LI KUÇÊN STENBOLÊ GEDEKÎ STÛXWAR
Zarekî piçûk, di destê wî da cotek şimik li kuçe û kolanên Stenbolê digerîya. Sandoqa xwe a boyaxê danîbû cîyekî, li cotek sol digerîya. Cotek sol nanek danê hêvarê bû. Li pişta wî jacketekî pînekirî, di ningên wî da lastikên reş ên çîr û çevalî. Di wê serma zivistanê da qawe bi qawe digerîya. Hevalên wî ên li Stenbolê li mekteban, ew li kuçe û kolanan bû.
Hinekan ew ji karxanên xwe diqewitandin. Hinekan henekên xwe pê dikirin. Hinekan bi pîn û şîrpan ew ji qawên xwe davêtin der. Çend caran hevalên wî ên xerîb lê xistibûn, Xwedê zane. Çi dikir hînî vê jîyanê nedibû.
Kesî nizanibû ji ku derê ye, ji bo çi hatîye vî bajarî. Sêwî ye ya na? Gelo bav û dîya wî çi kar dikirin? Kesî bi van pirsan serê xwe jî nedêşand. Herkesî zanibû ku kurd e. Dema qise dikir kurdî û tirkî li nav hev dixist. Di çavên wî da tirs hebû. Çend birînînên ji şewatê hîna ji ser rûyê wî neçûbûn.
Her roj serê sibê bi rora ji xew radibû. Li dû nimêja sibê çend kevçî şorbe dixwar nedixwar sandoqa xwe davêt pişta xwe û derdiket. Car caran li ber dîwarekî berê xwe dida rojê û çend kêlîyan wek stuneke spîndarî lê mêze dikir. Di van çend kêlîyan da leq pê nediket. Dawîyê axîneke kûr jê dihat, û dest davêt firça xwe ji bo solan paqij bike.
Kî çi zane, belkî jî rojê tiştekî girîng danî bîra wî. Ji ber vê çavên wî tim li wî alîyî bûn. Li ku rûnişta berê wî tim li rojê bû.
Li gundê wî bi ser xanîyên şewitî da, bi ser koza êgir da berf dibarîya. Ne ava berfê û ne jî koza êgir dibû masî. Gava tavê dida serê, aveke reş ji bin berfê diherikî ber bi rûbêr ve. Avê tenîya reş dida ber xwe, dibir. Lê qêrîna zarên ku bi zindî hatibûn şewitandin? Lê şewata merivên şewitî, birîndar û mirîyên wan…? Ji kevirên şewitî, ji xanîyên bê meriv û ji gundên bêgundî bipirsin. Ew hîna li benda xwedîyên xwe ne. Ew’ê bi hêvîyeke bêkêmasî bersîvê bidine we. Ew’ê bi hêsrên çavan, ji we ra qala wî zarokê şîrîn bikin. Ji kuçên nav gund bipirsin. Ji çîyan bipirsin. Tenê ew kanin bi bersîva pirsa we ra çara meselê jî bêjin.
Ji çêbûna dinyayê bi vir da dermanê nexweşîyên cemaetî ên merivahîyê tim li çîya hatine dîtin. Zivistanê jî, ji bilindahîya çîyan tenê aşît nayên xwarê. Di her demê da, li her welatî bayên azadîyê tim û tim ji çîyan hatine. Nebêjin, zivistan e, sar e, berf dibare. Ji bo bayên azadîyê demsal tune ne. Şev û roj hîna nehatine gerdûnê. Demsalek wan heye, roj li cem şoreş û tarîyê ye. Ji wan bipirsin. Ew’ê bersîva ku hûn dixwazin bidin we.
Berx û karên zarokê piçûk ji bîra wî nediçûn. Pez û baxçê wan tim li ber çavên wî bûn. Firavîna li ber kanîyên sar jî her wisa… Hevalên wî, lîstikên wan ên wek çît, vaşartok, gog û gelekên din qed ji bîra wî nediçûn. Dixwast hema vegere gund, lê tiştek ji destê wî nedihat. Bi tenê di xewnan da mabû ew jîyan. Di çavên wî da hêvîyek dihate dîtin. Ew’ê vegerîya, ew’ê biketa nav bayê azadîyê. Bi vê bawer bû. Di bawerîya xwe da mafdar bû. Dilê wî li mala rojê, berê wî li roja sibê bû.
Reşemî, 1994, Stenbol.
Ev hîkaye di hejmara 100î a heftenama Welat da roja 16ê meha reşemîya 1994an bi navê min ê mustear Rojhat Azadî hatîye weşandin.