà Bek, elîfba kurdî a bawerîya piranîya kurdan bi hebûna wê tune anî pêş min kir. Ji min ra digot, bi rastî meriv nikane hîç kitêbeke bi herfên kurdan nivîsandî bibîne, lê dîsa jî meriv dikanibû çend rûperên hozanên bi zimanê kurdî nivîsandî ên ketibûn ber bê bibîne, mîna ên ku wî begî pêş min kirin. Lêbelê, her çiqas min ji dil xwast jî ez bi ser neketim çend nusxên vê elîfba kurdî ji xwe ra bidim anîn. Ji xeynî çend herfan bi temamî mîna farisî ye.” (Campanile, 1818: 116)

 

Analysa Phoneman

Campanile, ji ber ku di nivîsandina kurdî da gelek şaşitî kirine bi hawayekî berbiçav kêmasîyên Maurizio Garzoni anîne zimên; gotîye wî gelek peyv di şûna Şînê da bi Sînê nivîsîne[15]. Meriv dema li nivîsandina peyvên kurdî ên di kitêba Campanile da dinihêre, bi hêsanî dibîne ku di şaşnivîsê da hîç ji hemkarê xwe bi şûn da nemaye. 

Me herf, digraph û diphtongên elîfba kurdî a Giuseppe Campanile li gor peyvên kurdî ên li nav nivîsa wî a italianî û peyvên “Strana kurdan” a li dawîya kitêbê amade kirin.

Strana Kurdan[16]

Tabascen rescià rahana

Az nascem bekkam bejana

Jarkamen melaham delana

Ahh jarè pe mna scirini

Hale derde men tebini

Az cubkem ta na dit avini

Tabascen bia belava

Ta beskan ghertì konava

Jarkamen belek ciava

 

Transcriptiona Metnê Eslî

Tebeşin reşa rehane

Ez naşêm bikem beyane

Yarkamin milehem dilane

Ax yarê pi mne şîrînî

Halê derdê min tibînî

Ez çubkim te ne dît avînî

Tebeşin bîa belave

Te biskan girtî kunave

Yarkamin belek çave

Bi Kurdîya Îro

Te bejin reş e rihan e

Ez naşêm bikim beyane

Yarka min melhema dilan e

Ax yarê bi min şîrîn î

Halê derdê min dibînî

Ez çi bikim te nedît havînî

Te bejin bîya ber av e

Te biskan girtî xunav e

Yarka min belek çav e

 

Tableau 8: Bi Giuseppe Campanile Phonemên Kurdî

No

Consonant

EPB

No

Vocal

EPB

1

B

b

/b/, /p’/

1

A

a

/ɑ/, /ε/, /ʡ/

2

C

c

/ʈ͡ʂ/, /tʃ/, /k/, /k’/, /χ/

2

 

à

/ɑ:/

3

D

d

/d/

3

E

e

/e/, /ə/, /ε/

4

F

f

/f/

4

 

è

/e/

5

G

g

/g/, /dʒ/, /ʁ/

5

I

i

/i/, /i:/, /e/

6

H

h

/h/

6

 

ì

/i/

7

J

j

/j/, /i/

7

O

o

/o/, /ɵ/

8

K

k

/k/, /k’/, /χ/

8

 

ò

/o:/

9

L

l

/l/, /ɭ/, /ɾ/

9

U

u

/u/, /u:/, /ɵ/

10

M

m

/m/

10

 

ù

/u/

11

N

n

/n/

No

Diphtong

EPB

12

P

p

/p/, /p’/, /b/

1

ai