MODERNITY
MODERNITY
Dema weşanê: Adar 5, 2019, 5:51 Dîtin: 1090

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

DI RAMANA KURDAN DA MODERNITY

 

 

 

 

 

Raif YAMAN

 

                                          

 

                                              

 

                                             

 

 

 

 

 

Gulan, 2013

 

MÊRDÎN

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

NAVEROK

 

Pêşkêşî 3

Destpêk

Modernity çi ye? 4

Ji alîye tarîxî û mana xwe ve peyva “modernity” 5

Part – I

Modernitya anglo-americanan 7

Romana modernitya anglo-americanan 8

Hozana modernitya anglo-americanan 11

Part – II

Di ramana kurdan da modernity 14

Hêwra pêşengîyê: modernitya dînî û linguistic 14

Sê hêwr û sê kes 17

Hêwra pêşîn: dema Ehmedê Xanî 17

Hêwra duduyan: roja modernitya kurdan “Rojî Kurd” 20

Hêwra Sisîyan: “hawara” modernitya kurdan 23

Encam 29

Bibliographia 30

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Pêşkêşî

Di destpêka vê nivîsê  da nasandina modernityê heye. Modernity çi ye, çi nine? Mana peyva modernity çi ye, ji ku hatîye? Cara pêşîn kê ev peyv di mana xwe a îroyîn da bi kar anîye? Modernityê bi xwe ra çi anîye? Pêşengên modernityê kî ne? Modernity di kîjan warê jîyanê da xwedî bandor e? Bersivên van pirsan di parta destpêkê da ne.

Di vê nivîsê da em dê modernitya kurdan û a anglo-americanan bînin zimên. Di parta pêşîn da em dê modernitya anglo-americanan bi awayekî berfireh bînin zimên. Bi giranî modernityê çi li edebîyata anglo-americanan zêde kirîye? Di roman û hozanê da têkoşîna edebîyata modernity û realismê di vê partê da tê zimên. Em dê ji naverok û dirûvê hozanan heta bi awayê çîrokbêjîya romanên modernityê di vî beşî da bidin naskirin.

Di parta duduyan da em dê bala xwe bidin ser modernitya kurdan. Di vê partê da pêşîyê em dê tarîxa modernitya kurdan bînin zimên. Ev beş li ser hêwra modernitya dînî û linguistic (linguistics) a kurdên yarsan û kîtabên pîroz ên êzidîyan e. Paşê em dê li ser sê hêwrên bingehîn ên modernitya kurdan, dema Ehmedê Xanî, dema “Rojî Kurd” û dema kovara “Hawar”, bisekinin.

Di beşa dawîn da em dê bala xwe bidin ser hemparî û cihêtîyên modernitya kurdan. Dîsa di vî beşî da em dê bi awayekî kurt modernitya anglo-americanan û modernitya kurdan bidin ber hev, û balê bikşînin ser sebebên têkçûna modernitya kurdan.    

DESPTPÊK

 

Modernity çi ye?

Modernity (modernity-modernité) têgehek edebî û hunerî ye. Di bîst salên pêşîn ên sedsala XXan da gihîştîye asta xwe a bilindtirîn. Bi qasî beynelmîlel e, xwedî alîyekî interdisciplinary e jî; ji edebîyatê (roman, hîkaye, hozan, theatre) heta hunerên dîtbarî, nîgar, peyker, bigirin heta bi mîmarî û musickê di warên ji hev cihê da bandora xwe nîşan daye. Meriv dikane wê wekî nûbûnek mezin bi nav bike. Vê nûbûnê bi azmûnên dirûvî awayekî nû ê ramanê li ser dijayetîya realisma sedsala XIXan bi xwe ra anîye.  Modernity berhema dunyayek tevlihevîyên social, economic, sîyasî, felsefî û fenî ye. Cenga Pêşîn a Dunyayê di zêdekirina vê tevlihevîyê da xwedî bandorek grîng e. Edebîyata modernist edebîyatek tengavîyê (crisis) ye. Bi vê rewşa xwe zimanê raman û namandina (representation) rastîyê jî tengav kirîye.[1]

Her çiqas modernity têgehek beynelmîlel û interdisciplinary be jî bizavek yêkgirtû nine. Tersî wê modernity awa bi awa ye, heterogen e, ne homogen e. Di gelek warên edebî û hunerî ên wekî post-impressionism, cubism, dadaism, surrealism, futurism, vorticism, imagism û expressionismê da xwe daye xwîyakirin. Di berhema xwe a bi navê Modernism: An Anthology of Sources and Documents da nivîkar, Vassiliki Kolokotroni, Jane Goldman û Olga Taxidou dibêjin: “Modernism is not a movement. It is a term that masks conflict and upheaval and any number of contradictory positions.”[2] Di vê rewşê da meriv nikane behsa modernityekê bi tenê bike. Ji salên 1960an bi vir da critican bi piranî, behsa modernityan kirine. Gelek rexnegîr û nivîskarî canona tê da modernistên mîna James Joyce, Virginia Woolf, D.H. Lawrence, Ezra Pound û T.S Eliot hene di asteke bilind da helsegandine û her dem derxistine pêş.[3]

 

Ji alîye tarîxî û mana xwe ve peyva “modernity”

Modernity peyveke fransizî ye. Di fransizî da modernité tê nivîsandin. Ji peyva Latînî modernus, ew jî dîsa ji peyvek Latînî modo[4] tê. Dibe ku koka vê peyvê û “modik” a kurdî heman peyv be. Bikaranîna peyva “modern” ji mana xwe a destpêkî gelekî firehtir e. Modernity xwedî manên pêşve, radical, progressist û şoreşger e. Hozanvanê namdar ê fransiz, Rimbaud di axaftinek xwe da gotîye: “Il faut être absolument modern” (Peywist e meriv bê kêmasî modern be) .[5]

Têgeha modernityê cara pêşîn di destpêka sedsala XVIIIan da ji bo îfadekirina armancên typickên demên modern hatîye bikaranîn. Randall Stevenson di berhema xwe a bi navê Modernist Fiction[6] da ramanên à la mode wekî xayîntîyek li hêjahîyên herî xwirt ên traditionê bi nav kirîye. Di edebîyatê da sala 1891ê Thomas Hardy di kitêba xwe a bi navê Tess of the D’Urbervilles da ev têgeh di dema pêşveçûna industryê da wekî êşekê dîtîye û bi navê “ache of Modernism” bi nav kirîye. Di warê helsegandinê da ev têgeh di 1908an da ji alîyê R.A. Scott-James ve di Modernism and Romance da, paşê di A Survey of Modernist Poetry a Robert Graves û Laura Riding da di 1927an da hatîye zimên. Bi giranî piştî 1960an ji bo helsegandina edebîyat û hunera mora xwe li dawîya sedsala XIXan û dehsalên destpêkî ên sedsala XXan xistîye ev têgeh hatîye bikaranîn.[7]

Peyva modernité cara pêşîn di nîvê sedsala XIXan da ji alîyê hozanvanê fransiz, Charles Beaudlaire ve hatîye bikaranîn. Di nivîsa xwe a bi navê Le Peintre de la vie moderne[8] da, vî hozanvanî li ser têkilîya modernity û warên hunerî ramanên xwe anîne zimên. Meriv dikane bibêje modernity encamek indurstrialisma mechanistic, bourgeoisity û secularity ye. Modernity gelek newityan (nouveautés) bi xwe ra tîne. Pircaran berî xwe ji binî da tune dihesibîne. Ev characterê wê ji alîyê hinek nivîskarên modernist ve bi pesindarî hatîye pêşwazîkirin, ji alîyê hinekan ve jî wekî helwestek nerast hatîye helsegandin.[9]

 

PART I

MODERNITYA ANGLO-AMERİCANAN

Nêzdîkatyên (approches) li modernityê guherbar in, lê xwîyaye ku bêsînorîya wê a herî zêde û herî serketî di nav salên 1890-1930an da pêk hatîye. Ji bo modernitya anglo-americanan salên di nav 1910-1925an da salên zêrîn in. Ji ber ku di van salan da berhemên hêjatirnînên destpêkî ên edebîyata modernitya anglo-americanan, Ulysses a Jamers Joyce, Jacob’s Room a Virginia Woolf, hozana The Waste Land û The Garden Party a T.S. Eliot hatine weşandin. Lûtka modernitya piştî Cenga Pêşîn a Dunyayê ji Ewrûpîyan pirtir a modernitya Brîtanîyan e. Di navber modernisma Ewrûpî û Brîtanîyan da demek pir drêj heye. Bi gotinek din modernitya li Brîtanyayê li gor a li welatên din ên Europayê gelekî dereng dest pê kirîye. Sala 1910an cara pêşîn li Brîtanyayê pêşangeha nîgarên post-impressisonistên wekî Cézanne, Gauguin, Van Gogh li Londonê vebû. Rexnegîrên huner û nîgarkarîyê, Roger Fry û Clive Bell, du rewşenbîrên derdorên edebî û hunerî ên Bloomsbury Group, cara pêşîn têkilî di nav hunera modern û gelê Brîtanî da danîne.[10]

Di salên 1930, 1950an da bi derketina neo-realismê û post-modernismê dema modernityê bi dawî bûye. Di salên 1930an da, ber bi destpêka Cenga 2an a Dunyayê nivîskarên wekî Cristopher Isherwood, George Orwell û Graham Green ji bo zindîkirina realismek nû a xwedî têkilîyek xwirt a bi sîyasetê ra xwe ji modernityê dûr xistine. George Orwell  romanên xwe ên hêja, The Animal Farm[11] di 1945an da û 1984[12] di 1949an da nivîsîne. Vî nivîskarî di her du romanan da jî heman rastîyê anîye zimên: şoreşgerên bi mizginîya buhuştê gel xapandine û piştî şoreşê bi wan jîyanek dojehî dane jîyandin.[13]    

Di tarîxa edebîyatê da modernity li dijî realismê peyda bûye. Meriv dikane wê wekî serîhildana li dijî realismê jî bi nav bike. Romana modernist li dijî ramana mimesisa (teqlîd kirina rastîyê) romana realist a sedsala XIXan derdikeve. Romana realist çiqas berbiçav be, romana modernist jî ewqas neberbiçav e. Realistên wekî Honoré de Balzac, Charles Dickens, George Eliot û Elizabeth Gaskell çiqas xwastine rastîyan rasterast bînin zimên, modernistên wekî Kadinsky, Robert û Sonia Delaunay, Kupka û Maléwitch jî di warê wênekarîyê da ewqas xwastine bi rîyên tevlihev ên heta mumkûn be têgihîştinê dijwar bikin, ji zimanê rasterast ê realismê dûr bikevin.

Serûbinîbûna li Keyatîya Yekgirtû (The United Kingdom), şertên social ên jîyana jinan awayekî nûyê fikirîn û hebûnê bi xwe ra anîye. Vê rewşê hemî warên jîyanê kirine bin bandora xwe. Malcolm Bradbury va yeka weke tengezarîyeke espistemologic bi nav kirîye. Li alîyekî theorya relativitya Albert Einstein, li alîyekî ramanên Nietzsche, li alîyê din certaintyên dema keybanûtîya Victoriayê rê li ber relativity û scepticismê vekirine, di rewşek wusa da dîtinên nû ên Freudî ên derbarê tiştên di bin bîra meriv da ramana egoyek xwirt û şidîyayî lawaz kirine[14].

Romana modernitya anglo-americanan

Bradbury behsa “turn of the novel”[15] kirîye.  Romannûsên modernistên serpêşîyê dikişînin, James Joyce, Virginia Woolf, D.H. Lawrence, û ên Dewletên Yekgirtûyên Americayê William Faulkner di vî warî da şoreşeke pêk anîne û sînorên romanê ji nû ve danîne. David Trotter di nivîsa xwe a bi navê “The Cambridge Companion to Modernism” da gotîye: roman di salên 1890-1930î da cûreyekî edebî ê bi qasî dema keybanûtîyê Victoriayê xwirt bûye. Michael Levenson jî gotîye: “ji ber ku nikanibû bersîvê bide pêdivîyên azmûna modernityê, romana traditional derbas bûbû”[16] Nivîskarên modernist di essayên xwe da ramanên xwe ên li ser têgihîştina theorya romana modern bi awayekî dorfireh anîne zimên. Gotarên Virginia Woolf “Modern Fiction” (1919-1925) û “Mr Bennet and Mrs Brown” (1924), pêşgotina The Nigger of the “Narcissus” a Joseph Conrad pir caran wekî nivîsarên pêşengên modernismê hatine helsegandin. Conrad di pêşgotina xwe a ji bo xwendevanên xwe ên American da li ser ramana “hunera ji bo hunerê” wusa gotîye: “In that uneasy solitude the supreme cry of Art for Art itself, loses the exciting ring of its apparent immorality.”[17]

Romana modernityê ne tenê ji alîyê dirûvî ve ji her alîyî ve, bi naverok û binyadgerîya xwe  bi character û çîrokbêjên[18] (narrators) xwe, heta bi mijarên xwe ên taybet ji romana realist cihê ye.

Di romana dema Victoriayê da rûdan li pey hev bi systematic pêk hatine. Ev linearity di romana modernityê da nayê dîtin. Di vir da jî muxalîftîyek li hember systema traditiona romana realismê xwîya dibe. Di Ulysses, Finngans Wake û Women in Love da radicalismek cyclic heye. D.H. Lawrence di derbarê vî awayî da wusa gotîye: “we have to drop our manner of on-and-on-and-on, from a start to finish, and allow the mind to move in cycles, or to flit here and there over a cluster of images. Our idea of time as a continuity in an eternel, straight line has crippled our concsiousness cruelly”[19]

Romana modernityê ji bo derxistina çîrokbêjekî bi guman ê pê bawerî nabe û xwendevan nikane pişta xwe pê ve bike, çîrokbêjê zane ê romana realist guherandîye. Gotinên çîrokbêjê romana modernistan ne hev û din digirin, ne li hev tên, lê têra xwe xwendevan dixin nav gumanan, di sêrî da dubendî û tevlihevîyan pêk tînin û gelek tiştî li hewa dihêlin. Di romana modernist da wekî di perê pêşîn ê Mrs Dalloway a Virginia Woolf da tê dîtin dardaxal (point de suspension), xêzik (tiret) û parantese xwedî cihekî grîng in, û çîrokbêjtîya bi awayê ne rasterast û serbest bi: “was that it?”[20] kurt hatîye birrîn. Kesê hêmin ê romana dema Victoriayê cihê xwe dide pirbûna kesên li ser heman xalê nihêrînên xwe tînin zimên. Ev tevlihevî gihîştîye derenceyek ewqas bilind ku Jane Goldman pirsek ji pirsên bingehîn ên dema meriv bi textekî modernitîyê ra rû bi rû dimîne pirsîye “qui parle ?” (kî dipeyive?)[21]

Di romana modernist da tenê çîrokbêjê zane neguherîye, kesên din jî ji serî heta binî hatine guherandin. Ev jî bi systema psychoanalisma pêşengîya wê Freud kirî hatîye zimên. Di romanên Woolf, Lawrence, Ford Madox Ford, Joyce û Faulkner da têgeha ez, ne lihevhatî, guherbar, piranî û jihevdaketî ye. Lawrence di nama xwe a di 15ê pûşpera 1914an da ji Edward Garnett ra şandîye da bi qerar wusa nivîsîye: “You mustn’t look in my novel for the old stable ego of the character.”[22]

Li gor “psychological realism” a Henry James, romannûsên modernist bîra kesayetîyên xwe kirine dilê çîrokbêjtîyê. Romana realist rastîya der, û bi taybetî jî rastîya social ji xwe ra kirîye bingeh. Romana modernist di vî warî da jî ji bo pîvanên romana realist hûr û ximûrî bikin, ev pîvana wan jî serûbinî kirîye; di şûna rastîya li ber çavan da rastîyên ne li ber çavan, di şûna rastîyên social da rastîyên şexsî bi cih kirine. Bi gotinek din di şûna mêjî da dil û hinav bi cih kirine. Nîvhişyartîya (subcoscious) meriv ji xwe ra kirine bingeh. Meriv dikane bibêje ku modernistan hevîrê romana xwe bi hestên di dilê meriv da, li gor rastîyên hundirîn ên li her derê bi awayekî eşkera nayên zimên an jî kêm tên zimên strîne. David Trotter ev alîyê modernistan wusa anîye zimên: “Whatever is described in the most innovative fiction of the periode is described in relation to, and only in relation to, a perceiving mind”[23]

Dîtina hisên kesayetîyan bi xwe ra bi taybetî technica herikbarîya hisan jî derxistîye holê. Pêşîyê Dorothy Richardson ev technic di zencîre romanên xwe da bi kar anîye. Heman technic ji alîyê James Joyce ve di Ulysses û hinek beşên The Portrait of the Artist as Young Man da jî hatîye bikaranîn. Brayê romannûs, William James ê philosoph û psycholog, ji xebata xwe a li ser vê têgehê ev encam derxistîye: “[consciousness] is nothing jointed: it flows. ‘A river or a stream’ are the metaphors by wich it is most naturally described […] Let us call it the stream of thought, of consciousness.”[24] Di warê edebî da bi vî technickê çîrokbêjîyê raman û hestên characteran anîye zimên. Di vê technickê da raman, his, têgihîştin û bîranîn bi hev ra, di nav hev da hatine bikaranîn. Ev bikaranîna di nav hev da di cumlê da, di nav zeman û mekan da ewqas bi vir da û bi wir da çûne û hatine di syntaxa cumlê da bêpergalî pêk anîne, heta yek caran jê têgihîştin ketîye rewşeke aloz. Textên modernist bi vî alîyê xwe pir caran dimînin nîkarkarîya abstract. Bi vî awayî xwendevan di dayîna manê da dibe xwedî gotin. Yek caran xwendekar di dayîna mana text da bûye xwedî rolek ewqas mezin hema hema bûye şirîkê nivîskar. Roland Barthes di berhema xwe a bi navê S/Z da dibêje, romanên realist jî di nav da, pirranîya textan ewqas zêde rê nîşanî xwendevanan dane, xwendevan bûye xerîdarekî (consumer) passivê textan, modernist mij û moranek ewqas giran xistine ser textên romanên xwe, serê xwendevanan ewqas li nav hev xistine ku xwedevan mîna ku nivîskarê text be bi awayekî çalak beşdarî hilberîna manê dibe.[25]

Hozana modernitya anglo-americanan

Hozana modern ji alîyê xweşikîya dirûvî û ideologic ve cîyawaz e, û pircaran ne lihevhatî û xwedî dubendîyan e. T.S. Eliot, Ezra Pound, W.B. Yeats, Hilda Doolittle, Amy Lowel, Mina Loy, Marianne Moore, Charlotte Mew, William Carlos Williams, Wallace Stevens hozanvanên sereke ên modernist in.

Peter Childs dibêje modernismê hozana Brîtanî nû kirîye. Hozanvanên symbolist ên fransizan Rimbaud, Verlaine, Mallarmé û pêşengê wan Charles Baudlaire bandorek zêde li hozana modernist a Brîtanî kirine. Anglo-americanên bi zimanê rojane hozan nivîsandine jî bandorek nehindik li vê hozana modernist kirine.[26]

Destpêka hozana modernist a Brîtanya Mezin ji bizava imagismê ne biserêxwe ye. Serhozanvanê vê imagismê bê guman Ezra Pound e. Endamên sereke ên imagismê hozanvanên American Hilda Doolittle, Richard Aldington, F.S. Flint û Amy Lowell in. Ev hozanvan di 1914an da ketine serpêşîya vê bizavê. Di heman demê da Ezra  Pound berê xwe daye vorticisma Wyndham Lewis. Berhema Ezra Pound a herî bi nav û deng The Cantos e. Di hozanê da mijar, ziman û awa hatine tevlihevkirin. Berhemek wî a din a namdar Hugh Selwyn Mauberley ye . Di vê hozana xwe da bi systema collage parçên hozanan ên herî kurt anîne bal hev û ji wan hozanek nû afirandîye. Ev system bi qasî di edebîyata modernist da hatîye bikaranîn di hunerê da jî, bi taybetî di wênenîgarîya cubist da ji alîyê Braque û Picasso ve gelek caran hatîye bikaranîn. Pound felaketa Cenga Pêşîn a Dunyayê di hozanek xwe da wusa anîye zimên:

There died a myriad

And of the best, among them,

For an old bitch gone in the teeth

For a botched civilization

Ezra Pound bandorek heta bê zêde li ser hozanvanê Brîtanî ê bi eslê xwe American T.S. Eliot hiştîye. T.S Eliot di nivîsandina berhema xwe a herî bi nav û deng The Waste Land da systema collage bi kar anîye. Ji hozanek Ezra Pound a di kitêba wî a bi navê Hugh Selwyn Mauberley da bi technica collage hatîye nivîsandin:

ἴδμεν γάρ τοι πάν πάνθ', όσ' ένι Τροίη
Caught in the unstopped ear;
Giving the rocks small lee-way
The chopped seas held him, therefore, that year
[27]

 

T.S. Eliot di 1922an da The Waste Land nivîsîye. Ev hozana drêj a ji pênc beşan (The Burial of the Dead, A Game of Chess, The Fire Sermon, Death By Water, What the Thunder Said) pêk tê di edebîyata modernist da xwedî cihekî pir grîng e. Eliot bi technica collage ev hozan ji parçên ji hêmanên heteroclitên hozanên Shakespear, Milton, Ovideus, Dante, Baudlaire, Nerval û hozanvanên din, bi tevlihevkirina Rojhilat û Rojava pêk anîye. Eliot di pêkanîna vê hozanê da zimanê Latînî, Grekîya Berê, Almanî, Îtalyanî û fransizî bi kar anîne. Hozanvan xwastîye bi vê tevlihevîya ziman û herfên elîfbên cihê caosa Cenga Pêşîn a Dunyayê bide xwîyakirin. Tê gotin ku dunya modern gerdûnek jihevdaketî, bêpergal û tewş e, şexsîyeta xwe ji wendabûna manê digire. Ev rastî nayê wê manê ku berhemên modernistan bê mane ne. Li gor modernistan tenê huner dikane manekê bide vê caosê. The Waste Land[28] bi van ristan dest pê dike:

Bi piranî tê gotin ku modernity ne tenê hunerek elitist e, lê têrî xwe ye, autonom e, ji dunya rastîyê qut bûye. Numûna The Waste Lande bi nîşandayîna berhemên modernist çiqas ji azmûnên dunya modern sûd wergirtine, nerastîya vê nihêrînê anîye ber çavan.[29]

WHAT THE THUNDER SAID


Here is no water but only rock

Rock and no water and the sandy road

The road winding above among the mountains

Which are mountains of rock without water

If there were water we should stop and drink

 

Amongst the rock one cannot stop or think

Sweat is dry and feet are in the sand

If there were only water amongst the rock

Dead mountain mouth of carious teeth that cannot spit

Here one can neither stand nor lie nor sit

 

There is not even silence in the mountains

But dry sterile thunder without rain

There is not even solitude in the mountains

But red sullen faces sneer and snarl

From doors of mud-cracked houses
If there were water

 

And no rock

If there were rock

And also water

And water

A spring[30]

PART II

DI RAMANA KURDAN DA MODERNİTY

Hêwra pêşengîyê: modernitya dînî û linguistic

Tarîxa ramana modernitya kurdan heta sedsala VIIIan diçe. Di ramana kurdan da modernityê di sedsala VIIIan da bi hozanên dînî ên yarsanê[31] dest pê kirîye. Li gor çavkanîyên yarsanê Behlûlê Zana di sedsala VIIIan da ev bawerî anîye nav kurdan û li Kermanşah û Xaneqînê belav kirîye. Li gor heman çavkanîyan hinek hozanên wî di Dewrey Balûl da hene. Dewrey Balûl di kitêba pîroz a yarsanê Serencamê da heye. [32]

Sedêq Borekeyî (Sefîzade) di derbarê Balûl da wusa dibêje[33]: “Balûlê Mahî hunerêkî kurdî sedeyî dûhem we sêhemî koçî ye. Nawî em honere xwenase Emer kurê Leheb we naznawî Behlûl ya jî Balûl e. Be pey kitêbî destnûsî Serencam, Balûl le nawerastî sedeyî dûhemî koçî le Loristan da peynawete meydanî jîyanewe, we le salî 219yî koçî da le dewreberî Tengegol koçî diwayî kirdûwe we le wê da nêjrawe. … Be pey perawî (Serencam) Balûl yekemîn kes bûwe ke rêbazî yarî le Hewraman da danawe we paşan le gel hendê le yaranî Loristanîya royştuwete Bexda we le xizmetî Îmam Ce’ferî Sadiq (119-185î koçî) da maweyêk mawetewe, paşan çûwetewe Qirmasîn (Kirmaşan) we xerîkî perepîdanî rêbazekey bûwe we layengîrekî zorî peyda kirdûwe.[34]   

Di demek ku farisên şîî, kurd û turkên sunnî gişkan bi erebî nivîsîne, pêşengên ola yarsanê Behlûlê Zana (Mahî), Baba Tahirê Hemedanî, Baba Serhengê Dewdanî bi kurdî hozanên xwe nivîsîne. Alîyekî din ê balkêşê van pêşengên edebîyata kurdî jî ew e ku di hozanên xwe da kurdbûna xwe anîne zimên. Baba Serhengê Dewdanî (935-1007) di hozaneke xwe da wusa gotîye:

Serhengî Dewdan Serhengî Dewdan

Ez kî namman Serhengî Dewdan

Çenî êrmanan megêlim herdan

Mekoşim perê ayînî kurdan[35]

Kurdên sunnî jî di nav da, di demek ku edîb û rewşenbîrên dunya îslamê her tiştê xwe bi erebî nivîsîne, hozanvanên dîndar ên yarsanê dev ji zimananê xwe ê maderî bernedane, hemî hozanên xwe bi kurdî nivîsîne. Meriv dikane vê yekê wekî serîhildaneke li dijî desthilat (government) û zimanê dagirkaran helbisengîne.

Dema nivîsandina kitêba pîroza êzidîyan Mushafê Reş rind nayê zanîn. Hinek dibêjin di dema Şêx Edîyê Musafir da hatîye nivîsandin. Hinek dibêjin berî Şêx Edî jî Mushefê Reş li Laleşê hebûye. Li gor çavkanîyên êzidîyan Şêx Hesen di 1246an da Kitêbê Cilwê bi xwe ra anîye.[36] Elîfba ku ev her du kitêbên pîroz ên êzidîyan pê hatine nivîsandin tenê di nav êzidîyan heye[37]. Bi sedsalan bi vê elîfbê qewlên dînî û hozan hatine nivîsandin. Li vê derê em têdigihên ku êzidîyan nexwastine bi elîfba erebî binivîsin û ji bo kurdî elîfbeyek çêkirine. Ji bo peyvên erebî rast binivîsin jî ji bo her dengekî erebî herfek li elîfba xwe zêde kirine. Mushefê Reş bi van ristan dest pê dike:

Ewel car Xuda le serî xoşewîstî xoy gewherkî

Spî xulq kird û kotrîkî xulq

Kirr nawî na anfer û gewerîkî

Daye ser piştî û çel hezar sal

Le serî danîşt ewel rojî ke

Yekşenbe bû melekekî xulq kird

Navî na E’zraîl ewîş melekê T’awus e[38]

Rûperê pêşîn ê Mushefê Reş

Di demeke zimanê erebî li dunya îslamê zimanê zal (lingua franca) bûye redkirina nivîsandina bi vî zimanî û di ser da çêkirina elîfbeyeke nû bê guman dîyardeyek grîng a modernityê ye.

Meriv dikane dema pêşengîya modernitya kurdan bi navê modernitya dînî û linguistic bi nav bike. Ji ber ku ev modernity hem dînî û hem jî linguistic ye.

Sê hêwr û sê kes

Ji bilî hêwra pêşengîyê di modernitya kurdan da sê hêwr û sê kesên grîng hene. Ehmedê Xanî pêşengê hêwra sedsala 17an e. Hacî Qadirê Koyî pêşengê hêwra dawîya sedsala 19an û destpêka sedsala 20an e. Celadet Alî Bedirxan pêşengê hêwra ji 1932an heta 1943an e. Ev her sê hêwr û her sê kes bi heman armanc û bikaranîna heman navgînên têkoşînê digihên hev. Di pratîka van sê kes û sê deman da meriv dikane gav bi gav pêşveçûna modernitya kurdan bibîne. Di her sê hêwran da sê armancên bingehîn hene: durustkirina yekitîya kurdan, bi rîya xwendin û nivîsandinê rizgarîya ji nezantîyê, bidestxistina mafên milî ên hemdem û di encamê da xwe gihandina asta miletên biserêxwe. Berpirsên her sê hêwran ji bo bidestxistina van mafên bingehîn grîngîya bi hev ra bikaranîna şûr û qelemê di her fersendê da anîne zimên.

Hêwra pêşîn: dema Ehmedê Xanî

Hêwra pêşîn bi Şêx Ehmedê Xanî di sedsla 17an da dest pê kirîye. Ehmedê Xanî ji bo xwendin û nivîsandina bi kurdî di nav kurdan da bi cih bibe û nezantî ji holê rabibe çi ji destan hatîye kirîye. Sala 1683an Ferhenga kurdî a pêşîn Nûbihara Biçûkan bi zimanekî hozanî bi erebî-kurdî nivîsîye. Heta wê demê ferhengeke kurdî nehatîye nivîsandin. Xanî sebeba nivîsandina vê ferhengê bi van ristan anîye zimên:

Ne ji bo sahîb rewacan

Belkî ji bo biçûkêd Kurmancan[39]

Ehmedê Xanî xwastîye zarên kurdan bi zimanê xwe ê maderî bixwînin û binivîsin.

Di tarîxa rewşenbîrî û edebîyata kurdên sunnî da cara peşîn Ehmedê Xanî kitêbek dînî a bi navê Eqîda Îmanê bi hozanî bi kurdî nivîsîye. Ji bo kurd bi zimanê xwe hînî dînê îslamê bibin sala 1687an Eqîda Îmanê nivîsîye. Ev kitêba Ehmedê Xanî kirinên Martin Luther tîne bîra meriv. Ji ber ku Martin Luther jî bi heman armancê di sedsala 16an da dînê xrîstîyanîyê bi almanî daye nasandin. Ji bo germen bi zimanê xwe ê maderî hînî dînê xwe Încîl wergerandîye almanî.

Ehmedê Xanî di Eqîda Îmanê da gelek sifetên Xwedê ên di farisî û turkî da bi erebî hatine nivîsandin jî wergerandine kurdî. Sifetên Xwedê ên erebî Heyat, Qudret, Îlm, Îrade, Sem, Basar li gor heman rêzê bi peyvên Xweşî, Şîn, Zanîn, Vîn, Bihîstin, Dîtin wergerandine kurdî. Ev kirin bi tena serê xwe di wê demê da helwesteke modernist e. Çimkî wan deman farisan, turkan û gelek gelên din ên musulman ev sifetên xwedê bi erebî nivîsîne.

Ehmedê Xanî di mesnewîya xwe, Mem û Zînê da sebeba bi kurdî nivîsandina xwe wusa anîye zimên:

Safî şemirand vexwar durdî

Manendê durrê lîsanê kurdî

Înaye nizam û întîzamê

Kêşaye cefa ji bo ‘amê

Da xelq nêbêjitin ku ekrad

Bê me’rîfet in bê esil û bunyad

Enwa’iê milel xudankitêb in

Kurmanc tenê di bê ‘hisêb in[40]

Di sedsala 17an da meriv rastî guftûgoyek li ser elîfbe û awayê nivîsandina kurdî nayê. Di her du hêwrên dawîn da guftûgoyên li ser hêsankirin û guherandina elîfbê xwedî grîngîyek berbiçav in. Di dema Ehmedê Xanî da ne tenê li ser awayê nivîsandina bi kurdî, li ser terminologya kurdî jî gengeşîyek tune ye. Ji nivîsên edebîyata kurdî ên wê demê tê têgihîştin ku heta cihekî kurdîyeke standard hebûye.  

Ehmedê Xanî di Mem û Zîn da bi awayekî berbiçav ji bo gelê kurd biserêxwebûn xwastîye. Ji tunebûna yêkitîya di nav kurdan da gazindên xwe anîne zimên. Di tarîxa edebîyata kurdî da cara pêşîn Ehmedê Xanî grîngîya bi hev ra têkoşîna şûr û qelemê anîye zimên. Di hozaneke xwe da ev xwastina dilê xwe bi van ristan anîye zimên:

Rabit ji me jî cîhanpenahek

Peyda bibitin me padîşahek

Tayîn bibûya ji bo wî textek

Şûrê hunera me bête danîn

Qedrê qelema me bête zanîn

Derdê me bibînitin îlacê

‘Ilmê me bibînitin rewacê[41]

Ehmedê Xanî di nav dewleta Sefewîyan û Osmanîyan da parçebûna welatê kurdan û encamên wê ên tragic di Mem û Zînê da anîne zimên. Xanî, bi awayekî berbiçav li dijî helwesta van her du dewletan a li ser berjewendîyên xwe li ser sînoran bi hev û din kuştina kurdan wekî rûdanek nayê qebûlkirin anîye zimên. Ev beytên Mem û Zînê li ser vê rewşê hatine nivîsandin:

Ev rom û ecem bi wan ‘hesar in

Kurmanc hemî li çar kenar in

Her du terefan qebîlê kurmanc

Bo tîrê qeza kirine armanc

Goya ku li ser’hedan kilîd in

Her taîfe seddekî şedîd in[42]

Ji bilî Ehmedê Xanî hozanvanekî din ê wê demê di mesnewîyek evînî da problemên gelê xwe neanîne zimên û jê ra li çaran negerîyane. Ev jî taybetîyek din a modernitya kurdan a wê demê ye. Di hêwra kovara “Rojî Kurd” û kovara “Hawar” da jî meriv rastî vî alîyê modernitya kurdan tê.

Li gor Ehmedê Xanî sebeba rewşa xerab a kurd tê da ne, malwêranîya wan, ji alîyê rom û ereb û ecem ve ji bo berjewendîyên xwe li ser sînoran bi hev û din kuştina wan, bê dewletîya wan tenê û tenê ji tunebûna yêkitîya wan e. Xanî ev yek bi van ristan anîye zimên:

Ger dê hebuwa me îtîfaqek

Vêk ra bikira me înqîyadek

Rom[43] û Ereb û Ecem

Hemîyan ji me ra dikir xulamî

Tekmîl dikir me dîn û dewlet

Te’hsîl dikir me ‘ilm û ‘hikmet[44]

 

Hêwra duduyan: roja modernitya kurdan “Rojî Kurd”

Hêwra duduyan di dawîya sedsala 19an û destpêka sedsala bîstan da li Stenbolê dest pê kirîye.  Ji modernistên herî bi nav û dengên vê hêwrê yek bê guman Hacî Qadirê Koyî ye. Hacî Qadirê Koyî peyrewê Ehmedê Xanî ye. Dem dema miletîyê ye. Hacî Qadirê Koyî ji bo miletê kurd keyatî xwastîye. Hemparîya wî û Ehmedê Xanî a herî grîng jî ji bo bidestxistina dewletek li ser bingehên keyatîyê ye. Di warê awayê têkoşînê da jî her duyan eynî rastî anîne zimên. Her duyan jî welatekî biserêxwe xwastine. Hacî Qadirê Koyî hemramanîya xwe a bi Ehmedê Xanî ra wusa anîye zimên:

Zemanê resmî caran nemawe

Çirawxî nîzam û menşî kujrawe

Le dewrî ême zuwan û cirîd e

Eger çe meqsedî zanîn bawe

Eman qedrî bizane em kitêbe

Le dinya êsta ke hemsay nemawe

Lê aynam heyat Şêx Xanî

Le ser nisxeta xetaw nûsrawe

Le lay erbab xoy bi qedir û qîmet

Xezîneyî gewher e û kîsî diraw e

Le encam mecmûe dul Soran û Bohtan

Le saye em kitêbe nûsrawe

Le kurdan xeyrî Hacî û Şêx Xanî

Esasê nîzamê kurdî dananewe[45]

Modernitya kurdan a salên destpêkî ên sedsala bîstan di nav rûpelên kovara “Rojî Kurd” da xwe dide xwîyakirin. Ev modernity her çiqas ji alîyê xwedî derketina li nîzama padîşahtîyê û parastina dînê îslamê ve bi a dewleta Osmanî ra xwedî xalên hempar be jî di hinek waran da jê diqete. Ji van xalên cihê yek jî bê guman modernitya bi destê dewletê ye. Ji ber ku dewleta kurdan tune bû nikanibûn di vî warî da îmkanên dewletê bi kar bînin. Ji alîyê din ve îmkanên wan ên şandina xwendekarên kurdan a ber bi welatên Rojavayî ve jî tune bû. 

Nivîskar û rewşenbîrên modernistên kurd li ser perrên kovara “Rojî Kurd”[46] ramanên xwe ên di derbarê mijarên cûr bi cûr da anîne zimên. Ji linguistic û edebîyatê bigirin heta bi sîyaset, mafên jinan û zîraeta modern li ser gelek warî nivîsîne.

Nivîskarên “Rojî Kurd” li ser ramana miletîyê di nav xwe da bûne du par. Dr Abdullah Cevdet, Babanzade Îsmaîl Hakki û Lutfî Fîkrîyê Dêrsimî xwastine kurd di nav dewleta Osmanî da miletîya xwe bijîn û mafên xwe ên milî bi kar bînin.[47] Xelîl Xeyalî (Modanî X., M.X), M. Bedirxan, Bulgarîstanli Dogan û Xezal xwedî ramana welatekî biserêxwe ne. Ên dawîn bi qasî ên pêşîn nikanibûne xwastina xwe eşkera bînin zimên. Ji ber astengan mejbûr mane di şûna navên xwe ên rastîn da bi navên mustear binivîsin. Lê ji nivîsên wan xoybûnxwazîya wan bi hêsanî tê têgihîştin.[48]  Her du alîyan jî xwastine kurd mafên xwe ên milî bi dest bixin û di jîyana xwe a rojane da bi cih bikin. Her du alîyan jî xwastine kurd bi rîya xwendin û nivîsandinê ji nezanîyê rizgar bibin.

Nivîskarên “Rojî Kurd” gişk ji bo di demek kurt da hînkirina xwendin û nivîsandina kurdî li ser çêkirina elîfbeyeke ji herfên Erebî a xwendin û nivîsandina wê hêsantir hemraman in. Dr. Abdullah Cevdet, Bulgaristanli Dogan, Babanzade Îsmaîl Hakki, Xelîl Xeyalî ramanên xwe ên di vî warî da bi awayekî eşkera di nivîsên xwe da anîne zimên. Suleymanîyeli Mesûd elîfbeyek ji 40 herfî pêk tê pêşnîyaz kirîye û hêjabûna elîfba xwe wusa anîye zimên: “Nuha hûn bi van hefan çi bixwazin dikanin binivîsin.”[49] Saygin Bilimlerin Genelleştirilmesi ve Harflerin Duzenlenmesi Cemîyeti bi elîfba erebi a hêsankirî nivîsek di kovarê da weşandîye.[50]

Fuad Temo hîkayeyek bi navê “Çîrok”[51] nivîsîye. Navên kesên di hîkayê da, Şewêş, Şivan, Rûsipî, Rizgo navên xwerû kurdî ne. Navên dînî nehatine bikaranîn. Di hîkayê da rewşa derûnî a Şewêş hatîye zimên. Çîrokbêjîya vê hîkayê û bikarneanîna navê dînî çend dîyardên li gor pîvanên modernityê ne. Heke em “Mem û Zîn”[52] a Ehmedê Xanî a ji alî Mele Mehmûdê Bazîdî ve bi pexşanî hatîye nivîsandin bi hîkayetî nepejirînin, “Çîrok” di edebîyata Kurmancî da hîkaya pêşîn e.

Ergani Madenli Y.C pirsên jinên kurdan anîne zimên û xwastîye jê ra çareyek were dîtin. Nivîskar  gotina xwe bi vê cumlê bi dawî kirîye:  Rewşa jinên miletekî pîvana pêşketin û şûndamayîna wî miletî nîşan dide. Asta pêşketina miletên û merivan her dem li gor derenca xweşîya jîyana jinan dîyar dibe.”[53]

Fikrî Necdetê Dîyarbekrî di nivîsên xwe ên li ser çandinîyê da ji cotkarên kurdan xwastîye ku dev ji haletên kevn û awayên kevn ên çandinîyê berbidin, machinên çandinîyê ên modern ên nû derketine bikirin, û di warê rîyên nû ên çandinîyê da xwe bigihînin da ku bikanibin berê zevîyên xwe zêdetir bikin û di encamê da jîyaneke xweştir bijîn. Nivîskar wusa gotîye: “Em zû da hemû li ser wî dikolin, li binîya wî ra destê me nagîje, başê wî li binî dimîne her sal. Her sal ew serî ji me ra ewqas tov dide, fayda wî qedîyaye. Lewma em hindik distînin… Machine çêkirine, bi carekê da xwelî tol dike. Xwelîyekê ji binê erdê tol dike, serê wê jî davê li bin, lewma kolandina machinan baş dibin. Genimê wî jî baş dibe, xurt dibe.”[54]

Modernitya kurdan a di “Rojî Kurd” da bi giranaî li gor pîvanên modernitya derengmayî ye. Ji alîyekî ve xwastine bibin xwedî berhemên hemdem ên modern, ji alîyê din ve xwastine systema xwe a sîyasî û dînî biparêzin. Nivîsa Babanzade Îsmaîl Hakki a bi navê “Kurdluk ve Muslumanlik”[55] vê rastîyê pesend dike. Hozanvanên vê kovarê gişkan hozanên xwe li gor pîvanên edebîyata kurdî a berê nivîsîne. Helwestek edebî a li dijî traditiona edebîyata kurdî a classic di nav perên vê kovarê da xwîya nabe.

Hêwra sisîyan: “Hawar” a modernitya kurdan

Hêwra 3an a modernitya kurdan hêwra kovara “Hawar” e. Vê hêwrê di sala 1932an da ji alîyê Celadet Alî Bedirxan ve bi weşandina kovara “Hawar” dest pê kirîye. Kovara “Hawar” bi elîfba kurdî a bi herfên Latînî dest bi weşanê kirîye. Di hêjmara pêşîn da elîfbe bi zimanê kurdî, erebî, turkî û fransizî hatîye nasandin. Celadet Alî Bedirxan bi guherandina elîfba kurdî a ji herfên erebî xwastîye ji bînî da dawîyê li guftûgoyên li ser elîfbê bîne.

Ehmedê Xanî xwastîye kurd bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin. Nivîskar û rewşenbîrên sereke ên di “Rojî Kurd”da xwastine elîfba kurdî a bi herfên erebî hêsan bikin, lê nexwastine wê bi guherînin. Celadet Bedirxan ji herfên latînî elîfbeyek nû ji bo kurdî çêkirîye û pê kovara “Hawar” derxistîye. Ev kirinên li ser awayê nivîsandina kurdî gav bi gav asta modernitya kurdan a di vî warî da tînin zimên.

Celadet Alî Bedirxan jî mîna Ehmedê Xanî û Hacî Qadirê Koyî di grîngîya bihevratîya şûr û qelemê da bi îsrar e. Divêt neyê ji bîrkirin ku Hacî Qadirê Koyî ji bo li Stenbolê dersê bide zarên Bedirxanîyan ji Koyê birine Stenbolê. Bi gotinek din Celadet û Kamuran Bedirxan telebên Hacî Qadirê Koyî ne.

Celadet Alî Bedirxan di hîkaya xwe a bi navê “Gazinda Xencera Min” da xwe wekî peyrewê Ehmedê Xanî nîşan dide. Di hîkayê da bi zimanê “Xencerê” vê rastîyê wusa tîne zimên: “Herê te daye pê Ehmedê Xanî, tu dixwazî ko wî karê ko Xanî nebiribû serî tu bibî serî. Ewî gotibû:

Da xelk nebêjitin ko Ekrad

Bê me’rîfet in bê esl û binyad

Tu dixwazî ko bête gotin:

Xelk tev dibêjitin ko Ekrad

Bi me’rîfet in bi esl û binyad”[56]

Li gel hîkaya “Gazinda Xencera Min”, şanoya “Hevind” a Celadet Alî Bedirxan a li ser serîhildana Agirî, hîkaya “Gulê” a Nûreddîn Zaza[57], “Li Goristanek Amedê” a Osman Sebrî û gelek hîkaye û hozanên din ên “Hawarê” grîngîya bihevratîya şûr û qelemê anîne zimên. 

Modernitya kurdan asta xwe a herî bilind ji sala 1932 heta 1943an di nav rûpelên kovara “Hawar” da jîyaye. Li gor Ferhad Pirbal radigihîne kurdzanê fransiz Roger Lescot hêwra “Hawar”ê bi navê Dibistana Şamê a Edebîyata Kurdî bi nav kirîye.[58] Rastîyên modernity ên di “Rojî Kurd” da nehatine zimên hema hema gişk di “Hawar”ê da bi dengekî bilind hatine zimên.

Hîkayenivîsên kovara “Hawar”, Celadet Alî Bedirxan, Kamuran Bedirxan, Osman Sebrî, Nûreddîn Zaza, Qedrîcan bi technickên modern ên Europan hîkayên xwe nivîsîne. Ferhad Pirbal li ser çîrokbêjîya hîkayenivîsên “Hawar”ê wusa dibêje: “The importance of “Hawar”s stories doesn’t depend on the number, but lies within the technique, essence, style, and also, technique of expression which is modern and different from previous known forms. For instance: regarding the story technique, we see, and that is for the first time, that “the 2nd singular’s language” is used by Kamaran Badirkhan, in telling his stories.”[59]

Celadet Alî Bedirxan di hîkaya xwe a bi navê “Gazinda Xencera Min” û şanoya xwe a bi navê “Hevind” da alîyê berxwedarê modernitya kurdan bi awayekî berbiçav anîye zimên. Modernitya kurdan di rastîya xwe da modernityek li ser bingehên berxwedanê pêk hatîye. Hem di “Gazinda Xencera Min” hem jî di “Hevind” da bi awayekî eşkera tê têgihîştin ku Celadet Alî Bedirxan bi temamî dev ji têkoşîna çekdarî bernedaye. Rastîya din a ku ji nivîsên wî tê têgihîştin jî ew e ku têkoşîna çekdarî bi ser a çandî ra negirtîye.

Lehengê şanoya Hevind, Serwer Beg, li Europayê xwendîye. Bi armanca rizgarkirina welatê xwe bûye serekê serhildarên li çîyayê Agirî li dijî Romê şer dike. Ferqa vî şerê rizgarîya milî û şerê di nav eşîrên kurdan da wusa tîne zimên: "Belê xebera wan e. Ev şerê ha, şerê me digel wan ne wek şerên zemanê berê ye. Berê, me li ser qemçûr an mîrîyê şer dikir. Carin hebûn ji bona xwînîyekî jî. Lê îro ji bona welêt û heyina xwe şer dikin, diqewimînin. Belê ev şerên ha ko çend sal in di welatê me de dibin şerinin bi armanc in. Ew xistine serê xwe mala me ji destê me bibin. Ew mala ko ji mêj ve ji pênc hezar sal ve em tê de ne. Ew mala ko gelek neyar û dijmin hewandine, lê tu car nehiştine ko ew tê de cih bibin û warên me ji me bistînin. Bîyanî, wekî dihatin welatê me û vedigirtin me xwe dida çîyan. Û li jor ve li çûn û hatina wan dinihêrî. Lê îro ne welê ye. Hildikişin çîyayên me jî, nahêlin em di ser wan de jî bisekinin. Ji lewra, ji bona me du rê ninin. Rêyek heye. Divêt em dijminê xwe ji mala xwe derînin û xweyîyê mala xwe bibin"[60] Serwer Beg ji alîyê Qeşem û Menîje ve wekî “ew xortê cilteng” tê binavkirin. Ji vê jî tê têgihîştin ku di şûna kincên kurdan da kincên Ewrûpî li Serwer Beg in. Ev yek nehatîye mezinkirin, lê nehatîye piştguhkirin jî.

Celadet Alî Bedirxan rastîya kurdan a xwe li ber mezinên xwe zaf piçûkdîtinê, xwe negîhandina asta serbestîya şexsî jî bi devê segmanekî bi navê Qubad wusa anîyê zimên “Qubad - (Bi dengekî bi girîn) Ax ez benî, ez gorî min digot xwe ew çend mede pêş. Ma em seyên te nizanim ji bo çi bûn. Te kerîyê xwe çawan bê serî hişt. Ez gorî min digot ez gorîya serê te bibim, te ez kirim kêla gorna xwe. Bego! Bego! Begê zirav mirin ji bo te hêj gelek zû ye. Dinya din rahetî ye. Tu ne mêrê rahetîyê yî. Tu mêrê şer û qewimandinê yî. Ev çîya gir û gaz tenê bi deng û navtêdana te şîn û ser xwe ne. Bê te çîya nizim, rûbar zuwa, ezman bê roj û tav e.”[61] Segman Qubad hemî cengawerên serhildanê li ber Serwer Begê dixîne asta segan. Gel wekî kerîyê Serwer Begê bi nav dike. Li vir şivan Serwer Beg e, kerî jî serhildar in. Ev rastîya kargerîya serhildanên kurdan di heman demê da sebebek bingehîn a têkçûna wan e.

Theatra duduyan a edebîyata kurdî a bi navê “Hevind”[62] ji alîyê Celadet Alî Bedirxan ve hatîye nivîsandin û weşandin. Hem ji alîyê naverokê ve û hem jî ji alîyê çîrokbêjîyê ve “Hevind” li gor şanoya berî xwe serketîtir e. Di theatra pêşîn a kurdî “Memê Alan”[63] a Evdirehîm Rehmî ê Hekarî da her tişt ji bo serketina dînê îslamê ye. Lê di theatra “Hevind” da her tişt ji bo rizgarîya milî ye.

Di edebîyata kurdî da hozana pêşîn a serbest ji alîyê Celadet Alî Bedirxan ve hatîye nivîsandin. Ev hozana bi navê “Bilûra Min” di “Hawar”ê da hatîye weşandin. Meriv dikane vê hozanê ji alîyê dirûvî ve wekî serîhildaneke bêdeng a li hember edebîyata kurdî a klasîk jî helbisengîne.

 

BILÛRA MIN

Bilûra min a şîrîn.

Tu di sarîya sibehê

Û hingura êvarê de

Hevalê bêhevalan,

Destbrayê şivan û dilketîyan î.

Dengê te,

Hêstirên dilên xemgîran,

Silava ji hev-veqetîyan,

Girîn û zarina dilketîyan

Tîne bira min.

Bilûra min tu î,

Xemrevîna têrkeserên dinyayê!!

Dengê bilûra min,

Çîya û zozanên bilind,

Kanîyên bi gul û rihan dorgirtî,

Guhê şkeft û serê zinaran

Guhdarên te ne !

Û sura bayê xerbî.

Te di nav pelên darê de digerîne.

Bilûra min, were emê

Bi wi çîyayê bilind re

Bi hewa kevin,

Û bibin ciranê bayên xurt

Û hevalê kimtên wan

Yen bi mij û dûman,[64]

 

Di hozanên kovara “Hawar” da evîna Xwedê û peyxamber a di hozana classica kurdî cihê xwe daye eşqa welêt û biserêxwebûnê. Piranîya hozanên Cegerxwîn ên li ser azadî û serbestîya milî hatine nivîsandin di eynî demê da li dijî nîzama şêxtî û meletîyê ne. Di hozanên Cegerxwîn û Qedrîcan da serîhildanek eşkera li dijî axatî û şêxtîyê heye.  Di van hozanan da dînê Zerdeştî wekî dînê milî ê kurdan hatîye dîtin û hatîye pesinandin. Ev jî dîyardeyek ji bo danîna bingehên milî ye. Serîhildana modernistan a li dijî pergala heyî di theatre, hîkaye û hozanên “Hawarê” da berbiçav e.

Firat Aydinkaya di nivîseke xwe a bi giştî li ser modernitya kurdan bi taybetî li ser hêwra kovara “Hawar”, bi giranî li ser Celadet Alî Bedirxan û hîkaya wî a bi navê “Xencera Min” nivîsîye da ramanên xwe wusa anîne zimên: Modernitya kurdan di destpêkê da di nav derengmayîna ji bo hinek deveran û gihîştina hinek deveran da tengijîye. Li ser hestên rewşenbîrên ji cihê xwe bûyî pêk hatîye. Ji ber vê yekê di şertên destpêkê da modernitya kurdan li ser hestên penaber bûye xwedî dirûvekî cihêreng. Ji ber ku bi awayekî hîsî dest pê kirîye modernityek berxûnî ye. Ji alîyê din ve li welatekî parçe parçe bûyî modernityek yekane ji xwe ne mumkûn e.[65]

Jihevdaketina împaratorîya osmanîyan û îhtîmala bi ser kurdan da hilweşîna wê modernistên kurdan xistine nav tirseke mezin. Ji rationalismê bêparîya modernitya kurdan pêşengên xwe xistine nav helwestên gelekî balkêş. Têkilîya xurt û bêpergal a hinek modernist û Bedirxanîyên bi Îttîhat Terakkîyê[66] ra numûneyek vê dîyardê ye. Peywendîya Emîn Alî Bedirxan a bi masonan ra, projên surrealist ên Şerîf Paşa di vê manê da hêjayî helsegandinê ne. Meriv dikane dilxwazîya Hacî Qadirê Koyî a ji bo keyekî kurd a ne li gor demê jî li vê zêde bike. Bi gotina kurt her çiqas di dema jihevdaketina osmanîyan da toximê modernitya kurdan hatîye avêtin jî projectek bi pergal a hişdar tune bûye. Di şertên destpêkê da modernitya kurdan di rastîya xwe da lebatek xam a rewşenbîrî ye.[67]

Bi rastî modernitya kurdan ji nû ve vejîna mythekê ye. Piştî hilweşîna dewleta Osmanî zêdetir parçebûna welatê kurdan, redkirina hebûna wan û zimanê wan, çavsorîya sîyasî û berxwedana li dijî vê rewşê parametroên hîsî ên modernitya kurdan pêk tînin. … Alîyê berdewam ê vê modernitîyê berxwedarîya wê ye. Bi gotinek din modernitîya kurdan a bi rîya berxwedanê pêk hatîye xwedî characterekî dijmodernityê ye. Ji ber ku berê hişekî reactionnaire e hem ji alîyê edebî û hem jî ji alîyê rewşenbîrî ve bê ber e. Berxwedan di rastîya xwe da ne hilbijatinek e, neçarîyeke social û tarîxî ye. Ji bo berxwedanê moderînîtî û ji bo modernityê berxwedan ji mejbûrîtîyê pê ve ne tiştekî din bû. Di encamê da gîyana gelî a berxwedana kurdan hem bedena organic, hem jî canê di vê bedena organic a modernitya kurdan da ye.[68]

Encam

Hêwra pêşengîyê ne tê da, modernistên her sê hêwrên din, Ehmedê Xanî, Hacî Qadirê Koyî û Celadet Alî Bedirxan li ser nezanîya kurdan, grîngîya hînbûna xwendin û nivîsandina bi kurdî, tunebûna yekitîya kurdan û ji bo çarekirina van probleman ramanên xwe bi berfirehî anîne zimên.

Di van her sê hêwran da modernistan xwastine bi rîya şûr û qelemê kurd bigihên serbestîya xwe. Bi gotinek din di her sê hêwran da jî navgîna xwe gîhandina serbestîyê û bidestxistina mafên milî neguherîye.

Hêwra duyemîn a modernitya kurdan û despêka medernîtîya anglo-americanan rastî heman demê tê. Modernitya aglo-americanan di 1910an da, a kurdan a bi weşandina kovara “Rojî Kurd” destpêkirî jî di 1913an da ye. Ji alîyê tarîxî ve dema meriv bide ber modernitya fransizan her du jî derengmayî ne. Ji alîyê naverokê ve meriv nikane her duyan bide ber hev. Guherînên bi rîya modernityê di edebîyat, huner, nîgarkarî, mîmartî û gelek warên din da pêk hatî di a kurdan hema hema tune ne.

Bandora modernitya rojavayî zêdetir di hêwra sisîyan da xwe li ser berhemên edebî û ramanî ên modernistên kurdan bi awayekî berbiçav dide xwîyakirin. Her çiqas ji bo hêwra pêşîn meriv nikanibe tiştekî wusa bibêje jî, di hêwra sisîyan da ev bandor bi awayekî eşkera xwîya ye. Modernistên dibistana “Hawarê” di warê edebî da di bikaranîna awayên çîrokbêjîya rojavayî da serketî ne. Wan modernitya rojavayî teqlîd nekirine. Bi technickên rojavayî theatre jî di nav da hîkaye, essay li gor rastîya civaka kurdan nivîsîne. Bi zimanekî sade, zimanê gel, hîkaye, essay û hozan nivîsîne.      

Di modernitya kurdan da her dem sîyaset xwedî rolek grîng bûye. Di nav rewşenbîrên kurdan da ramana miletîyê peyda bûye. Lê ev raman di nav gel da bi cih nebûye. Modernitya kurdan di her sê hêwrên xwe da jî tenê di nav rewşenbîran da maye. Pêşengên modernist nikanibûne vê têgihîştinê di nav gelê xwe an jî miletê xwe da bi cih bikin. Ji sebebên biserneketina vê modernityê yek jî bê guman ev alîyê wê yê ji rastîyê û rationalismê dûr e. Modernitya kurdan ji ber sebebên bi awayekî dûr û drêj hatin zimên her dem berxûnî û piştxûz bûye. Tu carî nikanibûye pişta xwe rast bike. Ji ber van sebeban bi ser neketîye.

DAWÎ

 

 BIBLIOGRAPHY

   Adak, Abdurrahman, Edebîyata Kurdî A Klasîk –Tarîxa Edebîyata Kurdî- Têbinîyên Dersê, Mêrdîn, 2012

   Anne Fauré, 2007, “Le Modernimse”, La Clé des Langues (Lyon: ENS LYON/DGESCO), ISSN 2107-7029, Mis à jour le 16 juin 2009, Url : http://cle.ens-lyon.fr/anglais/le-modernisme-29870

   Babanzade Îsmaîl Hakki, “kurdluk ve Muslumanlik”, “Rojî Kurd”, Stenbol, 1913, h.2

   Beaudlaire, Charles, Curiosités esthétiques; L’art romantique et autres oeuvres critiques, http://visualiseur.bnf.fr/ark:/12148/bpt6k101426n

   Bedirxan, Celadet Alî, “Hevind”, “Hawar”, Şam, 1933, h. 20

   Bedirkhan, Djeladet Ali, “Le Folklore kurde”, “Hawar”, Şam, 1932, h. 3

   Bedirxan, M., “Gençlige Hurmet”, “Rojî Kurd”,  Stenbo, 1913, h. 4

   Borekeyî (Sefîzade), Sedêq, Mêjûyî Wêjeyî Kurdî, Baneh Kurdistan, 1956, Berg: 1

   Bradbury, Malcolm, Possibilities, Essays on the State of the Novel, London: Oxford University Pres, 1973

   Bulgaristanli, Dogan, “Milletinize Karşi Vazifeniz”, Rojî  kurd, 1913, h.2

   Cevdet, Abdullah, “Ittihad Yolu (Birlik Yolu)” “Rojî Kurd”, Stenbol, 1913, h. 2

   Childs, Peter, Modernism, London: Routledge, 2000

   Conrad Joseph, The Nigger of the “Narcissus” A Tale Of The Forecastle  http://www.gutenberg.org/files/17731/17731-h/17731-h.htm

   Dîyarbekirî, Necdetê, Dîyarbekrî, Fikrî Necdetê “Cotkarî”, bnb, h. 1, “Erdê Me” “Rojî Kurd”, Stenbol, 1913, h. 3

   Duhokî, Xelîl, “Mele Mehmûdê Bayezîdî (1799-1867) Yekemîn çîroknivîs û pexşannivîsê kurd e…”, Gulistan, Stenbol, Sibat, 2002, h. 1

   Hekarî, Evdirehîm Rehmî, Memê Alan, Weşanên Lîs, Dîyarbekir, 2007

   Ergani Madenli, Y.C., “Kurtlerde Kadin Meselesi”, “Rojî Kurd”, Stenbol, 1913,  h. 4

   Fîkrî, Lutfî, “kurd Millîyeti”, “Rojî Kurd”, Stenbol, 1913,, h. 4 

   Goldman, Jane, The Cambridge Introduction to Virginia Woolf, Cambridge: Cambridge University Press, 2006

   James, William, Principles of Psychology, 2 vols., London: Macmillan, 1901

   Kolocotroni, Vassiliki, Jane Goldman and Taxidou Olga (eds), Modernimse: An Anthology of Soursces and Documents, Edinburgh, Edinburgh Universitîy pres, 1998

    Kurdo, Qanatê, Tarîxa Edebîyata kurdî, Weşanên Lîs, 2010, Amed

   Lawrence, D.H. Apocalypse, London: Macmillan, 1932

   Lawrence, D.H. The letters of D.H. Lawrence, 8 vols., Cambridge: Cambridge University Press, 2002, vol. II

   Le Nouveau Petit Robert, Dictionnire de la Langue Française, DICOROBERT Inc. Montréal, Canada, 1993

   Levenson, Michael, The Cambridge Companion to Modernism, Cambridge: Cambridge University Pres, 1999

   Levenson, Michael, The Cambridge Companion to Modernism, Cambridge: Cambridge University Press, 1999

   Orwell, George, 1984, http://www.ministryoflies.com/1984.pdf

   Orwell, George, Animal Farm, http://msxnet.org/orwell/print/animal_farm.pdf

   Pirbal, Ferhad, http://www.kurdishglobe.net/displayArticle.jsp?id=77AC6775AF688D076B85F0BBB512A2BD

   Pound, Ezra, Hugh Selwyn Mauberley, http://www.gutenberg.org/cache/epub/23538/pg23538.html

   Rojî Kurd, Stenbol, 1913, h. 1,2,3,4,

   Saadallah, Salah, Saladin’s English-Kurdish Dictionary Ferhenga Kurdî-Înglîzî a Selahedîn, Weşanên Avesta / Avesta Publishers, Stenbol, 2000

   Seydayê Gerok, “Blûra Min”, “Hawar”, Şam, 1941, h. 32

   Suleymanîyeli Mesûd, Azîzî, M.S, “Harflerimiz ve Okuma Kolayligi”, “Rojî Kurd”, Stenbol, 1913, h. 1-2

   Stevenson, Randall, Modernist Fiction: An Introduction, Lexington: The University Press of Kentucky, 1992

   Temo, Fuad, “Çîrok”, “Rojî Kurd”, Stenbol, 1913, h.1

   T.S Eliot, The Waste Land, http://www.bartleby.com/201/1.html

   Woolf, Virginia, Mrs Dalloway, Harmondworth: Penguin Popular Classics, 1996

   Xanî, Ehmedê, Mem û Zîn, Şîroveker: Perwîz Cîhanî, Weşanên Nûbihar, Stenbol, 2010

   Xeyalî, Xelîl (M.X), “Ziman”,  “Rojî Kurd”, Stenbol, 1913, h.3

   Xezal, “Dema Kalê Me, Çaxa Me Dema Tê”, bnb, h. 1

   Yildirim, Kadri, Ehmedê Xanî Mem û Zîn Çeviri ve Kavramsal Tahlil, Avesta Yayinlari, Istanbul, 2010

   Zaza, Nûreddîn, “Gulê”, “Hawar”, Şam, 1941, h. 29

 

 



[1] Anne Fauré, 2007, “Le Modernimse”, La Clé des Langues (Lyon: ENS LYON/DGESCO), ISSN 2107-7029, Mis à jour le 16 juin 2009, Url : http://cle.ens-lyon.fr/anglais/le-modernisme-29870 

[2] Kolocotroni, Vassiliki, Jane Goldman and Taxidou Olga (eds), Modernimse: An Anthology of Soursces and Documents, Edinburgh, Edinburgh Universitîy pres, 1998, rp. xvıı

[3] Anne Fauré. bnb.

[4] Le Nouveau Petit Robert, Dictionnire de la Langue Française, DICOROBERT Inc. Montréal, Canada, 1993, rp. 1421

[5] Anne Fauré, bnb.

[6] Stevenson, Randall, Modernist Fiction: An Introduction, Lexington: The University Press of Kentucky, 1992

[7] Anne Fauré, bnb.

[8] Beaudlaire, Charles, Curiosités esthétiques; L’art romantique et autres oeuvres critiques, http://visualiseur.bnf.fr/ark:/12148/bpt6k101426n

[9] Anne Fauré, bnb.

[10] Anne Fauré, bnb.

[11] Orwell, George, Animal Farm, http://msxnet.org/orwell/print/animal_farm.pdf

[12] Orwell, George, 1984, http://www.ministryoflies.com/1984.pdf

[13] Meriv dikane di kesayetîya lehengên sereke ên van her du romanan da rêzanên totaliter ên her dere û her demê bibine.

[14] Anne Fauré, bnb

[15]Bradbury, Malcolm, Possibilities, Essays on the State of the Novel, London: Oxford University Pres, 1973, rp. 81

[16] Levenson, Michael, The Cambridge Companion to Modernism, Cambridge: Cambridge University Pres, 1999, rp. 70

[17] Conrad Joseph, The Nigger of the “Narcissus” A Tale Of The Forecastle : http://www.gutenberg.org/files/17731/17731-h/17731-h.htm

[18] Peyva “çîrokbêj” di hejmara 3em a kovara “Hawar”ê da di mana “narrateur” a fransizî da bi awayê çîroqbêj hatîye bikaranîn. Binihêrin: Bedirkhan, Djeladet Ali, “Le Folklore kurde”, “Hawar”, Şam, 1932, h. 3, rp. 10 

[19] Lawrence, D.H. Apocalypse, London: Macmillan, 1932, rp. 97- 98

[20] Woolf, Virginia, Mrs Dalloway, Harmondworth: Penguin Popular Classics, 1996, rp. 5

[21] Goldman, Jane, The Cambridge Introduction to Virginia Woolf, Cambridge: Cambridge University Press, 2006, rp. 37-38

[22] Lawrence, D.H. The letters of D.H. Lawrence, 8 vols., Cambridge: Cambridge University Press, 2002, vol. II

[23] Levenson, Michael, The Cambridge Companion to Modernism, Cambridge: Cambridge University Press, 1999, rp.71

[24] James, William, Principles of Psychology, 2 vols., London: Macmillan, 1901

[25] Anne Fauré, bnb

[26] Childs, Peter, Modernism, London: Routledge, 2000, rp. 94

[27] Pound, Ezra, Hugh Selwyn Mauberley, http://www.gutenberg.org/cache/epub/23538/pg23538.html

[28] T.S Eliot, The Waste Land, http://www.bartleby.com/201/1.html

[29] Anne Fauré, 2007, “Le Modernimse”, La Clé des Langues (Lyon: ENS LYON/DGESCO), ISSN 2107-7029,

Url : http://cle.ens-lyon.fr/anglais/le-modernisme-29870 

[30] T.S Eliot, The Waste Land, http://www.bartleby.com/201/1.html

[31] Yarsan mezhebeke îslamê a heterodox e. Ereb ji bawerên vî dînî ra elîyullahî dibêjin, wate kesên hz. Elî wekî Xwedê dibinin. Ev mezheb bi navê ehlî heq jî tê binavkirin. Kitêba wan a pîroz Serencam e. Di Serencamê da gelek hozanên hozanvanên dindar ên yarsanê cih digirin. Zimanê van hozanan gişkan kurdî (şêwezarê goranî-hewarmî) ye.

[32] Adak, Abdurrahman, Edebîyata Kurdî ya Klasîk –Tarîxa Edebîyata Kurdî-  Têbinîyên Dersê, Mêrdîn, 2012, rp. 28. Li gor van notên dersê Balûlê Zana di 806an da mirîye. Ji dema mirina Balûl tê têgihîştin ku hozanvanên dînda ên yarsan di sedsala XVIIIan da hozanên xwe bi kurdî nivîsîne. Di vî şêwezarê kurdî da ji hozanê ra honrawe hatîye gotin.  

[33] Transcriptiona ji herfên erebî bo herfên latînî ji alîye min ve hatîye kirin.

[34] Borekeyî (Sefîzade), Sedêq, Mêjûyî Wêjeyî Kurdî, Berg 1, Weşanên Nûcî, Baneh Kurdistan, 1956, rp. 47, 48

[35] Adak, Abdurrahman, bnb rp. 29

[36] Di amadekirina vî beşê li ser pêşêngîya modernitya kurdan da bi giranî ji notên derse ên lisansa bilinda kurdî a li Zanîngeha Artuklu a Mêrdînê, dersa Edebîyata Kurdî a Klasîk a mamoste Abdurrahman Adak û Mêjûyî Wêjeyî Kurdî a Sedêq Borekeyî (Sefîzade) sûd hatîye wergirtin.

[37] Mushefê Reş û Kitêbê Cilwê her du jî bi kurdî (şêwezarê mukrî) hatine nivîsandin. Ji alîyê gelek lêger û lêkolerî ve zimanê van her du kitêbên pîroz ên êzidîyan zarê kurdî ê kurmancîya jor hatîye nîşandayîn. Ji ber vê şaşitîyê gelek meriv di vî warî da xwedî zanîneneke ne rast in. 

[38] Trancription ji alîyê min ve hatîye kirin.

[39] Yildirim, Kadri, Ehmedê Xanî Mem û Zîn Çeviri ve Kavramsal Tahlil, Avesta Yayinlari, Istanbul, rp. 22

[40] Xanî, Ehmed, Mem û Zîn, Şîrovekar: Perwîz Cîhanî, Nûbihar, Stenbol, rp. 224, 225, 226228

[41] Xanî, Ehmed, Mem û Zîn, Şîroveker: Perwîz Cîhanî, Weşanên Nûbihar, Stenbol, 2010, rp. 200, 201, 202

[42] Bnb, rp. 214, 215, 216

[43] Peyva “rom” di nav kurdan da ji bo turkan tê bikaranîn.

[44] Cîhanî, Perwîz, bnb 220, 221

[45] Kurdo, Qanatê, Tarîxa Edebîyata kurdî, Weşanên Lîs, 2010, Amed, rp. 33-34

[46] Kovara “Rojî Kurd” weşana Hêvî kurd Talebe Cemîyeti (Komela Xwendekarên kurd Hêvî) ye. Sala 1913an 4 hejmarên vê kovarê li Stenbolê hatîye weşandin. Sala 1914 bi derketina Şerê Dunyayê ê Pêşîn ra dawî li weşana wê hatîye.

[47] Cevdet, Abdullah, “Ittihad Yolu (Birlik Yolu)” “Rojî Kurd”, Stenbol, 1913, h. 2; Fîkrî, Lutfî, “kurd Millîyeti”, bnb (berhema navê wê buhurî), h. 4;  Babanzade Îsmaîl Hakki, “kurdluk ve Muslumanlik”, bnb, h.2

[48] Xeyalî, Xelîl (M.X), “Ziman” bnb, h.3; rp. 94Bulgaristanli, Dogan, “Milletinize Karşi Vazifeniz”, bnb, h.2; Bedirxan, M., “Gençlige Hurmet”, bnb, h. 4; Xezal, “Dema Kalê Me, Çaxa Me Dema Tê”, bnb, h. 1

[49] Suleymanîyeli Mesûd, Azîzî, M.S, “Harflerimiz ve Okuma Kolayligi”, bnb, h. 1, 2.

[50] Saygin “Ilimlerin Genelleştirilmesi ve Harflerin Duzenlenmesi” Cemîyeti, bnb, h. 2

[51] Temo, Fuad, “Çîrok”, bnb, h.1

[52] Duhokî, Xelîl, “Mele Mehmûdê Bayezîdî (1799-1867) Yekemîn çîroknivîs û pexşannivîsê kurd e…”, Gulistan, Stenbol, Sibat, 2002, h. 1

[53] Ergani Madenli, Y.C., “Kurtlerde Kadin Meselesi”, “Rojî Kurd”, Stenbol, h. 4

[54] Dîyarbekirî, Necdetê, Dîyarbekrî, Fikrî Necdetê “Cotkarî”, bnb, h. 1, “Erdê Me” bnb, h. 3

[55] Babanzade Îsmaîl Hakki, “Kurdluk ve Muslumanlik”, bnb, h.2

[56] Bedirxan, Celadet Alî, “Gazinda Xencera Min”, “Hawar”, Şam, 1932, h. 12

[57] Nûreddîn Zaza ev hîkaya xwe bi navê Nûredîn  Ûsiv di hejmara 29an a “Hawar”ê da weşandîye.

[58] Pirbal, Ferhad, “Damascus’ School for kurdish Literature (Part One), http://www.kurdishglobe.net/displayArticle.jsp?id=77AC6775AF688D076B85F0BBB512A2BD

[59] Pirbal, Ferhad, “Damascus’ School for kurdish Literature” (part two) http://www.kurdishglobe.net/displayArticle.jsp?id=B5272811C7BD09D3E2F4F51FDFB20110

[60] Bedirxan, Celadet Alî, “Hevind”, “Hawar”, 1933, h. 20

[61] bnb

[62] Bedirxan, Celadet Alî, “Hevind”, “Hawar”, Şam, 1933, h. 20

[63] Hekarî, Evdirehîm Rehmî, Memê Alan, Weşanên Lîs, Dîyarbekir, 2007

[64] Celadet Alî Bedirxan ev hozana xwe bi navê xwe ê mexles Seydayê Gerok nivîsîye. Ev hozan di hejmara 32an a “Hawar”ê da hatîye weşandin.

[65] Aydinkaya, Firat, “Golgotha Tepesinden Inmenin Arifesinde Vicahîye Çevrilmiş ‘Kurt Modernleşmesi Eleştirisi’”, Dipnot, 2010,  Stenbol, h. 1

[66] Ittihat ve Terakki partîyek sîyasîya osmanîyan e. Sala 1908an ava bûye, û sala 1918an dawî li hebûna xwe anîye. Endamên wê gişk beşdarî kemalîstan bûne.

[67] Aydinkaya, Firat, bnb

[68] Aydinkaya, Firat, bnb