LI SER KURDÎ (1991-2014)
KURDIYA BILIND
Me bi salan xwast em zimanê xwe bi alfabeyek fonetîk binivîsin. Îro êdi em têdigihên ev ne mumkûn e û ne jî rast e. Ji ber ku di zimanê me da mîna gelek zimanên xwedî dîrokek dûr û dirêj gelek deng di nav demê da li hinek deveran weki xwe mane, li hinek deveran guherîne, li hinek deveran ji bilêvkirinê ketine, li hinek deveran çend formên heman peyvê hebûna xwe diparêzin. Bi heman awayî nivîsandina peyvên weha, bi gotinek din bi nivîsandinek wekî a Turkan ne mumkûn e. Em mejbur in vê rastiya xwe bibînin. Zêdebûna peyvên Kurdî yên hemdeng (homophone) bê guman ji vê rastiyê ne. Zimanê nivîsandinê dirûvê peyvan diparêze û bi vê parastinê rê li ber tevliheviyê digire. Dema em di nivîsandinê da dirûvên peyvan ên berê, ango dirûvên bingehîn bi kar bînin ew dê zimanê me yê hempar, Kurdiya bilind, di nav axifgerên hemî zaravên me da zûtir bi cih bibe. Di pêkanîn û standardkirina peyvên Kurdiya bilind da, bi qasî hemî zarav û devokên zimanê me, divê em ji Farisiya kevn, Pehlewî, Avestî û Sanskrît jî sûde werbigirin. Sebeba di zimanên wek Îngilîzî, Frenkî, Farisî, Almanî û gelekên din da xwendin û nivîsandin ne wekî hev e ji vê rastiyê tê.
Hinek rewşenbîr û zimanzanên di nivîsandina Kurdî da alfaba me ya bi tîpên Erebî bi kar tînin dema dibêjin Kurdên Bakur bi alfaba Turkî dinivîsin mafdar in. Celadet Bedirxan di çêkirina alfaba xwe ya bi tîpên latînî da bi giranî di bin tesîra alfaba Turkî û Frenkî da maye. Heta derecekê di bin tesîra Grekî û Rûskî da jî maye. Ev alfaba dişibe boxçeyek çel pîneyî ji roja destpêkê heya îro ji ber kêmbûn û kêrnehatina xwe ji gengeşî û guftûgoyan xelas nebûye. Ji guftûgoyên di kovara Hawarê da hatine weşandin em têdigihên ku Celadet Bedirxan guh nedaye hevalên xwe jî, çi bi dilê wî xweş hatiye ew kiriye. Dîsa ji nivîsên heman kovarê tê têgihîştin, dilê wî bi xwe jî li alfaba wî rûneniştiye ku di bin nivîsên Frenkî ên kovarê da navê xwe bi sîstema nivîsandina Frenkî wekî Djeladet Bedirkhan nivîsandiye.
Celadet Bedirxan li Germenîstanê di beşê hûkûkê da xwendiye. Dibe ku parêzerekî hêja be. Di nivîskarî, helbestvanî û karê weşanên periyodîk da bi ser ketiye. Welatparêz û rewşenbîrekî hêja ye. Lê ne zimanzan (linguist) e. Meriv bi xwendina çend pertûkên li ser warekî derî perwerdehiya xwe ya akademîk kane bibe xwedî zanînekê û wê zanîna xwe jî bi kesên derdora xwe û gel ra par ve bike, lê meriv nikane bibe pisporê wî warî. Ji bo pisporiyê perwerdehiya akademîk a fermî an jî a ji dil nebe nabe. Wekî her warî di vî warî da jî hinek kesên îstîsna derketine û xwe bi xwe gîhandine rada pisporiyê. Mixabin meriv nikane Celadet Bedirxan di nav van kesên îstîsnayî da jî bi cih bike. Heke em Kurd bi rastî dixwazin bibin xwedî sîstemekî nivîsandina hempar, berê her tiştî divê em xwe ji vê xeletiya dîrokî ya Celadet Bedirxan rizgar bikin. Lê divê em rind zanibin nexweşiyek bi nexweşiyek din jî xweş nabe. Ji bo xweşiya nexweşê me, ango zimanê me yê şîrîn, ji xeynî riya zanînê riyek din tune ye.
Gelemşa Kurdan a herî mezin ew e ku merivên têkiliya wan bi zimanzanî û fîlologiyê ra tune ye tim dixwazin rê li ber metodên zanînê bigirin. Dema meriv li guftûgoyên beşdarên konferans, sempozyum, panel û civînên li ser Kurdî dinihêre pir caran meriv şaş û mat dimîne. Li deverek din a dunyayê di vê sedsalê da ne mumkûn e meriv kanibe merivên warên wan ên pisporiyê ewqas ji hev û din dûr li ser mijarên lînguîstîk bigihîne hev û wan bi hev ra têxe nav guftûgoyên “zanistî”. Ne tenê di vê sedsalê da, di sedsala 20an da jî ne mumkûn bû. Ji van civînên ji aliyê beşdarên xwe ve ewqas rengîn ji aliyê zanînê ve tenê encamên xemgîn derketine. Bi gotina kurt kêr nehatine. Çend kes ne tê da, ji xeynî zimanzan û fîlologan ên dest neavêtine vî karî nemane. Peywîst e rojekê pêş da ev desttêwerdan bi dawî bibe. Li gor pîvanên dunya zanînê kî di kîjan warî da pispor be, li ser çi perwerdehiya akademîk girtibe û jê rind têgihîştibe divê di wî warî da xwe zêdetir pêş da bibe û riya zanînê ji gelê xwe ra vebike. Gelek zanîn hene. Her xwendeyê Kurd ne mejbûr e bibe zimanzan. Peywist e em jî êdî li gor pivanên zanîna gerdûnî tevbigerin û her merivê du peyv bi Kurdî nivîsîbe be bi navê zimanzan bi nav nekin. Di rastiyê da ev ji bo van merivan jî dibe barekî giran, û nikanin ji bin rabin.
Zaravên (dialects) zimanekî bi qasî ji bo wî zimanî kanin bibin zengînî, heke rind jê sûd neyê girtin û di bin banê zimanê bilind da negihên hev kanin bibin feqîrî, tevlihevî û xeterî jî. Wekî tê zanîn di civînên welatên Turkofon da zimanê hempar (Lingua Franca) Rûskî ye. Gelo ev zaravên Turkî çiqas zengînî ne û çiqas feqîrî ne? Kurdên bi zaravên cihê dipeyivin dema di civînekê da tên bal hev an bi Turkî, an bi Farisî an bi Erebî an jî bi ser van gişkan ra bi Îngilîzî dipeyivin. Gelo ev rastiya ne xweş zengînî ye an feqîrî ye? Ji hev û din tênegihîştina merivên bi zaravên cihê dipeyivin kemînek mezin a li ser riya netewebûnê ye. Divê rojekê pêş da zimanzanên me ji hemî zaravên me, Kurdiya bilind pêk bînin.
Heke em bixwazin ji zaravekî an jî ji devokekî (accent) zimanê netewî pêk bînin em dê zirara herî mezin bidin zimanê xwe û netewa xwe, em dê bi deh hezaran peyvên Kurdî wenda bikin. Ev polîtîka diyalektîst kane gelê me yê bi zaravayên cihê dipeyive berbide hev, heta kane li ser bingeha polîtîka zimên hestên wan ên netewî zaîf bike. Heke em ji hemî zaravên xwe Kurdiya bilind pêk bînin, em dê hemî zarav û devokan bi riya zimanzaniya sedsala bîst û yekî bigihînin hev û bêyî ku peyvek wenda bibe em dê kanibin zengîniya ji zarav û devokan tê bê kêmasî biparêzin. Li gel Kurdiya bilind ew dê hemî zarav kanibin bi serbestî hebûna xwe dewam bikin. Divê em bi xeşîmî û nezaniyên xwe ava çem, rûbar, newal û cuhokan di çemek an jî newalekê da nexeniqînin; peywist e em ava van hemiyan bêyî ku dilopek jî jê kêm bibe bigihînin deryayê û jê sûdê werbigirin. Ji bo gihîştina van armancên girîng divê akademiya zimanê Kurdî rojekê pêş da were avakirin, dest bi kar û barên xwe bike, da ku di vî warî da xewna netewî ya Kurdan rast bigerîne.
12 Gulan 2011, www.netkurd.com
BAKURÎ Û KURDÎ
Li kîjan welatî, di nav kîjan netewê da hatiye dîtin, meriv nivîsandina zimanê xwe li gor xwastina dilê partiyên rêzanî ji hev û din cihê bike? Dema li ser çareseriya gelşên rêzimanî, rênûsî, alfabeyî jî tê axaftin, ji zanyar an jî merivên têgihîştî ên vî warî zêdetir merivên ji dûr û nêzîk ve têkiliya wan bi vî karî ra tune ye li hev dicivin. Heke yekî ji vî warî têdigihê an jî di vî warî da xwe gîhandî hebe, ew jî li ber lingan diçe. Her yek gotina partiya xwe dibêje û bi vî awayî civîn hemî bê encam bi dawî dibin.
Di hinek civînên me yên zimanzanî da jî tenê rewşenbîr û nivîskarên partiyekê li hev dicivin, di nav xwe da xweşbêjek dûrî pîvanê zanînê li ser zimên dikin, encamnameyên bê wate dinivîsin û vedigerin malên xwe. Merivên ji partiya wan jî guh nadin wan encamnamên wan û di jiyana xwe da bi kar naynin. Ji van konferans, sempozyum, panel û forûman qed tiştek dernakeve. Ji ber ku her kes her tiştî zane, qiyamet rabe kes ji a xwe danakeve. Beşdarên van civînên li ser zimên hem zimanzan, hem dîrokzan, hem nivîskar, hem şaîr, hem ramyar, hem zanyar, hem rêzan, hem hunermend, hem pêşmerge bi gotina kurt her tişt in. Ji merivên her tişt bin çi derbikeve ji wan jî ew derdikeve.
Di nav partiyên ramyarî da, ên bakurî xwedî taybetiyekê ne. Di jiyana van partiyan da zimanê jiyanê Turkî ye. Çend kovar û bernamên bi Kurdî di çapemeniya wan da bên xwiyakirin jî ev rastî naguhere. Weşanên navendî yên hemî partiyên bakurî bi zimanên dereke tên weşandin. Serokên wan axaftinên xwe ên ramyarî bi Turkî dikin; pertûkên xwe bi Turkî dinivîsin, daxwiyaniyên xwe yên ramyarî bi Turkî didin medyayê. Bi xwişk û birayên xwe ra jî bi Turkî dipeyivin. Ger di şûna Turkî da bi Kurdî bipeyiviyana û binivîsandana, tenê di van bîst salên dawîn da ew’ê bi deh hezaran xwendevanên Kurdî derbiketana holê.
Ji sedî nod û nehên rayedarên kargeriya komel û saziyên partiyên bakurî li malên xwe jî, bi zar û zêçên xwe ra Kurdî na axivin. Civînên xwe bi Turkî bi rê ve dibin. Çend malbatên îstîsnayî ne tê da hemî rayedarên ramyariya Kurdên bakur li welatên rojava jî zarokên xwe dişînin dibistanên Turkan. Piraniya wan bi salan zimanê welatê lê dijîn hîn nabin. Ev nexweşiyeke mêjî ye. Têkoşer û berxwedarê di mala xwe da jî bi zimanê xwe yê maderî-netewî ne axive, eger nizanibe, ji bo hînbûnê tiştekî neke, gelo doza azadiya çi dike? Vê pirsê tim bê bersiv dihêlin. An jî dibêjin: heval, ziman navgîn e, ne armanc e. Merivê zimanê gelê xwe, netewa xwe nizanibe çiqas ji wî gelî, ji wê netewê tê hesibandin divê ev Kurd hinekî din bidin ber hev û ser hev.
Nivîskarên Kurd ên bi Kurdî dinivîsin, lê di malên xwe da bi maliyên xwe ra bi zimanekî dereke dipeyivin di doza azadiya çandî da çiqas ji dil in? Merivên weha tenê kanin bibin mijara yariyên kennogirî. Sosretiyek rewşenbîrên Kurd jî ev e. Piraniya wan bi Turkî difikirin û nivîsên xwe peyv bi peyv werdigerînin Kurdî. Heke bi zimanekî din binivîsandana bê kêmasî ew’ê bibûna xwediyên perûyên nivîsandina berbad.
Di rewşa heyî ya da, li bakurê welatê me meriv nikane ji gel îdealîstiyê bixwaze. Lê rewşenbîr, nivîskar, hunermend û rêzanên têkiliya welatparêzî û zimên di asta herî bilind da li her derê tînin zimên û mîna benîştê qanikan di devê xwe da dicûn divê hinekî din li ser gotin û kirinên xwe biramin. An bira pêdiviyên gotin û nivîsên xwe pêk bînin, an jî çawa dijîn bira weha bipeyivin û binivîsin. Ramyariya li ser, bi gotina min bike, lê tiştên ez dikim meke, hatiye danîn kane zirarek mezin bide kesayetiya meriv.
Gelek kesên navên Kurdî li zarên xwe dikin, lê zarên wan bi Kurdî nizanin, qed şerm jî nakin. Bi ser da pozbilindiyê dikin. Jê were kes nikane bi qasî wan bibe welatparêz, kes nikane mîna wan di ramyariya netewî û navnetewî da Kurdan temsîl bike. Serbilindiyek ser sêrî dijîn. Rastiyek wan a din jî ev e: li ku rûnin behsa xweşikî û zengîniya Kurdî dikin. Hûn azadiyê berxûnî bikin dibe bindestî. Azadiya ev meriv di rabûn û rûniştina xwe da qal dikin tim berxûnî ye? Heke rewş weha bidome, ew’ê li bakurê welatê me di nav sed salî da zimanê me jî bikeve nav zimanên mirî, an jî zimanên li ber mirinê. Pêwîst e ramyar, rewşenbîr, hunermend û rêzanên me rojekê pêş da rastiya hebûna xwe bînin bîra xwe û di malên xwe da, heta gengaz be di her warê jiyana xwe da bi zimanê xwe yê maderî-netewî bijîn, alîgir, xwendevan, guhdar û bînerên xwe teşwîkî jiyanek bi Kurdî bikin.
Hêmana sereke ya gelan dike xwedî çand û hêjahiyên netewî zimanên wan ên zindî ne. Dema ziman bimire, di rastiya xwe da hebûna gel jî pê ra bi dawî dibe. Îro bi mîlyonan bakurî gornên xwe dikolin. Haya wan jê nîne. Meriv bi awayekî kane rojekê rê li ber xwekujiya bedenî bigire. Lê sekinandina xwekujiya bi rûxandina mêjî dest pê dike pir dijwar e. Pir caran şûnda veger ne gengaz e. Pêwîst e em ji bîr nekin hêj çend sed sal berê Misirî bi Qiptî, Lubnanî bi Fenîkî dipeyivîn. Lê îro ev her du ziman jî tenê dibin mijara lêgerînên zanistiyên kolanzanî (archaeology), dîrokzanî û hinek zanînên din ên li ser çandên mirî kar dikin. Heke em îro heşê xwe neynin serê xwe, mimkûn e sibe pir dereng be.
11 Gulan 2010, www.netkurd.com
A proposal for Latin based Kurdish alphabet
In the case of the recent debate regarding Standardisation of Kurdish language I have different view and I would like to forward my proposal below. I was born in Amed in 1968. I was graduated from French philology in Ankara. I worked in Istanbul Kurdish Institute for 4 years. Then I have worked as English and French teacher, and translator more than ten years.
A proposal for Latin based Kurdish alphabet
We have written a lot of proposals on Latin based Kurdish alphabet so far. Sometimes we have tried to create an alphabet similar to Turkish one, sometimes we wanted to have the world easiest one, and we tried to form the simplest alphabet for writing our language. Sometimes we have studied just one of our dialects especially Kurmanji or Sorani. We rarely think of the most answerable alphabet and writing system for all dialects of Kurdish. We do not have to create the world simplest or most difficult writing system for our language. This proposal may help us to create the most answerable alphabet to write Kurdish.
There are some exceptions in this proposal. I think they do not make difficult the language. People do not learn languages by themselves, but in schools or courses. English and French do not have the easiest alphabet or orthography. This reality does not prevent them to become two common international languages. When we need to learn a language we learn it with its rules.
The Kurdish most important problem is that we still do not have a common language. We have a lot of dialects. The Kurds cannot understand each other because of different dialects. After the step of forming a common writing system for all of our dialects we have to start to create our lingua franca from all the words of all Kurdish dialects, as soon as possible. We need a Kurdish Language Academy where the scholars graduated from linguistics or philology departments of universities will be able to study together to realize this very important mission. The people who learn this common language will understand all of Kurdish dialects easily.
Alphabet
Majuscules: A, B, C, D, E, F, G, H, I, J, K, L, M, N, O, P, Q, R, S, T, U, V, W, X, Y, Z
Minuscules: a, b, k, d, e, f, g, h, i, j, k, l, m, n, o, p, q, r, s, t, u, v, w, x, y, z
No |
Letters |
It sounds like in |
Some Kurdish Words |
1 |
A |
arm, fast, butter |
abori, adar, ager, ali, ari, aso |
2 |
B |
brother |
ba, bend, bir, boran, buhar |
3 |
C |
C before A, E, I, O, U in Spanish and English |
ca, car, com, con, coco, culav, Curdi, caerr, cuel, cuem, ced, cera, ci, cinema, cirk |
4 |
D |
did |
dar, dem, din, dor |
5 |
E |
hat, ten, spoken, French et, clé, dés |
endam, economi, em, ev; haten, hengev, goten; ave, bare, cale |
6 |
F |
fall |
fani, ferat, ferr, fistan, fort, froten |
7 |
G |
Get |
gav, geli, gihanden, gli, Goran, gran, guhar |
8 |
H |
how, a special Kurdish guttural sound |
hay, heiro, hevi, Hewraman, hina, hozan, hur, hunder; cahr, mahr, tahl, tahzsi, czahv, tuhok |
9 |
I |
see, sit |
ijar, iman, incar, inni, irani |
10 |
J |
job |
jan, jem, jerr, jeirr, jiran, jot, juten |
11 |
K |
key |
ka, ken, kel, kem, keya, ki, yek, czak, czek, cok, |
12 |
L |
leg |
lal, lem, lei, lis, Lor, lur |
13 |
M |
man |
mag, mard, meh, meir, mi, mor, mu |
14 |
N |
no |
na, neh, nei, nir, no, nu |
15 |
O |
door, saw |
ogher, ox, ol, opera, ordek, ordi |
16 |
P |
Spanish P: Pablo, pero |
par, peya, pe, pir, ponezsin, pung |
17 |
Q |
Arabic Qatar |
qad, qet, qern, qerrin, qiz, qor, qut, qurf |
18 |
R |
red, parity |
rast, reng, rend, re, ri, roz, ru |
19 |
S |
so |
sar, ser, seng, sev, si, Soran, spi, susek |
20 |
T |
train and Spanish te, té, |
ta, te, tei, tir, to, tou, tu, Terki, teir, tum |
21 |
U |
out, too, Kurdish |
ud, uti, bun, hun, cur, zu; Curmanji, gulan, Curdi |
22 |
V |
voice |
va, vedan, verr, vei, vin, volcan |
23 |
W |
window |
wan, we, wei, wi, wulo |
24 |
X |
German ch: achtung, buch. |
xani, xelat, xem, xev, xox, xuz, xwenden |
25 |
Y |
yes, system |
yar, yek, yom |
26 |
Z |
zero, zoo |
zar, Zaza, zer, zendi, zin, zor, zu |
Some basic rules:
-
There are more than forty diagraphs to separate the writing of homonyms, hynonyms and show the other different words. The highlighted 11 of them are much more important than the others in our writing system. We use three of these eleven important diagraphs, sh, xw and zh, everywhere not just to separate one word from other:
aa [a], ae [ae] and [e], ai [ae], au [o] and [o:], ea [ae] and [e], ee [ı] and [ı:] ei [é] and [é], ou [u] and [u:] ie [i] and [i:] ii [i] and [i:], oo [u] and [u:], ou [u] and [u:], ue [é] and [é:] bh [b], ch [ts], dh [d], fh [f], gh [gh], jh [j], kh [k], mh [m], nh [n], ph [p], qh [q], rh [r], sh [sh], sz [sh], td [t], th [t], ts [ts], xv [xw], xw [xw], vh [v], wh [w] zh [zh], zs [zh]:
xwaar, zraav, baer, daest, bei, wei, bair, jaut, laur, bear, geer, biera, wii, boom, boum, hour, bue, lue, bhend, chek, cho, dhin, magh, fhit, jhel, khar, kheir, khal, lhei, mhat, nhav, phar, phan, phin, qham, rhast, shadi, shar, shev, shin, shokh, shushten, szar, szin, tda, tha, thei, thu, tsek, tsem, xvar, xwaren, xwasten, xwe, xwenden, vhedan, wher, zhan, zhenin, zher, zhin, zhor, zhuni, zsar, dezsi -
The letter Y is usually used as a morpheme between two vowels. Among the same vowels and i…a, i…e, (ae and ei), i…o, i…u, o…a, u…o, u…a, u…e (ae) it is usually not a morheme and pronounced like Y in YES. However there are exceptions in both cases.
-
There are five diphthongs:
ay, ey, iy, oy, uy:
jaya, maya, dayik, payiz sayi, aghaye, kaye, naye, aghayo, ciyayo, amadeyi, gedeye, heye, keya, serevdeye, penahendeyo, sherpezeyo, biyani, zhiyan, aliyek, briye, xwendiye, bazhariyo, zendiyo, mriyo, hemwelatiye, rendiye, wi triyi, wi gundiyi, goya, koye, coye, goyi, koyi, koyo, reshoyo, rendoyo, bebuya, buye, cuye, cuyei, hatebuya, muyin, peshtuyi, ruye, touya -
We can write all phonetics stressed by doubling the same consonnants like bb, dd, kk, ll, rr, nn etc. in and at the and of the words:
berrin, gelle kurd, kerrin perr, rebbe aleme, haddad, shekkal, tunne, be rumetter -
Our nasal sounds are very similar to the French nasal sounds:
ban, bun, cun, don, gewen, gran, kon, lan, nalin, men, ron, zen, zhan, zin -
We have several blends like br, cr, dr, fr, gr, kr, mr, str, tr, zr; bl, cl, dl, gl, kl, pl, ql, sl, sp, st
bra, cra, drezh, frar, gring, kren, mren, stran, tri, zrav, blur, clo, dlop, gli, klit, pleng, qloc, slav, spi, star -
It is possible to write Arabic AYN with five basic vowels, a, e, i, o, u:
alem, areb, awr, ayni, erd, ilm, Isa, bellui, orin, Umre, Umer -
It is possible to write Arabic GHAYN and HA using the phonemes /g/ and /h/. In case of hynonym and homonym we should write gh instead of g:
aga, geyda, gedar, gurbet, magh, megel, haj, hejer, hut. -
The monemes ze, zi and the words including roz should be considered as exceptions. Because of their high percentage of using it is better to write them without using zh diagraph.
-
We should use the letter Y to separate homonyms and hynonyms: ary, byr, shyn
-
If we use a writing system like that we have to give the pronuniation of all of our words in the dictionaries.
-
The letter X should be used for the same voice in words which come from Latin and Germanic languages: taxi, extra, maximum, express
-
For foreign geographical words and private names from the languages of the nations that do not use latin alphabet we must use our common diagraphs with English, ch, gh, kh, sh, zh, because they are more international. Abkhazia, Afghanistan, Aleksander Solzhenitsin, Ali Sheriati, Ayetullah Khumeyni, Baghdad, Chad, Chechenia, Muhammed Khatemi, Mikhail Sholokhov, Khristos Zoumis, Pervez Musherref, Salman Rushdi, Shimon Peres, Zalmay Khalilzad
-
It is better to write the foreign scientific words like or near their original pronunciation: arkeologi, biologi, communist, digital, economi, internacionalist, psicologi, socialist, sociologi, stacion, televizion
-
We must write the name of people who use a version of Latin alphabet as their original. If they include letters that are different from 26 letters of alphabet, we must write them with one of 26 letter which is very near as a symbol: Albert Camus, Miguel de Cervantes, Ernesto Che Guevara, Francois Mitterand, George Washington, Goran Bregovic, Hans Christian Andersen, Ho Chi Minh, Isaac Asimov, Ismail Besikci, Jean-Jacque Rousseau, John Baez, Nazim Hikmet, Nelson Mandela, Yasar Kemal
-
We should write the first letter of national, linguistic, locale adjectives and nouns as majuscule not minuscule: Afgan, Amedi, Bengali, Berlini, Chini, Curd, Curdi, Dersemi, Duhoki, Ermeni, Faresi, Flaman, Flamani, Frenk, Frenki, Grek, Greki, Gurji, Hewleri, Hewrami, Hindi, Ibrani, Inglesi, Iraqi, Israili, Italian, Italiani, Mehabadi, Merdini, Mesri, Pakistani, Ruski, Slivi, Suryani, Urdui, Tehrani, Terk, Terki, Wani, Yemeni
-
We should write the first letter of the names of months and seasons with majuscules: Rebendan, Reszemi, Mard (Adar), Avrel, Gulan (Mais), Puszper, Temmuz (Tirmeh), Gelawezs, Rezber (Kela Rezan), Kewczer, Sermawez, Berfanbar; Buhar, Havin, Paiz, Zevestan.
-
We should write the names of the days with minuscules, if there is not an orthographic reason like to be the first word of the sentence etc.: szemi (szembe), yekszemi (yekszembe), duszemi (duszembe), ceszemi (ceszembe), czarszemi (czarszembe), penjszemi (penjszembe), ini (heyni)
Linguists and philologists who think we need a reform on Latin based Kurdish alphabet can send their opinions and comments about the above proposal to my email address at raif@ymail.com
http://www.kurdishacademy.org/?q=node/238
JI BO KONFERANSA ZIMANÊ KURDÎ YA ENSTÎTUYA KURDÎ YA BERLÎNÊ
NIVÎS Û ALFABE
Dîroka Nivîsê
Ji afirînên mirovahiyê yên herî mezin yek jî bê guman nivîs e. Gelek awayên nivîsandinê hene. Wênenivîs (pictograms), têgenivîs (ideograms) û sîstema alfabê di dîroka nivîsandinê da sê qonaxên bingehîn in.
Wênenivîs ji nîşanên (symboles) navên berbiçehv (concrete) pêk tên. Dîroka bikaranîna wan heta Dema Qeşayê diçe. Kes nizane mirovan kînga, çawa dest bi bikaranîna wênenivîsan kiriye. Li gor hinek nezeriyan (theories) merivan bi rasthatinî peyda kirine, li gor hinekan jî, ji veguherînên bi awayekî xwezaî derketine holê. Hinek şarezaiyên wek Indiyanên Bakurê Amerîkayê ji xeynî wênenivîsê, sîstemek nivîsandinê ya din pêş ve nebirine.
Têgenivîs ji wênenivîsê dijwartir e. Xwedî tevliheviyek zêdetir e. Li gel vê, gelek dimînin hev. Bingeha wan li ser heman tiştî ye, lê nîşanên tên bikaranîn ne tenê ji bo anîna zimên ya raman û kirinên berbiçehv e; ji bo îfade kirina raman û kirinên neberbiçehv (abstract) jî tên bikaranîn. Gelek çandiniyên ku demek dirêj wênenivîs bi kar anîne, têgenivîs pêş ve birine.
Ji bo daîna dengên ku parçên peyvan pêk tînin, bikaranîna îşaret an jî tîpan, alfabe sîstemek nivîsandinê ye. Bi gotinek din hemî tîp an jî îşaetên di nivîsandina zimanekî da ji bo daîna dengên peyvan tên bikaranîn, alfaba wî zimanî pêk tînin. Alfaba Mors, alfaba ker û lalan, alfaba Deryaiyan û hwd. alfabên taybetî ne. Van alfabana ne babetên vê nivîsê ne.
Sumeran 3500 sal berî bûyînê (Berî bûyîna hezretî Îsa), dest bi bikaranîna sîstemek wênexet (pictographic) kirin. Bi pev ve kirina çend wênexetî têgexet îcat kirin. Di vê sîstemê da ji 1,500î zêdetir nîşanên ji hev cihê yên ku xwendina wê dijwar dikirin hebûn. Li gor çehvkaniyekê jî, di têgexeta sumerî da 20.000 nîşanên hêsan û hevedudanî (composed) hebûne. Nivîsa bizmarî bû alfaba ku nîşanan ji bo daîna fonem (phoneme) û dengên di zimanekî da hene, bikar bîne. Ev ji bo ku di nivîsandina zimanên din da jî were bikaranîn hêsaniyek bû. Ji ber ku nivîsa bizmarî xwedî sîstemek denganî (phonemic) bû, di nivîsandina gelek zimanên cihêreng yên wek akkadî, babîlî, kenanî, hîtîtî, farisiya kevn û ûrartûyî da hat bikaranîn.
Lêgerînên dawîn yên arkeozanî, li ser dîroka nivîsê rastiyek din derxistin holê. Di encama xebata du lêgerînerên hîndî û hîndzanekî amerîkî da hat dîtin ku 3500 sal berî bûyînê, bi sumeran ra di eynî demê da, merivên aîtî şarezayiya Saraswatî li ser tabletan nivîs nivîsîne. Saraswatî bi navê pêşiyên şarezayiya Indus tên nas kirin. Di vê nivîsa ku li gor ya Indus zêdetir kevn e da dengdêr tunne ne.
Pergala nivîsa wênepeyv (hieroglyphs) ya misiriyan, li gor yên din zêdetir tê nasîn. Misiriyan 3000 sal berî bûyînê dest bi bikaranîna wênepeyvan kirin. Misiriyên berê bawer dikirin ku xwedê ev wênepeyv dane wan. Bi qasî ramanên berbiçehv, ramanên neberbiçehv jî bi hêsanî pê dinivîsîn û di heman demê da ji bijîşkiyê bigirin heta lawijên olî, edebiyat, perwerdehî, qirşûqal û gotinên gelêrî di her warê jiyanê da hatiye bikaranîn. Di heman demê da alfabeke têkûs jî îcad kirin; lê wênexet tercîh kirin, tenê nav bê peyv (glyphs) nivîsandin. Piştî Misira kevn tu şarezaiyê wênepeyv bi kar ne anî.
Nivîsa çînî ya herî kevn berî bûyînê di salên 1200î da hat dîtin. Kes baş nizane kînga hatiye îcad kirin. Li ser destpêka nivîsa çînî du dîtinên nezerî hene. Li gor ramanên hinekan ev ji nivîsên şarezaiyên din hatiye girtin. Ji ber ku hinek nîşanên dimînin nivîsa bizmarî ya sumerî û nivîsa Rojhilata Nêzîk hene. Ên din bawer dikin ku bi awayekî serbixwe hatiye afirandin. Nivîsa çînî bi bikaranîna wênenivîsê dest pê kir. Ev di nav demê da veguherî têgenivîsa ku îro hîna li gel sîstema wan ya kîteyî (syllabic) tê bikaranîn. Di çînî da ji 40,000î zêdetir tîpdirûv (characters) hene. Paşê japonan sîstema wan ya nivîsê li zimanê xwe yê zor cihê anîn.
Mayayên ku li Amerîka navendî jiyane, peyvên (glyphs) ku piraniya wan ji wênên ajelan pêk tên bi kar anîne. Ji ber vê gelek merivî baweriya xwe pê anî ku wan sîstemek nivîsa wênexet bi kar aniye. Lê di rastiya xwe da ev nivîsek kîteyî bû. Maya li gel alfabeke 44 tîpî hinek wênenivîs jî bi kar anîne. Mayan tu carî peyvên xwe hêsan nekirine.
Dîroka Alfabê
Bi qasî 1000 sal berî bûyînê, fenîkiyan alfabeke îcad kirin. Nivîsîn û xwendina bi alfaba fenîkiyan hêsan bû. Di alfaba wan da 22 tîp hebûn. Tê da dengdêr tunne bûn. Ji ber ku di zimanê wan da zêde dengdêr tunne bûn. Alfaba wan destpêka alfaba îro tê bikaranîn e. Peyva “alfabê” jî ji navên du tîpên wan yên destpêkê “alef” û “bet” tên. Fenîkî bazirgan û deryaî bûn, diçûn gelek deveran. Ji ber vê alfaba wan zû belav bû.
Dema girekan dest bi bikaranîna alfaba fenîkiyan kirin, ji bo ku girek hêsantir kanibin bibêjin, navên gelek tîpan guhertin. Li gor zimanê fenîkiyan di girekî da zêdetir peywîstî bi dengdêran hebû. Di vê rewşê da girekan li gor peywîstiyên zimanê xwe dengdêr lê zêde kirin. Ji bo vê kirinê jî, ji alfaba aramî îşaret girtin, lê watên wan guhertin. Bi gotinek din ev îşaret li zimanê xwe anîn. Pênc sed sal berî bûyînê di alfaba girekî da 17 dengdar (consonants) û 7 dengdêr (vowels) hebûn. Di sêrî da girekan ji alê rastê ve ber bi alê çepê dinivîsîn. Paşê wekî xetên cot yên li ser zeviyê li hev vedigerin ji alê rastê ve ber bi çepê, ji alê çepê ve ber bi rastê nivîsandin. Va awayê nivîsê bi navê vegera gê (bûstrofêdon) tê bi nav kirin. Di girekî da bûs ga ye, strofên jî vegerîn e. Ji berî bûyînê 200 salî bi vir da her tişt ji alê çepê ve ber bi rastê nivîsandin. Girekan dest bi nivîsîna tîpên gir kirin. Li ser keviran bi tîpên gir, li ser papîrûsan û tabletên findî bi tîpên piçûk dinivîsîn, nola du alfabên ji hev cihê li wan dinihêrîn. Girek deryaî bûn û li çar aliyên derya Spî digeriyan, di vê rewşê da alfaba wan li Ewrûpê belav bû.
Etrûsk li navenda Italiyayê dijiyan. Alfaba etrûskan ya 26 tîpî ji alfaba girekî hatiye girtin. Hemî tîp nedihatin bikaranîn, ji ber ku di alfaba girekî da hebûn, wan ew bi hêsanî girtibûn. Di destpêkê da navber ji bo ji hev cihê kirina peyvan nehatiye bikaranîn. Hemî peyv bi hev ve tên nivîsandin. Demekê şûnda ji bo ku peyvan ji hev cihê bikin dest bi bikaranîna xalên ji hev (dots) kirin. Di nav demê da kîte jî cihê hatin nivîsandin. Etrûskan jî fena girekan pêşiyê ji alê rastê ve ber bi alê çepê nivîsandine, paşê bûstrofêdon nivîsîne. Di nav demê da ji alê çepê ber bi rastê nivîsîne.
Berî bûyînê di salên 510î da dema ku Roma ket bin serdestiya keyên etrûskan, romiyan dest bi bikaranîna alfaba etrûskiyan kirin. Di vê demê da jî, romiyan bi latînî axaftina xwe domandin. Piştî serdestiya etrûskan bi dawî bû, romiyan di vê alfabê da hinek guhertin pêk anîn. Romiyan tîpên j, u, w, y û z li alfabê zêde kirin. Romiyan jî berê mîna etrûsk û girekan alfabe bikaranîn. Di sedsala yekem ya bûyînê da hemî tîp bi hev ve dinivîsîn. Di nivîsandina belgên fermî û zêdekirina pertûkan da bikaranîna tîpên gir gelek zeman digirt. Tîpên gir û piçûk nola du alfabên ji hev cihê didîtin. Piştî bûyînê di salên 700î da, dema pertûka bi navê Charlemagne, the Holy Roma Emperror, ji nû ve bi destan hat nivîsandin, destnûseran dîtin ku bi tîpên piçûk hêsantir û zûtir tê nivîsîn, lê tîpên mezin xweşiktir xwiyane, cara yekem tîpên gir û piçûk bi hev ra hatin bikaranîn; tîpên destpêka hevok û navan gir hatin nivîsandin. Alfaba latînî ji alfaba etrûskan û nivîsên din yên îtalîk pêk tê. Bi serdestiya împaratoriya Romiyan û destilatdariya dunya rojava alfaba latînî bi serê xwe li welatên bindest belav bû.
Di dema bikaranîna alfaba roman da, îşaretên nivîsandinê bi cih nebûbûn. Navber ji bo ji hev cuda kirina hevokan dihat bikaranîn. Di salên 780î da cara yekem îşareta pirsê hat bikaranîn. Işaretên nivîsê yên din paşê derketin holê. Di sedsala heyştan da keşên Ingilîstan û Irlandê navber ji bo ji hev cihê kirina peyvan bi kar anîn.
Sala 863an alfaba kirîl hat îcad kirin. Du keşên xirîstiyan ji bo nivîsandina zimanên silav ev alfabe îcad kirin. Di van zimanan da gelek deng hebûn. Ne alfaba girek ne jî ya roman têr nedikir. Wan jî di rewşek weha da her du alfabe li nav hev xistin û jê alfaba kirîlî ya îro di zimanê ûris û gelek zimanên din da tê bikaranîn amade kirin.
Haletên Nivîsê û Alfabe
Afirandina haletên nivîsandinê hîkariyek mezin li ser guherîna dirûvên tîpan kir. Dema ku nivîs li ser keviran bi kertkirinê dihat nivîsandin tîp xwedî koşên tûj bûn. Ji ber ku kişandina xetên gilover û qov zor dijwar bû.
Bi bikaranîna papîrûs, tabletên findî, postên ajelan, kaxiz, hubr û pênûsê ra drûvê tîpan gelek guherî. Piraniya tîpên ku berê bi koşe bûn dirûvên qov û gilover girtin.
Piştî bûyînê di salên 600î da çîniyan haletekî çapkirinê yê bi tîpên cih guherbar çêkirin. Di heman demê da li gor welatên din yên dunyayê zêdetir berhemên nivîskî weşandin. Di vê demê da li Ewrûpê pertûk bi destnivîsê dihatin zêde kirin, ji ber vê sebebê jî buhatir bûn. Vî karî zêde zeman digirt.
Piştî Charlemagne welatan dest bi pêşvebirina awayê nivîsandina tîpên xwe kirin. Di demek kurt da li gelek welatî heman tîp bi dirûvên dûrî hev hatin nivîsandin. Piştî bûyînê di sala 1438an da Gutenberg makîna çapkirinê ya xwedî tîpên cih guherbar çêkir. Piştî afirandina sîstema çapkirinê va helwesta ji hev cihê nivîsandinê bi dawî bû. Ji ber ku nivîser (printers) kêrî gelek setên tîpên cihê nedihatin, û wan jî dixwastin ku pertûkên wan li çar alî Ewrûpê bên firotin. Di vê demê da çapkirin hêj gelek dijwar bû, ji ber ku qalibê ji bo rûpelekî dihat amade kirin, kêrî bikaranînek duwem nedihat.
Di tîpnivîsek çîniyan da bi qasî du hezar tîpdirûvî hene. Ev nivîsê dijwartir û hêdîtir dike. Lê niha temamiya 40 hezar tîpdirûvî di bîra (memory) komputer da hatine bi cih kirin û di vê rewşê da zêdetir têgeh pê tên zimên.
Bi afirandina tîpnivîs, çapxane û komputer tîpên alfabên cihêreng jî, dirûvên xwe yên standard girtin. Tîpên alfaba latîn jî di encama van guherînên di warê haletên nivîsandinê da dirûvên xwe yên îro girtin.
Deng û Tîp
Dema ku gelekî alfaba zimanekî girtiye û li zimanê xwe aniye ne tenê li zimanê xwe anîne. Tîpên zêde yên wan alfaban jî girtine û ew tîp di nivîsandina peyvên zimanê ku alfabe jê girtine da bi kar anîne. Alfaba osmanî û farisî ji ierebî hatine girtin. Tîpên ku ji bo dengên ku di van her du zimanan da tunne ne lê di ierebî da hene, di alfabên van zimanan da cih digirin û ev tîp di nivîsandina peyvên ierebî da tên bikaranîn. Meriv kane alfaba kurdî ya bi tîpên ierebî jî di vî warî da mînak bide.
Di nivîsîna peyvên firenkî da tîpên k û w tunne ne, lê di alfaba firenkî da ev tîp hene. Van tîpan tenê di nivîsandina peyvên biyanî da bi kar tînin. Dîsa di firenkî da dengên /c/ û /x/ û /ç/ tunne ne, lê ji bo nivîsandina van dengan dudingên (dîptongs) standard yên wek DJ, KH, TS û sêtonga TCH tê bikaranîn. Di almanî da dengê /c/ tunne ye, lê ji bo nivîsandina peyvên biyan pêncdenga DJSCH tê bikaranîn.
Di peyvên tirkî da dengê /j/ tunne ye. Lê di alfaba tirkî da tîpa J heye û di nivîsandina peyvên ji zimanên biyanî ketine tirkî da tê bikaranîn. Di zimanê Avestayê da dengê /l/ tunne ye, lê îro di farisî da jî, di kurdî da jî, ji bo nivîsandina vî dengî tîpek heye. Di zaravê soranî da ji bo dengê /ll/ ya bi sitûr tîpek din tê bikaranîn.
Dema ku gellekî alfaba gellekî din girtiye û li zimanê xwe aniye, dengên ku ji bo nivîsîna wan di alfabê da tîp an jî nîşan tune bin, tim li derdora tîpa dengê nêzîk li çareseriyê geriyane. Efxan, faris, kurd, ûrdû, tirk, û gell û netewên piştî pejirandina ola îslamê dev ji alfabên xwe yên netewî berdane, an jî, nû bi alfaba ierebî dest bi nivîsandina zimanê xwe kirine, dengên di van zimanan da, hene, lê di ierebî da tunne ne, bi hinek guherînên li ser tîpên di ierebî da dengên nêzîkî dengên peywîst didin, gelşên xwe yên alfabeyî çareser kirine:
Di erebî da dengên /g/, /ç/, /j/, /p/, /o/, /ê/, /v/, tunne ne. Ji bo nivîsandina zimanên ku tê da ev deng hene hinek îşaretên wek sê nuqte, kumik û xetek danîne ser tîpên ierebî kef, cîm, zê, bê, waw, yê, fê. Di alfaba kurdî ya bi tîpên erebî ya ku îro hîna ji alê kurdên Başûr û Rojhilat ve tê bikaranîn da, bi heman awaî îşaretekê datînin ser lam û rê ya erebî û bi vî awaî dengên sitûr yên /rr/ û /ll/ jî di nivîsê da nîşan didin.
Di zimanên bi alfaba latînî tên nivîsandin da jî, dengên di vê alfabê da tunne bûne bi heman awaî lê hatine zêde kirin. Di almanî, firenkî û îngilîzî da bi giranî bi pevdengên ji dengên tîpên nêzîk nivîsandina dengên /ş/, /ç/, /ts/, /x/, /j/, /û/, /c/, /ü/, /ö/ di zimanên balkanî û îskandînavî da bi danîna ser tîpên dengên nêzîk hinek îşaretan ev gelşa nivîsandinê hatiye çereser kirin. Di alfaba rûmenî, macarî, polonî, tirkî û hinek wek ên din da jî bi danîna îşaretên ser tîpên di alfaba latînî da dengekî nêzîkî dengê pêwîst didin tîp hatine zêde kirin.
Tîpa J ya alfaba latînî ya standard di zimanên bi sedsalan e bi vê alfabê tên nivîsandin da ji bo dengên ji hev cihê tê bikaranîn. Ev tîp di îtaliyanî û almanî da ji bo dengê /y/, di firenkî da ji bo dengê /j/, di îngilîzî da ji bo dengê /c/ û di sipanî da ji bo dengê /x/ tê bikaranîn. Tîpa X di zimanên ji mêj ve bi alfaba latînî tên nivîsandin da ji bo dengê /ks/ an jî /qs/ û /ss/ tê bikaranîn. Ev tîp tenê di alfaba zimanê baskî da ji bo dayîna dengê /ç/ û di kurdî da ji bo dengê /x/ tê bikaranîn.
Gellên ku di nivîsandina zimanê xwe da alfaba kirîlî bi kar tînin jî bi heman awaî alfabe li zimanê xwe anîne û pê dengên di zimanê xwei da dinivîsin. Di nav gelên ku herî baş ev alfabe li zimanê xwe aniye û dengên bingehîn yên zimanê xwe bi vê alfabê baş nivîsandine yek jî gellê kurd e. Kurdan ji bo nivîsandina zimanê xwe li gel danîna hinek îşaretan ya li ser tîpên kirîlî yên dengên nêzîkî yên di kurdî da, du tîp jî ji alfaba latînî ya îro girtine û lê zêde kirine. Baş tê xwiya kirin ku ev alfabe ji alê zimanzanan ve li zimanê kurdî hatiye anîn. Heman rewş ji bo gellên din yên bi alfaba kirîlî dinivîsin jî rastiyek nayê înkar kirin e. Alfabên komarên tirk yên ku vê alfabê bi kar tînin jî, ji alê nivîsandina dengên van zimanan ve têkûs in.
Guftûgoyên li ser guherîna alfabên zimanên komarên tirkofon ên sovyeta berê zêdetir ramyarî ne. Ên ku dixwazin ji vê alfabê derbasî alfaba latînî bibin, bi du armancî vê dixwazin. Gellên li van komaran dijîn dixwazin zêdetir bibin parçekî dunya rojava û zêdetir ji haletên nivîsandinê yên rojavayî sûdê werbigirin. Thirkiya û hinek derdorên ramyarî yên van komaran dixwazin ku dunya tirkofon bibe xwedî alfabeke hempar. Ïro kurd jî hema hema bi heman armancan dixwazin bi temamî derbasî nivîsa bi alfaba latînî bibin.
Dîroka Nivîs û Alfaba Kurdî
Kurdî li gor şert û mercên demên dîrokî bi alfabên cûr bi cûr hatiye nivîsandin. Ji ber tunnebûna îstîkrara ramyarî tu demê kurd nebûne xwedî alfabeyek netewî.
Medan li alfaba bizmariya ûrartûyan 6 tîp zêde kirine û alfabeke ji 42 tîpan amade kirine. Alfaba ûrartûyiyan bi tîpên xwe yên heyî têrî nivîsandina dengên bingehîn yên medî nekiriye. Ji bo ku alfabê li zimanê xwe bînin şeş tîp lê zêde kirine.
Li gor hinek çehvkaniyan alfaba avestî ji 44 tîpan, li gor hinekan jî, ji 48 tîpan pêk tê. Alfaba avestî ji alê çepê ve ber bi alê rastê tê nivîsandin. Alfabe navê xwe ji kitêba pîroz a Zerdeşt Avestayê digire.
Nivîsên kurdî yên di hinek şikeftên herêma hewramanan da hatine dîtin bi alfaba aramî hatine nivîsandin. Di van nivîsên li ser postên xezalan hatine nivîsandin da jiyan û bazirganiya wê demê hatiye zimên. Ji van nivîsan a heri kevn berî bûyînê di salên 88-87an da hatiye nivîsandin. Di vê alfabê da 22 tîp hene.
Di nivîsandina pertûka Dînkerd ya bi zaravê lorî da alfaba pehlewî hatiye bikaranîn. Ev alfabe ji 24 tîpan pêk tê. Guftûgoyên li ser zimanê pehlewî hîna bi dawî nebûne. Li gor lêgerînerên fars û hinec îranzanan ev ziman farsiya kevn e. Li gor lêgerînerên kurd jî kurdiya kevn e.
Li gor hinek lêgeran alfaba Masî Soratî ji alî kurdan ve hatiye afirandin. Va alfaba ji 37 tîpan pêk tê. Tîpên wê dimînin yên Pestî Avestayê. Hetta hatina ola îslamê li gel vê alfabê, alfabên aramî, suryanî û grekî jî di nivîsandina kurdî da hatine bikaranîn.
Di amadekirina alfaba êzidiyan da ji alfabên avestî, pehlewî û ierebî sûd hatiye wergirtin. Va alfaba xwedî 31 tîpî di nivîsandina kitêbên pîrozên êzidiyan Mishafa Reş, Kitêbê Cilwê û nivîsên olî yên êzidiyan da hatiye bikaranîn.
Piştî ku piraniya kurdan ola îslamê pejirandin dest bi bikaranîna alfaba erebî kirin. Pêşiyê li vê alfabê 6 tîp zêde kirin. Di sala 1913an da Salîh Bedirxan 8 tîp li alfaba osmanî zêde kirin û alfabeke 40 tîpî pêşniyarî rewşenbîrên kurd yên wê demê kir. Çend nivîs di kovara Rojî Kurd da bi vê alfabê hatine weşandin. Di sedsala bîstan da kurdên başûrî ji alfaba kurdî ya bi tîpên latînî jî sûd wergirtin û guherînek din di alfaba kurdî ya erebî da pêk anîn; 5 tîp lê zêde kirin. Berhemên nivîskî yên kurdî, herî zêde bi vê alfabê hatine nivîsandin.
Piştî şoreşa li Rûsyayê kurdên Qafqasyayê dest bi bikaranîna alfaba kirîlî kirin. Hinek tîpên alfaba latînî li vê alfabê zêde kirin û bi vî awaî alfabeke ji 36 tîpan amade kirin. Va alfaba hîna di nav kurdên li ser xaka Sovyeta kevn dijîn da tê bikaranîn, ji alî bersivdaîna dengên kurdî ve ya herî pêş ve e. Piştî vê, alfaba kurdî ya bi tîpên erebî tê.
Alfaba kurdî ya bi tîpên latînî ya heta îro tê bikaranîn, di 1932an da, ji alî parêzer Mîr Celadet Bedirxan ve hatiye amadekirin û cara yekem di kovara Hawar da hatiye bikaranîn. Ji roja destpêkê heta îro gengeşiyên li ser kêmasiyên wê didomin. Va alfaba nîvtirkî û nîvfrenkî bersiva pêdiviyên kurdî nade. Di nav her sê alfabên kurdî yên îro di nav gell da tên bikaranîn da, ya herî bê rêk û pêk e. Ji ber ku amadekarê wê û piraniya merivên xwastine biguherînin zimanzan nebûn. Osman Sebrî ji alê dengan ve kêmasiya alfabê aniye bîra Celadet Bedirxan, lê bersiva wî eşkera daye xwiyakirin ku ji dêvla alfabê li zimên bîne, ziman li alfabê aniye; ji dengan zêdetir hêjmara tîpan derxistiye pêş û xwastiye vê çewtiya xwe bi kêmasiya alfaba kurdî ya bi tîpên erebî rast nîşan bide. Li ser vê helwesta wî Têwfîq Wehbî dairfaita xebata pê ra li ser alfabeke standard ya ji bo hemî zaravên kurdî bi dest nexistiye. Ji demên herî kevn heta îro gellan tim alfabe li zimanê xwe anîne. Riya zanînê jî ev e. Di nav van rewşenbîrên kurd da çend zimanzan û wêjezanên wek Qanatê Kurdo jî nikanibûne tu rastiyekê bi yên din bidin pejirandin.
Li gorî van “zimanzanên” me yên hêja her tişt hatiye li ser bikaranîn û nebikaranîna kumikê tîpekê maye. Guftûgoya li ser Ş û Ç yê di nav kurdên li Ewrûpayê dijîn da didome jî eynî ye. Li ku devera dunyayê zimanzanî bûye mijara guftûgo û gengeşiyên ewqas basît? Li ku meriv û saziyên divê alfabê bikarbînin, rabûne ji zimên ra alfabe çê kirine. Ji ber vê yekê, di civînên heta îro hatin li darxistin da, bi qasî serê derziyê jî pêşveçûnek ber bi çareseriyê derneketiye holê. Ji ber ku ne mimkûn e. Divê êdî her kes di warê pisporiya xwe da bixebite û êdî kes ji kesî ra nebe asteng. Hobî û pisporî ne heman tişt in.
Di nav me kurdan da her merivê ku li ser rêziman, rênûs, ferheng an jî perwerdehiya zimên çend gotin gotibin, an jî çend hevok nivîsîbin, hema bi navê zimanzan deng didin. Ev rêziman, ferheng, rênûs an jî pertûkên perwerdehiyê çiqas li gor pîvanên zanistî hatine amade kirin, ji bo zimanzanên kurd ên xwedêgiravî hêj nebûne xwedî hêjahiyekê. Li alê din her merivê pertûkek baş a rêzimên, rastnivîs, hînkirina zimên binivîse û çap bike, an jî ferhengek baş a zimanekî binivîse jî, ne mejbûr e zimanzan be. Pirraniya zimanzanên bi nav û deng ên wek Alfred de Saussure, Jakobson, Noam Chomsky û hwd. li ser van waran tu berhemek jî nedane. Tu carî bi xhezaran merivên li ser van warên jorîn berhemên giranbuha dane jî, hemî bi navê zimanzan nehatine bi nav kirin. Rêziman û rênûsa hêja ya firenkî Le Bon Usage ji alê mamostekî firenkî ve hatîye nivîsandin. Bi qasî raya giştî û pisporên rêzimên, ji alî zimanzanan ve jî bi navê berhemek hêja û giranbuha hatiye bi nav kirin. Tu kesî ev mamoste wekî zimanzanekî bi nav nekirîye. Li gor pîvanên zanînê ji kê ra zimanzan tê gotin eşkera ye.
Gellên ku îro di nivîsandina zimanê xwe da alfaba latînî bikartînin, her yekî tîpên vê alfabê li zimanê xwe anîne. Heman tîpên dengdêr û dengdar di nivîsandina zimanên cûr bi cûr da, bi qasî ji bo heman dengan, ji bo dengên nêzîkî hev û dengên li gor veguherînên dengîn (phonologic) bi hev ra têkildar in jî hatine bikaranîn. Heman rewş ji bo pevdengan (diphtongues) jî rastiyek zimanzanî ye. Li ser vê bingehê ji bo dunya kurdofon amadekirina alfabeke standard ya kanibe bi hêsanî bersivê bide hemî dengên xwedî hêjahiya ji hev derxistina du peyvan (valeur pertinent) û pîvanên din yên zimanzaniya hemdem li kurdî anîna vê alfabê peywira me e. Ji ber ku piraniya kurdan ji bo duwarojê di bikaranîna vê alfabê da hemraman in. Va alfaba em bi vê nivîsê pêşniyarî we dikin li ser vê bingehê hatiye amade kirin.
ALFABA NÛ YA KURDÎ
TIP
Di alfaba kurdî da 26 tîp hene.
Tîpên ger:
A, B, C, D, E, F, G, H, I, J, K, L, M, N, O, P, Q, R, S, T, U, V, W, X, Y, Z
Tîpên peçûk:
a, b, k, d, e, f, g, h, i, j, k, l, m, n, o, p, q, r, s, t, u, v, w, x, y, z
Bekaranîna Tîpan:
A: Mîna A ya berê tê xwendin: av, ard, ta, dar, agha, al, van
B: Mîna B ya berê tê xwendin: baz, beand, bi, bouc, bera, buhurin, buhar
C: Mina K ya kalo tê xwendin: cani, cen, con, ceaj, ca, culli, cund, ceim
D: Mîna D ya berê tê xwendin: dar, dac, doz, durr, diten, dems, dealal
E: Mîna I ya berê tê xwendin: del, gers, pers, beren, ceren, mex, tegh
F: Mîna F ya berê tê xwendin: Fearat, fend, fero, fit, ferar, foll, farsi
G: Mîna G ya berê tê xwendin: geall, gian, gorea, gul, goushi, goten, guloc, gazin,
H: Mîna H ya berê tê xwendin: haten, heivar, hodea, hozan, hour, heavir, hiro, heshten
I: Mîna Ï ya berê tê xwendin: iro, isal, isot, icar, Iran, isheav, iscec, in
J: Mîna J ya berê tê xwendin: jir, jan, jor, jouji, jen, jeir, jin
K: Mîna K ya kurd tê xwendin: kean, kelam, kor, kour, kum, kash, kendj
L: Mîna L ya berê tê xwendin: law, lor, listen, learezin, leiv, lotec
M: Mîna M ya berê tê xwendin: masi, mam, meah, meir, mej, mina, mezgin, moz, muzic, Moush
N: Mîna N ya berê tê xwendin: na, neah, neirgez, nevis, nivro, noc, nousear
O: Mîna O ya berê tê xwendin: ol, org, ordeac, ogher, ox, oqyanous
P: Mina P ya patin tei xweanden: peleng, peir, pari, pir, ponejin, poung, peapo
Q: Mîna Q ya berê tê xwendin: qalouts, qout, qeat, qit, qouts, qoregh, qurs
R: Mîna R ya berê tê xwendin: rast, rend, reaz, rei, , roj, ris, rou
S: Mîna S ya berê tê xwendin: sar, seawz, seil, seng, sing, sor, sousec
T: Mîna T ya tîrêj tê xwendin: tav, tir, teang, teri, touj, tersh
U: Mîna U ya berê tê xwendin: tu, gur, du, gulan, curr, buhar
V: Mîna V ya berê tê xwendin: van, veaceren, veisanden, verni, vi, volt
W: Mîna W ya berê tê xwendin: war, wei, wi, wealat, wer
X: Mîna X ya berê tê xwendin: xani, xeawn, xeiv, xurt, xouz, xezan, xoshav
Y: Mîna Y ya berê tê xwendin: yar, yom, yeaqin, ya, yeac
-
Di nav dengdêrên I, A, O da nayê nivîsandin: jian, diar, koi, bioc, sai, paiz, zain, baoci, goi, xweadao, aghao
-
Gava peyva pêşîn bi dengdêrekê biqede, li serê peyva li pey tê nayê nivîsandin, lê mîna ku nivîsandîbe tê xwendin:
Ba e. Thi e. Chawa i? Ki i? Rou e. Le ku e. Tu i. A kei i? Ei kei e? Sai e. Wi a xwe got. Wea ein wan ji anin. Reasho i li jor ea. Agha ei li jor e. Berfei a li rastei e.
Z: Mîna Z ya berê tê xwendin: zanin, zeand, zendi, zei, zin, zo, zou
Xwendin û bikaranîna pevdengan
EA: Mîna E ya berê tê xwendin: eam, eaw, eaz, neaw, cealeam, bear, zear, cheall
1- Le pey pevdengên KH û XH dengekî di nav A û AE ê da dide: kheawr, kheard, kheayni, Kheali, xheaci, xhealal, xheash
CH: Mîna Ç ya çawa tê xwendin: char, choc, choun, chei cheang, chortan
CS: Mîna SEI ya erebî tê xwendin. Va pevdenga di transkrîpsiyona berhemên kurdî yên bi alfaba erebî hatine nivîsandin da tê bikaranîn. Di nivîsên zaravên kurdî yên xwedî vî dengî ne da jî tê bikaranîn.
DH: Mîna DAT a erebî tê xwendin. Va pevdenga di transkrîpsiyona berhemên kurdî yên bi alfaba erebî nivîsandî da tê bikaranîn. Di nivîsên zaravên kurdî yên xwedî vî dengî ne da tê bikaranîn.
DJ: Mîna C berê tê xwendin: djan, djigear, djeajn, djeirr, djot, djewan, djouten
EI: Mina Ê ya berê tê xwendin: eidi, eish, eizeng, eista, eizedi, eithoun
GH: Mîna X ya axû tê xwendin: agha, qachagh, Beaghda, aghou, ghurbet, gaghan
HX: Dengekî di nav KH, XH û H ê da dide: tseahxv, meahxr, teahxl, jeahxr, tseahx, yeahx, tuhxok
Le herêma Botanê di şûna vê pevdengê da dengdara H tê bikaranîn û heman peyv wekî tseahv, meahr, teahl, jeahr tên belêvkirin.
Li hin deveran jî va denga A ya pêşiya xwe drêj dike û je bilêvkirinê dikeve. Di vê rewşê da heman peyv wekî tsav, mar, tal, jar tên belêvkirin.
Di berhevkirina berhemên folklorîk ên edebiyata devkî da bikaranîna her siyan jî peywîst e.
Di nivîsandinê da standardkirinek weha rê li ber nîşandayîna her sê bilêvkirinan jî vedike.
KH: Mîna E ya erebî tê xwendin: Khisa, khalim, kheayni, belloukhi, kheawr, khilm, khaleam
OE: Mîna Ö ya almanî û tirkî tê xwendin. Va pevdenga di peyvên biyanî yên zimanên xwedî alfabayeke derî ya latînî ne da tê bikaranîn. Di nivîsên zaravên kurdî yên xwedî vî dengî ne da tê bikaranîn.
OU: Mîna Û ya berê tê xwendin: dour, thoum, nou, ou, zou, phouc, rouneshten
PH: Mîna P ya pak tê xwendin: phac, phin, phearr, phorr, pherr, phoush, phesic
SH: Mîna Ş ya berê tê xwendin: shevan, shar, shoushten, sheir, shir, sheav, shox û sheang
SZ: Mîna SAT a erebî tê xwendin. Va pevdenga di transkrîpsiyona berhemên kurdî yên bi alfaba erebî hatine nivîsandin û nivîsên zaravên kurdî yên xwedî vî dengî ne da tê bikaranîn.
TH: Mîna T ya tirkî tê xwendin: tha, thi, thoum, their, therci, thu, theashi
TP: Dengekî taybetî yê kurdî ê bi hezandina her du lêvan derdikeve dide: tputp tputp, tpuwi tpuwi
UI: Mîna Ü ya almanî û tirkî tê xwendin. Va pevdenga di nivîsandina peyvên zimanên biyanî, di berhevkirina berhemên folklorîk û di nivîsên zaravên kurdî yên xwedî vî dengî da tê bikaranîn.
TS: Mîna Ç ya çem tê xwenden: tseam, tselo, tsal, tsenin, tseilec, tsoutsec, tsirr
XH: Mîna H ya hût tê xwendin: xheadji, xhile, xhout, xheatta, xheac, xhealanden
XW: Dengekî je bi hev ra xwendina X û W yê dide: xweanden, xwasten, xwea, xweang, xwaren, xwei
ZH: Mîna ZAL a erebî tê xwendin. Va pevdenga di peyvên zimanên biyanî da, di tîpguheztena berhemên kurdî yên bi alfaba erebî nivîsandî da tê bikaranîn. Di nivîsên zaravên kurdî yên xwedî vî dengî ne da tê bikaranîn.
ZS: Mîna ZI ya erebî tê xwendin. Va pevdenga di trankrîpsiyona berhemên kurdî yên bi alfaba erebî nivîsandî û di nivîsên zaravên kurdî yên xwedî vî dengî ne da tê bikaranîn.
Dengdêrên dirêj
Dengdêrên bi rewşa xwe ya kurt û dirêj watên du peyvan je hev vediqetînen, di nivîsandinê da tên nîşandayîn:
AA: Dengê A ya dirêj dide: Xwar (jêr) û xwaar (nerast); thaa (navê nexweşiyekê), tha (alî, teref); kar (qezenc), kaar (xebat, şuxul); sal (12 meh), saal (kevirekî tenik),
AE: Dengê EA ya dirêj dide: Bear (ber û paş), baer (berê rezan)
AU: Dengê O ya dirêj dide: sol (şekkal), saul (xwê), lor (awayekî penîr); laur (merivên bi lorî di axivin); djot (je lêkerê cot kern) djaut (vajayê ferê).
EE: Dengê E ya dirêj dide: ger (meazen), geer (kash, theapea)
IE: Dengê I ya dirêj dide: bir (aqil) bier (bîra avê); bi (dara biyê ) bie (jena bî)
OO: Dengê OU ya dirêj dide: hoor (mîde), hour (piçûk); touj (îsota tûj), tooj (kêra tooj).
UE: Dengê EI ya dirêj dide: djeirr (cêrrê avê), djuerr (weşiyê piçûk); bei (were), bue (bê kes); lei (lê û lo), lue (feqet)
Divê bi riya dengzanîna hemdem peyvên hemdeng (hînonym) weren tesbîtkirin. Peyva XWAR a di wata jêr da û peyva XWAR a je lêkerê xwarin peyvên hemdeng en.
Dengdarên Stûr
Di nivîsandina dengdarên stûr da heman tîp cot tê nivîsandin.
Dengdarên R û L yên serê peyvê tim stûr in. Je ber vê yekê peywîst nîne li serê peyvê stûriya wan were nîşandayîn. Pêşgir, daçek û hevedudanîbûna peyvê vê rewşê naguherrîne. Sê dengdarên je hev nayên cem hev: dereisea, bereisea, veareshin, neareawesine, dereawesand, dereaweti, belevea, delevea, perreang
Di nav peyvê û dawiya peyvê da van dengdarana bi RR û LL tên nivîsandin. Va qeyda je bo dengdarên kurdî yên den jî eynî ye: perr, geall, thunnea, perr, gearreac, phorr, qerrash, zarr, xheannea, djenni,
Navên Tîpan
A : av
B : bî
C : ka
D : dot
E : ê
F : fend
G : gul
H : hay
I : în
J : jîn
K : key
L : lo
M : med
N : new
O : ox
P : pî
Q : qot
R : roz
S : sî
T : tî
U : û
V : vî
W : war
X : xwe
Y: yar
Z: zend
Berhemên jê hatî îstîfadeceren:
Bedirxan, Emîr Celadet & Lescot, Roger. Kürtçe Grameri, Doz yayınları, İstanbul, 1989.
Borakaei (Sefîzade), Sadegh. Mêjûyî Wêjeyî Kurdî, Kurdestan, Baneh Hîcrî 1375.
DeFrancis, John. Visible Speech: The Diverses Oneness of Writing Systems. Honolulu: University of Hawaii Press, 1989.
Ganeri, Anita. The History of Writing and Printing. New York: Oxford University Press, Inc., 1995.
Gaur, Albertine. A History of Writing. New York: Charles Scribner’s Sons, 1984.
Grevisse, Maurice. Le Bon Usage. Èdition Duculot, Paris - Louvain-la-Neuve (1993)
Haley, Allan. Alphabet: The History, Evolution and Design of the Letters We Use Today. New York: Watson-Guptill Publication, 1995.
Jacson, Donald. The Story of Writing. New York: Taplinger Publishing Co. Inc. 1981.
Jean Georges. Writing: The Story of Alphabets and Scripts. New York: Harry N. Abrams, Inc., 1992.
Karcadağ, Nurettin. Zıman ê Kurdi (Kürt Dili). Kendi yayını, Ankara 1993.
Kovar û rojnamên bi kurdî, kurdî-tirkî û tirkî yên piştî 1990î heta 1999an ji alî kurdan ve li Tirkiyê hatine weşandin.
Kurdo, Qanatê. Gramera Zîmanê Kurdi, kurmanci-sorani, Koral yayınları, İstanbul, 1991.
Lecia@geocites.com 1999.
Robinson, Andrew. The Story of Writing: Alphabets, Hieroglyphs and Pictograms. New York: Thames and Hudson, Inc., 1995.
Sağnıç, Feqi Huseyn. Rêzmana Kurdi, Melsa yayınları, İstanbul 1991
Science & Vie, No: 983, Août 1999
Skoyles, John R. “Alphabets: its origins and history.” (17 April 1998).
Todd, Terry Lynn. A Grammar of Dimili (Also Known as Zaza), The University of Michigan, 1985.
Walker, C. B. F. et al. Reading the Past: Ancient Writing from Cuneiform to the Alphabet. Berkeley: University of California Press, 1990.
Not: Ev nivîs di payîza 1998an da hatiye nivîsandin. Ji Konferansa Zimanê Kurdî ya Enstîtuya Kurdî ya Berlînê ra weki teblîx hatiye şandin. Sala 2005an di hejmara 7an a kovara Zend da hatiye weşandin.
Li Ser Alfaba Kurdî
Heta niha li ser alfaba kurdî ya bi tîpên latînî gelek guftûgo hatin kirin. Min jî di nivîsên xwe da gelek caran rexne li vê alfabê girtiye û pêşniyar dane. Di van pêşniyaran da xala hempar li ser bikaranîna 26 tîpên standard ên alfaba latînî ye. Dema ku ez li dû xwe vedigerim û dinihêrim, dibînim ku kêmasiyek min a mezin heye. Min ji pevdengên di qada navnetewî da baş tên zanîn û li gor dengzanîna kurdî jî dema ku bên bikararanîn nabin asteng zêdetir, li gor nîsbeta bikaranîna dengên kurdî pevdeng hilbijartine û pêşniyar kirine. Di vê nivîsê da, ez naxwazim wekî nivîsên xwe yên berê, dîtin, raman û pêşniyarên lêger, zimanzan û rewşenbîrên kurd bînim zimên li gor dereca zanîna xwe kêmasî û têkûsiyên wan binivîsim.
Ji bo ku xwendin û nivîsandina kurdî di nav gel da zû bi cih bibe, neguherbariya pevdengan zaf girîng e. Yanê dengên ku bi pevdengan tên nivîsandin, li ku derê dibin bila bin, dema ku bi pevdengên xwe yên standard werin nivîsandin, dê hînbûna xwendin û nivîsandina kurdî hêsantir bibe.
Ji bo ku peyvên kurdî di nivîsên bi zimanên cûr bi cûr ên bi alfaba latînî tên nivîsandin da jî rast bên nivîsandin û ji aliyê mirovên ku di zimanên wan da, an jî di zimanên ku bilêvkirina dengên wan baş zanin da, dengên kurdî yên ku hene rast werin bilêvkirin, bikaranîna alfabeyek ji 26 tîpên standard û pevdengên ku di qada navnetewî da tên naskirin girîng e.
Ji aliyê teknîkî û nivîsandina pratîk ve jî, alfabeke weha nabe asteng. Bi bernameke hêsan mirov kane van pevdengan jî, mîna tîpên bi serê xwe bi tûşek klaviyê binivîse.
Hinek tîp hene di piraniya zimanên ku bi eynî alfabê tên nivîsandin da mîna hev tên bi bilêvkirin. Tîpa X di hemî zimanên ku bi tîpên alfaba latînî tên nivîsandin da, dema li serê peyvê be mîna S ya bi stûr, dema ku di nav peyvê da be KS an jî QS tê xwendin. Tenê di alfaba grekî û alfaba transkrîpsiyonê ya navnetewî da dengê ku em îro di kurdî da pê didin dayîn derdixe. Dinya alfaba latînî bi kar tîne, vî dengî bi giranî, bi pevdenga KH nas dike. Rewşa tîpa C jî weha ye. Dengê ku em di kurdî da bi vê tîpê didin dayîn jî, tenê di tirkî da heye. Gerek em tîpa X mîna gelên din ên ku alfaba latînî bi kar tînin, di şûna KS û QS yê da bi kar bînin. Ji xwe ev deng jî di kurdî da ewqas zêde nînin. Ji ber vê yekê jî, dê ev tîp zêdetir ji bo peyvên ji zimanên biyanî were bikaranîn. Divê em C yê jî, ji bo dengê kurdî yê ku di navber K û G yê da ye, bi kar bînin.
Tîpên kelijandinê di kurdî da zêdehiyek bê wate ne. Ev tîp neyên nivîsandin bilêvkirina kurdî rasttir dibe. Wekî tê zanîn di zimanên arî yên bi alfaba latîn tên nivîsandin, tiştekî weha hema hema nîne. Ji ber ku dema du dengdêr bi hev ra bên nivîsandin ev deng bi awakî sirûştî rasttir derdikeve, pêwîst nabînin tiştekî weha fizûlî li rastnivîs û rêzimanê xwe zêde bikin. Bi rastî pêwîstiya kurdan jî, bi tîpên kelijandinê nîne. Ji ber tesîra erebî û tirkî kurdan qeydekî weha kirine zimanê xwe.
Alfaba ku ez bi vê nivîsê pêşniyar dikim ji 26 tîp û 13 pevdengan pêk tê. Du tîpên ku me li jor qala wan kir, ne tê da, tîpên din mîna niha tên xwendin û nivîsandin. Ji ber vê yekê, ez pêwîst nabînim tîpên alfabê carek din binivîsim.
PEVDENG
AE Mîna (ع) a erebî tê xwendin.
CH Mîna CH ya îngilîzî tê xwendin.
DJ Mîna C ya tirkî, DJ ya fransizî tê xwendin.
GH Mîna (غ ) a erebî tê xwendin.
IE Mîna Î ya kurdî ya niha tê xwendin.
KH Mîna X ya kurdî ya niha tê xwendin.
KHW Mîna XW ya kurdî ya niha tê xwendin
OU Mîna U ya tirkî OU ya fransizî û îngilîzî tê xwendin.
PB Dengekî di navbera B û P yê da dide.
SH Mîna Ş ya tirkî, SH ya îngilîzî tê xwendin.
TH Mîna (ت) ya erebî tê xwendin.
TS Dengekî di navbera C û Ç ya tirkî da dide.
UE Mîna Ê ya kurdî ya niha tê xwendin.
XH Mîna (ح) ya erebî tê xwendin.
MÎNAK
Belekiyên berfê li quntara çiyê spî dikirin. Çemê Mûradê, lemî-lem bû, di geliyê xwe da diherikî. Bayê biharê dihat û piçekî ricif dikir nava mirovan. Gundî, bi qasî du saetan bû, li derê mizgeftê li ser piya bûn. Şewqe egal û telikên xwe kiribûn destê xwe û bê deng li qumandarê qereqola nehiyê guhdarî dikirin. Gundî tev cixarekêş in. Ji wan hinek, carna cixarê bi cixarê vêdixin.
.......
- Tu çi dibêjî Babo? Ma heke Heso birayê te ye, ew apê min e. Lê belê, Hesoyê apê min neheq bû.
(Tevfîk Jêhat, Rewşen, hejmar 22-23, rûpel: 15)
Bi alfaba ku di vê nivîsê da tê pêşniyarkirin:
Beleciuen berfue li qunthara tsiue spie dicirin. Tsemue Mouradue, lemie-lem bou, di geliue khwe da dihericie. Baue biharue dihat ou pbitsecie ridjif dicir nava mirovan. Gundie bi qasie du saetan bou, li derue mizgeftue li ser pbia boun. Shewqe, aegal ou telicuen khwe ciriboun destue khwe ou bue deng li qumandarue qereqola nehiyue guhdarie dicirin. Gundie tev djigharekuesh in. Ji wan hinec djigharue bi djigharue vuedikhin.
........
- Thu chi dibuejie Babo? Ma hece Xhaso birayue the ye, ew abpue min e. Lue belue, Xhasoyê apbue min neheq bou.
(Tevfiec Juehath, Rewshen, hejmar: 22-23, roupel:15)
Zend, Hejmar: 1, rp 70, 1996
MED TV
Li ser Televîzyona Med di medya Turk û Kurd da gelek dîtin û raman tên zimên. Li ser xwastina Konseya Ewlekariya Netewî, medya Turk a nîjadperest di her fersendê da vê televîzyonê terorîst û neyar diyar dike. Yek caran jî henekên xwe pê dikin. Mixabin ên ku fersenda bi me û zimanê me kenandinê didin wan jî, ji xebatkarên Televîzyona Medê wê da ne kesên din in. Nivîsek bi vî awayî di rojnama Yeni Yüzyılê (Sedsala Nû) da hat weşandin. Nivîskara rojnamê Gülay Göktürk di vê nivîsa xwe da ji aliyekî ve bi Kurdiya Kurdan dikene, ji aliyê din ve gunehê xwe bi Kurdan tîne û Kurdî zimanekî qels nîşan dide. Wergera vê nivîsê di Welatê Me da hat weşandin. Ji ber vê yekê ne pêwîst e ez bi dorfirehî li ser naveroka vê nivîsê bisekinim. Ji xwe babeta nivîsa me jî ne ew e.
Niha em li çapemeniya Kurd binihêrin. Ji xeynî hinek rexnên ramyarî yên ku bi kêrî tiştekî nayên, di çapemeniya Kurdên bakur da bê pesindayînek tewş a bê wate em rastî raman û dîtinek rexnegîrî nayên. Li ser bandora wê ya civakî dîtinên cur bi cur hatin zimên. Piraniya van nivîsan, xwe ji tixûbên pesnên hîsî xelas nekirin. Gelek rewşenbîrên Kurd bi giranî li ser pêwendiyên televîzyonê û pêşvebirina zimên sekinîn. Lê tu kesî li ser Kurdiya televîzyonê qed tiştek neanîn zimên. Televîzyona Medê ne Kurdî ne jî Turkî baş bi kar tîne. Dema ku em Kurdî û Turkiya xebatkarên Medê didin ber hev, Turkiyek bêkêmasî bi kar tînin, lê Kurdî mirdar dikin. Dema meriv Turkiya wan dide ber televîzyonên Turk kêmasiyên wan ên Turkî jî bi awayekî eşkera derdikevin holê. Di vê nivîsê da em dê li ser Kurmanciya xebatkarên Medê bisekinin:
Yek: Navê televîzyonê çewt e. Bi qasî ku em zanin Kurd nabêjin “Med Televîzyona”. Ev nav peyv bi peyv li gor rêzimana Turkî hatiye fikirîn. Heke Kurdên ku navê televîzyonê “MED TV” lê kirine, qeydên rêzimanî yên nû afirandibin û ji xwe ra di laboratuvarê da kurdiyek bi qeydên Turkî çêkirine em wê nizanin. Bi qasî ku em zanin, hemû Kurd dibêjin “Televîzyona Medê”. Xebatkarên televîzyonê nizanin navê televîzyona xwe jî bi lêv bikin. Dibêjin “Med tî vî”. Di Kurdî da navê tîpa “T/t” “tî”, navê tîpa “V/v” “vî” nine. Celadet Bedirxan, Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, Kamûran Bedirxan û gelek zimanzan, lêger û lêkolînerên li ser Kurdî xebitîne gotine ku, di Kurdî da ji bo bilêvkirina bêdengan ji dengê “ê” tê îstîfadekirin. Li gorî vê dîtinê bêdengên Kurdî weha tên xwendin: “bê, cê, çê, sê, şê, tê, vê, …” Mamostê Kurdî yê televîzyonê Amed Tîgrîs jî di dersên xwe da heman awayî rast derdixîne. Kurdên Bakurî di pratîkê da vê bi kar naynin, bêdengan wekî Turkan bi alîkariya dengê “e” dixwînin. Yanê weha dixwînin: “be, ce, çe, se, şe, te, ve, …” Kurd tîpên alfaba xwe wekî Îngilîzan naxwînin. Dibe ku li Ewrûpayê di studyoyên televîzyona Kurdî da dengên Kurdî bi Îngilîzî derbikevin. Heke sebebek din heye, bila xebatkarên Medê me agahdar bikin. Em dev ji çewtiyên xwe berbidin.
Du: “MED TV” zimanekî ku jê nayê têgihîştin bi kar tîne. Ji weşana xwe ya testê heta îro qed pêşveçûneke berbiçav tê da çênebûye. Hinek pêşveçûn hene, lê ev jî vê rastiyê ji holê ranakin. Hinek bi zimanê gundê xwe dipeyivin. Ên ku bi zimanê gundê xwe nizanin, an jî li bikaranîna zimanekî edebî dixebitin, ji ên pêşîn jî zêdetir çewtî û xeletiyan dikin. Yek ji wan bi aksanekî Erebî ji peyv bi peyv wergera Turkî dixwîne. Di bilêvkirina wî ya peyvên Turkî da tê famkirin ku ne Bakurî ye, an jî di dibistan û zankoyên Turkan da nexwendiye. Lê dîsa jî bi peyvên Kurdî gelek baş Turkî dixwîne. Bi gotineke din Turkî dirame, Kurdî dipeyive, an jî pê didin ezberkirin. Xebatkarê Medê yê din ê ku “Dengûbasan” dixwîne, ew jî wekî hemû hevalên xwe yên din, zimanekî mekanîk bi kar tîne. Wekî di rawestina giramî da li ekrana ber xwe dinihêre û dixwîne. Mirov di dema xwendina “Dengûbasan” tu hîsekê li rûyê wî nabîne. Ew jî wekî hevalê xwe yê din mîna mirovên ku Kurdî nû hîn bûne nikane zû bixwîne. Peyvan kîte bi kîte dixwînin. Pir caran di devên wan da deng li bin guhên hev dikevin, qed tiştek ji xwendina wan nayê têgihîştin. Xwe şaş dikin. Di rewşên weha da jî, pir caran pêwîst nabînin peyva ku tê da xwe şaş kirine dubare bikin û ji ber vê kêmasiya xwe ji dîtmendan lêborînê bixwazin. Wekî tu tiştek nebûbe, wekî yekî din xeletî kiribe, li xeletiyên xwe nabin xwedî û xwendina “Dengûbasên” xwe dewam dikin. Ev kêmasî di hemû bernamên din da jî gelek bal dikişînin. Baş tê zanîn, mirovên di televîzyonê da agahiyan didin, gerek wekî bilbil bixwînin. Niha ez dixwazim ji van çewtiyan tenê çend mînakan bidim. Ez tenê dibêjim, ji ber ku hemû bername ji çewtî û xeletiyan dagirtî ne. Rastiya van mînakan di nav kevanê da hatiye nivîsandin. Wekî di mînakan da tê dîtin, ji % 99,99 xeletiyên di bernamên Kurdî da tên kirin ji ber peyv bi peyv wergerandina ji Turkî û nezaniya rezimanê Kurdî tên.
-
Şevê din di MED TV de … (Şeva din di MED TV de …)
-
Li ser vî biryarê … (Li ser vê biryarê …)
-
Li navçeya Dağanşehîrê ku girêdayî Meletiyê ye şer derket. (Li navçeya Doğanşehîrê ku li ser Meletiyê ye, şer derket.)
-
Endamtiya Tirkiyeyê hat cemidandin. (Endamtiya Tirkiyeyê hat bi şûnda xistin.) an jî (Endamtiya Tirkiyeyê sekinandin.)
-
Mirovên zanistî… (Mirovên zane), (Mirovên zanyar) an jî (Mirovên zanist)
-
Rêxistinên ku vê daxwaziyê îmze kirin… (Rêxistinên ku ev daxwazî îmza kirin…)
-
Parlaman, parlamant, parlament, parlamento (parlament)
-
… derdora navçeyê dan ber agirê topan (… derdora navçeyê dan ber topan)
-
… gireva birçîbûnê roja xwe ya nehan tije kir. (… gireva birçîbûnê gîhîşt roja xwe ya nehan) an jî (… neh rojên greva birçîbûnê qediyan)
-
… Li ser li dijî şerê bi qirêj ê li Kurdistanê hatiye sekinandin. (Li ser dijberiya şerê bi qirêj ê li Kurdistanê hatiye sekinandin.)
-
Dewleta tirk 72 gundan vala kirin, 73 gundî kuştin. (Dewleta tirk 72 gund vala kirin, 73 gundî kuştin.)
-
… Ozanê ermenî Aram Tîgran li Yûnanîstanê girevvanan ziyaret kir. (Ozanê ermenî Aram Tîgran, li Yûnanîstanê girevvan ziyaret kirin.)
-
… Her çiqas destûr hatibû lidarxistin jî … (Her çiqas destûr hatibû girtin jî …) an jî (Her çiqas destûr hatibû dayîn jî …)
-
Li qampa penaberên bakurî ya Ertûşê agirt derket. (Agir bi qampa Ertûşê ya penaberên Bakurî ket.)
-
Niha li studyoya me xwediyên şehîdan hene. (Niha li studyoya me mirovên şehîdan hene.)
-
Bê MED TV nameşe. (Bêyî TV MEDê nabe)
-
Lêkerê “ragihandinê” di Kurdî da pir kêm tê bikaranîn. Lê di “Dengûbasan” da em vî lêkerî hema hema di destpêka her hevokê da dibînin. Ev ne rast e.
-
Daçekên “ma, gelo” û hwd di şûna qertafên pirsê da bi kar tînin. Di Kurdî da qertafên pirsê tune ne. Divê xebatkarên televîzyonê ji rêzimanê zimanê xwe jî kêm zêde fam bikin.
Xwezî kêmasî tenê ji nezaniya rezimanê Kurdî bihatana. Lê em dinihêrin rewşenbîrên me yên di Televîzyona Medê da dixebitin hîna hînî alfaba Kurdî jî nebûne. Ev mînakên ku ez li jêrê didim vê rastiyê eşkera dikin.
Bİ KURDİ BİPEYİVE
Bİ KURDÎ BİXWÎNE
Bİ KURDÎ BİNİVÎSE
Bİ KURDÎ BİFİKİRE
Wekî tê dîtin “MED TV” tîpên ku di alfaba Kurdî da tune ne jî bi kar tîne. Rojekê hinek tîpên din jî bi kar bîne gerek em mat nemînin. Çima tîpa “İ” bi kar tînin? Bersiv hêsan e. Ji ber ku ev tîp di alfaba Turkî da heye. Em dê kînga xwe ji bandora Turkî xelas bikin? Bi van kirinên rewşenbîrên me, temenê nediyarbûna vê rewşê dirêjtir dibe. Rewşenbîrên me yên ku hîna bi alfaba xwe nizanin, ji rêzimana Kurdî ne agahdar in, ne mejbûr in di televîzyonê da bixebitin. Gelek karên bi zimanên din jî tên kirin hene.
Welatê Me, 27 Gelawêj 1995
WERGER Û MANTIQA ZIMÊN
Di pêşveçûna zimanan da, werger xwedî roleke giran-buha ye. Zimanên ku îro di qada navnetewî da giraniya xwe ji her alî ve bi hemû gel û netewên dunyayê dane pejirandin jî, di destpêkê da ji wergerê gelekî îstîfade kirine. Kurdî ji aliyê peyvên siruştî û çandiniya kevn ve xwedî zengîniyeke berbiçav e; lê ji aliyê peyv, wûşe û têgihên zanistî û teknîk ve pir û pir şûnda maye. Kurmanciya Jêrîn (Soranî) di vî warî da li gor hemû zaarvên Kurdî yên din di rewşek çêtir da ye. Li gel vê pêşveçûnê dîsa jî em nikanin Soranî û zimanê gelekî xwedî dewlet bidin ber hev. Bi wergerê ev kêmasiyên bingenhîn ên zimên kêm zêde ji holê radibin û wûşezanîna (temînonolojî) zimên hêdî hêdî bi cih dibe. Heta radeyekê di çareserkirina gelemşên zimên da divê em jî ji wergerê îstîfade bikin. Lê gerek werger werger be û li gorî pîvanên zanînê bê kirin.
Di van salên dawîn da hinek kîtabên edebî, civakzanî û hwd ji aliyê hinek rewşenbîrên Kurd ve hatine wergerandin. Ev werger bi zêdehî li Ewrûpayê, li Ewrûpayê jî, nemaze ji aliyê rewşenbîrên Kurd ên ku bi penaberî li Swêdê dijîn ve hatine kirin. Bi van kîtab û nivîsên hatine wergerandin, em hîn bûn ku ji bo Kurdî “werger” roj bi roj tê wateyeke din. Ev jî bi navê vejîna Kurdî, mirdarkirina Kurdî ye. Ev rastî bi zêdehî di berhemên “wergerên” Kurmancî da derdikeve holê. Ji ber ku piraniya rewşenbîr, nivîskar, zanyar û zanayên Kurmanc bi peyvên Kurdî, Turkî dinivîsin. Ev yek ji bo mirovên me yên bi Kirmancî (Dimilî) dinivîsin jî rastiyek e. Ev rastiya kambax tenê kêrî tiştekî tê; neyarên Kurd û Kurdistanê bi me dide kenandin, dilê hemû mirovên Kurd û yarên Kurdan dişkîne, bêhna wan teng dike. Her ku diçe gelek mirovên me, ji ber sebebên weha ji baweriya xwe ya bi çanda Kurdî dûr dikevin.
Werger her ku diçe di nav zanîn û edebiyatê da girîngiya xwe zêdetir dide ber çavan. Dîroka wergerê bi qasî dîroka mirovahiyê kevn e. Ji bo ku mirovên bi zimanên cur bi cur dipeyivin, ji hev û din fam bikin, di her demeke dîrokê da pêwîstiya komên mirovan, gel û netewan bi wergerê hebûye. Berî îcadkirina nivîsê bi hebûna zimanan ra wergerê dest bi jiyanê kiriye. Bi gotineke din em kanin bibêjin ku ji destpêka jiyana mirovahiyê bi vir da werger heye. Hemû beşên zanîn, huner, edebiyat û hwd yên pêwendiya wan bi jiyana civakî ya mirovan ra hene, xwedî pîvan in. Ev pîvan di her demê da, li her deverê ji aliyê zanyarên di warên xwe da pispor ve hatine amadekirin û diyarkirin. Ev pîvan li gorî demê ji bo pêşveçuna jiyana civakî dîsa bi destên zanyarên hemdem li gorî zanîna hemdem kêm zêde hatine guhertin. Ji van pîvanan hinek ji vîna mirovan der in. Ev tim di cihê xwe da mane. Tu kesî, di tu demê da nikanibûye bi van bileyize. Hinek pîvanên wergerê yên bi vî rengî jî hene.
Qeydên rêzimanî çawa di nav gel da bi awayekî nezanî, ji derî vîna mirovan li gorî pîvanên zanînê pêk tên, ên wergerê jî heman wisa nin. Ji bo ku rojekê pêş da rê li ber vê domana ku zimanê me mirdar dike were girtin, ez dixwazim çend pîvanên bingehîn ên wergerê bînim bîra van rewşenbîrên Kurd.
1. Peyv nayê wergerandin, tegih tê wergerandin. Di vê babetê da wûşe û gotinên mezinan xwedî girîngiyek taybet in. Rewşenbîrên Kurd ên ku van salên dawîn bi wergera Kurmancî ra mijûl dibin, an bi rastî haya wan ji vê tune ye, an jî naxwazin jê haydar bibin. Bi vê kirina xwe “wergerên” me Kurdan rûpelekî “nû” li metodên zanîna wergerê zêde kirin. Rûpelekî reş û tarî yê ku ji xeynî Kurdan ewê tu kes, tu demê ne bibîne, ne jî pê bihese. Hem jî di ronahiya metodên zanistî yên wergerê da. Heke em bi çend mînakan li ser vê mijarê bisekinin ewê baştir bê famkirin.
Wûşeke Turkî: “Kabak başıma patladı”. Peyv bi peyv wergera wê: “Kundir di serê min da teqiya.” Wergera wê ya rastîn: “Kevir û kuçik li min bariyan” an jî “Kasik û qafik bi serê min da şikiyan.” û hwd. Wûşeke Îngilêsî: “It is raining cats and dogs.” Peyv bi peyv wergera wê: “Pisik û kûçik dibarin.” Wergera wê ya rastîn: “Wekî asîman qul bûbe”, “Tu dibêjî qey asîman qul bûye” an jî “Wekî tu devê cêr ber bi jêr bikî” û hwd. Wûşeke Turkî ya din: “Koltuklarım kabardı.” Peyv bi peyv wergera wê: “Binê çengên min nepixîn”. Wergera wê ya rastîn: “Ez serbilind bûm”, “Ez gelekî dilgeş bûm”, “Baskên min hebûna ez dê bifiriyama” û hwd. Zêdekirina hejmara mînakan gengaz e. Ji bo têgihîştina gelemşê ewqas jî bes in.
Niha em li rewşa xwendevan binihêrin. Xwendevanê ku zimanê jê nivîs hatiye wergerandin qenc nizanibe, an jî baş zanibe, lê haya wî ji wûşa ku hatiye wergerandin tune be, ji van hevokên peyv bi peyv hatine wergerandin kane çi fam bike? Bersiv ji peyvekê pêk tê. Qed. Belê qed tiştekî nêzîkî wata têgihiya wûşê nikane fam bike. Werger ji bo mirovên ku bi zimanê jê tê wergerandin, û mirovên ku bi zimanê lê tê wergerandin nizanin derketiye holê.
Hinek wûşe û gotinên mezinan di hinek zimanan da hempar in. Piraniya van bi sebebên civakzanî werin zimên jî, yên tesadûfî ne jî hene. Ev wûşe û gotinên mezinan ên ji aliyê peyv û têgihê ve bi temamî heman (eynî) watê didin û di wergerê da peyv bi peyv tên wergerandin ji aliyê hejmarî ve pir kêm in. Niha em bi çend mînakan dabaşa van bikin. Gotina “Bi zarê şêrîn mar ji qulê derdikeve” di Turkî da jî bi heman peyvan tên gotin “Tatlı dil yılanı deliğinden çıkarır”. Di Frenkî da wûşeyek heye: “Sauter de branche en branche” (bêpergal bûn). Peyv bi peyv li gor têgihê wergerandina vê ya Turkî ya bi heman peyvan pêk tê, xwedî wateyek cihê nine. Turk jî ji bo vê wûşê dibêjin: “daldan dala atlamak”. Di rastiya xwe da ev di Turkî da “ihtiyatsiz olmak” e. Wergera peyv bi peyv a ji Frenkî di Turkî da ev wûşe wekî zimanê jê hatî bi cih kiriye. Wergera hinek wûşeyan nêzîkî peyv bi peyvê ne. Di Kurdî da wûşeyek heye: “Kûçik goştê kûçikê naxwe”. Turk jî ji bo vê wûşeyê dibêjin: “İt iti ısırmaz” (Kûçik bi kûçikê nagire). Peyvên sans numéro (bê nimro: 00) û cent numéro (sed nimro) ên Frenkî ji ber ku nêzîkî hev tên bilêvkirin di wergera Turkî da hatine li nav hev xistin û Sans numéro di Turkî da bûye Yüz Numara (sed nimro). Ev peyv di mana “abdestaxane” da tê bikaranîn. Ji xeletiyên bi vî awayî di zimanan da bi cih bûne ra xeletî menşûr (şaşiya namdar) jî tê gotin. Ev jî rastiyek ji rastiyên zimanan e.
2. Her zimanek xwediyê mantiqek cihêreng e. Mirovê ku mantiqa zimên nizanibe, nikane wergerê bike. Piraniya rewşenbîrên Kurmanc ên li pêşiya navên xwe wergêr dinivîsin ji vê rastiyê jî haydar ninin. Niha em li ser mantiqa zimên çend mînakan bidin: Turk dibêjin: “Güneş doğdu. Kadın çocuk doğurdu. Keçi doğurdu. Köpek doğurdu. İçime doğdu.” Peyv bi peyv wergerandina van hevokan: “Roj za. Jin zarok za. Bizin za. Kûçik za. Ber bi hundirê min za.” Kurd di jiyana xwe ya rojane da û wergera li gor pîvanên wergerê da van hevokan weha bi kar tînin: “Roj hilat” an jî “Roj derket”. Jinikê zar anî. Bizin za. Kûçik teliqî. Li min eyan bû”. Wekî tê dîtin lêkerê “zayîn” a Kurdî û “doğmak” û “doğurmak” a Turkî tenê di hevoka “Bizin za” da bi heman mantiqî hatiye bikaranîn. Ji bo kişandina cixarê Kurd lêkerê “kişandin”, Frenk lêkerê “fumer”, Înglês lêkerê “to smoke”, Turk lêkerê “içmek” bikartînin. Di vê mînakê da mantiqa Înglêsî, Frenkî û Kurdî li ser pêwendiya dûman û kişandina dûmanê digihên hev. Lêkerê Turkî yê vê mînakê “içmek” di Kurdî da tê wata lêkerê “vexwarin”. Mirov kane mînakek din a ku bi temamî ji aliyê dawînê ve berevajayî van mînakan be jî bide. Pêwîst nine. Turk dibêjin “Çad Erzuruma bağlıdır.” Dema ku em vê hevokê peyv bi peyv wergerînin Kurmancî, dibe “Çad bi Erzerûmê ve girêdayî ye”. Bi wergerandinek din a çewt a peyv bi peyv, dibe “Çad girêdayî Erzerûmê ye”. Di nav gelê Kurd da tu kes, li tu deverî rastî bikaranîneke bi vî awayî nehatiye. Di berhemên edebî yên klasîk ên bi nav û deng da jî kes li vê bikaranînê rast nehatiye. Rastiya wergerandina vê hevokê “Çad li ser Erzerûmê ye” an jî “Çad bi Erzerûmê ve ye”. Lê divê em ji bîr nekin ku ev awayê duyemîn li gorî yê yekemîn kêmtir tê bikaranîn. Peyv bi peyv ji Turkî wergerandina vê hevokê, wekî hemû mînakên din, tenê zirarê dide zimanê me.
Welatê Me, 23 Pûşper 1995
ALFABA KURDÎ
Kurdî di domana dîrokî da bi deh alfabeyên ji hev cuda hatiye nivîsandin. Mixabin, di tu demê da li gorî dengzanîna kurdî alfabeyeke têkûz nehatiye çêkirin. Alfabeyên Kurdan di bin bandora alfabeyên cîranên wan da mane. Alfaba Mediyan a ku pê tenê nivîsek gihîştiye îro, di bin bandora Ûrartûyan de maye. Alfaba Êzidiyan, ku wekî alfaba Kurdî ya neteweyî tê pejirandin, her çiqas bi tîpên xwe ji alfabeya Erebî cuda bê xuyakirin jî, di bin bandora vê alfabeyê de maye. Dengên ku di Kurdî û di Farisî da dengên bingehîn ninin, lê di alfabê de cih digirin jî bi awayekî eşkere vê bandora Erebî didin xuya kirin. Dengên di Erebî da tune ne û di Kurdî û Farisî da hempar in di vê alfabê da cih digirin. Ev jî dide xuyakirin ku di çêkirina vê alfabê da, ji Farisî hatiye îstifadekirin. Dibe ku ev alfabe li gorî dengên zaravê mûkrî hatibe amadekirin. Çar dengên bingehîn ên ku di zaravên Kurmancî û Zazakî da cih digirin di vî zaravî da tune ne. Mirov kane bibêje ku, ji ber vê sedemê van dengan di vê alfabê da cih negirtine. Ji alfabeya neteweyî derbasbûna alfaba Erebî vê dîtinê rast dernaxîne.
Di destpêka pejirandina alfaba Erebî de, Kurdan tenê tîpek li vê alfabê zêde kirine. Farisan li gorî zimanê xwe çar deng li alfabeya erebî zêde kirine. Kurdan heta sedsala bîstan alfabeya Farisî bi kar anîne. Di van salên dawîn da Kurdên Soran bi alîkariya alfaba Kurdî ya bi tîpên Latînî, ji bo dengên ê, û, o sê tîp li alfabeya Farisî zêde kirine. Ji ber ku di vê guhertinê de dengên bingehîn ên di zaravên din da hene, lê di zaravê Soranî û alfabeya Latîniya Bedirxaniyan da cih nagirin, nehesibandine, ev alfabe jî di sînorên zaravî da maye. Mirov kane bi hêsanî bibêje ku ev alfabe, ne li gorî dengzanîna Kurdî, lê li gorî dengên bingehîn ên zaravekî Kurdî hatiye amadekirin. Ji ber vê sedemê, ev alfabe her çiqas li gorî bikaranîna alfabeya Farisî tekûztir û gavekî dîrokî be jî xwe ji kêmasiyên ku ji zaravîbûnê tên xelas nekiriye.
Di nav sê alfabên (Erebî, Latinî, Krîlî) ku îro hîna Kurd bi kar tînin da ya li gorî dengzanîna kurdî hatiye çêkirin alfaba Kurdî ya bi tîpên Krîlî ye. Ji ber ku ev alfabe jî wekî ya Erebî li ber derfetên bikaranîna teknîka pêşveçûyî ya welatên rojavayî asteng e, di nepejirandina wê da piraniya zimanzan û rewşenbîrên me hemfikir in. Jixwe pirs ne tênê teknîkî ye jî. Ji aliyê hêsaniyê ve jî hînbûna xwendin û nivîsandina Kurdî ya bi alfabeyek standard a ji tîpên Latînî li gorî yên din hêsantir e. Piraniya gelê me ji alfaba Latînî ra biyanî nine.
Bi alfaba Kurdî ya ji tîpên Latînî heta îro çiqas kîtab, rojname û kovar hatibin weşandin jî, em hîna di serî da ne. Hejmara mirovên ku bi alfaba me ya îro dinivîsin, ji çend sed mirovî derbas nabe. Mirovên bi vê alfabeyê dixwînin jî, ji tîraja rojname û kovarên Kurdî baş tê famkirin ku nagihe sed hezarî. Ji ber vê yekê em kanin guhertinên radîkal di demeke kin da bi van xwendevanên ku piraniya wan çend zimanan zanin, bidin pejirandin.
Celadet Bedirxan hem bi xebatên xwe hem jî bi gotina xwe eşkere dide xuyakirin ku çiqas di bin bandora alfabên neteweyî yên welatên din da maye. Bi dugrafên wekî ch, sh, ou, ai û hwd. xwastiye alfaba xwe nêzîkî alfabên Ewrûpî bike. Paşê di bin tesîra alfabên Grekî û Krîlî da maye û ji van alfaban çend tîp li alfaba xwe zêde kirine, dugraf jê derxistine. Bi van tîpan hejmara tîpên alfaba xwe digihîne 36an. Bi vê kirina xwe Celadet Bedirxan 36 dengên bingehîn ên Kurdî bi pratîka xwe dipejirîne. Dû ra dema dibîne ku ev tîp li hemberî nivîsandineke pratîk dibin asteng, bi mana yekrengiya alfabê xerab dikin, van tîpan ji alfaba xwe di avêje. Piştî avêtina van tîpan îcar, ji ber ku wê demê manda Fransê li ser başûrê rojavayê welatê me û Sûriyê hebû, bi giranî di bin bandora alfaba Fransizî da dimîne û bi gotina xwe “tîpên bi bilindek û jêrindek” ên alfabeya Fransizî ê, î, û, ç di alfaba xwe da bi cih dike. Di vê demê da, ji ber ku Turkan jî alfabeyeke bi tîpên Latinî pejirandine, li gel tesîra Fransizî di bin bandora Turkî da jî dimîne û ş ya Turkî wekî berhemeke vê bandorê dikeve alfaba Kurdî ya bi tîpên Latînî.
Wekî tê xuyakirin Celadet Bedirxan bi her bayekî ra berê xwe bi aliyekî da kiriye û tu demê bi hişekî azad li ser alfaba Kurdî ya bi tîpên latinî nikanibûye bixebite. Ji ber van sedeman alfaba ku bi alîkariya Roger Lescot çêkiriye tu demê nebûye alfabeyek têkûz a Kurdî. Belkî li gor pêşveçûna zimanzanîna wê demê û hema hema nebûna lêgerîn û lêkolînên li ser dengên Kurdî, çêkirina alfabeke netewî ya Kurd a ji tîpên Latinî ne mumkun bû. Lê îro kes nikane xwe bispêre îdîayeke bi vî awayî. Alfabên her zimanekî ji bo gelê bi wî zimanî di axivin li gorî teknîka zanîna wî zimanî tên çêkirin. Di dinê da ji xeynî Kurdan tu gel tune ye ku ji bo zimanê xwe hînî gelê xwe bike, alfaba xwe nêzîkî alfaba neteweke din bike, bi vê jî nesekine li ser navê hêsankirinê bi dil û can li teorîzekirina vê bixebite. Celadet Bedirxan ji bo girtina ş ya tirkî mafdar derbixîne weha dibêjê: “Ji bo kurdên Bakur hêsantir hînî xwendin û nivîsandinê bibin min alfabeya xwe nêzîkî ya tirkî kir”(1) Ev teorîzekirina xeletiyê ye. Lê xeletiya ku li teorîzekirina wê dixebite jî bi kêmasî ye. Baş tê zanîn ku ji aliyê teknîkî ve di navbera bikaranîna tîpa ş û tîpa ı ya Turkî da tu ferq nîn e. Her du jî tîpên taybetiyên alfaba Turk in. Celadet Bedirxan ji van yek girtiye, a din negirtiye.
Dema mirov zimanekî hîn bibe, mirov mecbûr e ku alfabe û rêzimanê wî zimanî hîn bibe. Erê, netewa Kurd neteweke ewqas bêhiş e ku, ji bo ku zimanê xwe hîn bibe, xwe mecbûr dibîne alfaba xwe nêzîkî alfaba neteweke din bike? Divê rewşenbêrên me yên dixwazin alfaba Kurdî nêzîkî ya Turkî bikin û yên ku alfabeya Bedirxaniyan wekî nivîseke pîroz dibînin bersiva vê pirsê bidin. Alfaba Kurdî ya bi tîpên Latinî ne tenê ji aliyekî ve, ji pir aliyan ve bersivê nade hewcedariyên Kurdî. Ji ber ku ev alfaba bi awayekî hempar nehatiye çêkirin ji roja hatiye diyarkirin bi vir da, xwe tu demê ji rexnên cur bi cur xelas nekiriye. Di ronahiya zimanzaniya pêşveçûyî da pîvana alfabeyeke nûjen çi ye? Heta em vê pirsê bi riya zanînê nebersivînin, ne mimkûn e, em kanibin dawiyê li van guftûgoyên li ser alfabê bînin.
Alfaba Celadet Bedirxan ji aliyê pratîkî ve pir bigelemşe ye. Piraniya rewşenbîrên Kurd ên bi Turkî hînî xwendin û nivîsandinê bûne ji ber tîpên bi bilindek ê,î,û ên vê alfabeyê pratîk nabînin. Dîroknûs Cemil Gündoğan di nivîseke xwe ya li ser alfaba Kurdî ya ku di rojnama Özgür Gündemê de hatiye weşandin de tîpên bi bilindek ê, î, û li ber zû nivîsandinê wekî astengeke girîng dinirxîne, di dewsa wan tîpan de bikaranîna tîpên taybetiyên alfaba Turk pêşniyaz dike.(2) Rojnameya Azadî, kovara Deng, Govend û hinek weşanxanên Kurd di nivîsên xwe yên bi Kurdî da bi temamî nebe jî, ji zû ve vê pêşniyazê di pratîkê de bi kar tînin. Dr. Celadet Çeliker jî, di nivîsên xwe da alfabê wekî rojnama Azadî bi kar tîne.(3) Rojnama mehane Dengê Kurd, ku li Azerbeycanê derdikeve bi nivîsên xwe yên bi alfaba Kurdî ya bi tîpên Latinî alfaba Bedirxaniyan serûbinî dike. Di bikaranîna alfaba bi tîpên Latinî ya Kurdî da her nivîskarekî vê rojnamê ev tîpên bi bilindek li gorî xwastina dilê xwe bi kar anîne. (4)
Piraniya nivîskarên alfaba Celadet Bedirxan diparêzin jî, ji bo hinek tîpên bi kumik dijberiya xwe ya li hemberî vê alfabê bi awayekî eşkera tînin zimên. Rewşenbîr û nivîskarên me yên dixwazin bi zêdetir nêzîkî hev kirina alfaba Kurdî û Turkî me ji îşkenceyekê xelas bikin, bi nezanî be jî encama xwastina wan me dike bin îşkenceyeke xedartir. Mirov bixwaze nexwaze ev pirs tên bîrê: Gelo ev rewşenbîr û nivîskar rewşa Kurdên li derî bakurê welatê me dijîn çiqas fikirîne? Gelo çiqas mafê wan heye Kurdên başûr, ên rojhilat, ên başûrê rojava û ên li welatên cur bi cur ên dunyayê dijîn mecbûrî bikaranîna klavya bi taybetî ji bo Turkî hatiye çêkirin, bikin? Divê kes vî mafî bi xwe ra nebîne. Ji xwe ev maf jî nine, berhemeke bişavtina hov a di rihê Kurdan de bicihbûyî ye.
Ismet Cherif Vanly di nivîseke xwe ya li ser alfabê ya ku di hejmara yekî ya Zendê de hatiye weşandin da wiha dibêje: “Ez bi tîpnivîsa xwe ya elektronîk karim fransizî û almanî binivîsim, lê bes ne bi kurdî.”(5) Sedema vê ya herî girîng di alfabên Ewrûpî da nebûna tîpa taybetiya alfaba Turk ş ye. Di vê nivîsa xwe de I. Cherif Vanly alfabeyeke ji 26 tîpên standard ên alfaba Latinî pêk tê, pêşniyaz dike. Ji xeynî tîpa ş hemû tîpên taybetiyên alfaba Fransizî ç,ê,î,û jî derdikevin. Ji ber ku ji bo mirovên li derî welatên bi fransizî diaxivin dijîn, nivîsandina van tîpan bi qasî li Swîsrê nivîsandina ş ya Turkî dijwar e. Lê bi 26 tîpên standard ên alfabeya Îngilîzî, li hemû welatên di nivîsandina zimanên xwe de alfaba latinî bi kar tînin û heta li welatên ku alfabên neteweyî yên cur bi cur bi kar tînin jî, ji ber navnetewîtiya zimanê Îngilîzî nivîsandin pir hêsan e. Di pêşniyaza xwe de Ismet Cherif Vanly jî, di bin tesîra zimanên Ewrûpî da maye, bi hişekî azad li gorî dengzanîna kurdî û nîsbeta bikaranîna dengan alfabeyeke têkûz pêşniyaz nake. Wekî Baran Rizgar di nivîseke xwe ya di rojnama Welat û kovara Zend da hatiye weşandin da dibêje: “Ev awa tenê rûpelên kitêban zêde nake, ji ber bê qeyîdebûna xwendinê û nivîsandinê kurdî dijwartir dike. Alfabeyê ji fonetîkbûnê zêde dûr dixe, cihê bikaranîna pevdengên ku pêşniyaz dike ne kifş e.”(6) Bi kurtî mirov kare bibêje ku alfabeya ku pêjniyaz dike, li ser bingeha xelasbûna ji tîpên bi kumik û bi niçik hatiye çêkirin. Zanistî nine. Heke ji bo kurdî, 26 tîp têr nekin mirov kane hinek tîpên taybetî jî bi kar bîne. Dema em li gorî nîsbeta bikaranîna dengên bingehîn ên Kurdî li pirsgirêkê dinihêrin, bi awayekî eşkere tê xuyakirin ku 26 tîp têrî Kurdî dikin.
Di hêsanbûna xwendin û nivîsandina zimanekî de fonetîkbûna alfabeyê cihekî girîng digire. Kurdên bi Turkî hînî xwendin û nivîsandinê bûne di alfabeyeke wekî ya Turkî da îsrar dikin. Ji bo vê armanca xwe mafdar derbixînin jî tim xwe dispêrin fonetîkbûna alfaba Turkî. Ji bikaranîna dugrafan pir ditirsin. Ji ber ku di Turkî da dugraf tune ne, dibêjin: “Heke em pevdengan bi kar bînin mirovên bi tirkî hînî xwendin û nivîsandinê bûne, ew dê nikaribin zimanê xwe hîn bibin.” Zêdetir jî rewşenbîrên me yên hîna li dunyayê bi çavên Turkî dinihêrin û bi hişê Turk difikirin, vê îdîayê tim derxînin pêş. Baş tê zanîn ku Îngilîzek di demek kin da hînî xwendin û nivîsandina Îngilîzî dibe, ji ber ku zimanê wî yê maderî ye. Nexwe mirovekî Kurd heke bêhiş nebe, çima nikaribe zimanê xwe yê maderî wekî zimanekî xwedî alfabeyeke ji alfabeyên zimanê din cuda hîn bibe? Ji xwe dugraf dema ku dengekî bide li ber fonetîkbûnê jî asteng nine. Piraniya rewşenbîrên me yên Bakurî bi peyvên Kurdî Turkî dinivîsin. Ji ber vê yekê bi dev çi dibêjin bila bibêjin nikanin zimanê xwe yê nivîskî bi temamî ji Turkî cuda bifikirin.
Di her zimanî da, dengên bingehîn, navdeng û rengên dengan hene. Alfabe li gorî dengên bingehîn ên zimên tê çêkirin. Berî her tiştî, divê em dengên bingehîn nas bikin. Dengên ku di zimanekî de wata du peyvan ji hev cuda dikin dengên bingehîn in. Ji ber vê yekê ev deng bi tîpekê an jî bi dugrafekê di zimanê nivîskî de xwe dide xuyakirin. Di hinek zimanan de hinek navdeng û rêngên dengan jî di nivîsandinê de cih digirin. Lê ev deng di alfabê de cih negirin jî, tu zirar nîn e. Ji bo ku gelemşên bilêvkirinê kêmtir bibin divê em navdeng, rengên dengan, dengên ji zimanê biyan ketine zimanê me û dengên bingehîn ên ku em di nivîsandina praniya peyvan de pêwîst nabînin, bi alfaba fonetîk a navnetewî (IPA) di ferhengan da li hemberî peyvan binivîsin. Wekî zimanzan Saussure dibêje, “Di alfabê de cihdayîna hemû dengên zimanekî ne mumkûn e.” Dengên bingehîn li gorî zimanan diguherin. Wekî mînak, di Kurdî û Fransizî da dengê /e/ dengekî bingehîn e, lê eynî deng di Îngilîzî û Turkî de dengekî bingehîn nine. Ji ber vê yekê jî ev deng di alfabên van zimanan de bi tu awayî cih nagire. Di Kurdî da 36 dengên bingehîn hene. Ên wata dengê bingehîn nizanin bi navê zanînê li teorîzekirina çewtiyê dixebitin.
Ronakbîrê me Osman Sebrî ta wê demê kêmasiya vê alfabeyê aniye bîra Celadet Bedirxan. Osman Sebrî, li ser vê yekê weha dibêje: “Piştî em bi ser û ber li alfabeya pêkhatî hûr bûn, Celadet ji me pirsî û got:
— Ma hûn tiştekî kêmanî di vê alfabeyê de dibînin?
Kesekî ji hevalên di civînê de deng nekir. Hingî min got:
Erê, ez tê de çar tîpan kêm dibînim ku di zaravayê kurmancî de hene. Divê em çavên xwe li ser tunebûna wan negirin. Tunebûna wan di elîfbêya me de kêmaniyeke berbiçav e.
Hingê Celadet li min vegerand û got:
— Tîpên kêm kîjan in?
Min gotê:
— ç, k, p, t, ne ku zaravayê kurmancî ji van tîpan dagirtiye. Hingî rehmetî li min vegerand û got:
— Rast e, ev çar tîp di zaravê kurdmancî de hene. Lê em dikarin ji tîpên nêzîkî wan (ç, k, p,t) destkewtî bibin, herwekî me bi tîpên erebî dinivîsandin. Vaye hemî elfabeyên ewrûpî di navbera 29-31 tîpan de ne. Ev e, ên alfabeya me bûne 35 tîp…”(7)
Dr. Î.Omerî xwastina xwe ya di vê babetê da bi pêşniyazeke çareserkirinê wiha tîne zimên: “Daxwaziya min ji beşa ziman û rêziman a zanîngeha kurdî ev e: Her kes dizane û têgihîştiye ku we barekî mezin û berpirsiyariyeke neteweyî hilgirtiye ser milên xwe. Derfetên we kêm in û astengên we zehf in. Di nav xwe de dev ji kêşê berdin, ch, kh, ph, th yê bi kar bînin. Ne zor e, ne zehmet e, pir hêsan e.”(8) Nivîskarê Rewşenê Îbrahîm Genç di çareserkirineke wekî ya Î. Omerî da hemfîkîr e. Li ser vê mijarê weha dinivîse: “… Mirov kane H yekê bîne cem tîpên Ç, P,T,K û bi wî awayî bi ser bikeve. Mînak: phîvaz, phîr, çhîrok, çhal, thûr, thivir, khew, khûr. Heke bi baldarî lê bê nihêrtin ji xwe tîpa h tîpa pêşiya xwe nerm dike. Hînbûna wê jî hêsane. Ji aliyê teknîk ve jî tu dijwariya wê tune ye.”(9)
Talat İnanç ramanên xwe yên li ser alfabeyê bi kurtî di pêşkeşkirina kitêba Nurettin Karacadağ a bi navê Ziman Ê Kurdî de tîne zimên: “Nivîskar, mamoste Nuredin Karacadağ, gotinên Kurdî yek bi yek mîna dur û morikan civandine. Lê nihêrtiye, li dengan guhê xwe pirr bel kiriye. P,Ç,T,K,R her yek cêwî ji hev veqetandiye. Ev dengên cêwî di zimanê Kurdî de gelek girîng in.
… Bi rastî ev ferq di ‘L’ de jî heye.” (10)
Nuredin Karacadağ di pertûka xwe ya bi navê Ziman Ê Kurdî da bi dorfirehî li ser van dengan sekiniye û ev deng di nivîsandina xwe da jî bi kar anîne. (11)
Di kitêba xwe ya bi navê Rêzimanê Kurdî de Feqi Huseyn Sağnıç, ji bo van çar dengan weha dibêje:
“Dengên bê tîp: Her kurdîzanek dizane ku di zimanê me de hê çar dengên grîng jî hene:
-
Li navbera “C” û ‘Ç’yê. Mîna: Ç’ya çêlek, çem, çal
-
Li navbera ‘D’ û ‘T’ yê. Mîna: T’ya tu, tewandin, teng, tîr
-
Li navbera ‘B’ û ‘P’ yê. Mîna: P’ya par, pêr, pê, pênc
-
Li navbera ‘G’ û ‘K’ yê. Mîna K’ya kew, keko, keç, kêm
Ev dengên han ne b, c, d, g, û ne jî ç,k,p,t, yên xwerû ne, lê ev deng bi tîpên hişk yanî bi ç, k, p, t, yê bên nivîsandin. Mîna: çêlek, kew, par, teng…” (12) Sağniç di hinek nivîsên xwe yên din da van çar dengan wekî rengên dengan dibîne.
Kurdên ku li komarên Sovyetê yên berê dijîn van dengan bi apostrofekê p’ç’, t’,k’,r’,g’,h’,e’ nîşan didin. Qanatê Kurdo bi vê alfaba xwe li ya Bedirxaniyan 8 tîp zêde kirine û hejmara tîpên alfabê gihandiye 39’an. Qanatê Kurdo di vê alfabeya xwe de ji bo (ع), (غ), (ح) a Erebî jî Sê tîpên biapostrof bi kar anîne.(13)
Çîroknûs Kemal Astare, di kîtaba xwe ya bi navê Cer Hard Cor Asmen da van çar tîpan jî bi kar tîne: “Dewa ma de ‘çar melalî bî. Raa viradekî suke ra, amenê, wertê dewê ra, vêrdênê ra, serê dewê de hate verê ‘Kela, hata Dere gelîe, hata cao ke axwa’ çemî vecîna şîenê… Rae hata warê taxtî, warê Aberike, Dere Turazinî, Kemera Gule re, Warê ‘Taştam, navgol, Deve ‘Çuxure şîen.
…
A sate hewr gurra ‘pîla sik eşt, asmên ra gura gur vengê hewru ama te de şilîe vorê”. (14)
Ji nivîskar û rewşenbîrên me yên ku di alfabê da guherînên radîkal dixwazin yek jî Zagrosê Hajo ye. Ew jî alfabeke Standard a ji 26 tîpan pêk tê pêşniyaz dike. Bi alfaba ku pêşniyaz dike bi mînakî nivîsek Kamuran Alî Bedirxan dinivîse: “Gunde mi Rojhilat e. Ezman hedi hedi bi rengen sor û zer dikene. Sivan bi pez û seye xwe ve ji gund derdikeve. Gavan ji dewer dide hev û bi cole dikeve. Deriyen xaniyan vedibin û gundî dicin zeviyen xwe. Zaro ji ber ku dibistan girtiye ji xwe re digerin, derdikevin cole. Jin u kecen gund dest bi kare mala xwe dikin. Hin ji kaniye ave tenin, hin nane xwe dipejin u hin ji berivaniye dikin. Hinek ji wan tesiye diresin, tevn u mafuran cedikin. Di gund de her kes bi dilxwesi dixebite. Gundi hemu hez ji hev dikin, ew dizanin hemu birayen hev in u wek miroven berberiya hev u din dikin.”(15)
Jemal Nebez, di nivîsa xwe ya di hejmara 1. a Zendê de hatiye weşandin de ji alfabeyê derxistina tîpên bikumik pêşniyaz dike. Di şûna van tîpan de li gel bikaranîna hinek tîpên taybet ên alfabeyên neteweyî yên cur bi cur ji bo R ya bi stûr jî tîpa R’yek bi kumik tê pêşniyazkirin. Jemal Nebez alfabeya Bedirxaniyan di nivîsandina navê xwe de jî bi kar neaniye; di şûna C’yê de J bi kar aniye. Ev jî careke din baş dide xuyakirin ku piraniya rewşenbîrên kurdên ji alfabeya kurdî ya Bedirxaniyan û ya Îngilîzî pir caran a ingilizî tercîh dikin. (16)
S. Rêving di nivîseke xwe ya di hejmareke Kovara Rewşenê da hatiye weşandin da alfaba Hawarê diparêze: “Alfabeya Celadet Bedirxanî hem ji aliyên Kurdî, hem ji aliyê şiklên tîpan ve ji bo nivîsandinê bersiva xusûsiyetên zimanê me dide” (17) dibêje.
Baran Rizgar di nivîseke xwe ya li ser alfabê da ji aliyekî ve bi zimanekî ji rexnegiriyê dûr mirovên ku alfabeya Bedirxan rexne dikin bi nezaniyê îtham dike, ji aliyekî ve jî gelemşên vê alfabê bi vî awayî rêz dike:
-
Ji ber ku ê di tirkî de tune, tevlîhev dikin wê wek e dibihîzin û pir caran kumikê jî bîr dikin.
-
Ji ber ku ev her du deng di Tirkî de wek ı, i, ne, carinan kumik û carinan jî niqteyê ji bîr dikin.
…
e) Pir caran kumikê û ji bîr dikin.”(18)
Ev nivîsa Rizgar dide diyarkirin ku heke kumik li serê tûpan tunebin, wê kes nikanibe wan ji bîr bike û çewt binivîse. Wergerê Quranê Abdullah Varlı vê gotina Baran Rizgar di wergera xwe de bi awakî eşkere tîne ber çavan. (19)
Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ji çareseriya dengên Kurdî yên bingehîn zêdetir, li ser dengên Erebî (غ) û (ح) xebitiye û ji bo van, du tîpên nû hetanî demekê bi kar anîne. Ji ber ku ev tîp ji aliyê weşan û rewşenbîrên Kurd ve nehatin pejirandin, îro êdî nayên bikaranîn. (20)
Malmîsanij, di nameya xwe ya ji Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê re şandiye û di hejmara 1 a kovara Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Zendê de hatiye weşandin de, ji bo sê dengên Erebî tevî 5 tîpên bi apostrof dixwaze 7 tîpan li alfabeyê zêde bike. Tîpeke kurdî bi tîpeke Turkî ra guhertinê rast nabîne, lê heke ev ji bo du tîpan ü, ı be dipejirîne. Ji ber astengiyên teknîk di hemî xwastinên xwe de israr nake. Lê ji bo çar dengên bingehîn ên Kurdî li tu çareyekê nagere û dixwaze di nav demê de hêdî hêdî ev deng wenda bibin. Bi cot rr yan nivîsanidina r ya bi stûr rast dibîne. (21)
Di rapora Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ya ku di hejmara 11 a kovara Rewşenê da hatiye weşandin da rewşenbîr û nivîskarên beşdarî civînên li ser gelşên alfabê bûne, bi awayekî fireh dîtinên xwe anîne zimên. Li gorî vê raporê Feqî Huseyn Sağniç, Felat Dilgeş û Zana Farqînî dixwazin i û î ya Kurdî wekî ên Turkî bên nivîsandin û bi vî awayî ji bo hêsankirinê alfaba Kurdî nêzîktirî ya Turkî bibe. Torî bi temamî alfaba Celadet Bedirxan diparêze û ji aliyê dengzanînê ve, vê guhertina ku beşdarên jorîn dixwazin rast û zanistî nabîne. (22)
Berpirsyarê Giştî yê kovara Nûbaharê Sabah Kara, li ser çaredîtina gelemşên alfaba Kurdî weha dibêje: “Herwekî tê zanîn di alfabeya erebî de tîpa i tune ye. … Dema ku em tîpa i ji alfabeyê bavêjin dê meseleya me nemîne. Wê gavê em dê i yê di ciyê î yê de bi karbînin.
Li gorî dîtina min divê em kumikê li ser e yê jî rabikin û di şûna kumikê de apostrofê é bikarbînin… Herweha em karin kumikê li ser û yê jî rabikin û di şûna wê de o bi kar bînin.” Sabah Kara di nivîsek xwe ya din a li ser alfabeyek têkûz a Kurdî ya di kovara Nûbihar da hatiye weşandin da, alfaba pêşniyaz dike bi kurtahî wisa tîne zimên: “Weke ku tête dîtin alfabeya me dibe 27 herf. Lê ji bilî van, 5 dîftongên me jî çêdibin. Wekî:
Ch, ch ji bo ç (چ)
Gh, gh ji bo (غ)
Kh, kh ji bo (ح)
Xw, xw ji bo (خو)
Ji xwe weke me got î û û ji herfbûnê derdikevin û dibin deng. Ku ew deng jî ji du herfan pêk tên: iy û uw.” (23) Di vê pêşniyazê da tîpa é li 26 tîpên standard ên alfaba Îngilîzî hatiye zêdekirin.
Wekî ji van mînakan jî baş tê famkirin piraniya rewşenbîr, nivîskar û weşanerên Kurd guherîneke radîkal pêwîst dibînin. Ji %90 namên li ser alfabê di kovara Rewşen û rojnama Welatê Me da hatine weşandin li ser kêmbûna alfaba Celadet Bedirxan in. Ji ber van sebeban divê em li ser vê mijarê baş biramin û alfabeyeke têkûz amade bikin.
Dengên ku nîsbeta wan a bikaranînê li gorî yên din kêmtir e bi dugrafan bên nivîsandin tu problemî dernaxînin pêşiya me. Lêkolînên li ser nîsbeta bikaranîna dengên Kurdî hatine kirin, didin xuyakirin ku dengên ku em dixwazin bi dugrafan bidin, ên bi vî awayî ne. (24) Dema mirov van dengan bi dugrafan bide 26 tîpên standard ên alfaba Îngilîzî bi hêsanî têrî Kurdî dikin. Bi vî awayî em kanin tîpên alfaba Kurdî yên ji 26 tîpan yek in, lê nîsbeta wan a di zimên da bikaranînê ji %3 kêmtir e, di şûna tîpên bi kumik û niçik da bi cih bikin.
C: Di şûna ê da tê bikaranîn: czing, csta, mcr, pcl, jcr
I: Li serê peyvê û di paşgirên namîn û rengdêrîn da wek î, li pêşiya dengdêran wek îy, li dû bêdengan wek ı ya Turkî tê xwendin: isal, isot, Iran; Kurdi, Amedi, rengin; biok, diar, ziaret; girtin, kirin, dil
U: Di şûna u û û da tê bikaranîn: dur, bun, kupandin, Kurd, gul, buha
Y: Li dû bêdengan di şûna tîpa î da tê bikaranîn. Li serê peyvê, li dû dengdêran û di nav du dengdêran û di nav du dengdêrên ji hev da wekî y tê xwendin. Li pêşiya ê û bi dengê î ra nayê nivîsandin: tyn, sy, kyjan; yek, yanzdeh, yar; beyar, deyn, keynek; jian, zain, buin; dac, bac, koc, muc
Bikaranîna Dugrafan
DJ: Heke em dengê c, tenê ji bo peyvên dema bi eynî tîpê bên nivîsandin têgihên wan li nav hev dikevin bi dugrafa dj, li hemî cihên din bi tîpa j binivîsin, dê ev dugraf jî di nivîsê da kêmtir cih bigire. Ji xwe li her derê were nivîsandin jî ji ber nîsbeta kêm bikaranîna dengê c zêde cih nagire: jan, djan; jin, djin; jor, djor; jwan, jotkar, Jebrail
SH: Di şûna dengê ş da tê bikaranîn: shar, shoresh, shev, Shengal
SZ: Di şûna ç yê da tê bikaranîn: szav, szem, szia, szenpik, szend
Ji bo têgihên peyvan li nav hev nekevin divê em pênc dugrafan tenê ji bo peyvên îstîsna bi kar bînin. Ji ber ku ev pênc deng jî dengên bingehînên Kurdî ne, lê di her peyvê da nivîsandina wan pêwîst nine, divê em tenê di nivîsandina peyvên ku dema bi eynî tpê bên nivîsandin watên wan li nav hev dikevin da bi kar bînin. Ji xwe peyvên bi vî awayê heta bê kêm in.
KH: Dengekî di nav k û g yê da dide: kal, khal, kar, khar, ka, kha
OU: Dengê û ya Kurdî dide: tu , tou, du, dou
PH: Dengekî di nav bera p û b ya Kurdî da dide: par, phar, pyn, phyn
TH: Dengekî di nav bera d û t ya Kurdî da dide: ta, tha, tol, thol, tu, thu
ZS: Dengekî di nav bera ç û c yê da dide: szeng, zseng, szo, zso, szal, zsal
Mînak:
“Agirê şeva ciyayê Sîpanê
Sîpanê Xelatê bilind e û serî bi mij û dûman e. Ew hevalê ewr û esmanan, heyv û stêrkan e. Dengê ba û bahozê, baran û brûskê, rawir û teyran, av û kaniyan û dengê Evdalê Zeynikê jê kêm nabe. Ew çiyayê destan û efsanan, hêlîna Xecê û Siyabend û warê Evdalê Zeynikê ye.” (25)
Bi alfabe û rênûsû tê pêşniyazkirin
Agirc sheva Sziac Sypanc
Sypanc Xelatc blind e, u seri bi mij u duman e. Ew hevalc ewr u asymanan, heyv u sterkan e. Dengc ba u bahozc, baran u bruskc, rawir u teyran, av u kanian u dengc Evdalc Zeynikc jc khcm nabe. Ew sziac destan u efsanan, hclyna Xejc u Siabend, u warc Evdalc Zeynikc ye.
ÇAVKANÎ
(1). Hêvî, hr: 1, rp: 19
(2). Cemil Gündoğan, Özgür Gündem, 1995
(3). Dr. Celadet Çeliker, Lı Kurdıstanê û Rojhılata Navin Çekên Kimyayi-Biyolojiki û Atomi, Weşanên Doz, Stenbol, 1992
(4). Dengê Kurd, hr 6, rp 1, Baku / Azerbaycan, 1995
(5). Ismet Chérif Vanly, Zend, hr 1, rp, Stenbol, 1994
(6). Baran Rizgar, Zend, hr 1, rp 55, Stenbol, 1994
(7). Osman Sebri, Derdên Me, Şam, 1956
(8). Dr. Î. Omerî, Welatê Me, hr 11, rp 11, Stenbol, 1994
(9). Î. Genç, Rewşen, hr 1, rp 28
(10). Nurettin Karacadağ, Ziman Ê Kurdi (Kürt Dili), rp I-II, Kendi Yayılari, Stenbol, 1993
(11). Nurettin Karacadağ, Ziman Ê Kurdi (Kürt Dili), rp 3-5, Kendi Yayılari, Stenbol, 1993
(12). Feqi Huseyin Sağnıç, Rêzımanê Kurdî, rp 24, Weşanên Melsa, Stenbol, 1991
(13). Qanadê Kurdo, Gramera Zimanê Kurdî kurmancî - soranî, rp: 14-24, Koral Yayınları, Stenbol, 1991
(14). Kemal Astare, Cer Hard Cor Asmen, rp 29-128, Weşanên Doz, Stenbol, 1994
(15). Zagrosê Hajo, Armanc, hr 109, rp 7
(16). Jemal Nebez, Zend, hr 1, rp 55, Stenbol, 1994
(17). S. Rêving, Rewşen, hr 6, rp 10, Stenbol, 1993
(18). Baran Rizgar, Zend, hr 1, rp 55, Stenbol, 1994
(19). Abdullah Varlı, Kur’an-ı Kerim ve Kürtçe Meali Quran a Pîroz û Arşa Wêye Bilind, Cihan Ofset, Stenbol, 1914
(20). Emîr Celadet Bedirxan & Roger Lescot, Kürtçe Grameri, rp 6-7, Doz yayınları, İstanbul, 1991
(21). Malmîsanij, Zend, hr 1, rp 67, Stenbol, 1994
(22). Di Derheqê Civînên Alfabeyê De Raporên Enstîtuya Kurdî, Rewşen, hr 11, rp 70-76, Stenbol, 1993
(23). Sabah Kara, Nûbihar, hr 28, rp 5, Stenbol, 1993
(24). Ji bo zanînek dorfireh a li ser statîstîka dengên Kurdî li van berheman binihêrin:
- Emîr Celadet Bedirxan & Lescot, Roger, Kürtçe Grameri, rp 36, Doz Yayınları, İstanbul, 1991
- Zagrosê Hajo, Armanc, hr 109, rp 6-7
- Dr Celadet Çeliker, Çend Pirsên Alfaba Kurdi, Zend, hr 1, rp 37 (Li ber weşanê ye), Stenbol, 1994
- Baran Rizgar, Uygulamalı Kürtçe Dersleri Dersên Kurdî, rp 389-342, Doz Yayınları, Stenbol, 2000
- Rojhat Azadî, Zend, hr 1, rp 85, Stenbol, 1994
(25). Mehmed Uzun, Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê, rp 119, Weşanên Doz, Stenbol, 1992
Welatê Me, 14 Gulan - 4 Pûşper 1995, Hejmar: 26, 27, 28, 29
ÇARESERIYA GELEMŞÊN ZIMANÊ NETEWÎ
Yekîtiya zimên li her welatekî bi awayekî cihêreng pêk hatiye. Du awayên pêkanîna yekîtiya zimên hene. Heta sedsala 20an yekitiya zimanan ne bi awayên zanistî, lê bi awayên serdestbûnê pêk hatine. Ji hêla ramyarî û artêşî ve kîjan êl bi hêztir bûye, zaravê wê bûye zimanê fermî û hemû mirovên din mecbûr mane wî zaravî hîn bibin. Yên zaravê êla serdest an jî zimanê gelê serdest ê dagirker nizanibûna ji jiyana bazirganî, çandî, artêşî û hwd bêpar diman. Împaratoriya Roma koledar bi vî awayî zimanê xwe bi Ewrûpayê daye pejirandin.
Zimanê netewî yê Fransayê “le français” zaravê Francan e. Dema Francan serdestiya ramyarî û artêşî xistin destê xwe, zaravê xwe jî, ji her aliyî ve bi ser zaravên din ra girtin. Roj bi roj zaravê Francan xurttir bû. Zaravên din jî ketin domana çûyîna ber bi mirinê ve. Piraniya van zaravan îro bi temamî hatine jibîrkirin.
Li Îtalyayê hema hema li her herêmekê zaravek wekî zimanê fermî hatiye pejirandin. Zimanê hempar ji zaravekî pêk hatiye. “…Li Îtalyayê ji ber giranbuhatiya hêjabûna edebiyata Toscanayê, zaravê Floransayê bûye zimanê hempar.”(1) Di domana dîrokê da ji van zaravayan hinek ewqas ji îtalyanî dûr ketine ku gihîştine dereca zimanekî serbixwe. Ji gelê Îtalyan, yên ku zaravê wan zêdetir ji Îtalyanî dûr ketine, îro daweya ji Îtalyayê veqetîne dikin. Ev ne awayekî çareseriya pirsgirêka zimên e; di halê xwe da, beredayî hiştina zaravayan e.
Li Norwecê bi awayekî zanistîtir û hemdemtir yekîtiya zimên hatiye pêkanîn. “Di vê mijarê da senteza zaravên rojavayî risteke bingehîn lîst û bi vî awayî rê li ber zimanekî bi navê lansmal (zimanê welêt, zimanekî aîdî hemû Norwecê (piştî 1853’an) vekir; îro bi navê nynorsk (Norweciya Nû) bi bokmal ra wekî sê zimanên fermî tên pejirandin.”(2) Zimanê Bokmal ji senteza zimanê Danî û Norwecî hatiye derxistin.
Li ser Kurdiyeke netewî heta niha nehindik nihêrîn û dîtin hatine holê. Rewşenbîrên Kurmancan bi awayekî eşkere nebe jî, tim serdestiya zaravê Kurmancî xwestine. Bi çavê zaravê lişûndemayî, li zaravên din nihêrîne. Helwesta xelet a rewşenbîrên Kurmanc li ser kesên ku bi zaravê Soranî (Kurmanciya Jêrîn) diaxivin jî tesîreke neyînî hişt. Îro hîna piraniya rewşenbîrên Soran xwe nêzîkî alfaba bi tîpên Latinî ya Kurdî nakin. Bi awayekî eşkera nebêjin jî, vê alfabê wekî alfaba Kurmancî dibînin. Tirsek wan heye: “Heke em alfaba Latînî bipejirînin, em dê serdestiya Soranî ji Kurmancî ra bihêlin” dibêjin.
Zaravê Kirmancî (Kirdkî, Dimilî, Zazakî) ji hêla nivîsî ve pir li paş maye. Rewşenbîrên Kirmanc heta niha serdestiya zaravê xwe li ser zaravên din îdîa nekirine. Lê ji van hinek, dîsa ji ber helwesta xelet a piraniya rewşenbîrên Kurmanc, li cem kontrgerîla cih girtine û bi wan ra êrîşî gelê xwe kirine. “Rewşenbîrên Zaza” yên li der dora kovarên wekî Ayre, Piya û hwd cîh girtine xwe spartine ramyariya dewleta dagirker û bûne berdevkên daxwaza kontrayên wê. Lê piraniya rewşenbîrên Kirmanc ev bi destê xwe teşhîr kirin û nebûn hemparên hemkariya wan. Rewşenbîrên Kirmanc heta niha ji bo pêşvebirina zaravê xwe xebitîne û dixebitin.
Rewşenbîrên me yên bi zaravên Goranî (Hewramî) û Lorî qise dikin, bi piranî, niha bi Soranî dinivîsin. Bi van zaravên me ne hindik berhemên edebî û olî hatine nivîsandin. Baba Tahirê Hemedanî helbestên xwe yên giranbuha bi zaravê Lorî nivîsandine. Li gor Gîwî Mukriyanî berhema Kurdî ya herî kevin bi zaravê Lorî hatiye nivîsandin. Heke em Avestayê nehesibînin kitêba “Dînkerd” berhema pêşîn a zimanê nivîskî ya Kurdî ye. Ev kitêb bi lorî hatiye nivîsandin. Kitêbên pîroz ên gelê me yên li ser ola Yarsan (Ehlî Hak-Elîyullahî) bi zaravê Goranî hatine nivîsandin. Îro hîna jî nivîsên vê olê bi goranî tên nivîsandin.
Beşek rewşenbîr, zimanzan û sazgehên Kurd, di civandin û bikaranîna hemû peyvên hemû zaravên Kurdî da hemraman in. Ferhanga Kurdî-Farisî ya Mamoste Hêjar di vî warî da gaveke pratîk a girîng e. Mamoste Hêjar heta ji destê wî hatiye peyvên hemû zaravên Kurdî di vê berhema xwe ya giranbuha da li hev civandine. Ji ber ku li Başûr zaravê Kirmancî nayê axaftin û di salên ku ferheng hatiye amadekirin da weşanên bi vî zaravî hatibûn weşandin hema hema qet tune bûn, peyvên Kirmancî di ferhengê da kêm cih digirin.
Di vekirina Enstîtuya Kurdî ya Berlînê da li ser zimanê netewî weha tê gotin: “…Di domanê da bi giranîdayîna ser Kurmancî, lê ji senteza hemû zaravayan û bi rastirdîtina bikaranîna alfaba latînî, afirandina zimanekî netewî ramanên hempar bûn.”(3)
Nivîskarê rojnameya Medya Güneşi Felat Dilgeş di nivîseke xwe ya li ser Xelîl Xeyalî nivîsiye da, armancek ji armancên wî yên girîng weha dide diyarkirin: “Xelîl Xeyalî di bin navê “Qomîteya ziman” da li ser pirsa avakirina sazgeheke ku li ser pirsên ziman dixebite û endamên wê di mijara ziman da pispor in, disekine. Karekî komîteyê yê herî girîng jî ev e: Civandin û qeydkirina peyvên ziman. Her peyvên ku tên qeydkirin, divê li hemberî wan di zaravên din da çi tê gotin, bê nivîsin.”(4)
Ev dîtin, dîtinek zanistî û nûjen e. Lê xwediyên vê dîtinê heta niha bi zelalî negotine, ka ew dê çawa peyvên hemû zaravayan bi hev ra bi kar bînin. Ew dê vê senteza zaravayan bi çi awayî pêk bînin? Ew dê çi demê dest bi xebatê bikin? Kesî bersiv nedaye van pirsan. Yên ku bi pratîka xwe xwastine van pirsan kêm-zêde bibersivînin jî wekî Mamoste Hejar tenê xwe nêzîkî çareseriya pirsgirêkê kirine.
Em dê ji hemû zaravayan zimanekî netewî çawa pêk bînin? Ji bo Kurdiyeke bêkêmasî pêwîst e, em bi awayekî zelal vê pirsê bibersivînin.
Zimanê netewî divê zûtir û hêsantir di nava gel da bi cih bibe. Heke em rêzimanê zaravê xwe yê ji hêla piraniya gelê me ve tê zanîn û pê tê axaftin bingeh bigirin, ew dê hînbûna zimanê netewî hêsantir bibe. Piraniya Kurdan bi Kurmancî zanin û pê qise dikin. Divê em li ser rêzimanê Kurdî bi awayekî zanistî bixebitin. Ji ber ku rêzimanê Kurmancî bi tenê têrî Kurdî nake.
Ji peyvên nêzîkî hev, divê em peyvên Kurmancî bigirin. Di standardîzekirina peyvên weha da pêwîst e ku em etîmolojiya peyvê jî bidin ber çavên xwe. Ji ber ku hinek peyv di domana bişavtinê da ketine rewşeke bêwec. Bi vî awayî bijartina peyvê ew dê hem hêsantir be, hem jî zanistî be.
Kurmancî Hewramanî Dimilî Soranî
agir awir adir agir
ba wa va ba
çend çen çend çen
gavan gawan gawan gawan
peya peyade peya piyaw (5)
Peyvên hemwate (synonim) û yên ji hev cuda, divê ji xeynî hinek guhertinên rêzimanî, li ser qed û guhertinek neyê kirin. Mîna ku di zaravên Soranî da paşgirên zayendî nîn in. Dr. Kamuran Alî Bedirxan di pertûka xwe ya bi navê Türkçe İzahlı Kürtçe Grameri (6) da, di 15 xalan da mijara paşgirên zayendî yên Kurdî bi awayekî pir zelal tîne ber çavan. Mirov kane paşgirên zayendî bi awayekî zanistî bi van peyvan ve bike.
Mînak 1:
Soranî Kurdî
Braderî min hat Braderê min hat
Dayîkî min witî Dayîka min witî
Mamî min Mamê min
Hêroy min Hêroya min
Kîjolekî qeşeng e Kîjoleke qeşeng e
Mînak 2:
Kurmancî Soranî Zazakî
pir zor zaf
keç kîjole keyn
ap mam dat
bedew ciwan rind
Ji lêkerên hemwate yên ji hêla dengan ve jî nêzîkî hev in, divê yên Kurmancî bên bikaranîn. . Ji bo di nava gel da zûtir bicih bibin, ev pêwistiyeke girîng e.
Mînak:
Kurmancî Soranî Dimilî
zanîn zanîn zanaene
xwendin xwendin wendene
kirin kirdin kerdene
xwastin xwastin wastene
Bikaranîna lêkerên hemwate û yên ji hev cuda yên zaravayan, pirsgirêkek ji pirsgirêkên herî girîng ên zimanê netewî ye. Divê ev lêker bi temamî li gor bikaranîna xwe ya orjînala zaravên ku jê tên bên bikaranîn. Ew dê bi bikaranîneke weha pirtikên lêkerî yên hemû zaravên me, di zimanê hempar da jiyana xwe bidomînin.
Mînak 1:
Dimilî Kurdî
DESTENE (êsta) DESTENE (êsta)
Ez derzon Ez derzon
To derzena Tu derzena
Wû derzeno Ew derzeno
Wa derzena Ewa derzena
Ma derzeme Em derzeme
Sima derzenê Hûn derzenê
Yî derzenê Ew derzenê
Mînak 2:
Soranî Kurdî
WITIN(êsta) WITIN (êsta)
Min delêm Ez delêm
To delêyt Tu delêyt
Ew delêt Ew delêt
Eme delêyn Em delêyn
Ewe delên Hûn delên
Ewan delên Ew delên
Li hemberî helwesta serdestkirina zaravekî an jî du zaravan, Kurdên ku bi zaravên din qise dikin bi awayekî xwezayî dîtinên xwe yên dijber anîne zimên.
Nivîskarê rojnama Welat J. Espar li ser nivîseke Umer Şêxmûs a ku di derbarê yekîtiya zimanê Kurdî da hatiye nivîsandin û di kovara Berbangê da hatiye weşandin da weha dibêje: “Nûştay Umer Şêxmûs’î bi kurmanckî ya û ziwanê kurdkî sero ya. Ez do nika na nûşta Umer Şêxmûs’î ra yew parçe şima ra tercume biko:
“Cora ez na persî ser o yew modelo pluralîst pêşkêş keno: No zî no yo:
- Heme Kurdistanê di sorankî û kurmanckî bêro wendiş.
- Mintiqandê kurmancan di kurmanckî zarava yewîn û sorankî zî ey diyin bo
- Mintiqandê soranan di sorankî zarava yewîn û kurmanckî zî zaravê diyin bo
- Mintiqandê zazayan di kurmanckî zarava yewîn, zazakî zarava diyin, sorankî zarava hîrin bo
- Mintiqandê hewramanan di sorankî zarava yewîn, hewramankî zarava hîrin bo. (B’ewnê; Berbang Homar 81, riperr 26)
… Vano zazay û hewremankî mecbûrî kurmanckî, sorankî banderbî. Labelê ne kurmanc ne zî soran îcab nêkeno zazakî an zî hewremanî banderbî.
…No model zaf modelê kolonyalîstan ra dûrî niyo. Kolonyalîstan heta nika vatinî ziwanê şima çiniyo. Umer Şêxmûs zî çend mîlyon kurdan ra vano şima bi zarava xwi nênûsê, mêwanê û bander mebê. Zaravay şima zaf muhîm niyo, şima qisê nêkê zî beno…”(7)
Ji xeynî zaravê Soranî, zaravên Kurdî yên din hîna standardîze nebûne. Divê em li ser standardkirina zaravên xwe bi girîngî bisekinin. Ji ber ku heta demeke dirêj, ew dê dersên zaravan li gorî herêman an jî li gorî hejmara xwendekaran wekî derseke li ser xwestinê, an go wekî derseke bijartî ji dibistana seretayî, heta dibistana navîn bên dayîn. Ew dê zaravên me li gel Kurdî, heta bê bi pêş ve biçin, ta rojekê bi awayekî xwezayî bi Kurdî ra bibin yek.
Li ser standardîzebûna zaravê kirdkî (zaza) J. Espar di nivîseke xwe da weha dibêje: “Helbet standardîzebiyayişe kirdkî û heta ey kirdkî zaf zaf muhim o. Labelê ma ganî realîst bî. Mi vernî da nuştada xwi di îşaret kerd, bi kirdkî zaf çî nênûsawo. No weziyetî di eke kê kirdkiya standart bigeyrî şaş o. Çunkî çinî ya.”(8)
Zaravê Kurmancî bi qasî Kirdkî nebe jî, hîna di pirsa standardîzebûyînê da bi ser neketiye. Hinek dixwazin li gorî devokê herêmekê Kurmanciya standard bînin holê, hinek jî dixwazin li gorî qeydên zanistî cûdahiyên di navbera devokan da ji holê rabikin û dawiyê li guftûfoyên li ser vê mijarê bînin.
Hinek zimanzanên me jî dixwazin Kurdî tenê ji Kurmancî û Soranî pêk bînin. Ji van yek zimanzanê Kurd, Qanatê Kurdo ye. Li ser mijara yekîtiya zimên, di pêşgotina pertûka xwe ya bi navê Gramera Zimanê Kurdî da weha dibêje: “…Bi fikra min, eger zimanzan û zanyarên kurdên kurmanc û soran bixwazin zimanê xwe yê edebiyate yekîtî biafirînin, dikarin wan mîna hev hesab bikin, qanûnên binge û binaxa zimanê xwe edebyetî yekitî biafirînin dikarin wan qanûnên mîna hev hesab bikin qanûnên binge û binaxa zimanê xwe edebyetî û yê yekitiya kurmancî û soranî. Lê divêt bona vê yekê berê pêşîn lazim e alifbakî kurdî yekitî latînî be, divêt zanyarên me rêzimanê yekitiya herdu zaravan binivîsin, mamostayên dibistanên kurdî, xwendekarên kurd, şagirtên kurd di dibistanan da hîn bikin.” (9) Qanatê Kurdo bi xwe rêyekê nade ber me. Ew jî li benda zimanzan û zanyarên Kurmanc û Soran e.
Kurdiyeke ji zaravekî an jî, ji du zaravayan pêk bê, wekî mirovekî bi pî û lingekî, bi çav û guhekî, ba çaryek mêjiyekî an jî, bi nîvmejiyekî li dinê dinihêre kêm e, nîvçe ye. Bi awayekî weha ew dê ji sedî 50, belkî zêdetirî peyvên Kurdî terkî mirinê bikin. Qet mafê kesî nîn e dewlemendiya zimanê me di neçariyeke bêdawî da biqedîne. Divê ev jî baş bê zanîn ku qet zaravek bi tenê serê xwe ne Kurdî ye.
Kurdî derya ye. Zarava, şêwe, devok; rûbar û çem û newalên vê deryayê ne. Divê, em tu carî mafê miçiqandina çilkek ava wan di xwe da nebînin. Hinek rewşenbîrên me bi navê Kurdayetiyê dixwazin derya avê di çemekî da an jî du çemên wê da bixeniqînin. Divê armanca me bi hev gihandina van çem û rûbar û newalan be; li deryayê zêdekirina çilkek av be.
Çavkanî:
-
Aksan, Doğan, Her Yönüyle Dil, 1, rp. 84, Türk Dil Kurumu Yayınları, Ankara, 1990
-
Meydan Larousse, cilt 17, rp. 574
-
Özgür Ülke, Hejmar.3, rp.10, 30 Nisan 1994
-
Dilgeş, Felat, Welat, Hejmar.24, rp.12
-
Uçamam, Abdurrahman-Verroj, Said, Ferheng-Wacname,
-
Mêzekin: Bedirxan, Kamuran Ali, Türkçe İzahlı Kürtçe Grameri, rp. 17-19
-
Espar, J., Welat, Hejmar. 23, rp.12
-
Espar, J.,Welat, Hejmar.23, rp,8
-
Kurdo, Qanatê, Gramera zimanê Kurdî kurmancî-soranî, rp.11, Koral Yayinlari, İstanbul, 1991
Welatê Me, 12-26 Gulan, 1995, Hejmar: 17, 18, 19
ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKÊN ALFABE Û RASTNIVÎSA KURDÎ
Alfabe:
Divê Alfaba Kurdî ji 26 tîpan pêk bê:
- Tîpên alfabê.
-
Tîpên mezin: A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U V W X Y Z
-
Tîpên piçûk: a b c d e f g h i j k l m n o p q r s t u v w x y z
- Pevdengên Kurdî:
CH : Mîna Ç ya Tirkî tê xwendin : char, chend, chol, chima
DJ : Mîna C ya Tirkî tê xwendin : djan, djem, djot, djyran
PH : Mîna F ya Tirkî tê xwendin : pham, phrotin, phind, Phrat
SH: Mîna Ş ya Tirkî tê xwendin : shar, shivan, shemi, Shengal
TH : Mîna T ya Tirkî tê xwendin : thorr, thas, theshi, Thirki
TS : Dengekî di navbera C û Ç ya Tirkî da dide: tsem, tsand, tsav, tso
OU : Mîna U ya Tirkî tê xwendin : dour, kour blour
UE : Mîna Ê ya Kurdî ya niha tê xwendin: uedi, uesh, buer, druej
XW: Dengekî ji bi hev ra xwendina X û W ya Kurdî dide: xweli, xwedi, xwarin, xwendin
3. Tîpên dengên taybet didin:
C: Dengeki di navbera K û G ya Kurdî da dide: con, cin, cew, cani
K: Mîna K ya Kurd tê xwendin: kar, ken, Kurdi, kash
F: Dengekî di navbera B û P yê da dide: fez, far, fling, foung
I:
-
Li dû dengdaran û di nav dengdaran da mîna I ya Tirkî tê xwendin: rind, hindik, tirs, girtin
-
Li serê peyvê, li dawiya peyvê, di nav dengdêran da û li dawiya tîpa Y mîna İ ya Tirkî tê xwendin: isal, isot, Iran, sai, xain, Kurdi, azadi
-
Li pêşiya dengdêra N ya dawiya peyvê him dengê I him jî dengê İ ya Tirkî dide: gotin, xwendin, xwastin, cin, jin, min, birrin, anin, tsnin, shin, zin
U:
-
Li pêşiya N ya dawiya peyvê û di rewşa tewandiya van peyvan da mîna U ya Tirkî tê xwendin: hun, bun, buye, serxwebun, chubu
-
Di wata VE ya Tirkî da mîna mîna U ya Tirkî tê nivîsandin û xwendin: ez u te, dar u ber, welat u gerdun, kash u tsia
E:
-
Di pirtika piraniyê da mîna Ê ya Kurdî ya niha tê xwendin: gulen sor, nvysen wi, welaten dour, karceren azadie
-
Daçeka peywendiyê Ê ya niha bi E tê nivîsandin: zmane axaftine, kare me, cone kotseran, bende zrav
-
Paşgira Ê ya niha divê bi E bê nivîsandin: li gunde wi, bi rindie, ji xwede, di barane da, berfe sere tsie girt.
Y:
-
Li serê peyvê, li dawî û pêşiya dengdêran mîna Y ya Tirkî tê xwendin: yek, keya, Goya, teyr.
-
Di nav dengdêran da mîna İ ya Tirkî tê xwendin: dylan, tyr, Nyl, nvys, shylan
-
Li ber tîpa I nayê nivîsandin: jian, Media, miek, biok
Bi vî awahî 36 dengên bingehîn ên Kurdî di nivîsandinê da bê kêmasî cih digrin. Bi pejirandina vê alfabê, pirsgirêkên bilêvkirina dengên bingehînên Kurdî bi temamî ji holê radibin.
Di pêşerojê da meriv dikane her pevdengekê bi tûşek klaviyê binivîse. Heta klaviyeke bi vî awayî amade bibe, mirov dikane bi bernamekê jî hêsan bike.
Alfabeke bê pevdeng were hilbijartin jî, divê tîpên taybetî yên alfaba Tirkî I, Ş, Ğ, İ û hwd tê da cih negrin. Ji ber ku ev tîp ne pratîk in. Mafê tu kesî nîne gelê me di bi zimanê nivîsî di nav qalibên Tirkî da hepis bike. Tîpên me yên bi kumik ji van tîpên tîpên Tirkî pir û pir siviktir û hêsantir in.
Ên ku li gor tîpên alfaba Tirkî difikirin ji %99 Kurdên Bakur in. Alfabe li gor parçekî welêt nayê amadekirin. Pêşiya her tiştî divê Kurdên Bakur vê rastiyê fam bikin û dev ji fikirandina li gor klaviya Tirkî berbidin. Hinek mirov jî alfabê wek mijarek rêzanî dinirxînin û di kovar û rojnamên xwe da alfabê bi awayekî din bi kar tînin. Alfabe ne li gor filan bêvan konevaniyê û ne jî li gor parçeyekî welêt tê amadekirin.
Heta ji me tê divê em alfabeke bi normên standard ên navnetewî bipejirînin û bi vê alfabê 36 dengên bingehîn ên Kurdî di zimanê nivîsî da bi kar bînin. Tîpên bi bilindek û jêrindek, bi kumik û çengel sebebên çewt nivîsandina tîpan in. Ji alfabê derxistina van tîpan çewt nivîsandina tîpan bi xwe ra radike.
Eger em naxwazin pevdengan bi kar bînin, divê em alfabeke bi 36 tîp amade bikin. Tîpên vê alfabê jî divê serbixwe bin, bi gotinek din bi bilindek û jêrindek nebin. Celadet Bedirxan jî demekê alfabeyek bi vî awayî bi kar aniye. Hinek dibêjin ku tîpên vê alfabê di nav tîpên Latînî da xweş xwiya nekirine, ji ber vê yekê ev tîp ji alfaba xwe avêtine. Bedirxan bi xwe jî wisa bibêje, ev ne rast e. Ji bo avêtina tîpên Latînî nebûn ev sebeb nuansek piçûk e. Sebeba avêtina wan tîpên Grekî û Krîlî di nekarvaniya wan da ye. Eşkera ye ku alfabeyek bi vî awayî jî pirsgirêkê çareser nake; tenê bi navê çareserkirinê ijwariyên girîng derdixîne pêşiya me. Awayên ku di nivîsandinê da cih nadin 36 dengên bingehîn ên Kurdî ne awayên çareserkirinê ne; awayên nîvçe nin. Ji tiştekî ra nabin.
Sê dengên ji Erebî ketine Kurdî di ferhengan da bi alfaba fonetîk werin nivîsandin bes e. Pêwîst nine, em ji bo van dengan li tîp an jî pevdengan bigerin. Gelê me van dengan pir caran li piraniya herêmên welêt bi dengên bingehînên Kurdî bi lêv dikin.
Ji bo nivîsandina peyvên Erebî, ne peyvên ji Erebî ketine Kurdî divê em li ser çareserkirinekê bixebitin. Ev çareserkirin ne tenê ji bo sê dengên Erebî, ji bo hinek dengên Tirkî jî pêwîst e.
Pêşiya her tiştî divê 36 dengên Kurdî yên bingehîn di zimanê me yê nivîsî da cihê xwe bê kêmasî bigrin. Mijara çare dîtina ji bo çend dengên biyanî, wek Erebî û Tirkî niha ewqas grîng nine.
RASTNIVÎS
-
Di kîta serê peyvê da nivîsandina tîpa I:
-
Di lêkerên ku her du kîtên wan ên destpêkê dengdêra I digrin, kîta yekemîn vekirîbe jî tê nivîsandin: mirin, birin, cirin
-
Kîta serê peyvê girtî be tê nivîsandi: girtin, hindik, bilbil, dijwar
-
Kîta serê peyvê bi du dengdarên ji hev dest pê bike tê nivîsandin: didan, sisê, tsitsic
-
Di peyvên pirkîteyên kîta serê peyvê vekirî da, nayê nivîsandin: zman, star, bra, Fransizî
-
Di nav STR ya serê peyvê da nayê nivîsandin: stran, stri, Strasbourg
-
Nivîsandina daçekên DE û RE çewt e. Divê bi DA û RA bên nivîsandin.
-
Pirtikên pêşlêker BI, DI, DUE û yên neyînî NE, NA, ME, NUE, NI divê ji peyvê cûda bên nivîsandin: bi xwaze, di xwaze, due bi xwaze, ne xwaze, na xwaze, nue wazena, me gri
-
Piraniya peyvên bi dengdêra E diqedin, di hevokê da li gor cih û bikaranîna xwe E vediguhere A, UE û I (Y) yê: rojname, rojnama, rojname(ue), mange, manga, mange(ue), nethewe, nethewa, nethewe(ue)
-
Pirraniya peyvên dengdêra A digrin, di hevokê da li gor cih û bikaranîna xwe A vediguhere UE an jî I(Y) yê: zman, zmuen an jî zmin, mar, muer, beran beruen an jî berin
-
Peyva pêşîn bi dengdêrekê biqede, peyva li dû tê bi dengdêrekê an jî bi dengdara H dest pê dike, dengdêra li dawiya peyva pêşîn bi temamî nebe jî ji zimanê gel dikeve; lê di zamanê nivîsî da de jiyana xwe didomîne. Dema bi zimanê gel an jî bi kin nivîsandinê were nivîsandin divê bi apostrofê (’) dengê ketî were nîşankirin.
Zimanê nivîsî Zimanê gel
Wi di ajot Wi d’ajot
Ez di herim Ez d’erim
Ez due werim Ez’ue werim
Ew di ueshe Ew d’ueshe
Wan ne ajotin Wan n’ajotin
Her du bikaranîn jî rast in. Mirov bi kîjanî dixwazane kane pê binivîse. Eger dengdêra dawiya peyva pêşîn û dengdêra pêşîn a peyva li dû tê ji hev bin, dengdêra dawiya peyva pêşîn ji zimanê nivîsî jî dikeve:
Ez na ajom, Ez n’ajom
Tu na aveji, Tu n’aveji
Em na avejin, Em n’avejin
Ew ne enirine, Ew n’enirine.
Mînak:
Havîna deştê bi vî awahî derbas bû. Li çolê çêre pir kêm bû. Pelên daran tev hişk bûn. Koçerên çûbûn zozanan, yek bi yek dest bi vegerê kiribûn û hêdî hêdî bayê payîzê dest pê dikir. Piştî wan her sê hevalan roj bi roj hinek hevalên din jî hatin gundê me û her roj jî hejmara wan zêdetir dibû. (Şervan, Evîna Dilê Min, Rewşen, Hejmar 6, Rûpel: 14.
Bi alfaba tê pêşniyarkirin:
Havina deshte bi vi awai derbas bu. Li chole tsuere pirr kuem bu. Pelen daran thev hish bun. Kotseren chubun zozanan, yec bi yec dest bi vegere ciribun u hedi hedi baye faize dest pe di cir. Fishti wan her sue hevalan roj bi roj hnec hevalen din ji hatin gunde me u her roj ji hejmara wan zuedetir di bu.
Statîstîka Dengên Kurdî
Me ji bo afabeke Kurdî ya standard li ser nivîsarên li gor alfaba Celadet Bedirxan hatine nivîsandin lêgerînek statîstîk pêk anî. Ev lêgerîn li ser zaravên Kurmancî, Soranî û Zazakî amade dibe. Em hêvîdar in di pêşerojê da em dê bikanibin li ser zaravên Kurdî yên din jî xebatên zanistî bikin û encamên wan bigihînin xebatkarên ku li ser vê mijarê dixebitin. Tunebûna çar dengên bingehîn ên ên Kurdî yên di alfaba Celadet Bedirxan da cih nagrin, kemasiyeke girîng a vê statîstîkê ye. Em dê vê kêmasiyê jî di demeke herî nêzîk da ji holê rabikin.
Zaravê Kurmancî
a : 8
b : 4
c : 0,7
ç : 0,5
d : 0,8
e : 12
ê : 5,9
f : 0,5
g : 2
h : 2,5
i : 12
î : 3,4
j : 1,8
k : 3,7
l : 3
m : 3,5
n : 2
o : 1,5
p : 1
q : 0,5
r : 6
s : 2
ş : 1,2
û : 2,4
v : 3
w : 2
x : 1,2
y : 2
z : 1,3
Zend, Hejmara Ceribandinê 1, Buhar 1994
Di Rêziman û Alfabeya Kurdî de Guhertinên Bingehîn
Guhertinên bingehîn ên ku di alfabe û rêzimanê Kurdî de pêwistiya me pê heye, roj bi roj girîngiya xwe zêdetir dikin. Eger em dixwazin pirsgirêka alfaba Kurdî ji binî ve çareser bikin, divê em hemî tîpên ku ne standart in, bi dîftongên ku ji tîpên standart amade bûne re biguherînin. Tenê bi vî awayî em dikarin alfabeyek standart ku ji tîpên standart ên navnetewî avabûne û bi makînên nûjen ên ku bi alfaba Latînî amadebûne bi kar bînin. Di rêzimanê me de çewtiyên bingehîn, ji bandor û hîkariya rêzimanê Tirkî tên; gava ku em li ser rêzimanê Kurdî bixebitin divê em rêzimanên Hînd û Ewrûpî mînak bigrin; bi taybetî jî, ji van zimanan yên ku yên ku bi alfaba Latînî tên nvîsandin, divê em li ser van rêzimanan lêkolîn û lêgerînên girîng bikin û bi vî awayî divê em rêzimanê Kurdî ava bikin. Dîtin û ramanên me yên li ser çareserkirinba pirsgirêkên rêziman û alfabeyî ev in:
Alfaba Kurdî
Di alfaba Kurdî de sîh û pênc (35) dengên bingehîn hene. Dengên ku di zimanekî de wateyên du peyvan bi hebûna xwe ji hev cûda dikin dengên bingehîn in. Di alfaba Kurdî de bîst û şeş tîp (26) û neh dîftong (dengên ku bi du tîpan pêk tên) hene:
Tîpên mezin: A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U V W X Y Z,
Tîpên piçûk: a b c d e f g h i j k l m n o p q r s t u v w x y z.
Dîftongên Kurdî ev in: ch, dj, kh, sh, ou, ue, th, ph, xw. Pênc tîpên alfaba Kurdî ne standart in. Ev tîp di bikaranîna makînên nûjen ên nivîsînê de ji me re pir dijwariya dertînin. Tîpên alfaba me yên "ç, ş, û, ê, î" standart nînin. Divê em van tîpana ji alfaba xwe bavêjin, van dengan bi dîftongan binivîsin.
Mînak:
ç: ch- char, chend.
ş: sh- shêr, shîr
û: ou- tour, ou, sour, boun
ê: ue- ue, buer, huevar û hd.
c. dj- djan, djo, djil, djêw.
Dengên Ç, K, P, T yên hişk di Kurdî de, ji yên nerm zêdetir in. Ji ber vê yekê divê em van dengên hişk bi tîpên Ç, K, P, T pêk bînin.
Mînak:
k: kulav, kadîn, kew
p: pêşî, piling, pênc
t: tarî, tenî, tûj.
c: (ç ya hişk) cem, co, cêlek.
Dengên tîpên Ç, K, P, T yên ededî an jî yên nerm di Kurdî de ji yên hişk kêmtir in. Divê ev deng bi dîftongên ch, kh, ph, th bên nivîsîn.
ph: phar, phor
th: thor, thêr
Rêzimanê Kurdî:
Di lêkerên sazî de divê em pirtikên neyînî û pêşlêker, ji peyvê cuda binivîsin.
Mînak:
Ez na xwînim
Wî ne di xwest
Ew na kin
Tu bi xwîne
Rastnivîsa Kurdî
Di rastnivîsa Kurdî de, ne bi awayekî xwezayî, lê bi awayekî keyfî, denhê tîpa "h" ya serê peyvê û nav peyvê li pirî ciyan hatiye xistin. Piraniya nivîskarên me, devokên xwe bingeh girtine. Ji ber ku li hinek herêm an jî deveran, hinek deng ji axaftinê ketine, lê ev deng hîn îro jî, li hinek herên û deveran di axaftinê de tê bikaranîn.
Mînak:
hêvar
herê
hode
çahv
mahr û hd.
Daçekên "DA" û "RA" ji hêla piraniya nivîskarên me de çewt tên nivîsandin. Ji xeynî herêma Botan, li hemî herêmên Kurmancan û di hemî zaravên Kurdî de ( Zazakî, Kurmancî, Soranî, Goranî, Lorî) ev daçek bi "DA" û "RA" tên bikaranîn.
Divê em ji guhertinên bingehîn netirsin.
Rojhat AZADÎ
Rewşen, Hejmar: 9, 1993
Xebatkarên Hêja,
Li ser alfaba Kurdî gelek nivîsar û name di kovara Rewşen’ê da hatin weşandin.
Makînên nûjen ên nivîsan wek komputer, telefax û hwd bi kîjan tîpan dinivîsin, ji tîpên alfaba me kîjan tîp di vê standardbûnê da cih nagirin, divê em çawa vê pirsgirêkê çareser bikin û bibin xwedî alfabeyeke bê kêmasî? Em heta bersiva vê pirsê bi awayekî zanistî di ronahiya zimanzaniya nûjen da nedin, em nikanin xwe ji guftûgoyên li ser alfaba me dewam dikin xelas bikin. Ez di nivîsara xwe da dixwazin dîtin û ramanên xwe yên li ser alfaba Kurdî ya bê kêmasî bi tîpên standard pêşkêşî we bikim.
- Pirsgirêka dengên di nav tîpên ç k p t da veşartî:
Dengên ç k p t yên “hişk” dengên bingehîn ên Kurdî ne. Girîngiya bingehtiya wan ji hoyê wate guhertinê tê. Her dengek di zimên da nabe dengê bingehîn. Di Kurdî da jî wekî hemî zimanên din dengên ku bingehîn ninin hene. Divê em xwastina Osman Sebrî bi cih bînin. Bi ç k p t yên hişk an jî yên nerm, kîjan hindiktirîn in divê em wan “kh, ch, ph, th” binivîsin. Wekî di encam û lêkonlîna S. Rêving da tê gotin “k” yên adetî an jî yên nerm ji yên hişk kêmtir in.
Bi dîtina min ne tenê k yên adetî, ç p t yên adetî an jî yên nerm jî, ji yên hişk kêmtir in. Kurdên Sovyetê hîna jî ç k p t yên adetî an jî yên nerm bi tîpên ç’, k’, p’, t’ dinivîsin.
- Pirsgirêka tîpên alfaba Kurdî yên ku standard ninin.
Ji tîpên alfaba me sê dengdêr, ê, î, û, û du dengdar, ç, ş, standard ninin. Ev tîp bi makînên nûjen ên wek komputer û hwd bi hêsanî nayên nivîsandin. Bi vê rewşa xwe asteng û dijwariyan derdixînin pêşiya me. Eger em xwe ji alfabetîzebûna Tirkî û hîkariya alfabetîzebûna Tirkî xelas nekin, em jî mîna Tirkan nikanin xwe ji çewt nivîsandinê xelas bikin. Ji ber ku îro êdî hemî makînên nivîsan yên nûjen bi tîpên standard amade dibin.
Divê em van tîpên ne standard bi digrafan ra biguherinin. Heta niha min dixwas ku em tîpa ê bi tîpa é ya Fransizî binivîsin. Lê ez dinihêrim Fransiz jî dixwazin van tîpên xwe yên standard ninin bavêjin, di şûna wan da tîpên standard bikarbînin.
Alfabeke bi tîpên standard bê dîgraf amade nabe. Hejmara dîgrafên zimanên Ewrûpî ji yên me zêdetir in. Dîsa jî di hînbûna zimanê xwe da rastî dijwariyan nayên.
-
Tîpên alfaba Kurdî 26 in.
-
Tîpên gir: A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U V W X Y Z
-
Tîpên piçûk. a b c d e f g h i j k l m n o p q r s t u v w x y z
-
Dîgrafên alfaba Kurdî 8 in: CH, KH, OU, PH, SH, TH, UE, XW
Rojhat Azadî
Rewşen, Hejmar 8, rp 58, 59, Stenbol, 1992
Xebatkarên Birêz,
Di alfaba Kurdî ya ku ji hêla malbata Bedirxaniyan ve hatiye amadekirin da, çar dengên (ç, k, p, t) veşartî nînin. Ev kêmasiyeke mezin e. Girîngiya gotûbêjên li ser vê pirsgirêkê û pêşniyarên çareserkirina wê, ji wate guhertina van çar dengan dihê. Ji hêla karvaniyê ve jî, alfaba me bi nivîsandina tîpên “î, û, ê” kêmasiyek din tîne ber çavan. Pirr mirov van her du tîpan, çawa bi wan xweş tê wer dinivîsînin. Divê em van çar dengan bi tîpên kh, çh, th û ph binivîsin. Mînak:
Khulîlk, Phez, Tharî, Çhem, Khurmancî, Phêr, Thûj, Çhiya
Eger tîpa “ê” bi vê formê “é” û tîpa “î” jî bi vê formê “ie” bê nivîsandin çêtir e. Nivîsandina tîpa “û” hatiye pejirandin. Lê dîsa jî em tîpa “û” wek “ou” binivîsînin baştir dibe.
Girîngiya pêwistiya alfabeke standard û kilawiya Kurdî roj bi roj zêdetir dibe. Divê alfaba Kurdî ji kêmasiyên xwe bifilite û bi klawiya Kurdî ya standard bê nivîsandin ku êdî nebe dabaşa gotûbêjan.
Di xweşiyê da bimînin.
Rojhat Azadî
Rewşen, Hejmar 6, rp 52, Stenbol, 1992
Alfabe Kültürün ve Dilin Temeli
Alfabe bir dilin kültür ve bilim dili olmasının temelidir. Ulusal ve evrensel kültürün yaratılıp geliştirilmesi ve ölümsüzleştirilmesinde, halkın çağın gereklerine cevap veren bir yazı diline sahip olmasıyla mümkündür.
Halkımızın kullandığı ilk alfabe, Med Kürtlerinden olan Zerdüştün kutsal kitabı "Zenda Awesta" da kullanılandır. Awesta alfabesi aynı zamanda Kürtlerin birlik halinde kullandıkları tek alfabedir. Medya'nın yıkılmasından sonra siyasi ve ekonomik bağımsızlığa dayalı istikrarlı bir birlik sağlayamadıkları için, egemenlikleri altına girdiklri halkların alfabelerini kullanmışlardır.
Arap alfabesi Kürtçeye uyarlanarak uzun bir süredir kullanılmaktadır. Günümüzde ülkemizin güneyinde ve doğusunda kullanılan Arap alfabesiyle Kürt edebiyatının şaheserleri yazılmıştır. Bu eserleri yaratan Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanê ve Melayê Cizîrî gibi Kürt klasiklerine damgalarını vuran yazarlarımızda bu alfabeyi kullanmışlar. Arap alfabesinin Kürtçedeki sesleri karşılamada yetersiz kaldığı, öğrenilmesinin zor olduğu dilbilimcilerce kanıtlanmıştır.
Sovyetler Birliğinde yaşayan Kürtlerin kullandığı Kril alfabesi dilimize uygun olmamasının yanında, sadece Sovyetler ve birkaç Slav ülkesinde kullanılıyor olması evrensel olma özelliğinin de olmayışına sebebiyet verdiği için kullanışlı değildir.
Latin alfabesi ilk olarak 1937 yılında ülkemizin güneybatısında Kürtçeye uyarlanarak "Hawar" adlı dergide yayınlanmıştır. Kapatılışına kadar Hawar dergisi bu alfabeyle yayınlanmıştır. Günümüzde bu alfabe ülkemizin kuzeyinde ve güneybatısında kullanılmaktadır. Avrupadaki Kürdoloji Enstitülri de bu alfabeyle yazıyorlar.
Kuzeyli bazı aydınlarımızın Hawar alfabesindeki bazı harfleri, kolaycı mantıkla hareket ederek standart Türk alfabesindeki gibi kullanmaları kısmi de olsa Kürtçenin Türkçeye trankripsiyonudur. Halk bu transkripsiyonu tepkiyle karşıladığını bazı dergi ve gazetelerde yerinde eleştirileriyle dile getiriyor. Bu aydınlarımızın yaptığı, alfabedeki eksiklikleri gidermelerini bir yana bırakalım, var olan düzenliliğin bozulup müğlaklaştırılmasına hizmet ettiği için tepkiler sevindiricidir.
Emir Celadet Bedirxan'ın Kürtçe'ye uyarladığı Latin harfli Kürt alfabesi, ağırlıklı olarak dilimizin Kurmanci lehçesine göre hazırlanmasına rağmen, bu lehçedeki dört ayırt edici özelliğe sahip sese karşılıl bulmada eksik kalmıştır. Bu sesler p, ç, t, k harflerinin ikinci birer tonu olarak değerlendirilebileceği gibi bazı dilbilimciler bu seslerin farklı birer ses olduğu görüşündedirler. Kürtçenin Dimilî, Sorani, Gorani vd. lehçelerinde de ayırt edici özelliğe sahip oldukları halde alfabede karşılıkları olmayan sesler var ise, bunlar da belirlenip, çözüm üzerinde çalışılmalıdır. Kurdi (Kürtçe) sadece Kurmanci lehçesinden ibaret değildir.
Kurdi, bütün lehçelerimizdeki kelimelerin Kurmanci lehçesinin gramer kurallarına uyarlanmasıyla oluşur. Kurmanci lehçesi halk arsında en fazla kullanılan lehçedir. Kürtçenin bu oluşumu bir kavramı birden çok kelimenin karşılamasını sağlıyor, bu da dilin bütün zenginliğiyle ortaya çıkması demektir.
Bu seslerin, alfabede karşılığı olarak kullandığımız harflerle olan ilişkileri "v" ile "w", "k" ile "q", "e" ile "ê" harflerinin arasınadaki ilişkinin aynısıdır. Bu harflerden birinin verdiği ses, diğerinin ses tonu olarak değerlendirilebilir. Anlam değişikliğine neden olan seslere karşılık bulunması "w", "q" ve "ê" harflerinin alfabemizde bulunmalarının gerekliliğiyle eşit bir öneme sahiptir.
Bu seslerin karşılıklarının olmayışının doğurduğu sorunu çözerken başlıca üç yöntemden yararlanabiliriz:
-
Diftong yöntemi: Ayırt edici özelliği olan bu seslerin alfabedeki karşılığı olarak kullandığımız harfleri yan yana iki kez yazarak çözüm bulunabileceği gibi, bu seslerin alfabedeki harflerden arasesi oldukları iki harfin yan yana yazılmasıyla da sorun çözülebilir. Bu seslerden "p" ile karşıladığımız "p-b" arası, "k" ile karşıladığımız "k-g", "ç" ile karşıladığımız "ç-c" arası, "t" ile karşıladığımız "t-d" arası birer ses veriyorlar. Bu harflerin yanyana yazılarak oluşturulacak olan diftonglar doğal olarak, okunduğunda söz konusu sesi verir.
-
Söz konusu seslerin alfabedeki karşılıkları olarak büyüğüne birinci ses, küçüğüne ikinci ses ya da ses tonunu yükleyerek çözüme gidilebilir. Bu durumda söz konusu harflerin büyük tip ve küçük tiplere sahip olma özellikleri ortadan kalkar. Bu yöntem fonetik olmasına rağmen pek kullanışlı değildir.
-
Fonetik alfabesinden yararlanılabilir: Fonetik alfabedeki dilbilimsel işaretler kullanılabileceği gibi, bu alfabenin kendisine özgü harflerinden yararlanmak da mümkündür. Dilbilimsel işaretler kullanalım derken, kesme işaretleriyle, iki noktalarla, harfin altına ya da üstüne çizgilerle, şapkalarla alfabeyi hiyeroglifleştirmeden kaçınmalıyız. Bu alfabenin kendisine özgü, Latin alfabesindeki harflerle uzaktan yakından ilşkisi olmayan harflerin çözümde kullanılması, evrensel olmayışları nedeniyle kullanışlı olmama durumları söz konusudur. En mantıklı yöntem bu seslerin, ara sesi oldukları iki harfi yan yana yazarak çözüme varmaktır. Diftongların öğrenilmesi sanıldığı kadar zor değildir. Kürtçedeki "xw" diftongu ne kadar kolay öğreniliyorsa, yeni oluşturulacak diftonglarda o denli kolay öğrenilip, kullanılmaması için hiç bir neden yoktur.
Kürtçede iki ayrı ses tonuna sahip olup, ayırt edici özelliği olmayan "r" ve "l" harfleri vardır. Bazı dergi ve gazeteler "r" harfinin sahip olduğu ses tonlarından birini çift "rr" ile vermeleri, diğerini ise tek "r" ile karşılamaları olumludur, devam ettirilmelidir. "l" harfinin sahip olduğu iki ayrı ses tonunu vermek için de birini çift "ll" diğerini tek "l" ile karşılamak en doğru ve en mantıklı olanıdır. Gerek "r" gerekse "l" harfinin verdiği ses tonlarından biri çift "rr" diğeri çift "ll" olduğu telafuzda çok net bir şekilde çıkar. Her iki harfin sahip oldukları ses tonları anlam değişikliğine neden olmuyorlar, sadece telaffuz farklılığını içeriyorlar.
Yabancı dillerden Kürtçeye geçen iki ses var. Arapçadan Kürtçeye geçen bu iki sesi "h" ve "x" ile karşılıyoruz. Bu seslere ayrıca karşılık bulmak gerekli değildir; çünkü bu kelimeler çok azınlıkta ve Kürtçeye ait değiller. Arapçadan Kürtçeye geçen üçüncü ayrı bir sesi de "e" ile karşılıyoruz. Kürtçe'de bu ses çok az kullanılır. Yabancı dillerden geçen seslere karşılık bulmak ya bulmamak, bir dilin gelişmesinde kayda değer olmadığı anlaşılır bir gerçekliktir. Bu seslere karşılık bulmak gerekli değildir. Kültürel çalışmalara katkıda bulunmak amacıyla kurulan "Yukarı Mezopotamya Kültür Merkezi" şimdiye kadar çözüm bekleyen sorunlardan biri olan Kürtçe alfabedeki eksiklikler üzerine yoğun çalışmalar yapmalıdır. Yukarı Mezopotamya Kültür Merkezi, kendisi gibi, kültürü de karanlıklara gömülmeye çalışılan bir halkın kültürünü aydınlığa kavuşmasında önemli bir rol oynadığının bilincinde olması, benzer amaçlarla kurulan diğer kurumlardan çok farklı ve başarılı olmaması için hiç bir neden yoktur. Böyle bir kültür merkezinin yönlendirici olma durumu da söz konusudur. Yönlendirici olması, bazı aydınların istedikleri gibi alfabe kullanma, gramer kurallarını canı nasıl istiyorsa o şekilde tahrif etmesinin önüne geçmesi açısından önemlidir.
Bu yazim Tahsan Çatak adıyla 24 Kasım 1991’de haftalık Yeni Ülke gazetesinde yayınlanmıştır.
Alfabede İkilem
Bir dilde birden fazla alfabenin kullanılması o dili konuşanların bir kesiminin yazılarını diğer bir kesimin okuyup anlayamaması kadar ciddi sorunlar doğurur. Halkımızın üç alfabe kullanması bir talihsizlik değildir. Ülkemizin uluslararası sömürge oluşunun kendisine özgü bir sonucudur. Ülkemizin kuzeyinde yasak olmasına rağmen bazı kitaplar Kürtçe yazılıyor. Yayınlanan bu kitaplar, Bedirxan'ın Hawar adlı dergide ilk defa hazırlayıp yayınladığı ve kullandığı Latin alfabesiyle yazılmalarına rağmen, yazarların bazı sesleri karşılama hususunda hemfikir olmadıkları görülüyor. Özellikle Türkçedeki "i" ve "ı" harflerinin Kürtçedeki kullanımı konusunda tam bir anlaşılmazlık içinde olan yazarlar okuyucuyu bir ikilem içine itiyorlar.
Musa Anter "Hatıralarım" adlı kitabındaki Kürtçe yazılarda, türçedeki "ı" ve "i" şeklinde yazılan sesleri Bedirxan'in hazırladığı Kürtçe alfabedeki "i" ve "î" harfleriyle karşılarken, Feqi Hüseyin Sağnıç ise Kürtçe Öğrenme Metodu ve Hêmana Rêzımanê Kurdi adlı kitaplarında yayınladığı Kürtçe Alfabe, söz konusu sesleri Türkçedeki "ı" ve "i" şekilleriyle gösteriyor. M.Emin Bozarslan Ehmedê Xanî'nin Mem û Zîn adlı eserini Latin harfli Kürt alfabesine uyarlarken "ı" harfini Türkçedeki gibi kullanıyor. Ancak Türkçedeki "i" şeklinde yazılan sesi ise Bedirxan'ın Kürtçe alfabesindeki gibi "î"şekliyle karşılıyor. Yeni Ülke gazetesi "serîhildan" kelimesinde Hawar alfabesini kullanırken "Bıji" ve benzeri çoğu kelimede "ihtilaflı" harfleri Türkçedeki gibi kullanıyor. Bazen de "Biji" şeklinde yazıyor. Özgür Halk adlı derginin Mart sayısındaki manşetinde "Newroza we pîroz be" diye yazarken Bedirxan'in alfabesindeki gibi Türkçede "i" şekliyle verilen sesi "î"şeklinde yazıyor.
Herkesin alfabeyi kendisine göre kullanması doğru değildir. Belki çok önemli bir sorun değildir, ama okuyucunun kafasını karıştırmada etkili olduğu için, okuyucuyu bir ikileme sürüklediği için çözülmesi gereken bir sorundur. Bedirxan'ın albesi doğruysa M.Emin Bozarslan ve Feqi Hüseyin Sağnıç'ın alfabeleri yanlıştır. Bunlardan birinin hazırladığı alfabe, söz konusu harfler konusunda doğru olarak kabul edilmiş ise diğer ikisi yanlıştır ve bu diğer ikisinden herhangi biriyle yazılan kitaplar bir sonraki baskılarında "tartışmalı" harfleri doğru yazarak yayınlanmalıdır.
Bu yazım 9 Haziran 1991’de haftalık Yeni Ülke gazetesinin 33. Sayısında yayınlanmıştır.
Not: Min ev nivîs bi therminogia û orthographia nêzdîkî du sal in ez pê dinivîsim di ber çavan ra derbas nekirine û rast nekirine. Hûn dikanin têra xwe peyvên sosret ên bi navê kurdîya sade hatine peydakirin di van gotarên min da bibînin. Çimkî wan deman ez jî di nav wê komê da bûm. Ji ber ku min jî bi van peyvên sosret demeke drêj zirar daye zar û zimanê me ê şîrîn carek din ji xwendevanên kurdî lêbuhurîna xwe dixwazim…