LI SER EDEBÎYATA KURDÎ
LI SER EDEBÎYATA KURDÎ
Dema weşanê: Adar 13, 2019, 2:36 Dîtin: 1437

 

LI SER TARÎXA EDEBIYATA KURDÎ YA QANADÊ KURDO

Profesor Qanadê Kurdo di sala 1909an da li gundekî nêzîkî Dîgorê, li Sûsizê hatiye dinê. Heta destpêka sedsala 20an gelek gundên Kurdên êzîdî li Serhedê hebûne. Ji van 14-16 gund li herêma Qersê bûne. Di nav sînorên bajarê Qersê da bi navê Sûsiz qezayek jî heye. Têkiliya gundê Qanadê Kurdo lê hatiye dinê û qeza Sûsiz bi hev ra tune ye. Sûsiza Qanadê Kurdo lê hatiye dinê ji 1878an heta 1918an ketiye bin destê Ûris. Ev gund her çiqas nêzîkî Dîgorê bûye jî di resmiyetê da li ser Qaxizmanê bûye.1

 

Piştî Şoreşa 17ê Kewçêra 1917an, dema Ûris ji herêmê vekişiyaye ji Kurdên êzidî ra aramî nemaye. Famîla Qanadê Kurdo di 1918an da ji warê bav û kalên xwe bar kiriye çûye li Yekitiya Komarên Sosyalîstên Sovyetê bi cih bûye. Famîla Qanadê Kurdo pêşiyê çûye Ermensîtanê, paşê derbasî Gurcistanê bûye. Di destpêkê de li vir jî rastî gelek dijwariyan hatine. Qanadê Kurdo sala 1921ê çûye dibistana Kurdî ya ku Hagop Gazaryan ava kiribû; li wê derê hînî xwendin û nivîsandina Kurdî bûye. Di 1928an da bi 8 xwendekarên Kurd ra çûye Lenîngradê li wê derê di Fakulta Zahmetkêşên Rojhilatî da li ber destê rojhilatzanê (orientologue) namdar Frêmen û Orbêlî perwerde bûye. Wê demê dest bi nivîsandina berhemên zanistî yên li ser zimanê Kurdî kiriye. Sala 1934 li paytextê Ermenîstanê liYêrêwanê beşdarî Konferansa Pêşîn a Kurdologiyê bûye. Di 1941 da bawernama doktora zimanzaniyê (ph.D) wergirtiye. Ji 1943an heta 1945 wekî efserekî Artêşa Sor a Sovyetê li dijî Germenîstana Nazi ya nîjadperest şer kiriye. Pîştî şer qediyaye vegeriyaye ser karê xwe yê zanistî.

 

Di sala 1959an de li Lenîngaradê cara pêşîn Beşa Kurdologiyê vebûye. Orbelî bûye serekê wê. Di 1961î da, piştî mirina hemkarê wî Qanadê Kurdo bûye serekê Enstîtuya Rojhilatzaniya Dewletê ya Li Lenîngradê.2 Qanadê Kurdo 25 salan li ser vî karî maye. Di nav van salan gelek kes ji Kurdistanê çûne Komarên Sosyalîstên Sovyetê, doktora xwe li wê derê kirine. Marûf Xeznedar, Îzettîn Mustafa Resûl, Kemal Mezher Ehmed, Şukriye Resûl, Kurdistan Mukriyanî, Nesrîn Fexrî ji van tenê çend kesên namdar in. Qanadê Kurdo alîkariyek mezin daye Kurdên ji bo perwerdehiyê ji Kurdistana Başûr çûne wê derê.

 

Wezîrê Eşo di pertûka xwe ya bi navê Kurdzanê Mezin Qanadê Kurdo da bi awayekî hûr û kûr behsa xebatên Qanadê Kurdo kiriye: Dema Akademîya Zanînên Sovyetê, di sala 1960î da “Ferhenga Kurdî û Rûsî” li Moskowê weşandiye. Bi weşandina vê ferhengê ra ne tenê li komarên Sovyetê, li welatên Ewrûpayê û çar aliyên Kurdistanê navê Qanadê Kurdo hatiye bîhistin. Ev ferheng 890 rûpel e, û tê da 34.000 peyv hene. Di ferhengê da alfaba Kurdî ya bi tîpên Latînî hatiye bikaranîn. Du sal şûnda, di sala 1962an da, xwendekara wî Rudenkoyê  Mem û Zîn a Ehmedê Xanî wergerandiye zimanê Rûsî.

 

Wezîrê Eşo di vê pertûka xwe da dibêje gelek xebatên Qanadê Kurdo hîna nehatine weşandin.  Ji wan berheman yek bîranînên Qanadê Kurdo ne. Li gor Wezîrê Eşo destnivîsa van bîranînan ji 550 rûpelî pêk tê. Qanadê Kurdo ev destnivîsa xwe bi navê “Bîranîna Kurdê Bextewar” bi nav kiriye.3

 

Tarîxa Edebiyata Kurdî, berhemek ji berhemên hêjatirîn ên Qanadê Kurdo ye. Qanadê Kurdo ev berhema xwe bi navê Gulçîna Gulistana Helbestkarên Kurdan bi nav kiriye. Nivîskar di pêşgotina Tarîxa Edebiyata Kurdî da sebeba vî navî weha aniye zimên: “Ev nav nîşan dike ku ji gulistana helbeskarên Kurdan gul hatine hatine çinîn, gulên herî geş, ku her helbestkarek guleke geş î navdar e, giş bi tevayî ji bax û gulistanê ne. Bi rastî gotî min hemû gul ji wî baxî çinîne; di vî baxî de bi sedan gulên bêhnxweş, gulgeş hene, min nikaribû di derheqa wan gişan de binivîsiya, nav û nîşanên wan û nimûneyên afirandinên wan binivîsiya û bianiya ber çavên xwendekar û xwenedvanên delal. Ez lava ji wan dikim vê kêmasiya min bibexşîne min. Ez hêvîdar im li paşî vê xebata min, zanyar û hozanên Kurdan ê rabin û bi şarezatiya xwe gulistana hemû helbestkarên Kurd binivîsin û xezîneya helbestkarên me nîşan bidin”4

 

Berga pêşîn a Tarîxa Edebiyata Kurdî sala 1983an li Swêdê di nav weşanên Roja Nû da weşiyaye. Berga duduyan piştî du salan, di 1983an da di nav weşanên heman weşanxanê da li Swêdê weşiyaye. Çapa duduyan di 1992an da li Enqerê ji aliyê weşanxana Öz-Ge ve hatiye weşandin. Çapa Sisiyan di Kewçêra 2009an da, di nav weşanên Lîs da li Amedê weşiyaye. Pêşgotina wê ji aliyê amadekarê pertûkê Kawa Nemir ve hatiye nivîsandin.

 

Qanadê Kurdo Edebiyata Kurdî dike du beş: Edebiyata bi zaravayê Kurmancî û Edebiyata bi zaravayê Soranî. Nivîskar tesbît kiriye ku pirraniya pertûkên li ser dîroka edebiyata Kurdî bi zaravayê Soranî hatine nivîsandin. Nivîskar derbarê vê mijarê da weha dibêje: “Heta nuha bi Kurmancî qed xebatek der heqa dîroka edebiyata Kurdî de çap nebûye, ku pirtûkên çapkirî yên derheqa wê de bi tîpên Erebî bi Soranî çapkirî ne. Ew pirtûk ev in: Eladîn Secadî, Mêjûy Edebî Kurd, Refîk Hîlmî, Edebî Kurd, Kerem Sareza, Koyî û Şarekanî û çend pirtûkên din…”

 

Di pertûkê da 6 partên bingehîn hene:

 

  1. Dîroka Lêgerîna Edebiyata Kurdî Li Nava Kurdan û Li Ûris

  2. Rola Kovar û Rojnameyên Kurdî Di Dîroka Edebiyata Kurdî de

  3. Zanyariyên Şerefxanê Bedlîsî û Evliya Çelebî Der Heqa Helbestkar û Zanyarên Kurdan de

  4. Lêgerîna Dîroka Edebiyata Kurdî li Îraqê

  5. Helbestkarên Kurmanc

  6. Helbestkarên Soran

 

Dîroka Lêgerîna Edebiyata Kurdî Li Nava Kurdan û Li Ûris

 

Qanadê Kurdo bi helbestek Ehmedê Xanî dest bi vî beşî Kiriye. Gotinên wî yên berî helbestê jî hêjayî helsegandinê ne:

 

“Berê pêşîn, sertacê edebiyata Kurdî, binyat û binaxedarê bîr û baweriya Kurdewarî, kurdperwerî û welatparêziya serxwebûna Kurd û Kurdistanê, helbestkarê Kurd ê mezin û bi nav û deng, Ehmedê Xanî, di Mem û Zîna xwe de nivîsiye ku beriya wî helbestkar û nivîskarên Kurdan hebûne, lê navên wan hatine jibîrkirin, çimkî kesek tunebûye navê wan bi bîr bîne û binivîse, ku kurd jî xudanên helbestkar û nivîskaran bûne, ku helbestkarên wan jî hebûne. Derheqa vê yekê da Ehmedê Xanî ev rêzên jêrîn di Mem û Zîna xwe de nivîsîne:

 

Ger dê hebûya me jî xwedanek

 

‘Alîkeremek letîfedanek

 

‘Ilm û huner û kemal û îzan

 

Şi’îr û xezel û kîtab û dîwan

 

Ev cins biba li ba wî me’mûl

 

Ev neqd biba li nik wî meqbûl

 

Min dê ‘elema kelamê mewzûn

 

Alî bikira li banê gerdûn

 

Bi navê rûha Melê Cizîrî

 

Pê hey bikira ‘Elî Herîrî

 

Keyfek wer bida Feqiyê Teyran

 

Hetta bi ebed bimayî heyran

 

Paşê eşkere bû ku bi rastî ev her sê helbestkar (Melayê Cizîrî, Elî Herîrî û Feqiyê Teyran) beriya Ehmedê Xanî hebûne. Helbest û dîwan bi Kurmancî nivîsîne.”5

 

Qanadê Kurdo  di vî beşî da herî zêde ji berhema kurdologê Ûris M. Alexandre Jaba ya bi navê Recueil de notices et récits kurdes sûd wergirtiye. Alexandre Jaba ji 1848an heta 1869an konsolosê Ûris ê Erziromê bûye. Recueil de notices et récits kurdes di sala 1860î da li St. Petersburgê hatiye weşandin.6 Alexandre Jaba ev berhem û gelekên din bi destê mela û xwendayên Kurd ên wekî Taha Hecî Evdal Ezîz, Mihemed Xerîb Silêman, Şah Neze, Mele Mihemed, Hesen Hekîmbaşî, Mela Mahmûdê Bazîdî, Mihemedê Mîxî û gelekên din dane berhevkirin.7 Di nav van da ê herî bi bandor û çalak bê guman Mela Mahmûdê Bazîdî bûye. Alexandre Jaba wî wekî mamostê xwe bi nav dike.

 

Qanadê Kurdo di şûna peyva “hozanvan” a Kurmanciya jor û “helbestvan” a Kurmanciya jêr da peyva “helbestkar bi kar aniye. Ev peyv cara pêşîn di vê pertûkê wî da derdikeve pêşiya me. Dibe ku ji aliyê Qanadê Kurdo an jî hemkarên wî ve hatibe çêkirin. Guherîna çend peyvên mîna helbeskar ne tê da beşê danasîna heşt helbesvanan raste rast ji pertûka Mela Mehmûdê Bazîdî ya bi navê Cami’eya Rîsaleyan û Hîkayetan Bi Zimanê Kurmancî hatiye girtin. Alexandre Jaba ev beş ji Kurdî wergerandiye Frenkî û di pertûka xwe ya bi navê Recueil de notices et récits kurdes da weşandiye. Beşê girîngtirîn ê Tarîxa Edebiyata Kurdî ev beş e. Ji ber ku heta wê rojê haya kesî ji xebatên giranbuha yên Mela Mahmûdê Bazîdî û Alexandre Jaba tune bû. Ji ber vê yekê ev pertûka Qanatê Kurdo di nivîsandina dîroka edebiyata Kurdî da xwedî hêjahiyek bê hempa ye. Helbestvanên di vî beşê pertûkê da behsa wan hatiye kirin û hatine nasandin ev in:

 

Helbestkarê berê, Elî Herîrî ye, dîwançeyeke wî heye, Şêr û Qesayêd Herîrî dibejinê. Ji gundê Herîrê, ji çî nehiyeya  Şemzînanê ye, li Sincaqa Hekariyan ji dayîk bûye. Texmînen di tarîxa çar sedê Hîcrî da peyda bûye û çarsed û heftê û yekê da merhûm bûye û di nêv Herîrê de medfûn e.”8

 

Li ser dema ji dayîkbûna Elî Herîrî dubendî heye. Li gor Mela Mahmûdê Bazîdî, Alexandre Jaba û Qanadê Kurdo Elî Herîrî sala 1010an hatiye dunyayê, sala 1078an çûye ser dilovaniya xwe.9 Xelîl Xeyali di nivîsa xwe ya bi îmza M.X. bi navê “Bextreşiya Kurdan” sala 1913 di kovara Rojî Kurd da nivîsiye weha gotiye: “Eva mîsala Eliyê Herîrî ye neh sed û sî sal berê hatiye bi zimanê Kurdî beyt gotiye, heya heşr rabî navê wî li nav Kurdan dê bimînî, her kes rehmet dê lê bînî.”10 Lêkolîner û legerînerên dibejin ne mimkûn e Eliyê Herîrî di sedsala 11an da jiyabe vê baweriya xwe bi giranî dispêrin zimanê wî. Dibêjin heke hezar sal berê bijiya ew’ê ewqas bi hêsanî nehata têgihîştin. Ji bo ev dubendî ji holê rabibe pêdivî bi lêkolînên nû heye.

 

Helbestkarê duduyan Melayê Cizîrî ye, eslê wî ji Cizîra Bohtan e, navê wî Şêx Ehmed e, di tarîxa pênc sed û çilî de di nava Cizîrê de peyda bûye, … xezelyatin gotiye û dîwançeyek tertîb kiriye Dîwana Melayê Cizîrî dibêjinê. Qewî dîwanek mestih e û li nik Ekradan meqbûl e... Ew Şêx Ehmed jî di tarîxa pênc sed û pêncî şeşî merhûm bûye û di nêv Cizîrê medfûn e û ziyaretgaha xelqê ye.

 

Helbestkarê sisiyan jî Feqiyê Teyran e, ku navê wî Mihemed e, eslê wî ji qesebeya Miksê ye, ta’ba welatê Hekariyan e. Di tarîxa heft sed û duduyan de peyda bûye. … hikayeta Şêxê Senan gotiye û qiseya Bersîs jî mewzûn gotiye û Qewlê Hespê Reş jî wusa mewzûn gotiye… navê wî yê şiêrê da mîn û hê ye, di tarîxa heft sed û heftê de merhûm bûye.

 

Helbestkarê çaran Melayê Bateyî ye, navê wî jî Mela Ehmed e, eslê wî ji Batê ye. Batê navê gundekî ji gundên di Hekariyan e… Mewlûdeke Kurmancî gotiye… heştê sal emir kiriye û di neh sedê hîcrî de merhûm bûye…

 

Helbestkarê pêncan jî Ehmedê Xanî ye, eslê wî ji teyfaya Hekariyan e, ji eşîreta Xaniyan e… Bi navê Mem û Zîn kîtabek aşiq û maşûqan gotiye… kitêbeke lûxat jî bi Kurmancî û Erebî gotiye, bi navê Nûbar e… zehf jî xezelyan, eşaran û beyt bi zimanê Kurmancî gotiye û bi zimanê Erebî û Farisî û Tirkî jî dîsan xezalyat eşaran we edebiyat zehf gotine…

 

Helbestkarê şeaşan jî, şariyêd li Kurdistanê xamil e, navê wî jî Îsmaîl e, eslê wî ji Bazîdê ye. Di hezar şêst û pêncê Hîcretê de peyda bûye, di hezar û sed û bîst û yekê da merhûm bûye. Kitêbeke lûxetan Gulzar bi nav telîf kiriye, bi Kurmancî, Erebî û Farisî zarok dixwînin.

 

Helbestkarê Heftan Şerefxan e, ji mîrêd Hekariyan e û ji nislê Ebasî, di hezar û sed û yekê de jî li Colemergê ku ciyê hukumeta Hekaryan e peyda bûye… eşar û beyt bi Kurmancî û Farsî gotiye, di hezar û sed û şest û yekê da merhûm bûye.

 

Helbestkarê Heştan Miradxan e, di tarîxa hezar û sed û pêncî de li Bazîdê peyda bûye. … bi zimanê Kurmancî gotiye, di hezar û sed û nehwêd û nehê de merhûm e, paşî wî ji Kurmancan êdî şaîr peyda nebûye heta nuha.”11

 

Di pertûka Alexandre Jaba da ji xeynî heşt helbestvanên jorîn, hinek zanyarên Kurdan jî hatine nasandin. Ev zanyarên ku di pertûka Qanadê Kurdo da jî hatine nasandin ev in.

 

Elî Teremaxî

 

Elî Teremaxî bi pertûka xwe ya gramerê ya bi navê Destûra Serfe Zimanê Erebî Bi Zimanê Kurdî Bo Qutabiyan bi nav û deng e. Di nav Kurdan da gramernivîsê pêşîn e. Bi Kurmancî Qewlê Yekane, Kurêd Weten, Moriya Yaqût, Jiyîna Heqîqet Xewn e nivîsiye.

 

Îsmaîlê Bazîdî (Sedsla XVII-XVIII)

 

Bi zanyariyên Alexandre Jaba Îsmaîlê Bazîdî şagirtê Ehmedê Xanî bûye. Di 1654an da li Bazîdê ji dayîk bûye. Di 1709an çûye rehmetê. Ji bo zarokan Ferhengek Kurmancî, Erebî û Farisî ya bi navê Gulzar nivîsiye. Bi Kurmancî gelek xezel, helbest û beyt nivîsîne. Heta van salên paşîn destnivîsek wî bi dest neketiye û nehatiye çapkirin.

 

Şerefxan (Sedsla XVII-XVIII)

 

Alexandre Jaba dide zanîn ku Şerefxan ji mîrên Hekariyan bûye. Di 1689an da li Colemergê ji dayîk bûye. Di 1748an da miriye. Bi zimanê Farisî û Kurmancî helbest û beyt gotine. Heta nuha helbestek an beytek vî helbestkarî nehatiye dîtin û nehatiye çapkirin.

 

Miradxanê Bazîdî (Sedsala XVIII)

 

Alexandre Jaba di pertûka xwe da dinivîse ku Miradxan di sala hezar û sed û pêncî da ji dayîk bûye û di sala hezar û nod û nehan da miriye. M.B. Rûdenko di pertûka xwe ya bi navê Nivîsandina Ser û Berê Destnivîsarêd Kurdî da nivîsiye ku di Pertûkxana Lenîngradê ya bi navê Saltîkov-Şêdrîn da destnivîsên çend xezelên Miradxan hene… 12

 

Nivîskar di dawiya vê partê da xwendevanên pertûkê ji gelek zanînên hêja yên di derbarê xebatên kurdologê namdar Alexandre Jaba, mamostayê wî yê Kurdî Mela Mehmûdê Bazîdî û kurdologên din ên Yekitiya Komarên Sosyalîstên Sovyetê yên wekî M.B. Rûdenkoyê da agahdar dike. Di vî beşî da nivîskar bala xwendevanan kişandiye ser bandora bikêr a şoreşa 17ê Kewçêra 1917an a li ser lêkolîn û lêgerînên kurdologiyê ên li welatê Sovyetê.

 

Rola Kovar û Rojnameyên Kurdan Di Dîroka Edebiyata Kurdî De

 

            Kovar û rojnamên Kurdan ên navên wan di Tarîxa Edebiyata Kurdî ya Qanatê Kurdo da buhurîne ev in:

 

Kurdistan (1898-1899), Rojî Kurd (1911-1919), Bangî Kurd (1913-1919), Pêşkewtin (1918-1919), Jîn (1919-1922). Hawar, Ronahî, Stêr, Roja Nû (li Sûriyê), Gelawêj, Dengê Gîtî Teze, Jîn (li Îraqê) (1932-1945).13

 

            Dema derketina Rojî Kurd bi şaşitî an jî bi nezanî rast nehatiye nivîsandin. Rojî Kurd di 1911-1919an da nehatiye weşandin. Kovara Rojî Kurd di 1913an da hatiye weşandin û heman salê dawî li weşana wê hatiye.14

 

Qanadê Kurdo di vê  berhema xwe da herî zêde cih daye rojnama Kurdistan û kovara Hawar Nivîskar û helbestvanên sereke yên nivîs û helbestên wan di van her du kovaran da hatine weşandin û navên wan di vê pertûkê da dibuhurin ev in: Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Hecî Qadirê Koyî, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrîcan, Hişyar, Celadet Bedirxan, Mihemed Emîn Botî, Kamûran Bedirxan, Mela Ehmed.15

 

Zanyariyên Şerefxanê Bedlîsî û Evliya Çelebî Der Heqa Zanyar û Helbestkarên Kurdan De

 

Şerefxanê Bedlîsî pertûka xwe ya dîrokê ya bi navê Şerefname da behsa gelek helbestvan, zanyar û nivîskarên Kurdan dike. Hinek navên zanyar, nivîskar û mamostên rind ên ji Şerefnamê hatine girtin û di vê pertûkê da pêşkêşî xwendevanan hatine kirin ev in: Mîr Dawûd kurê mîr Melîk li Hîzanê bi navê Dawûdiye medrese çêkiriye. Hukumdar û zanyar Melîk Efzal, wezîrê Melîf Efzal kurê Nasreddîn bîn Evdilkerîm Eş-şeybaniyê Cizîrî, waliyê Amediyê Sultan Huseyîn, mîrê Cizîrê Bedir Beg. Hozan û zanyar Mewlana Mihemed Berkela, Mewlana Ebû Bekir, Mewlana Hesen Sûrçî, Mewlana Zeyneddîn Babî, Mewlana Seîd Elî. Dewrêş Mihemed Qelecarî, Mewlana Îdrîsî, Yakûb Begê Mîrê Dêrziniyê, Mewlana Evdirrehman Bedlîsî, Şex Emerê Yasir, Mewlana Husameddînê Bedlîsî, Mewlana Îdrîs Hekîm, Şukrî Bedlîsî û ên din…

 

Evliya Çelebî li ser mizgeft, medrese, dibistan, şagirt, hozan û zanyarên bajarê Diyarbekrê, Wanê, Bedlîsê û çend bajarên din elam kirine û di gernama xwe da nivîsandine. Bo nimûne wî nivîsiye ku li Bedlîsê sêzdeh mizgeftên piçûk û du mizgeftên mezin hene… Ewliya Çelebî behsa heft helbestvanên Bedlîsî kiriye: Katip Çelebî, Cenebî Çelebî, Gencî Çelebî, Mela Remezan Çelebî, Gencî Çelebî. Evliya Çelebî pesnên dîwanên Cenebî Çelebî û Gencî Çelebî daye. Ewliya Çelebî nivîsiye: “Li Diyarbekirê çend helbestkarên xweşgo, zimanşêrîn hene. Yek ji wan Fûzûlî, yê din jî Rûhî ye.”16

 

Lêgerîna Dîroka Edebiyata Kurdî  li Îraqê

 

“Dema ku mirov bi xwe kar û barê mala xwe nake, berhevî û hatûbera mala wî ne risqê wî ye, bi zimanê Kurdên Sovyetistanê vê metelokê dibêjin: “Bêdera bi destê malxweyê malê nehatibe kutanê, xirmanê wê bêderê ne risqê wî malxwiyê malê ye.

 

Li vir jî, wexta ku em dixwazin çend gilî û gotinên li ser lêgerîna edebiyata Kurdî bibêjin: Heke mirovê Kurd ê camêr ê milethez bi xwe nefikire, nexebite, mijûlî lêgerîna dîroka edebiyata miletê xwe nebe, ew haj pê nabe, pê nahisê, ku bi zimanê dayîka wî yê şêrîn edebiyata Kurdî heye û ew qet tu caran sûdê û karê ji wê edebiyatê nastîne, bi fexr û kubarî, bi serbilindî û serfirazî ji cîran û mirovên ejnebî re nikare bibêje, edebiyata Kurdî ya bedew heye, ku nivîsên dîrokê, felsefê, dîn û diyanetê hene, gelê Kurd jî berhemên hêja afirandine.”17

 

Di vê parta pertûkê da nivîskar, di derbarê xebatên zanistî yên li ser edebiyata Kurdî ya bi Kurmanciya jêr hatine kirin da zanînên hêja dane xwendevanan. Nivîskar lêgerîna edebiyata Kurdî ya li Îraqê kiriye sê beş:

 

Heyama pêşîn dawiya sedsala XIXan (1898-1899) û destpêka sedsala XXan (1921) e. Ev dem dema kovar û rojnaman e. Rojnama Kurdistan, Kovara Rojî Kurd, Bangî Kurd, Pêşkewtin di nav van salan da weşiyane. Di van weşanên periyodîk da bi piranî helbestên Ehmedê Xanî û Hecî Qadirê Koyî hatine weşandin.

 

Heyama duyemîn dema çapkirin û lêgerîna edebiyata Kurdî ye. Vê heyamê piştî şoreşa Kewçêrê dest pê kiriye. Ev heyam heta sih saliya sedsalê berdewam bûye. Di salên 1919-1921î da Şêx Mahmûd Berzencî bûye hukimdarê Kurdistana başûr. Ji 1921ê şûnda bi hêzbûna hestên welatparêziya Kurdan tesîrek zêde li ser pêşdaçûna lêgerîn û lêkolînên edebî yên Kurdî kiriye. Di wê demê da rewşenbîrên Kurd dest bi komkirina berhemên edebiyata Kurdî kirine û di kovar û rojnaman da weşandine.  Rojî Kurd (1922), Dengî Heq (1923), Jiyanewe (1924), Jîn (1923), Dengî Kurdistan (1922-1926), Diyarî Kurdistan (1926), Zarî Kurmanc (1926-1932),  Ronahî (1927) da li Îraqê weşiyane. “Di sala 1938an da Evdila Kerîm Hezaz berhevokeke helbestên helbestkarên Kurd çap kir. Di sala 1991î da Elî Kemal Bapîr Gulçîna Gulistana helbestên helbestkarên hevdemên xwe çap kir.”18

 

“Heyama sêyemîn, heyama lêgerîna edebiyata Kurdî, ji salên 1940î dest pê kir. Sala 1941î  çend berhevokên komelayetî û siyasî û edebî li Bexdayê nivîskarê navdar, Refîq Hilmî berhevokeke bi navê Edebî Kurdî (helbest û edebiyata Kurdî) çap kir…

 

“ … di pêncî saliya vê sedsalê da, çend berhevokên mezin bi rengekî firawan, bi lêgerîna tomerî ve hatine çapkirin: pirtûka Eladîn Secadî, ya Refîq Hilmî, ya Marûf Xeznedar û pirtûka Kerîm Şareza. Di sala 1952an de Eladîn Secadî bo cara pêşîn bi zimanê Kurdî bi navê Mêjuy Edebî Kurdî (ji dema kevin heta kutabûna nîvê sedsala bîstan) çap kir. Di sala 1956an de, pirtûka Refîq Hilmî, Helbest û Edebiyata Kurdî çap bû… Di nava wan salan da pirtûka Marûf Xeznedar a bi navê Axanê Kurdistan bi zimanê Erebî çap bûye…

 

“Paşê, sala 1968an, Mihemed Mela Kerîm pirtûkeke din bi navê Gencîneya Zargotina Kurdî (komek lawik û heyranok) li Bexdayê çap kiriye… Di sala 1968an de Mihemed Emîn pirtûka xwe ya bi navê Goranî û Jiyan (Kilam û stran û jiyan) çap kir… Ehmed Reşwan pirtûka xwe ya bi navê Ferhenga Helbestkarên Kurd di sala 1968an de li Bexdayê çap kir… Di sala 1970yî de Mihemed Resul Hawar li Bexdayê pirtûkek mezin li ser şakaranê helbestkarê Kurd î navdar, Pîremerd çap bûye...”19 Di wan salan da li ser edebiyata Kurdî gelek pertûk weşiyane û gelek nivîsên lêgerînerî yên li ser Edebiyata Kurdî di kovaran da hatine weşandin. Pertûk û gotarên di vî warî da hatine weşandin dilê Qanadê Kurdo rehet nekirine. Wî her dem xwastiye ku dîroka edebiyata Kurdî jî li gor pîvanên zanistî wekî dîroka edebiyata netewên pêşveçûyî were nivîsandin. Li ser vê mijarê weha nivîsiye:

 

“Lêgerîna vê edebiyatê her di destpêka sedsala XXan de dest pê bûye. Lê divêt bibêjim çi heta nuha hatibe kirin kêm ê, ne kûr û ne firawan e, niha pêwîst e di lêgerîna wê edebiyatê de bi van pirsên jêrîn ve mijûl bin.

 

  1. Lêgerîna edebiyata Kurdî bi tomerî.

  2. Verisandin, jihevderxistina helbestên helbestkaran bi awayên ciyawaz.

  3. Lêgerîna dîwanên helbestkarên Kurd ên bi Soranî, Kurmancî, Goranî û Dimilkî.

  4. Lêgerîna jiyan û kirina helbestkarên Kurd ên mezin li Îraqê, Îranê û Tirkiyayê.

  5. Wergerandina helbestên helbestkarên Kurd bo zimanên Rûsî, Ewrûpayê, Erebî, Farisî û Tirkî.”20

 

Nivîskar parta dawîn a pertûka xwe kiriye du beş. Beşa pêşîn li ser jiyan û berhemên 13 helbestvanên Kurmanc, Elî Herîrî (1010-1078), Mela Ehmedê Bateyî (1417-1891), Feqiyê Teyran (1590-1660), Melayê Cizîrî (1566-1640), Selîm Silêman (Sedsala 16an-17an), Ehmedê Xanî (1651-1707), Xaris Bedlîsî (Sewadî) (1700-1775), Pertew Begê Hekarî (1777-1841), Şêx Xalid (1778-1826), Siyahpûş (Sedsala 18an-1831), Cegerxwîn (1903-1984), Osman Sebrî (1905-1993), Qedrîcan (1911-1972)  e.

 

Beşa dawîn a parta dawîn li ser  jiyan û berhemên 22 helbestvanên Soran, Nalî (1797-1855), Kurdî (1809-1849), Hecî Qadirê Koyî (1815-1892), Şêx Riza Telebanî (1842-1910), Edeb Evdila Misbah (1862-1912), Mela Mihemed Koyî (1876-1943), Wefayî (1838-1902), Xerîq (1851-1709), Bêhûd (1878-1955), Zîver (1875-1948), Sebrî (1881-1944), Selam (1892-1959), Salîm (1805-1869), Qane Muzher (1898-1960), Ehmed Muxtar Beg (1896-1935), Pîremêrd (1868-1950), Evdila Goran (1904-1962), Dildar (1918-1948), Bêkes (1905-1962), Remzî Mela Marûf (1902-…), Hejar (1920-1991) e.21

 

Du helbestvanên Kurdan ên herî zêde bandor li ser Qanatê Kurdo kirine bê guman yek Şêx Ehmedê Xanî ye, yek jî Hecî Qadirê Koyî ye. Kesên ku bi qasî van her du mamostên serbestiya gelê xwe, xoybûna netewa xwe bikanibin xwastina dilê gulperestê Gulçîna Gulistana Helbestên Kurdan bînin zimên, bi riya zanîn, dadgerî û parastinê ji baxçebanê gulistana wî berdewamiya jiyanek bi rûmet bixwazin ne pir in. Ji ber vê rastiyê divêt gotinên dawîn ên di derbarê vê berhema delal a kurdologê hêja Prof. Qanatê Kurdo da çend xaneyên Ehmedê Xanî û xwendekarê wî yê dawiya sedsala nozdan Hecî Qadirê Koyî bin:

 

Ger dê hebûya me îttîfaqek

 

Vêk ra bikira me înqiyadek

 

Rom û Ereb û Ecem temamî

 

Hemiyan ji me ra dikir xulamî

 

Tekmîl dikir me dîn û dewlet

 

Tehsîl dikir me ‘îlm û hîkmet

 

Temyîz dibûn ji hev meqalat

 

Mumtaz dibûn xwedan kemalat22

 

Zemanê resmî caran nemawe

 

Çiraxî nîzam û menşî kujrawe

 

Le dewrî ême zuwan û cirîd e

 

Eger çi meqsedî zanîn bawe

 

Eman qedrî bizane em kitêbe

 

Le dinya êsta ke hemsay nemawe

 

Le aynam heyat Şêx Xanî

 

Le ser nisxeta xetaw nûsrawe

 

Le lay erbam xoy bi qedir û qîmet

 

Xezîneyî wefhere û kîsî diraw e

 

Le encam mecmûe dul Soran û Bohtan

 

Le saye em kitêbe nûsrawe

 

Le Kurdan xeyrî Hacî û Şêx Xanî

 

Esasê nîzamê Kurdî danenawe23

 

Çavkanî û derkenar

 

  1. Rohat Alakom, http://www.mezopotamya.gen.tr/tarih/efsaneya-qanad-kurdo-h1548.html

  2. Prof. Qanatê Kurdo, Tarîxa Edebiyata Kurdî, Weşanên Lîs, Amed, 2009, rp 4

  3. Wezîrê Eşo, Kurdzanê Mezin Qanatê Kurdo, Ararat News -News Pulishing, 2010, Bruxelle

  4. Prof. Qanatê Kurdo, Tarîxa Edebiyata Kurdî, Weşanên Lîs, Amed, 2009, rp 14-15

  5. bnb* 19-20

  6.  Mela Mehmûdê Bazîdî, Cami’eya Risaleyan û Hikayetan Bi Zimanê Kurmancî, Weşanên Lîs, Amed, 2010, rp 12

  7. Prof. Qanatê Kurdo, Tarîxa Edebiyata Kurdî, Weşanên Lîs, Amed, 2009, rp 21

  8. bnb rp 21

  9. Mela Mehmûdê Bazîdî, Cami’eya Risaleyan û Hikayetan Bi Zimanê Kurmancî, Weşanên Lîs, Amed, 2010, rp 53-53

  10. M.X. “Bextreşî û Mehrûmiya Kurdan”, Rojî Kurd,  Weşanên War, Stenbol, 2002, hr 3, rp 94

  11. Prof. Qanatê Kurdo, Tarîxa Edebiyata Kurdî, Weşanên Lîs, Amed, 2009, rp 21-23

  12. bnb, rp 23-25

  13. bnb, rp 35

  14. Rojî Kurd, Weşanên War, Stenbo, 2002

  15. Prof. Qanatê Kurdo, Tarîxa Edebiyata Kurdî, Weşanên Lîs, Amed, 2009, rp 31-37

  16. bnb rp 41-52  

  17. bnb rp 85

  18. bnb rp 57

  19. bnb rp 59-63

  20. bnb rp 68

  21. bnb rp 73-438

  22. bnb rp 143

  23. bnb rp 33-34

 

_______________________

 

* berhema navê wê buhuriye

 

Nûbihar, Hejmar: 127, 2014

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

RASTIYA DESTANA MEMÊ ALAN

 

Destana Memê Alan bi sed salan e di nav gel da tê zanîn. Çiqas rind tê zanîn ew tiştekî din e. Çiqas jê baş hatiye têgihîştin bi guman e. Bi qasî tê xwiyakirin nivîskarê me yê bi nav û deng Ehmedê Xanî jî ji rastiyên di vê destanê da rind tênegihîştiye. Çawa bihîstiye bi wî awayî, bêyî ku rastiya di naveroka wê da bibîne derbazî Mem û Zîna xwe kiriye. Heta nuha kê xwendiye pesnên wê daye. Kesî ne xwastiye ji her aliyî ve baş lê binihêre û paşê ramanên xwe yên di derbarê wê da binivîsin. Tenê ji aliyekî ve lê nihêrîne. Dilê xwe pê şewitandine. Ji xwe çûne û di derbarê wê da gotinên xweş gotine.

 

Dema meriv hinekî lê dikole rastî sosretiya serdestên Kurdan ên wê demê tê. Di destanê da bêrûmetî li ser navê mêvanperweriyê hatiye pîrozkirin. Gelê Cizîrî yê welatparêz û bi rûmet bi navê diz, keleş û ebebozan bi zanetî hatine piçûkxistin. Her sê celaliyên bi navên Hesen, Çeko û Qeretacîn ên xulamtiya Mîr Ezîn û ji wî zêdetir jî xulamtî û sîxurtiya Romiyan dikin mîna lehengên Kurdan hatine binavkirin. Bi rastî ev sosretî îro jî zêde neguheriye. Hetta hinekî xerabtir bûye û baştir nebûye.

 

Bi awayekî eşkera ji destanê tê têgihîştin ku Memê Alan ne Kurd e. Sebeba ku ewqas zêde dengbêj dibêje: “Memê Alan padîşahê Kurdan e” ji bo veşartina vê rastiyê ye. Li cihekî behsa tiştekî zêde bê kirin, ev tê wê manê ku li wê derê kêmasî an jî tunebûna wî tiştî li ser merivên li wir dijîn xwedî bandorek giran e. Memê Alan yekî Romî ye. Kurdan ji dema bav û kalên xwe ên Aryan vir da ji kesên li ser textê xwe ra key gotine. Navên Key Qûbad, Key Xusrew, Key Astiyag û ên din vê rastiyê tînin zimên. Sebeba di şûna peyva muxtar a Erebî da di nav gel da hîna jî bikaranîna peyva keya ji wan deman maye. Persan ji mezinên xwe ra şah gotine. Ji bo xwe ji Persan mezintir bidin xwiyakirin Osmaniyan jî ji ên sertextê xwe ra padîşah gotine. Di destanê da “Memê Alan padîşahê Kurdan e” tê gotin. Ji doneyên nasnama Memê Alan nîşan didin yek jî, bê guman ev peyva padîşah e.

 

Ji taybetiyên bajarê Mexrîbê ên di destanê da hatine zimên meriv baş têdigihê ku behsa Stenbolê dike. Di tu demek dîrokê da Keyên Kurdan Stenbol bi dest nexistine. Sînorên 60 sal keyatiya Ariyan an jî bi navekî din ê paşê wan bi xwe li xwe kirine, di dema Medan da em rastî tiştekî bi vî awayî nayên. Di destanê da tê gotin ku bi beza hespê efsanewî, kurriyê deryayê Bozê Rewan, riya di nav Cizîrê û bajarê Mexribê da panzdeh roj e. Di destanê da ji alî keseke ji Cizîrê ve Romîbûna Mem bi awayekî eşkera hatiye gotin. Dengbêj bi zanetî an bi nezanî ev gotin mîna gumanekê li ser nasnama wî çêbike aniye zimên.

 

Di mêvanperweriya Kurdan da nêrîtek ewqas sosret a meriv pê jina xwe an jî dergistiya xwe pêşkêşî mêvanan bike tune ye. Ev yek bêrûmetiyek giran e. Di destanê da bêçaretiya Mîr Ezîn û xwefiroşî, xaîntî û dek û dolabên pismamên wî yên celalî li bin guhên hev dikevin. Ev rastiya jiyana serdestên wê demê jî baş tîne zimên. Her merivê hinekî li dîrokê nihêrîbe dek û dolabên serayên Romiyan zane. Sêrçîtî, fêlbazî, fenekî û sextekariyên li Birca Belek bi qasî wan nebin jî, ne kêm in.

 

Bekoyê Ewan û qîza wî di nav malmezin û mîrekan da berjewendiyên gel diparêzin. Dixwazin Mîr bi sîxur û xayînên dixwazin serî lê bigerînin nexapê. Di destanê da tê gotin ku dema Memê Alan, soza wê jî li Bozê Rewan bike û bibe bajarê Mexrîbê daye qîza Beko wê jî alî wî kiriye û xêrnexwaziya bavê xwe aniye zimên, ji bo pê nexapê, nekeve xefika wî hemkarî pê ra kiriye. Lê paşê her çiqas guherînek di derbarê vê sozê da xwiya nebe jî, qîza Beko henarek bi jehra maran ji Mem ra dişîne û pê wî dikuje. Ev yek dubendiyek e. Sebeba ku Memê Alan naçe mala Beko ji feqîrbûna wî ye, ne ji zanebûnê ye. Li xwe danayne here mala merivekî ji gel.

 

Di destanê da tê gotin ku Beko bi alîkariya kîtaba Remlan hîn bûye ku ewê Memê Alan were Cizîrê. Ev yek zanetî, zanyarî û jîrektiya Beko tîne zimên. Em li vê derê têdigihên ku Beko merivekî xwenda û şêwirmendekî hêja bûye. Ji aliyekî ve lê dixebite textê Mîr Ezîn biparêze, û ji sîxuran haydar bike, ji alê din ve bi awayekî ne raste rast be jî lê dixebite wî ji pismamên wî û xwengên wî yên dixwazin dek û dolaban li serê wî bigerînin biparêze. Rê dide ber Mîr.

 

Beko ne pexîrekî li dijî bi mirazê xwe şabûna evîndaran e. Tenê li dijî têkiliya sîxurekî Romê û xwenga Mîr Ezîn a bûye pêlîstoka wî karê xwe dike. Xêrnexwaziyek wî ya di derbarê Mîr Ezîn û pismamên wî da jî tune ye. Di destanê da em rastî dijayetiyek wî ya li hember zewaca Hesen û Sitiyê, heka Zînê, nayên. Ji xeynî helwesta wî ya rast a li dijî Memê Alan, meriv rastî şeytanî an jî neheqiyek wî ya di derbarê merivên din da nayê. Çawa îro gelek Kurd ji bo peran derdikevin nêçîra rizgarên xwe û bi kuştina wan dilê neyaran xweş dikin, ê yaran reş dikin hene, wê demê jî hebûne. Ê Beko dikuje ji xwefiroşekî pê ve ne tiştekî din e. Ji bo peran wî dikuje. Beko dema dimire jî dibe striyek di çavê Roma reş û hemkarên wê da. Li dunya din jî dest ji pêsîra sîxurên Romê û hemkarên wan bernade. 

 

Hesen, Qeretacîn û Çeko ji bo bêbavekî Romî yê bi navê Memê Alan bînin ser textê Mîr Ezîn dek û dolaban digerînin. Di vê bêrûmetiya xwe da ewqas pêş da diçin, Çeko li ser Kaniya Qestelê dema Mem di ser dergistiya xwe da dibîne jî deng nake, bêrûmetiyê li xwe datîne. Berî vê bûyerê jî Hesen û Qeretacîn ji mêvanê xwe yê sîxurê Romî û birayê xwe Çeko yê dergistiyê Zînê ye, aliyê mêvanê xwe digirin û kuştina birayê xwe jî didin ber çavên xwe. Têkiliya wan a bi Romiyan ra ewqas çavên wan kor kiriye. Di dîrokê da jî merivên bi vî awayî ne kêm in.

 

Dengbêj ji bo Memê Alan mîna Kurdekî dilsoz nîşan bide çi ji destê wî hatiye kiriye. Dema meriv destanê dixwîne rind têdigihê ku Mem silavê jî nade welatparêziya Kurdan. Mîna gayê li pey manga bi ga tenê dixwaze xwe bigihîne Zînê. Ji bo vê yekê jî serî li her dek û dolabî dide. Pismamên Zînê ên bê rûmet ji dil û can hemkariya wî dikin. Beko û gelê Cizîrê yê welatparêz bi hev ra li dijî Memê Alan, sîxurê Romê, çi ji destan tê dikin. Dengbêjê hemkarê Romê van merivan bi navê şeytan, diz, ebeboz, keleş û gotinên din ên nerind bi nav dike. Em ji bîr nekin dema Saddam ê devbixwîn sed û heyştê û pênc hezar Kurd qir kiribûn û qirkirin berdewam bû dengbêj an jî bi gotina îro hunermendekî me di radyoya Baxdayê da strana “Saddam bavê şêran” distriya. 

 

Sê birayên Celalî û hemkarên Roma reş li ser kuştina Memê Alan li hev rûdinin û biryar didin bi mîr Şem xeberê bigihînin bajarê Mexrîbê, peytaxtê Romê. Mîr Şem dide pêşiya artêşa Roma reş a di bin fermana Beglî da û pê mîrekiya Cizîra Botan bi erdê ra yek dike. Wekî tê zanîn, demên berê gava leşker an jî sîxurekî Romiyan li deverek welatê Kurdan bihata kuştin dewleta Romê bi leşkerekî giran d’avêt ser û ew der tevî hemî zindiyên tê da diqeland. Leşkerên di bin fermandariya destebirakê Memê Alan ê bi navê Beglî da jî heman wahşetê bi Cizîriyan dide jiyandin. Navê Beglî nasnama wî dewleta wî diyar dike. Di dîrokê da Harpagos, xayînê netewî yê Aryan, bi artêşa di bin emrê xwe da daye pêşiya artêşa Sîrûs û pê êrîşî keyatiya xwe kiriye û derbeke ewqas giran li gelê xwe xistiye, pisên pisên wan jî heya îro nikanin werin ser heşê xwe.

 

Mîr Ezîn ji dêvla gelê xwe ji zilma Romê biparêze diçe xwe dispêre leşkerên neyarê xwe. Ji bajêr tenê malbata Mîr Ezîn û pismamên wî yên xayîn ji mirinê xelas dibin. Ev jî ne kirinek nû ye. Di dîroka me ya nêzîk da jî gelek mîr, şêx, axa, seyîd û serokên partiyan dema ketine tengasiyê xwe spartine neyarên xwe. Gelê li pey xwe bi qirkirin, penaberî, koçberî, penahendeyî û perîşaniyê ra rû bi rû hiştine. Li gel ku ev xerabî bi gelê xwe kirine jî pir caran nikanibûne xwe ji dardakirin û kuştinên cûr bi cûr xelas bikin. Mîr Ezîn kanibûye canê xwe û mala xwe ji Romiyan rizgar bike, kirasê bêrûmetiyê li xwe kiriye û bê şerm li qirkirina gelê Cizîrê nihêriye. Qesra wî jî di nav da bajar li pêş çavên wî hatî wêrankirin.

 

Mixabin Kurdan di dîroka xwe da, ji xeynî şêst salên dema Ariyan, bi giranî leşkeriya xelkê kirine. Pesindariya wan kirine. Tim ji xwe ra şêr, ji xelkê ra pisîktî kirine. Bêheşî û kêmaqiliya xwe di hunera xwe da jî gelekî baş anîne zimên. Eger îro hîna li ser kesekî wekî Yezdan Şêr stranan dibêjin û wî pîroz dikin, sebeb ev e. Ên zehmet kiribin çend rûpel dîrok xwendibin  zanin ku Yezdan Şêr bi alîkariya Romiyan êrîşî mîrekiya Botanê kiriye û mîrekiya Kurdan a wê demê ji holê rakiriye. Mîr Şem û Yezdan Şêr eynî ne. Helbet ferqek wan jî heye; yek ji çîrokê ye, ê din ji dîrokê ye. 24.10.2009, www.netkurd.com

 

DI ÇEL HÎKAYETÊN MELE MEHMÛDÊ BAZÎDÎ DA                                           FILE MISILMAN Û ÊZIDÎ

 

Mele Mehmûdê. Bazîdî sala 1797 li Bazîdî hatiye dunyayê. Li wê derê xwendina xwe ya medresê temam kiriye. Piştî qedandina medresê çûye Tebrîzê û li wê derê Farisî hîn bûye. Paşê vegeriyaye Bazîdê, li wir dest bi mamostatiyê kiriye.

 

Dema mîrê dawînê Kurd ê Bazîdê Behlûl Paşa di şerekî nav dewleta Osmanî û Ûris da dişikê û birayê wî tê kuştin,  rewşa malbata wan a bazirganî xerab dibe. Li ser vê yekê berê xwe dide Erziromê. Li wê derê dest bi meletî û mamostatiyê dike. Li Erziromê balyozê Rûsyayê, rojhilatzan Alexandre Jaba nas dike. Bi Alexandre Jaba ra karekî piralî, têrber û hêja pêktîne. Jaba hem dibe xwendekarê wî yê Kurdî û hem jî kardarê wî.

 

Akademiya Zanistiya St Petersburgê peywira lêkolîna li ser edebiyata Kurdî daye Alexandre Jaba. Wî jî mele û zanayên Kurdan li dora xwe kom kirine û bi wan dest bi berhevkirin, lêkolîn, werger, lêgerîn û venivîsandina destnivîsên Kurdî yên berê kiriye. Mele Mahmûdê Bazîdî di nav wan da ê herî zîrek bûye. Mele Mahmûdê Bazîdî li gel mamostatiyê sekreteriya Alexandre Jaba jî kiriye. A. Jaba berhemên edebî, dîrokî û komzanî yên Mele Mahmûdê Bazîdî wergerandine Frenkî û Rûskî, paşê li gel destnivîsa Kurdî ya Mele Mahmûdê Bazîdî li bajarê Petersbûrgê dane weşandin.

 

Alexandre Jaba di derbarê Mele Mahmûdê Bazîdî da weha dibêje: “Di nav hevalên xwe da ji hemiyan zanetir bû… Piştî sala 1856 an bû mamostê min û di derbarê ziman, dîrok û çanda netewa Kurd da alîkariya min kir. Min bi saya rewşenbîrê Kurd Mele Mahmûdê Bazîdî ew karê spartibûn min, yanê hînbûna zimanê Kurdî û berhevkirina materyalên bi Kurdî dan hev, paşê min ew destnivîs ji Akademiya Zanistî ya St Petersburgê ra şandin.”

 

Mele Mahmûdê Bazîdî rewşenbîrekî welatparêz ê payebilindê dema xwe ye. Ji ber gumana wî di derbarê êrîşa Osmaniyan da agahdarî daye Mîr Bedirxan Beg û Xan Mehmûd du caran ji alî dewletê ve hatiye girtin û hatiye hepiskirin. Her carê jî di demek nêzîk da ji zîndanê hatiye berdan.

 

Mele Mahmûdê Bazîdî sala 1867 çûye ser dilovaniya Xwedê. Di jiyana xwe ya heftê salî da gelek berhemên edebî û civakzanî ji nav gel berhevkirine, ji Farisî kîtabên hêja wergerandine, û gelek pertûk jî bi xwe nivîsandine. Li pey xwe bi dehan berhemên hêja yên edebî, dîrokî û sosyolojîk ji me ra hiştine.

 

Cami’eya Risaleyan û Hîkayetên bi Zimanê Kurmancî ji serberhemên wî yên granbuha yek e. Di vê pertûka wî da li gel çel hikayetan, sê nivîsar û du lîsteyê navên mêr û jinên Kurdan jî cih digire. Nivîsara bi navê Rîsale di Behsa Be’zî Êşaîr û Qebaîl û Tayfeyêd di Kurdistanê Beyan Dike li ser, eşîr, qebîle û tayfeyên Kurdistanê ye. Nivîsara din Rîsaleyek di Behsa Şaîr û Mesnefê di Kurdistanê ku bi Zimanê Kurmanciyê Cih û Kitêb û Şîîr û Hîkayet û Qiseyêd wan Beyan Dike ye. Ev nivîsar li ser jiyan û berhemên helbestvanên li Kurdistanê bi Kurmancî berhemên cûr bi cûrên edebî dane hatiye nivîsandin. Nivîsara sisiyan a bi navê Muqaddîma Îlme Serf û Be’zî Lazimeyê Te’lîme yê bi Zimanê Kurmancî li ser pertûka rêziman a pêşîn a Elî Teremaxî ye. Lîsta bi navê Îsm û Navê Kurmancan ku Temam û bê Kêmasî Dibêjin Beyan Dibe navên mêrên Kurdan in. Navên xwedî çend variyantên cihê ne rêz bi rêz di van lîstan da cih digirin. Lîsta bi navê Îsm û Navê di Jinê di Kurmanciyan ku bi Temam û Kêmasî Dibêjin Beyan Dibe navên jinên Kurdan in.[1]

 

Hejmara çel di zimanê me da xwedî graniyekê ye. Zarok dema tê dinê em jê ra dibêjin çelîn. Dema yek dimire heta çel rojî xwarina wî tê belavkirin. Di salnama me da du çele hene; çelê zivistanê û çelê havîne. Gelek hêman bi vî awayî bi hejmara çel dibin xwedî wateyek cihê. Hejmara çel wekî heft, heftê an jî heftê û heft têgiha piraniyê dernaxîne pêş. Hejmareke tegihîştina sînorê sebra meriv jî dide. Dema meriv li manên vê hejmarê yên di Kurdî da dinihêre, bi hêsanî tê têgihîştin ku Mele Mahmûdê Bazîdî bê sebeb hejmara hikayetên xwe di çelî da nehiştiye. 

 

Mele Mahmûdê Bazîdî di dîroka edebiyata me da bi pexşanî ji nû ve nivîsandina serberhema Ehmedê Xanî ya bi nav û deng Mem û Zînê hikayetnûsê me yê pêşîn e. Di wan deman da venivîsandin, an jî ji nivîsa nivîskarekî din per bi per girtina nivîsan û li ser navê xwe weşandin rast dihat dîtin. Mele Mahmûdê Bazîdî dema Mem û Zîn a Ehmedê Xanî bi pexşanî nivîsiye beşên dînî negirtine, hin kesên wek Arif ên di Mem û Zîna Xanî da tune ne li hikayê zêde kirine. Molière di 1668 da dema Komediya xwe ya bi nav û deng a paxşanî ya bi navê Çikûs dinivîse ne tenê jina bi dek û dolab gelek motîfên komîk ên din ên wekî qelend çikosê şelandî, ji bo diziya gencînê baxçe kolandina xulam, jî berhema nivîskarê komîk ê Latînan Titus Maccius Plautas (berî bûyîna Îsa 254) a bi navê Aulularia girtiye. Îro dema nivîskarek tiştekî weha bike bi diziyê tê tewanbarkirin. Ev jî tê wê manê ku pîvanên etîk ên wan deman û îro ji hev gelekî cihê ne.

 

Di Çel Hîkayetan da Mele Mahmûdê Bazîdî zimanê standard ê dema xwe bi kar aniye. Bandora Kurmanciya Serhedê jî bi awayekî eşkera xwiyaye. Di pertûkê da di şûna peyvên Kurd, Kurdan û Xwedê da bi zanetî peyvên Ekrad, Ekradan, Ekradêd û Ellah ji aliyê nivîskar ve hatine tercîhkirin. Nivîskar di şûna peyva we da jî peyva hewe ya devoka Botan nivîsandiye. Hema hema her ku qala mirin û kuştina merivan dike lêkerê temambûn an jî temam kir li pê aniye. Ev têgeh îro jî li gelek deverên Kurdistanê di nav gel da tê bikaranîn.

 

Peyva Ekrad di Erebî da pirraniya peyva Kurd e. Ev peyv di Çel Hîkayetî da wekî zimanê jê hatî girtin bi mana xwe ya piranî nehatiye bikaranîn, yêkanî hatiye bikaranîn. Ji bo piranîkirina wê nivîskar paşgirên Kurdî yên piraniyê bi kar anîne. Ev rewş kane meriv di derbarê zanîna Erebî ya Mele Mehmûdê Bazîdî da hinekî bixe nav gumanan. Ji alê din ve mimkûn e nivîskar wekî tercîhekê bi vî awayî nivîsandina vê peyvê rasttir dîtibe. Peyva data di Latînî da pirani ye. Bi zanetî an bi nezanî îro gelek nivîskarên Frenk, Înglês, Kurd û Turk peyva data bi paşgirên piranî yên zimanên xwe dinivîsin. Peyva eşqîya di Erbî da piranî ye, ev peyv jî di nivîsên Kurdî û Turkî da ji alî gelek nivîskaran ve bi lêzedekirina paşgira piraniyê tê nivîsandin. Peyva Talîban peyveke piranî ye, lê ev peyv jî di zimanên Frenkî, Înglêsî, Kurdî û Turkî da bi paşgirên piranîkirinê wekî Les Talibans, The Talibans, Talîbanan-Talîbanên-Talîbanekan, Talibanlar tê nivîsandin. Di gelek zimanî da guftûgoyên li ser rastnivîsandina peyvên weha berdewam in.         

 

Di transkrîpsiyona Çel Hîkayetî da şaşitiyek herî zêde xwe dide xwiyakirin di transkrîpta tîpa ي a ji alfaba Kurdî ya bi xetên Erebî ya klasîk da xwe dide xwiyakirin. Wekî tê zanîn vê tîpê dengê /y/, /î/ û / ya bi alfaba Kurdî ya bi tîpên latînî dida. Di alfaba Kurdî ya bi xetên Erebî ya îro da bilindekekê datînin ser ي   û pê dengê /ê/ didin. Di hejmara hîkayetan da di şûna /î/ da /ê/ hatiye nivîsandin. Di şûna paşgira ya tê dawiya navên mêrkî (masculin) pir carî paşgira zayenda jinkî (feminin) hatiye bikaranîn. Ji vê derdikeve ku tîpguheziya pertûkê têra xwe bi baldarî nehatiye kirin û çawa divê weha di ber çavan ra nehatiye derbaskirin. Hîkayeta Sîh û Çarî wekî Hîkayeta Sîh û Çaran hatiye nivîsanadin. Hejmara sîh wekî hatiye veguheztin. Di Hîkayeta Bîst û Şeşî da li gelek cihî di şûna Çinar Axayî da Çinar Axayê hatiye nivîsandin. Dîsa di heman hîkayetê li gelek cihî ji dêvla Çinarî Çinarê hatiye nivîsandin. Di Hîkayeta Sîh û Pencî da li hemî cihên diviyabû Dijwarî bihata nivîsandin Dijwarê hatiye nivîsandin. Peywîst e kesên transkîpsiyonê dikin zêdetir bi baldarî bixebitin da ku xwendevan bi kêmasiyên bi vî awayî ra rû bi rû nehêlin.

 

Çel Hîkayet ne hîkayetên hunerî yên ji aliyê Mele Mahmûdê Bazîdî ve hatine lihevanîn. Nivîskar her çel jî ji merivên dema xwe bihîstine û nivîsandine. Ji ber vê yekê hema hema di hevoka destpêka her hîkayetê da, an jî di hevokek paragrafa pêşîn da em rastî peyvên “Neqil dikin, Neqîl kirin, Hîkayet dikin, Riwayet dikin ku, Rawî rawêdikin ku… Qise dikin ku, “wiha neqil û beyan dikin” tên. Hîkayetên bi van peyvan dest pê nakin jî dîsa ji alî nivîskar ve hatine bihîstin. Ev yek ji awayê gotinê bi hêsanî tê têgihîştin.

 

 

 

Hîkayetên 1, 2 û 3 li ser çikosiya melan û xwendayên hemî netewan in. Bi qasî ji van hîkayetan tê têgihîştin wan deman temahîtî, xeset, derew û ji bo berjewendiyên xwe bi riya dîn xapandina gel di nav melan da zêde bûye.

 

Nivîskar di Hîkateya Duyî da ev rewşa çikosiya xwendeyan aniye zimên. Melekê dibêje “Ya resûlulullah ez mamûr im ku eger mirofek ji tayfa xwendeyan ihsan û sedeqeyekê bikin, weyaxo team û zadekî bidene feqîrekê ez’ê çomaxekî li vê daholê bidim ku ew îhsan û sedeqeya wî xwendeyî me’lûme melayeketê semawatan bibeyn”1 Dema pêximber jê dipirse ku heta nuha çend caran li duholê xistiye, melek bersivek balkêş didê: “Heta nuha ez muntezer im, lakin min qet li duhole nedaye, paşê nuha jî êdî Xwedê bizanê.”2

 

Di hîkayetên 4 û 7 da bi nerindî bahsa êzidiyan hatiye kirin. Di Hîkayeta Çarî da tê gotin ku “Mîrzoyê Reş hebû ji tayfeyêd Êzidiyêd Wanê bû. Lakîn qewî diz û heramzade”3 Em ji hîkayetê têdigihên ku wî bi xwe serpêhatiya xwe ya bi Memedê Salmasî ra ji vatox (narrator) ra gotiye. Memedê Salmasî bazirganekî Îranî ye. Mîrzoyê Reş heywanan didize dibe dide Memedê Salmasî. Lê Memedê Salmasî dest datîne ser perên wî û lê qelêşiyê dike. Mîrzoyê Reş jî ji derketina şerê Osmanî û Îranê sûd wergirtiye, bi sî merivî avêtiye ser mala Memedê Salmasî û ew kuştiye, mala wî talan kiriye, tiştên jê girtî di nav suwarên xwe da par kiriye. Her çiqas li vê derê Memedê Salmasî jî bi qasî Mîrzoyê Reş neheq û heramzade be jî vatox di derbarê wî da tiştekî nerind negotiye. Li vê derê em alîgiriya dînî dibînin.  Vatox naxwaze Memedê Salmasî yê Misilman xerab nîşan bide. Di derbarê neheqî û heramxwariya wî da bêdeng dimîne. Di Hîkayeta Heftî da dîsa êzidî bi kirinek neçê tên xwiyakirin. Di vê hîkayetê da pîrê êzidiyan û heft siwarên xwe rêbiriyê dikin, merivan dişelînin, di kesayetiya Mela Mihemedê Qulpî da qerfên xwe bi dînê îslamê dikin. Dema pîrê êzidiyan dibêje: “Ji bo te destûr e gazî Mihemedê xwe bike bilanê bêt û te ji destê me biderîne û xelas bike”4 peyxamberê îslamê nerast û piçûk nîşan dide. Vatox li vê derê di kesayetiya pîrê êzidiyan da êzidiyan bêwijdan û neyarê misilmanan nîşan dide. Wê gavê bi tesadufî di nêzîkî wê derê ra derbasbûna Mihemedê Heyderî û deh suwarên wî mîna mûcîzekê tîne zimên. Dibe ku ev herdu serpêhatî bi rastî qewimî bin. Lê di nav Çel Hîkayetî da tunebûna êzidiyekî baş meriv di derbarê niyeta vatox da dike nav gumanan. Ji ber ku vatoxê misilman di derbarê filan da zêdetir dadperwer xwiya dibe.

 

Di Hîkayeta Sîh û Çarî da dema vatox behsa Şerê Kela Dimdimê dike Esker Xanê Qizilbaş û leşkerên wî bi gotina “Ecemêd Rafizî” bi nav dike. Peyva “rafizî” di nav Kurdên misilman û sunî da ji bo kesên çavsor û bê wijdan tê bikaranîn. Di heman hîkayetê da Guher Xanim li ser kesayetiya Qizilbaşan weha dibêje: “Ne re’yê teslîmbûyîn kêr nayê û munasîb nine. Lewranê ray û ehd emana Qizilbaşan bê îtîbar û bê bawerî ne, eger çi sureta rayê didine we, lakîn paşê nabîne xweyê xeberêd xwe û dîsanê îhanet û xiyanetê digel we dikin.”5 Vatoxê Hîkayeta Sîh û Nehî di derbarê Şahê Îranê nayêb El-Seltenet Ebbas Mîrza da heman tiştî nabêje. Hetta helwesta wî li dijî Zeman Xan ê ji bo axên Kurdan jin-qehpe gotî dipesinîne. Ji ber ku li ser wê gotinê Ebbas Mîrza hêrs bûye û Zeman Xan ji huzûra xwe qewirandiye. Li vê derê vatox kesayetiya Zeman Xan ê Qizilbaş û Şahê Îranê Ebbas Mîrzaiyê Qizilbaş ji hev cihê dike. Bi gotina kurt dibêje qizilbaşên baş jî hene ên xerab jî hene. Heman helwestê em di helsegandina file û misilmanan da jî dibînin.

 

            Di hîkayetên 10, 16, 22, 28, 30, 31, 37, 38 da li ser têkiliyên misilman û filan ên wê demê gelek zanînên hêja tên dayîn.

 

Di Hîkayeta Dehî da behsa fileyekî ji gundekî Eleşkîrê yê bi navê Leşko dike. Ev filê zîrek û xwedî şecaet bûye. Vatox peywîst nedîtiye navê wî yê rastîn bibêje. Ev file dema bûye misilman, navê wî Xelîl Beg danîne. Xelîl Beg roj bi roj ketiye çavê kesên payebilindê dewletê. Divê neyê jibîrkirin fileyê kurê Leşko piştî ku dibe misilman roj bi roj ketiye çavê kargerên dewleta Osmanî. Ji vê ev derdikeve ji bo meriv di dewleta Osmanî da bibe xwedî paye û li cihê bilind ên kargeriya welêt bibe xwedî gotin divê pêşiyê bibe misilman. Zîrekî û zanînek zêde jî ji bo kesekî nemisilman têr nake. Bi guherandina dînê xwe ra divê navekî misilmanan jî bigire. Li vê derê jî tê dîtin ku Osmaniyan qimeteke mezin dane kesên dev ji filetiyê berdane û bûne misilman. Di Hîkayeta Bîst û Heştî da serpêhatiya bi qerfî a Mela Mihemed vê rastiyê pesend dike. Di vê hîkayetê da Mela Mihemed ji bo bibe xwedî kar û meqam mejbûr dimîne xwe li êristiyê dayne û here bibe misilman. Bi vî hawî piştî dibe misilman ji derê Şeyxul Îslam heta bi derên Xundkar û wezîran bi carê hemî derî li ber vedibin, qiymetek zêde didinê. Ew jî dema vedigere bajarê xwe, Silêmaniyê vê rastiyê bi yariyan tîne zimên: “Belê welleh Îstanbol cihekî qewî qenc e, lakîn heta mirof ji nû ve misilman nekin rexbeta mirof nakin û tiştekî nadine mirofan.”6

 

Di dewleta Osmanî da bi zorê misilmankirin û ji dê û bavên wan girtina zarên filan trajidiyek dîrokî ye. Di dîrokê da ji vê kirina derî mirovahiyê ra “devşirme” gotine. Sokullu Hayrettin Paşa, Mîmar Sînan û gelekên din di zarokatiya xwe da bi vê hovîtiyê ra rû bi rû mane. Romana Ivo Andriç (1892-1975) a bi navê Drina Koprusu (Pirta Drîna) li ser vê hovîtiyê hatiye nivîsandin (Andriç 2007).

 

Di dema Osmaniyan da serdestên Kurdistanê karên kuştinê bi filan dane kirin. Di Hîkayeta Şanzdehî da Sultan Xanim, xwenga Selîm Paşa, ji bo kuştina Seyîd Ehmed Paşa bangî fileyekî bi navê Mexoy dike û ji bo celadiyê soza qederek pereyî didê. Mexoyê file çawa Sultan Xanimê jê ra gotî eynî bi wî awayî varîlek barût dixe bin hoda seyîd Ehmed Paşa, findekî vêdixe û di nava barûtê da niç dike û ji wê derê dûr dikeve. Dema agir digihê barûtê Seyîd Ehmed Paşa tevî hodê berhewa dibe. Di Hîkayeta Sîhî da Huseyin Axa bi Mêtir Madoyê file Ehmedê Feqî dide xeniqandin. Di vê hîkayetê da meriv têdigihê ku Mado naxwaze vî karî bike. Vatox vê rewşê bi van hevokan tîne zimên: “Îcarê Ehmed ber bi qiblê rûnişt, gote Madoyî were min bixeniqîne. Mado dest diricifî û digiriya, Ehmed bi xwe ben avête ûstûyê xwe û serêd benî daye destêt Madoyî, go kuro, zû bikêşe û bi xwe jî digot ku laîlahe îllellah Mihemmed resûlûllah, bi vê terzê can daye.”7

 

Li ser zîrekiya filan û ji bazirganiyê têgihîştina wan di nav misilmanan baweriyek zêde hebûye. Hîkayeta Bîstî da li ser zanîna bazirganiya filan û nezaniya Kurdan e. Li gor gotina vatox di talanekê da çar pênc bar qirmiz bi destê Kurdekî ketine û nizane çi ne. Paşê çûye Bazîdê fileyek bi xwe ra biriye, gotiye, were hinek dermanê min heye ez bidime te. Di hîkayetê da weha tê gotin: “File ew barêd qirmizan ji wî Ekradî standiye û aniye firotiye û gelek draf jê qezenc kiriye”8

 

Li gor Kurdên dema Osmaniyan file tim di bin wan ra bûn. Hîkayeta Dehî li ser helwesta tund a Hesen Begê Mankî ya li dijî Mîrtiya Xelîl Begê kurê Leşko ye. “Rojekê ew Hesen Beg di dîwana xwe da dibêje ku fereza dewletê kurê Leşko kiriye mîr, kengê dibitin ku ez destê wî ramûsim û mezinayiya wî qebûl bikim?”9 Heman Hesen Begê Mankî piştî demeke kurt dema Xelîl Begê kurê Leşko bi hinek xelatên granbuha wî ziyaret dike û mezinahiya wî dipejirîne, heta çend caran diçe etekê wî radimûse. Di Hîkayeta Sîh û Heştan da Pierre Amédée Jeaubert10 ê Frenk ê ji aliyê nûser ve bi navê Jober hatiye nivîsandin heta mirina wî ji bo di dema zîndanîbûna wî da jê ra çêyî kirî 25 Frank mehanê li Qasim Axa girê daye, bi riya Balyozên Frenkîstanê ew mehane gîhandêye. Sê-çar salan carê diyariyên cûr bi cûr bi riya bazirganan ji Qasim Axa ra şandiye. Jaubert bi vî awayî di nav Kurdên Bazîdê da deng daye. Vatox dadmendiya wî mîna a Noşîrewanê mazdaîst bi nav dike. Li vê derê em dibînin ku Kurdên wê demê cara pêşîn fileyekî Frenk bilindî taxa Noşîrewan dikin. Ev yek ji bo wê demê xwedî grîngiyekê e.

 

            Di dema Osmanî da Kurdên misilman pir zilm li êzidî û filan kirine. Hîkayetên 16 û  22 li ser vê zilmê ne. Di Hîkayeta Şanzdehî da zilma Şêx Mihemed Beg a li ser file û misilmanan weha hatiye zimên: “Ewî Şêx Mihemed Begî zaf jinêd file û misilmanan rakêşan û bi zorê li xwe markirin. Ewî jî dibêjin çel mirof fille û misilmanan bi destê xwe qetilkirin”.11 Li vê derê zilmê ferq nexistiye nav misilman û filan. Di hikayeta Bîst û Duyî da hatiye nivîsandin ku dîndarên Kurdan malê dêrê ji xwe ra helal dîtine. Ev çavsorî di destpêka hîkayetê da bi van hevokan hatiye zimên: “Berê niha mela û feqehayêd Kurdistanê gelek dizî ji dêrêd filan dikirin. Lewranê li nik wan malêd dêran beytulmal e, herçi kesê bibitin durust e û guneh ninin.”12 Di vê hîkayetê da dizekî bi navê Şomo ji vatox ra behsa diziya xwe ya li Yedikilisa Wanê kiriye.

 

Hîkayeta Sîh û Yekî li ser destpêka xerabûna têkiliyên serdestên Kurdistanê û filan e. Hîkayet bi vê hevokê dest pê dike: “Berê emra û beglerêd Kurdistanê zêde îtîbar û baweraî bi sedeqata tayîfa file û re’yan hebûn.”13 Li gor vatoxê hîkayetê vê baweriya emîr û begên Kurdistanê heta serpêhatiya Mîr Îzedîn Şêr û Kuloyê file yê çel salî xulamtiya wî kiriye dewam kiriye. Vatox gotiye Kulo bi awayekî eşkera li Mîr Îzedîn Şêrî xayîntî kiriye. Lê ev xayîntî çi ye ne aniye zimên. Dema Mîr Îzedîn fermana kuştina wî daye, derketiye huzûra wî û jê ra gotiye ku wî çel salî bi ava wî ya xuslê û destmêjê da mîstiye. Li ser vê yekê Mîr zaf hêrs bûye û ew bi destê xwe daye ber xençeran û kuştiye. Di nav Kurdên misilman da gelek gotinên weha yên di derbarê file û êzidiyan da hene. Hîkayetên li ser bêwijdanî û bêbawerîbûna êzidiyan, çirapufa qizilbaşan ji van çend heb in.

 

Li ser defîne û kesên xwedî hêzên mucîzewî yên deriyê wan vedikin gelek gotin di nav gel da hene. Hîkayeta Sîh û Heftî ji van yek e. Di hîkayetê da tê gotin ku rojekê derwêşekî nexweş ê bi navê Sarî Salte li mala Şatirê file bûye mêvan. Şatir ji navça Bêgiriya li ser Wanê ye. Wî û malbata xwe ji bo derwêşê nexweş mazûbaniyek baş kirine. Piştî du mehan Sarî Salte xweş bûye. Şatir û derwêş bi hev ra çûne ser defînekê. Derwêş bi xwendina xwe sêra li ser defînê betal kiriye û bi hev ra ketine nav defînê. Derwêş Sarî Salte peykerê kewekî di çavên wî da almas hene girtiye, kiriye paşila xwe. Şatir jî çewalek tije zêr kiriye û bi hev ra ji defînê derketine paşê ji hev qetiyane, her yek bi riya xwe da çûye. Du caran şeytên weswese xistiye dilê Şatirî ku here wî kewê zêrîn ê çav bi elmas ji derwêş bigire, lê derwêş ew îkna kiriye û şûn da vegeranadiye. Cara sisiyan Şatir dîsa ji riya xwe vedigere, dide pey Sarî Salte. Îcarê dixwaze bi zorê wî kewê zêrîn jê bigre. Derwêş jî bang lê dike tiştekî dide ber pozê wî û dixewirîne. Şatir dema tê ser heşê xwe, çewalê xwe yê zêran digire diçe mala xwe. Ji Mîr heta Paşayê Wanê her kesê li Wanê xwedî hêz bûye Şatir girtine avêtine zîndanê. Dema Şatir qismekî zêrên xwe daye wan kanibûye serbest bimîne. Piştî wê rojê serê Şatirî ji belayê xelas nebûye. Li gor hîkayetê ev derwêş ji Frenkîstanê ye. Ji berê da ji rojava dizên bermayên dîrokî hatine ji welatên rojhilat gelek tişt birine li welatê xwe firotine. Ji sebebên muzeyên rojavayîyan bi berhemên dîrokî yên rojhilatiyan dagirtî ne bê guman yek jî ev e.

 

Ji van çel hîkayetan rind tê têgihîştin ku di dema Osmaniyan da li Kurdistanê misilman, êzidî û file li gel hev jiyane. Çel hîkayetên Mele Mahmûdê Bazîdî va rastiya pesend kiriye û gihandiye îro. Di sala 1915 da misilmanan bi fermandarî û pîjkirina Osmaniyan, filan bi piştgirî û pîjkirina Ûris dest bi qirkirina hev û din kirine. Ji Qersê heta Bedlîsê li hemî herêmên di bin bandora artêşa Çartiya Ûris da bûn di serî da Partiya Daşnaqan û çetên din ên filan li qirkirina misilmanan xebitîne. Ne tenê misilman, li hinek deveran êzidî jî rastî xezeba Daşnaqan û çetên filan hatine. Di romana otobiyografîk a Erebê Şemo ya bi navê Şivanê Kurmanca da meriv rastî daneyên di vî warî da tê. Ebdurrezaq Bedirxan jî di pertûka jînenîgariya xwe ya bi navê Autobiyografiya Abdurrezaq Bedirxan da li ser vê rastiyê sekiniye. Li herêmên di bin bandora Osmaniyan da bûne û herêmên piştî demekê artêşa Ûris xwe jê vekişandiye artêşa Osmaniyan û hêzên wê yên paramîlîter Alayên Hemîdiye bi hemkariya axa û eşîrên kêm-aqil ên misilmanan nêzîkî mîlyon û nîv file û girseyek mezin a hejmara wê nediyar êzidî qir kirine. Di encama wê qirkirin û felaketa mezin da file, misilman û êzidiyan wenda kirin, Osmanî û Ûris bi ser ketin. Mele Mehmûdê Bazîdî 55 sal berê di têkçûna Mîrtiya Mîr Şemdîn û jina wî Melîke Xatûnê da va rastiya tehl dîtiye. Di hevoka dawîn a Hîkayeta Çel û Çarî da weha dibêje: “Lakîn hukumet gihaye destê Romê, biyanî hakim bûne, çerxa felekê bi kesekî ra nedomandiye.”14     

 

 

 

Çavkanî

 

 

 

  1. Jaba, M. Aexandre, Recueil de notices et récits Kourdes servant à la connaissance de la langue, de la littérature et des tribus du Kourdistan. Réunis et traduis en français par M. Alexandre Jaba, consul de Russie à Erzeroum, rp 21, Imprimerie de l’Academie Impériale des sciences. St. Pétersbourg, 1860.

  2. bnb*, rp 21

  3. bnb, rp 22-23

  4. bnb, rp 31

  5. bnb, rp 102

  6. bnb, rp 87

  7. bnb, rp 92-93

  8. bnb, rp 61

  9. bnb, rp 37-38

  10. Bazîdî, Mela Mehmûd, Cami’eya Risaleyan û Hikayetan bi Zimanê Kurmancî,  Amadekar: Ziya Avcı, Transkrîpta ji tîpên Erebî, nota Ziya Avcı, rp 124, Weşanxaneya Lîs, Diyarbakır, 2010

  11. Jaba, M. Aexandre, Recueil de notices et récits Kourdes …, rp 53, Imprimerie de l’Academie Impériale des sciences. St. Pétersbourg, 1860.

  12. bnb, rp 65-66

  13. bnb, rp 93

  14. bnb, 128

  15. Molière, Cimri, Antik, İstanbul, 2008

  16. Andriç, İvo, Drina Köprüsü, İletişim Yayınları, İstanbul, 2007

  17. Şemo, Ereb, Şivanê Kurmanca, Weşanxaneya Lîs, Diyarbakır, 2010

  18. Celîl, Prof. Dr Celil, Autobiyografıya Ebdurrezaq Bedirxan, Weşanên Pêrî, İstanbul, 2000

 

www. netkurd.com 16.10.2010

 

 

Not: Min ev gotar bi therminogia û orthographia nêzdîkî du sal in ez pê dinivîsim di ber çavan ra derbas nekirine û rast nekirine. Hûn dikanin têra xwe peyvên sosret ên bi navê kurdîya sade hatine peydakirin di van gotarên min da bibînin. Çimkî wan deman ez jî di nav wê komê da bûm. Ji ber ku min jî bi van peyvên sosret demeke drêj zirar daye zar û zimanê me ê şîrîn carek din ji xwendevanên kurdî lêbuhurîna xwe dixwazim…  

 



[1] Jaba, M. Alexandre, Recueil de notices et récits Kourdes, Avant-Propos de P.J.A. Lerch, pages: V-IX, St. Petersbourg, août 1860.